Dienstag, 30. August 2011

Em Kurd Li Ba Mirinê Źî Dest Źi Zmanê Tirkan Bernadin!


Ev ćend roź in hewa tam li gorî dilê min e.
Yanî ne sar u ne źî germ e, herre were li dor bîst pileyan lotikan tavêźe.
Hîro min tenê qendî seetekê werger kir u xelas.
Hîro psîxiyatrîstekê li klînîkê dawî bi karê xwa hanî u ću klînekeke din.
Ev ćend sal bunn ku min źibo wê werger dikir.
Kêfa min gelekî bi śexsê wê dihat. Ti pirsgirêk heta niha bi wê ra ćênebubun.
Min hîro tenê du seet u nîv sport kir.
Ez dibêźim di van roźên dawiyê da tiraliyekê bii min girtiye yaw.

Min doh carekê li vîdyoya kuśtina endamê DTPê yê Wan’ê mêze kir.
Wêne pirr traźîk bunn.
Lê tiśtekî bala min kiśand di wê vîdyoyê da. Ew źî kurdên me yên ku bi vir u wir da dikirinn qîźewîź, bunn.
Ewqes bi kelecan bunn ku, qet nebêźin. Mîna her demê.
Hêdî ći dibe bila bibe, kurd dikin qîźewîź.
Yanî dewleta tirkan źi binî va psîkoloźiya kurdan kiriye śorbe.
Heger ez śaś nebim, hemî kurd źî di nav travmayên bêderman da digevizin.
Bêguman ev tiśtekî pirr normal e źî. Źiber ku kurd di nav rewśên gelekî barbar ra derbaz dibin.
Qesî diźminên milletê kurd, partî u siyasetmedarên me kurdan źî di vê meselê da berpirsiyar in.
Ez vegerrim ser qîźewîźa kurdên me.
Bi vir u wir da bazdidan, destên xwa li baa dikirinn. Hawar u gazî bilind dibunn.
Lêêê!
Min tenê peyvek źî bi kurdî nebihîst.
Hemî qîźewîźa wan źî bi tirkî bu.
Yanî aniha ez źi xwa dipirsim u dibêźim, gelo źiber ći ew kurdana berbi ćiyan dimeśin, têkośîna ći didin, źibo ći xwa didin kuśtin?
Źixwa zmanê xwa bi destên xwa kuśtinne.
Zmanê tirkan źî hêdî źi wan tirkên spî ćêkiriye.
Bi kurmancî u kurtî, hêdî kurd tam bunne kurdên tirk yên li gorî tirkên niźatperest.
Di vî warî da siyaseta MHP, CHP u AKPeya tirkan u ya partiyên me kurdan, ne kêm u ne źî zêde, źi sedî sed eynî ne.
Yanî em źi zu va bunne xizmetkarên siyaseta tirkan, haya me źi me tun e.

Montag, 29. August 2011

Tirkên Qewad U Kurdên Pepuk!


Di vê navê ra dîsan demeke drêź derbaz bu ku min tiśtek nenivîsiya.
Helbet hindekî bê śansiya min ya bi texnîkê di vê meselê da rola xwa lîst.
Divêt ez tiraliya xwa ya di vê germa havînê da źî bii bîr bînim.
Di van du hefteyên dawiyê da germayiyeke pirr zêde hee bu.
Bi baweriya min bibe, germayiya me ya vê havînê źî tenê ev bu. Aniha germayî li dor bîst pileyan e (20°).
Yanî hewayeke li gorî dilê meriv e.
Loma źî li ba pîskîlêthaźotinê u beza min ya hîro zêde bêhna min nećikiya.
Vê heftê ewdê bi vî hawî derbaz bibe dibêźin.

Li Kurdistan’a bakur dîsan atmosfera siyasetê germ bu.
Tirkên faśîst u niźatperest hîro endamê meclîsa DTPê ya Wan’ê kuśtinn.
Bêguman camêr karê xwa dikin, ewdê bikuźin źî, źibo vê yekê li ser Kurdistan’a miqeddes śurê xwa li baa dikin.
Lê ez siyaseta me kurdan qet fam nakim.
Hemî hêza milletê kurd di nav siyaseteke zirzop da, di destên aqilsivikan da xeder buye u dibe u terre.
Bi navê nizanim kîźan hesasiyeta dewleta tirkan, bîst sal in ku milletê kurd źi van hesasiyetan nikane rizgar bibe u derbeya dîrokî ya dawiyê lii tirkan bixe.
Ez źi sedî sed bi vê yekê bawer dikim, heger siyaseteke kurdan ya Kurdistan’î hee bibuya, heger wan kesên źîr u zana di vê têkośîna man u nemanê da berpirsiyarî hilbidaya ser milên xwa, des/deh dewletên din źî li hemberî kurdan hee bibuna, dawiya dawîn binketina wan ewdê bibuya dawiya wan ya herî rewa.
Lê siyaseta me kurdan tam li gorî aqilê zarokekî ćardeh salî dimeśe.
Manîpulasiyonên dewleta tirkan di nav siyaseta me da buye serdest.
Qewadên heram ći dixwazin, ćawan dixwazin, wê lii me didin kirin.
Hêdî tevgera kurdan źi binî va xitimiye, gemar buye, buye taśeron.
Loma źî źibo kurdan tevgereke nu ya Kurdistan’î, tevgereke źi sedî sed Kurdistan’î u mîlîtanî ya «zman u ćanda» kurd pêwist e.
Halî hazir di nav tevgerên kurdan da zman u kultura tirkan di nav hemî śexsiyetên kurdan da buye serdest.
Yanî kuwalîteya kurdîtiyê tam lii binî xistiye, daketiye bin sifirê.
Bêguman bi kesên wilo bê kuwalîte meriv nikane karekî wilo cîddî u dîrokî bii ser bixe.
Ev hemî qîźewîźa ku tê kirin, nikane kevirekî źî źi tirkan xelas bike.

Montag, 22. August 2011

Ćend Roźên Bê Înternet Źi 9ê Tebaxa 2011an U Bi Vir Da

Di nav van pênc roźên dawiyê da hewayeke baś li der hee bu.
Di źiyana roźane da tiśtekî nu ćênebu.
Her tiśt li gorî sîstema xwa ya mewcud meśiya, heta ku înterneta me bi temamî qut bu.
Źi roźa ćarśema derbaz buyî u bi vir da ye ku înterneta me kar nake, hey lanet.
Me źiber vê yekê tiśtek źî nekir.
Lê hîro ez u tevrunerên min cara yekem li ser vê meselê bi hev ra peyîviyan.
Me birryara xwa daa, ez ê sibeh li ba zangehê bikevim nav înternetê u careke din serî li ba fîrmayekê bidim.
Ka em mêze bikim, źi piśtî ćend roźan ewdê înterneta me were girêdayîn.
Bi raśtî źî bê înternetê dest u nigên meriv têne girêdan.
Meriv hew dikane karekî xwa yê normal, yan źî têkiliyeke xwa ya herî basît li ser piyan bide sekinandin.
Yekcar hemî źiyana meriv ya heeyî ser u bin dibe.
Bêguman haya kesî źî źi vê bobelatiyê nîn e, loma źî herkes li gorî xwa tiśtekî difikire.

Nîśe: Ev nivîs źi berî ćend roźan hatî bu nivîsîn.

Mittwoch, 10. August 2011

Muzîkźenekî Kurd U Zmanê Tirkî: Mehmet Atli


Hîro hewayeke tam li gorî payîzê hee bu.
Him rooź/tav li ezmên dićirusiya u him źî hindekî sar bu.
Hîro karê min yê wergerrê qet tune bu.
Di seet 15:30an da źibo seetek u nîvan ćum pîskîlethaźotinê.
Paśê des/deh kîlomêtroyan ćum bezê u pêra źî min ću entremana bedenhêziyê kir.
Yanî hîro źî tiśtekî sosret di źiyana min da ćênebu.
*
Doh li ser hêsaba min ya di Facebook’ê da min nivîseke muzîkźenê me kurdan Mehmet Atli dît.
Ćend heb nuće weśandî bunn. Hemî źî bi tirkî bunn.
Di ya dawiyê da bi tirkî digot:
«Źi herkesî ra śeveke baś u remezaneke bi xêr dixwazim, her tiśt bila bi dilê we bibe…»
Źiber ku ez pirr bi tirkiya wî hêśiyam, min źî rabu ev śîroveya xwa bi lez nivîsiya:
«Yaw ez aniha nizanim ku ez ćawa bi Mehmet Atli ra bume hevalê dîźîtal dînime îmanime. Ê canim cîgerim, ma tu dixwazî zmanê tirkan li me bidî hîn kirin, hi? Ez hêvidar im tu dê careke din vî zmanê tecawîzkaran negirî devê xwa u lanetê li heśt eźdadê me nekî yabo qurban :D.

Hîro Mehmet Atli ev bersîva xwa ya li źêr daye (dîsan bi tirkî helbet):
«Mîna ku tu źî dizane, hindek rêheval vî zmanî nikanin bipeyîvin. Ez tev li te źî dibim. Heger birayên me yên din źî źi vî zmanî fam bikirina, me dê heta ku mimkin bibuya, ev zman bi kar nehaniya…» u ev źî bi kurdî herî dawiyê nivîsiye «… (lé te lı mın bı buhurü kusure nenıré) Beghyani Shadi Sharin.». Bi raśtî źî bi kurdiyeke pirr berbat.
Ez careke din bi nivîsa wî qehiriyam, loma źî min ev bersîva daa wî:
«Canim cîgerim Mehmet, bi peyîvîn u nivîsîna tirkî tu xizmeta sîstema tirkan ya faśîst u niźatperest dikî. Źixwa ći hatiye serê milletê kurd, źi van fikrên tewśo-mewśo hatiye. Ćênabe ku hunermendekî kurd li gorî siyaseta tirkan hereket bike. Bi nêrîna min ew "rêheval"ên ku tu dibêźî, pênc quruś qîmeta wan źî tun e. Loma źî ćavkê mino, ez te bi navê hemî kal u bavên xelkê kurd śermezar dikim. Keko, di 1ê gulanê da tu hatî buyî Zürich'ê źî, min źî źibo ku millet were qada 1ê gulanê, gelek rêklam kir. Lê tu tenê peyvek źî bibe bi kurdî nepeyîviyayî. Źixwa min wê demê źî źi tevgerra te qasî gramekê tiśtek fam nekirî bu. Ćavbeleko, divêt tu bizanî ku êdî em diźminê hevdu ne, ez bixwazim źî nikanim bi kesekî xwadî kultureke wilo ra nêzîkayiyekê ćêbikim. Bimîne di xwaśiyê da. Lê navê min źî źi bîr neke, dilê min.».

Gava meriv nivîsa Mehmet Atli dixwîne, qey meriv dibêźe yekî Efrîka’yî, Emerîka’yî, Ćîn’î li ser zmanê kurdî dipeyîve.
Camêr źibo zmanê dayika xwa dibêźe «... vî zmanî ...».
Diyar e ku hestên mîllî li ba kekê me di bin sifirê da cemedî ne u nikane derbikeve ser sifirê.
U ev źî muzîkźenekî me yê nas e.
Ez nizanim ku ez ćawan bi M. Atli ra di Facebook’ê da bum heval. Doh sibeh min cara yekem navê wî bi wêneyke wî dît. Min qet bala xwa nedayê. Min got dibe ku hevalekî min yê ku heyranê wî ye, profîla xwa guhartî bibe.
Bêguman ewdê Mehmet Atli źi aniha u pê va pirr źi destê min bikiśîne.

Roźeke Bêdeng U Bi Aram

Min hîro źî bi gelempperî roźeke aram derbaz kir.
Hewaya hîro źî mîna doh berbat bu.
Karê min yê hîro tenê seet wergerr bu.
Wekî din ti tiśtekî din di źiyana min da ćênebu.
Min sporta xwa źî dîsan nekir, bi gerra vê hêvarê hedura xwa hanî u wesselam.
Ez ê hîro źibo we nivîsekê źi koma Dersa Kurdî ya di Facebook’ê da bigirim u li vir biweśînim.
Hindek laqirdiyên kurdîn tê da ne, loma yaw.
De yellaaah:
<- Tu dizanî, psîkoloźiya min buye wekî śorbê, eśqim :))).
Bi serê te yê henne kirî be, ez hîro ćum psîkologekî temam u qerase dînime îmanime.
- Min got, «doxtor beg, ma qurban ez ê ći bikim yaw? Serê min buye wekî kundir lo.»
- Tabî doxtor beg xwast ku bizane ka ez xwa ćawa rehet hîs dikim.
- Min źî got, «doxtor beg, bi serê dê u bavê te bibe, gava ez bi kurdî ćêr u diźunan dikim, bêhna min vedibe u dibe wekî behr u derya lo.»
- Got, «ê de bike babam, ma kê devê te girtiye, wîîî.»
- Min got, «xaltîka Amîne bernade ku ez bi ser tirk, ereb u farsan da ćêran bikim yaw. Wekî Qomser Qolombo ye u ha ha lotikên înternasiyonelî davêźe birê min.»
- Paśê doxtor beg got, «wax wax waaax, nebêźe lo. Ê ma tirk u ereb u fars źi te qîmetttir in anam babam, waweylêêê :))».
- Dura źi min pirsiya u got, «ma tu ćêrên ćawan dikî, ćavbeleko?»
- Min źî got, «welle doxtor beg tu dizanî, aniha «kurê kerê, qewad, kunekê heram u filan fistix gelek di rewacê da ne yaw.»
- Xaltîka Amîne, ma tu dizanî doxtor beg ći bibêźe baś e, gulim?
- Got, «wax wax waaax, de bike eśqim, bikeee. Êdî devê te u xwadê lo».
- Loma źî xaltîka nermik u germik, bi rećeteya doxtor beg, heqqê min hee ye ku ez li vir roźê sê caran bi kurdî dilê xwa hênik bikim, ihi :D>>
Paśê źî xaltîka Amîne dibêźe:
<>.
Piśtî vê bersîvê, lotikciyê me bersîveke din dide:
<>.
*
De li vir źî kilama roźê ya xwaśik guhdar bikin.
Źibo destpêkê źî bila ev ćend rêz źi min bibin, him źî belaś u źi kîsa bavê min:

Bi zêdeyî
Ez melodiyekê
Di ser źiyanekê ra digirim
U ez vê dibêźim źî
Him źî bê keder u keser.

http://www.youtube.com/watch?v=zaRWYDMMJuE&feature=related

Montag, 8. August 2011

Telefona Gundê Me Lênaxe Yaw


Hîro hewayeke pirr berbat li Zürich’ê hee bu.
Tevî ku hewa ewqes sar nebu źî, carekê śilî bariya, carekê birriya, carekê rooź/tav derket.
Min hîro tenê qendî du seetan wergerr kir.
Li klînîkê hîn źî psîxiyatir venegerriyanne. Di nav vê heftê da divêt bi hêdîka bi śun da werin.
Źi derî dema karê wergerrê min hemî wexta xwa li malê derbaz kir.
Min dil dikir ku ez hîro odeya xwa serraśt u paa/paqiź bikim. Lê ćênebu, źi derî ćend tiśtên pićuk. Lanet! Kanê em mêze bikin sibeh ći dibe.
Ev ćend hefte ne ku telefonî bavê xwa dikim, lê telefon lê naxe.
Li gorî bîstina min, karkerên śantiyeyê zirar danne qabloyên telefonan.
Ez bawer dikim aniha bavê min źi hêrsan nikane li śuna xwa źî rubine.
Kafir pirr bi lez kelecan dibe yaw.
Yanî ev du meh in ku em qet nikanin bi hevdu ra bipeyîvin.
Ê tabî ewqes salên dur u dirêź in ku me hevdu źî qet nediye.
Salên wî źî di ser nodî ra ne.
De were źî źi nav vî karî safî derbikeve anam babam.
Ê de bila xwadê wan tirkên qewad roźekê nexe destê min u wesselam.

Sonntag, 7. August 2011

Wax Wax Waaax, Tirkan Li Ser Kaxizekê «Kurdî» Nivîsîne!

Di van du roźên dawiyê da min dîsan xwa li tiraliyê dayniya u tiśtek nenivîsiya.
Ez dibêźîm hindekî bandora havînê li ser min hee ye.
Gotina min ew e ku germayî mêźiyê meriv kêm-zêde difetisîne, meriv di xwa da mecalê nabîne ku tiśtekî bike yan źî bala xwa bide miźarekê.
Roźa îniya derbaz buyî, ango pêr, min qendî pênc seetan sport kir.
Herî dawiyê źî pêgoog lîstinn. Lê pêgoog her carê źî bi śiklekê min seqet dike u berdide.
Carinan camêr wilo bi heśmet lêdidin ku, perćeyek źi hestiyê lingê min diśike.
Tabî hîcar heta ku xwaś dibe, di ser ra ćend hefte derbaz dibin.
Tevî ku hêśeke berbat dide min źî ev derbena, ez dest źi sporta xwa ya roźane bernadim.
Yanî herro kêmtirîn sê seetan sportê dikim. Meźbur im źî, wekî din nikanim li śuna xwa rehet rubinim.
Xwadê śahîdê min e, min doh navberek daa sportê. Heftê carekê sport nekirin źî helbet źibo bedên girîng e ellawekîl.
Hîro di seet ćaran da ćum pîskîlethaźotinê.
Lê li ser riya vegerrê baraneke hurik dest pê kir.
Śansa min hee buye ku xurttir nebu.
Źi piśtî vegerra min ya malê śilî u śelpaleke baś xwa berda ser erdê.
Ya raśt, ez ê hîn bićuma bezê źî. Lê min beza hîro îptal kir.

Min di înternetê da hîro nućeyeke ecêb xwand.
Meclîsa tirkan cara yekem li śuna zmanên ku parlementer dizanin, zmanê kurdî źî qeyd kiriye.
Ći ecêb e?
Źi piśtî ewqas źan u hêś, mirin, tecawîz, tarumarkirina Kurdistan’ê, hîn em nikanin bi vekirî navê zmanê xwa źî bînin zmên.
Bawer bikin ev ne sucê tirkên niźatperest u faśîst e, ev raśteraśt sucê me ye.
Me hîn źî qasî misqalêkê girîngiya zmên fam nekiriye.
Hêz u enerźiya ku em źibo tiśtên vikuvala berhewa dikin, źi sedî yekê van źibo zmanê xwa yê qedîm nakin.
Hîcar ćima ev diźmin me cîddî bigire, ćima?!
Źixwa, heger bi vî hawî bimeśe, ewdê heta sala 2020an kurdî tevda felc bibe.
Her ćendî dê di teoriyê da hîn hee bibe źî, lê di pratîkê da ewdê bikeve beśa zmanên mirî.
Hêdî ne ew qîźewîź u sloganênên vala dikanin tiśtekî bikin, ne źî xwadê lii heyśt eźdadê me tê rehmê.

Donnerstag, 4. August 2011

Roźeke Xwaro-Maro

Hîro eyameke xwaś, germik u nermik xwa li der li baa dikir.
Karê min yê hîro tenê seetek u nîv wergerr bu u ewqes.
Tabî seetek karê wergerrê źî min źi bîr kir, yanî tevliheviyek ćêkir, loma min seetek kêm kar kir.
Źi berî nîvroyê ez źibo seetek u nîvan ćum pîskîlêthaźotinê.
Ev ćar roź bunn ku min hêć sport nekirî bu.
Yanî min navberak dayê, loma yaw.
Gava ez źi piśtî nîvroyê źi kar vegerriyam malê, qendî du seetan li malê bi karê xwa ra miźul bum.
Berbi seet 18an pêśta ćum 12 kîlomêtroyan beziyam, paśê źî ćum ciyê fîtnesê ya li Irchel’ê. Min li wir źî entremana xwa ya bedenhêziyê ćêkir u hatim malê.
Kêm-zêde roźa min bi vî hawî derbaz bu.
Tiśtekî balkêś ćênebu ellawekîl.

Mittwoch, 3. August 2011

Bikaranîna Zmanê Tirkan Min Rencîde Dike Cîgerim

Bi telaq min hîro źî tiśtek nekir.
Karê min yê wergerrê hîro tune bu.
Min herî zêde wexta xwa li malê derbaz kir. Bi karê xwa ra miźul bum u bi têra xwa serê min perćifî.
Tenê vê hêvarê di seet 19an da ćum dukaneke sportê źibo ku kaskêteke pîskîlêtê bikirrim.
Lê min du heb kirriyan. Ći dibe ći nabe. Heger ez śaś nebim, kaskêta min ya berê heft-heśt salan kevin e. Helbet min berî heft-heśt salan carekê qezayek źî pê kirî bu. Yanî hingê hindekî zirar u ziyan źî gêśtî buyê. Di raśtiyê da merî źi du salan zêdetir danayne ser serê xwa. Tê gotin ku maddeya ku źê hatiye ćêkirin, di nav demê ra sist dibe, yanî pićekî źi hev dikeve lo. Loma źî li ba qezayekê nedî nikane baś serê meriv biparêze.

Min doh li ser du kesan hindek tiśt gotî bunn. Nivîsa ku min li ser yekî nivîsiya bu u źê ra śandî bu, li vir bi we ra źî parve kirî bu.
Hîro ez ê nivîsa xwa ya li ser yê din biweśînim.
Vî hevalî źî di Facebook’ê da daxwaziya hevaltiyê kirî bu. Min źî qebul kirî bu. Lê herweha min źê ra nućeyek śand u got «roźa ku te bi tirkî tiśtek weśand, aha wê roźê źî hêdî em ne hevalên hevdu ne, canim cîgerim. ...».
Lê piśtî du roźan vî camêrî bi tirkî nivîseke xwa weśand.
Tabî dîsan dinya li ber ćavên min reśo-meśo bu.
Min rabu ev śîroveya xwa ya li źêr źê ra śand:

«Xalê Y., di warê fikirînê da dibe ku meriv źi hev gelekî cihê sekina xwa bigire. Bi sê telaqên jinberdanê, bila biźî demoxrasî u filan u fistix. Ez ê destê xwa qet nedim raśtiya biyoloźiya însên - tevî ku hemî xerabî di hemî însanan da hee ne źî -. Tiśtê ku tirk, ereb u faris li kurdan dikin, kurdan dikuźin, tecawîzî kurdan dikin u hwd., li gorî śertên xwezayê, tevgerrên herî normal in. Ez źiber vê yekê li ber xwa nakevim. Źiber ku xweza dibêźe hemî rê u metod legal in źibo ku her afirande bikare mayîna xwa ya li źiyanê bixe bin garantiyê. Yanî heger tirk werin gośtê me sor bikin u bixwin źî, źi vê normaltir tiśtekî din tune di xwezayê da. Ev mafê wan yê heebun u tunebunê ye. Lê tiśtê ku min ecêb dihêle, felsefeya kurdên me ya bê bingeh u xeyalperest e ... Gava ez «qewad» dibêźim, ez vê yekê di mahneya xwa ya herî esasî u exlaqî da bi kar tînim. Ma heta hîro ćend tirk, ereb u fars li diźî zilma ku li milletê kurd hatiye/tê kirin, daketinne ser kolanan u ew protesto kirinne, xalo? Peyva «dijmin» źi avestî "dušmainyu-» tê u mahneya "diź-ramanî» dide. Ma ćend tirk u ereb u fars di derbarê azadiya milletê kurd da wekî kurdekî Kurdistan’î difikirin? Wekî din źî, min bi xwa zmanê avestî bi salan xwandiye, di pirtuka pîroź Avesta'yê da min heta niha źî gotineke wekî "ez źi ramana raśt, ... hez dikim» ne xwand u ne źî dît. Ne raśt e ku meriv hewl bide xwa u di bin navê Zerdeśt da gotinên wî berevaźî bike u pê tenura xwa germ bike. Divêt meriv «cî u dem»a gotinên dîrokî adapteyî kêfa śexsê xwa neke u neke śorbe. Dixwazim vê bibêźim, ne baś e ku meriv bi fikrên xeyalî yên źi derî raśtiya xwezayê xwa u milletê xwa bixapîne. Ev tenê xizmeta siyaseta diźmin ya tunekirinê dike, xalê ćavbelek.».
Paśê kekê me bersîveke gelekî li gorî xwa daa. Li ser vê yekê min cara dawiyê bersîvek dayê:
«Keko, mîna ku min di destpêkê da bi bîr xistî bu, zmanê tirkan u kurdên ku wî zmanî bi kar tînin, źibo min meseleyeke pirr mezin in. Ev min rencîde dike. Ćênabe ku kurd źî di bin xizmeta asîmîlasiyona dewleta tirkan da zmanê diźminê xwînxwar meśru bikin. Her peyva bi zmanê tirkan meśrukirina vê yekê ye. Dibe ku mafê Soranekanên Kurdekan hee bibe, gava «kurdên li bakur» wekî «kurdên tirkan» nav dikin. Hîcar ez hêdî ne di lîsteya te da me, keko. Bimîne di xwaśiyê da.».
Bêguman bi vî hawî em źi lîsteya hevdu derketinn.
Welle derdê me kurdan derdekî pirr giran e. Diźmin ći li me bikin źî misteheq e ellawekîl.

