Sonntag, 25. Dezember 2016

«Ev Sî Sal In Ku Em Bi Kurdî Nedipeyîviyan»



«Bavo, em ê źibo ćayekê herrin mala Xanim’ê ...», me got u em źi malê derketin.
Bi tevî kewa li ba min, em di nav malan ra derbaz bun u hatin mala xaltîka me Xanim’ê.

Nêzîkî deh kesan li ser balkona ber dêrî hee’ bun.
Keća xaltîka me Xanim’ê li ber sêlê runiśtî bu, nan dipat.
Lawê xaltîka me Xanim’ê Nîhat u ćend kesên din bi hev ra ćay vedixwarin.
Li ser maseya mezin pendur, zêtun, run u selete hatî bun daynîn.
Bi kenn u kêfxwaśî me silav daa hevdu, me hev du pać kir.
Li ciyên ku rabuyî bun, em dan runiśtin.
Bi lez piyaleyên bi ćay tîźî kirî haniyan u dayniyan ber me.
Ez bi kurmanciya me dipeyîvim.
Ew źî bi min ra bi kurmanciya gundê me dipeyîvin.
Carina bê daxwaz tirkî tev l’ axaftina xwa dikin.
Li ber me menzereyeke bedew xwa drêź kiriye, hemî ćiya bi rehm l’ me mêze dikin.
Em him vedixwin u him źî dipeyîvin.
Ćend ciwanên malê hatin. Me hevdu nas nedikir.
Gava min bi kurdî silav daa canikan, Nîhat got, «Ew bi kurdî nizanin, yanî fam dikin, lê nikarin bipeyîvin.».
Her kes mecbur mayî bu ku bi kurdî bipeyîve.
Yên ku bi kurdî nedikariyan yan źî tirkî dixistin nav kurdî, źi min lêborîn dixwastin.
Źiber vê rewśa nuh, źi nuh va bi kurmancî axaftin, di serê millet da tevliheviyek ćêkirî bu.
Him śaśo-maśo buyî bun u him źî dubare bi kurmancî peyîvin di wan da xususiyetên cuda derxistî bu der.
Dema em bi hawî bi hevdu ra dipeyîviyan, Elî Ekber berê xwa daa min, «Yaw Beghyanî, ev sî sal in ku kes li van derina bi kurmancî napeyîve, lê ev du sal in ku bi hatina te xelkê dîsan dest bi kurmancî kir.», got.
Min źî, «Ez fam nakim, ćima em kurmanc bi zmanê tirkan dipeyîvin u ćima tirk bi kurmancî napeyîvin.», got.
Got, «Heqqê te hee ye, lê hindî her tiśt di destê zmanê tirkan da ye, em mecbur mane. U tirs ...».

Ez dibêźim, desthilatdariya ku tirk zmanê xwa l’ me ferz bikin, me bi xwa xistiye destê wan.




Freitag, 23. Dezember 2016

Molleyên Fars U Śerrê Tunekirina Zmanê Kurdî



Em dubare bikin.
Klîta hînbunê ya sereke dubarekirin e, loma.

-
De were źî l’ halê zmanê kurdî neśewite.
Hîcar molleyên qewad yên fars ferman dane ku rê li ber zmanê kurdî were girtin.
Gotine, «Divêt peyvên zmanê kurdî yên ku di nav kar u barên fermî da tên bi kar hanîn, werin havitin.».

