Dienstag, 28. November 2017

Bi Hiśê Heśyar Xewn Ćênabin



Śahidê ćîroka xwa me, loma di śerrê xwa da pićekî bi rik im.
Hun dikanin pićekî bi rik im bigirin u bikin pirr bi rik im źî.
Teśeya śerrê di serê me da ava xwa źi xewnên me vedixwe.
Ez ê pêda nerrim u belaya xwa l’ xewnan nedim.
Lê carina źi xwa dipirsim u dibêźim, ćima ev xewnên me tenê reś u spî ne?
Divêt di vê reś- u spîtiyê da ćîroka ćêbuna me vêśartî ’be.
Źi bîr nekin ku ćîroka rengên di ćavên me da pitikeke bexśandî ya buka barana ezmanê me ye, u pitikeke bi du ćavî ye.
Genên ku di mêźiyê me da desthilatdariyê dikin źixwa źi halê xwa bextewar in. Heger bi vî hawî herre, ewê heta hetayê rengê reś u spî źi me ra bihêlin, u bibêźin: „Hun u ćîroka we ev e u hew!“.
Bifikirin carekê, bi sedan mîlyonan sal in ku ev genên bêbav bune xwadiyê me, tevî ku b’ kêrî pîzaveke xerabe źî nayên.
Em di binhiśê xwa da bune mehkumên ebediyen.
Heger hun bi ya min bikin, hun hêsaba serhiśê xwa qet nekin; ćiku guzeke puć e, śarlatanekî bê ser u ber e. Kesê ku li pey serhiśê xwa źiyana xwa ava dike, di dawiya dawîn da heyfa xwa b’ źiyana xwa ya neźiyayî tîne. Loma źî berê xwa nedin îddîayên bê hiś. Meriv hiśk dikin.
Ka carekê bala xwa bidin peyva hiś u hiśk, ćendîn l’ hev diśibin, ne? Heger we bala xwa bidaya zmanê kalikên kalikên xwa, we yê di zmanê wan (u we) yê di dema hezretî Nuh da bidîta ku yek wekî *hus-i- „guh“ (= kurdî hiś) u yek źî wekî *sus-k(ʷ )o- „hiśk“ bu.
Ćeneyê xwa nexurînin bi her du tiliyên xwa, hun ê di dafikên mêźiyê xwa da riya xwa handa bikin. Ne hiśê heśyar u ne źî ćoyê hiśk bi keremet in.
Li ber xwa nekevin, yê mayî źi yê ćuyî xerabtir nîn e.
Ćima yê ćuyî hertim ew ćend śîrîn e? Tiśtekî sosret e.
Tovê di laśê we da bila carekê tava zer ramuse, ewê yê ćuyî dîsan b’ śun da b’îne.
Zerreya ku di nav mîlyaran salan ra derbaz buye u hatiye, ewqas bi hêsanî dest źi ćîroka xwa bernade. Loma zêde serhiśkiyê nekin, serê xwa bi serhiśê xwa ne’êśînin, hun ê pê ra wêran bibin u herrin.
Źixwa roźa ku zerreya di we da got teq u ću, ewê li paś we tenê kavilistaneke kozmîk bimîne.
Bihaya/qîmeta zerreya di xwa da bizanin, mêratê, bi mîlyaran sal kevin kiriye, ewê we źî kevin bike.




Samstag, 18. November 2017

Rooź Li Ber Camên Reś Asê Maye!



Canê me ew ćend freh u sivik buye ku hêdî em dikarin xwadê źî bê feture bifrośin.
Lê bazara ku me wekî bazirganê xwa qebul bike, tun e.
Ćiku di me kurdan da ev huner runeniśtiye. Hunera ku di destpêka ćêbuna xwa da mahneya hêza rihê nêr ya baś/ćê dida, hîro di mala me da ketumî buye.
Mêrdîn'a xezalkî
Me carekê bendika zmanê xwa kêr kiriye.
Gava peyv źi devê me derdikevin, nizanin ku berê xwa bidin ku.
Tu yê bibêźî belkî gotineke bi hezar u yek śîroveyan e ev peyva ku źi devê me derdikeve.
Yê ku guh dide me, yan li ber nezaniya xwa yan źî li ber dîntiya me dikeve.
Gotina ku źi mêźiyê śêlo derdikeve źixwa nikare źi întixarê bifitile.
Peyva ku bi bêdengî întixar dike helbet bi ʰêś e.
Camên di nav dîwarên malên me da li ber ćavên me reś bune. Źibo ku em bikarin careke din peyva îxanet li ser reś bikin, cî nemaye. Em li paś camên xwa kor bune. Rooź li ber deriyên malên me nimêźa camên sayî dike. Naxwaze di nav deriyê vekirî ra bikeve nav malê. “Tu kâînatê li paś xwa bihêle u were li ber camên kurdan derbeder ’be!”, dibêźe. Loma bi rik e u naxwaze źi rika bavê xwa da’keve.

Dibêźin kurd ketine nav xwaparastinê.
Heger ew dîwarên mala me nehatina tarumar kirin, me yê bigota “helbet, ćima na!”.
Lê dîwar źi hev ketine, camên sayî yek bi yek hatine śkandin, banî b’ ser me da hatine teqandin, hîn źî em behsa xwaparastinê dikin.
Mala kurdan źi binî va av bi av ćuye, hîn źî kurd behsa ćareseriyên aśtiyane dikin, dawa bratiyê dikin.
Heger bratî bi peyvan bihata frotin, pêwistî b’ malzarokên dayik u źinên kurd nedima.

Kurdê kundir źi bîr dike ku meriv dikare hevalên xwa hil’biźêre, lê nikare xwang u brayên xwa hil’biźêre!




Samstag, 11. November 2017

Hstêrk Diteqin, Lê Kurd Nateqin!



Melekê binemala bavê xwa li ser daxwaza xwadê daketiye ser herdê.
Xwadê di meseleya „kurdan“ da śaśo-maśo buye, hindî ew źî nizane ku ći bike.
Di civîneke girseyî da digel melekên xwa hêrs dikeve, źi ciyê xwa dipengize u radibe ser piyan.
Newroz'a 2017an, Akre.
Pêśta bi hêdîka serê xwa li salonê digerrîne, l’ melekên xwa mêze dike.
Dixwaze bandora mista xwa ya li ser masê teqandî, bibîne.
„Kuro, min źi halê van kurdan tiśtek fam nekir u hew!“, dibêźe.
Melek li ser kursiyên xwa yên made in kurdish zêde kêfa xwa xerab nakin.
Xwa bi xwa ra, „Bavo, źixwa me źî tiśtek źi wan fam nekir“, dibêźin.
Dilê xwadê bi kel e:
„Gava min bihiśta li ser herdê ćêkir, min got bihiśt u bedewî pirr l’ hev tên. Loma min got heger ciyê bedew u bihiśta min ha li wî ciyî ’bin, ewê ćêtir be. Min rabu li ser wê herdê kurd ćêkirin, pêra min di nav bihiśta kurdan da bihiśta xwa ćêkir. Ez serê xwa ne’êśinim, hêdî kêr gêhiśtiye gewriya ezmên, ez nizanim ew kurdên pepuk li bihiśta min ći dikin! Źixwa min dest źi bihiśta wan berdaye. Melekê belek dibêźe heger bi vî hawî herre, ewê kundir źî li bihiśta min ćênebe. Îcarê kundir ha!“
Hewa bi têra xwa giran buye.
Hstêrkek li geleksiya cîran dike teq u diteqe.
Xwadê źi niśkê va dikuxe.
Kurd li ser kolanên xwa runiśtine, l’ ezmên mêze dikin, „Xwadê mezin e, li paś teqa vê hstêrkê bextê me vêśartî ye.“, dibêźin.




Dienstag, 7. November 2017

Hezretî Edem Bi Sêva Kurdistan’ê Heśyar Buyî Bu



Kurdistan u Roźhilata Navîn ewćend tevlihev buye ku meriv nikare meselê źi hev safî bike.
Kî bi kê ra ye, kî źi kê ći digire u dide, lîstikvanên di nav van lîstikan da bi xwa źî nizanin.
Herdeke śemitî xwa li temamê Roźhilata Navîn drêź kiriye.
Kesên ku li ser vê herdê digerrin, dikarin źi niśkê va bibin ćîrok u herrin.
Ku meriv carekê śemitî, źê pê va źi kîsa bavê xwa ću.
Źixwa neśemitîn karê mêrê bi heft gurćikan e.
Herkes bi herkesî ra dost e, herkes bi herkesî ra diźmin e.
Heger em ligorî peyva kurdî diźmin meselê śîrove bikin, yanî bi kurdiya źi berî sê hezar salan, herkes duś-manah- e, yanî herkes  yê xwadî fikirê bed/xerab e.
Hun l’ peyva me doźeh źî bifikirin, źi eynî kaniyê tê.
Źi bîr nekin ku diźmin u doźeh ćendîn l’ hev diśibin.
Diźmin, doźeh, tevî ku di dema xwa ya berê da kurdan mesele pićekî fam kirine źî, źibo kurdên di vê sedsalê da meriv nikare eynî tiśtî bibêźe.
Kurd li ser nîgên xwa nameśin. Nîgên kurdan ligorî ćavên li der u dorê terrin u tên.
Kurd li ser nîgên xwa źibo xwa naśemitin źî.
Źibo ku meriv bikare li ser nîngên xwa źibo xwa biśemite, divêt haya meriv źi merivbuna xwa hee’be. Divêt meriv nîgên xwa tenê di ber menfeetên xwa ra bide śemitîn.

Li baśurê Kurdistan’ê „kurdan“(?) bi destê xwa nîgên hevdu śemitandin.
Helbet ne źibo xwa mala bavê xwa.
Molleyên fars, ereb u tirk vê gavê li ser vê śemitînê mala xwa ava dikin.
Lê źibo ku meriv li ciyekî ava bike, divêt li ciyekî din źî wêran bike.
Êraq’ê budceya Kurdistan’ê źi % 17an daxist źi % 12an.
Źixwa di dawiya dawîn da ewê pangnotekê źî nedin kurdan.
Hindî navê „Kurdistan“ źî bi kar nayînin, qedexe ye.
Doh birryar girtin u di derbarê 25 perlementên kurd da cezaya îdamê dixwazin, źiber ku tev l’ „rêferenduma serxwabuna Kurdistan“ê bune.
Mîna ku kurd ćend sotalên li ser kolanan ’bin, bi ćo u tiliyên xwa pê ra dipeyîvin.

Kurdê śemitî nikare hêsaba du kîlo śekir u xiyaran źî bike.
Lê mixabin ev kurd rêvabiriyê dike.

Hezretî Edem bi gezeke źi sêveke Kurdistan’ê źi fenteziyên xwa heśyar buyî bu, lê kurdan li temamê Kurdistan’ê ne sêv, ne heruk u ne źî hermî hiśtin, dîsan źî źi fenteziyên xwa yên bi zengilîn heśyar nebun u nabin.