Samstag, 26. Mai 2018

Em Źi Ćortana Malê Źî Bun



Meriv źi kesekî ćawan kesekî din ćêdike?
Yanî mîna ku meriv tiśtekî bigire u źi wî tiśtî tiśtekî din ćêbike.
Peyva me ćêkirin li vir di mahneya xwa ya ferhengî da hatiye bi kar hanîn.
Wêneyeke xalê me Salvador Dalî
Mesele meriv dikare bi bivirekê daran bibirre, keviran biśkîne u źi wan formên cihê bihafirîne. Meriv dikare źi / bi van tiśtên teśegirtî dîzaran / dîwaran ava bike, malan ava bike, dolab, mase, teśî, embar, tasik, tîr, kevćî, derî, nêrdîvan u bi hezaran tiśtan ćêbike.
Źixwa pêśketina me ya ku em pê pozê xwa bilind dikin źî di vê ćêkirinê da ye.
Lê gava em tiśtina ćêdikin, her tiśt di halê xwa da namîne, îcarê ew tiśt me bi xwa ra diguherînin u źi me tiśtekî din ćêdikin, me dikin berhema xwa ya nuh, me dikin tiśtê xwa yê ćêkirî.
Em b’ xwa ew ćend piśtrast in ku ti tiśtekî din di ser pêtiya xwa ra nabînin, em xwa źi keviran źî zexmtir dihessibînin. Lê heger di kevirtiyê da hêźaniyek hee’buya, herhal me yê kevir bixwara.
Źixwa heźariya me źî di vê baweriya me ya belengaz da ye.
Hun dîsan źî frekwensên ayetên biyoloźîk yên di nav turika xwa da neguherînin.
Źiyan elastîze ye, gava di vê elastîzetiyê da erizeyek derdikeve, źiyan dibe wekî kevirê destpêkê.

Îvan Petrovîć Pavlov’ê rus bi kutiyên (kućikên / segên) xwa śopeke drêź li paś navê xwa hiśt u ću.
Pavlov dixwast kutiyê xwa di bin śertên ćêkirî da manîpule bike.
Ya rast xalê me dixwast bizane ka meriv dikare heywanan manîpule bike yan na.
Kućikê xwa li ciyekî maqul cî dike. Her cara ku xwarina kućik tînin, źi berî hanînê l’ zengilê dixin. Bi wî hawî qasî demekê didome. Źi piśtî ku kućik hînî vê rewśê dibe, yanî hînî lêdana zengilê u pêra źî hatinê xwarinê dibe, hanîna xwarinê didin sekînin. Di dema xwarinê da tenê l’ zengilê didin, lê xwarinê  nayînin. Kućik li benda xwarinê dimîne. Di vê kêliyê da, tevî ku źi piśtî zengilê xwarin nayê dayîn źî di devê kućik da śoxut (gilêz, kefśîl, lîc, xazî, kepur) ćêdibe.
Herê, hate peyt kirin ku di nav śertên ćêkirî da meriv dikare zindiyan bi têra xwa manîpule bike.
Xalê me Pavlov di sala 1904an da Diyariya Nobel’ê di fîziyoloźî u tibbê da werdigire.

Li Emêrîka’yê, li ba zangeha Berkeley’yê, źibo ku meseleya manîpulesiyona merivan / zindiyan baśtir were fam kirin, lêkolîneke din tê l’ dar xistin.
Du koman ava dikin. Em bibêźin koma A u koma B.
Paśê du tekstên cuda didin van her du koman.
Di nav teksta koma A’yê da miźar li ser pilingan e.
Di nav teksta koma B’yê da miźar li ser kusiyan e.
Źi piśtî ku ew źin u mêrên di nav wan her du koman da tekstên xwa di odeyên cuda da dixwînin, źi her du koman tê xwastin ku bila bi kerema xwa heta asonsorê bićin u dakevin qata źêrîn.
Lê haya kesên ku di nav van her du koman da cî girtine źi mebesta lêkolînê tun e.
Li korîdorê kamera hatine bi cî kirin źibo ku meśa her du koman li korîdorê were tomar kirin.
Di dawiya analîzkirina vîdyoyan da tê dîtin ku koma ku teksta li ser pilingan xwandî bu (koma A) źi koma ku teksta li ser kusiyan xwandî bu (koma B) pirr bi leztir buye berbi asansorê.

Cara din dubare du tekstên cuda didin koma A u koma B’yê.
Vê carê teksteke bi miźara li ser kaltiyê / pîrtiyê didin koma A’yê.
Teksteke bi miźara li ser ciwantiyê źî didin koma B’yê.
Źi piśtî ku beśdarvan tekstên xwa dixwînin u bi dawî dikin dubare źi her du koman dixwazin ku bila heta asonsora li korîdorê bimeśin u dakevin źêr.
Dîsan meśa her du koman ya li korîdorê bi vîdyoyan tê tomar kirin.
Lê vê carê koma B’yê ya ku teksta li ser ciwantiyê xwandiye źi koma A’yê ya ku teksta li ser kaltiyê xwandiye pirr bi leztir buye.