Ma hun dizanin ćima vê qewadiyê dikin?
Eynen weha gotine: «Źibo parastina zmanê farsî.».
Wey bila xwaliya heft gundan b’ ser serê me da biriźe, «parastina zmanê farsî» ha!
Qey ewê dinya alem aniha bibêźe yên ku ev bi sedan salan e zilmê dikin, zarokan asîmîle dikin, bi hemî dezgehên xwa, bi polês u leśkerên xwa, bi ekonomiya xwa, bi medyaya xwa milletekî tune dikin, kurd in, u farsên pînc źî qurban in!
Qey ewê xelkê alemê aniha bibêźe, źiber zilma ku l’ zmanê farsî hatiye kirin, vê gavê camêr dixwazin bi hemî hêza xwa śerrê zmanê xwa bikin!
Tevî ku van farsên segbav źi sedî zêde zmanên îranî bi tevayî asîmîle kirine, zmanê xwa ne tenê li Îran’ê, li Efxanistan, Tacikistan u li welatên derudorê kirine zmanê serdest, hîn źî dawa zmanê xwa dikin.
Tevî ku sîstema xwa ya desthilat li her derê bi cî kirine u herkesî di nav vê sîstemê da dihelînin, têrbun qet nayê aqilê van kućikan.
De hun aniha vê yekê bi halê me kurdan ra miqayese bikin.
Halê me źi yê kućikan źî xerabtir e, źiber ku aqilê me bi hemî guyan hatiye suwax kirin.
Źi hêlekê va diźminên heram îman di me da kirine bexdenus, źi hêlekê va źî partî u siyasetvanên kurd yên ku b’ kêrî pîsiya kućikekî źî nayên, her tiśt tarumar kirine u hîn źî bi dil u can dikin.
Mesele bi hemî heśmetiya xwa ya bê namusane dikarin leqleqa girîngiya zmanê "tecawîzkarê" zmanê kurdî u milletê kurd bikin.
Źiber ku bi xwa berhemeke van tecawîzan in, źi derî vê yekê tiśtekî din nas nakin.


Źixwa baś tê zanîn, her însan ligorî proxremên ku di mêźiyê wî da hatine qeyîd kirin, tevdigerre, bazara xwa dike.





Mittwoch, 14. Dezember 2016

Gava Rê Źibo Dil Vedibe ...



Źi piśtî ku rê li ber min vebu, min dîsan berê xwa daa Kurdistan’ê.
L’ duv xewnên xwa ketim u ćum.
Xewnên heeyî u mayî li gundê me li benda min bun.
Źi ćarîkek sedsalî zêdetir ez bi van xewnên xwa rabum u runiśtim.
Lê rê ye, roźekê vedibe.
Mesele ne di vebunê rê da ye.
Mesele di tunebuna wan xewnan da ye.
Gava rê vedibe, hêdî ćuyîn dibe derdê giran di dilê meriv da.
Źixwa herd herdeke bi derd e.
U dilê me źê ćêbuye.
U bîrya dilê xwa dike.
Loma źî meriv berbi xwa va dikiśîne.

Herê, ez vê havîna buhurî dubare ćum, u li herdê xwa bum mêvan.
Rast e, bum mêvan.
Her tiśt di halê xwa da bu. Yê nu ez bum.
Hêdî ne ez ew berxikê berê bum u ne źî ew gund gundê min yê berê bu.
Ez xwa b’ vir u wir da ćerx dikim.
Ewqas wext derbaz buye, meriv nizane ku l’ ći bigerre, meriv nizane ku li pey ći bikeve, li pey ći ye.
Lê śopên heeyî îcarê źi min ra dibin ciyê bextewariyê.
Ez têdigêźim ku min li vir, li vî gundî śopek li paś xwa hiśtiye.
Źixwa heger ez ne li vir bibuma, ewê ev śop źî aniha li vir nebuna.
Êś e, bi śopên mandî tê u dikeve kezeba meriv.
Ne hesin e ku meriv bi avê sar bike.
Ćendî canê meriv têśîne źî, ewćendî źî źi meriv hez dike. 



Mesut Firat: "Bela Ye Dil"



Gava ez cara yekem di havîna sala 2014an da ćuyî bum Kurdistan'ê, Mesut'ko bi Xelef'ko und Omer'ko hatî bu ba min, buyî bun mêvanê min.




Samstag, 10. Dezember 2016

Kevirên Ku Tifî Herdê Dikin


Canê min carina ewqas sivik dibe ku ...
Di van demên hilo da dibêźim heger ez barê li ser piśta xwa pićekî girantir bikim, ewê ćêtir ’be.
Divêt meriv di bin barê xwa da xwî bide, bifetise.

Lê barê li ser piśta min, barekî cuda ye.
Meriv ne dikare bibîne, ne źî dikare belaya xwa pê vede.
Wekî moriyan e.
Źê filitîn tenê fenteziyeke belek e.
Meriv ćendî źê direve, ewćendî źî pê dibe bendî.
Ew źî bi te ra direve.
Tevî ku bêhna te dićike, dilê te dike ku b’ ser kezeba te da biteqe źî, ew kêfa xwa xerab nake.
Di bedena meriv da cî namine ku nebuyî ’be pag.
Kavilên źi kevirên śkandî tufî ruyê herdê dikin.
Riyan li paś xwa ćêdikin.
Lê rev źê nîn e.
Ćimku śopên heeyî li pey meriv tên.
Źêbirin wekî xewn dimîne.
Reva di nav śopan da śopên xwa zêdetir dike.
Źibo ku meriv xwa di nav śopan da l’ śopên din nepêćîne, herhal baśtir e ku meriv xwa zêde li ciyê xwa nelivîne.

