Freitag, 27. Februar 2015

Bi Muzîka Xwa Ya Zirtovirto Bune Axayê Serê Me



Źi berî heftekê bu, min di nav ćend roźname u kovaran da ćend nivîsên li stranbêźekî elmen dîtin.
Tabî di min da merax ćêbu, min xwa bi xwa ra got divêt ez carekê mêze bikim ka camêr muzîkeke ćawan ćêkiriye.
Êh, gava ez hatim malê min di dergeha lotikćiyan da, di Youtube’ê da silavek dayê.
Camêr pirr bi menśur buye.
Îcar xwaliya heft gundan di ser min da bariya, pićek maa ku ez porê li serê xwa rut bikim.
Xwadêyooo, bi serê xwa dikî lo pićekî li me were rehmê ha, waweylêêê!

Dixwazim vê bibêźim, muzîk hêzeke ruhî ye, hêzeke hîssî ye ...
Di hunerê da efyona hunermend tenê u tenê «hîss»ên wî ne, hukumdariya hîssên wî yên di ruhê wî da ne.
Bê hîssên serserî meriv nikare noteyekê źî li hev b’îne.
Bavo, bê hîssên serserî tiśtê ku meriv dixwaze bike di dawiya dawîn da dibe wekî lotika 2 X 2 = 4.
Bi serê ćavên we yên belek u nebelek ’be ku huner źî qet u qet źi «ćarkośeyên» kerkî hez nake.

Yanî ...
Dibêźim, heger xwadê ev muzîk, dans u helbestên ku di nav aqilê kurdên śorbecî da śun kiriye, bi śaśtî di nav aqilê milletekî din da bikira, ewê ći bibuya, hi?
Lo kurdino, lo kundirino, heger haya we źi milkê di destê we da hee’’buya, we yê bi wan lotikên xwadê di nav deh salan da hemî cîhan dagir bikira, we yê hemî cîhan bikira kurd, herê welleh u billeh.
Lê ka ew aqil bavê mino, kaaa!


Ev strana li źêr bi kurdiya kirdkî/zazakî ye.
Gelek kesan ev stran gotiye.
Ez li vir sê versiyonan bi we ra parve dikim kezebino, hêdî hun u kêfa we, ihi.
Herhal xelkê alemê stranên me źi me xwaśtir dibêźe ...



Straneke gelêrî: "Deyndar" ("dêndar/deyndar")









Donnerstag, 26. Februar 2015

Stranên Xewar



Bila hîro źî straneke din ya bi kurdiya kirdkî/zazakî ’be.

Di dema min da tenê straneke bi zmanê kurdî źî li ser bazara reś tune bu.
Strana ći bavê mino, strana ći.

Di xewn u xeyalan da źî peyveke bi kurdî dibu sebeba îdameke qewadoxlî qewad.
Loma źî berxikino, qîmeta stranên xwa bizanin.

Ne lomeyan li xwa u ne źî li min u bavê min bikin.
Bi serê xwadê bikin ku di nav van stranan da ruhên ebediyen digerrin, xewar u xewar ...


Śeyda: "Vore Vora" ("Berf Bariya")








Mittwoch, 25. Februar 2015

Qantir U Xiyarên Înternesyonelîst



Herhal hun źî nexwaśiya «înternesyonelîzmê» ya di nav genên kurdan da pićekî nas dikin.
Sermaye nemaye bavê mino, sermaye nemaye.
Ya heeyî źî bi kêrî ekoloźiya pincarê źî nayê.

Di nav kurdan da gelek «qantir» u «xiyar»ên îcadkirî hee ne, bi destên tirk, ereb u farsên kerbav.

Hay źi wan qantir u xiyarên li dor xwa hee’ ’bin haaa, bila mala we źî bi wê qantirtî u xiyartiyê neben talanê.



Dienstag, 24. Februar 2015

Ćima Zmanê Kurdî Heta Niha Nemiriya?



Roźekê min roźnivîskên seyyarekî Ewrupe’yî dixwandin.
Seyyarê me yê Ewrupe’yî di vê pirtuka xwa da li ser kurdan nêrînên xwa źî qeyîd kirî bu.
Xalê me źi berî 150 salan di nav kurdan da demekê wextê xwa derbaz kirî bu.
Źineke kurd
Li Kurdistan’ê mayî bu.
Tabî seyyarê me pîvanên źiyana xwa u ya kurdan li berhev dayî bu, xwastî bu źi kurdan tiśtina fam bike.
Ći źi kurdan fam kirî bu yan źî nekirî bu, nizanim.

Lê du tiśtan bala min kiśandî bu.
Digot, «Kurd însanên pirr otantîk in, di nav xwezayê da perćeyeke xwezayê ne.».
Li ciyekî źî digot, «Têkiliya kurdan ya bi zmanê kurdî ra tenê li ser xwezayiya zmên ava buye, ti hîssek u fikireke netewî tê da tun e.».

Ez carina źi xwa vê yekê dipirsim u dibêźim, gelo vî zmanê kurdî ćawan kariye ku dîsan źî li ser piyan bisekine li hemberî ewqas zilm u zordariya tirk, ereb u farsên kerbav, ćawan buye ku nemiriye?

Însan di nav zmanê xwa da diźî, yan pê bextewar dibe yan źî bê bextewar.
Źi berî du salan bu herhal ...
Roźekê her tiśt di serê min da źibo min zelal bu.
Min fam kir ku nemirina zmanê kurdî tenê u tenê bi hêza wî ya ruhî va girêdayî bu.
Źineke kurd
Dilxwaśî u kêfxwaśiya ku peyvên di nav vî zmanî da dida kurdan, ew pê bextewar dikirin, rê nedida ku kurd dest źê berbidin. Ti zmanekî din nekarî bu wê kêfxwaśî u bextewariyê bide kurdan.
Heger kurdan bikariya bi zmanekî din źî ew stran, ćîrok, metelok, henek u helbest bihafirandina, pê bextewar bibuna, ewê kurd heta hîro di nav dîrokê da bibuna «heebu-nebuyeke» dema filan u bêvan sedsalê.

Kurd, bi qasî ku ev stran, ćîrok, metelok, henek u helbestên xwa wergerrandine zmanê tirk, ereb u farsan, bune fars, tirk u ereb.
Ne zêdetir u ne źî kêmtir.
Loma źî, ricayek hee ye: Ti carî, ti carî stran, ćîrok, metelok, henek u helbesteke bi vî zmanê kurdî yê derbexwarî wernegerrînin zmanê tirk, ereb u farsên qewad, ti carî.

Ewê ew wergerr we bi xwa ra bigirin u biben, hun ê di nav himbêza wan zmanên qetîlên xwa u bav u kalên xwa da kud bibin u herrin, źi bîr nekin, canikino, źi bîr nekin ...


Erdogan Emir: "Ez Merd O" ("Ez Însan Im")





Samstag, 21. Februar 2015

Li Kortalên Zmanê Min



Me hîro źî «roźa zmanê zikmakî ya cîhanê» bi śiklekî pakêt kir u ću.
Hun ê ći bikin, bi pakêtkirinê źî halê me ne ti hal e.
Źixwa devê xelkê ne turik e ku meriv li hev biśidîne u b’avêźe kuncikeke tarî.
Zman e, bi can e, bi heyacan e, bi liv e ...

Zmanê ku ne gerrok e, dil bi dil dilbaziyan nake, hêdî zmanekî xatirxwastiyî ye, ćîrokeke di maziyê da mayî ye.

Zmanê ku li ser lêvan dansê nake, ćermê meriv bi bedewiya xwa ranapêćîne, meriv mest nake, nagire u li erdê naxîne, hew dikare di nav vê źiyana berdîberdayî da îdareya xwa bike, mixabin.



Freitag, 20. Februar 2015

Em Kurdên Pepuk U "Roźa Zmanê Zikmakî Ya Cîhanê"



Va ye careke din «roźa zmanê zikmakî ya cîhanê» hat u dike ku dîsan di ber me kurdên kundir ra derbaz bibe u herre.
Sibeh, 21ê meha reśemiyê, «roźa zmanê zkmakî ya cîhanê» ye.
Tabî xelkê alemê wekî me kurdan bi zirt u virtan wextê xwa nabuhurî ne, bi ći hawî dibe bila bibe, zmanê xwa di nav xwa u xelkên din da berbelav dike ...

Min hîro di nućeykê da ev lotik xwand, digotin kurdên ku li dibistanên tirkên segbav mamostetiyê dikin, rê nadin ku bi zmanê kurdî yê biźarte dersa zmanê kurdî were dayîn; tevî ku ew źî di nav heftekê da tenê du seet in!
De were źî neteqe bavê mino!

Di nućeyeke din da digotin li Wiyene’yê, di dema xwandina sala 2012-2013an da di dersên zmanê kurdî da tenê 100 zarok hatine perwerde kirin.
Lê di dersên zmanê tirkan bê bav da 14.911 zarok.
Bi ya min ’be, ez dibêźim herî kêmtir nîviyê zarokên ku tev li dersên zmanê tirkan bune, bi esl u feslê xwa zarokên kurd in.

Aha berxikino, de îcar were bi śorba nîskê u dewê tirś źiyana xwa derbaz neke.



Mittwoch, 18. Februar 2015

Ćima Kurd Naxwazin Bi Zmanê Xwa Bilîzin?



Carina ez xwa bi xwa ra dibêźim, «Em pêlîstokeke ćawan li kurdên kundir diyarî bikin ku bila ev kurdên kundir pićekî źî bi zmanê xwa bilîzin?».
Dikim nakim di vî serê min yê feqîrok da tiśtek dernakeve holê.
Temam, divêt ez rastiya tunebuna îmkanên xwa źî înkar nekim.
Li hêla din helbet divêt meriv li beheneyan negerre, ći dibe bila bibe, divêt di vê meselê da riyek yan źî gelek rê hee’ ’bin.
Gava ez li tirk, ereb u farsên qewad mêze dikim, ez śaśo-maśo dibim bi xwadê.
Bê bavên heram di drêźiya seniyeyekê da źî kurdan bi bê «diyariyên miźulkirinê» tenê nahêlin.
Kurd hanîne asteke wilo bê bav ku, hêdî kurd nikarin qasî seniyeyekê źî wextê xwa bê zman u pêlîstokên tirk, ereb u farsan derbaz bikin.
De îcar hun di ći halî da ne berxikino, hi?

Bi xêra min u dê u bavê xwa carekê bala xwa bidin pêlîstokên xwa.

Kuro, ma em nikarin bi qasî golikekî źî bibin, hi?
Bavê mino, ma kurd bi qasî golikekî źî nikarin bi zmanê xwa bikin "ćuf ćuf", hi?



Montag, 16. Februar 2015

"Baźar"



Hîro ez ê dubare li vir «ćarîn»eke xwa belav bikim.
Bêguman ewê hîn gelek gotinên min hee’’bin bi vî baźarî va girêdayî, bi vî baźarê ku ti carî dest źi pêsîra min bernadeye.
Ew u ez, em vê gavê bi zewq pêsîra hevdu diśidînin ...
Ya bi xêr bavê mino, ya bi xêr.

Versiyona vê "ćarîn"ê ya XWANDÎ di "dropbox"ê da ye.


Baźar

Telaśeke śor bi baźêr girtiye
Li pey min hewayeke telewbuyî źê difure
Brako ev baźar buye xopaneke terreturre
Buye mêraseke qeśmer.

          7.2.2015, 22:08, Zürich



Sonntag, 15. Februar 2015

Ez Źî Pisîk Im!



Bivêt-nevêt carina ez xwa bi xwa ra dibêźim em kurd bi qasî pisîngekê źî nikarin xwadîtiyê li «menfeetên» xwa u «zmanê» xwa bikin.
Em di bin navê filan u bêvan fikirên serserî da bune pepukên vê sedsalê.

Herkes, her millet bê xem u derd tê di mêźiyê me da «heebun» u «menfeet»ên xwa cî dike.
Tabî di bin navê «modernîteya lastîk u medenî» da bê hed u hudud me menîpule dikin.

Xema kesî nîn e ku ev zmanê me yê bi hezaran salan roź bi roź ćawan tê kuśtin ...
Xema kesî nîn e ku ev ćanda me ya ku têrî heft ecdadê vê cîhanê dike, ev ćanda me ya ku bi destê diźmin u tecawîzkarên milletê me tê dizzîn, roź bi roź ćawan tê kuśtin.

Helbet herkes źî karê xwa bi śiklekî demoxretîk dike!
Gava di navbera me u yekî/yeke rus, emêrîk, spen, elmen, ermen, hînd, înglîz ... da têkiliyek ćêdibe, îmkana me ya ku em xwa wekî kurd di wê têkiliyê da îspat bikin, namîne. Źixwa naxwazin źî, u vê nexwastinê źî wekî îradeya me ya serbixwa u azad difrośin xwa u derudorê.
Yan em ê wekî wan ’bin, hukumdariya wan ya kulturî u zmanî di wê têkiliyê da qebul bikin, yan źî em ê bi zirar u ziyana ku li ber me disekine, xwa îdare bikin.

Herkesî sîstema xwa li ser menfeetên xwa ava kiriye.
Kesê ku źi der va tê u dikeve nav wê sîstemê, yan ewê di nav wê sîstemê da bihele u bibe perćeyeke esasî ya wê sîstemê, yan źî ewê di nav wê sîstemê da bimire u herre.

Bifikirin berxikino, de îcar hun di nav wê sîstema ku hun tê da ne, ćiqas kurd in.

Herhal prensîbên kurdbunê ći ne, hun bi xwa źî dizanin, pêwistiya we bi min tun e, ne wilo?

Em kurd bi qasî pisîkekê źî nikarin pirseke basît li xwa u kundirên li dor xwa bikin u bibêźin: «Ći bu, xalo?».
Aha ferqa di navbera me u pisîkan da evqas pićuk u mezin e, evqas basît u zor e.
Biźî pisîk buyîn!
Biźî zmanê pisîkan!
Biźî ćanda pisîkan!
Biźî bratiya bi pisîkan ra!

Ez źî pisîk im, ihi!



Samstag, 14. Februar 2015

Rêwîtiya Berbi Erzingan’ê -4-: «Himbêzkirineke Ćil Salî»



...
Em ê bićuna malê.
Bê sebiriyê bi bavê min girtî bu, di nav bîst u ćar seetên dawiyê da serê her seetê li têlefona kekê min daa.

Heger me li ciyekî nenas tesedufî hevdu bidîta, dizanim, me yê hevdu nas nekira.
Lê vê carê ev luksa me tune bu.
Źinbrayê min Gulê, bavê min,
kek Elîrize u kekê min Smaîl.
Em li Qoćgîrî’yê bu’bun mêvanê
 kek Elîrîze; ez nas nekirim.
Wî dizaniya ku ez ê werim.
Aha va ye ez di rê da bum.
Min źî dizaniya ku ez ê wî bibînim ...
Vê carê henek di vê reva ćil salî da tune bu.
Herhal her rev vegerreke bi źan di kezeba xwa da mezin dike, źibo ku bikare roźekê vebigerre.

Hema hema me ćil salî hevdu nedîtiye.
Roź, meh u sal reviyane; roź, meh u sal di darbesta kezeba me da fetisiyane ...

Em heta ber deriyê avahiyê hatin.
Me ćend turikên di begaźa erebê da daxistin u berê xwa daa avahiyê.
Avahiyeke ćar qatî bu.
Em li esensorê sîwar bun u hatin li qata ćaran sekiniyan.
Me pêśta turikên xwa yên di nav esensorê da derxistin u hanîn li ber deriyê mala bavê min daniyan.
Źinbraya min Gulê pirr bi heyecan xuya dikir.
«Ka hele makîneya resiman bide min, ćênabe ku ez di vê seniyeyê da hesreta bav u lêwik negirim. Guneh e, śerm e welleh ...», got u makîne źi kekê min Smaîl girt.
Kekê min li zengila dêrî xist. Li pêś min disekiniya.
Źi piśtî demekê derî bi hêdîka vebu.
Kek u bavê min hevdu himbêz kirin, ćend gotin di ber guhên hevdu ra kirin ...
Kekê min Smaîl bêyî ku li min mêze bike, «Aha va ye lawikê te yê revî, aha me gula te u ya mala me bi zorê girt u haniya ...», got u xwa daa wê hêlê.
Ez nêzzîkî bavê xwa bum.
Min di ćavên wî da westiyaneke bê sînor dît. Êś bi min ket.
Bavê min hemî xemgîniya xwa di bin ćermê xwa da veśartî bu.
Herhal ewê bi xurur u kibîra nod u pênc salî li ber xwa bida.
Min dizaniya, ewê bikira.
U kir źî.
Me baskên xwa yên kambax careke din źi piśtî ćil salan li hevdu rapêćiya.
Wî bi hêz ez himbêz kirim ...
Di ćavên me herduyan da źî hêstir kombuyî bun. Ne ew u ne źî ez digîriyam. Min careke din fam kir ku tiśtê ku me bi hev ra girê dide, ne tenê ev lawtî u bavtî ye, ev negîriyan e źî ...



[ Ez li vê derê vê ćîroka xwa ya śexsî bi dawî dikim. Bi êś bu, bi źan bu. Bila perćeya mayî źî vê gavê di turika min da bimîne. Di turika vî baźarî da xewnên min veśartî ne, mirine ... Mixabin źinbraya min nekariya wê resima źi piśtî ćil salan bigire. Resima min ya herî kevin di sala 1975an da hatiye kiśandin, di hepsa li Erzingan’ê da li ba bavê min. Me tam ćil salan bi resimekê îdareya xwa kiriye, tenê bi resimekê ... Bila mala wan makîneyên bê bav biśewite, bila mala wan talan ’be! ]


Metin & Kemal Kahraman (vokal: N. Akbal):

"Vane Vore Vora"





Donnerstag, 12. Februar 2015

Rêwîtiya Berbi Erzingan’ê -3-: «Baźar Bi Telaś E»



Ez bi dudilî, bê dil hatim u dîsan li erebê sîwar bum.
Em ê bićuna nav baźêr.
Ligorî sînorên berê ev noxte destpêka baźêr bu.
Bavê min li benda me bu.
Ez źî li benda wî bum.
Herhal me yê hevdu nas nekira.

Di rê da min źi kekê xwa rica kir ku bila bi hêdîka b’aźo di nav gund ra ...

Mal u bexćeyên berê yek bi yek ćuyî bun. Xaniyên nu źi erdê derketî bun, xaniyên rengîn.
Xerîbiyeke sosret di dilê min da ćêbu.
Em bu’bun xerîbên hevdu.
Careke din ez pêhesiyam ku ne dem u ne źî xweza bi henekan kêfa xwa tînin. Nizanin źî. Bawer nakim ku źê hez bikin źî. Ew luksa canikan tun e, kezebino, ew luksa canikan tun e.

Em hatin u gêśtin dawiya riya gundê me yê berê u dubare ketin ser riya xwa.
Herhal em ê di nav heft-heyśt deqqan da bigêśtina bavê min.
Em di riya berê ya baźêr da ketin rê.
Navenda baźêr.
Ti derudor bi min nas nedihat. Her tiśt guherî bu. Ew baźarê berê yê di resimên min da av bi av ćuyî bu.
Baźar mezin buyî bu. Li ser riyan erebe u însan tîźî bun.
Ew aramî u paqiźiya baźêr ya berê nemayî bu.
Baźar u însan bi telaś bun ...
Hewayeke terreturre li der difuriya.
Min li paś cama deriyê erebê runiśtî dixwast tiśtekî nas li ber ćavên xwa peyda bikim ...
Nefîle!

Źi derî riyên mezin yên berê, źi derî wan ćiyayên li dor baźêr her tiśt źi kîsa min u bavê min ćuyî bu, her tiśt.
...


Jan Axîn: "Baźar"




Mittwoch, 11. Februar 2015

Rêwîtiya Berbi Erzingan’ê -2-: «Tu Li Ku Yî»



...
Her ku em nêzzîkî Erzingan’ê dibun, di dilê min da ciyekî vala u xembar mezin dibu.
Mala me ya wêranbuyî.
Źi piśtî demekê wê valahiyê xwa bi hemî hêza xwa li bedena min pêćiya.
Ew ći germî bu di vî canî da, xwadêyooo!

Gava me źi ćiyê bi hemî qedera di turika me da xwa bi ser deśta Erzingan’ê ya bi sebir da berda, hewayeke germ u bayekî hênik di nav pacê ra dihat u bi nazikî xwa li me radipêćiya.

Va ye ćend mêtro mayî bun ...
Ha keko, haaa.
Odeya ku ez u diya min tê da diman.
Kekê min, «Beghyanî, ma em li ser riya me pêśta źibo ćend deqqan seriyekî li mala me ya li Ula’yê bidin yan na, hi?», got.

Źixwa mala me źi riya sereke tenê qasî pênc sed mêtroyan dur bu.
«B’aźo, keko, b’aźo, źixwa ez pirr dereng mame, bila zêde li benda min nemîne.»

Em ćun.
Min źi dur va xanî dît.
Westiyayî xuya dikir.
Odeya ku ez u diya min tê da diman.
Wêranbuyî xuya dikir.
Di wê kêliyê da divêt ev kezeba di min da bibuya kevir u biteqiya.
Gunehê min bi kezeba min hat ...
Bavooo, ew ći êś bu!

Em heta ber dêrî hatin.
Di min da gramek źî hêz nemayî bu.
Hêdî her tiśt li ber ćavên min disekiniya.
Xanî derbeder bu’bu, pêr u pêrîśan bu’bu.
Bexćeya li paś xênî ya bi darên sêv u erugan bi temamî bu’bu maziyeke bi źan. Źi wê źiyana ku di dema xwa ya berê da źê difuriya, kurmikek źî li paś nemayî bu, kurmikek!
Bexćeya li paś mala me.

...

Mîna ku źi min ra bibêźe, «Lawooo, ma tu li ku buyî, ma tu li ku yî, hi?», ez u wîcdana min ya sefîl bi xwa ra girt u bir ...



[ Ez paśê du carên din bi tenê ćum wê derê. Ez ê li vir zêde nenivîsînim. Divêt hun li benda wê romana reś bimînin. Min qasî 15 deqqan girte vîdyoyê źî ev mal u derudor, lê mixabin nikare li vir were bar kirin, herhal zêde drêź e, loma. ]



Denîz Deman: "Tu Li Ku Yî"





Dienstag, 10. Februar 2015

Rêwîtiya Berbi Erzingan’ê -1-



Ev du roź in ku hewayeke ćîq u sayî li vir hee ye.
Heta berî du roźan me demeke drêź qet tav nedît.
Lê vê gavê xwadê di nav zewqê da ye herhal ...

Ez werim ser rêwîtiya min ya berbi baźarê min, berbi Erzingan’ê.
Di rê da berbi Erzingan'ê ...
Ez, kekê min Smaîl u źinbraya min Gulê, em źi navćeya gundê me Refahiye’yê berbi Erzingan’ê derketin ser rê.
Rê frehtir kirine.
Li ser wan ćiyayên berê yên li her du hêlên rê dar u daristan tîźî bun.
Rengê erdê hewayeke pirr ecêb di dilê min da ćêdikir.
Ew erd bi min nas bu.
Dilê min pê bextewar bu.
Aîdiyeta di navbera min u wê erdê da dibu sebeba lêdana dilê min ya bi coś.
Min qet nedixwast ku em bi erebê weha bi lez di nav wan ćiyan ra derbaz bibin, bêyî ku ez wê hesreta di dilê xwa pićekî haś bikim.
Heger mumkun bibuya, ez ê źi erebê dabiketima u min ê mêtro bi mêtro peya berê xwa bida Erzingan’ê.

Gelek mîsyoner u macereperestên roźavayî źi berî sed salî, du sed salan ćune Kurdistan’ê.
Hindek qasî demekê li Kurdistan’ê mane, hindek tenê di nav Kurdistan’ê ra derbaz bune.
Bêguman bivêt-nevêt bi kurdan ra têkilî daynîne, li ba wan mane, bi wan ra axivîne ...
Tabî lêkolîner źî ćune Kurdistan’ê.
Di nav nivîsên hemiyan da źî sê xususiyetên kurdan bala hemiyan kiśandiye.
Dibêźin hemî kurd yan «stranbêź, dansor» in yan źî «śaîr» in.
Kurd milletekî «folklorîk» in.
Ez źî baś dizanim, di dema min da źî herkesî li gundê me distriya, li ku dibu bila bibuya, strîn u helbest xwandin karê herkesî yê normel bu.
Stran u śîîr du xususiyetên herî esasî bun di nav civata me da.
Lê mixabin bi berbelavbuna misilmantiyê ra van xususiyetên kurdan yên bi hezaran salan źî derbeyên xedar xwarin, derbeyên pirr xedar.

Gava em bi vî hawî bi erebê di nav wê erdê ra derbaz dibun, min źî xwa bi xwa ra got, «De were źî ne śaîr u stranbêź!».

Lê di rastiyê da yê ku «śaîr u stranbêź»ê ebeden bu, ew źî ew xweza bi xwa bu, em kurd źî tenê megafoneke wê xwezayê ya biyoloźîk bun u ewqas.



Kilama gelêrî ya źi kezeba reś:

"Erzingan"








Sonntag, 8. Februar 2015

«Roźbaś Xezalê, Roźbaś»




Heger ez ne śaś ’bim, li hemî ćiyayên vê erdê źî roź bi rengekî cihê hiltê.
Gundê me: Arîgazê  (4.9.2014)

Bawer nakim ku meriv li du ciyên cihê bi eynî śiklî roźê terîf bike.
Źibo min źî bi eynî vî hawî ye.

Gava ez di meha îlonê ya di sala 2014an da ćuyî bum gundê me, min careke din ew roźa źi berî 40 salan kêlî bi kêlî himbêz kir, heta ku di hingora hêvarê da bi hemî mezinayiya xwa ya mihteśem handa dibu u diću ...

Versiyona XWANDÎ ya vê helbesta li źêr di „dropbox“ê da ye.




Roźbaś Xezalê, Roźbaś

Min got, źi berî ku roź derbikeve u belaya xwa li te bide
Źi berî ku roź bê u te bi xwa ra bigire u bibe
Ez źi berî wê belaya xwa li te bidim
Roźbaś xezalê, roźbaś.


         8.2.2015, 06:50, Zürich



Kerîketurên Ku Bi KURDÎ Dipeyîvin :)



Doh ne, pêr bu, min di Facebook’a kundir da kerîketurên bi kurdî dît.
Ne wekî kerîketurên normel bun.
Vê carê canikan kerîketurên bi deng yên bi kurdî ćêkirî bun.
Tenê ćend heb kerîketur bun.
Min hemî źî yek bi yek guhdar kirin.
Kêfa min pirr bi kerîketurên bi deng hat, pirr.
Xwaśiyeke din dida kerîketuran.
Min bi zmanekî din heta hîro źî kerîketurên bi deng nedîtine. Tabî dibe ku bi zmanên din źî hee’ ’bin.
Paśê min bi xwa źî di nav koma dersa kurdî u komên din da belav kir.

Ez li źêr lînka du heb kerîketurên bi deng yên bi kurdî didim.

Lê mixabin tenê di Facebook’ê da hee ne, mixabin.


kerîketur 1
kerîketur 2





Freitag, 6. Februar 2015

Xaltîka Min Kîraz



Di ziyereta min ya di meha îlonê ya sala derbazbuyî da, mîna ku min berê źî gotî bu, ez źibo sê roźan ćuyî bum gundê me źî.
Kal u pîrên me hîn źî li gund hee ne.
Gelek źî mirine.
Lê yên mayî źî di ser salên 80iyan ra ne.
Helbet hîn źî bi têra xwa kurdiya herêma me baś dizanin.

Xaltîka min Kîraz li mala xaltîka min Nazli'yê ...
Lê her ku nifś ciwantir buye, kurdî źî kaltir buye.


Xaltîka me Kîraz hîn źî bi rik kofiya xwa li ser serê xwa digerrîne.
Herhal bi bavê min ra zarokên brayên hev in.
Di dema xwa da henek u tinazên wilo hiśk li mêran dikir ku, xwadê dizane.
Mêrên gundê me źiber henek u tinazên wê ewqas źê ditirsiyan ku, hema di cî da rezîl dibun u diketin binê erdê.
Loma źî ti kesî dil nedikir ku dilê wê źi xwa bihêle.
Hîn źî xaltîka min Kîraz bi têra xwa henek u tinazan dike.
Min ćend resimên wê źî kiśandin.
Pulên kofiya xwa di bin kofiyê da veśartî bu. Gotin pićekî śerm dike, loma naxwaze nîśan bide.

Wê sibehê hat ez oxir kirim xaltîka min Kîraz'ê :)
Îcar tirkên qewad em kirine śermokên esl u feslê xwa źî, kirine śermokên kincên xwa yên bi hezaran salan ...
Min źê ra got bila śerm neke, ez heyrana wê u pulên li serê wê me.
Min got ew pul li ser serê te wekî cewherên di nav śevê da ne ...
Paśê wê ew pul źi bin kofiyê derxistin.
Min got ez ê te pirr menśur bikim ...
«Nelo bila xelk bi min nekenne haaa», got.

«Tu merax neke, ewê kenna wan di gewriya wan da bimîne.»





Donnerstag, 5. Februar 2015

Dara Gîźokê





Nizanim, ka we źî bi têra xwa gîźok (givîź/guhîź) xwarine yan na.
Herê, min bi têra xwa gîźok xwarine.
Lê min ne doh u ne źî hîro gîźok xwarine.
Xwarina gîźokan hîro tenê xewneke nîv sedsalî ye di turika min da.
U ev turika nîv sedsalî bi heriyeke gewherîn hatiye neqiśandin, yabo, bi heriyeke gewherîn.
Loma xelasî ći ye, nizane.


Versiyona vê «ćarîn»a li źêr ya XWANDÎ:) di "dropbox"ê da ye.



Dara Gîźokê

Pal daye xwa bi ser u pê
Di bin taxên tayên dara gîźokê da
Xewnên xwa diheźmêre rebeno
Dibêźin ewê roźa tê bimire.

    

     25.08.2012, 01:19, Zürich