Montag, 30. Dezember 2013

Fobiyên Ruhî U Mêźiyên Îslamîstan


Aha ev e saleke din źî  li paś me dimîne.
Sibeh nîvê śevê  em ê bikevin sala 2014an.
Di dema zaroktî u ciwantiya min ya bi agir da sersal źibo min buyereke cihê bunn.
Lê mixabin di wan demên bi agir da min qet derfet nedît ku ligorî dilê xwa kêfekê bikim, mesele herrim śayiyekê.
Źi piśtî ku ez hatim Swîsre’yê derfeta ku ez bikarim pîroz bikim, ćêbu.
Lê îcar ez pêhesiyam ku di min da ew kelecaniya zaroktiyê, ew kelecaniya ciwantiya min nemaye.
Tevî ku ez carina ćume cem nas u hevalan źî, êdî ew hîssên berê di min da xuya nedibunn.
Herhal her tiśt di wexta xwa da xwaś e. Ne «herhal», bi xwa ev e.
Loma źî divêt meriv bi fikir u hestên mezinan yên ku hatinne kone kirin rê li ber zarok u ciwanan negire. Ew kelecaniya źiyanê ya ku di wan da hee ye, yeke biyoloźîk e u mixabin ku sînorkirî ye. Li dor salên 20an bi hêdîka ew ênerźî handa dibe u terre.
Dibe ku hun aniha bibêźin, «Hîcar ev lotik ći bu, xalooo?».
Mesele ev e. Min hîro di nav nućeyan da tiśtekî sosret dît, loma.
Di nućeyê da hilo tê gotin:
«Endamê Polîtburoya Komela Îslamî ya Kurdistanê Dilşad Germiyanî li ser rûpela xwe ya Facebookê wiha nivîsiye: ‘‘Beşdarbûn, pîrozkirin û dilxweşî di sersala cejnên derveyî Îslamê de heram û bîde ye û bi tu awayî çênabê rê li ber wan vekirî be.’‘
Germiyanî wiha dibêje: ‘‘Tenê du cejnên me yên Remezan û Qurbanê hene. Herwiha ger beşdarbûna di wan cejnan de karekî xêr û baş û bi hikmet û Xweda perestî bûya Pêxemberê Xwada ferman dida me.’‘
Hêjayî gotinê ye doh Îslamiyên Erebistan Siûdiyê jî pîrozbahiyên cejna sersala zayînî heram kiribûn. Her sal hevwelatiyên Herêma Kurdistanê bi ol û baweriyên cuda sersala zayînî û Newrozê bi germ û gurî pîroz dikin û beşdarî cejnê dibin.».
Ez nizanim em ê heta kengê derdê van îslamîstên xwînxwar u qetîl u tecawîzcî bikiśînin.
Mêro di bin navê îslamê da hemî qewadiyan dikin.
Ellah u ekber dibêźin u li ser kolanan tecawîzî źin u kećan dikin.
Hîcar di nav van demên dawiyê da li herêma baśurê Kurdistan’ê źî harr bunne.
Xwa bi xwa wekî ereb, fars u tirkên segbav ayetan diśînin.
Źixwa di bin navê îslamê da roź derbaz nabe ku hêrîś neben ser kurdên êzdî yên belengaz.
Di mizgeftan da weîzan didin, kuśtina wan teśfîk dikin, wan bi śeytaniyê sucdar dikin, ...
De were źî li hemberî van bê baviyan neteqe, bavê mino.
Ez hêvîdarim ku ewê kek Mesut rê li ber van heraman bigire, serê wan ne tenê carekê, lê tam hezar u yek caran l erdê bixe.
Bi ći hawî dibe bila bibe, ćênabe ku qewadên heram di nav milletê kurd da dîn wekî alet bi kar b’înin u milletê kurd źi hev belavela bikin, źixwa diźminan bi têra xwa kiriye.
Li hêla din źî, źiber ku êzdî xwadî heźmareke mezin nîn in, lê dîsan źî bi hemî van qewadiyên ku l wan hatinne kirin dest źi zman u ćanda xwa bernedanne.
Hîro li seranserê cîhanê yên ku bi zman u ćanda bav u kalan wekî kurd diźîn, ew źî êzdî ne.
Êzdî roniya li ser Kurdistan’ê ne, ćênabe ku bi destên qewadên bê kezeb werin hêśandin.

Ez ê pê feleket b’êśim, ev diyar e.


Sonntag, 29. Dezember 2013

HERODOT: «Medan Qehremanî Nîśan Danne» -2-


Ligorî ragiyandinên Herodot yên efsaneyî, tê gotin ku Dahyuka di nav xelkê med da bi taybetmendiyên xwa yên herênî roź bi roź zêdetir hatiye nas kirin.
Pêśta li gundê xwa, paśê źî li gundên derudorê navê wî belav dibe.
Pêra pêra li temamê herêma xwa ya medan wekî śexsekî giyayî, serwext, ruspî u bi kerektera xwa ya durbîn derdikeve pêś.
Pêxember Zerdeśt li pêś
qrel Vîśtaspa ye li qesra wî
(resimeke li agirgeha li Îsfehan’ê).
Dahyuka di nav millet da di derbarê rewśa heeyî da fikrên xwa hilo tîne zmên:


«Hindî/êdî bi vî hawî drêź nameśe; źixwa ku me bi vî śiklê aniha berdewam kir, em ê nekarin li welêt biźîn/bimînin. De werin em qralekî daynîn serê xwa! Ewê welat bi vî hawî baś were bi rê va birin, em ê bi xwa źî bikarin bi kar u barên xwa yên daîmî ra bilî/miźul bibin, [em ê] ne źiber di nav rewśên bê qanunî da mecbur bimînin ku welatê xwa terk bikin.» (Herodot, Dîrok, I 97).

Gava dema hilbiźartina qralekî tê, millet birryar dide ku Dahyuka bibe qrelê wan.
Helbet qasî ku di efsaneya ragiyandî da xuya dibe, Dahyuka bi xwa dil nedikiriye ku ew wekî qrel were hilbiźartin.
Lê millet di vê birryara xwa da êsrar kiriye.
Dawiya dawîn Dahyuka birryara wan qebul kiriye u li welêt buye qrel. Wî pêśta qesrek daye ava kirin. Mesela sîstema huquqî di nav xelkê da daye runiśtandin.
Roźekê di nav civînekê da gotiye, ez naxwazim li hêlekê li ser mafan bipeyîvim u li hêla din źî di nav mercên bê heqq da biźîm.
Źiber vê yekê ye ku źi wan daxwaza guhertina mercên xwa kiriye, daku bikare baśtir mafên herkesî biparêze, him di gotin u him źî di kirinên xwa da.
Helbet millet vê daxwaziya wî dipeźirîne u bê hirregirr tîne śunê.

Źi piśtî demekê Dahyuka di nav gel da huquqê bi temamî cî dike, hetta hetta bi śiklekî hiśk bi bîr u baweriyên xwa va girêdayî dimîne.
Herodot hilo dibêźe:

«Dahyuka xelkê med xistiye bin desthilatdariya xwa u ew bi rê va biriye. Eśîretên medan ev in: Buser, Paretekaner, Struxater, Arizanter, Budiyer u Mager. Gelek eśîretên medan hee ne.» (Dîrok, I 101).
Źi piśtî mirina Dahyuka lawê wî Fravartîś desthilatdariyê digire destê xwa u tam 53 salan qreltiyê dike. Paśê seferekê li hemberî farsan orxenîze dike,. Pêśta wan têkdibe u pêra źî wan dixe bin desthilatdariya xwa.

Berxikino, ma źi vê pîroztir serfirazî dibe, hi?


Samstag, 28. Dezember 2013

HERODOT: «Medan Qehremanî Nîśan Daye» -1-


Bêguman dîroka milletê kurd nehatiye nivîsîn.
Ewê hîn bi deh salan źî weha bimîne. Ti hêvî tun e ku kurd, siyasetvan u partiyên kurdan bikarin di nav demeke kurt da rê li ber vê bobelatiyê vebikin, derfetan peyda bikin, nifśên nu li zangehan bidin xwadin, daku ew źî bikarin bi vî karê hezar salan yê tarumarkirî ra bilî bibin.
Źixwa diźminên milletê kurd dîroka milletê kurd ligorî menfeetên xwa yên mîllî bi têra xwa tarumar kiriye.
Helbet sebebên vê yên psîxoloźîk hee ne, loma dikin.
Di bîra milletê kurd ya netewî da tehrîbetên mezin ćêkirinn. Hîn źî bi hemî hêza xwa didomînin.
Źiber ku heta hîro di nav tevgerra kurd ya siyasî da xususiyeteke «netewî» ćênebuye, hemî hêza milletê kurd di ber menfeetên hizbî ra hatiye berhewa kirin.
Menfeetên śexsî u hizbî di nav hemî kar u baran da bunne sereke. Elementên ku milletekî dikin millet di bin navê îdeoloźî u partiyan da yek bi yek hatinne źehr kirin, hatinne tune kirin.
Drêź nekim, źixwa halê me ha ev e li holê ye.

Hezretî Zerdeśt li ba agirgeha Ahura Mazda.

Ez dixwazim werim ser qralê medan/kurdan yê ku ligorî ragiyandinên nivîskî di nav dîrokê da cara yekem yekîtî di nav eśîretên medan da ćêkiriye u roleke pirr bingehîn lîstiye.
Mesela xalê me Herodot di derbarê wî da gelek înformesiyonan dide.
Tevî ku bi tevayî nayê zanîn źî, divêt di navbera 700-800-900 salên źi berî mîladê źiyî ’be.
Navê wî «Dahyuka-» buye.
Herodot navê wî di yonaniya kevin da wekî «Dēiokes» qeyîd kiriye. Di nav zmanên din yên li roźhilata navîn da wekî «daiukka-» xuya dibe.
Peyîv bi xwa źi kurdiya kevin «dahyu-ka-» tê u mehneya «welat, dever, nîśtegeh, ...» dide.
Ev peyîv di Avesta’yê da źî derbaz dibe «daŋiiu-, daxiiu, ...».
Di kurdiya kirdkî/zazakî da hîn źî wekî «dew» di wateya «gund» da tê bi kar hanîn.
Bi kurt u kurmancî, xalê me Herodot hilo dibêźe:

«Gava asuran 520 salan zêdetir li Esye’ya źorîn desthilatî kirinn, cara yekem medan dest pê kirinn ku źi wan vebiqetin. Dema ku źibo azadiya xwa li hemberî asuran śer kirinne, xwa wekî qehreman nîśan danne. Koletî hilweśandinne, azadî bi dest xistinne. Lê źi piśtî medan wan xelkên din źî wekî medan kirinne.» (Herodot, Dîrok, I 95).



Donnerstag, 26. Dezember 2013

Modeya Kinc U Bergên Kurdan Ya Bi Hezaran Salan -2-


Bêguman mode tiśtekî ebstrekt e, pirr zu dikare di nav xwa da guhartinan ćêbike.
Źiber vê yekê ye ku di nav civakan da pîśeyeke bi navê «mode» derketiye.
Helbet divêt meriv hindek hêlên modeyê yên klesîk u daîmî źî źi bîr neke.
Mode ne mecbur e ku śev u roź di nav xwa da biguhere.
Lê mixabin ligorî normên hîro yên modern ev buye mecburiyetek. Di vir da zêde kirina kapîtalê buye bingeh. Dan u standin, hafirandin, tev ligorî śertên bazarê tên bi rê va birin.
Berhemên hafirandî bi tevayî źî ligorî hest u zewqên merivan yên kurtedemkî têne amade kirin.
Źiber vê hindê ye ku bazara van kinc u bergên hafirandî li ser bazarê zêde nikarin di rewacê da bimînin.
Mode êdî di destê fîrmeyên mezin da buye hobiyeke bi hêz. Camêr însanan ligorî menfeetên xwa dîzayn dikin. Mesele źi salek berê da modenasên hemî fîrmeyan li ciyekî tên ba hevdu u rengên ku ewê di sala tê da wekî mode werin bi kar hanîn, diyar dikin. Ango camêr rengên kincan, erebeyan, turikan, solan, mobîlyeyan ..., hemiyan źî amade dikin u paśê źî dest bi îmeletê dikin.
Tabî di dema berê da ew luksa hîro tune bu.
Îmkana hemî mode u rengan tune bu ku xwa îddîa bikin.
Bêguman di nav van hezaran salan ra gelek berhemên ku hatî bunn hafirandin, handa bunn u ćun. Ev seleksiyona xwezayî di nav hemî huneran da bi vî hawî ćêdibe.
Yên ku hestên însanan di berhemên xwa da baś dikarin b’înin zmên, pirr baś dikarin hîtabî hestên wan yên biyoloźîk bikin, bivêt-nevêt dibin mayînde.
Me got kinc u bergên kurd ...
Źibo vê yekê pirtuka pêxember Zerdeśt źî ćavkaniyeke pirr girîng e (digel pirtuka RigVed ya Hîndistan’iyên berê).
Di nav Avesta’ya Zerdeśt da înformesiyonên hêźa yên dîrokî hee ne, ku li benda lêkolînên zanyarî ne.
Gava împeretoriya medan ketî bu destê farsên segbav, farsan di śevekê da her tiśtê aîdî medan kir yê xwa.

Mesele xalê me Herodot dibêźe:
«Farsan cil u bergên medan li xwa dikirinn. Źiber ku ligorî baweriya wan (yên medan) źi yên wan xwaśiktir bunne, ...» (Herodot, Dîrok, I 135).
Bêśik farsên heram digel medan xwadî kompleksên mezin bunn; di her warî da.

Lê van bê bavan bi hezar u yek lîstikan xwa śibandin medan u paśê źî bi lîstikên qesrî bê teśxele destê xwa daynîn ser desthilata medan u ew kirinn koleyên xwa.
Źibo vê yekê źî Herofot dibêźe:
Medekî li qesrê.


«..., farsên ku demekê koleyên medan bunne, aniha bunne mîrên/xwadiyên medan.» (Herodot, Dîrok, I. 129).
Gelo ew kurdên ku hîro bi zmanê tirk, ereb u farsên qewad bîst u ćar seetan dikin ewteewt, ći ne?
Kompleksên wan, śexsiyetên wan yên têkćuyî îcar ći dixwazin îspat bikin, źibo ku tirk, ereb u farsên tecawîzcî ćend hestiyên pîs b’avêźīn ber devên wan?

Mittwoch, 25. Dezember 2013

Modeya Kinc U Bergên Kurdan Ya Bi Hezaran Salan -1-



Ez dixwazim hîro pićekî li ser modeyê bisekinim.
Mode, źi destpêka ku meriviyê dest bi îcadkirina aletan kiriye u b vir da, hee ye.
Helbet ez peyva «mode» di wateya xwa ya freh da bi kar tînim.
Mode, digel têkiliya di navbera mêźî u destan da wekî encameke dinyeyî u hunerî xwa daye der.
Di nav hemî xelkên cîhanê da bi śiklekî cihê rudaye.
Herkesî ligorî fikrên xwa yên ku di nav hawîrdora wî/wê da pêk hatinne, modeyeke takekesî u komî hafirandiye.
Tabî divêt meriv rola rengan ya di nav cîhana modeyê da źî źi bîr neke.
Bi dibêtiyeke mezin, dibe ku di destpêka modeyê da rengan cara yekem roleke pirr esasî lîstî ’be.
Naxwazim bi spekulesiyonan bikevim nav îddîayan, źiber ku źibo vê yekê belge lazim in.
Lê ew źî mixabin ne hêsan e ku źi piśtî bi mîlyonan salan were bi dest xistin.
Heger ez śaś nebim, di nav gelek śkeftan da resimên ku bi deh hezar salan kevin in, hatinne dîtin.
Bêguman resimên ku bi rengan hatine ćêkirin, ne pêkan e ku demeke pirr drêź li ber xwa bidin.
Lê pergalên ku hatinne ćêkirin, ne hilo ne, dikarin bi mîlyonan salan handa nebin, źi hev nekevin. Źixwa źibo vê yekê bi mîlyonan pergalên li paś mayî hee ne u bê navber yên nu lê têne zêde kirin ...

Gava ez mode dibêźim, mebesta min bi vê ev ćend hezar salên dawiyê ne.
Źixwa źi piśtî niśtecîbuna însanan cara yekem di nav asteke din ra derbaz bu u heta hîro hat, yanî śoreśeke pirr esasî ćêbu.
Źi derî zmên, li hêla din kinc u bergên her milletî yên dîrokî źî di derbarê ćand, dîn, exlaq, fikir, estroloźî, metemetîk, geoxrefî, seksuwelî u hwd. da gelek înformesiyonan didin.
Lê divêt meriv bikare wan înformesiyonên ku di nav van cil u bergan da hatinne nexśandin, bibîne. Źibo vê yekê metodên zanyarî yên ekedemîk pêwist in, lêkolînên pirr mezin yên bi salan lazim in ...

Bêguman di derbarê lêkolînên dîroka modeya kurdan da gelek înformesiyonên hêźa hee ne.
Mesela gerrokên dema yonaniya kevin gelek caran ćuyî bunn Kurdistan’ê. Camêran di derbarê źiyan u ćanda kurdan da gelek haydarî danne.
Mesele Herodot li ciyekî dibêźe, «Gava em li wir ba nahalê bunn, źinên med źî li ber avê bunn. Źi xwa bi bawer tevdigerriyann, qet tirs di wan da xuya nedibu, pirr rehet bunn. Kincên wan drêź, bi rengên curbecur bunn. Źi hućikên baskên wan bi taybet beśên drêź berbi źêr dardakirî bunn ...».
Helbet herkesê ku kincên źinên kurd yên hîro nas dike, qey meriv dibêźe xalê me Heredot kinc u bergên źinên kurd yên vê dema me terîf dike.
Hîcar ev nîśana ći ye?

Ev nîśana xurtî u efsuniya kultura milletê kurd e, ku źi ćavkaniyeke weha bi hêz u źi dîrokeke kur u dur tê.





Dienstag, 24. Dezember 2013

Li Kurdistan’ê Śerr, Fuhuś U Menfeetên Hizbî -3-

Ćima siyasetvan u partiyên kurdan naxwazin li ser «fuhuś u tecawîz»ê bipeyîvin?
Ćima dîrekt yan zî îndîrekt rê li ber ektuwelbuna miźara fuhuś u tecawîzê ya di nav civakê da digirin?
Meriv heźmara pirsan dikare zêde bike.
Lê źixwa mesele tê fam kirin, loma źî pêwistî pê tun e.
Dîsan źî ez dibêźim di bin vê bê dengiyê da menfeetên wan yên śexsî u hizbî hee ne.
Ti hêz u śexs mêyl nake ku di nav civakê da miźarên ser’êś bikevin nav roźevê.
Ev reeksiyoneke biyoloźîk e.
Pirr zu dikare li hemberî hêza desthilatdar bê rehetiyan derbixîne holê u hetta hetta dibe ku bi śiklekî nepayî protest berê xwa bidin berbi śexs u partiyên źê berpirsiyar u desthilatdar.
Loma ye ku ev śexs u partî bi miźarên ku xwadî hessesiyeteke nazik in, bi miźar u buyerên din menîpule dikin, ligorî menfeetên xwa yên śexsî u partiyî nirxên su'nî peyda dikin. Ku nebu źî bi xwa dihafirînin.
Hindek kes baweriyên merivan yên dînî îstîsmar dikin, di bin ala dîn da rê li ber hemî aciziyan digirin.
Hindek kes di bin demoxresî u sosyelîzmê da vê dikin.
Hindek kes bi teoriyên ku źi binî heta serî bi tirs u feleketên mezin hatinne honandin, bi fenteziyên ku xêrnexwazên źi der va dixwazin civaka wan tarumar bikin, bi navbera medyaya xwa ha ha bi śev u roź mêźiyê millet yek bi yek kelempće dikin ...

Tevî ku ev rastî ye źî, di nav civakên pêśketî da pêkhanîna vê yekê hewqas hêsan nîn e.
Di nav van civakan da dezgehên serbixwa u azat yên sîvîl hee ne, kes u dezgehên ku fikirên din temsîl dikin, hee ne.
Partiyên diźber hee ne ...
Di nav sîstemeke hilo da ti îmkana hêza desthilatdar nîn e ku her tiśtî ligorî fikir u menfeetên xwa dîzayn bike.
Mixelefeta di nav civakê da rê nade menîpulesiyonan.
Di vir da têgêśtina heebuna zeruriya mixelefetê girîng e.
Ti sîstemeke însanî ne di wê qudretê da ye ku bikare bê teref bimîne. Ev yek di nav hemî źîndaran da eynen weha ye.
Źiber vê yekê ye ku heebuna mixelefetê di nav hemî millet u civakan da sebeba heebun u tunebunê ye.
Millet u civakên ku ev dezgehên sîvîl, hevahengî, pirrdengînî u pirrrengînî di nav xwa da nehafirandinne, mehkumî pućbunê ne.
Di pêśketina milletên li Ewrupe’yê ev xusus sebebên esasî ne.
Loma Ewrupe’yî li seranserê cîhanê desthilatdariya xwa fireh dikin ...

Tabî meseleya me kurd bi xwa ne.
Mixabin ku di nav civaka kurdan da him tirk, ereb u farsên qewad u him źî kurdan bi xwa sîstemên despot, totelîter, feśîzan u dîktetorî hafirandinne.
Di vê miźarê da hîro sebeba źihevketin u pućbuna civaka kurd fikir u nêźîkbunên nexwaś yên takekesî u partiyî hee ne.

Pirseke pirr maqul...
Kê heta aniha bihîstiye ku partiyeke «kurd» ev miźara bi tecawîz u fuhuśê va girêdayî di nav civak u medyayê da xistî ’be roźevê?
Kesî nekiriye ku kesekî źî bihîstî ’be.
Ê ćima nakin?
Divêt di bin vê mangeyê da golikekî hustîqalind hee’ ’be, loma canikino, loma.







Montag, 23. Dezember 2013

Li Kurdistan’ê Śerr, Fuhuś U Menfeetên Hizbî -2-



Baś tê zanîn, di nav śêêrr/śerrî da bi taybet zarok u źin zirarê dibînin.
Taybetmendiyeke dagirkeran e, terrin ku bila herrin, «fuhuś u tecawîz» di nav xelkên binxistî da streteźiyeke wan ya esasî ye.
Helbet ev fuhuś u tecawîz tenê di nav sîvîlên li der da nayên kirin, dîsan di nav girtiyên di nav hepsan da źî sîstema xwa ya tecawîzkirinê bi zor u zilmê prextîze dikin.
Ne tenê źi hêlekê va, lê bi hemî hêlan va dixwazin li Kurdistan’ê u di nav kurdên ku li baźarên tirkan belav bunne da rencîdekirina xurura kurdan pêk b'înin.
Kirinn źî.
Hîn źî dikin. U ewê her u her bikin źî.
Di dema zilma li hepsa Amed'ê ya di salên 1980an u b vir da kêm girtî źi tecawîzên tirkan xelas bunne, ći keć, ći źin u ći źî mêr. Źiber van tecawîzan gelekan źi wan xwa kuśtinne.
Lê bi heśkere li ser nayê axaftin.
Di nav van 30-35 salên dawiyê da gelek kurd mecbur mann ku gund u navćeyên xwa terk bikin. Tirkan bi zanetî gundên wan wêran kirinn, daku ew kesên ku li źiyanê mayînne, bar bikin u herrin.
Eynen wilo źî bu.
Li dor pênc hezar gundên kurdan tarumar bunn.
Bi van barkirinan tirkan derbeyeke pirr xedar li milletê kurd xistinn. Di nav hemî milletan da gundî gerentiya zman u ćanda wî milletî ne. Derbeya xedar ya li ser gundiyan bi tunebuna wî milletî va yek e.
Li dor pênc mîlyon kurd ćunn li deverên nenas cî bunn.
Tabî vê yekê rewśa aborî ya kurdan felc kir.
Kurd li nav baźarên Kurdistan’ê u li yên tirkan ketinn nav halekî pirr berbat.
Źiber gelek hegerên cihê yên siyasî rewśa wan ya maddî roź bi roź xerabtir bu.
Mixabin dezgehên ku bi navê kurdan radibunn źî li hemberî vê śerpeziya bi lanet bê xîret bunn.
Tevî ku heta hîro stetîstîkên fireh u zanyarî nehatinne kirin źî, gelek keć u źinên kurd mecbur manne/dimînin ku laśên xwa bifrośin.
Di nav gelek malbatan da ev tiśtê ku dihate u tê kirin, mîna ku qet nebuye u nabe, tê piśtguh kirin.
Źiber ku ti tercîheke din nemaye u tun e.
Tê gotin ku êdî di vî warî da bazareke mezin ćêbuye.
Mesela kurdên me yên ku źi roźavayê Kurdistan'ê reviyanne u hatinne bakurê Kurdistan’ê, ćunne baźarên tirkan, rezîl u riswe bunne. Keć u źinên kurd bi hezar u yek lîstikan dikevin/dixin destê mafyeya laśfrośiyê.
Nebuna dezgehên kurdan yên mîllî karê vê mafyeyê ewqas rehet kiriye ku, êdî pêwistî bi tirsa źi ti ciyekî nemaye. Loma źî her tiśt li ser bazarê heśkere ćêdibuye.

Bêguman meriv nikare l wan malbatan, keć u źinan rexneyan bike u bi dilekî haś xwa źê xelas bike.
Źixwa heqqê siyaseta kurdan qet tun e. Qasî tirkên segbav, partî u siyasetvanên kurd źî źi vê yekê mesul in.
Di nav vî śerrî da hemî îmkanên źiyanê yên van însanan hatinne tarumar kirin, źi derî laśfrośiyê ti tiśtekî din źi wan ra nehatiye hiśtinn.
Helbet źi vê rewśa bi vî hawî qasî gramekê źî aciz nîn in, berevaźî pê kêfxwaś in źî.
Tirk him bi wêrankirina Kurdistan’ê, tarumarkirina civaka kurd u him źî bi bikaranîna keć u źinên kurd yên źibo zewqa xwa źi rewśa heeyî gelekî memnun in.
Lê sekina partî u siyasetvanên kurd di ser hemî qewadiyan ra ye.
Li śuna nexwaśiya ku di nav millet da belav dibe, roź bi roź kîmyeya milletê kurd xerab dike, ew hêsabên xwa yên siyasî dikin. Źi halê xwa ewqas memnun in ku, bi îdeoloźiyên herî segbav li dor maseyan qala siyaseta xwa ya gerdunî, unîversel, înternêsiyonelîst u sosyelîst dikin, qala rêberên xwa yên bê dem u bê sînor dikin, tevî ku b kêrî miśkekî źî nayên.
Ez pêśeroźa van rêberên belaś qet naxwazim b'înim ber ćavên xwa źî, ewê di bin îfedeya hêsaba xwa ya giran da feleket bifetisin, ev dîyar e.

Li Kurdistan’ê Śerr, Fuhuś U Menfeetên Hizbî -1-



Fuhuś miźareke giran e.
Fuhuś tabuyeke mezin e di nav civaka me da.
Źiber vê yekê ye ku di medyaya me kurdan da qet li ser vê qewadiya me kurdan nayê sekinîn, źiber ku siyaseta me kurdan ya ku buye sebeba vê fuhuśê, normên exlaqa beredayî, menfeetên hizbên me ... rê nadin. 
Bi mîlyonan kurd di eynî rewśê da ne. Yek źi yê/ya din xerabtir e ... Ez ê paśe vebigerrim ser vê meselê.
Ne pêwist e ku meriv li ser siyaseta diźminên xwa bisekine, źixwa mîsyona wan bellî ye; di hundir da pućkirina civaka kurd daxwaz u wezîfeya wan ya heebun u tunebunê ye.
Bêguman di nav hemî śerran da ćand u nirxên hemî milletan pîs dibin u terrin.
Helbet sînorên vê pîsiyê him bi nêzîkbuna diźminê xwa u him źî bi birêvabirên milletê dagirkirî va girêdayî ye.
Tiśtekî ne veśartî ye, zilm u barbariya tirk, ereb u farsan ya li ser milletê kurd ti sînor u pîvanan nas nake u nas nekiriye źî.
Siyaset e, qewadiyên ku diźminan bi xwa nekariye bikin, dem bi dem bi destê me daye kirin.
Helbet ne pêwist e ku meriv li ser bi mafbuna serîhildana milletê kurd mineqeśe bike, źixwa mafekî xwezayî ye.
Lê pirsa «ćawan?» di vir da zerurî ye.
Di têkośîna mafên xwa da bi sed hezaran rê u metod hee ne.
Gava meriv dest bi śerrê mafên xwa dike, divêt meriv bi têra xwa li ser derfetên heeyî bifikire, daku bikare riya ku herî kêm ewê zirarê bide milletê xwa, hilbibiźêre.
Helbet meriv dikare bi ćekan źî śerr bike, ku pêwist ’be, divêt were kirin źî.
Lê «Ćawan? Li ku? Kengê?».
Dibe ku li herêma Kurdistan’ê di destpêkê da derfetên śerrekî ćekdarî maqul buyî bibin ...
Bi fikira min divêt ev śerr herî dereng li dor salên 1988an źi Kurdistan’ê derbiketa u li herêmên tirkan bihata dayîn.
Dewleta tirkan, ku bi hêza xwa ya leśkerî sed hezar carî źi ya me kurdan mezintir e, xwadî loźîstîkeke cîhanî ye (ekonomîk, siyasî, texnîkî, zanyarî, quwelîteyî, ...), ti îmkana me ya ku bikarin yek bi yek piśta wan l erdê bixin, tun e (Ne pêwist e źî. Bi sed qedroyên bi qebîliyet meriv dikare temamê herêma Tirkiyê serubin bike ...).
Tabî tirk bi xwa źî vê yekê pirr baś dizanin.
Heger tirkan pêwistî bidîta, wan ê di sala 1985an da źî Kurdistan tarumar bikira, ew derfetên wan yên leśkerî hee’ bunn.
Helbet hêsabên wan źî hee’ bunn.
Lê nekirinn, źiber ku vî śerrê heeyî derfeta ku tirk kurdan ne bi leśkerî, lê bi zmanî, kulturî u sosyolîźîk bi temamî tarumar bikin, dayî bu wan.
Drêźbuna vî śerrî ya li Kurdistan’ê roź bi roź bu sebeb ku tirk bi hemî hêza xwa werin li Kurdistan’ê cî bibin, li ser vî śerrî sîstemeke nu ya di ber menfeetên xwa ra ava bikin, di nav kurdan da kurdan heta elementên wan yên herî pićuk źî perće-perće bikin.
Kirinn źî.
Tabî di vir da divêt van qewadan siyaseta kurdan, birêvabirên kurdan źî menîpule bikira, daku ev birêvabir śerrê heeyî dernexînin derî sînorên Kurdistan’ê.
Eynen hilo źî bu.
Di bin navê «bratî, pismamtî, exlaq, śertên śêêrr, înternêsyonelîzm, sosyelîzm, ...»ê da kurd bi temamî di bin kontrola xwa da hiśtinn.
Tevî ku di nav vî śerrî da civaka kurd puć bu u ću, tirk roź bi roź dewlementtir bunn, tirkan li ser civaka kurd li Kurdistan’ê torên xwa ćêkirinn, ćivak bi źehra xwa felc kirinn - him ruhî u him źî bedenî -.

Śerrê li Kurdistan’ê êdî ti carî nikare xizmeta milletê kurd bike. Heger pêwistî b śêêrr hee’ ’be źî, divêt ev śerr di nav herêmên tirkên niźatperest da were meśandin, tekez ne li Kurdistan'ê.



Samstag, 21. Dezember 2013

Qasimpaśalî, Cemeeta Gulen U Halê Kurdan



Hîro roźa herî kurt e, hîśev di seet 00:03 da rooź digêźe noxteya xwa ya herî kur.
Tabî her sal di eynî roźê, seet u deqqeyê da pêk nayê.
Yanî roź źî herhal pićekî kêfćî ye.
Tevî ku vê zivistanê heta aniha hewayeke pirr sar nehat źî, ez bi drêźbuna roźan kêfxwaś im.
Źixwa di van roźên pêś me da ewê hewa heta 10 pileyan derbikeve. Xwadê daa me.
*
Vê gavê Qasimpaśalî u cemeeta Gulen beg l hev didin.
Êdî kî źi vê pevćunê bi saxî yan źî birîndar xelas dibe, ez nizanim.
Di rastiyê da sebeba pevćuna van xwînxwaran ći ye, hîn źî źibo min tam zelal nîn e.
Min bi xwa zêde êhtîmel nedidaa ku źi berî hilbiźartinan di navbera wan da śerrekî hilo agirpêketî derbikeve. Herhal tesedufên nepayî źî pićekî bunn sebeb.
Tabî divêt ćîroka vê yekê hee’ ’be.
Kî ći temsîl dike, ćima dike, hêsaba xwa ya bazarê li ser kurdan ćawan/ćiton dike, wê źî nizanim.
Diźmin in, helbet ewê di xêra me da tiśtekî baś nekin.
Bivêt-nevêt źi berî hilbiźartinan ćêbuna vê yekê, ewê di nav siyasetê da gelek firsend u tehlukeyan źî bi xwa ra b’îne.
Ez bawer nakim ku źi aniha u pê va Qasimpaśalî di hilbiźartinan da wekî berê bikare źi sedî pêncî dengan bigire. Meriv nikare hêza cemeetê ya di nav AKPê da înkar bike. Îcar halê Qasimpaśalî pirr xerab e, pirr cîddî ye.
Loma źî dibe ku di van mehên pêś me da hevkariyên nu ćêbibin.
Źi doh va ye ku di medyaya sosyel da du wêneyên girtî yên A. Öcalan belav dibin.
Qasî ku xuya dibe, BDPê bi xwa ev nekiriye, bîlekîs hêzên din kirinne.
Kê źibo ći kiriye, ne zelal e.
Dibe ku Qasimpaśalî kirî ’be, źibo ku roźevê tevlihev bike u bala raya giśtî źi gendeliyên ku di nav partiya wî da ćêbunne, dur bixe.
Lê helbet dibe ku destê cemeeta Gulen źî di nav da hee’ ‘be, źibo ku bikare di nav tirkên qewad da dengên xwa zêde bike, derbeyekê l Qasimpaśalî bixe.
Kêm-zêde di nav vê siyaseta li ser bazar u sofreya guran da hemî hêzên li hundir u źi der va A. Öcalan u PKKê wekî piyon bi kar tînin. Baweriya min qet pê tun e ku PKK bikare źi vê yekê îstîfede bike. Ev mesele meseleyeke gelekî girîft e, źibo ku meriv bikare digel hêzên din qayîśê bikiśîne, divêt di destê meriv da kesên pirr źîr u zana yên di gelek beśan da hee‘ ’bin. Lê mixabin ew źî ne doh hee’ bunn, ne hîro hee ne, u ne źî ewê sibeh hee’ ’bin.
Źiber ku PKKê ti carî qîmet nedaye vê yekê u di nav xwa da sîstemeke totelîter u despot ava kiriye. Ćawan PKK pê mezin buye, ewê bi eynî śiklî źî di bin da bimîne. PKK mezinbuna xwa bi îdeoloźî u aqilê xwa va girê dide. Lê di rastiyê da ev ne rast e. Di serketina PKKê ya heta aniha da pirsgirêka me ya «netewî» buye sebeba mezinbunê.
Kurd azadiya xwa, welatê xwa dixwazin, loma piśtgiriya xwa didin PKKê, ne źibo filan u bêvan îdeoloźiya beredayî.
Baś yan źî xerab, demên wekî śîr u śekir yên PKKê li paś manne.
Yan PKK ewê siyaseteke netewî bimeśîne u yan źî ewê av bi av herre. Di bin van śert u mercan da bawer nakim ku PKK heta sala 2020an bikare hêza xwa biparêze.
Źixwa źi piśtî Suriye’yê di dorê da Îran hee ye. Tevî ku PKK dibêźe l diźî dagirkeran śerr dikim źî, dîsan źî mittefîkên PKKê yên herî esasî Îran u Suriye ne (Esad e) ...
Lê ew źî li ser maseya pokerê ne u kertên wan źî pirr xerab xuya dikin, źi derî blofkirinê pê va tiśtekî camêran di destên wan da nemaye.