«Bavo, em ê źibo ćayekê
herrin mala Xanim’ê ...», me got u em źi malê derketin.
Bi tevî kewa li ba min, em
di nav malan ra derbaz bun u hatin mala xaltîka me Xanim’ê.
Nêzîkî deh kesan li ser balkona ber dêrî hee’ bun.
Keća xaltîka me Xanim’ê li ber sêlê runiśtî bu,
nan dipat.
Lawê xaltîka me Xanim’ê Nîhat u ćend kesên din bi
hev ra ćay vedixwarin.
Li ser maseya mezin pendur, zêtun, run u selete
hatî bun daynîn.
Bi kenn u kêfxwaśî me silav daa hevdu, me hev du
pać kir.
Li ciyên ku rabuyî bun, em dan runiśtin.
Bi lez piyaleyên bi ćay tîźî kirî haniyan u
dayniyan ber me.
Ez bi
kurmanciya me dipeyîvim.
Ew źî bi min ra
bi kurmanciya gundê me dipeyîvin.
Carina bê
daxwaz tirkî tev l’ axaftina xwa dikin.
Li ber me
menzereyeke bedew xwa drêź kiriye, hemî ćiya bi rehm l’ me mêze dikin.
Em him vedixwin
u him źî dipeyîvin.
Ćend ciwanên
malê hatin. Me hevdu nas nedikir.
Gava min bi
kurdî silav daa canikan, Nîhat got, «Ew bi kurdî nizanin, yanî fam dikin, lê
nikarin bipeyîvin.».
Her kes mecbur
mayî bu ku bi kurdî bipeyîve.
Yên ku bi kurdî
nedikariyan yan źî tirkî dixistin nav kurdî, źi min lêborîn dixwastin.
Źiber vê rewśa
nuh, źi nuh va bi kurmancî axaftin, di serê millet da tevliheviyek ćêkirî bu.
Him śaśo-maśo
buyî bun u him źî dubare bi kurmancî peyîvin di wan da xususiyetên cuda derxistî
bu der.
Dema em bi hawî
bi hevdu ra dipeyîviyan, Elî Ekber berê xwa daa min, «Yaw Beghyanî, ev sî sal
in ku kes li van derina bi kurmancî napeyîve, lê ev du sal in ku bi hatina te
xelkê dîsan dest bi kurmancî kir.», got.
Min źî, «Ez fam
nakim, ćima em kurmanc
bi zmanê tirkan dipeyîvin u ćima tirk bi kurmancî napeyîvin.», got.
Got, «Heqqê te
hee ye, lê hindî her tiśt di destê zmanê tirkan da ye, em mecbur mane. U tirs
...».
Ez dibêźim,
desthilatdariya ku tirk zmanê xwa l’ me ferz bikin, me bi xwa xistiye destê
wan.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen