Freitag, 19. Februar 2021

Rupeleke Avesta'ya Źi Kurdistan'ê

 

Pirtuk hee ne, gava meriv wan dibîne dilê meriv l hev dikeve.
Pirtuk hee ne, mêźiyê meriv avê źê vedixwe.
Lê pirtukine din hee ne, meriv źê av, hewa, ax u hewayê ćêdike, źê u pê 
Di sala 1185an da li roźhilata
Kurdistan'ê hatiye nivîsîn u
nimuneya herî kevin e. Beśa
Yasna'yê ya di Avesta'yê da ye.
źiyanê dihafrîne.
Avesta, yeke husan e.
Lê ćîroka wê źî wekî ya Kurdan e, tertele lê hatiye.
Ereban derbeyeke namerdane lêdane.
Dîsan źî bawer nakim ku di bin derbeyan da xatir źi źiyanê xwastî ’be.
Lê divêt meriv lê bigerre u lê vegerre.
Gelek donkîśotên Ewrupî l pey ketine.
Li gelek ciyan śopên Avesta’yê peyda kirine. Li hindek ciyan pelên ku źê ketine, bi dest xistine.
Li ser pelên dîtî wêraniya salan derbeyên xwa yên xwaro-maro li paś hiśtine.
Tevî vê źî ne bi bayên hatî ra ćuye, ne źî d herdê ra.
Heta hîro źi sed hebî zêdetir kopyeyên Avesta’yê hatine peyda kirin. Ev teśeya ku em hîro wekî Avesta nas dikin, li hindek ciyan beśek yan źî ćend beś źê hatine dîtin, li hindek ciyan źî tenê pelek yan źî ćend pel. 

Yekîtiya Ewrupê di sala 2016an da 2.5 mîlyon eyro źibo proźeyeke mezin ya źibo berhevkirina Gatha’yên di Avesta’yê da terxan kiriye. Vê gavê li zangeheke Londre’yê ew lêkolîn tê meśandin. Di vê payîza sala 2021an da divêt were bi dawî kirin.

Dibe ku hîn gelek kopyeyên Avesta’yê yên verśartî hee’bin. Berî ćend salan kesên di nav vê proźeyê da tiśtekî weha bihîstine. Bi lez ketine nav tevgerrê. Źi piśtî demeke drêź ew kes peyda kirine, bi wî ra bazariya xwa kirine, u ew nusxeya Avesta'yê źê kirrîne.

Di sala 1247an da li Bombay'ê
hatiye nivîsîn. Beśa
Yasna'yê ya di Avesta'yê da ye.
Lê mixabin wan ew kopyeya Avesta'yê, źi piśtî ku nimuneyên dîźîtal źê ćêkirine, birine u dane pirtukxaneyeke molleyên Fars li Tehran’ê.

Avesta, nirxekî bê pîvan e.
Avesta, ćandeke ewqas giran e ku, meriv bi ti pirtukeke din ra nikare muqayese bike.
Avesta giran e, loma dîrok źî nikare bi teraziya xwa ya kevinar giraniya barê Wê rake.
Bandora Avesta’yê ya li ser Tewrat, Încîl u Qoran’ê, li ser felsefeya antîk ya Yunanistan’ê, ya Roźhilata Navîn u Esye’ya Dur, źi heddê xwa mezintir e.
Mesele Cihuyan sîstema xwa ya dînî, felsefîk, mektebî û perwerdeyî bi temamî li ser Avesta’yê ava kirin. Loma Talmud’a Cihuyan ya ku li Babîl’ê wekî 10 cîld hatiye hafrandin, wekî Talmud’a Cihuyan ya herî esasî tê qebul kirin. Źi bîr nekin, wê demê Babîl aîdî împeretoriya Medan bu. Lê ez drêź nekim, bila ev miźar vê gavê źibo gotareke din di kuncika xwa da razê.

Îcarê divêt em ći bikin?
Divêt em l ćîroka xwa vegerrin. Heebuna Kurdan di vê ćîrokê da ye, loma. Meriv nikare źi darikê puć źiyanê bihafrîne, lê dikare biśewitîne. Ku me nexwastiye em bibin darikê puć yê di mala Tirk, Fars u Ereban da, divêt em ćîroka xwa xelas bikin. 

Di sala 1323yan da li Kambay'ê
hatiye nivîsîn. Beśa
Yasna'yê ya di Avesta'yê da ye.

Gelo we qet źi xwa pirsî, źiber ći Cihu di her warî da ewqas serketî ne?
Ez bi xwa gelek caran bi vê pirs u miźarê va miźul bum.
Ev demek e ku bersîva vê pirsê li ba min zelal bu. Herê, Cihuyan sîstema xwa ya mektebî u perwerdeyî li ser sîstema Avesta’yê ava kirî bun.
Źiber ku Kurdan dest źê berdan, Kurd derbeder bun.
Heger Kurd sibeh dest bi vê sîstemê bikin, źi piśtî nifśekî ti kes nikare xwa li ber Kurdan ragire.
Ev tiśt dibe yan na, miźarekî din e. Lê divêt meriv bi lez dest bi amadekirina Avesta’yê bike.
Loma birryar e ku ez di nav vê salê da bi hêdîka dest bi amadekariya Avesta'yê bikim.
Divêt Avesta’ya herî kevin u orîźînal źibo ćapê were amade kirin. Paśê divêt bi fonda Avesta’yî dubare were ćap kirin. Li pey van źî divêt trenskrîpsiyona Avesta’yê were amade kirin.
Di dawiyê da divêt wergerra Avesta’yê dîrekt źi Avesta’yê were kirin. Lê wergerra Avesta’yê barekî pirr giran yê dîrokî ye. Bê proźe u bê fînans meriv hew dikare vî karî rake. Bi qasî dîrokê giran e, loma.
Ka em mêze bikin, ku min kesek źibo sponsoriya ćapê dît, ez ê wekî destpêk Gatha’yên di Avesta’yê da heta salekê bi tevî nivîsên orîźînal, fonda Avesta'yî u trenskrîpsiyonê di cîldekê da bidim ćap kirin.


Zangeha Londre'yê ev vîdyo wekî beśeke proźeya xwa amade kiriye:






Sonntag, 14. Februar 2021

Heger GURUyekî Me Hee'buya ...

 

Heger GURUyekî me hee’buya ...

Heger GURUyekî me yê zmanê Kurdî hee’buya, ewê zirnezaniya me ya netewî hîro di vê rewśa tolaz da nebuya.

Heger GURUyekî me yê netewî hee’buya, ewê axa di nav dîwarên me da źi kerba xedar hilneweśiya.

Heger GURUyekî muzîka me hee’buya, ewê muzîka Kurdî ya bi hezaran salan hîro weha derbeder nebuya.

Heger GURUyekî ćanda me hee’buya, ewê ćanda me ya bi hezaran salan hilo śepirze nebuya.

Heger GURUyekî dînê me yê bi hezaran salan hee’buya, ewê dînên ku li ser dînê me mala xwa ava kirine, weha bi hovane l hestiyên heft bavên me nekirina.

Heger GURUyekî me yê netewperest hee’buya, ewê siyasetmedarên me weha li ber tecawîzkarên xelkê Kurd devxwarî u kućiktî nekirina.

Heger GURUyekî me yê nivîskar hee’buya, ewê „nivîskarên Kurd“ bi zmanê Tirk, Ereb u Frasên namerd herro tecawîzî zmanê Kurdî nekirina.

Hemî neteweyên serketî bi xêra GURUyên xwa yên netewî heebuna xwa daîmî kirin u dikin.

Divêt meriv GURUyan di wateyeke teng da rave neke.

Ći dînî, ći siyasî, ći civakî u ći źî di zanyariyê da her millet GURUyên xwa dihafrîne.

Ez ê li źêr dîsan vegerrim ser miźarê. Lê divêt em carekê bala xwa bidin peyva GURU.

Peyva GURU źi Sanskrîtî ango Vedî guru- tê u wateya „giran, diźwar, tund/sert, girîng, hurmetdar, gir/mezin“ dide. Her weha di Vedî da sekunder wateya „kesê xwadî hurmet/nirx, mamoste“ ango „guru“ źî dide.

Di Avestî da wekî gouru- „giran“ hatiye tomar kirin.

Kurdiya Kurmancî „gir, giran, girîng“ heman peyv in.

Latînî gravis, Yunaniya kevin barys „giran“ źi heman peyvê tên.

Bi tevayî heta zmanê Hîndî-Ewrupî *gʷ̥rh₂-u- „giran“ śunda terrin.

Di Avestî da bi tevî peyva zaoϑrā- „bexś, teberru“ hatiye tomar kirin: gouru.zaoϑrā- „yê bi bexśên/teberruyên giran“ (-ϑ- = -th-).

Helbet peyva GURU di nav demê ra tenê di wateya xwa ya dînî u ruhanî da derketiye pêś u belav buye.

Meriv dikare di wateya zanyar da źî fam bike.

Li ba Kurdan peyva mezin yan źî pîr u kalemêr di nav civakê da zêdetir derketine pêś.

Kurd źibo birêvabirina xwa ya civakî u ćareserkirina pirsgirêkên heeyî mezinan, pîran yan źî kalemêran dixin nav tevgerrê.

Ne tenê materyel xwadî giraniyekê ne, lê zanîn u nasînên ku di nav salên dur u drêź ra bi tevî tecrubeyan hatine kom kirin źî xwadî giraniyeke esasî ne.

Zindiyên ku nikarin tecrubeyên xwa yên śexsî u netewî bidin zaroyên xwa, nikarin rê li ber tunebuna netewe u zaroyên xwa bigirin.

Einstein, di fîzîkê da GURUyekî temam bu.

Darwin, di biyoloźiyê da GURUyê dema xwa ya herî tuź bu.

Marx, di ekonomiyê da GURUyê bi heft śuran bu.

Freud, di nav ćend ćivakên cihê da GURUyê bi heft xewnan bu di psîkoanalîzê da.

Muse, GURUyê Cihuyan yê bi rik bu, ku hîro xelkê Cihu bi xêra wî dîsan li welatê xwa niśtecî ye.

Îsa, GURUyê li pey Muse yê gerdunî ye.

Mihemmed, GURUyê erebperestiyê yê dawiyê ye.

Homeros, GURUyê Yunanan yê efsaneyî ye.

Baltasar, GURUyê Span yê berhema bi navê KRITIKON e.

Goethe, GURUyê mista bi îblîs e.

Tolstoy, GURUyê Rus yê ćîrokî ye.

Shakespeare, GURUyê zmanê Înglîzî yê cinî ye.

Steve Jobs, GURUyê Apple’ê yê Emêrîk e.

Bill Gates, GURUyê Word’ê yê Emêrîk e.

GURUyên xelkên filan u bêvan xwa di ber xelk u neteweya xwa ra dikin hevîr.

GURUyên xelkê neteweya xwa li ser rih u hestiyên xwa ava dikin, xwa bi xelkê xwa u xelkê xwa źî bi xwa ra mezin dikin.

Xelkê Kurd li benda GURUyên xwa yên źi xwîna śewitîne, nabêźim li benda GURUyên źi kezeba śewitîne. Mixabin bi kezeba śewitî me heta niha nekariya źi mastê malê dewekî ćêkin, loma. 

Qasî ku xuya dibe kêfa GURUyan zêde bi kezeba śewitî nayê.





Sonntag, 7. Februar 2021

Zmanê Konservekirî: Kurdî



Halekî Kurdan yê ku meriv bikare bi peyvan rave bike, nemaye.

Kurd zuwa bune li ser vê xaka bi bereket.

Ne bi laśî, ango bi rewanî (ruhî).

Hêdî ne mumkun e ku l źiyanê vegerin. 

Kurd źi kurdbunê wêdatir, her tiśtik in.

Lê berê Kurd bun, ne her tiśtikên lêkirî bun.

Her cara ku Kurd bi tiśtekî xwaś yan nexwaś ra ru bi ru dimînin, bêtir pîstir dibin.

Tirk bi vê yekê hessiyane. Helbet Ereb u Fars źî.

Loma Tirk, Ereb u Fars ha ha Kurdan bi tiśtikên xwa miźul dikin, daku bila bîra Kurdan ya kurdîn l Kurdan venegerre.

Tirkan têhegên wekî „Zman ne girîng e. Zman nebe źî dibe. Netewperestî gundîtî ye, nezantî ye. Miźara zmên źi piśtî śoreśê dikare were ćareser kirin, …“ di serê serok u partiyên Kurdan da bi heft bizmaran kutan.

Serok u partiyên Kurdan bi dehan salan zirnetiya têgehên Tirk, Ereb u Farsan kirin.

Tirk u Ereb u Farsan bi kevirekî heftê u heft ćukên kurdîn kuśtin. Him źî bi kevirekî źi dîwarê mala Kurdan.

Ne takekesek dikare bi têgehên manîpulatîv rewśa xwa ya kambax fam bike u l čareseriyên herî zerurî bigerre, ne źî civakek.

Tiśtê mayî tenê bextekî gullekirî ye.

Kurd bi hezar u yek lîstik u fendan hilo qanî kirin ku, Kurdan dest bi śerrê tunekirina xwa kirin.

Li śuna ku bi bîr u birryar bibêźin em ê zmanên tecawîzkarên heft ecdadê me konserve bikin, rabun zmanê xwa konserve kirin, him źî bi zmanên tecawîzkarên xwa ev namerdî kirin.

Źi sextekarê ku dibêźê ez ê źiyanê konserve bikim, netirsin; ewê kurmik źî bi hestiyên wî teresî nelîzin. 

Lê źi sextekarê ku dibêźe ez ê piśtî azadiyê zmanê Kurdî veźînim, bitirsin.

Ne źiyana konservekirî dubare l źiyanê vedigerre, ne źî zmanê konservekirî.

Źixwa zmanê Kurdî ne xiyar, tomatês u bîber e ku hindek teres źê tirśiyê ćêkin.