Sonntag, 25. Dezember 2016

«Ev Sî Sal In Ku Em Bi Kurdî Nedipeyîviyan»



«Bavo, em ê źibo ćayekê herrin mala Xanim’ê ...», me got u em źi malê derketin.
Bi tevî kewa li ba min, em di nav malan ra derbaz bun u hatin mala xaltîka me Xanim’ê.

Nêzîkî deh kesan li ser balkona ber dêrî hee’ bun.
Keća xaltîka me Xanim’ê li ber sêlê runiśtî bu, nan dipat.
Lawê xaltîka me Xanim’ê Nîhat u ćend kesên din bi hev ra ćay vedixwarin.
Li ser maseya mezin pendur, zêtun, run u selete hatî bun daynîn.
Bi kenn u kêfxwaśî me silav daa hevdu, me hev du pać kir.
Li ciyên ku rabuyî bun, em dan runiśtin.
Bi lez piyaleyên bi ćay tîźî kirî haniyan u dayniyan ber me.
Ez bi kurmanciya me dipeyîvim.
Ew źî bi min ra bi kurmanciya gundê me dipeyîvin.
Carina bê daxwaz tirkî tev l’ axaftina xwa dikin.
Li ber me menzereyeke bedew xwa drêź kiriye, hemî ćiya bi rehm l’ me mêze dikin.
Em him vedixwin u him źî dipeyîvin.
Ćend ciwanên malê hatin. Me hevdu nas nedikir.
Gava min bi kurdî silav daa canikan, Nîhat got, «Ew bi kurdî nizanin, yanî fam dikin, lê nikarin bipeyîvin.».
Her kes mecbur mayî bu ku bi kurdî bipeyîve.
Yên ku bi kurdî nedikariyan yan źî tirkî dixistin nav kurdî, źi min lêborîn dixwastin.
Źiber vê rewśa nuh, źi nuh va bi kurmancî axaftin, di serê millet da tevliheviyek ćêkirî bu.
Him śaśo-maśo buyî bun u him źî dubare bi kurmancî peyîvin di wan da xususiyetên cuda derxistî bu der.
Dema em bi hawî bi hevdu ra dipeyîviyan, Elî Ekber berê xwa daa min, «Yaw Beghyanî, ev sî sal in ku kes li van derina bi kurmancî napeyîve, lê ev du sal in ku bi hatina te xelkê dîsan dest bi kurmancî kir.», got.
Min źî, «Ez fam nakim, ćima em kurmanc bi zmanê tirkan dipeyîvin u ćima tirk bi kurmancî napeyîvin.», got.
Got, «Heqqê te hee ye, lê hindî her tiśt di destê zmanê tirkan da ye, em mecbur mane. U tirs ...».

Ez dibêźim, desthilatdariya ku tirk zmanê xwa l’ me ferz bikin, me bi xwa xistiye destê wan.




Freitag, 23. Dezember 2016

Molleyên Fars U Śerrê Tunekirina Zmanê Kurdî



Em dubare bikin.
Klîta hînbunê ya sereke dubarekirin e, loma.

-
De were źî l’ halê zmanê kurdî neśewite.
Hîcar molleyên qewad yên fars ferman dane ku rê li ber zmanê kurdî were girtin.
Gotine, «Divêt peyvên zmanê kurdî yên ku di nav kar u barên fermî da tên bi kar hanîn, werin havitin.».

Ma hun dizanin ćima vê qewadiyê dikin?
Eynen weha gotine: «Źibo parastina zmanê farsî.».
Wey bila xwaliya heft gundan b’ ser serê me da biriźe, «parastina zmanê farsî» ha!
Qey ewê dinya alem aniha bibêźe yên ku ev bi sedan salan e zilmê dikin, zarokan asîmîle dikin, bi hemî dezgehên xwa, bi polês u leśkerên xwa, bi ekonomiya xwa, bi medyaya xwa milletekî tune dikin, kurd in, u farsên pînc źî qurban in!
Qey ewê xelkê alemê aniha bibêźe, źiber zilma ku l’ zmanê farsî hatiye kirin, vê gavê camêr dixwazin bi hemî hêza xwa śerrê zmanê xwa bikin!
Tevî ku van farsên segbav źi sedî zêde zmanên îranî bi tevayî asîmîle kirine, zmanê xwa ne tenê li Îran’ê, li Efxanistan, Tacikistan u li welatên derudorê kirine zmanê serdest, hîn źî dawa zmanê xwa dikin.
Tevî ku sîstema xwa ya desthilat li her derê bi cî kirine u herkesî di nav vê sîstemê da dihelînin, têrbun qet nayê aqilê van kućikan.
De hun aniha vê yekê bi halê me kurdan ra miqayese bikin.
Halê me źi yê kućikan źî xerabtir e, źiber ku aqilê me bi hemî guyan hatiye suwax kirin.
Źi hêlekê va diźminên heram îman di me da kirine bexdenus, źi hêlekê va źî partî u siyasetvanên kurd yên ku b’ kêrî pîsiya kućikekî źî nayên, her tiśt tarumar kirine u hîn źî bi dil u can dikin.
Mesele bi hemî heśmetiya xwa ya bê namusane dikarin leqleqa girîngiya zmanê "tecawîzkarê" zmanê kurdî u milletê kurd bikin.
Źiber ku bi xwa berhemeke van tecawîzan in, źi derî vê yekê tiśtekî din nas nakin.


Źixwa baś tê zanîn, her însan ligorî proxremên ku di mêźiyê wî da hatine qeyîd kirin, tevdigerre, bazara xwa dike.





Mittwoch, 14. Dezember 2016

Gava Rê Źibo Dil Vedibe ...



Źi piśtî ku rê li ber min vebu, min dîsan berê xwa daa Kurdistan’ê.
L’ duv xewnên xwa ketim u ćum.
Xewnên heeyî u mayî li gundê me li benda min bun.
Źi ćarîkek sedsalî zêdetir ez bi van xewnên xwa rabum u runiśtim.
Lê rê ye, roźekê vedibe.
Mesele ne di vebunê rê da ye.
Mesele di tunebuna wan xewnan da ye.
Gava rê vedibe, hêdî ćuyîn dibe derdê giran di dilê meriv da.
Źixwa herd herdeke bi derd e.
U dilê me źê ćêbuye.
U bîrya dilê xwa dike.
Loma źî meriv berbi xwa va dikiśîne.

Herê, ez vê havîna buhurî dubare ćum, u li herdê xwa bum mêvan.
Rast e, bum mêvan.
Her tiśt di halê xwa da bu. Yê nu ez bum.
Hêdî ne ez ew berxikê berê bum u ne źî ew gund gundê min yê berê bu.
Ez xwa b’ vir u wir da ćerx dikim.
Ewqas wext derbaz buye, meriv nizane ku l’ ći bigerre, meriv nizane ku li pey ći bikeve, li pey ći ye.
Lê śopên heeyî îcarê źi min ra dibin ciyê bextewariyê.
Ez têdigêźim ku min li vir, li vî gundî śopek li paś xwa hiśtiye.
Źixwa heger ez ne li vir bibuma, ewê ev śop źî aniha li vir nebuna.
Êś e, bi śopên mandî tê u dikeve kezeba meriv.
Ne hesin e ku meriv bi avê sar bike.
Ćendî canê meriv têśîne źî, ewćendî źî źi meriv hez dike. 



Mesut Firat: "Bela Ye Dil"



Gava ez cara yekem di havîna sala 2014an da ćuyî bum Kurdistan'ê, Mesut'ko bi Xelef'ko und Omer'ko hatî bu ba min, buyî bun mêvanê min.




Samstag, 10. Dezember 2016

Kevirên Ku Tifî Herdê Dikin


Canê min carina ewqas sivik dibe ku ...
Di van demên hilo da dibêźim heger ez barê li ser piśta xwa pićekî girantir bikim, ewê ćêtir ’be.
Divêt meriv di bin barê xwa da xwî bide, bifetise.

Lê barê li ser piśta min, barekî cuda ye.
Meriv ne dikare bibîne, ne źî dikare belaya xwa pê vede.
Wekî moriyan e.
Źê filitîn tenê fenteziyeke belek e.
Meriv ćendî źê direve, ewćendî źî pê dibe bendî.
Ew źî bi te ra direve.
Tevî ku bêhna te dićike, dilê te dike ku b’ ser kezeba te da biteqe źî, ew kêfa xwa xerab nake.
Di bedena meriv da cî namine ku nebuyî ’be pag.
Kavilên źi kevirên śkandî tufî ruyê herdê dikin.
Riyan li paś xwa ćêdikin.
Lê rev źê nîn e.
Ćimku śopên heeyî li pey meriv tên.
Źêbirin wekî xewn dimîne.
Reva di nav śopan da śopên xwa zêdetir dike.
Źibo ku meriv xwa di nav śopan da l’ śopên din nepêćîne, herhal baśtir e ku meriv xwa zêde li ciyê xwa nelivîne.

Barê min śopeke bi bela ye.
Barê min kurd in.
Kesên ku li ser śopên zmanên din dimeśin, ewê ćawan bi zmanê xwa śopekê li paś xwa bihêlin?!

Herê, śop śopa min e, bela belaya min e.
Zu yan źî dereng helbet em ê roźekê l’ hev bikevin.