Sonntag, 21. Juni 2015

Ez Ê Bi Axa Xwa Ćavên Xwa Biśom



Rê li ber min drêź bune.
Źi dur va tenê ewrên di halê xwa da xuya dibin.
Ez l’ wan, ew źî l’ min dinêrin.
Em hêsaba hevdu dikin bi mêranî.
Lê niyeta min xerab e.
Xwadê bila bi rehma xwa be vê carê.
Ez li benda wan im.
Ew źî li benda min in.
Bi xwaśî yan źî xerabî, em ê di ber hevdu ra derbaz bibin.
Ez ê bi baskên balafira xwadê mekan u dîmenên xewnên xwa biguherînim roźa pêncśemê.
Źi niśkê va.
Źi kezeba serhiśk.
Bi canekî perperitî.
Ez ê roźa pêncśemê xwa li ser erda xwa drêź bikim, bêhnćikiyayî, bi axa xwa ćavên xwa biśom.
Axxx, ez ê wê dabikim b ser xwa da bi merhemet u bereket.
Ez ê dabikim zerre bi zerre.





Ciwan Haco: "Diyalog"






Samstag, 20. Juni 2015

"Miźên Śêlo"



Miźên Śêlo

Bi miźên śêlo źî ’be
Ez ê derdên sêwî yên vî dilî l’ vê herdê birêsim
Bê tevn

20.6.2015, 00:02, Zürich


Kezebino, versiyona XWANDÎ di "dropbox"ê da ye.





Dienstag, 16. Juni 2015

«Bextê Spî»



Bextê Spî

Ne gulên puśulreś b’ min divêt in

Ne źî dengên bextreś.




14.6.2015, 16:23, Zürich






Donnerstag, 4. Juni 2015

Nîv-Maratona Li Zürich’ê



Hewa vê gavê li vir feleket xwaś e.
Lê mixabin źiber birîndariyên ku min li ba sportê kirin, heta aniha źî min nekariya ligorî dilê xwa tamê źê bigirim.
Hêviya min ev e ku hîro roźa dawiyê ’be u ez sibeh źê dest bi tamkirinê bikim.

Doh nîv-marathona bi navê «Forchlauf»ê hee’bu. Min di nivîsa xwa ya doh da źê behs kirî bu.
Ez heta ciyê nîv-maratonê bi peya u bez ćum. Carina beziyam, carina meśiyam, źibo ku bedena xwa germ bikim, bê ku xwa zêde biwestînim tabî.
Di seet 18:35an da li wir bum.


Min ću nimroya xwa ya pêśbirkê girt. Paśê pićekî entremana xwa kir u ćum ketim nav koma bezê. Di seet 19:00ê da ewê dest pê bikira.

Hêśa piśta min hema hema min qet hîss nedikir.
Lê baluga ku di pêćiyê pićuk yê lingê rast da derketî bu, pirr kêm xwa dida hîss kirin, tevî ku min bi bandaźekê baś pêćayî bu źî.
Wext hat u me dest bi beza xwa kir.
Digel kîlomêtroya pêncan hêśa pêćiyê bi balug zêdetir bu.
Źibo ku zêde nebe, îcar min mecburî śiklê beza xwa pićekî guhart. Tabî ev yek źî bu sebeb ku di ciyên din da pirsgirêkên din derbikevin.

Ez her bi tempoya xwa ćum, min zêde gaz nedayê, yanî heta ber sînora xwa nećum. Tirsa min ew bu ku ev baluga di pêćiyê pićuk da xerabtir bibe u ez dest źi bezê berbidim.
Źiber ku hewa germ bu, min tîśorta xwa źî di rê da derxist.
Gava em hatin u gêśtin kîlomêtroya 16an, min pićekî din gaz dayê. Em wekî kom pênc kes bi hav ra dibeziyan. Di rê da carina ew zi  min derbaz dibun, carina źî ez źi wan derbaz dibum.
Lê gava rê pićekî hilu/rast bu, wan nekariya bi tempoya min werin u ez pićekî źi wan dur ketim.

Dema ez gêśtim noxteya dawiyê seet 20:28:24 bu, yanî min 21km di nav 1:28 deqqe u 24 seniyeyan da bi dawî kirî bu.
Sala derbazbuyî 1:26 deqqe u 56 seniye bun.
Min îsal tam 90 seniye xerabtir kiriye.
Lê sala derbazbuyî bu’bum yê 16an, îsal bum yê 14an. Pićekî wekî îronî xuya dike, lê em ćikin, tiśt nabe, bila carina îroniyên weha germik u nermik źî hee’’bin.

Êêê, seqetiyên van deh roźên dawiyê rê nedan ku ez dema xwa ya par baśtir bikim.

Ciwanê ku di nav koma min da bu paśê hate ba min, «Mixabin min nekariya di dawiyê da bi te ra werim.».
«Tiśt nabe, źixwa ew źî tenê ćend seniye ne, sala tê dikarî heyfa xwa bigirî.»
Kenniya. «Ma tu trîatlet î? Tu ćawan entremana xwa dikî? Tu bi xwarinê ćawan dikî? Bedena te gelekî sportîv xuya dike, ...»
«Hema entremana xwa bike u bes e, yabo qurbano, tiśtê din bedena te xwa bi xwa dike. Serê xwa bi wan zirt u virtên vala yên di nav rêkleman da ne’êśîne ...»

Min li qada dawiyê sê heb xaltîkên din yên ku li klînîkê kar dikin źî dîtin. Her sêyan źî mesefeya 15 kîlomêtroyî kiriye.
Em pićekî bi hevdu ra peyîviyan, paśê ew ćun serśokê u ez źî dubare berbi malê va beziyam. Nîv seet źî heta malê kiśand.
Di rê da birćîtiyeke feleket l’ min girt.
Ez bi lez ketim mitfaxê ...
Ê de tiśtê din źî hun texmîn bikin ...

Ew baluga bêbav bi têra xwa mezin buye, tê da xwîn źî kom buye.

Ez ê heta du roźan bipêm u paśê di ciyekî da bibirrim u hew, ihi.



Ciwan Haco: "Gula Sor"






Mittwoch, 3. Juni 2015

CIA Buye Heyranê Zmanê Kurdî



Heta seetekê, yanî tam di seet 18an da divêt ez źi malê derbikevim u herrim pêśbirka bezê ya nîv-marathonê (21 kîlomêtro).
Li Fluntern’a Zürich’ê ye u źi hêla zanîngeha Zürich’ê va tê orxenîze kirin.
Seet di 19an da dest pê dike.
Sala derbazbuyî źî tev lê bu’bum.
Lê mixabin îsal di van deh roźên dawiyê da hêśandina piśta min ya du carî, îmkan neda ku ez bi rêk u pêk entremana xwa bikim.
Pêr digel beza li ser makîneya banda bezê di pêćiya pićuk ya lingê rast da balugeke bê bav źî derket. Ez ê aniha bi saxlemî bipêćim.
Tirsa min ew e ku ev balug serê min digel bezê b’êśîne u ez mecburî bezê li ciyekî bidim sekinîn.

*

Tê gotin ku CIAyê zmanê kurdî li ser malpera xwa zêde kiriye.
Wey ez heyrana CIAyê ’bim!
Min ćavên CIAyê xwarine, herê welleh u billeh!
Xwazî bi van roźan ku me ev keremeta xwadê źî dît, him źî belaś ha.
Hêdî źi hîro u pê va bila her biźî CIA!
Bavo, em bi dil u can bi we ra ne, ihi!
De hele hun li vê yekê mêze bikin, birêz CIAyê girîngiya zmanê kurdî fam kiriye u konkret gaveke dîrokî havitiye.
Lê mixabin «kurdên» me yên kundir kurê kundiran hîn źî kunektiyê di ber zmanê tirk, ereb u farsên qewad u namerd ra dikin.
Bi kerema xwa, bi serê kê dikin bikin, ka hele carekê li neynika xwa mêze bikin u źi xwa bipirsin, ma hun źî kundir in yan na.
Heger ligorî gotina neynikê ya piśo-piśo hun kundir ’bin, hingê divêt hun źi bîr nekin u źê bipirsin, ka źi sedî ćend hun kundir in.
We got «okey»? 
De ya bi xêr, bavê mino, ya bi xêr!


Ciwan Haco: "Dil Ketime"







Montag, 1. Juni 2015

Bîranîneke Din Av Bi Av Ću



Hewa hîro bi têra xwa xwaś bu.
Di vê hefteya pêś me da źî baś xuya dike.
Ev hefteyek bu ku min bi dor pêśta hêla piśta xwa ya rast u paśê źî ya ćep hêśand.
Źi berî heftekê źi piśtî sportê min digel vekiśandina bazuyan hêla rast ya piśta xwa zêde vekiśand.
Tam xwaś bu’bu ku min îcar hêla ćep xerab kir.
Bi xwadê ewqas źî kundirtî nabe.
Ći dibe bila bibe, va ye hêla ćep źî hema hema xwaś bu.
Źiber vê kundirtiya min e ku min entremana xwa ya vê hefteya dawiyê nekariya ligorî dilê xwa bikim.
Ê tabî vê ćarśema li pêś me źî nîv-marathon hee ye.
Hîro min entremana xwa ya rêk u pêk haniya śunê.

Helbet dubare bi bav u kekê xwa ra peyîviyam.
Bavê min pirr kêfxwaś e źiber ziyereta min ya berbi Kurdistan’ê va. Tevî ku hatina kekê min bi temamî bellî nîn e źî, ez dibêźim ewê bi dibêtiyeke mezin źi Edremît’ê were Erzingan’ê.

Bavê min hîro di têlefonê da got, xwarziyê min ew mala wan ya ku em bi salan di nav da mayî bun, u źibo min bu’bu bîranîneke bê dergeh, daye hilweśandin.
Tevî ku min sala buhurî źê ra gotî bu bila destê xwa lê medê źî, mêro daye talan kirin.

Sala buhurî gava ez ću’bum wê derê, klîta dêrî nedayî bun min ku ez bikevim nav malê. Gotin me źi bîr kiriye. Tabî qet nehatî bu aqilê min źî. Min qet aqil nekir ku źi bavê xwa bipirsim.
Min hemî hesreta di dilê xwa da źibo serlêdana xwa ya îsal haś kirî bu.
Lê felek e, ne tenê xayîn e, rasterast qewad e.
Îcar ev bîranîna źî di gewriya min da asê maa u ću.
Dereng mam.
Bila mala derengmayînê tarumar bibe!

Tiśtê ku di wextê xwa da ćênebuye, źixwa ne kêmî derbederiya qehpikeke sedsalî ye.



Ciwan Haco: "Bilura Min"
Helbest: Mîr Celadet Bedirxan