Dienstag, 28. Februar 2012

«Zmanê Me klîta Me Ya Azadiyê Ye» -2-


Hema hema hîro wekî hewaya biharê bu.
Millet li der bi kêf bu, tabî kêfa min źî xerab nebu yanî.
Dibêźin li dor heyśt (8°) pileyan bu.
Sibeh ewê bibe dewćar (14°) pile, ligorî ragiyandinan roźên din ewê germtir źî bibe.
Welle hîcar xwadê daa me dînime îmanime.

Hîro tiśtekî nu pêk nehat.
Min źi pistî karê xwa yê wergerrê berê xwa daa restorenta heval Newzat.
Ćum qendî seet u nîvekê li ba wî mam.
Źiber ku bavê li welêt ćuyî bu ser dilovaniya xwa, ew źî seba heftekê li welêt bu.
Gelek tiśtên balkêś źi min ra got.
Lê ez ê drêź nekim.
Dibe ku careke din ez li ser haydariyên wî źî pićekî bisekinim.

Ez ê hîro dîsan bi nivîsa xwa ya doh li vir berdewam bikim.
Bila nîvî nemîne babam.

Meseleya min u ya xalê E. bi vî hawî doh berdewam kir.

Ez:

«
Xalooo (lo ez źi herkesî ra dibêźim xalo u xaltî, bi taybetî źî yên ciwan ra, hetta źi zarokan ra źî dibêźim welle :D)

Cano, ev pirsgirêka te li ba min źî hee ye, lê ez ti carî źibo xatira wan tirkî bi kar nayînim.
Ćima ew źibo xatira min u zmanê kal u bavan vê nakin, ćima źi aźantiya xwa śerm nakin tu dibêźî?
Źiber ku tirkan zmanê xwa yê tecawîzcî bi tecawîzan, bi ku
śtinan di mêźiyên me da „meśru“ kirinne.
Lê digel vê yekê źî her tiśtê ku aîdî me ye, tabî di sêrî da źî zmanê me, di mêźiyên me da "ne-meśru, îllegalîze" kirinne u me źî bi navê nizanim kîźan „bratî, pismamtî, înternesiyonelîzm, sosyalîzm, komînîzm, demoxrasî, ...“ niźatperestiya tirkan lii xwa rewa dîtiye.
Me tecawîzên wan yên fîzîkî u zîhnî di serê xwa da, di nav milletê kurd da „meśru“ kiriye, me meśrutiyeta wan qebul kiriye bêyî ku em pićekî li ser kertiya xwa bifikirin.
Tirk heebuna xwa tenê li ser tunebuna me dikarin ava bikin, źibo vê yekê źî ewê hemî rê u metodan biceribînin.
Ev heqqê wan yê xwezayî ye źî qurban.
Lê îcar ez kêmaqiliya me kurdan qet fam nakim.
Miśk bi miśkiya xwa heta mirinê źî li ber xwa dide.
Kêzik, vizik, qiźik, yanî hemî heywan u nebatên di nav xwezayê da bi vê prensîba xwezayî tevdigerrin.

De tu carê źî lii halê me kurdan binêre.
Li hêlekê goya li hemberî tirkan śer dikin, lê li hêlekê źî zmanê tirkan, yanî aleta ku tirkan dike tirk u me źî dikuźe, di nav milletê xwa da „meśru“ dikin.
Ći îroniyeke seqet e.
Aniha min źi vê berxwadana me ya vik u vala ći fam kir qurban, ći yaw?

Źi bîr neke cano, źibo ku hevalên te hînî kurdî bibin, źibo ku em kurd bi tevayî hînî zmanê xwa bibin, „mecburiyet“ klîta hemî deriyan e.
Ev tiśtekî noyrobiyoloźîk e źî.
U biyoloźiya me ya heeyî źî tenê ligorî śertên ku xwezayê dayeyê tevdigerre, ne ligorî filan u bêvan îdeoloźiyên beredayî śekiro.

Loma źî, mîna ku ez bi xwa źî bi hemî malbat u nasên xwa ra dikim, źi derî kurdî ti carî zmanê „tirkan, ereban u farsan“ bi kar neyîne.

Ma tu ćîroka Eliezer Ben Yehuda nas dikî dilo, hi?

Divêt her kurd ćîroka vî camêrî her roź pênc caran bixwîne u li ser bifikire.

Min drêź kir lo, bibore, îcar hema bi lez u bez śoreśeke śevîn ćêbike u li diźî wan kesên ku bi zmanê tirkên bê bav dikin qîźźewîźź śurê xwa bikiśîne, him źî heta hetayê gulim
 

Ez dîsan ćavkên xalo pać dikim lo
 :).».

Heval E.:

«
Welle û bille û tille xwendina nivîsa te ji min re pir xweş tê. yanî ku berdewam kiribane bawer im heta sibeyî ez ê xwendibane. Gotinên te hemê rastin mîna mastin. Nikarim niha tiştinan li ser wan zêde bikim. Xwezya tu nêzîkî Amedê bane û me bi zindî li qahvekê ser çayekê an ser qahveyekê me geelek caran sohbet û mihbata zimên û çandê kiribane. Lê hêviya min ku ew jî ê rojekê pêk werê. Mîna ku min gotî ji niha û pêde kurdî an kurdî:) kurdî an ne tu zimanî:) sloganên pêşî ji bo min ew in.
Slav û hurmet û rêzên xwe pêşkeş dikim ji bo te.
».

Ez:

«
Temam xalo, welle ez bi fikir u nêrîna te ya zana pirr kêfxwaś bum.
Her
ćî ew sohbeta me ye, zu yan źî dereng ewê ew źî bibe xalo.
Em ê bi hev ra ne tenê
ćayekê, bi dehan chayan vebixwin.
Him
źî digel kurdiya germik u nermik qurban, digel kurdiya germik u nermik, ihi  :)

Ez silavên xwa
źi xaloyê xwa ra diśînim u źê ra śeveke wekî śîr u śekir daxwaz dikim :) ».

