Sonntag, 11. Oktober 2015

Kurmê Darê U Kurd ...



Kalikan gotiye, «Heger kurmê darê ne źi darê ’be, dar namire!».
Kurmê darê u kurdên kurmik yên îslamîst u sosyel-faśîst!







Donnerstag, 8. Oktober 2015

Brakê Me Hirćo U Kućikên Îslamîst



Brakê me hirćo u kućikên îslamîst ketine gewriya hevdu.






Sonntag, 4. Oktober 2015

Rêwîtiya Duyem Ya Berbi Kurdistan’ê Va -22-: Efsane -2-




Li ser kućeya girê ya zozana bi mazî kućikek li ser rê notirvaniyê dike.
Yan ewê belaya xwa l’ min bide yan źî ewê min berbi ziyareta diya min va oxir bike.
Di tevgerên xwa da bê keder xuya dike.
Kućikê din li źêr, li ba nahalê, bêhna xwa vedide.
U dipê.
Naxirê ku bi bêdengî giyayên rengîn dićêre, tama tenêtiyê źi herdê digire.
[ ... ]
Mîna ku hatî bum, ez ê dîsan bićuma.
Herê, ez ê vê carê źî bićuma, wekî berê.
Sê sed mêtro li źor zozana gundê me,
li ser ka
śa berbi ziyaretê va.
U belkî ez ê careke din lê venegerriyama. 
Ez l’ kevirên sal yên ku li ber deriyên holikên bê derî bun, digerrim .
l’ kalekale pezê li dor kevirên sal ...
Gerreke bê lutke b’ min girtiye u ha ha min bi xwa ra dibe u tîne.
Ez di nav ćembera bextê xwa da bume wekî dilopa destpêkê ya źiyanê.
Barê destpêkê yê źiyanê l’ min giran tê.
Canê min yê bi xurur li ser milên min runiśtiye vê gavê.
U distrê.
[ ... ]
Berbi hêla gomê va mêze dikim.
Bi hêvî me.
L’ wêneyên di nav ćîroka xwa da digerrim.
L’ wêneyeke reś u spî, l’ yeke źi sedsala rabirtî digerrim.
Ez l’ wêneyeke reś u spî digerrim, l’ yeke bi kibîra sedsala vêsiyayî.
Bila źî tê da ew rengên bextewar temirî ’bin.
Bila źî tenê bi rengê reś u spî bibuya.
Dizanim, kevirê ku li warê xwa śopa giraniya xwa nehiśtiye, źixwa ewê bê śop bar bike u herre.