Barê min śopeke bi bela ye.
Barê min kurd in.
Kesên ku li ser śopên zmanên din dimeśin, ewê ćawan bi zmanê xwa śopekê li paś xwa bihêlin?!

Herê, śop śopa min e, bela belaya min e.
Zu yan źî dereng helbet em ê roźekê l’ hev bikevin.




Samstag, 26. November 2016

Bila Haya We Źi Śofêrên Bi Zmanê Kurdî Hee’be!



Źi piśtî ku xalê me Max Planck di sala 1918an da diyariya Nobel’ê ya źibo fîzîkê bi dest dixe, ew źi hêla gelek înstîtut u zanîngehên Elmanya’yê va tê vexwadin.

Xalê me digel śofêrê xwa yek bi yek wan înstîtut u zanîngehan ziyaret dike, li her derê gotara xwa ya li ser «Teoriya Quwantum»ê pêśkêś dike.

Di vê navberê da sofêrê  xalê me Max Blanck hemî gotara wî źiber dike. Gava ew carekê bi hevdu ra dipeyîvin, śofêrê Max Planck dibêźe:
«Birêz Planck, ma hun naxwazin em carekê rola xwa biguherînin u ez li śuna we gotara we li ciyê din pêśkêś bikim, hun źî li ciyekî herî pêś ru’nin u min guhdarî bikin, hi? Źixwa hun hertim eynî tiśtî dibêźin. Li hêla din hun ê hindekî bêhna xwa ber'din.».

Kêfa xalê me Max Planck bi vê pêśniyazê pirr tê u loma źî di cî da qebul dike.
Cara din tên li zanîngeha Munîx’ê dibin mêvan.

Max Planck u Albert Einstein.
Śofêrê xalê me Max Planck derdikeve pêś guhdaran u gotara ku źiber kiriye, pêśkêś dike. Herkes bi baldarî guhdariya wî dike.

Di dawiyê da profesorek radibe u pirsekê bi Teoriya Quwantum’ê va girêdayî źi śofêr dike – tabî kes nizane ku ew śofêrê Max Planck e –.

Śofêr qet li xwa nagire, bi rewśeke gelek rehet u bi hêdîka bala xwa dide guhdaran u dibêźe:
«Ya rast min qet nedipa ku li baźarekî ewqas pêśketî u medenî meriv źi min pirseke evqas basît bike. Loma źî ez dibêźim heger śofêrê min bersîva vê pirsê bide baśtir dibe.»

Kurdino, berxikino, hay źi śofêrên di nav xwa da hee’bin, bila bi tirkî u tirktiya xwa kurdî u kurdîtiyê nefrośin we.
Tiśtê ku ewê bifrośin we tenê zmanê tirkî u tirktî ye, loma.
Źiber ku meriv tenê malê di dukana xwa da dikare bifrośe, ne xewnên zirzop. Ew MAL źî di dukana wan kurdan da zmanê tirkî u tirktî ye.




Samstag, 20. August 2016

Rêwîtiya Duyem Ya Berbi Kurdistan’ê Va -27-: Efsane -7-



"...
Maleke kurdan ya kurdîn
Ćîroka drêź ya bê 'hahooo'
Payîneke mandî ya bextê nivîsî ye
Bextê ćîrokê di nav niviśta nivîsî da runiśtiye
Yan ewê di nav rooźê da bipiśêve
Yan źî ewê b’ nav herdê da biriźe
Rewiśta ćarenusê buye reśeme źê ra
Diśewitîne
Hefsar bi hefsar drêź dibin heyv li pey
Reśeyên bi bela bune rêśiyên bi śehwet pê ra
..."





Donnerstag, 7. Juli 2016

Rêwîtiya Duyem Ya Berbi Kurdistan’ê Va -26-: Efsane -6-



[ ... ]
Śuveke bi deśt e ev ćerm
Avê źi canê min vedixwe
Di bin śunikên bi śîn da gîsinên birćî diśkîne
hunera kurd
Can buye beyareke bi kevir
Ćekemên ćetolî tê da neynikan tavêźin
Ne bevśika pîrika min lê śeh dike
Ne źî simtraśa kalikê min źê dićêre

Xewnan ćêdikim bi gîrî li ber roźingên xwadê
Peyvên di mêrasên mayî da ćîrokan distrên bi hedarî źi min ra
Eźderheyên zîvîn źê radihêźin lutkeyên spî
Zinaran diśewitînin bi gadośên runî
Li źor ref bi ref reveke ezmanî
Li źêr nimêźeke xwînî
[ ... ]

                                Hezîran 2016, Swîsre




Dienstag, 7. Juni 2016

Rêwîtiya Duyem Ya Berbi Kurdistan’ê Va -25-: Efsane -5-



"...
Doźehan li van xopanan bi bêzarî xwa veśartine
Ne riyeke bendikî
Gundê Palangan
Hewreman / Kurdistan
Ne źî kêreke suyî li paś xwa hiśtine

Di nahalên sotî da śepalên bi nimêź bextê xwa diśon bi gîrî
Rikeke xwînî ya bi hîrrehîrr e
Bi simên ćakuć kirî ʰewrên bi śîn l ezmên dikute
Bê zîn maye hespê rewan li ezmên
Yan dê ćirayên li źor hurhurî bike
Yan źî dê herda li źêr bifetisîne

..."





Montag, 30. Mai 2016

Rêwîtiya Duyem Ya Berbi Kurdistan’ê Va -24-: Efsane -4-



"...
Śehweteke bêhnteng xwa b’ lutkeyên pîrozgehan baniye
Gundê Palangan - Hewreman 
Di fenteziyên miźane da xwîna xwa germ dikin
Li źêr ez bi ćîroka baayî ketime nav nimêźa xwa ya rooźê
Li ber śeveke ketumî
Ayînên tefandî dibarînim nav axê

Xezeba niviśtên hezar salî l’ peyvên rêwî sîwar bune
Bi ćargavî tên bi rehma xwadayên mirî
Źi doźehên xwa yên bi źeng
Zengilên ezmanî yên bi źehr lêdidin

..."





Mittwoch, 25. Mai 2016

Rêwîtiya Duyem Ya Berbi Kurdistan’ê Va -23-: Efsane -3-



...
Kevokê
Zencîr kirî dergehên me yên ketî li ser bazarên xwa difrośin
Koremarên bi tîr li van kućeyan kevirên porspî li paś xwa hiśtine
Li ser hinarkên bîranînên me yên ramedî
Canê me di nav tirsê da xwa germ dike
Bi wêneyên marmarkî yên birćî

Kevoka minê
Gava tu difirî
Di paśila xwa da tu ćima demê gêź dikî bi zencîrkî

...

Samstag, 16. April 2016

Xwadêyooo, Tifuyeke Źi Bêbextiya Almasan Lanettir!



Dîwarekî bifikirin, ku bê zmanê kurdî źiyana xwa derbaz kiriye ...
Îcarê min źi wî dîwarî ći fam kir ...
Źiyaneke wêran buyî bi beyarên hiśk.
Herê ...
Tu kurd 'be, li ser dîwarên reś u belek bi kurdiya zêrîn kurdîtiya dilê xwa nenexśîne ...
Xwadêyooo, tifuyeke źi bêbextiya almasan lanettir!

- - -

Li Wan'ê sê dibistanên bi zmanê tirkên pînc u namerd hatine tarumar kirin ...
Keremata źiyanê di nav tiliyên me da ye!
Kurdino!
Netirsin, berxikino!
Ewê di bin hêśa me da bifetisin.
Tev bila NEFRETa we źi XEYALên we mezintir 'be ...
Źi bîr nekin, kurdiya pîroz dilê germ nas dike.
Him pê ra diźî, him źî pê ra dimire!





"Kobanî - Keća Min Ya Pićuk"


Xaltîka me ya Emêrîka'yî MIRIAM bi kurdî li ser beyarên Kobanî'yê distrê, źi kezeba reś ...
Însan hee ne, źi keviran, źi zmanên mirî źiyaneke ebediyen ćêdikin ...
Lê "kurd" hee ne, kevirên Kurdistan'ê tarumar dikin, zmanê kurdî bi namerdiyeke bênamus, pîćtiyeke bê sînor źêdikin.
Dibêźin, dawiya pîćan pîćxane ye ...





Montag, 22. Februar 2016

Li Benda Tofanên Zmanê Kurdî Bimînin!


Li benda tofanên zmanê kurdî bimînin, źiber ku hun ê pê biśewitin.

Di van roźên dawiyê da bêê (baayî) b’ me girtiye u qet dil nake ku me ber’de.
«Herhal tiśt nabe» dibêźim xwa bi xwa ra.
Źixwa em her li benda hêviyên xwa mane, hêviyên ku b’ me qet nehesiyane.
Lê em l’ wan digerrin dîsan źî.
Xwadê bi me ra dilîze bavo, de bila kesî bi hêviyan ranepêćîne.

Tê gotin ku "komeleya nivîskarên kurd" u "PENa Kurd" bi heebuna zmanê kurdî hesiyane u dixwazin bizmaran di "kurdên ku bune kućikên zmanê tirkî" da bikutin.
De ya bi xêr, wey xwadêyooo!
Bikutin, ćavbelekino, bikutin!
Bizmarên bi źehra marê reś ez ê źi kîsa bavê xwa bidim we lo, bê lome.

Nućeyeke din ya bi baayekî tuź hat u kêfeke belek di dilê me da xwa l’ baa kir u ću.
Dibêźin li ser riyên sereke yên li Amed’ê, li ser lewheyan bi kurdî hatiye nivîsîn u hindek canikan bizmareke drêź l’ kefena bavê zmanê tirkên pînc kutaye!
Ha berxikino, haaa, divêt zmanê wan kućikan li Kurdistan'ê bi tevayî were bin pê kirin!
Divêt źi zmanê wan kućikan tenê herfek źî li Kurdistan’a pîroz nemîne!

Herfa dawiyê ya zmanê wan namerdan bêguman ewê roźekê li ber baayên bakur yên źi ćiyayên me yên bi heybet terkeserî axa me ya pîroz bike.
U em ê bi tevî wan baayan werin!


Tolhildan: "Dem Hat"






Sonntag, 21. Februar 2016

Bi Zmanê Kurdî Nefret Bikin!



Em u tirkên pînc ...
Em u erebên qewad ...
Em u farsên namerd ...
Bênamusino, ketine ser canê me, canê me di nav didanên xwa da dikin zewq bo kennên mirî yên di nav ćîrokên xwa da!

Li bakurê Kurdistan'ê bi keda ćend dilsozên zmanê kurdî du-sê heb dibistanên xerabe yên bi zmanê kurdî vebun.
Lê ći fêde, tirkên namerd u pînc hîro derî li dibistaneke kurdî ya li Amed'ê girtine.
Tirkên qewad tên di mala xelkê kurd da deriyên dibistanên bi zmanê mala me kurdî digirin!
Ew kurdê ku hemî dibistanên bi zmanê tirkên teres u pînc li Kurdistan'ê tarumar nake, ne kurd e!
Her kî dibêźe ez kurd im u di nav xelkê kurd da u li Kurdistan'ê kućiktiya zmanê tirkên tecawîzkar dike, divêt di cî da were îmhe kirin, were parî bi parî kirin!
Hezretî Zerdeśt u xwadêyê mezin AhuraMazda li benda zarokên xwa yên bi zmanê kurdî u Kurdistan'î ne!

Kurdino, netirsin berxikino, ewê di bin hêśa me da bifetisin.
Tev bila nefreta we źi xeyalên we mezintir 'be ...




Samstag, 16. Januar 2016

Nimêźên Bi Gîrî



Her cara ku ez talana ćanda kurd dibînim ...
Her cara u ez talana zmanê kurdî dibînim ...
Zarokên kurd yên li kempeke penaberan.
Axa di bin lingê min da sor dibe.
Xwîna di dilê min da ćavên min yên belek radipêće.
Ne fer di nahalên ćavên min da dimîne, ne źî śehweta źiyana źiyî.
Lerizeke namerd min derzî dike.
Heebuna xwadê di canê min da dibe barekî bi lanet.
Bê wîźdan nimêźên bi gîrî lê dibarînim.
Yê heeyî, tenê bextekî reś e bavo, tenê bextekî reś e.

*

Strana Mihemed Śêxo "Azadiya Śîrîn" di têlevîziyona tirkên namerd da bi orkêstreya dewletê tê pêśkêś kirin!
Kućikên teres ewê di bin muzîk u ćanda milletê kurd da bifetisin!


Mihemed Śêxo "Azadiya Śîrîn"