Heval E.:

«
mamoste tiştek kete ser hişê min te gotiye: Ma tu chîroka Eliezer Ben Yehuda nas dikî dilo, hi?
welleh ez nizanim tu karê ji min re bişîne?
».

«
temam min dît spas:)».

Montag, 27. Februar 2012

«Zmanê Me Klîta Me Ya Azadiyê Ye» -1-


Hîro cîhan bi têra xwa germik bu.
Tabî rooźê źî tîna xwa baś lii me dida.

Digel vê yekî źî ez źi derî dema min ya sportê li malê bum.

Min doh dîsan hevalek źi lîsteya xwa derxist.
Kekê me digel gotineke kurdî dîsan bi zmanê tirkên qewad źî wergerrek dayî bu.

Sernivîsa gotara min ya hîro aîdî xalê min Tuncay Bal e.
Xalo gotineke fîlozofîk kir di nav nivîseke xwa da.
Loma źî min xwast ku ez wê bikim sernivîsa xwa ya hîro :)

Hîro hevaltiyeke nu ćêbu.
Źiber ku di navbera vî hevalî u min da ćend nuće ćunn u hatinn, ez dixwazim van nivîsan li vir bi we ra parve bikim.

Źi piśtî daxwaziya hevatiya vî hevalê delal ya bi min ra, min śert u śurtên xwa źê ra nivîsîn.
Paśê heval E. ev bersîv daa min (ez ne navê wî didim u ne źî destê xwa didim rêzmana wî babam):

«
Apê Śadî,
Bişşeref te fermanek nivîsandiye ku mirin xweştir werê. :))
Ez jî naxwazim bi zimanê Tirkî zêde biaxivim û tiştan parve bikim. Lê gelek hevalên min bi Kurmancî nizanin . Ji ber wê yekê car caran dibêjin ji mere hem Kurdî binivîse û hem jî wergera Tirkî tu li bin bidêne ê baş bibe. Naxwe bi rastî ez jî naxwazim bi wî zimanê pûç biaxivim. Ku misada te ser Kurdî- Tirkî wergerê jî tunebe ez karim dev ji wê jî berdim.

Zimanê Faris û Ereb û yên din jî ger ku mirovinen demokrat bin carinan naxwe tu karê min jî bi wana nabe. Lê ser mûzîkê bi rastî kêfa min ji gelek şiklê mûzîkan ditê. Ji ber wê yekê parveyên minî ser mûzîkan bawer im pirsgrêkan dernaxîne:))

Bi sed slav û hurmetan, têm destê te:)
».

Ez:

«
Xalooo, ćavbelekooo,

Bi serê porê te yê henne kirî bibe ku xalê Emîn, ti tiśt bi zmanê tirk, ereb u farsan nabe welle u bille, ne nivîs u ne źî vîdyo haaa.

Herćî ew hevalên te ne, bila dev źi tembeliyê berbidin u hînî zmanê xwa bibin.
Bi wergerran ne ew hînî kurdî dibin ne źî ew karê te yê hêźa di ćavên wan yên zman- u mêźî-tirkćî da qîmeta pîzaveke xerabe dike cano.

Tirkên heram bi kuśtinan, bi tecawîzan em kurd hanîn vî halî.
Lê ti śensa me ya bê prensîbên bingehîn tun e ku em zmanê kal u bavan źi mirinê xelas bikin.

Źiber ku zmanê kurdî vê gavê di nav komayê da ye u bi zor u zehmetiyeke mezin bêhna xwa digire u dide, ćênabe ku meriv „wekî kurd“ di nav milletê kurda da zmanê tirkan, ereban u farsan „meśru“ bike.
Tevgerreke wilo źi sedî sed xizmeta siyaseta asîmîlasiyonê ya tirkan dike, bi destê xwa qebulkirina „aźantiya tirkan“ e, bi destê xwa kuśtina zmanê kal u bavan yê bi hezaran salan e, tunekirina milletê kurd e canim cîgerim.

Loma źî ez bi xwa bixwazim źî nikanim vê yekê qebul bikim, qebulkirina vê înkarkirina bîr u baweriya heebuna min e.
Baśtir e ku meriv bii serê min da gulleyekê berbide u min źi vê ezebê xelas bike dilo.

Bibore canim cîgerim, bibore ...

Ez źi herdu ćavkên reśo-reśo yên xalê xwa E. pać dikim :).».

Heval E.:

«
Apê Śarin, bişşerefa şamo û şamoşo yê Siryanî, tu mîna Şekirê Şamê yî! 


Ez jî mîna te difikirim û hemû ramanên min ser wan fikran direxelim. E ma ka ez çibikim. Li profîla min mêze bike. Çîrokek in parve kir. Hevalê kurmanc dibê ez dixitimim ser zimanê kurdî binivîsim. dawiyê bi tirkî dibêje ez dixwazim ser zimanê xwe herim û se dixebitim niha.

Ka tu ser van meselan fikrekî bide min. Wekî din ji binî ez hew bi tirkî dinivîsim û parve dikim. Ji niha û pêde her dem bi Kurdî...
».

« :) û nebêje min xalo heyra ez hê zaf ciwan im:) Raste min simbêl berdane le belê bi wa simbêlan ez kal xuya nakim lo:).».
...

Samstag, 25. Februar 2012

«Axavtina Bi Zmanê Neyaran, Îxaneta Bi Zmanê Me Ra Ye!»

Hewaya hîro wekî ya doh ne ewqas xwaś bu.

Tiśtekî nu digel min pêk nehat.

Min digot belkî ez herrim pîskîlêthaźotinê, lê ćênebu.

Heger bêt bîra we, di nîvisa xwa ya doh da ez li ser hevaltiya min u ya xaltîka Z.yê sekinî bum.
Lê mixabin, źi piśtî ku me doh ew nivîs źi hevdu ra nivîsîn, xaltîka min Z.yê nućeyeke bi vîdyoyî ya bi zmanê tirkan belav kir.
Tabî êdî min îkaz źî pêwist nedît u loma hevaltiya me ya di Facebook’ê da qetand.
Helbet min di bin nućeya wê da bi zmanekî nermik u germik xatireke feqîrok źî źê xwast.

Kekê me yê hêźa u dengbêźê me yê giranbiha kek Ebdurehîm’ê Muśî hîro li ser hêsaba min ya di Facebook’ê da hevokek belav kiriye.
Bêguman kekê me tilliya xwa li ser birîna me dayniye.
Kekê hêźa husan nivîsiye:

«
Axavtina bi zimanê neyaran, îxaneta bi zimanê me ra ye! {Gotin: Ebdurehîmê Mûşî}».

Him źî ći îxanet, meriv bi peyvan nikane b’îne zmên.
Ez źi sedî sed bi gotina pîroź ya kekê xwa ra me, heta hetayê.

Di bin nivîsa min ya doh da xalê me Oktay Mastfiroś śîroveyek kiriye.
Źiber ku rêzmana keko gelekî bi kompleks bu, ez ê li vir neweśînim.
Tevî ku xalo xwadî kurdiyeke baś e źî, lê hîcar pićekî serê min tevlihev bu.
Xalo di śîroveya xwa da rexne li dewleta tirkan digirt, dewleta tirkan źi vî halê kurdan yê zmanî u ćandî berpirsiyar didît, u hwd.

Min źî ev bersîva xwa paśê dayê:


«Xalo, ez dibêźim me mesele baś fam nekiriye.
Diźmin diźmin e, kar u barê xwa dike.
Heebuna wî li ser tunebuna me tenê mimkin e.
Herweha ev qanuna xwezayê ya herî bingehîn e źî ...

Hîcar ev gotina „suc sucê diźmin e“ tenê u tenê sefeleta me kurdan ya rezîl nîśan dide.

Him em li ber televîziyonên tirkan ranabin,
him di televîziyonên xwa da zmanê tecawîzciyê xwa „meśru“ dikin,
him roźname, kovar u pirtukên xwa bi zmanê wan derdixin,
him di komaleyên xwa da zmanê wan bi kar tînin u kurdî qedexe dikin,
him di śev u mîtîngên xwa da zmanê wan bi merasîmên faśîzane dixin mêźiyên kurdan,
him wekî dezgeheke MÎTa tirkan kar dikin bi dil u can ...,
u him źî radibin gilî u gazincên xwa źi tirkan dikin.

Źixwa siyasetmedarên me kurdan bi tevayî bunne taśeronên zmanê tirkên tecawîzcî ...
Yanî mêro êdî bunne mupteleya tecawîzên tirkan yên fîzîkî u zîhnî.
Ćiqas îblîsên zman- u mêźî-tirkćî hee ne, me hanînne di partiyên xwa da śun kirinne.

Drêź nekim qurban, „suc tenê sucê me ye“, ne yê tirkan e.».

Xalê min yê bi dilekî kurdî, xalê min yê kurdîperest Tuncay źî ev śîrove di bin da kiriye:
«Kurdên yên zmanê tirkî internasîonal bi kar tînin bir dicin zora min, em ne li tirkîyêne hema dîsa ew dixwazin bi tirkî hîn bikin û biaxifin, tim ji minra jî dibêjin kurdî bashe hema dîsa jî tirkï hîn bike, bersîva min tim: na kurdî ji minra bese zmanê din nas nakim ;))».

Ćima Em Kurd Ewqas Bunne Qurbana Zmanê Tirkên Qewad?


Welle hîro hewayeke mihteśem li der hee bu.
Him hewa germ bu u him źî rooź bi hemî hêza xwa bii ser me da dićurusiya.
Źiber ku hîro karê min yê wergerrê hêć tune bu, min bi zêdeyî wexta xwa li malê derbaz kir.
Tabî dîsan źibo seetekê źî ćum tev lii semînerekê bum.
Haaa, dîsan qendî du seetan źî sporta xwa kir.

Min doh u hîro du kes źi lîsteya xwa ya Facebook’ê derxistinn źiber zmanê tirkên qewad.

Hîro xaltîka Z.yê daxwaziya hevaltiyê źi min kir (u ćend kesên din).
Min źî śert u śurtên xwa źê ra got u daxwaziya hevaltiyê qebul kir.
Vê hêvarê xaltîka min Z.yê nivîseke kurt źi min ra śandiye.
Min źî bersîvek dayê.
Ez ê hîro tenê van nivîsên me li vir biweśînim.

Xaltîka Z. (ez ne navê wê didim u ne źî destê xwa didim nivîsa wê):

«
wii hevale heja ser çaveminre hatî rûpela min jiboy kû te hevaltiya min péjîrand spas dikim..heval ez hûrmet didim hemû zimana dema em hûrmet nedin hemû zimanan çi ferqa me ji tirko heye? ez taybet bi kurdi di axivim le carna hevalen me je bi kurdi nizanin eger tü min baveji ji hevaltiye hûrmet didim te.min ev nıvisa te diware hevalki dit keyfamin hat ji nivisa te re û hevaltî bi rékir ji boy te.slaw hürmet».

Ez:

«
Xaltîka Z.,

Li welatên pêśketî ti kes hurmetê nîśanî zmanê xelkê din nade.
Ćima?
Wekî śerên di nav milletan da zman źî źibo ku bikarin li źiyanê bimînin, hertim di nav śerekî da ne.
Her roźa ku kesek dest źi zmanê xwa berdide, ew zmanê wî śexsî hêzeke xwa ya esasî wenda dike, yanî gaveke din nêzîkî lii mirina xwa dibe.
Lê źixwa halê kurdî ne ti hal e.
Bîst mîlyon kurd bunne tirk.
Deh mîlyonên ku li paś manne źî, mixabin zêde bi kurdî nizanin.
Here were tenê yek mîlyon kurd manne yên ku bi kurdî dizanin.
Bêguman di nav van deh salên pêśeroźê da ewê ew deh mîlyon kurd źî bibin pepuk u herrin ...

Hîcar ez źi xaltîka xwa dipirsim, di vî halê mirinê da ćawan dibe ku kurdek were u bibêźe «heger em hurmetê nedin zmanan, ći ferqa me u wan dimîne?».
Ez dixwazim vê yekê  źi xaltîka xwa ra bibêźim.
Divêt di navbera me u wan tirkoyan da ti ferq nebe u nemîne.
Divêt em tiśtên ku wan lii me kirinne u hîn źî lii me dikin, hezar carî lii wan zêdetir bikin.
Her tiśtê ku wan lii me kirinne u hîn źî dikin, heqqê wan yê herî xwezayî u rewa ye.
Źiber ku ev qanuna xwezayê ya herî esasî ye.
Źiber ku źiyan li ser vê esasê ava buye.

Kesên ku vê raśtiyê nabînin u ligorî śertên xwezayê tevnagerrin,  ne dikarin li źiyanê bimînin u ne źî heqqê wan hee ye ku li źiyanê bimînin.

Kurdê.a ku berê hînî zmanê xwa nebuye u nabe, źixwa her tiśtê xwa wenda kiriye.
Źibo xwezayê hindî/êdî ti mahneya wî/wê ya źiyanê nemaye.

Bi taybetî źî kesê.a ku zmanê diźminê xwa lii zmanê dayika xwa u milletê xwa rewa dibîne, av bi av ćuye.

Canê, ez van gotinan wekî rexne lii te nakim.
Ev tiśtên ku ez dibêźim raśtiya bi mîlyonan însanên me kurdan e, raśtiya gelek kesên źi malbata min e, ya te ye, ya Elî ye, ya Hiso ye, ya Memo ye, ...

Min drêź kir, bibore gulim ...

Loma źî ez ti carî zmanê tirkan nikarim qebul bikim, tew źi destê min were ha ez ê di vê kêliyê da him zmanê wan tirkan u him źî tirkan bi xwa bixim nav doźeha bê bav ...

U ev źî heqqê min e ligorî śertên xwezayê.

Êdî tu u kêfa dilê te ćavxezalê, zmanê tirkên heram ewê me źi hevdu veqetîne.
Ći îroniyeke ecêb e ne wilo, em ê źiber zmanê diźminê xwa yê qewad bikevin qirika hevdu u źi hevdu nefret bikin ...

Ya staaar ...
Ya xwadêêê ...». 

Xaltîka Z.:

« :) can hevale heja ez hep didid te bi rastiji wek te ye..le ez ji zimane xu ticaran bernadim».

Ez:

«Spas dikim canê, hêvîdar im ku ewê zmanê dayika me, me kurdan nêzîkî hevdu bike.
Źixwa źi derî zmanê kurdî ti zmanê ku bikane vê yekê bike źî tun e.

Źi bîr neke xaltîka min Z., em ti carî nikanin bi zmanê tirkên tecawîzcî nêzîkî hevdu bibin.

Bi silavên germik u nermik u filan u fistix
».

Donnerstag, 23. Februar 2012

De Bila Windows 8 Ya Bi Kurdiya Soranî Li Ser Xêrê Bibe!


Źiber ku ez doh westiyayî bum, min nekanî roźnivîska xwa binivîsînim.
Hema hun bibêźin ez di seet 21an da ćum u raketim.
Vê sibehê di seet 8 u nîvan da źî heśyar bum.

Ez pêśta ćum klînîkê, min źi seet 11an heta 12an wergerr kir.
Paśê bi lez ćum zanîngeha Zürich’ê, tev lii dersa li ser zmanê latînî bum.
Ders di seet 13an da xelas bu.
Êh, min berê xwa daa mensayê źibo xwarina nîvroyê.
Źi piśtî ku min xwarina xwa xwar, ez derketim źor, ez ćum hewśa zanîngehê ya bi ronayî.
Min mêze kir ku ha xalê me Śefîk źî li wir runiśtiye.
Ê tabî źi piśtî silavên xwadê ez li ba maseya wî runiśtim.
Hînê ćend deqqe derbaz bubunn ku min li nêzîkî maseya me xalê Apo źî dît.
Xalo hate ba me.
Ez qendî du seetan li wir runiśtim.
Ligorî gotina xalê Śefîk mêro źi berî ćend roźan źi Kurdistan’a baśur vegerriyaye.
Bi tevî ćend kesên din ćuye.
Welle kafiran ćunne li Baśur herder źî dîtinne.
Taaa heta kempa Maxmur’ê źî ćunne.

Drêź nekim u serê we nekim zirne babam.
Em bi vî hawî qendî du seetan bi hev ra peyîviyan.
Paśê ez rabum u ćum kar, min ê hîn du seet wergerr bikira.

Źi pistî karê xwa ez dîrekt hatim malê.
Pêra min kincên xwa yên sportê lii xwa kirinn u ćum sportê.
Li wir źî hema hema lii nêzîkî du seetan mam.

Ligorî nućeyeke nu, tê gotin ku Microsoft di Windows 8 da ćardes/dewćar zmanên din lê zêde kiriye.
Herweha kurdiya soranî źî źi van zmanan yek buyee.
Nućeya di Rûdaw’ê da wilo ye:

«Şîrket û malpera Microsoftê, bi navê Windows 8 sîstemeke din a komputerê ragihand ku wê di nava çend mehan de bikeve bazarê. Di sîstema nû ya Windows 8 de 109 ziman hene û 14 ziman ku di nav de kurdî jî heye lê hatine zêdekirin.
Di raporekê malpera Window 8 Beta de hate diyarkirin ku, sîstema Windows 7 bi 95 zimanan bû û di sîstema nû de ji bilî wan 95 zimanan cih dane 14 zimanên din û hêjmara zimanan derxistine 109’an.
Ev 14 zimanên ku di sîstema nû ya Windows 8’ê de hatine zêdekirin ev in: Kurdî (Iraq), Pencabî (Pakistan), Sîndî (Pakistan), Uygur (Komara Çînê), Belarûsî (Rûsya Spî), Raûndî, Etiyopî, Tacîkî, Ûluf (Senegal), Kîçî (Guatamala), Gaylkî (Skotland), Çîrokî (DYA) û Valensiyanî (Spanya).».

Tabî vê yekê pirr kêfa min haniya.
Lê mixabin halê kurmancî, kirdkî/zazakî, hewremanî u lorî ne ewqas baś e.

Mittwoch, 22. Februar 2012

De Bila Akademiya Kurdî Li Ser Xêrê Bibe Yaw :)


Tevî ku van roźan rooź li ezmên dićuruse źî, hewa hîn źî pićekî sar e, sermayeke hiśk hee ye.
Divêt di nav van roźên tên da pićekî germtir bibe.

Di źiyana min da tiśtekî nu pêk nehat.

Hîro li ba fîtnesê śêwirmendê sportê yê kalik hate ba min gava ez li ser makîneya bezê dibeziyam.
Ev ćend sal in ku em hevdu nas dikin.
Merivekî gelekî nefsbićuk e.
Di ser heftê salan ra ye.
Bi salan bedenhêzî (bodybuilding) kiriye.
Careke li Swîsrê di pêśbirkekê da buye yê yekem źî.
Vê gavê penćeśêr bii wî girtiye u tedaviya xwa dibîne.
Min dîsan mesele drêź kir yaw.
Xalo hate ba min u got, «yaw beza te wekî beza karxezalekî elegant e, pirr sîmetrîk dibezî, mîna ku meriv bibêźe te hîn nu dest bi bezê kiriye u dibe ku aniha xwa berbidî nav baayê u bifirî. Pirr baś e pirrr ...».
Tabî min pićekî śerm kir yaw.
Ez bi salan e ku vê yekê źi însanên pirr xerîb dibihîzim.
Carinan li ser rê źî yekcar kesek vî tiśtî źi min ra dibêźe.
...

Źi berî bi salan bu, ez dićum bezê.
Gava ez li ser pirê derbaz dibum, kalemêrê ku berbi min va dihat źi niśkê va got, «ez we pîroz dikim, hun pirr baś dibezin».
Hella hellaaa, hella hellaaa.
Tabî ez sekiniyam.
Źi min ra got, «min hun li ba marathona Zürich’ê dîtinn, kêfa min gelekî bi beza we hat.».
Lo babam hingê porê min hema hema qasî mêtroyekê drêź bu, min li ba marathonê zî girêdayî bu.
Lê gava ez li ser pirê raśtî wî kalemêrî hatî bum, porê min bi temamî vekirî bu.
Yanî xalo ez dîsan źî nas kirim.
Haaa, li ba marathonê heyśt hezar kes hee bunn, lê dîsan źî xalo ez nas kirim welle u bille.
Hingê ez bubum kesê 120.

Hîro li Amed’ê 
«akademiya wêźe u zmanê kurdî ya Ehmed’ê Xanî» vebuyee.
Helbet ez pê gelekî kêfxwaś bum.
Lo babam mixabin em bi vî hawî nikanin zmanê kurdî źi xewa mirinê xelas bikin welle.
Divêt bi lez u bez li her derê Kurdistan’ê dibistanên destpêkê bêne vekirin.
Divêt destur neyê dayîn ku zarokên kurd di dibistanên zmanê tirkan da werin tarumar kirin.
Ev bi destên xwa kuśtina pêśeroźa milletê kurd e.
Hindî/êdî hîro bi derfetên heeyî merî her tiśtî dikane bike.
Bêguman ewê raya giśtî ya cîhanê źî piśtgiriya xwa bide me.
Em ê bi ćalakiyên azadiya zmanê xwa him zmanê xwa veźînin u him źî ruyê siyaseta dewleta tirkan derbixin u nîśanî herkesî bidin.
Ez bawer nakim ku ti dewleteke demoxratîk di vî warî da piśtgiriya xwa bide tirkan.

Binêrin śekirino, her tiśt di destê me kurdan da ye.
Bila kurd nekin qîźźewîźź u serê meriv nekin kundir.
Heger em kurd di vê miźarê da semîmîn e, divêt em pêśta źi xwa dest pê bikin.
Wekî din ne însanek u ne źî heywanek dikane me cîddî bigire dînime îmanime.

Sonntag, 19. Februar 2012

Divêt Siyasetvanên Kurd Bi Kurdî Bizanin!!!


Hîro kêfa hewayê ne wekî doh xwaśik bu.
Her ćendî di hewayê da sarbunek tune bu źî, rooźa/tava ku doh dićurusiya xuya nebu.
Min bi pirranî wexta xwa li malê derbaz kir.
Kincên xwa śuśtinn.
Tabî ćum gerra xwa źî.
Min źiber zmanê tirkan dîsan kesekî din źi lîsteya xwa derxist.

Min doh di nućeyan da axaftina xalê me Selahattîn Demîrtaś guhdar kir.
Xalê me li Hewlêr’ê, li pêś alaya Kurdistan’ê bi kurmancî dipeyîviya.
Leyla Zana u Ehmed Tirk, siyasetmedarên źi baśurê Kurdistan’ê, Mesut Barzanî u gelekên din źî amade bunn.

Helbet kêfa min bi kurdî axaftina Selahattîn Demîrtaś hat.
Axaftina xwa źi berê da bi nivîskî amade kirî bu u źê dixwand.
Ligorî gotina wî bi xwa kurdiya zazakî baś dizaniye.
Min bi xwa heta hîro źî bi kurdî axaftina wi nedîtî bu.
Loma źî qet kêfa min bi wî nedihat.
Heger ez heśkere bibêźim, di ćavên min da wekî tirkekî bu u xelkê kurd asîmîle dikir.
Lê vê gavê ez ê mêze bikim ka di pêśeroźê da bi ći hawî tevdigerre.
Dixwaze bila dê u bavê min bibin, kesên ku di nav xelkê kurd da zmanê tirkên tecawîzcî «belav- u meśru» dikin, qîmeta pîzaveke xerabe źî nakin.

Źiber vê yekê min hîro di bin nućeyeke hevalekî ya di lîsteya min da ev śîrove kir:

«Gelo xalê me Selahattîn ćima bi kurdiya kirdkî/zazakî nepeyîviye?

Ćima xalê me li śuna ku źi sibehê heta hêvarê bi zmanê tirkên qewad bipeyîve u bibe sebeb ku milletê kurd asîmîle bibe, hînî zaraveya kurdî ya herî mezin nabe?
Tiśtê ku kurdan dike kurd, ev zmanÊN me ne.
Ćênabe ku siyasetmedarên kurd di nav milletê kurd da siyaseta dewleta tirkan ya asîmîlasiyonê pêk b’înin.
Ćênabe ku siyasetmedarên kurd zmanê tirkên tecawîzcî di nav xelkê kurd da „meśru“ bikin!
Ev tenê lanet e, tevgerreke îblîsane ye.».

Paśê vî hevalî (B.) ev śîroveya xwa di bin nivîsê da kir (destê xwa nadim nivîsa wî):

«Kekê min î hêja Beghyani, jixwe ku dema parlementerên BDP'ê diçin nav gel bi kurdî diaxifin. Ên wekî Leyla Zana, Ehmed Turk û hwd. dema tên Kurdistanê herdem bi kurmancî xitabê gel dikin.

Lê, li meclîs û cihên wekî meclîsê mecbûr in bi tirkî biaxifin. Xêncî tirkî, di cihên wiha de axaftinên zimanên din qedexe ne.

Weke ku Selehattîn jî di gotina xwe de dibêje 'Ez Zazakî baş dizanim.' Erê, zazakî baş dizane, lê li Kurdistanê ji ber ku zazakî di nav gel de zêde cîh nagire û kurmancî bêhtir tê axaftin, Selahattîn dema zazakî biaxife ji ber ku kesek jê fêm neke, kesek jî guhdar nake wê demê.

Mînak; îro li Hewlêr'ê zazakî bipeyîviya wê çend kes lê fêm û guhdar bikira?

Sedem gellek in. Bandora tirkî gellekî li ser me kurdên di bin dagirkeriya Tirkiyê de heye. Ev bandor ne ji ber dewlemendbûna tirkî ye; wekî ku tu jî dizanî ji ber nijadperestiya tirkan e.

Lê ne wekî berê ye. Êdî kurd berê bêhtir xwedî zimanê xwe derdikevin. Ji bo bandora tirkî were şkandin gellekî dixebitin û ji bo hîn bûnê hewl didin.
».

Ez źî baś dizanim ku siyaseta me kurdan hîn bi hezaran kîlomêtroyan źi têgêśtina zeruriyeta zmanê kurdî dur e.
Dibe ku di teoriyê da tiśtên baś bifikirin, lê di pratîkê da xizmeta siyaseta tirkan dikin u roź bi roź zmanê kurdî dikuźin.
U ev źî nikane were qebul kirin.

Ćima Meśa Li Stresburg’ê Bu Meśa Asîmîlasiyona Zmanê Kurdî Lo?


Weylooo, hewaya hîro ćiqas nermik bu yaw.
Ezmanekî sayî u rooźeke/tavake germik źi źor va dilê me geś kir.
Tam hewaya pîskîlêt.haźotinê bu bi xwadê.

Źiber ku ez źi piśtî nîvroyê źi malê derketim, min nekarî zêde kêfa hewayê derbixim.
Min heta paś nîvroyê karê odeya xwa ya doh xelas kir.
Dura serê xwa śuśt u bi lez ćum postexanê.
Tabî hîro roźa paśîniyê ye.
Loma źî divêt meriv kirrîna dawiya heftê bike.
Êh, min źî ew kir yanî.

Hîro li Stresburg’ê meś u mîtînga me kurdan hee bu.
Źi piśtî vê nîvroyê xalê me Lutfî źi Stresburg’ê nućeyeke balkêś di Facebook’ê da belav kir.
Weha digot (nivîsa wî bi elmenî u kurdî ye, beśa elmenî ez bi xwa werdigerrînim kurdî u ya din źî eynen weha didim, yanî destê xwa lê nadim):

«Herweha li ba meśa li Stresburg’ê źî axaftin bi tirkî têne kirin. Ez źi xwa dipirsim, ka ev axaftin źibo kurdan [tevî ku kurdên źi derî Kurdistan’a bakur źî li vir in] yan źibo tirkan têne kirin?
Way, way, xwedê kurdên tirkxwaz nehîshtî. Ax, ci qasî bi gunên Tirkan digirin. Heta Kurd pishta xwe bi pishta Tirkan germ bike, em sernakevin.

Ez tenê „kashmia ööööö üüüüü öööhöhöhöhhöhöhöhö.“ fam dikim. Ez î dîn dibim :D».

Min źî li bin ev śîrove kir:

«
Lêxe xalo lêxeee, tifu lii wan taśeronên zman- u mêźî-tirkćiyan bike qurban.
Źixwa ev taśeron nebunna u nebin, tirk nikarin ti tiśtî bikin ellawekîl.
Tevda źî bunne aźanên MITa tirkan, him źî belaś lo.
».

Xalê me Lutfî:

«
Merya dibe qey ew ji bo tirkan diaxivin. Yabo, em Kurd in, kurd! Kurdên me, me ji tirkan citir azîmîl dikin.».

Ez:

«Herê welle xalo, mixabin u mixabin.
Źixwa tirkan di nav hezar salî da nekaniyan tiśtekî lii zmanê me bikin, lê kurdên me yên taśeron u heramzade ew di nav ćend salan da kirinn.
Źi van kurdan bê bavtir kes tun e dînime îmanime.
Bi gotina menśur ya siyasî „alćax“ in, ihi.».

Tabî xalê me Lutfî axaftina xalê me Murat Marê Reś źî belav kir.
Welle yabo qurbanino kêfa min bi vê axaftina źi kezeb ya bi kurdî pirr hat.
Marê Reś bi kurdî îmana meselê dikir teneke.
Him źî tam qasî bîst deqqan.
Ma źi vê lotikê baśtir lotik dibe yaw, waaa.

Lê mixabin, heta ku ev zman- u mêźî-tirkćiyên kurd yên taśeron di nav tevgerra kurd da lotikan b’avêźin, em nikanin rê li ber vê asîmîlasiyona bê qewad bigirin welle u bille heyranino, nikanin.

Samstag, 18. Februar 2012

Belav- U Meśrukirina Zmanê Diźminan, Kuśtina Zmanê Kurdî Ye


Karê min yê wergerrê hîro zêde nebu.

Hewaya hîro źî wekî doh nermik derbaz bu.

Min odeya xwa źî pićekî paa/paqiź kir.
Lê bi temamî hal nekir.
Ez ê karê mayî źî vê sibehê ćareser bikim.

Doh min di nav nućeyan da sonda KCKê dît u xwand.
Ya raśt di nućeyê da tiśtekî nivîskî tune bu.
Tenê vîdyoyek hatî bu weśandin.
Tabî kêfa min gelekî bi sondxwarina KCKê ya bi kurdî hat yaw.
Bi kurmancî, kirdkî/zazakî u soranî sond dihatinn xwarin.
Ma źi vê xwaśtir?
Xalê me Duran Kalkan źi piśtî ćel salan hînî xwandina kurdî buye babam.

Helbet di vî warî da pirr dereng maa canim cîgerim KCK.
Divêt hîn di sala 1990an da KCKê her tiśtê xwa bi kurdî bikira.
Lê nekir.
Di vê navê da nifśek av bi av ću.
Her ćendî ev nifś siyasî pirr aktîv bibe źî, lê di warê asîmîlasiyonê da birîneke mezin e.
Ćima?
Tiśtê ku milletekî li źiyanê dihêle, zmanê wî milletî ye, ne fikirên abstrak, yan źî îdeoloźiyên ku tên u terrin.
Bi kîźan îdeoloźiyê dibe bila bibe, bê zman her tiśt lîstikeke beleś e.
Meriv dikare bi dîn źî, bi feodelîzmê źî, bi demoxrasiyê źî, bi faśîzmê źî ... heebuna xwa biparêze, bi śertê ku xwadîtiyê lii «zmanê xwa» bike.

Lê bê zman ne ev îdeoloźî u ne źî heft eźdadê van îdeoloźiyan dikanin heebuna milletekî garantî bikin, yanî ti śens tun e źibo vê yekê.

Źixwa tiśteê ku hevîra îdeoloźiyan e, ew źî zman bi xwa ye.

Bê zman ti îdeoloźî nikane wekî îdeoloźî hee bibe.

De hun carekê li dînên/olên heeyî binêrin.

Ma kîźan dîn bê pirtuk, yanî kîźan dîn bê bêźeyên nivîsandî dikane hee bibe u vê heebuna xwa îspat bike?

Drêź nekim heyranino, di serê her tiśtî da heebuna zmên «śert» e.

Ku meriv zmanê diźminên xwa yên qewad bi kar hanînn u ew di nav civata xwa da belav u meśru kirinn, êdî ti mahneya wan diźminan ya «diźminî» namîne.

Ćima?
Belavkirina zmanê diźminên qewad qebulkirina heebuna wan ya xwezayî ye u tunekirina xwa ya xwezayî ye, loma haaa.

Donnerstag, 16. Februar 2012

Ha Wilooo: «Amudê Bixêrhatina We Dike»


Doh dîsan hindek berf bariya.
Lê hîro hema hema bi tevayî helliya.
Tevî ku ez doh peya ćum kar źî, źiber ku berf li ser erdê bu, hîro ez bi pîskîlêtê ćum.
Germayiya hewayê hîro di ser sifirê ra du pile (2°) bu.
Sibeh u di roźên tên da ewê heta 5-6 pileyan derbikeve dibêźin.
Tabî kêfa min pirr bi vê tê.

Di vê dema dawiyê da li Kurdistan’a Roźava ya pićuk guhartinên pirr mezin dibin.
Heger ez śaś nebim, zu yan źî dereng ewê Esad’ê bê namus źi kursiya xwa bibe.
Dibe ku dawiya wî źî wekî dîktator u niźatperestên din yên erebên bê derpî bibe.
Amîîîn!
Źixwa deftera wî źi zu va lii hev hanînne.
Ćuyîna vî Esad’ê heramzade tenê pirseke demê ye u wesselam ellawekîl.

Tabî digel van guhartinan divêt bala me li ser kurdên me bibe.
Divêt em kurd vê firsenda dîrokî źi destê xwa nerevînin u dîsan nebin qurbana filan u bêvan «mîr»î.
Her ći dibe bila bibe, divêt kurd di nav siyaseta navnetewî da têkiliyên bi hêz ćêbikin.
Bêguman bê piśtgiriya dewletên din, bi taybet źî yên roźava ti śensa me tun e ku em statuya xwa biguherînin.
Divêt dinê me qebul bike.
Di raśtiyê da źibo ku me qebul nekin ti sebebeke mezin źî tun e.
Loma źî dîplomasî, dayîn u girtin tevgerreke pirr zerurî ye.

Min hîro di nukurd.com’ê da ev nućeya balkêś diy/dît:

«
Ji rûxandina rejîma xwînxwar ya Beşar Esad re hindik ma.

Gelê kurd yê Rojavayê Kurdistanê provayên azadiyê dike.

Ev der, bajarê Amûdê ye.

Ev dîmen jî, dîmena azadiyê ya yekem e.

Meclîsa Gel a Amûdê tabelayên kurdî çêkirin û bi kurdî bixêrhatina hemwelatiyan dike!

Ma ev tişt hindik e?

Li ser xêrê be, her bijî jiyana azad ya bi kurdî û Kurdistanî.

Nûkurd vê dîmena taybet bi we re parve dike.

Fermo...
».


Bi sê gotinên pîroź yên źin- u mêrberdanê ez bikaranîna zmanê kurdî ya amudiyan pirr kêfxwaś bum.
Źixwa tevgerra herî esasî u raśt źî ev e.
Divêt kurd li ser her sentîmêtro erda ku wan bi dest xistinne, tenê bi zmanê xwa kurdî bidin u bigirin.
Dibistanên bi zmanê kurdî ava bikin.
Daku bila xelkê alemê źî bizane ku ew cî Kurdistan e u zmanê xelkê Kurdistan’ê źî kurdiya germik u nermik e babam.

Mittwoch, 15. Februar 2012

Ćima Tenê «Zmanê Kurdî» Źibo Min Prensîb E?


Kêfa min hîro pirr bi vê hewayê hat.
Yanî hewa hîro sifir pile (0°) bu.
Digel vê źî mîna ku bihar hatî bibe u hewa bi têra xwa germ buyî bibe bii min hat.
Berfa ku li ser erdê xwa drêź kirî bu, dest bi heliyanê kirî bu.
Źixwa berfa heeyî źî ne zêde ye.
Dibe ku di nêzîk da bi tevayî bihele u herre.

Hîro di źiyana min da tiśtekî balkêś ćênebu.
Wekî demên źi demên źi berî xwa buhuriya.

Min hîro kesek ku źi berî heftekê di Facebook’ê da pê ra bubum heval, źi lîsteya xwa derxist.
Mêro rêklama civînekê ya di derbarê romanên Yaśar Kemal da dikir bi zmanê tirkên qewad. Li Swêd’ê him źî yabo qurbanino haaa.
Min pêśta ew îkaz kir, źi piśtî demeke kind dîsan bi zmanê tirkan nivîseke bi heman miźarê va girêdayî belav kir.
Tabî min źî bi lez źê xatir xwast u źi lîsteya xwa havêt.

Min źi berî sê-ćar roźan źî sê kes havitinn.
Bi telaq ez źi van kurdan pirr aciz bume lo.
Merivên ewqas bê quwelîte ne ku, ez van peyvikên feqîrok nikarim b’înim zmên źî yaw.

Ya raśt kî ćawan diźiy, min hêć eleqedar nake.
Pîvana min ya herî sereke tenê «zmanê kurdî» ye.
Helbet digel vê dîsan «pîvanên pêwendiyê yên herî kêm źî» zerurî ne.
Wekî din kî ći dike, bii ći bawer dike, di kîźan partiyê da ye, lii kîźan dînê bawer dike, sosyalîst, komînîst, faśîst, femînîst, feodalîst, demoxrat, rasîst, homoseksuwel, lîberel, laśfiroś, kuźer, źinfiroś, mêrfiroś, anarśîst, putperest, ... min hêć girê nade.
Źiyana herkesî ya śexsî azadî u pirsgirêka wî/wê ya śexsî ye, ti mafê kesî tun e ku zilm u zordariyê lê bike u «raśtiyên xwa» lii wan bide qebul kirin.
Dibe ku hun bibêźin"temam me fam kir".


Ez zêde pê da nerrim źibo mînakan.


Ez źî herkes źî baś dizane ku her însan tiśtên herî xwezayî dike, lê źiber ku exlaqa heeyî rê nade ku meriv bi semîmî li ser bipeyîve, herkes her tiśtî vediśêre.


De ez bi kurtî mînakekê bidim, źibo ku mesele baśtir were fam kirin.
źan mêr u źina qerase li ser lîstikên xwa yên evînê digel kesên din dipeyîve?
Ma źi vê normaltir ći hee ye qurbanino, ći heeye bi xwadê?
Kêfa herduyan źî pê gelekî tê, mîna we u min.


Lê exlaqa derewkar u kunek rê nade ku însan li ser hîsên xwa bi rehetî bipeyîvin.
Tabî ez drê
ź nekim, meriv bi hezaran, bi mîlyonan mîsalan dikane bide, him źî di her warî da.

Ez źi ku hatim ku derê.
Haaa, temam hate bîra min babam.
Yanî digel daxwaziya hevaltiyê ez tenê dibêźim «zmanê kurdî» u «têkildariyeke maqul», yê din qasî misqalekê źî bala min nakiśîne.
Ćima tenê ev śert?
Źiber ku tiśtê ku milletekî dike millet tenê «zmanê wî mîlletî ye», loma.


Źiber ku tiśtê ku milletekî wekî millet li źiyanê dihêle, tenê «zmanê wî milletî ye», loma.

Di nav wî mîlletê da bi hezaran, bi deh hezaran komên cihê ćêdibin, herkes bi śikleke din dixwaze źiyana xwa derbaz bike.
U ew mafê wan kesan e źî, heta ku bi fîzîkî zirar nedanne kesekî.

Bêguman di nav civata me kurdan da źî divêt ev cihêtî bikarin xwa îfade bikin.
Źixwa nebuna vê yekê tenê nexwaśiya civata me nîśan dide u meriv hew dikane vê nexwaśiya bê bav derman źî bike heyranino.