Sonntag, 30. Januar 2011

Bîrhanîna Bi Bavê Min Ra

Hîro heweyeke gelekî sar li der he bu. Di bin sifirê da 5° bu.
Loma źî ez heta berbi hêvarê qet derneketim der.
Di seet 16:30yan da qendî seetek u pêncdes/dewpênc deqqan ćum bezê u ewqas.

Paśê min telefonî bavê xwe yê li Kurdistan’ê, li Erzingan’ê, kir. Min herî dawî berî des/deh roźan telefon kirî bu. Gava ez hindekî dereng telefon dikim, pirr li ber xwe dikeve. Êêê ev bîst u sê sal in ku me hevdu nediye.
Gava ez li Erzingan’ê bum źî me zêde hevdu nedî bu.
Hîn di zaroktiya min da, ango di śeś saliya min da bavê min xistî bun girtîgehê. Heta hatina min ya Swîsre’yê, źiber ku bavê min źi hepsê reviya bu u li gundekî Stembol’a tirkan diźiya, min źî di ćend heftan da carekê diću ew didiya. Hingê, beriya ku ez bêm Swîsre’yê, ez qesî salekê li Stembol’ê mayî bum u min di bîraxaneya lawê xaltiya xwe ya li Taśtarla’ya li Gaziosmanpaśa'yê da kar dikir.
Helbet min źi sibehê heta nîvê śevê heft roźan nedikarî dest źi kar berbidim.
Lê carina roźên paśîniyê min heta nîvroyê destur digirt, źi sibê zu radibum u dićum ba bavê xwe źibo ćend seetan. Źixwe ćuyîn u hatina min qendî pênc-śeś seetan daźot. Ligel wan rêwîtiyan mîda min pirr berbat dibu źiber otobusa źi Üsküdar’ê ya berbi gundê bavê min. Di raśtiyê da, ez pêśta li Eyüp’ê li mînîbusê siyar dibum u heta Emînönü’yê dićum. Paśê li keśtiya Üsküdar’ê siyar dibum ... Yanî min sê caran seyareya xwe diguhart.
Bavê min hertim dixwast ku źi min ra xwarinekê ćêbike. Lê źiber mîda xwe min qet nedikanî tiśtekî bixwim. Loma źî bavê min pirr li ber xwe diket. Hertim hal u rewśa min źi min dipirsiya, her carê źî dixwast ku bi zorê peran bide min. Lê min pirr śerm dikir ku źi bavê xwe peran bigirim. Ya din źî kêm-zêde perên min he bun.
Bavê min wê gavê heftê salî bu. Wî diću karê înśeetê u kar u barên di bexćeyan da dikir.
Carina gava ew dîmenên dawiya salên 1987-8an tên bîra min, ez pirr bi kelecan dibim, ćavên min tîźî dibin.
Źi lanetê pê va tiśtekî din nayê bîra min.
Bi kurt u kasî, min di źiyana xwe da, bi ser hev da qendî źi dema du heftan zêdetir bavê xwe nediye.
Ez źi bavê xwe gelekî hez dikim. Merivekî bi kibîr u raśt e. Źi derewan qet hez nake, her tiśtê xwe heśkere dibêźe.
Gava ez li dibistana herêmî bum u kekê min źî ćuyî bu leśkeriyê, bavê min di girtîgehê da hînî hêllî/neynik ćêkirinê bubu, źibo ku ew bikarî bibe hêlliyan ćêbike, wan bifirośe u peran źi min u kekê min yê li leśkeriyê ra biśîne. Carcarina źi hepsa Sêvas’ê źi min ra sed pangnot/lîre diśand.
Ez źi bavê xwe pirr hez dikim.
Wî di demên herî berbat da źî xwedîtî li min kiriye.
Ez bi kirinên wî yên bavîtiyê kelegirî dibim.
Ez ê ćawan vê keda miqeddes źi bîr bikim?
Źiber ku ez di nav malbata me da zarokê herî bićuk im, ew źî li ref bavê min śuneke taybet digire.
Min dirêź kir.
Lê hîro li Kurdistan’ê zarok u malbatên kurdan di nav śertên gelekî derbeder da diźîn.
Ne yek, ne dudu, ne sisê.
Bi mîlyonan însanên me di bin hovîtiya tirk, ereb u farisan da cankêśî ne.

Ćalakiyên Hîro U Diyarbekîr Sport

Welle roźa min hîro bi ćalakiyan derbaz bu.
Min hîro nîvroyê dest bi ava kirina karoleya xwe kir. Źiber ku plana ćêkirinê tune bu, min pêśta telefonî fîrmayê kir. Min tam sê caran telefon kir u bi ser hev da qendî nîv seetî li benda kesê berpirsiyar mam. Źinekê li sentralê ez bi beśa berpirsiyar va girê didam, lê li hêla din ti kesî bersîv nedida.
Gava cara dawiyê camêrek derket, min derdê xwe źê ra got. Camêr got: «Divêt ez planekê sîparîś bidim źibo we, lê hatina wê źî qesî sê-ćar heftan daźoy». Paśê got: «Ku wextê we he bibe, carekê werin hêra/vira, dibe ku plana karoleya di camekanê da hîn he bibe. Heger he bibe, mirov dikare źê kopiyekê bike u bide we.».
Lê ez nećum, min bi xwe dest pêkir ku ava bikim. Piśtî nîv seetî min mesele safî kir, karole bi śiklekî girover ćêkir u dest źê berda. Źiber ku ez ê bićuma bîskîlet haźotinê.
Di seet ćardesan/dewćaran da qendî seet u nîvekê min bîskîlet haźot. Lê hewe gelekî sar bu (1° bu). Hema hema destên min cemidî bun.
Paśê nêzîkî seetekê li malê mam, min du parî nan xwar, hindek av vexwar u pêra źî źi seetekê zêdetir ćum bezê.
Piśtî vegerê min pêśta sporta xwe ya bedenćêyiyê ćêkir, paśê źî dîsan dest bi ava kirina karoleya xwe kir. Helbet min di vê navberê da dîsan hindek mêwe u ćend parî nan źî xwarin.
Bi vî hawî heta seet desan/dehan min kar kir u karoleya xwe bi temamî ava kir u źê xelas bum.
Dawiya dawîn źî min serê xwe śuśt, xwe źi toz u xwîdana hîro azat kir.
Welle śabaś birê min.
Eferîm źi min ra u wesselam.
*
Vê gavê dibêźin Misir tev li hev buye. Xwedê bike bila ser u bin bibe.
Li gorî ragiyandina nućeyan, rewśa Diyarbekîr Sport’ê pirr berbat buye. Taxim bê xwedî u bê kes li ber belav bunê bibuye. Śermek u kêmaqiliyeke kurdan ya herî mezin e ku nikanin mahneya sportê fahm bikin u wê źibo yekîtiya neteweya xwe bi zanîn bi kar bînin. Taximek dikane milletekê ćêbike, yekîtiya herî bi hêz pêk bîne. Lê mixabin ku em kurd banî karên kerîtiyê bune, nikanin bi aqil u îrfan tevbigerin. Wekî ku metelokeke me dibêźe: «Gava mirov ker bibe, źixwe kurtan pirr in».
Di doza KCKê da girtiyan dadgeh protesto kirine u mafê xweparastina bi zimanê dayikê xwastine. Bê guman ev birryareke pirr hêźa u cîddî ye. Divêt milletê kurd li paś vê birryarê bisekine u tenê nîvgavekê źî bi paś da nehavêźe.
Li hêla din li zangeha Artuklu’yê cara yekem di dezgeheke dewleta tirkan da bi fermî civînek bi zimanê kurdî hatiye li dar xistin. Źi kurdî źî źibo beśdarvanan li tirkî hatiye wergerandin. Divêt ev hertim bi vî hawî bibe!
Śerm e ku kurd ligel tune buna zimanê kurdî hîn źî wekî śarlatanan zimanê diźminê xwe yê xwînxwar u niźatperest bi kar tînin.

Freitag, 28. Januar 2011

Îniyeke Bê Śans u Peyva «Kurdistan»

Min doh dîsan tatîl kir u tiśtek nenivîsiya.
Ya raśt tiśtekî ku min ê binivîsiya źî tune bu. Loma źî min zêde kêfa xwe xera nekir.
Hîro źî heman tirśik e bi xwedê.
Di seet 13:30an da derketim der. Pêśta ćum Sun Rise’ê źibo ku hindek haydariyan di derbarê telefona destan da bigirim. Źixwe ev śeś sal in ku ez li ba Sun Rise’ê qeyd kirî me. Źibo mehaniya mehê tenê 11.- frankan didim. Li gorî haydariyên karkerê Sun Rise’ê divêt ez źibo abonetiya nuh yan 25.- yan źî 35.- frankan bidim (ya duyem bi tevî înternetê ye u di destpêkê da źî divêt ez 160.- frankan bidimê).
Min got ez ê hindekî bifikirim u paśê dîsan werim ba we.

Paśê ez ćum Coop City’yê. Min berî du heftan karoleyek kirrî bu. Źibo karolê pêwîstiya min bi ćoyên bin nivînê hebu. Mixabin ku min ew źî li Coop City’yê nedîn.

Gava ez hatim malê, min got ez hindî dest bi ava kirina karoleya xwe bikim.
Lê śansa min ya reś he ye ya, hîć naxwaze ku duvika min berbide.
Min karoleya kevn hemî źi hev derxist u bire ser banê, kire kîllerê. Dura min perćeyên karoleya nuh hanîn odeya xwe u her tiśt amade kir.
Herê, min got śansa min e, îcar kaxiza ku plana ćêkirinê nîśan dide, li holê xuya nedikir. Ez bi seetan lê gerriyam, lê min nedî u nedî, hîn źî nediye.

Nizanim ku ći bikim. Niha dawiya heftê ye źî, yanî her der girtiye. Min got ez carekê telefonî fîrmayê bikim u źi wan bipirsim, ka ew planeke nuh ya ava kirinê dikanin źi min ra biśînin yan na.
Tiśtê herî berbat ći ye, hun dizanin? Ez nizanim ku ez ê hîro li ser ći rabikevim.
Ya staaar, ya staaar, tu min bibexśîne cîgerim.

Di nav medyaya kurdî da min nućeyek li ser rêzefîlma tirkan ya bi sernavê «Sedsala Mixteśem» xwand. Rêzefîlm li ser Qanunî Siltan Silêman buye. Di nameyeke xwe ya źibo qiralê Macarîstan’ê da Qanunî Siltan Silêman digotiye:
«Ez, yê ku padîśahê Deryaya Spî, Deryaya Reś, Enetolî, Qereman, Rum, Diyarbekîr, Kurdistan, Ezerbeycan, Śam, Xeleb, Misir, Medîne, Quds, hemî welatên ereban u Yêmen’ê me, ez Siltan Silêman Xan im.».
Di qenela Show TVê da peyva «Kurdistan» hatiye derxistin.
Bi raśtî źî di niźatperestiyê da kes nikare bi van tirkên qewat ra qayîśê bikiśîne.
Ćavên van bê bavan ewqas sor buye ku, ći dibe bila bibe, dibe bila belgeyên tarîxî bibin, qet ferq nake, dikanin bi śiklekî barbar u hov her tiśtî ser u bin bikin.
Bê bavên tirk nikanin tehemulî peyvekê źî bikin, de îcar ewdê ćawan me wekî millet qebul bikin.
Ê bila equbet li ser serê dîndar u kemalîstên kurd bibe, yên ku bi ćîrokên herî lanet milletê kurd di destên xwe da kirine qeśmerên sedsala bîst u yekan.

Donnerstag, 27. Januar 2011

Roźeke Bêdeng U Nîvanek

Hîro nîvroyê ez di seet 12:30an da źibo seetekê ćum bezê. Paśê min bi bedenćêyiya xwe ya li malê dawî li sporta xwe ya hîro hanî.
Pêra min xwarina xwe amade kir u xwar.
Ez di seet 15:45an źi malê derketim u ćum wergerê. Lê di raśtiyê da divêt min du seet werger bikira. Mixabin ku termînek hîro nîvroyê hate îptal kirin.
Min tenê qendî seetekê werger kir u dîsan di seet 17an da hatim malê.

Heyder di seet 19an da hate ba min, źibo ku carekê li leptopa min ya nuh mêze bike u tiśtên pêwîst lê bar bike.
Me du seet bi hev ra sohbet kir. Paśê me xwarina hêvarê bi hev ra ćêkir u xwar.
Li dor seet 23yan Heyder ćuu.
Min hîn źî ferefol neśuśtine.
Ez aniha li ser kursiya xwe runiśtime u vê roźnivîska xwe amade dikim.
Yanî hîro di źiyana min da tiśtekî bi kelecan ćênebu birê min.
Di nav malperên kurdan da źi derî leqleqa vala ti tiśtekî balkêś min nedî.
Em ći bikin, aqilê kurdan zêde giraniyê nakiśîne. Pirr bi zu źi teqet dikeve.

Mittwoch, 26. Januar 2011

Du Seetên Li Restorenta Heval Newzat

Heweya hîro źî mîna ya doh bu, yanî li dor pileya sifirê bu.
Hîro di seet desyekan/dewyekan da min dest bi wergerê kir, heta seet desdudu/dewdudu u nîvan. Di vê navê da nîv seet wextê min ćêbu ku tiśtekî bixwim. Min li ba îmbîsa Varol’ê kurd ya ligel zangeha Zürich’ê kebab kirriya u xwar. Ez u Varol, em hevdu heźdes/dewheśt sal in ku nas dikin. Me di heman demê da li ba zangeha Freiburg’ê dest pê kirî bu. Wî ekonomî xwand u xelas kir. Lê cîgerim Varol ev des/deh sal in ku îmbîstiyê dike, yanî kebaban difirośe.
Min di seet yekê da dîsan dest bi wergerê kir. Gava seet dudu u nîv bun źî, xelas bu.

Paśê min berê xwe daa restorenta hevalê min u cîranê me yê li welêt, Newzat.
Piśtî nîvroyê bi zêdeyî kar li restorentê pirr kêm dibe. Karê heyî źî tenê tiśtên vexwarinê ne.
Loma źî wextê Newzat źibo nîvanên xwe źî ćêdibe.
Ya raśt Newzat źi siyasetê gelekî hez dike, lê ez źi miźarên bi siyasetê ra girêdayî hîć u hîć hez nakim.
Siyaset pîśeyeke pirr hiśk e, bê tam e. Kesên ku bi siyasetê ra miźul dibin, kesên pirr bê kêf in. Źi fikrên vekirî u estetîkê pirr dur in.
Him narsîst u him źî paranoyîd in. Źi derî xwe nikanin źi kesekî din hez bikin, pê bawer bikin.
Źi leqleqa vala bê pîvan hez dikin.
Xwe di hêlliyeke zêrînî da dibînin, lê taca wan li serê wan nayê...

Gava ez hatim restorenta li Römerhof’ê, ha min dîî ku heval Ararat źî li wir e.
Em qesî du seetan bi hev ra runiśtin. Śansa Newzat bu, hîro źî ha ha mêvanên xwarin u vexwarinê hatin.
Me bi zêdeyî wextê xwe li ser miźara «zimên» derbaz kir.
Cîgerim Ararat got lawek źi wan ra ćêbuye u wan navê «Zanyar» lê kiriye. Źiber ku źina wî xwastiye herre welêt, źi meźburî ćuye balyozxaneya tirkan, daku pasaportekê źibo lêwik derbixe. Lê tirkên niźatperest navê «Zanyar» qebul nekirine, xwastine ku navekî din li zarok bikin. Tabî ew źî dîsan dest vala bi śun da vegeriyaye.
Mirov li van tirkên «bê namus u tolaz» śaś dimîne …
Paśê, gava heval Newzat kar dikir, carekê źi dur va got: «Bi xwedê, heval Ararat pirr zêde bi tirkî dipeyîve.». Min źî yekcar «wê gavê tiśtekî pirr berbat e» got.
Tabî hêrsê bi min girt. Ez pirr qehiriyam. Kekê me Ararat berî du salan źî navê xwe yê ecêb guhartî bu u kirî bu «Ararat».
Ê ma aniha heqqê min tun e? Camêr bi salan di girtîgeha tirkan da maye. Zimanê wî bi hemî metodên barbar źi holê tê rakirin, lawikê xwe yê pênc mehî nikane bi kurdî nav bike, u ... u ... u. Piśtî van hemî bê namusiyên tirkan hîn źî radibe bi zimanê wan dipeyîve, zimanê xwe yê belangaz bi destê xwe dikuźe!
Min got: «Heger weha bibe, ez ê źi niha u pê va te u fikirên te ti carî cîddî negirim.». Wî heq daa min. Li ber xwe ket. Paradoksa ku di źiyana wî da xwe li wî daye qebul kirin, gotin u kirinên wî yên ku li hev nakin, bi nefsbićukî qebul kir.
Em hindekî din li ser miźara zimên axaftin. Dawiyê bi hev ra rabun. Gava em rabun źî «spasdariya xwe» źibo rexneyên min hanî zimên.
Di seet pêncan da hatim malê.
Gava seet bîst u dudu (22:00) bun źî, qendî ćil deqqan ćum gerrê.
Ev ćend seet in ku berfê źî dest pê kiriye.
Derudor dîsan spî buye, tenê buk u zava kêm in ellawekîl :-).

Montag, 24. Januar 2011

Roźek Źi Roźên Xwedê

Źiber nebuna karê wergerê ez hîro nećum derekê.
Kêm-zêde min wextê xwe li malê, bi karê xwe derbaz kir.
Di seet ćar u nîvan da qendî seetek u despênc/dewpênc deqqan ćum bezê. Pêra źî li malê entremana xwe ya bedenćêyiyê kir.
Herweha min hîro serśogeh źî paa/paqiź kir.
Paśê, piśtî serśuśtinê u ćêkirina seleteyekê pê va min tiśtekî din nekir.
Haaa, berî des/deh deqqan źi gerra xwe ya hêvarê vegerriyam. Min qendî ćil deqqan bêhna xwe berda.
Hewe źî hiro ne wekî doh ewqas sar bu. Aniha vê gavê li dor pileya sifirê ye. Bi vî hawî kêfa min tê.
Min di nućeyên nav medyaya kurdî da tiśtekî balkêś nedî.
Źixwe bi zêdeyî di nav medyaya kurdî da źi leqleqa vala u beredayî pê va meriv hew dikane nućeyeke baś bixwîne.

Nîvana Min Jenny’ya Pênc Salî U Didanê Wê

Hîro źî sermayê xwe li der dikêla.
Lê digel vê źî taveke geś u ezmanekî sayî he bu.
Wekî doh, min hîro źî wextê xwe li malê derbaz kir. Tenê berbi hêvarê qendî seetekê ćum bezê u hatim.
Źiber sermaya hiśk u erda cemidî mirov nikane herre bîskîlet haźotinê. Tew li ba bezê źî heman pirsgirêk he ye. Mîna doh, hîro źî hindek maa ku xwe bi xwe li erdê bixim.
Śansa min he buye ku ez li erdê neketim. Ê de bila ewqas źî śansa însanekî he bibe, tiśt nabe.
Beriya nîv seetî qendî nîv seetî ćum gerra xwe ya hîśev. Welle hewe nefesa meriv dibirre.
Min hîro źî odeya xwe nekanî bi temamî serraśt bikim. Loma źî baśtir e ku ez źi niha u pê va li ser nepeyîvim, heta ku min ev mesele źi binî va ćareser kir.

Vê hêvarê keća cîrana me u hevala min ya herî baś, Jenny’ya pênc salî hat li dêrî xist.
Gava min derî vekir, Jenny herdu destên xwe li hev girêdayî bu u di nav destan da źî tiśtekî spî yê gilover xuya dikir.
Min got: «Ma tu dixwazî tiśtekî bidî min?».
Got: «Naaa».
Ćima naaa? Ez dixwazim tu ew tiśtê di destê te da bidî min ha.
Lê Jenny dîsan got: «Na, nabe haaa».
Paśê bi yekcarî got: «Tu dizanî, min hîro didanê xwe handa kir. Źixwe bi vir u wir da diliviya. Loma źî dapîra min hindekî bada u ew derxist, yaaa!».
Tabî min rewś fam kir. Jenny didanê xwe xistiye nav selpakê, ew bi baldarî kîp pêćaya, daku bila nekeve u handa nebe.
Ê tabî gava Jenny tê ba min, ez meźbur im ku hertim tiśtên źibo xwarinê pêśkeśî wê bikim.
Îcar pêra derbazî mitbaxê bu, kaxiza selpakê bi dîqqet vekir u didanê xwe nîśanî min daa.
Min got: «Ma tu nikanî wî didanê xwe bidî min?».
Jenny serê xwe di mahneya «na» da kil kir u got: «Ez ê wî baś veśêrim. Bila li ba min bimîne. Źixwe haya te źi te tun e, tu’yê ćawan wî veśêrî, hi?».
Hun źî dibînin, Jenny’ya pênc salî źî qîma xwe bi min nayîne.
Her ćendî min mendelîn îkram kirinê źî, Jenny nexwast.
Paśê bi hêdîka źi mitbaxê derket, źi min ra: «De bi xatirê te, hêvarbaś! Ev e ez terrim.» got u hew.
U bi bazdanî ćuu.

Sonntag, 23. Januar 2011

Paśîniyeke Bi Kar Ya Li Malê U Laśfirośiya Li Amed’ê

Roźa min heta vê gavê bi giśtî źî li malê derbaz bu.
Tenê di seet ćar u nîvan da źibo seetekê ćum bezê u ewqas.
Bi sond u peyman ku źi sibehê u vir da ketime odeya xwe u ha ha serraśt dikim.
Lê têrmaśê, min kir u nekir xelas nebu. Min hîn źî cildanka xwe źi paketê dernexistiye.
Ev pirtukên ku di van bîst u du salên dawiyê da li ba min hatine ser hev, ellawekîl hîro îmana min kirin teneke.
Min źi meźburî hemî pirtukên ku li ser refan bun, daxistin, him ref u him źî hemî pirtuk yek bi yek di vê sermayê da birin ser balkonê, toza wan dawîśand u bi śun da hanî li ser refan śund kirin.
Bê bextê, dirêźiya pirtukan bi zêdeyî ne wekî hev in, loma źî divêt merî pirr li ser bifikire, beriya ku mirov valayiya di navbera refan da bipîve u refan lê dayîne.
Herweha li gorî miźaran rêz kirina pirtukan, bivêt-nevêt meźburî ye.
Min hîn źî karê pirtukan bi temamî nehaniya sêrî. Ez dibêźim ewdê sibeh qesî nîv seetî dîsan wextê min bigirin.
Min berî seetekê serê xwe śuśt u du parî nan bi hungiv xwar u ewqas.
*
Di nućeyan da min tiśtekî balkêś nedî.
Tenê haydariyên li ser laśfirośiyê yên li Amed’ê min di gotarekê da xwandin.
Li gorî ragiyandinan, li Amed’ê laśfirośî hindî buye sektoreke pirr mezin. Millet źi feqîrî u belangaziyê derbeder buye.
Yên ku di vê sektorê da karên orxanîzeyî dikin, bi taybetî źî źinên tirk bune.
Di vê gotarê da tê gotin ku, carina malbatên kurd bi xwe keć u źinên xwe diśînin laśfirośiyê.
Lê li hêla din źî kesên ku di vê sektorê da kar dikin, bi zanetî u lîstikan źi feqîriya keć u źinên kurd îstîfade dikin u wan dixin nav kemînên xwe.
Bi raśtî źî ev traźediyeke pirr bi lanet e u bi vî hawî bingeha civaka kurd tarumar dike.
Bê guman ti gotineke min li hemberî kesa ku bi serbestî, bê zorî u bê lêdan, bi daxwaza dilê xwe terre u vî karî wekî pîśe/mesleg dike, tun e. Hetta divêt mirov rêzê źî źê ra bigire.
Lê bi vî hawî, kîmyaya milletekî xera kirin, ev kar bi hezar zordariyan dan kirin, mirov źi qehran dikuźe.
Ez dibêźim yên sucdar em bi xwe ne.

Freitag, 21. Januar 2011

Psîkologek U Romaneke Bi Kurdî

Ev e dîsan serma kete hawîrdorê.
Źi doh va ye ku zêde naxwazim derbikevim der. Heger derbikevim źî źiber kar u bar u hindek tiśtên din yên meźburî ye.
Hîro nîvroyê di seet 13:00an da źibo seetekê ćum wergerê.
Piśtî wergerê bi lez ćum zangeha ETH’ê ya Zürich’ê. Min ê li wir romana Mehmed Uzun «Siya Evînê» bida psîkologekî Swîsre’yî.
Berî mehekê haya min li gerrîna wî ya li pirtukeke bi zimanê kurdî ćêbu bi saya Dezgeha Peneberan Ya Zürich’ê. Min źî źê ra e-mailek śand u got, dibe ku ez bikarî bibim hariyariya xwe bidimê.
Li gorî gotina wî, nexweśekî wî yê kurd he buye. Lê źiber buyerên ku hatine serê wî, heta vê gavê źî îmkan ćênebuye ku bi wî ra tedaviyeke serkeftî pêk bîne. Xwe bi śun da dikiśandiye.
Kekê me dawiya dawîn xwe bi xwe ra gotiye ez ê pirtukeke bi kurdî peyda bikim u diyarî wî bikim, daku bila ew bixwîne u paśê źî li ba tedaviyê źi min ra yek bi yek qala wê bike.
Kesekî kurd źi Polîklînîka Psîxiyatriyê ya li Bern’ê źê ra romana Mehmed Uzun «Siya Evînê» u «Roźek Źi Roźên Evdal’ê Zeynik’ê» pêśniyaz kiriye.
Lê piśtî gerrîna sê heftan min pirtuk bi dest xist u źê ra e-mailek śand, got, ha ev e pirtuk amade ye.
Źiber vê yekê źibo ku em hevdu bibînin, me bi hevdu ra demek heśkere kir.
Min di seet sisiyan da ew dît u pirtuk dayê.
Kekê me źi min ra źî wekî diyarî qutiyek ćîkolete hanî bu. Bawer dikim li ser rê ew kirrî bu. Gava min li malê qutî źi turika xwe derxist, hîn etîketa bihayê wê li binî zeliqiyayî bu. Kekê me tam 25 frank daye. Ya raśt ćîkoleteyeke gelekî biha ye.
Ellawekîl min hindekî źi xwe śerm kir.
*
Berbi hêvarê min ćuu hindek zerzewat kirriyan.
Lê min hîro źî sport nekir.
Bi destura Zerdeśt’ê kal ez ê sibeh dest bi serraśt kirina odeya xwe bikim.
Di nućeyên medyaya kurd da min tiśtekî balkêś nedî, yan źî tiśtên heyî ez pirr eleqeder nekirim, garantiya ćavkaniya nućeyan hindekî śil buu.
Loma źî, qet nebe de hun hiśk bimînin yaw.

Welle Ez Hîro Kêfxweś Im Babam ;-)

Min hîro du tiśtên gelekî girîng ćareser kirin.
Loma źî ez pirr kêfxweś im.
Yek, min kompîtura xwe ya ku min kirriya bu u kar nedikir, bi śun da bir u guhart, ango yeke nuh dan min.
Dudu, digel vê źî min cildankek, yanî dolaba cilan/kincan kirriya u hanî malê. Lê ez bawer dikim ewdê ava kirina vê cildankê gelekî wextê min bigire.
Bi gotineke gilover, hindî ez ê bikarî bibim odeya xwe źi binî va serraśt bikim.
Dibe ku ez vê yekê dawiya vê heftê pêk bînim.
Helbet min dîsan refên pirtukan źî peyda kirin. Ew źî aniha li odê disekinin u li benda dawiya heftê ne.

Kompîtura min ya nuh baś kar dike. Helbet divêt ez hîn demekê pê ra bilîzim. Heger kêmasiyek he bibe źî ewdê paśê derbikeve. Digel vê źî divêt ez hemî dokumentên xwe yên di kompîtura min ya kevn da kopî bikim u li ya nuh bar bikim.

Xwedê he ye, min hîro sport nekir, yanî min hîro navber dayê. Źixwe ev du hefte ne ku min hîć navber nedayî bu.
Di raśtiyê da min hîro qendî pênc seetan werger kir. Yanî wextê min źî qet tune bu. Herweha di demsala zivistanê da tarî źî zu dikeve ser erdê u merî nikane hêvarê li der tiśtekî bike.
*
Di nućeyekê da tê gotin ku li Kurdistan’a Baśur kurdekanên mê birryar girtine ku hindî źi nika u pê va di parlementa Iraq’ê da bi kurdî bipeyîvîn, ne bi erebî.
Ez bi vê nućeyê pirr kêfxweś bum.
Ma kurd meźbur in ku bi erebî bipeyîvîn?
Yan źî, ćima ereb bi kurdî napeyîvîn?
Em carekê vê yek bi yek werbigerînin rewśa Kurdistan’a Bakur.
Ma kurd meźbur in ku bi tirkiya tirkên niźatperest u xwînxwar bipeyîvîn?
Naaa!
Gelo ćima tirk xwe meźbur hîs nakin u bi kurdî napeyîvîn?
Ma em kurd źi van tirkên niźatperest kêm aqiltir in?
Ma em źî nikanin wekî tirk, ereb u farisên fêlbaz u fîtnebaz xwedîtiyê li ziman u kultura xwe bikin.
Lê ziman nebe źî, źixwe ha ha kultura me ya bi hezar salan źi me didizzin u dikin milkê bavê xwe, xwe pê sermest dikin.
Îcar di vê meselê da yê sucdar kî ye?
Em in, cîgerno, em bi xwe ne.

Mittwoch, 19. Januar 2011

Tecrubeyeke Bi Zimanê Kurdî

Ez hîro heta nîvroyê li malê bum, qet źi malê derneketim der.
Piśtî nîvroyê di seet yek u nîvan da min ê li ba Polîklînîka Psîxiyatriyê werger bikira.
Min heta seeta 2 u nîvan, yanî qendî seetekê bi kurdî werger kir.
Źiber ku heta wergera din hîn ćil u pênc deqqe he bun, min berê xwe da Pirtukxaneya Baźêr ya Zürich’ê. Min ê wextê dêyn girtina neh pirtukên ku li ba min bun, bida dirêź kirin.
Ez bi lez bi wê da ćum. Min dema pirtukên xwe daa dirêź kirin u dîsan berê xwe daa polîklînîkê.
Hîro nexweśê ku dihat tedaviyê qendî des/deh deqqan dereng hat.
Źixwe hîro ewdê psîkologeke nuh dest bi tedaviya wî bikira, źiber ku psîkologa din ducanî bu u źibo heśt mehan îzn girtî bu.
Lê pirsgirêkek he bu, ew źî bi tirkî zanîna psîkologa nuh bu.
Kurdê ku tedavî dikir, li ba ciyê payînê źi min ra got:
«Ez naxwazim bi tirkî bipeyîvîm, heger wergî bibe, ez ê dest źi tedaviyê berbidim.».
Bê guman ti derfeta min nîn e ku ez di vî warî da hariyariya xwe bidim wî.
Loma źî min got, tu ne meźburî ku pê ra bi tirkî bipeyîvî, tu dikanî vê di destpêkê da źi wê ra źî bibêźî.
Helbet źi berê da hatî bu gotin ku ew psîkolog yeke tirk e. Lê paśê gotin śaśiyek ćêbuye, ne tirk, bi eslê xwe kurd buye u hindekî źî bi kurdî dizaniye.
Îcar śansa kurdê me yê feqîr e, me dîî ha ev e psîkolog bi źineke kal tê odeya runiśtinê.
Piśtî ku hatin cem me, kurdê me rabu ser xwe u berbi źina kal gavek avit u silav dayê u hal u xatirê wê pirsiya. Źinikê źî heman tiśt bi dengekî bilind kir.
Diyar e ku beriya wî ew źina nas ya kurdê me li ba psîkologê buye.
Ez dirêź nekim. Paśê em bi hev ra derbazî odeya xatunê bun. Hîn di rê da wê bi kurdî źi me ra got «roźbaś» u lêborîna xwe źi me xwast źiber dereng mayînê.

Gava em runiśtin, wê hewl daa xwe ku bi kurdî bipeyîve. Lê gelekî zehmetî dikiśand. Loma źî źi min rica kir ku ez hindekî hariyariya xwe bidimê.
Paśê wê xwe daa nas kirin. Bi eslê xwe kurd buye. Li Ewrupê hatiye ser dinê u mezin buye.
Piśtî seetekê tedavî xelas bu u kurdê me źi odê derket. Deqqeyekê paśê źî em derketin der. Li der źi min ra got: «Ez gelek kêfxweś bum ku li vir, di vê dezgehê da źî kurdî tê axaftin. Ez ê di vê navberê da giran bi giran kurdiya xwe źî bi pêś da bixim.».
Dura me oxira xwe źi hevdu xwast u veqetiyan.
Tecrubeya min ya hîro ev bu.
Ez dibêźim, heger kurd bixwazin, kes nikane bi zorê tirkî bixe dev u mêźiyê wan.
Meseleya me tenê kêmaqiliya me ye. Em ne qîmetê didin zimanê xwe u ne źî kultura xwe.
Loma źî bi leqleqa vala u bê wate źibo tirkan xizmeta asîmîlasyonê dikin.
Lê qet nayê bîra me ku em ha vê gavê carekê źi xwe dest pê bikin u li hemberî asîmîlasyonê bi zanîn u źi xwe bawer serî hilbidin.

Dienstag, 18. Januar 2011

Roźeke Berdîberdayî :-)

Min hîro zêde tiśtekî balkêś nekir.
Ez hîro nećum bezê źî. Tenê seetek u nîv bîskîlet haźot u ewqas.
Piśtî nîvroyê tenê źibo seetekê min ću werger kir.
Paśê zêde tiśt ćênebu-n.
Ya raśt ez hîro gelekî westiyayî bum. Andêrê, heta niha źî pêsîra min bernadaye.
Vê hêvarê Memo u Śefîk telefonî min kirin, źi min pirsiyan ka em dikanin li ciyekî werin ba hevdu u tiśtekî vebixwin?
Her ćendî ez gelekî westiyayî bubum źî min daxwaza wan qebul kir.
Me li Milchbuck’ê hevdu dît u paśê źî heta Limmatplatz’ê meśiyan u li wir di McDonalds’ê da runiśtin. Wekî din me ti ciyekî śun nedîî. Hemî restorantên ku ketinê, tevda źî tîźî bun. Loma źî riya me heta wir dirêź bu u ću.
Kêm-zêde qendî du seetan em li ser wêźeya kurdî rawestiyan.
Ew di vê somestra tê da dixwazin dîsan koma xwe ya «kulturklub»ê ćêbikin u bi wêźeya kurdî ya klasîk ra miźul bibin.
Mîna ku min źi wan ra źî got, li gorî fikra min heger mirov klasîkên kurdî yên wekî «Mem u Zîn, Siyabend u Xecê, Cembelî» u hwd. derbixe pêś, dê baśtir bibe.
Bivêt-nevêt nivîskarê ku ewdê bikarî bibe bi zimanê klasîkên kurd-î ra qayîśê bikiśîne, tun e.
Zimanê kurdî yê di nav van klasîkan da pirr saf u estetîk e, xwedî hêzeke efsunî ye. Mirov bi tevî cazîbeya xwe ya bi śehwet sermest dike.
Lê tam kirina wê źî – bê him u gim - tenê bi zanîna wî zimanî va girêdayî ye.

Beza Roźê U Kongreya Mezin Ya Elewiyan

Hîro ez heta nîvroyê li malê bum.
Di seet yekan da qendî du seetan ćum bîskîlet haźotinê.
Gava di seet sisiyan da hatim malê, min dest bi berhev kirina odeya xwe kir.
Źixwe ev du meh in ku odeya min gelekî tevlihev e. Min refên pirtukan paa/paqiź kir. Pirtuk li ciyên xwe yên nuh śun kirin. Mase u Refên berê źi hev derxistin u bi tevîhev birin banê.
Ya raśt min ê hemî tiśtên di odeya xwe da biguhertina, ango mase, karole, dolap, refên pirtukan u leptopa min.
Heger ez źi xwe mikur werim, ev hemî tiśtên ku min nivîsiyan, tevda źî min kesên din girtî bun. Tiśtên pirr xerab u kevn bun. Lê min hew kaniya ku heta niha nigê xwe źi nivîna xwe derbixim der.
Loma źî min got ez ê van guhartinan vê gavê bikim.
Min mase u refên pirtukan berî du mehan kirriyan.
Karole u leptopa xwe berî ćar roźan kirriya. Lê mixabin ku leptop kar nake, divêt ez vê heftê bi śun da bibem.
Tiśtê mayî niha dolap e. Ez ê vê heftê roźa îniyê bi xizmê xwe Paśa ra careke din herrim mêze bikim. Ka xwedê mezin e.
Paśê ez qesî seetekê ćum bezê. Di seet śeśan da li malê bum. Min li malê źî sporta xwe ya bedenćêyiyê (bodybuilding) kir.
Dura min testa ku xatun psîkolog dayî bu min, min xelas kir u dest bi paa kirina mitbaxê kir.
Yanî bi kurt u kurmancî qet wextê min ćênebu ku heta niha tiśtekî din bikim.
*
Di Kongreya Mezin Ya Elewiyan da ya li Enqerê (15-16.01.2011) cara yekem di civîneke husan mezin da elewiyên me li ser «pirsgirêka kurd» nîqaś kirine u daxwaza milletê kurd ya «perwerdeya bi zimanê kurdî» wekî heqqekî rewa u xwezayî bi bîr hanîne.
Bi baweriya min tevayiya elewiyên ku tev li kongreyê bune, bê him u gim hemî źî bi esl u feslê xwe kurd in.
Lê eslê xwe înkar dikin.
Di destê siyaseta kemalîzmê da bune diźminê qewmê xwe.
Kemalîzmê him kurdên elewî bi metodên herî barbar daa kuśtin u him źî xwe wekî dost u hevalê elewiyan yê herî baś li elewiyên me daa firotin.
Źi vê ra mirov «îroniya dîrokê ya bê îman u wîźdan» dikane bibêźe.
Bavê min hîn di wê qeneetê da ye ku heger Atatürk nebibuya, ewdê qirra elewiyan bihaniyana.
Loma źî em carina di telefonê da dikevin qirika hevdu.
Lê ez dibêźim ew naxwaze ku li hemberî min raśtiya vê yekê qebul bike. Berê kurd buna xwe źî qebul nedikir.
Di van mehên dawiyê da dibêźe em «kirdasî» ne, ne kurd in.
Min peyva «kirdasî» cara yekem źi bavê xwe bihîst. Li ba me berê li gund digotin em «kurmanc in». Źiber ku min di temamê źiyana xwe da bavê xwe źi hefteyekê zêdetir nediye, derfeta min ya ku pê ra bipeyîvîm źî qet ćênebu.
Helbet ez bi bavê xwe ra di telefonê da hertim bi kurmancî dipeyîvîm.
Bi kurmancî peyîvîn, ew bixwaze źî nexwaze źî, belgeya kurmanc buna wî ye, ew bi xwe źî vê yekê di bin hiśê da him hîs dike u him źî diźî.
Dibe ku hindek bibêźin: «Ma di vê not (90) saliya xwe da bavê te kurd buna xwe qebul bike ći dibe, neke ći dibe?».
Ez dibêźim pirr tiśt dibin. Qet nebe bila di nefesa xwe ya dawiyê da bi kurdî źi min ra tiśtekî bibêźe u paśê źî bila bi aramî u kêfxweśî bar bike u herre ba diya min.
Min soz daye xwe, ez ê ti carî pê ra bi tirkî deng nekim.
Yê ku ev zimanê kurmancî li min daye hîn kirin, ez bi kurmancî hez kirime, bavê min e. Divêt xwedîtiyê li wan demên xweś bike.
Źiber ku ez ê źî bi zarokên xwe ra bi eynî śiklî tevbigerim, helbet ku roźekê ćêbun.

Sonntag, 16. Januar 2011

Mirina Muxtarê Gundê Me Muslim Ućar

Hîro heweyeke xweś li der he bu.
Her ćendî hewe xweś bubu źî, lê hindekî źî hiśk bu. Loma źî li ba haźotina bîskîletê min sariya hewê pirr rind hîs kir, tevî ku hîro 8 pile bu źî.
Herê, min hîro źî sporta xwe, ango bîskîlet haźotin u beza qendî seetekê hanî śunê.

Beriya demekê min telefonî bavê xwe kir. Kekê min yê mezin Smaîl u źina wî Resmîgul źî vê gavê li ba wî ne.
Du roź berê, yanî roźa îniyê cenezeya muxtarê gundê me Muslim Ućar hate rakirin.
Muslim hevalekî kekê min Smaîl e. Ew du hevalên pirr baś bun u źi hev gelek hez dikirin.
Kêm-zêde di heman temenî da ne, yanî li dor salên 55an in.
Tevî ku ev e ez bîst u du sal in nikanim herrim Kurdistan’ê źî, ez źî źiber mirina kek Muslim li ber xwe ketim.
Pistî ku kek Muslim buye Muxtar u vir da, wî źibo gundê me gelek tiśt kirine.
Di raśtiyê da li gundê me kes nemaye. Tenê ćend kalên gundê me di demsala biharê terrin gund.
Carinan źî di demsala havînê da malbatên ku li baźarên tirkan belav bune yan źî yên ku li Ewrupê diźîn, dićune gund.
Berî bîst u pênc salan dewleta tirkan xwast ku ciyê gundê me biguherîne. Hetta dixwast ku niśteciyên gundê me biśîne Mersîn’ê, li wir bide cih kirin.
Bê guman sebeba vê yekê kurd buna gundê me bu. Lê dewletê digot: «Gundê we li ser herêma zelzelê ye».
Yanî dewleta tirkan bi lîstikan dixwast ku me źi gundê me yê di nav dar u daristanan da derbixe.
Lê piśtî van salên dur u dirêź, dawiya dawîn gundê me źi cihê xwe rakirin u hanîn li cem goristana gundê me źi nuh va ava kirin. Źibo her malbateke berê xaniyek ava kirin.
Herê, muxtarê gundê me Muslim di ava kirina vî gundî da gelek zehmetî kiśandiye, elextrîk haniye, qenalîzasiyon daye ćêkirin.
Źibo xwe źî li gund axurekî mezin ćekiriye.
Bav u kekê min dibêźin Muslim źi nuh va źiyan hanî gund.
Yanî Muslim wekî miqnatis millet dikiśandiye gund.
Bê śik ez bi vê yekê pirr kêfxweś bubum.
Min digot, dibe ku milletê me hindikî vegere ser rehê xwe, qet nebe ewdê miriyên xwe bîne li vî gundî bike bin erdê.
Lê feleka xayîn bê wext u bê bext hat u ruhê wî merivê rindik girt.
Li gorî gotinan, qasera/penćeśêra mîdeyê pê va girtiye.
Li Stembol’a tirkan emeliyet kirine. Lê piśtî ćend roźan kek Muslim wefat kiriye.
Keda wî ya źibo gundê nuh, źê ra bu gorn.
Ewdê bihara vê salê cara yekem biketa mala xwe ya nuh.
Lê źê ra nebu qismet.
Bila Zerdeśt’ê kal hertim li ba wî bibe, wî hîć u hîć tenê nehêle.

Testek, Kompîtura Min U Śaredariya Nisêbîn’ê

Min doh źi xwe ra tatîl kir. Tiśtek nenivîsiya.
Kêm-zêde roźa min doh bi heman tewrî derbaz bu źi derî testa źibo lêkolînekê li ba Polîklînîka Psîxiyatriyê. Psîxiyatrîsta ku ev lêkolîn wekî karê xwe yê toxtoriyê amede dike, źi min źî pirsiya, ka ez dixwazim pê ra wan testan bikim yan na. Em źi du salan u vir va hevdu nas dikin. Ya raśt ez źibo wê bi rêk u pêk wergerê dikim. Lê helbet źibo wextê testa ku me bi hev ra kir u hema hema hirî/sê seetan haźot, wekî li ba kesên din yên beśdarvan, du sed frank źî daa min. Ne źi bêrika xwe helbet. Fonda Netewî Ya Swîsrê mesrefên van testan fînanse dike.
Li gorî testan ez wekî merivekî saxlem derketim, yan na ewdê źi min ra bigota ellawekîl.
Yanî ez dibêźim psîkoloźiya min hîna nebuye śorbe.
*
Ez hîro seet 13:30an da qendî du seetan ćum bîskîlet haźotinê.
Paśê di seet 16:30an da źî ćum bezê u di seet 18an da źî hatim malê. Hewe hîro gelekî baś bu, li dor 10° bu. Roź źî li ezmên ha ha bi ser erdê da dibiriqiya.
Min doh hêvarî kompîtura/leptopa xwe ya ku min pêr kirriya bu, źi paketê derxist.
Welle śekirino, śansa min qet tun e. Min di hemî źiyana xwe da cara yekem leptopeke nuh kirriya, ew źî kar nake.
Hey tifuuu li bextê min.
Li gorî tevrunerê min Gabriel u cîranê me Markus divêt ćeftiyeke texnîkî hatî bibe kirin.
Li ser ekrana leptopê ti tiśt xuya nabe. Ekran ripureś e.
Lê CDeya programa Windows 7ê źî di paketê da tun e.
Divêt ez hefteya tê careke din herrim Conforama’yê. Offf of, yanî aniha ev nebu tirśik źî bu ći birê min.
Kêfa min di qirika min da maa u ćuu.
*
Li gorî nućeyan śaredariya Nisêbîn’ê hemî tabeleyên śaredariyê bi kurdî, tirkî, erebî, suryanî u înglîzî nivîsandiye u li ciyên xwe daliqandiye.
Herweha tabeleyên ku îstîqemetan nîśan didin źî bi van pênc zimanan hatine nivîsîn.
Li hêla din dikandaran źî etîketên bi zimanê kurdî li ser malên xwe nivîsîne.

Bê guman mirov bi van kirinên bićuk kêfxweś dibe. Divêt hemî śaredariyan dest bi vî karî bikira.
Źiber ku her deqqeya ku derbaz dibe u terre, źi kîsa zimanê kurdî derdikeve.
Di deqqeyekê da bi hezaran kurd asîmîle dibin u bê werger derdikevin ser riya kuśtina zimanê xwe yê bi hezar salan.
U vê źî bi zimanên diźminên xwe tînin serê zimanê xwe kurdî.

Freitag, 14. Januar 2011

Kirrîna Ćend Tiśtan U Wehśeta Li Zimanê Kurdî!

Hîro min źi derî seetek u nîv bîskîlet haźotinê nekanî sporteke din bikim.
Li ba bîskîlet haźotinê hewe baś bu. Lê li ser riya ćuyînê bayekî pirr bi hêz he bu. Hema hema bernedida ku ez berbi pêśta herrim. Carcarina ez taniyam asta sekinandinê.
Lê li ser riya vegerê, źiber ku bayê bi hêz źi paś va dihat, min gelekî bi lez bîskîleta xwe taźot.

Gava ez hatim u ketim hundir malê, xizmê min Paśa telefon kir u got ewdê heta nîv seetî li ber mala min bibe.
Ya raśt min hîro nîvroyê telefonî wan kir u źina Paśa ra got, ka Paśa dikare roźa paśîniyê bi erebê were u em carekê herrin Conforama’yê.
Loma źî planên min tev li hev bun. Bivêt-nevêt min got temam cîgerim, ha va ye ez li benda te me lo. De heger tu mêr î u śur simbêlê te nabirre, were haaa.
Henek li hêleke din, Paśa u Sevîm di wextê xwe da hatin u em bi hev ra ćun Conforama’yê.
Li Conforama’yê me xwe bi vir u wir da ćerixand, ha ha mêze kir, fikirîn u filan u fistix.
Lê dawiya dawîn min karoleyek u leptopek kirriya.
Ev leptop źibo min raśteraśt śoreśeke mezin e.
Min heta niha hertim źi kesên din kirriyaye. Loma źî problemên min yên texnîkî qet kêm nebune. Ê ez ći bikim bavê mino, divêt mirov lingê xwe li gorî lihêfa xwe dirêź bike.
Ez li dolabekê źî gerriyam, lê min yeke li gorî kêfa xwe nedî.
Źiber vê yekê divêt berdewam ez hîn li dolabekê bigerrim. Bi serê tizbiya Sofî Xelefo bibe, ez li gerrîna tiśtan ewqas nefret dikim ku, nikane were gotin. Ez ecêb mayî dimînim li henberî źinan, qey mirov dibêźe karxezalino źibo kirrînê hatine ćêkirin babam.
Welle ći bikim, wekî din źî ćare tun e.
*
Li gorî nućeyên hîro, serokê CHPê Kemal Kilicdaroglu di programeke televîzyonê da gotiye ew li hemberî perwerdeya bi zimanê kurdî ye. Gava źi wî hatiye pirsîn, ka źiber ći ew peyva kurd nagire devê xwe, wî źî gotiye: «Heger Diyarbekîr’î źi min bixwazin, ez ê bibêźim kurd».
Hun źî dibînin ne? Mêro him kurd e u him źî bi bihîstina peyva kurd dibe śeytanqunî.
Ev źî siyaseta heyama bîst u yekan e haaa.
Ê tabî canim, mîna ku kurd dibêźin: «Heger ker he bibin, źixwe kurtan pirr in».

Di dadgeh kirina doza KCKê da dadwer dîsan gotin nedaye girtiyan ku bi kurdî parastina xwe bikin.
Her carê mîxrofana wan daye birrandin.
Bi raśtî źî di vê sedsala 21an da tiśtekî weha kirin, wehśeteke bê wîźdan e, niźatperestiyeke temam u bê namus e.
Yanî ewqas źî di bê edebiyê da sînor nayê derbaz kirin.
Lêêêêê ...
Suc sucê partî u siyasetmedarên me kurdan e, sucê me hemî kurdan e ...
Me heta vê gavê źî girîngiya zimanê xwe fam nekiriye. Hîn źî em bê problem «zimanê diźminên xwe» bi kar tînin u xizmeta kuśtina zimanê xwe kurdî dikin.
Diźminên milletê kurd źi kurdan mîlyon carî baśtir girîngiya zimên fam kirine. Loma źî ev bi sedan salan e ku ha ha zilmê li zimanê kurdî dikin.
Ći źi destê wan hatiye, li paś xwe nehiśtine, lêêê ...
Yên mayî źî bi lîstikên mantiqî tevda manîpule kirine. Mesela bi navê «ćepîtiyê, dîndariyê, bê suc buna zimanê dagirkeran, gerdunî buna zimên u u u».
Mêro him zimanê me kurdî roź bi roź dikuźin u him źî dibêźin «ziman gerdunî ye» u him źî me bi van ehmeqiyan didin qanî kirin, di sêrî da źî partî u rêberên kurdan.
Îcar partî u rêberên ku li gorî van manîpulasiyonan tevdigerrin, ewdê ćawan rê li ber mirina zimanê kurdî bigirin, de hun bi xwe vê li bêźingê bixin, cîgerno.

Mittwoch, 12. Januar 2011

Lez U Beza Min Ya Xwarinê U Facebook

Hîro berbi nîvroyê, di seet yekdesan/dewyekan da ez bi bîskîleta xwe berbi Baden’ê qesî seetek u ćil u pênc deqqan (1:45) ćum bîskîlet haźotinê. Śansa min e ku hîro baran nebariya u ez śil nebum.
Piśtî ku ez hatim malê, ez qendî pêncdes/dewpênc deqqan runiśtim, min av vexwar u pariyek nan xwar u pêra źî ćum beza xwe ya seetek u des/deh deqqan.
Di dema vegerê da birćîtiyeke ne xweś li min girt, min bi zorê xwe giyand malê.
Ez bi lez ćum mitbaxê u min du mandalîn, porteqalek u kîwiyek xwar.
Źiber ku tenê sî u pênc (35) deqqan wextê min he bun, min bi lez krevetên źi sardankê derxistin, xistin nav teweyekê u ew sor kirin. Pêra min sosa tomatêsê tev lê kir, hindekî biharat havite nav, nîviyê lîmonekê bi ser da guvaśt u tortellîniya ku min di ava germ da amade kirî bu, kire nav u xelas.
Min hîro źî bi lez, ango di pênc deqqan da xwarina xwe xwar. Di pênc deqqan da serê xwe śuśt, kincên xwe li xwe kir u bi bazdayîn ćum ba bîskîleta xwe. Tenê dudes/dewdu deqqeyên min he bun ku li ba nexweśxaneya Zürich’ê bibuma źibo wergerê.
Lê mixabin ku ez deqqeyekê dereng mam.
Min qendî du seetan werger kir u dîsan wegeriyam malê.
*
Di medyaya bi kurdî da źi derî nućeya li ser Facebook’ê min tiśtekî taybetî nedî.
Li gorî gotina xwediyê Facebook’ê, daxwaza wan ya ku Facebook’ê bigirin, hîć nîn e.
Bi xwedê mirov śaś dimîne, kî nućeyên wergî derew derdixe u belav dike.
Gelo qezenca kesên ku van derewên bê binî belav dikin, ći ye?
Dinê hindî ne dinêya berê ye birê min.
Her tiśt bi her tiśtî va girêdayî ye.
Bivêt-nevêt tiśtê ku li hêra/vir pêk tê, dikane tesîreke pirr mezin li ser tiśtê ku li kućeya din ya dinê ye, bike.
Loma źî zêde xwe bi vir u wir da ba nekin yaw, dibe ku bayê we źî li Emerîka’yê tofaneke nuh rabike.

Dienstag, 11. Januar 2011

«Hêvara Ćandê» Ya Hîro Li Zürich’ê

Min hîro berî nîvroyê qesî sê seetan ću werger kir.
Lê di planê da tenê du seet he bun. Źiber ku psîkiyatrîstê li ba termînên xwe yên din hindikî dirêź kirî bu, bivêt-nevêt dema termînên pê ra źî dirêź bun.
Paśê ez qendî seetek u nîv ćum bîskîlet haźotinê. Gava ez derketim der, min dîî ku ev e baranê dest pê kiriye. Lê ez bi śun da venegeriyam malê u siyarî bîskîleta xwe bum u derketim ser rê. Di rê da baran hindikî din zêdetir bu. Sol u lepikên min tevda śil bun, hema hun bibêźin cemidiya bun. Wextê ku ez hatim ber deriyê malê, min bi zorî mifte źi bêrika xwe derxist u derî vekir.
Paśê min bi lez kincên xwe guhartin u dîsan bi bez derketim der u qesî ćil deqqan ćum bezê.
Piśtî vegerê, źiber ku ez ê bićuma «hêvara ćandê», min bi lez serê xwe śośt, di pênc deqqan da xwarinek ćêkir, xwar u dîsan bi lez derketim ser bîskîleta xwe u ćum ciyê «hêvara ćandê».

Hîro tenê pênc kes źi yên berê hatî bum. Pênc kes źî tevda nuh hatin. Sê hebên ku źi baźarekî dur hatî bun u bi tesetufî hatî bun civînê, di nîviyê da rabun ser xwe u ćun ser trênê. Di heman demê da karkera kafeteryayê źî hat u got ewdê kafeteryayê bigirin, loma źî źi kesên li wir tika kir ku bila bi hêdîka rabin ser xwe.
Em źî bi hev ra ćun «Lichthof»a zangeha Zürich’ê. Em qesî seetekê li wir man.
Lê mixabin ku hîro «hêvara ćandê» bi kêrhatî derbaz nebu.
Loma źî em hindikî li ser miźaran peyîvîn.
Me di destpêkê da gotî bu ku ewdê tenê hêvareke pirr normal bibe, mîna ku mirov li ciyekî raśtî hev hatî bibe, em ê bi hev ra sohbetê li ser «ziman, ćand, dîrok, ol/dîn, elewîtî, yêzdîtî, Zerdeśtî, xelkê med» bikin. Bi pirs u bersîvan wextê xwe derbaz bikin.
Min ev miźar di e-maila xwe da źî nivîsî bu.
Lê hindek hevalan xwastin ku li ser dîroka siyasî ya nêzîk em bipeyîvîn.
Bê guman armanca vê civînê ne dîroka siyasî ya dema nêzîk bu. Nikarî bibe źî. Źiber ku ev źi sedî sed miźareke din e u ti eleqeya xwe bi naveroka civîna me ra tune bu.

Em gelekî dirêź bi hevdu ra peyîvîn.
Dawiya dawîn min wekî śexs got, ez li ser van miźarên ku min li źor bi bîr hanîn, dikanim hariyariya xwe bidim, heger kesên eleqeder he bibin. Min źi wan tika kir ku bila bifikirin u daxwaziya xwe bi e-mailekê źi min ra biśînin. Ku daxwazî he bibe, em dikanin berdewam bikin, yan na, em dikanin dest źê berdin źî.

Bi baweriya min bibe, belkî ewdê du-sê kes vê bixwazin. Mesela yên źi Basel’ê hîro nehatin. Źi derî Elîf’ê ti kesekî tiśtek źî negot.

Ka em binêrin carekê. Ez dibêźim hevîra me kurdan ewdê hîn gelek êv bikiśîne, źibo ku em bikanî bibin tiśtên reś u spî źi hevdu veqetînin.
Ê heta wê demê źî em ê wekî xelk hîn kîźan nirxên xwe handa bikin, xwedê dizane ellawekîl.

Montag, 10. Januar 2011

AK Partî U Berdana Hîzbullehciyan

Źiyana min ya hîro bê deng derbaz bu.
Źi derî kar u barê xwe yê roźane u sporta xwe min tiśtekî taybetî nekir.
Lê li ba haźotina bîskîletê hîro hewe hindikî sar bu, ango li gorî min hema hema li dor sînora xwe bu (+3 pile). Sibeh ewdê +5 pile bibe. Loma źî dibe ku ez piśtî nîvroyê dîsan herrim bîskîlet haźotinê, helbet ku baran nebariya.

Min di nućeyan da hîro źi derî berdana hîzbullehciyan tiśtekî balkêś nedîî.
Welle mebesta dewleta tirkan ya niźatperest u faśîzan bi berdana hîzbullehciyan ći ye, ez nizanim.
Hebe nebe divêt hêsabeke wan he bibe. Ewqas delîl li meydanê ne, van hîzbullehciyan li Kurdistan’ê ligel dewleta tirkan teroreke bê îman ćêkirin. Sîvîlên bê guneh bi metodên herî barbar kuśtin.

Bê śik ez ne li hemberî partiyeke îslamî ya kurdan im. Sed źi sedî divêt partiya kurdan ya dîndar źî he bibe, bi śertê ku menfeetên milletê kurd biparêze u di destê dewleta tirk da nebe komeke terorê li diźî kurdan.
Di sêrî da divêt sucên ku hîzbullehê kirinê, yek bi yek werin ser masê.
Navbera salên 1990 u 2000an demeke pirr bê însaf bu li Kurdistan’a bakur.
Hêśên źi wê demê mayî hîn źî gelekî teze ne.
Gelo AK Partî bi vê yekê dixwaze ći bike?
Dibe ku partiyeke îslamî ya kurdan ava bike u wê di hilbiźartina tê da li hemberî DTPê bi kar bîne u dengên kurdî-îslamî yên ku dikevin sandoqa DTPê, bigire u bixe ya partiya nuh ya ku qaśo «kurdî-îslamî» ye.
Bi fikra min ev lîstikeke pirr berbat e.
Dibe ku dîsan di navbera milletê kurd da śerekî bê dîn u îman bidin dest pê kirin.
De qet nebe hun nekevin vê dafikê cîgerno.

Sonntag, 9. Januar 2011

Gotina Xwe Hanî Śunê

Min gotina xwe ya doh, kêm-zêde hanî śunê.
Mixabin ku min nekanî hîro bi bîskîleta xwe li dor Gola Zürich’ê bićerixim. Hewe bi ewran girtî bu. Loma źî min berê xwe daa berbi Baden’ê. Ev riya hindekî kindtir e.
Lê gava ez derketim hîn śilî/baran tune bu. Piśtî du-sê sed mêtroyan dest bi peśkandinê kir, yanî hurik bi hurik dilopên baranê hatin xwarê.
Ez bi śun da venegeriyam. Bi rik min berê xwe daa Baden’ê.
Di rê da baran bićekî din zêdetir bu. Lê ez źi ya xwe danekim u heta noxteya xwe ya dawiyê ćum u hatim di seetek u ćil deqqan da.
Paśê źî qendî nîv seetî min li malê av vexwar, źiber ku hindekî źî birćî bubum, min pariyek źî nan bi śîr u heźîr xwar. Pêra źî qasî seetek u bîst deqqan ćum bezê.
Ći derewan bikim, di dema źi bezê vegerê da birćîtiyekê dest pê kir ku hîć nebêzin. Min xwe bi zorê havite malê u dest bi vexwarina avê u xwarina porteqalan kir.
Ya raśt ez birćîtiya di sportê da pirr rind nas dikim. Tiśtekî gelekî berbat e. Bi taybetî źî gava mirov nuh dest bi sportên demdirêź dike, di sê-ćar roźên destpêkê da gurmînî li bedenê miro dikeve. Loma źî divêt mirov hertim bi tedarîk bibe, xwarineke bićuk u sivik bi xwe ra bigire, mesele muz pirr baś e.

Min di nućeyên hîro da, di malperên kurdan da tiśtekî balkêś nedîî.
Li Amed’ê hindek xortan peykela Atatürk’ê niźatperest u kuźerê milletê kurd u yên din, śewitandine. Bila destê wan sax bibe. Bi kîźan mebestê dibe bila bibe, karekî pîroź kirine.

Wekî din, li Kurdistan’a Baśur bebirrka/qedexeya laśfirośiyê di parlementê da nehatiye qebul kirin. Bi fikra min bibe, birryareke raśt e. Bivêt-nevêt laśfirośî ewdê ćêbibe. Heśkere buna wê źi hemî birryarên xwaro-maro baśtir e. Laśfirośî di nav dîroka însaniyetê da her he bu u ewdê her źî he bibe. Kî bi bedenê xwe ći dike yan źî nake, ew bi xwe dizane, mafê kesî/ê tun e ku li ser bedenên kesên din birryaran bigire.
Li hêla din źî tê gotin ku Facebook ewdê di 15ê adarê da were girtin źi hêla xwediyê xwe va. Derew yan źî raśt, ez nizanim.
Lê Facebook were girtin źî, ewdê bi dehan malperên din yên sosyal u civakî derbikevin. Loma źî ez zêde bala xwe nadimê.
Ma ćima ku Facebook dixwaze vê bike. Hîn nuh di nućeyan da hatî bu gotin ku bihayê Facebook’ê gêhîśtiye 50 mîlyar dolarî.
Ê em aniha ći bibêźin?
Welle xwedê dizane, ka dîsan ći celeb dolab li paś deriyan tên ćêkirin.
Bi kerema xwe haya min źê bikin cîgerno, ku tiśtek bihîst.

Hîro min him telefonî bavê xwe him źî birayê xwe kir.
Kêfa bavê min li śunê bu.
Lê yê birayê min ne wergî bu. Hindekî xemgîn bu. Hevalekî wî yê źi gundê me li nexweśiya penćeśêrê ketiye. Ez źî wî baś nas dikim. Vê gavê li Stembol’a tirkan tedavî dibuye. Li gorî gotina birayê min Smaîl, rewśa wî pirr xirab buye. Loma źî ew dixwaze dusibeh herre Stembol’ê.

Kelecaniya Hîro Źî Derbaz Bu

Hîro min roźeke pirr bi kelecan derbaz kir.
Mîna ku min doh źî gotî bu, ez ê hîro bićuma bîskîlet haźotinê. Lê źiber ku hindek pirsgirêkên min yên texnîkî he bun, min pêśta berê xwe daa MigrosBau’yê.
Her ćendî min tiśtên ku dixwastin bikirim u pê bîskîleta xwe têkuztir bikim źî, nekanî bi dest bixim.
Bi hêviya xwedê, ez ê hefteya din carekê źî herrim CoopCity’yê, dibe ku li wir bibînim. CoopCity gelekî źî mezin e. Bivêt-nevêt śansa min ya ku tiśtên xwe li wir bi dest bixim, zêde ne.

Piśtî ku ez vegeriyam malê, źiber ku hindekî birćî bubum u bi birćîtiyê źî haźotina bîskîletê ne karê aqilan e, min bi lez sê hêkên qelandî, du tomatês, sed giram pendur bi nên xwar u pê ra źî ćayeke reśik ćêkir u vexwar.

Gava ez źi malê derketim, 13 u 25 bu (13:25). Źiber germ buna heweyê min hîro hindekî riya xwe dirêźtir kir. Di seet 15 u 5 da (15:05) da dîsan gêhîśtim mala xwe.

Paśê min hindek av vexwar, qesî pêncdes/dewpênc deqqan bi vî hawî li malê wextê xwe derbaz kir u dura źî solên xwe yên bezê li xwe kir u ćum bezê. Seet 16:25 bu. Li ba bezê źî min riya xwe hindekî dirêźtir kir li Fluntern’ê. Gava ez vegeriyam malê, seet 17:45 bu, yanî ez qesî seetek u bîst deqqan beziyame. Tabî pêra źî min bedenćêyiya xwe (bodybuilding) bi dawî kir u hew.
Sibeh niyeta min he ye ku bi bîskîleta xwe li dor Gola Zürich’ê bićerixim u werim. Ka hewe ewdê ćiton bibe.

Di nućeyên hîro da gelek tiśtên balkêś min xwandin.
Li gorî nućeyekê ewdê serokwezîrê tirkan Receb T. Erdogan hefteya tê li Stembol’a tirkan tev li konferaseke kurdan bibe. Konferens źi hêla dezgehên kurdan va dihatiye orxanîze kirin.
Ka em binêrin, ewdê Erdogan îcar ći lotikan bavêźe derudorê.

Herweha di nućeyeke din da źî tê gotin ku, Has-Partî’yê hîro li Amed’ê civînek ćêkiriye u fikrên balkêś haniye zimên.
Camêran gotiye, tew bila sîleh bên sekinandin, kurd dikanin li ser cihê bunê źî fikrên xwe bînin zimên. Digel vê źî AK-Partî rexne kirine u loma źî pêśniyaza ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyiyê u heta hilbiźartinan neyê sekinîn, li dewletê kirine.
Ê welle, ez ći bibêźim, pêśniyazeke pirr maqul e. Heger di źiyanê da źî ciyê xwe bigire u bibe raśtî, em ê bi yek dengî seleweta xwe bînin ellawekîl.

Samstag, 8. Januar 2011

Roźeke Bi Bîskîlet Haźotinê :-)

Min gotina xwe hîro hanî śunê.
Ango ez hîro piśtî nîvro di seet sê kêm bîstan da (14:40) ćum bîskîlet haźotinê.
Heweya hîro pirr baś bu. Min hîć bawer nedikir ku ez ê roźekê di destpêka ćileya paśîn da bikarî bibim herrim bîskîlet haźotinê.
Baś yan źî xerab, min ew ćalakiya xwe hîro bi cih hanî.
Li gorî meteoroloźiyê ewdê hewe sibeh źi hîro źî baśtir bibe, ango hewe ewdê bibe +11 pile. Bê guman ez ê sibeh źî vê firsendê nerevînim.
Źiber ku ez ligel vegera xwe ćum dukana kurdan Fermo ya li ser riya min, li derudora seet 16:30yan gêhîśtim malê.
Paśê źî min solên xwe yên bezê li xwe kirin u bi lez źi malê derketim u qendî pêncî deqqan ćum bezê.
Gava ez di seet pênc u nîvan da hatim malê, min dest bi sporta xwe ya bedenćêyiyê kir u bi vî hawî dawî li sporta xwe ya hîro hanî.

Min di nućeyan da dît, dewleta tirkan Qanuna Weśanên Dervayî Zimanê Tirkî bi sed u yek hîleyên sensur kirî derxistiye.
Yanî li gorî vê qanunê hêdî weśanên bi kurdî digêźin statuyeke resmî. Lê dîsan źî dikare her dem rê li ber were girtin.
Divêt kurd herro źi vî dîwarê niźatperest u faśîzan ya tirkan perćeyekî źê bistînin u bixin nav xezneya xwe ya herî xwezayî.
Bê śik, heta ku zimanê kurdî nebe zimanê perwerdeyiyê, źi hemî îmkanên dewletê îstîfade neke, ti śansa zimanê kurdî tun e ku li ser pîyan bisekine.
Loma źî divêt kurd gava tarî dadikeve ser malên wan, bi tevî zimanê kurdî herrin rabikevin u sibehê źî pê rabibin.
Heta ku kurd zimanê xwe kurdî źi xwe ra nekin «dîn u îman», źi vî tiśtî «amenna» dernakeve.

Donnerstag, 6. Januar 2011

Camêr 8 Sal In Ku 6 Zarokên Xwe Naśîne Dibistanên Tirkan!

Hîro źî roźeke bêdeng bu.
Zêde tiśt ćênebun, yanî ćalakiyên fîzîkî pêk nehatin.
Tiśt nabe, meźbur nîn e ku herro tevgereke mezin di źiyana mirov da he bibe.
Aramî źî qendî tevgerê girîng e. Wextê mirov źibo gelek miźarên din yên cihê źî dibe.
Min digot belkî ez hîro herrim bîskîlet haźotinê. Lê ćênebu.
Ka em binêrin ewdê sibeh ći bi xwe ra bîne. Heger bobelatiyek ćênebe, ez ê sibeh herrime bîskîlet haźotinê.
*
Di nav nućeyan da min nućeyek xwand ku qet nebêźin.
Min heta hîro źî kurdekî weha saxlem u mêrxas nediye.
Li Mêrdîn’a Kurdistan’ê, bavê bi navê Xidir Ercan ev e 8 sal bune ku zarokên xwe neśandiye dibistanên tirkên niźatperest.
Hema hun bibêźin kekê me źi muxtarê gund bigirin heta Dezgeha Perwerdeyiyê, serokwezîr, serokkomar, Unicef, Mafên Mirovan Yên Ewrupê u u u, serî li hemuyan dezgeh u kesan daye, źibo ku zarokên wî bikarî bibin bi kurdî perwerde bibin.
Źiber daxwaznameyên xwe sê mehan di girtîgehê da źî maye.
Tê gotin ku źiber tadeyên dewletê bar kiriye u ćuye li Zeytunburnu’ya Stembol’a tirkan bi cih buye.
Li Stembol’ê źî sonda xwe xera nekiriye u zarok neśandine dibistanên tirkan.
Gava mirov bîr u baweriya vî kurdê raśt u serbilind dibîne, bi raśtî źî mirov diheyîre. Kekê me rabuye di mala xwe da, xwe bi xwe, bi îmkanên xwe zarokên xwe perwerde dike.
Ya staaaaar, ev ći azîm u bawerî ye lo?!
Lê li hêla din źî partiyên me kurdan bune pepuk, bune qeśmerên sedsala 20 u 21an u hîn źî bi xwe bawer nakin ku dibistanekê bi kurdî vebikin.
Bila xwedê xelkên belengaz źi kêmaqilan u zirzopên bê mêźî biparêze u wesselam.

Aha nućeya li ser vî kurdê ku źi hemî partiyên me kurdan bêtir xwedî îrade u bawerî ye, li źêr bixwînin di firatnews.com’ê da:
http://ku.firatnews.com/index.php?rupel=nuce&nuceID=9977

Mittwoch, 5. Januar 2011

Ziman «Ne Aleteke Gerdunî Ye, Lê Yeke Śexsî U Mîllî Ye!»

Min wextê xwe hîro bi zêdeyî li malê derbaz kir.
Piśtî nîvro carekê qesî seetekê ćum kirrînê.
Paśê min berê xwe daa beza xwe ya roźane.
Hewa źî hîro xirab nebu. Temamê roźê rooź/tav li ezmên dibiriqiya. Germayiya hewê -1 bu. Lê sibeh ewdê bibe +5 pile.

Min di nućeyên hîro da ćend tiśtên balkêś xwandin.
Li gorî nućeyekê, 11 dezgehên sîvîl u partiyên siyasî, źibo ku astengiyên li pêśiya kurdî rabibin u kurdî bibe zimanê perwerdeyiyê, bi girseyî kampanyaya îmzeyan dane dest pê kirin. Van dezgehan li Deriyê Ćiyê standa îmzeyan vekirine u dest bi kampanyayê kirine.

Li hêla din, kampanyaya îmzeyan ya du-zimaniyê u perwerdeyiya bi zimanê kurdî, ku źi hêla BDPê va hatiye dest pê kirin, li Kurdistan’a bakur her ku terre geśtir dibuye. Li Ćewlîk’, Êlih’, Riha’ u Lîce’yê daxuyanî hatine dayîn u belavok hatine belav kirin.

Ez bi xwe tenê źi vir va dikanim van ćalakiyan biśopînim. Bê guman haya min źi kuwelîteya (Qualität) van tevgeran nîn e.
Ma bi raśtî źî kurdan girîngiya zimên fam kirine? Yan tenê źibo ku dost u yar me di śayiyê da bibînin, em van ćalakiyan li dar dixin?
Wekî śexs ez pirr bi guman im. Źibo ku mirov bikanî bibe girîngiya zimên fam bike, divêt haya mirov pêśta bi têra xwe źi kultura xwe u paśê źî źi yên din he bibe.
Lê mixabin ku em kurd di vî warî da pirr nezan in u Don Kîśot’ên xelkê alemê ne, tevî ku li Kurdistan’ê kultureke hezar salan he ye, źi erdê dikele u dipiźiqe hawîrdorê. Tirk, ereb u faris ha ha źi vê mêrasê dixwin, dikin milkên bavên xwe, hîn źî ew mêrasa bi reh u can xelas nebuye.

Kurdê/a ku bi zimanê diźminê, kultura diźminê xwe diźî, hêdî źi wî/wê hew dikane mirov tiśtekî baś bipê. Baśtir e ku mirov destê xwe źê biśoy.
Źiber ku diźminên zimanê kurdî, ćanda kurd u milletê kurd, înformasiyonên ku milletê kurd pêk tînin, di mêźiyên kurdan da tevda xera kirine u li śuna wan înformasiyonan «programên ku mirov ćawan dikare bibe tirk, ereb u faris» lê bar kirine.
Tiśtê ku milletan dike millet, pêśta «ziman» u paśê źî «kultura» wan e.
Lê ku «kultur» he bibe źî, bê «ziman» śansa ti milletekî tun e ku xwe li źiyanê bihêle.
Źixwe kultur zu yan źî dereng ewdê bibe ya diźminan u bi vê yekê źî ewdê kultura diźminan dewlementtir u geśtir bike.
Loma źî divêt kurd xwe li ehmeqiyê daneynin u neyên manîpulasyonên diźminên xwe.
Ti ziman «gerdunî nîn e!», ziman aleteke «ferdî u mîllî ye!».

Dienstag, 4. Januar 2011

Li Wan’ê Zimanê Kurdî

Hîro zêde tiśt di źiyana min da pêk nehatin.
Min vê nîvroyê qesî sê seetan werger kir u hew.
Źiber ku hewa gelekî sar bu, min hîro sport źî nekir, ango nećum bezê. Tew haźotina bîskîletê di hewayeke vergî da, kêm-zêde întihareke bi zengil e ellawekîl.

Min bêźenasiya peyva «arî/aryan» qetand u źi amidakurd.com’ê ra śand. Vê gavê hatiye weśandin. Lê gava mirov li PDFeyê ditikîne u pel vedibe, peyvên ku bi elfeya TimesNewRoman’ê hatine nivîsin, nikanin werin xwandin.
Loma źî min e-mailek źi malperê ra śand u pirsgirêk bi bîr xist. Dibe ku were ćareser kirin, ku nebu źî, min got bila PDFê źi malperê rabikin.
Ka em binêrin ewdê ći bibe. Yan herro yan źî merro :-).

Di nućeyan da tê gotin ku li baźarê Wan’ê, li bazarê bi kurdî tabeleya «Bazara Mezin Ya Gel» hatiye nivîsîn u daliqandin. Ciyê dilxweśiyê ye.
Ka ewdê dewleta tirk ya niźatperest u faśîzan ći bobelatiyan li vê tabelayê bike, kê bigire u bixe girtîgehê.
Divêt kurd bi lez u bez zimanê diźminê milletê kurd u yê zimanê kurdî źi źiyana xwe derbixin. Li hemberî sor buna tirkên niźatperest ti carî xwe bi śun va nekiśînin.

Bê guman em bi van ćalakiyan nikanin zimanê kurdî źi mirinê xelas bikin. Źibo ku zimanê kurdî bikanî bibe li ser piyan bisekine, źi mirinê xelas bibe, pêwîstî bi statuyeke resmî u qanunî he ye, ango divêt zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyiyê.
Digel vê źî divêt dewleta tirk zirar u ziyana ku heta niha daye zimanê kurdî, bi hemî îmkanên dewletê telafî bike. Di warê pêśxistina zimên da her cure programên taybetî pirr girîng in. Dîsan bi kar hanîna medyaya nivîskî (roźname, ...) u diyane (televîzyon, ...) bi têra xwe bikeve xizmeta zimên, qenalên taybetî yên li ser gelek miźarên cihê bi kurdî werin vekirin.

Bi fikra min, di sêrî da źî samîmiyeta kurdan źibo zimanê kurdî bingeha her tiśtî ye.
Divêt berî her tiśtî kurd źi xwe dest pê bikin. Kesên ku bi kurdî nizanin, nekin berpirsiyarê/a tiśtekî u parlementer.
Ev seqetiya siyaseta me kurdan e ku bi manîpulasyonên dewleta tirkan bi zanetî tê teśfîq kirin. Źiber ku em bi vê siyasetê, xwe bi xwe, rehên xwe yên hezar salan dibirin u xizmeta tirkên niźatperest dikin.
Bi gotina Lotikxane.com’ê, «bi sê telaqên źin berdanê, yê ku vê dike, bila źina wî źi wî berdayî bibe, ihi».
Îcar hun dikin yan źî nakin, hun u kêfa we babam.

Montag, 3. Januar 2011

Roźa Yekem Ya Bi Kar Ya Îsal :-)

Min hîro dîsan piśtî betaliya ćend roźên sersalê ću kar kir. Ango min źibo seetekê werger kir u hatim.
Źiber ku min dawiya heftê qet sport nekir, hîro min dîsan dest pê kir.
Lê digel rooźê/tavê źî sermaya hîro pirr hiśk bu.
Piśtî van herdu ćalakiyan min ti tiśtekî aktîf nekir u hemî wextê xwe li malê, li ber maseya xwe ya li odeya runiśtinê derbaz kir.
Hêdî ahengî u trafîka telefonên sersalê cihê xwe li aramî u bêdengiyê berda.
Ya raśt vê carê źî zor u tadeya źiyana li der ya kar u bar ewdê dest pê bike.
Gava din dîsan qesî sî u pênc deqqeyan ćum meśa xwe ya hêvarê. Hîn źî hewa wergî sar u hiśk e.
Li gorî ragiyandinên meteoroliźiyê aniha pileya germayiya hewayê -1 e. Lê roźa pêncśemê ewdê bibe +5, îniyê +7 u paśîniyê źî +9.
Vê yekê gelekî kêfa min hanî.
Dibe ku ez roźa pêncśemê dîsan piśtî van ćend mehên dawiyê herrim bîskîlet haźotinê.
Bi xwedê bê sport źiyaneke bê stres nabe.
Źiber ku milletê me berê pirr karê fîzîkî dikir, yanî di nav xwezayê da bi karên zor giran radibu, zêde streseke negatîf di wan da pêk nedihat. Li gorî lêkolînên zanyarî tê gotin ku, kar u barê di nav xwezayê da mirov rehettir dike, westiyaneke pozîtîf di bedenê mirov da ćêdike.
Lê hîro rewś pirr guheriye. Mirov hema hema hemî wextê xwe li ser kursiyê xwe, yan źî di kar u barekî fîrmeyekê da, bi zêdeyî źî bi tevî tiśtên kîmyayî derbaz dike.
Loma źî mirov li ser «nexweśiyên civaka modern» dipeyîve, yanî însan śikil u śemalê źiyana xwe diguherînin, «modernîze» dikin, lê digel vê źî biyoloźiya xwe ya ku di nav mîlyonan salan da ćêbuye, serubin dikin.
Bê guman, derbeya vê serhildana li diźî xwezayê źî ewdê źibo me pirr giran bibe.

Sonntag, 2. Januar 2011

Ziyareteke Bê Plan Li Bern’ê

Min hîro wextê xwe bi rêwîtiyeke bê plan derbaz kir.
Hîro di seet yekdesan/dewyekan da xizmê min yê li Zürich’ê telefonî min kir u got ewê heta seet u nîvekê źibo serlêdanekê bi erebê herrin Bern’ê.
Źi min źî pirsiyan, ka dilê min yê ćuyînê he ye yan na.
Lê di raśtiyê da ewê dawiya hefteya tê bićuna. Loma źî min gotî bu «temam, ez ê źî bi we ra werim».
Min bi firehî sedema vê yekê źê nepirsiya u got «ćêbu, ez ê werim».
Em ê bićuna ziyareta Derwîś’ê źi gundê me. Bavê wî apî Mêralî hatî bu. Havîna ćuyî źina apî Mêralî, xaltîka Fedê, wefat kirî bu.
Bavê xaltîka Fedê u yê bavê min birayên hevdu ne. Yanî ez u Derwîś źî kêm-zêde xizmên hev in. Heger ez śaś nebim, źina Derwîś Ćîćek źî źi hêla diya xwe va girêdayî malbata min e.

Ez, Paśa u źina Paśa Sevîm bi erebê heta îmbîsa wan ćun. Źi îmbîsê źî heta mala keća Derwîś Selcan’ê bi hev ra ćun. Źber ku Derwîś u Ćîćek kar dikirin, bê gavî bavê Derwîś birî bun cem Selcan’ê.
Gava em ketin hundir, me solên xwe derxistin u derbazî odeya runiśtinê bun. Piśtî Paśa u Sevîm’ê ez hatim ba apî Mêralî. Min destê xwe dayê u got: «Ma te ez nas kirim?».
Hindikî li min mêze kir, fikirî u nehat bîra wî. Paśê min got: «Ez im, ez Beghyanî, hate bîra te?».
Paśê got: «Weyyy, Beghyanîîî». Ćavên wî śil bun. Kelecan bu. Kete nav giriyeke bê deng.

Dura em li śunên xwe runiśtin. Apî Mêralî li ser hindek buyerên salên buhurî peyîviya. Her cara ku li ser xaltîka Fedê tiśtik digot, qirika wî dihate girtin, meluliyeke mezin dikete ser wî...

Piśtî vexwarina ćayê, em tevda rabun ser maseya xwarinê.
Em heta seet 18an li wir man. Paśê derketin rê.
Em ê li ser riya me źibo śeetekê bićuna Biberist’a li Solothurn’ê ba xizmekî me yê din.
Min źi zu va ye ku ew nediyî bun. Berî pêncdes/dewpênc salan gava ez hîn li Bern’ê dimam, ez di mehekê da carekê dićum ziyareta wan u hertim śevekê li ba wan dimam.
Lê piśtî bar kirina min ya źi Bern’ê, dibe ku me heta niha tenê ćend caran hevdu diyî bibe.

Kećên Kamîl u Husniye’yê, Oylum u Dîlan pirr mezin bune. Kêfa wan bi ziyareta me gelekî hat. Ew li wê herêmê tip u tenê ne. Kesekî nas nakin. Loma źî bi hatina mêvanan pirr kêfxweś dibin. Qesî ku ez hîn bun, rewśa wan ya aborî gelek xirab buye. Źiber vê yekê bixwazin yan źî nexwazin nikarin źi malê derbikevin u herrin mêvantiya kesên din...

Em li ba wan źî qesî seetekê, yanî heta seet bîstan man. Paśê me oxira xwe źi wan źî xwast u derketin rê.
Em di seet 21:15an da li ber mala min bun. Piśtî ku ez źi erebê peya bum, wan źî berê daa mala xwe.

Samstag, 1. Januar 2011

Sersala Nuh Ya Kurdan Ewê Hîn Were: 14.1.2011 :-)

Wekî źi edet ez źî dixwazim di nivîsa xwe ya destpêka vê salê da «sersala we ya nuh» pîroź bikim.
Nizanim ku we ćiton derbaz kir sersala xwe.
Sersala min bi aweyekî pirr normal buhuriya u ću.
Ez doh hêvarî li mala xizmê xwe bum. Heta seet 22:00 li mala wan runiśtim. Paśê źî qendî du seetan bi hev ra ćun mala keća wan Meral’ê u heta seet 24:00 nîveśevê li wê derê man. Meral bi kurdekî źi Meletiye’yê, bi Denîz ra berî ćar salan zewiciya. Vê gavê du lawikên wan he ne. Navê lawikekî Adar Arda u yê din źî Poyraz e. Di dema ćêbuna Poyraz da min got navekî wekî «Bernas, Beran, ...» bidin lêwik. Lê wan bi ya min nekir. Berî ćend heftan gava ez li ba wan bum, gotin, xwezila me navê «Poyraz» bikara «Beran». Ê tabî ew trên źi zu va reviya u ću.

Seet di bîst u ćaran da (24:00) ez rabum ser xwe u bi bîskîleta xwe hatim malê.
Lê di rê da bêhna «fîśekên hewayî» pirr berbat bu.
Źi her derê va dengê tequreqa fîśekan bu.
Hindek kesan źî paceyên malên xwe vekirî bun u fîśekên xwe tavitin ser rê.
Li nêzîkî Weststrasse’yê yekî latînî źi banokeyekê/telarekê/balkonekê qedeha di destê xwe da bilind kir u berbi min da qîrriya: «Noooś, hevalooo, noś!».
Min źî destê xwe yê ćepê berz kir u got: «Noooś, bila her tiśt li gorî dilê te bibe, cîgerim!».

Piśtî ku ez gêhîśtim malê min bi lez telefonî birayê xwe yê mezin kir. Me zêde dirêź nekir.
Hal u xatirê hevdu pirsî, sersala hevdu pîroź kir u hew.

Helbet min hîro bi bavê xwe ra źî telefon kir.
Ez qesî nîv seetî bi wî ra peyîviyam.
Li gorî gotina bavê min, wan berê sersal bi ya teqwîma kurdan du hefta paśê pîroź dikirine, yanî bi ya teqwîma hîro di roźa 14.01ê da dikirine.
Bi hêsab u gotina bavê min 14ê vê mehê ya teqwîma roźê, li gorî teqwîma kurdan 1ê vê mehê ye, yanî destpêka salê ye u serala kurdan e.
Loma źî em kurd di 14ê vê mehê da dikanin cartin sersala xwe pîroź bikin :-).
Wekî din bavê min got, di 7ê meha adarê da «heftemala bićuk» u di 17ê adarê da źî «heftemala mezin» pîroź dikirine.

Min hîro hemî wextê xwe li malê derbaz kir, źi derî gerra xwe ya berbi hêvarê.
Her weha min dîsan hîro, berî seetekê lêkolîna xwe ya li ser peyva «arî/aryan» źî qetand u źi amidakurd.com’ê ra śand.

De ka em carekê binêrin, ewê di vê sala 2011an da ći were serê me, yan źî em ê ći bi dest bixin u zimanê me kurdî yê «arî/aryanî» źi mirinê xelas bikin.