Sonntag, 19. Februar 2012

Divêt Siyasetvanên Kurd Bi Kurdî Bizanin!!!


Hîro kêfa hewayê ne wekî doh xwaśik bu.
Her ćendî di hewayê da sarbunek tune bu źî, rooźa/tava ku doh dićurusiya xuya nebu.
Min bi pirranî wexta xwa li malê derbaz kir.
Kincên xwa śuśtinn.
Tabî ćum gerra xwa źî.
Min źiber zmanê tirkan dîsan kesekî din źi lîsteya xwa derxist.

Min doh di nućeyan da axaftina xalê me Selahattîn Demîrtaś guhdar kir.
Xalê me li Hewlêr’ê, li pêś alaya Kurdistan’ê bi kurmancî dipeyîviya.
Leyla Zana u Ehmed Tirk, siyasetmedarên źi baśurê Kurdistan’ê, Mesut Barzanî u gelekên din źî amade bunn.

Helbet kêfa min bi kurdî axaftina Selahattîn Demîrtaś hat.
Axaftina xwa źi berê da bi nivîskî amade kirî bu u źê dixwand.
Ligorî gotina wî bi xwa kurdiya zazakî baś dizaniye.
Min bi xwa heta hîro źî bi kurdî axaftina wi nedîtî bu.
Loma źî qet kêfa min bi wî nedihat.
Heger ez heśkere bibêźim, di ćavên min da wekî tirkekî bu u xelkê kurd asîmîle dikir.
Lê vê gavê ez ê mêze bikim ka di pêśeroźê da bi ći hawî tevdigerre.
Dixwaze bila dê u bavê min bibin, kesên ku di nav xelkê kurd da zmanê tirkên tecawîzcî «belav- u meśru» dikin, qîmeta pîzaveke xerabe źî nakin.

Źiber vê yekê min hîro di bin nućeyeke hevalekî ya di lîsteya min da ev śîrove kir:

«Gelo xalê me Selahattîn ćima bi kurdiya kirdkî/zazakî nepeyîviye?

Ćima xalê me li śuna ku źi sibehê heta hêvarê bi zmanê tirkên qewad bipeyîve u bibe sebeb ku milletê kurd asîmîle bibe, hînî zaraveya kurdî ya herî mezin nabe?
Tiśtê ku kurdan dike kurd, ev zmanÊN me ne.
Ćênabe ku siyasetmedarên kurd di nav milletê kurd da siyaseta dewleta tirkan ya asîmîlasiyonê pêk b’înin.
Ćênabe ku siyasetmedarên kurd zmanê tirkên tecawîzcî di nav xelkê kurd da „meśru“ bikin!
Ev tenê lanet e, tevgerreke îblîsane ye.».

Paśê vî hevalî (B.) ev śîroveya xwa di bin nivîsê da kir (destê xwa nadim nivîsa wî):

«Kekê min î hêja Beghyani, jixwe ku dema parlementerên BDP'ê diçin nav gel bi kurdî diaxifin. Ên wekî Leyla Zana, Ehmed Turk û hwd. dema tên Kurdistanê herdem bi kurmancî xitabê gel dikin.

Lê, li meclîs û cihên wekî meclîsê mecbûr in bi tirkî biaxifin. Xêncî tirkî, di cihên wiha de axaftinên zimanên din qedexe ne.

Weke ku Selehattîn jî di gotina xwe de dibêje 'Ez Zazakî baş dizanim.' Erê, zazakî baş dizane, lê li Kurdistanê ji ber ku zazakî di nav gel de zêde cîh nagire û kurmancî bêhtir tê axaftin, Selahattîn dema zazakî biaxife ji ber ku kesek jê fêm neke, kesek jî guhdar nake wê demê.

Mînak; îro li Hewlêr'ê zazakî bipeyîviya wê çend kes lê fêm û guhdar bikira?

Sedem gellek in. Bandora tirkî gellekî li ser me kurdên di bin dagirkeriya Tirkiyê de heye. Ev bandor ne ji ber dewlemendbûna tirkî ye; wekî ku tu jî dizanî ji ber nijadperestiya tirkan e.

Lê ne wekî berê ye. Êdî kurd berê bêhtir xwedî zimanê xwe derdikevin. Ji bo bandora tirkî were şkandin gellekî dixebitin û ji bo hîn bûnê hewl didin.
».

Ez źî baś dizanim ku siyaseta me kurdan hîn bi hezaran kîlomêtroyan źi têgêśtina zeruriyeta zmanê kurdî dur e.
Dibe ku di teoriyê da tiśtên baś bifikirin, lê di pratîkê da xizmeta siyaseta tirkan dikin u roź bi roź zmanê kurdî dikuźin.
U ev źî nikane were qebul kirin.

Keine Kommentare: