Sonntag, 17. September 2017

Źi Ezmên Kurdistan Dibare!



Li baśurê Kurdistan’ê ezmanek li benda teqîna xwa ye.
Bawer nakim ku bi vî halî pirr drêź b’aźoy.
Ewê biteqe. Lê ewê kê bi xwa ra biśewitîne, xwadê dizane.


Di nav dîrokê da źibo kurdan cara yekem e ku hewayeke bi rehm xwa li baa dike.
Ewê ev herd îcarê bizê. Bê lome.

Bêbext, namerd u pîćên bi heft avan śuśtî ketine nav kemînan.
Ewê serxwabuna ku li ber ćavên me terre u tê, bi kêr u xenceran bikuźin.
Hindek pîć, dezgeh u partiyên namerd źibo ku rêferenduma serxwabuna Kurdistan’ê ćênebe, źibo ku sernekeve, bi ereb, tirk u farsên qewad ra bune yek u gulleyan źi herdê radikin.
Qaśo aniha ne dema rêferendumê buye. Dibêźin bila źi piśtî ku pirsgirêkên di navbera me da hatine ćareser kirin, were kirin.
Yanî nizanin ku pirsgirêkên siyasî yên di navbera partiyan da ti carî nikarin werin ćareser kirin. Źiber vê yekê ye ku li hemî welatên cîhanê partiyên cur bi cur hee ne u hemî źî ligorî bîr u baweriyên xwa dikevin pey menfeetên xwa yên hizbî.
Ma kurd mecbur in ku di bin hukumdariya ereban da bimînin u l’ ćareseriyan bigerrin? Na! Kesê ku di bin hukumdariya ereban da dixwaze pirsgirêkan ćareser bike, yan famkor e, yan źî pîćekî bi heft gurćik e.
Yanî ćima kurd, partiyên kurdan naxwazin di bin hukumdariya xwa kurdan da pirsgirêkên xwa ćareser bikin? Ma hukumdariya kurdan ya li Kurdistan’ê źi ya erebên namerd xerabtir e?!

Diźminên hezar salî bi yek dengî dikin qîrreqîrr, dibêźin ewê avabuna Kurdistan’ê menfeetên me yên mîllî felc bike.
Mixabin hindek „kurdên“? kućikbav źî li diźî rêferendumê derketin źi xwa ra kirine „welatparêzî“!
Kurdistan ne milkê bavê ti partî u śexsî ye. Serxwabuna Kurdistan’ê di ser hemî partî, serok, śexs u îdyoloźiyan ra ye. Di vê meselê da pîvana esasî bi destxistina serxwabuna Kurdistan’ê ye, ne serok, śexs u partî ne.

Xelkê kurd tîh buye li pey serxwabuna Kurdistan'a xwa ya pîroz, divêt baraneke bi rehm were źêr ...

Cara yekem di nav dîrokê da em nêzzîkî Kurdistan'a pîroz bune ...
Xewnên me bi me ra ćarbaskî bune.
Źi bîr nekin, ʰêśên ku hatine kiśandin, ʰêśên ku tên kiśandin, bi giraniya xwa ya hezar salan pirtukxaneyan difetisînin.

Kurd li benda DEWLETa xwa ne, bi heyecan in, bi zmanê xwa berê xwa dane dilê xwa u digîrin ...





Sonntag, 3. September 2017

Kurdistan Vedide



Ćima maleke me źî nebe?
Wekî her însanê normal, pêwistiya min u we źî b’ malekê hee ye.
Źibo heywanên ku me bi destê xwa kedî kirine źî me malek ćêkiriye, yanî me axurek, gomek ćêkiriye.
Di nav sruśtê da hemî heywan ligorî derfetên xwa źibo xwa malekê ćêdikin.
Bifikirin, ćućik bi dev u penćeyên xwa hêlînan ćêdikin.
Mar, miśk, kurmik ... di nav herdê da kunan vedidin.
Mesele hindek meymun li ser daran diźîn. Ew źî daran, śaxên daran źibo xwa wekî malekê dihesibînin, pêwistiyê pê nabînin ku guhartinan li ser daran bikin.
Heebuna malekê, yanî heebuna stargehekê źibo hemî zindiyan pêdiviyeke zerurî ye.

Mesele em heywanan „kedî“ dikin. Di rastiyê da em heywanan „xwadî mal“ dikin. Peyva me „kedî“ źi kurdiya kevin „kata-ka-“ tê u mahneya „ode, kîller, mehzen“ dida. Di kurdiya zazakî da „keye“ mahneya „mal“ dide u eynî peyv e. Di zmanê avestî da wekî „kata-“ ye. Źi kiryara „kan-“ [= „kolîn, kolandin“] tê.
Qasî ku xuya dibe me źî di dema xwa ya berê da malên xwa „kolane“. Źixwa gava meriv li śkeftan dinêre, mesele baśtir zelal dibe.

Mîna di nav heywanan da, her husan dîsan di nav însanan da źî meriv źibo komekê malekê ava dikin.
Em źê ra dibêźin „mal-bat“.
Ku malbetek pirr mezin bu u bi malbatên din yên ku źi eynî kokê tên ra yekîtiyek ćêkir, dewletek ćêdibe.
Dewlet maleke mezin yê milletekî ye. Di vê malê da hemî endamên malbatê śert u mercên heebuna źiyana orxenîze dikin.
Di vê dewletê da sembol u nirxên yekîtiyê timî derdikevin pêś. Her kes di nav wan sembol u nirxan da temsîldariya xwa dibîne.

Îcarê em kurd bi hezaran salan e ku li ser herda xwa ne. Em gêśtine merheleyeke hilo ku, yan em ê dewleta xwa ava bikin, yan źî em ê di nav dîrokê da bibin hee’bu-nebuyek u bićin.

Avakirina „Kurdistan“ê di ser hemî partî u serokan ra ye. Ćênabe ku kurd di ber îdyoloźî u serokan ra bazariyê li ser serxwabuna Kurdistan’ê bikin.
Carina dibêźim heger em li śuna heywanan hindek kurdên bêbav “kedî” bikin, ewê baśtir ’be.
Hema bila her kes źi derudora xwa dest pêbike, źixwa bi têra xwa kundir hee ne.

Dibe ku pêwistiya her śexsê kurd b’ malekê nebe, lê pêwistiya her śexsê kurd b’ Kurdistan’ekê hee ye.



Rumet Alxas: "Xêr Ama" (= "Xêr Hatî")



[ Min got lêlê, li mala bave xwa bisekine
Lê lê lê lê lê lê lê

Roź dreź, xewn kur, rê źî dur ’be
Zanayê vê stranê ’be 
Mêrxasekî di nav dîwaran da me
Lê lê lê lê lê lê lê

Evînek di nav zinarên qeleśî da hiśk nabe ]
_

Ez to dima zof bervune
Hata Erzingan amune
Teseliya mi to ra kote
Rindeka min to xêr ama

Duza (deśta) Erzingan'î vêsena
Nîadan Gulê nî osena
Zerya m’ nîśta pa vêsena 
Rindeka m’ xevere to de

Ezo śiyo vaśturiye 
Dawil zirna to ciniye
Dîna mi ser biye tariye
Rindeka m’ oxir vo to rê
_
[ Dî herre herre herre herre
Qiyameta vî dîlî
Nećar mayî
Stêrka gêrbuyî omrê veqetî ye ]