Sonntag, 30. August 2015

Rêwîtiya Duyem Ya Berbi Kurdistan’ê Va -15-



U em derketin rê.
Ev «ćama bi beniśt» e, heta
bi mîlîmêtroya xwa ya
dawiyê. Di meriv da hîsseke
pîrozane 
ćêdike.
Em ê di ser Tumî Bilind ra heta deśta li ser ćiyê derbiketina. Em ê di ser kaśa li ber me ra bimeśiyana.
Li ser Tumî Bilind em rastî «ćama bi beniśt» hatin.
Meriv digot qey źi dara ćamê beniśteke pîroz b’ erdê da diriźiya. Ez pićekî źê bêhn dikim. Rehmetiya dayika min hate bîra min. Di zaroktiya min da ez hertim bi xwa ra digirtim u dibirim źibo ku em beniśtên ćaman berhev bikin. Em bi seetan, bi roźan bi berhevkirina beniśtên ćaman bilî dibun. Min him dixwarin u him źî kom dikirin. Dayika min ew beniśtên ćaman bi gelek giyayên cihê bi cihê ra tevlihev dikir, źi wan dermanên źibo nexwaśiyan ćêdikir. Bi taybet versiyona ku bi hunguv bu, bi têra xwa xwaś bu ...

Riya me ya bi deśt.
Em heta Deśtê hatin. Me śivanê gundê me dît. Li wir radiket. Gava em hatin ba wî heśyar bu. Śukran hema li ba wî runiśt, hal u xatir źê pirs kir. Paśê, źi berî ku em rabibin di nav gotinê da pirsa ku ka daxwazeke wî hee ye yan na, źê kir. «Heger hun bikarin cixareyekê bidin min, ez ê kêfxwaś bibim.», got. Lê di nav me da źî ti kes cixarekêś nebu.

Ciyê li ber zozana gundê me.
Em dubare ketin ser rê. Di ber Gola Sor ra derbaz bun u ketin ser riya zozana gundê me. Normel divêt źi gundê me heta zozanê bi peya qasî du seetan bikiśanda.
Li źor her der hilu bu, wekî deśta Erzingan’ê bê ser u ber drêź bu.
Hindek tiśt b’ min nas dihatin, lê hindek źî qet b’ min nas nedihatin.
Zozana gundê me ya
xerabe, 
źi dur va.
Di rê da li hêla rast, ciyekî spî xuya dikir. Źi me qasî pênc sed mêtroyan dur bu. Herhal kils/kirêć bu. Di zaroktiya min da źî ew ciyê spî min dîtî bu. Tevî ku min ewqas merax dikir, tevî ku min ewqas dixwast carekê herrim wê derê źî, min nekir, nekariya. Vê carê herhal min ê bikira. Min xwa bi xwa ra got li ba vegerrê em carekê b’ wir da źî herrin.

Heta nêzzîkî zozana gundê me her tiśt di rê da meśiya. Di dawiya riya zozanê da divêt meriv pićekî berbi źêr va dabikeve.
Naxirê li zozana
gundê me.
Źi dur va me ziyereta li hemberî gundê me źî dît. Gava Śukran’ê ziyeret nîśanî min daa, di cî da hate bîra min. Wekî kevankeke bi heybet xuya dikir. Ew roźa bêbav hate bîra min ...

Źi dur va zozana gundê me wêranbuyî xuya dikir. Źi derî xaniyekî li ser xwa tenê dîwarên hilweśiyayî li ser erdê radimediyan.
Sosreta xwadê ye, li zozana me naxir dićêriya.
Em heta źêr daketin. Śukran u Śahîn źi nahalê/newalê avek vexwarin. Di navbera me u zozanê da tenê ćend sed mêtro mayî bun. Rê hema hema di nav giyan da handa bu’bu.
Naxir li binilê zozanê bu. Gava em hatin u gêśtin nêxir, źi her du kutiyan/kućikan yek hate ba me. Min źi Śahîn ra got bila tenê źibo carekê pariyek nan bidê, ne zêde. Eynen weha źî kir. Paśê kutî/kućik berbi źêr da ću u bela xwa źi me veda.

Hîn nahaleke pićuk li pêś me hee’bu, em ê źê derbaz bibuna, em ê li kućeya girê li ber me bićerixiyana u ...

Herê, zozana me ya di nav ćil salan da mazîbuyî ewê bi me ra rubiru bimaya.



Koma Mahabad: "Kećika Mahabad Î"






Samstag, 29. August 2015

Rêwîtiya Duyem Ya Berbi Kurdistan’ê Va -14-



Roźa duśemê, 6ê temmuzê ez ê bićuma zozana gundê me.
Roźek berê źi Stembol’ê gelek kes hatî bun gund. Yên din źî digotin ewê di destpêka ceźna remezanê da, di 18ê temmuzê da werin.
Dîmeneke xwaś ya li pêś
dibistana kevin ya gundê me
(4.7.2015).
Mixabin roź roźa min ya dawiyê bu li gund.


Wê hêvarê gelekan gotin em ê źî bi te ra bihên zozanê. Min źî got heger hilo ’be, de bila xwa di seet nehên sibehê da amade bikin.
Roźa din gava ez di seet nehan da derketim der, hîn kes li holê xuya nedibu.
Ez ćum mala xaltiya xwa Nazli’yê. Ewê keća wê Śukran u newiyê xaltîka min Śahîn źî bi min ra bihatina. Helbet lawê xaltîka min Murad źî digot ewê bihêt. Lê camêr b’ xwa negirt.
Heta ku em derketin ser rê seet bu yanzdeh. Tabî ez gelekî hêrs ketim. Bi vîtevîta vala pićek maa ku roź di ser me ra biće ava. Herkes mixtarê herkesî ye. Ew dibêźe ew nikare bi peya heta zozana gund were, yê din dibêźe ew nikare.
Di dawiya dawîn da źi derî Śukran u Śahîn ti kes li ser gotina xwa nema.

Li malê braźina min Gul’ê źibo rêwîtiya min ya berbi zozana gundê me topek nan bi sê hêkan, topek źî bi pendurê teze amade kirî bu. Min her du źî kirin nav turika xwa ya pićuk.
Dubare min berê xwa daa mala xaltîka xwa.
Dîmeneke xwaś ya li pêś
dibistana kevin ya gundê me
(4.7.2015).
Li ber dêrî ćoyek hee’bu. Herhal yê Murad bu. Min ew ćo źî girte nav destê xwa.
Lê Śukran hîn źî amade nebu’bu.
Ya rast ez ê bi tena serê xwa bićuma, lê min rê nas nedikir. Ez di śeś saliya xwa da źi gund ću’bum. Źê pê va źî qet di ser riya gund ra neću’bum zozana me. Gava ez deh salî bum careke ću’bum, lê ew źî źi hêla Erzingan’ê va bu.
Kekê min dil dikir ku bi min ra were.
Lê wî źî pirsgirêkên xwa yên bedenî kir sebeb u dest źê berda.

Tabî pêwistî pê tun e ku ez yek bi yek beheneyên canikên din źî li vir binivîsînim.



Koma Stêrka Karwan: "Śev Derew E"



Mittwoch, 26. August 2015

Rêwîtiya Duyem Ya Berbi Kurdistan’ê Va -13-



Em bi erebê ćun malê. Hîn seetek wext hee’ bu ku Cem li balafirxanê dabikeve.
Balafirxane bi erebê źi malê qasî 7-8 deqqan dur e.
WCeya li ser riya gundê me.
Di vê navberê da min got heger kekê min Smeîl min li nav baźêr, li ba markêta kurdên me yên elewî da’yîne u paśê here balafirxanê ewê baśtir bibe.
Źixwa wextê me yê ku zêde li Erzingan’ê drêź bikin źî tune bu. Min digot ez herrim ćend tiśtan źibo vegerra xwa ya berbi Swîsre’yê bikirim. Tenê sê roź mayî bun źibo vegerrê, yanî ez ê roźa sêśemê vebigerriyama.

Me hilo niyet dikir ku em heta sibeha roźa sêśemê li gund bisekinin.
Kekê min ez li nav baźêr da’yniyam u ću balafirxanê. Ewê bi tevî Cem dîsan bihata u ez li ber markêtê bigirtima.
Hat źî.
Kaniya li Kortê Kêvir,
li ber gundê me.
Dema ez li ser bankê rudiniśtim, yekcar Cem’o li ber min peyda bu. Ez qet bi wî nehesiyam. Mêro ruyên xwa źî drêź kirî bu. Me hevdu himbêz kir. Cem’oyê bi ćend bihost aniha źi min źî drêźtir bu.
Em bi erebê dubare ćun malê. Me digot em bi hev ra herrin xwarinekê bixwin u paśê carekê bi lez herrin mala dê u bavê Bîrgul’ê, sersaxiyê źi wan ra bixwazin.
Me bi wî hawî źî kir. Me xwarina xwa xwar, pêra em bi hev ra ćun ba Bîrgul’ê, qasî nîv seetî runiśtin u derketin ser riya xwa.

Herhal seet li dor 17ên hêvarê bu gava em gêśtin gund. Dema bavê min Cem’o dît, ew nas nekir. Paśê bi hêdîka pêhesiya, «Ka hun ê bićuna daweta hevalekî xwa, derewkarino! De îcar we ev dizz źi ku peyda kir yaw?».
Min bi lez Cem girt ba xwa u berbi dibistana gundê me bir. Rooź hîn ava nebu’bu. Lê pêśuyên heram can di me da nehiśtin.

Meta min Kîraz.
Roźa din em, zarokên meta min u yên ćend gundiyên me em bi hev ra derketin Arîgaz’ê. Me yê xwarina xwa li wir bixwara. Paśê ćend ciwanên din źî hatin. Civata me mezin buyî bu. Lê ez qet li śuna xwa runeniśtim, ha ha di nav wan dar u daristanan da gerriyam. Heta źi berî ku rooź ava bibe, em li Arîgaz’ê man.
Me roźa yekśemê bi vî hawî li Arîgaz’ê derbaz kir.
Wê hêvarê millet hat li mala bavê min bu mêvan.
Li gund kes zêde dereng namîne, hîn di seet neh-dehan da terrin radikevin. Sibehê zu radibin u bi kar u barê xwa ra miźul dibin.

Wê roźê źî tarî b’ ser me da hatî bu. Dinya ewê heta bi noxteya xwa ya veśartî di nav xewê ra bićuya. Hewayeke hênik xwa li ser herdê drêź dikir. Bêdengî di nav vê demê da hêdî dibu sondeke xwadayî u xwa l’ me radipêća.
Her cara ku tarî b’ ser min u me da dihat, em di nav xwa da bê mehne dihiśtin, em li ber ćavên hevdu tune dikirin, herê, em li ber ćavên hevdu tune dikirin. Lerizîneke pîć b’ canê min digirt, hestiyên di canê min da pê dikirin zingezing.
Herê, roźeke din di ser min ra dibuhuriya u dibu ćîrok.
U ez ê di demeke nêzzîk da dîsan źi herdê xwa bireviyama, bi herdê ku min hêlîna xwa ćêkirî bu, bi herdê ku min bextê xwa revandî bu.

Bihiśtên min yên dilovan di nav vê herdê da ketî bun xewa xwa ya bê sibeh.



Canê: "Kanî Kanî" (strana gelêrî ye)






Samstag, 22. August 2015

Rêwîtiya Duyem Ya Berbi Kurdistan’ê Va -12-



Di roźên din da her tiśt di halê xwa da meśiya.
Ez li derudora gund dićum u dihatim.
Mêźiyê min ewqas ku birćî bu.
Divêt her tiśt dubare di serê min da bihata cî kirin, divêt ew aîdiyeta di zaroktiya min da di meyta xwa da biliviya u b’ can biketa.
Min li van beyaran canê xwa li paś xwa hiśtî bu.
U ez li pey wî canî bum.

Źibo dawiya hefteyê kekê min źi bavê min ra got, «Em ê roźa paśîniyê herrin Erzingan’ê daweta lawikê hevalekî min. Em ê zêde nemînin, dîsan bi lez vebigerrin u werin.».
Lê di rastiyê da mesele ne dawet bu. Ewê lawê kekê min Cem źi Stembol’ê źibo sê roźan bihata gund. Me got bila ew źî źibo bavê min bibe surprîz.

Gava em gêśtin Erzingan’ê, me got em pêśta keća kekê min Duygu carekê biben nexwaśxaneya Neon'ê. Hustiyê wê têśiya. Li gund serma girtî bu, loma.

Destpêka baźêr.
Li ber nexwaśxanê me kesekî nas dît. kekê min got xwanga Bîrgul’ê hanîne acîlê.
Źi berî ćend roźan dayika Bîrgul’ê wefat kirî bu.
Têkiliya Bîrgul u kekê min ya malbatî pirr drêź u nêzzîkî hev e. Bavê Bîrgul’ê źi dur va xizmê me ye źî.
Em derbazî hêla acîlê bun. Duygu, kek u braźina min Gul bi hev ra ketin hundir. Ez li korîdorê li benda wan mam.

Paśê Gul hate ba min, «Beghyanî, hevala te ya zaroktiyê, eśqa te Doner źî li vir buye. Bîrgul’ê digot Doner dixwaze carekê Beghyanî bibîne. Va ye qismeta we ya hevdu dîtinê li vir buye. Ka hele were em carekê herin wê hêlê cem wan.», got.
Ew li pêś, ez źî li paś, em meśiyan.

Xwanga Bîrgul’ê li ser nivînekê drêź buyî bu. Min ew nas nekir, nehate bîra min. Lê wê ez nas kirim. Doner źî li cem wê bu. Min Doner źî nas nekir.
Kolana sereke ya li nav baźêr.
Źi piśtî ku braźina min Gul’ê got ev Beghyanî ye, Doner bi kenn ez himbêz kirim. Destê min yê rast źî di nav destê xwanga Doner’ê ya di nav nivînê da bu.
«Beghyanî, ma tê bîra te gava me bi hev ra mangeyên xwa dibirin ćêrandinê? Dizanim, tevî ku tu ewqas aram u bi sebir buyî źî, min gelek zilm l’ te dikir. Dîktetoreke temam bum. Biborîne. Zaroktî bu, biborîne. Te źibo carekê źî li hemberî min hiśkiya di dilê xwa da nîśan nedayî bu. Lê roźên xwaś bun. Hîn źî di bîra min da hilo zîndî ne. Axxx, źiyan ćiqas bê merhemet e carina. Aha ev keća min e li paś te. Nu zewiciya. Ka bibêźe, tu ćawan î, baś î?»
Keća Doner’ê źî l’ wê diśibiya. Bi têlefona di destê xwa da miźul bu.


Bersîvên min pirr kurt bun. Ez dibiśiriyam, u ew źî dipeyîviyan.

Zêde wextê me tune bu. Em ê hîn bićuna malê u paśê źî me yê bićuya Cem li balafirxanê bigirta.
Kolana sereke ya li nav baźêr.
Kek u braźina min Gul’ê gotin heger em pićekî lez bikin ewê baśtir bibe. Xatir źi wan xwastin u berê xwa dan dêrî.
Her du destên min hîn źî di nav destên her du xwangan da bun.
Doner’ê źi kezeba sor bi her du destan destê min yê cep guvaśt, ez dubare himbêz kirim. «Beghyanî, źi te rica dikim, wan roźan źi bîr neke. Her tiśt guheriye. Ti tiśt li śuna xwa ya berê nemaye. Qet nebe bila ew bîranînên me li śuna xwa bimînin. Temam?»
«Tabî. Bila qet nebe ew li śuna xwa bimînin.»

Min źî xatir źi wan xwast u berê xwa daa dêrî. Yên me li benda min bun. Hewa li der dikeliya.



