Sonntag, 1. Dezember 2013

Hmmm, Weliyê Śirnex'ê Hiynî Kurdî Dibe

Min doh nućeyeke balkêś dît.
Helbet wê nućeyê źî kêfa min haniya.
Digotin weliyê Śirnex'ê dest bi hiynbuna kurdî kiriye.
Digel meresîmekê roźnamevanan źê gelek pirs kirine, mesela źê sebeba hiynbuna zmanê kurdî pirsîne.
Xalê me Hesen Îpek gotiye, «Bi serê we u min bibe ku źi sedî 98 millet li vir bi kurdî dipeyîve, źixwa kal u pîrekên me yên li vî baźarî qet bi tirkî nizanin ...» u daye bin duvê dewśirmeyên kemalîst yên di nav BDPeya taśeron da.

Paśê gotina xwa drêź kiriye u rastiyeke din źi kezebê gotiye, «Heger hun li vê herêmê bixebitin u pêvaźoyeke wekî pêvaźoya ćareseriyê źî hee' 'be, heger hun bi gelê vê derê ra biźîn, divêt hun kurdî hiyn bibin.».
Ći gotineke rast e, ne hilo?
Aniha hun binêrin, ev camêr weliyê dewleta tirkên qewad u qetîl e.
Lê we kengê źi BDPeyiyên îblîs yên ku li ser xwîna keć u xortên kurd ciyê xwa germ kirine u dikin, hewldaneke weha Kurdistan'î dîtiye?
Heger ez śaś nebim, di nav BDPê da źi derî ćend kurdên ku bi esl u feslê xwa kurd in u di ber zman u ćanda bav u kalên xwa ra xwa têśînin, xema ti kesekî din nîn e.
Tabî ew kemalîstên heram yên pînc îcar radibin li ser kar u barê van kesên dilsoź propexendeya xwa dikin, mîna ku van taśeronan bi xwa źibo zmanê kurdî tiśtek kirî 'be.
Źi heddê xwa zêdetir menîpulesiyanan dikin.
Bêguman di vir da sucê A. Öcalan u konseya PKKê esasî ye. Di hemî śexs u dezgehên kurdan da śexsiyet u dezgehên herî absurt u bê kultur śun kirin.
Dibe ku PKK bibêźe ez partiyeke Kurdistan'î me, lê di esl u feslê xwa da ti mihteweyeke A. Öcalan u PKKê ya Kurdistan'î tun e. Gava ez l A. Öcalan u konseya PKKê mêze dikim, l gotin u kirinên wan mêze dikim, nikarim di nav da qasî misqeleyekê źî Kurdistan'iyê bibînim.
Helbet elementên kurdistanîbuyînê bellî ne. Ew źî zmanê kurdî u ćanda kurd e.
Yanî li vir mesele nebuna îmkanan nîn e. Îmkan hertim hee' bun u hee ne źî.
Di vir da «tercîh» rola esasî dilîze.
Di min da ti carî întîbeya ku A. Öcalan u konseya PKKê qîmeteke esasî dayî 'bin vê yekê, ćênebuye. Ne ku ez naxwazim, bîlekîs źi heddê xwa zêdetir źî dixwazim.
Lê tun e, ez ći bikim.
Tabî di derbarê vê meselê da divêt meriv sîstema tirkan ya ku di A. Öcalan u konseya PKKê da kompleks u tehrîbetên pirr giran ćêkirine, baś bibîne.
Ne A. Öcalan u ne źî konseya PKKê ti carî nekarîne heebuna milletekî ya zmanî u ćandî fam bikin.
Her tiśt li dor îdeoloźiyeke îfleskirî ya bê fêde hatiye qurban kirin, tê qurban kirin.
Lê ewê dîrok roźekê hesabeke giran bike, êdî hezar u yek îdeoloźî źî werin nikarin ti kesî źi sucên dîrokî xelas bikin.

Źixwa ez behsa Kemal Burkay u Îbrahîm Gućlu nakim, xêra camêran l camêran nebuye, de îcar ewê ćawan l zmanê kurdî u kultura kurd bibe bavê mino.

Keine Kommentare: