Montag, 26. September 2011

Ewê Careke Din Not Salî Wext Nede Źibo Zmanê Kurdî!

Dîsan demeke drêź kete navberê ku min tiśtek nenivîsiya.
Îdare bikin babam.
Ma qey ewdê nivîsên min dinê źi bobelatiyan xelas bikin, hi?

Di van roźên dawiyê da hewayeke baś li Zürich’ê hee bu.
Li dor bîst pileyan bu (20°). Tam hewayeke payîzî hee ye li der u dorê.
Karê min yê wergerrê źî mîna berê bi heman śiklî dimeśe.
Tabî min hîro xwa lii tiraliyê dayniya u sport nekir.
De bila ev źî źi kîsa bavê min herre yaw.

Di van roźên dawiyê da ez bi gelek kurdan ra ketim nav gengeśiyên dîźîtal li ser zmên.
Źixwa kesê/a ku min nas dike, kêm-zêde ramanên min yên li ser zmên dizane.
Bi raśtî źî haya me kurdan qet źi meselê tun e.
Me qesî mîlîgramekê źî girîngiya zmên fam nekiriye.
Herkes, yanî bi gotina min ya «herkes» hun «hemî însan u dewletan» fam bikin, hemî źî xwadî plan u proźeyên «heebun u nemanê» ne.
Zman aleteke encama biyoloźiya me ye, yanî bi gotineke din, aleteke biyoloźîk e.
Tam sê u nîv mîlyar sal pêwist buye ku zman bikare pêk were.
De hîcar hun li vê bêbextiyê mêze bikin, tiśtê ku źi piśtî sê u nîv mîlyar salan derketiye holê, me di «not» salan da kir qurbana tirk, ereb u farsên qewad.
Lê em qet pê nahêśin źî.
Manîpulasiyonên diźminên qewad em tam lii gorî berźewendiyên xwa xistinne nav komayê.
Em bunne tutiyên fikir u zmanên diźminan.
Ti diźmekî milletê kurd baweriya xwa – ći ćep u ći raśt – bi gotinên herî aqilsivik yên wekî «zman gerdunî ye, sucê zmanan tun e, zman înternesiyonel in, diźmintiya zmanan nabe, …» nayîne.
Lê camêr fikirên wilo bê namus di nav milletê kurd da belav dikin, daku kurd xwa bi zmanê xwa girê nedin u zmanê diźmin źî bi dilgermî qebul bikin.
Ma babam kîźan kher lawê kheran nizane ku dilgermiya źibo zmanê diźmin, dawiya wî mîlletî ya bê oxir e, kîźan kher, hi?
Ez bersîvê bidim: «Aha ew kher em kurd bi xwa ne!».
Diźmin bi zanetî nirxên civata kurd bi dek u dolaban diguherînin, yanî li śuna nirxên «heebun u tunebunê» yên sexte u sunnî derdixin u me dixin duv wan.
Źiber ku em bunne milletekî kher, mîna masiyê ku xwa tavêźe ser kurmê ćengelê, em źî bi dil u can dibin kherên diźminên xwa.
Tevî ku hurmeteke min ya mezin źibo kheran hee ye źî, ez vê peyvê bi kar tînim. Bila min biborin.
Yanî diźmin źiyana me, roźeva me, mêźiyê me, xeyalên me, her tiśt lii gorî menfeetên xwa eyer kiriye u me źî di bin navê «filan u bêvan kompleksên mîllî u śexsî» da daye pê.
Ewdê ćawan bimeśe bi vî hawî?
Ez wê nizanim, lê tiśtê ku ez dizanim, ew źî ev e: «Ewê careke din not salên drêź nede! Ev źi sedî sed bellî ye!».

Sonntag, 18. September 2011

7 Mîlyon Zarokên Kurd Ćiton Dibin Tirkên Dośirme

Di van roźên dawiyê da tiśtekî balkêś pêk nehat.
Tevî ku li hawîrdorê hewayeke baś hee bu źî, min zêde zor li xwa neda, aramiya heeyî tevlihev nekir.
Ma bikim ku ći dibe, bavê min?
Herre were ez ê tenê îmana xwa bikim teneke u xelas ellawekîl.
Lê hîro hewa ewqes baś nebu. Germayî bi carekê va des/deh pileyan daket.
Her husan baranê źî hêć bêhna xwa veneda.
Sporta min ya hîro tenê beza min ya qendî des/deh kîlomêtroyan bu.

Di nav nućeyên van ćend roźên dawiyê da min li gorî xwa nućeyeke bi heyecan nedît.
Hertim eynî tirśik.
Źi siyaseta ku hindî gemar buye u meriv aciz dike pê va tiśtekî din tun e.
Ya raśt siyaseta me kurdan źî tam li gorî manîpulasiyonên dewleta tirkan dimeśe.
Yanî tu bixwazî yan źî nexwazî, em bi siyaseta xwa źî źibo xurtbuna dewlet u milletê tirk ha ha xizmetê dikin.
Di her tevgerra me da «hessesiyeta milletê tirk» wekî koremar di devê me da ye.
Qey meriv dibêźe yên ku li tirkan zilm u zordariya nedîtî dikin, kurd in.
Xwezî bi wan roźan lo.
Hîn źî me źi piśtî ćel salan îdreq nekiriye ku alaya xwa ya Kurdistan’ê bigirin destê xwa u wê di ćavên diźminên hov da dabićikînin.
Naaa, ew źî nabe.
Bila tirk, ereb u fars xemgîn nebin, brê min!
Bila źî nebin, qurban.
Źixwa ev hezar sal in ku me zilmeke bê pîvan u bê sînor li wan kiriye yaw!
Tevî van bêbextiyan źî nućeya «protestkirina dibistanên tirkan ya di navbera 19 u 23ê vê îlonê da ez hindekî kêfxwaś kirim.
Ya me hêdî źi xwadê ra maye.
Divêt heta niha kurdan hezar carî sîstemeke perwerdeyiyê ya kurdistanî bihafiranda.
Lê nekirin.
Hemî hêz, enerźî u maddiyeta heeyî źibo leqleqa vala hate berhewa kirin.
Ćav kor bunne, guh kerr bunne.
Herro li Kurdisatn’ê li nêzîkî heft mîlyonan zarok tên asîmîle kirin.
Ma piśtî dewpênc salan meriv ći źi van zarokan dikane bipê, ći?
Ewdê ew źî bibin nizanim înternesiyonelên xelkê alemê, bi ser heft eźdadê me da bikin u wesselam.

Dienstag, 13. September 2011

Hevdîtinên Vala U Lîstikên Tirkan Bi Kurdan Ra

Min hîro źî hemî wexta xwa li malê derbaz kir. Karê min yê wergerê hîro źî tune bu.
Tenê di seet 4an da ćum pîskîlêthaźotinê u pêra źî qendî seetekê beziyam.
Źiber ku doh lastîka min teqiya bu, min ću pêśta yeke nu kirriya u ew pê va kir.
Hewaya hîro źî wekî ya doh pirr xwaś bu, di ser bîst pileyan ra bu (20°).

Min di nućeyên hîro da tiśtekî balkêś xwand.
Nuće li ser hevdîtina PKKê u dewleta tirkan bu. Ew hevdîtina hatiye qeyd kirin źî, yanî bi deng bu. Min bi xwa nedî, dibêźin vîdeo źî hee buye, lê paśê ew vîdeo bi lez hatiye derxistin.
Bêguman min źî wekî gelek kesan mesele merax kir u xwand.
Aniha ez nikanim zêde tishtekî bibêźim, divêt ez hindekî li ser bifikirim.
Lê li gorî nêrîna min, dewlet di śexsê PKKê u A. Öcalan da, bi xelkê kurd ra dilîze.
Min ti cîddiyetî di vê hevdîtinê da nedît.
Tirk wekî ruvî ne.
Dubare u dubare pesina «tevgerê» u «A. Öcalan» didan.
Divêt meriv bi baldarî tevbigere, xwa nexe nav dafika tirkan.
Ez dibêźim tirk pirr baś dizanin, ewdê bi śer nikanî bibim piśta kurdan li erdê bixin.
Lê bi lîstikan vê yekê dikanin bikin, wekî berê.
Min źi nunerên PKKê ti tiśtekî konkret nedît. Daxwaza wan ći ye, ći źi dewletê dixwazin, qet bellî nîn e.
Helbet tirk ćavên diya xwa ne, bi gotinên gilower u leqleqa vala bi me ra dilîzin.
Bi fikra min bibe, ez ê bibêźim, tirk pirr baś dizanin ku hîn źî em tênegêśtine, ka bi raśtî źî tiśtê herî esasî źibo kurdan ći ye.
Lê ew bi xwa wî «tiśtê esasî» bi têra xwa nas dikin.
Ew źî «zmanê kurdî» ye!
U di makeqanunê da garantiya «zmanê kurdî» ye!
Lê źi nunêrên PKKê Sabrî Ok tenê carekê di nav axaftina xwa da ev mesele «hindekî bi tesedufî» anî zmên u ewqas.
Yê tirk bi awakî fêlbaz mesele li hev gerrand u bersîvek źî nedayê.
Źi vê hevdîtinê diyar e ku ti plan u proźe di destê nunerên PKKê da tune bun.
Ev tiśtekî pirr traźîk e!
Źibo vê yekê tenê ćend hevok bes in, ne zêde.
Ew źî «zmanê kurdî» u «nasnameya kurdan ya mîllî» ye.
Ha, di pratîkê da ew ćawan tên pêkhanîn, ew źî karê siyasetê ye u bi ya min bibe, qet mesele źî nîn e, heger daxwazî hee bibe!

Montag, 12. September 2011

Kongreya Nivîskarên Kurd U Evîndariya Zmanê Tirkên Qewad!

Hîro li Zürich’ê tatîl bu.
Li der hewayeke xwaś hee bu. Tevî vê źî ez źi piśtî seet 16an źi malê derketim u ćum pîskîlêthaźotinê.
Lê śansa min ya bê bext e, gava ez li nêzîkî Baden’ê bum, lastîka pîskîlêtê teqiya u ez meźbur mam ku bi otobus u trênê vegerrim malê. Tabî vê źî gelek wexta min girt.

Ez ê hîro hindekî li ser Kongreya Nivîskarên Kurd bisekinim.
Van camêran źi berî ćend roźan kongreya xwa li dar xistinne, dibe ku di 10ê vê mehê da buyî bibe.
Bêguman pirr baś e ku ćend kurdên bi pênus hatinne ba hevdu u kongreyek ćêkirinne.
Ma ći’yê kurdan źi yê xelkên din kêmtir e, ne wilo?
Bi ser da źî ev kongre li welêt hatiye orxenîze kirin. Ev źî ciyê rumetê ye.
Lêêê!
Di raśtiyê da divêt ev «lêêê»ya min pirr drêź bibuya.
Lê min nexwast ku hema di destpêka pirr drêź bikim u we bidim tirsandin.
Nivîskarên me yên qerase źî wekî źi edetê, rabunne raporên kongreya xwa bi zmanê tirkan amade kirinne.
Yanî bi kurtî u kasî her tiśtê xwa bi zmanê tirkên qewad kirinne, bi ser da źî dewekî śor u sar yê kurdan vexwarinne.
Bila noś bibe ellawekîl.
Ev bi salan e ku ez carinan di derbarê kongreyên van camêrên berê yên ćê da tiśtinan di medyaya kurdî da dixwînim (źiber ku min zmanê tirkên qewad bi temamî źi nav źiyana xwa derxistiye u havitiye, loma).
Lê hema hun bibêźin van camêran heta niha źî xwa li śuna xwa qasî mîlîmêtroyekê nelivandinne.
Bala xwa baś bidinê, ez nabêźim «... qasî mîlîmêtroyekê źî bi pêś da nećunne.».
Źixwa ev tiśtekî pirr xeyalî ye u qet ćênabe źî.
Em kurd u bi pêś da ćuyîn? Xwadê neke, ewdê tofana Nuh nebî rabibe.
Źiber ku ez li hemberî qeśmeriya van bê wîźdanan sor bum u bum pizot, min ev nivîsa li źêr lê zêde kir u ew nućeya di hêsaba xwa ya Facebook’ê da belav kir:

«Aha źi we ra Kongreya Nivîskarên Kurd yên rezîlane!!!
Qaśo «nivîskar» in!
Źi MHPeya tirkan hezar carî baśtir tirkćî ne!
Źi MITa tirkan hezar carî baśtir niźatperestên tirkćî ne!
Hîn źî aqilê van śarlatanan di guhê gê da xwa pal daye u fam nakin ku zmanê kurdî di kîźan tehlukê da ye.
Ez sedî sed bawer dikim, di malên xwa da źî wekî MHPeya tirkên qewad kar dikin.».

Aniha ez źi we u xwa dipirsim, bi śarlatan u qeśmerên wilo ra kîźan mîlletî azadiya xwa bi dest xistiye, bi taybet źî zmanê xwa źi mirinê xelas kiriye, hi?
Dibe ku bi eslê xwa źi dê u bavekî kurd ćêbuyî bibin, lê di rih u mêźiyên xwa da berhem u mehluqedên herî lanet kirî yên kemalîzmê ne.
Nikanin du bizinan źî xwadî bikin kesên wilo beredayî u rezîl!

Sonntag, 11. September 2011

Em Kurd Bunne Kurmê Dara Zmanê Xwa

Di van du roźên dawiyê da źiber ku hewa gelekî baś bu, min bi têra xwa sport kir.
Bi taybetî źî roźên îniyan piśtî pêgoogê bedena min tevda dikeve rewśeke alarmî.
Li ser qada pêgoogê pirr faulên xerab lii meriv dikin.
Raśt yan źî derew, pirr faulên berbat lii min dikin.
Ez googbazekî feleket im, loma źî kêfa reqîbên me qet bii min nayê.
Aciziya xwa hertim bi faulan nîśan didin.
Źiber vê yekê ye ku hema hema ez hertim roźên îniyan bi śiklekê seqet im.
Min hîro sport nekir. Lê sibeh dîsan heman lîstik dest pê dike bi sportê ellawekîl.

Ez werim ser zmanê kurdî.
Kerê li Śam’ê źî baś dizane ku rewśa zmanê kurdî pirr berbat e.
Herro źî berbattir dibe.
Lê mixabin ti dezgeheke kurdan ya mîllî tun e ku serê xwa bi vê bêbextiyê bihêśîne.
Her tiśt li gorî plan u proźeyên diźminên milletê kurd dimeśin, him źî bi ćargavî.
Hîro di Facebook’ê da bi du dilsoźên zmanê kurdî yên ciwan ra sohbeteke me ya kurt ćêbu.
Ez aniha dixwazim li vir vê sohbeta me ya nivîskî bidim.
Lê min nîvîsên van hevalên delal hindekî li gorî gramera kurdî sereraśt kir.

Mazlum Yalćin Serhildan:

«Lê ciwanên me li Elmenyê kultur u dîn u zmanê xwa źi bîr kirinne u hew dizanin bi kurmancî heta dehan biheźmêrin.
Hindik bi dîroka me u eslê me miźul dibin, mêhla wan ketiye ser peran u dewlemendiyê.».