Koma Amed: "Rindê"






Samstag, 1. August 2015

Rêwîtiya Duyem Ya Berbi Kurdistan’ê Va -11-



Roźek paśê źî baran u tirî bariya. Derfet ćênebu ku ligorî dilê xwa bikevim nav wan nahal, gir, daristan u ćiyayên bi merhemet.
Ez ê di nav bîranînên xwa da yek bi yek bigerriyama li wan deran, ez ê yek bi yek di nav bîranînên xwa ra derbaz bibuma.
Di nav du roźên destpêkê da ez di malê da girtî mam.

Roźa sêyem u yên din hewa hate rehma xwadê u rê li ber min vekir heta li ber deriyê xwa yê dawiyê.
U ez ê biketima nav wê herdê, bihost bi bihost, gav bi gav.
Her der bi giya u gulan hatî bu dagirtin.
Digel meśê astengiyeke mesudane derdixistin.
Lê, źiber ku heta nîvroyê hertim miź hee’ bu, źi nîvroyê heta hêvarê zêde wext nedima ku ez bi hemî rehetiya dilê xwa bigerrim.
Wext ne bes bu.
Lê ez źî bi sebir bum.
Min źi Kevirên Kiran dest pê kir heta ku roźa dawiyê ćum di nav zozana gundê me ra derketim (źixwa ez ê paśê li ser meśa drêź ya berbi zozana gundê me va bisekinim).
Tabî bi taybet min digot ez roźekê herrim Dalik’ê źî bibînim.
Ćum źî, bi tevî kekê xwa, braźin u braziya xwa (ev resimên li keviyê hemî źî li Dalikê hatine girtin).

Dalik bi tena serê xwa bihiśteke ebediyen e.
Mihteśem e.
Źi kendala ćiyê di śiklekî sê-kośeyî da źê bizdiye u berbi źêr va daketiye.
Li Dalik’ê ćirtikeke avê źî hee ye.
Li ber wê ćirtikê di nav ava golbuyî da qamiś hee ne.
Darên bî, ćam u spîndaran herder tîźî kirine.
Hele ew gul u ćîćek, meriv di kezeba meriv da sermest dikin u bi xwa ra digirin u diben.
Bayekî hênik xwa di nav wan dar u pelan ra bi xuśśexuśśe l’ ba dike. Meriv bê xem u bê derd pê ra terre u tê, xwa di nav ruhekî abadîn da pê drêź dike u l’ bextê xwa yê heeyî difikire.

Heyacana bi min ra bê tarîf bu.
Min qet nedixwast ku tenê darekê źî bê dîtin li paś xwa bihêlim.
Lê min ê kîzan bidîta u kîźan nedîta.
Ma kê dîtiye ku bihiśt tenê bi darekê kêfa xwa hanî be?
Min hew dikariya li śunekê bisekinim.
Makîneya min di destê min da ha ha dar bi dar digerrim. Him resiman digirim u him źî dixwazim wan deran yek bi yek bigirim ser kamereyê.
Lê bedewî źi heźmara seniyeyên di nav źiyana min da źî zêdetir in.
Ez li ber xwa dikevim.
Heyfa min b’ min tê.

Diyar bu ku min ê nekarî bibuya wan hemiyan di nav makîneya resiman u kamereya vîdyoyê da vebiśêrim.
Ez bi hestên xwa yên śêlo berbi źor va meśiyam.
Min ê śuneke maqul bidîta u li wê derê ru’niśtima.
Min ê bi her du ćavkên xwa yên belek ew di nav vî canî da ebeden bikirina xewê.
U ez li bin dareke ćamê xwa datînim ser herdê.
Guh didimê.
Ez li ser herdê xwa me.
Herhal bextewar im di vî canî da, vê gavê, dibêźim.




Ahmed Robîn "Oy Canê"






Dalik u gundê me  yê kevin.
Dalik li ser resimê taa li hêla ćep e.
Ew ciyê ku wekî nahaleke mezin u
herdeke qeliśtî xuya dike, Dalik'a pîroz e.
Źor źî Arîgaz'ê ye.