Em werin ser meseleya xwa ya destpêkê, źiber ku her tiśt bi destpêkekê dest pêdike.
Meriv ne tenê di nav śertên ćêkirî da – mêźiyî – tê guhartin, lê ligorî naveroka teksta ku xwandiye źî – mêźiyî – tê guhartin.

Kurdan dewê xwa kirin dewê tirkan, ćaya xwa kirin ćaya tirkan ...
Źixwa me dest u dev źi zmanê xwa śuśt.
Ćortana pîroz
Wê roźê riya min heta markêteke kurdan drêź bu. Źi piśtî ku ez di ber refan ra derbaz bum, hatim li ber sarinca pendur / penîr u mastan sekiniyam.
Ćavê min l’ ćortana bi hezaran salan ya bav u kalan ket. Li vî welatê xerîbiyê kêfa min bi heebuna  ćortana bavan hat. Lê kêfa min di gewriya min da asê maa. Îcarê van teresên bê hućik u bê gurćik ćortana me źî kirî bun ćortana tirkan!
Hêdî em ê bi ćortana mala bavo źî nekarin pêbihessin ku em kurd bun u ev ćortan źî ćortana mala bavo bu.

Me got kutiyê xalê me Pavlov, koma B’yê ya bi kusiyan u koma A’yê ya bi kaltiyê






Samstag, 19. Mai 2018

Bextê Zmanê Malê Zuwa Buye




Ava ku źi hesikên xwadê dibare, kêfa xwa bi tasika malê nayîne. Bextê malê li ba xwadê źî zuwa buye.

Lê kućikê malê źî li ber kodika xwa ketiye. Naxwaze źi hêviya di nav kodikê da bibe.
Gava meriv lê hur ’be, wêne diguhere.

Darên li ber malê dibêźin heta ku xwadê deriyê hesika xwa venekiriye, źi me hêviya baranên kesk nekin.

Pisîk dibêźe ez ê bi miśkan ra aśtiyeke streteźîk ava bikim. Loma van roźan zêde qîma xwa bi śîrê di nav berośê da nayîne. Ecêba ev aśtiya pirr streteźîk li ser pendura malê nebe?

Tevnepîrkên ku di kuncikên malê da torên xwa vedane u bi ćend ćavan xwa l’ xewariyê danîne, xewnan li ser źiyana bi tevnên modern ava dikin.

Marê ku nikare bi miśkên malê ra bikeve nav bezê u naxwaze xwa bi kućik u pisîkê ra bixe nav śerrekî giran, di qula xwa da ayetan dixwîne. Pisîk li ber qulê runiśtiye u pencikên xwa d’alise. Her cara ku ayetek bi dawî dibe, ew źî xwa giź dike u disekine.

Li dor punika malê ruvî di nav kemînê da runiśtiye u simbêlên xwa badide, „Źixwa me źiyana xwa li ser streteźiyên śaś yên mirîśkan ava kiriye.“, dibêźe. Lê źi hêrîśa kućikê malê ditirse.

Kurmikên ku bi sebir bêźingan źi herdê ćêdikin, źi nîkilên ezmanî ditirsin. „Heta ev duvik di me da hee’be, em ê źi vê doza kalikan destê xwa neśon!, dibêźin.

Pîrika malê bi hêvî ye, niviśtan ćêdike źibo roźên teng.
Kalo li ser mîndera gulîn runiśtiye u bi tiliyan libên tizbiya xwa diheźmêre. Berê heniyê wî li hêla camê, „Pîrê, mîna di nav van śevan ra, mîna van libên tizbiyên źi bavo mayî, em ê roźekê bi tevî van niviśtan xwa bar bikin. Lê xwadê bike em nemînin deriyê śevê. Śev sar e dibêźin.“.
Pîrê, „Kalo, em ê bar nekin, ez dibêm ewê me bar bikin.“, dibêźe.

Her kes li benda tiśtê ku hêvî dike, ye.
Lê kurdan bextê zmanê xwa zuwa kirin. Em l bextê zuwakirî bigîrin źî ćavên me śil nabin hêdî.
Îcarê em ê źi kurdê bê hêvî u źi bextê zuwakirî ći hêvî bikin?




Sonntag, 13. Mai 2018

Kurd Źi Zmanê Xwa Ketine



Guza ku źi tayê dara guzê dikeve ser herdê, li ber keftulefta vê ketinê nakeve.
Xezalê, bi navê xwadayê xwa yê mezin sond dixwe u dibêźe ew hertim li benda vê ketinê ye.
Tiśtê ku źibo ketinekê ćêbuye ewê ćawan li ciyê dardakirî bimîne. Źixwa ewê biketa.
Dizaniya, di demsala xwa da, di filan u bêvan roźê da ewê biketa.
Źi roźa ku li ser tayê dara guzê zîl daye u pê va bi xêra diya xwa mezin buye.
Lê herd li źêr e, bê rev e u bi sebir e.
Sîmole źi darên xwa dadikevin, lê nakevin.
Źi źor va tav di nav pelan ra źiyanê źê ra germ dike.
Herd di nav rehên / kokên dara guzê ra av u mîneralan źê ra diśîne. Kibarikên / kuvarikên di nav herda dara guzê da bazariya xwa bi dara guzê ra dikin. Źibo her mîlîgram śîrîniya ku di nav rehan ra digêźe u dikeve devê kibarikan, spasdariya xwa bi śandina avê u mîneralan dikin.
Sîmole di bin siya pelan da xewnên xwa drêź dike. Ewê źi xewna xwa ya bi guzan heśyar nebe. Carekê źê hezkiriye.
Qiźik bi bêdengî li ser śaxên dara guzê melisîne u l bextê xwa dipên. Dizanin, heta ku bext venebuye, ayîn bi dawî nabe.

Gava guz źi tayê diya xwa dikeve, herd pêdihesse, u dilerize.
Sîmole dide revê. Bi śaśokî bazdide ser dara guzê.
Qiźik bi paś u pê dikeve ser herdê.
Ezman li źor dikenne. Bi biruskan him herdê germ dike u him źî rê ronî dike.
Lê hemî rê derdikevin ser dara guzê.
U guz źi baskên dayika xwa dikeve.
U guz śil dibe di bin baranê da.
U herd deriyê xwa vedike źê ra.
Pelên ku źi tayên dara guzê dikevin, l’ guza dayika xwa digerrin.

Kurd źi dara zmanê (dayika) xwa ketine. Gava źi dara zmanê xwa dikevin bi bask u pê źi dara ćîroka xwa direvin. Bune darekÎ hiśk yê bê ćîrok.
Ne sîmole dixwazin di bin darÊ kurdan da xewnên xwa drêź bikin u ne źî qiźik dixwazin bi ayînan li ser tayên wan l’ bextê xwa bipên.






Sonntag, 6. Mai 2018

Heta Ku Hêvî Hee’be ...



Heta ku hêvî hee’be, haya meriv źi canê birćî nabe.
Heta ku hêvî hee’be, meriv l’ binketina xwa nahesse.
Heta ku hêvî hee’be, bîr u baweriya heeyî ya xedar venalerize.
Giraveke bi hêvî li Îzland'ê.
Heta ku hêvî hee’be, haya meriv źi rastiya heeyî ćênabe.
Heta ku hêvî hee’be, meriv hêsaba nefesa xwa ya dawiyê nake.
Heta ku hêvî hee’be, meriv bi nanoziko źî ’be, dev źi źiyanê bernade.

Meriv bi tiśtekî hêvî dike.
Hêvî kirin ne tiśtekî abstrakt e.
Hêvî (kirin) tiśtekî obźektîv u subźektîv e.
Di navenda hêvîkirinê da pêdîviyeke / pêwistiyeke zerurî hee ye.
Herkes ligorî hêza aletên di mêźiyê xwa da hêviya xwa ava dike.
Carina meriv sînorên hêviya xwa tevlihev dike. Hingê meriv di nav bêfamiya xwa ya gêźok da gêź dibe u terre.
Meriv l’ binketina (bi hêviyên) xwa nahesse.
Tiśtekî treźîk e, gava binketin xwa wekî hêviya serketî l’ meriv rapêće.

Hêvî ...
Em pićekî paśta herrin, źibo ku em hêviya kurdîn fam bikin.
Di kurdiya navîn ya źi berî du hezar salan da wekî *hô-mê-γ bu.
Heta kurdiya kevin ya hezar sala źi berî mîladê *hupa-mati-ka- śunda terre u wateya *li-bendê-mayîn yan źî *payîn / pan / pêyîn dida.
Peyva me man / mayîn źî źi heman kiryarê tê, hîndî-ewrupî wekî *men- bu.
Yanî kurdan di destpêkê da *li-bendê-mayîn, *payîn / pan / pêyîn di mahneya hêviyê da fam kirine, dane ber xwa.
U ew hêvî wekî peyveke mayînde kirine nav turika zmanê xwa u heta hîro xwa pê drêź kirine.

Lê mixabin hêdî kurd hîro bi umata tirkan (ku źi farsî tê) hêvî dikin, loma źî pênahessin ku ew źi zu va li pey hêviyên tirkan u tirkîn ketine, u bê vegerr binketine.
Kurdê ku bi zmanê tirk, ereb u farsan hêvî dike, helbet ewê mêźiyê xwa źî bi hêviyên wan tîźî bike.
Kurd e, lê naxwaze bi zmanê xwa hêviyan bike.
Ev kafirbaviyeke bi źan e. Dilê meriv dike ciźźź u pê diśewite.
Îcarê ev kurdê binketî navê vê binketinê źî dike bratî, misilmantî, demoxratî, sosyalîstî, komînîstî, mirovhezî, …