Ez:

«Êêê, xalê Mazlum, em kurd bunne pepukê xelkê alemê gulim. Herkes, ći dewlemend u ći feqîr, herkes bi zman u eslê xwa girêdayî dimîne, bi dewlemendiya xwa xizmeta zman u kultura xwa dike, wan di nav milletên din da belav dike canim cîgerim. Lê yên me, źi sibehê heta hêvarê zman u kultura diźminên xwa belav dikin. Ha li ewrupê hemî źî vê yekê dikin, tenê tirkî dipeyîvîn, muzîka tirkên qewad di dukan u restorantên xwa da guhdar dikin u li ewrupiyan didin nas kirin. Welle ćavkê mino, źixwa di wan kafiran da îman buye bexdenus dînime îmanime, êdî ne tên xwarin u ne źî vexwarin babam :D».

Mazlum Yalćin Serhildan:

«Ez ćiqas aciz dibim gava ez hunermendên me kurd yên ku bi tirkî distrînin u siyasetvanên me kurd yên ku bi tirkî dipeyîvin, dibînim. Lê em ê ćilo bikin, asîmîlasiyona dewleta tirkan em kirinne vê rewśê u îro em kurd xwa bi xwa xwa asîmîle dikin.».

Ez:

«Herê xalo, êdî em bunne kurmê dara xwa cîgerim :(. Lê ći dibe bila bibe, dîsan źî divêt herkes li ber xwa bide, ti carî zmanê diźminên xwa yên qewad bi kar neyîne. Kesên ku bi wan zmanên qewadan dipeyîvîn, heśyar bikin, ku ew źî nebu, bila wan red bikin. Wekî din ti ćareya me nemaye lo. Aha em tam li ser sînora tunebunê ne u tenê ćend salên me mane yabo qurban, tenê ćend sal lo, offf of :(((.

Harun Pasha:

«Hun ći raśt dibêźin … Eslê me tune dibe :(.».

Ez:

«Xalê Harun, heger bi vî śiklî bimeśe, heta sala 2015an ewdê zmanê kurdî bikeve nav rewśeke pirr krîtîk. Heta sala 2020an êdî zmanê kurdî li ser riya mirinê ye, bi śun da vegerrandina zmanê kurdî êdî bê îmkan e. Li gorî lêkolînên zmannasan zaraveya zazakî ewdê di sala 2015an da oxira xwa źi me bixwaze, bimire u herre. Em kurd ewqas bê wîźdan u bê śexsiyet in ku hîn źî qîmeta pîzaveke xerabe nadin zmanê xwa. Di qursên zmanê kurdî da meriv du kesan źî nikane bîne cem hevdu ellawekîl. Îcar kurdên weha hee bibin ći dibe, nebin ći dibe yabo qurban, nebin ći dibe lo :(((.»

Dienstag, 6. September 2011

Keć U Źinên Kurd Yên Pepuk U Zmanê Kurdî

Ćend roź bunn ku min dîsan tiśtek nenivîsiya.
Źixwa tiśtek nabe, herî zêde ewdê dinê źi van ćend hevokên min mehrum bimîne u wesselam.
Źi derî śiliya/barana pêr, hewayeke baś li der hee bu.
Min doh u pêr sport nekir.
Hîro źî qîma xwa tenê bi pîskîlêthaźotinê haniye. Tevî ku hîro qet karê min tune bu u hewa źî baś bu.

Ez werim ser nućeyekê.
Min ew nuće berî ćend roźan di Nukurd.com’ê da xwandî bu.
Di wê nućeyê da li ser qursên zmanê kurdî yên li zangeha Artuklu’yê, li Mêrdîn’ê, dihate sekinîn.
Źibo qursa zmanê kurdî pêncî kesan daxwaziya beśdarbuna dersê kirinne.
Pirr balkêś e, di nav van pêncî kesan da tenê śeś heb keć u źinên kurd hee bunn.
Yanî 44 xort/mêr u 6 kes źî keć/źin!
Hîcar ez źi hêrsan li śuna xwa sor bum.
Di raśtiyê da rureśiya keć u źinên kurd źi hemî sînoran derbaz buye.
Mesela dibêźin li Amed’ê keć u źinên kurd li ser kolanan tenê tirkî dipeyîvîn.
Li gorî tecrubeyên xwa yên śexsî źî ez vê yekê dikanim pesend bikim ku keć u źinên kurd źi mêrên kurd hezar carî berbattir in.
Kompleksên keć u źinên kurd buye bela. Źibo ku xwa bixin nav qalibeke din, esl u feslê xwa veśêrin, kurdbuna xwa lii kesekî nedin hesandin, hezar lotikan tavêźin.
Herkes bi zman u kultura xwa źibo xwa śunekê di nav civakan da ćêdike, kultura xwa belav dike, lê pepukên me yên kurd źî xwa dikin ecuc u mecuc.
Ev mesele bi taybetî źî di nav keć u źinên kurd yên siyasî da pêś ketiye.
Źibo ku kompleksên xwa yên śexsî u mîllî bincil bikin, di bin alayên îdeoloźiyên gemar buyî da dikin qîźźewîźź.
Qey bi van qîźźîniyan źî dixwazin cî u nefsê xwa yê talan u wêran buyî, pît bikin.
Di nav civakên din da keć u źin temsîldariya zman u ćanda xwa dikin. Li źiyanê mayîna zmên kêm-zêde bi temamî di destên wan da ne.
Ew vê bîr u baweriyê hîn di zaroktiya xwa da digirin, him di nav malbatê da u him źî li dibistanên xwa hînî vê yekê dibin.
Źiber ku zman źibo wan ewlehiya pêśeroźa wan, millet u welatê wan e.
Zman źibo wan źiyaneke xwaśik u bi mahne pêśkêś dike, bîr u baweriyê dide wan, xwasteka źiyanê di wan da xurttir u geśtir.
Ez źi derî heźmareke pirr hindik, źi keć u źinên kurd tenê nefret dikim.
Li gorî nêrîna min qîmeta pîzaveke xerabe źî nakin.

Donnerstag, 1. September 2011

Źibo Kurdbunê Dew U Xwarina Ćay U Mastê Teqez E!

Hîro hewayeke baś li der hee bu, bîst u ćar pile (24°).
Yanî dinyaya me ne sar u ne źî ewqes germ bu.
Ez vê sibehê di seet heśtan da źi nav cilan rabum ser xwa.
Min ê di seet dehan da li klînîkê dest bi wergerê bikira.
Hîro tam śeś termînên min yên wergerê hee bunn, yanî tam śeś seet.
Di seet yekê da źibo seetekê werger tune bu.
Loma źî ez bi lez ćum mensaya zangehê, min ê xwarina xwa ya nîvroyê bixwara.
Min li ser rê źi cîgerim Apo ra źî SMSek śand u źê pirsiya, ka ew źî dixwaze were xwarinê yan na?
Lê camêr got, "yaw mamoste, ha ez li mensayê me babam, de were eśqim".
Ez hatim mensayê, min xwarina xwa girt u ćum cem Apo.
Paśê me gotina xwa hindekî drêź kir.
Hîcar gava ez pêhesiyam, min dît ku ha seet tam dudu ye. Yanî di seet duduyan da divêt ez li klînîkê bibuma.
Tabî min ferafol li ser masê hiśtinn u bi lez oxira xwa źi Apo xwast u bazdam der.
Źi piśtî pênc deqqan ez gêśtim klînîkê. Śansa min e ku hînêź psîxiyarîst nehatî bu.
Bi vî hawî min sê seetên din kar kirinn.
Paśê źî yekser hatim malê.
Min vê hêvarê tam mîna kurdên bi esl u fesl kir.
Di seet heftan da min ćayek ćêkir, mastê xwa derxist, pićek źî nan xiste nav destê xwa, bi mast u ćaya xwa xwar.
Helbet ez vê yekê pirr zêde dikim. Kêfa min pirr pê tê.
Ellawekîl ev źî hestên kurdbunê di min da ćêdike.
Mîna ku ez li Kurdistan’ê bibim, hewayeke xwaśik, germik u nermik di min da ćêdibe.
Tabî źibo ćêbuna hestên wilo vexwarina dewê źî wekî dermana heft derdan e dînime îmanime yaw.