Dienstag, 2. August 2011

Qaśo «Nivîskarên Kurd» Yên Ku Milletê Kurd Asîmîle Dikin!

Źiber ku hîro karê min yê wergerê tenê qendî seetekê bu, ez bi zêdeyê li malê mam u min bi têra xwa serê xwa bi zmanê kurdî hêśand.
Min hîro sport źî nekir.
Ya raśt, pêwistiya min bi bêhnvedaneke ćend roźan hee ye. Lê ez bawer nakim ku ez sibeh wilo bi rehetî li śuna xwa rubinim.
Di van du hefteyên dawiyê da ćend buyerên sosret di navbera min u du kurdên «nivîskar» da ćêbu. Źi van du kurdan yekî qet xwa lii min negirt.
Loma źî ez dixwazim pêśta li ser wî bisekinim.
Ez vî camêrî źi bîst salan u vir da bi nivîsên wî nas dikim.
Di raśtiyê da min berî bîst salan pirtukeke wî ya li ser dîroka kurdan xwandî bu u ewqes.
Wê roźê min bi tesedufî li ser hêsaba hevalekî min ya di Facebbook’ê da nivîseke wî dît. Mêro bi zmanê tirkên qewad źi millet dixwast ku herrin hêsaba wî u nivîsên wî yên bi tirkî u «giranbiha» bixwînin.
Hîcar dinya li ber ćavên min reś bunn. Tu him dîroka kurdan bikole u him źî milletê kurd yê ku tevda asîmîle buye u di nav komayê da ye, dev źi zmanê kal u bavan berdaye, dawetî xwandina zmanê tirkî bike!
Min hindî nekaniya xwa źê bigirim u ev śîroveya li źêr nivîsiya u śand:
«Ev nêzîkî bîst salan e ku ez źi dur va birêz S. M. nas dikim. Min pirtuka wî źî xwandî bu. Vê gavê, yanî źi piśtî van bîst salên derbaz buyî ez dîsan li vir raśtî nivîsên wî hatim. Birêz S. M. di van bîst salên buhurî da qesî gramekê źî xwa pêśta nexistiye. Tiśtê herî berbat yê ku meriv ecêb dihêle, hîn źî kekê me tênegêśtiye ku zmanê kurdî di nav kîźan xeteriyan da ye. Hîn źî qesî pênc quruśên xerabe di serê wî da ciyê xwa negirtiye. Hîn źî bêyî ku hindekî śerm bike bi zmanê tirkên milletê kurd u zmanê kurdî (biborin sertiya min!), śorbeyên bêtam difirośe me, tevî ku ewqes hêźayî u nirxên milletê kurd hee ne u li benda lêkolînên zanyarî ne. Lê ka ew qudret kaaa?! Gelo ći têkiliya u iyan bi hev ra hee ye? Ez bawer dikim, ne tenê bawer dikim, kekê me tenê bi gotinên populîst hedura xwa tîne, meselê dike leqleqa vala ya li ber deriyan. Kesekî herî nezan źî baś dizane ku ti têkiliya van herdu gelan bi hev ra tun e. Pirseke min źi kekê me hee ye, birêz S. M., bi serê kê dikin bikin, ma we źi ku derê îcazet girtiye ku hun kurdan źibo xwandina nivîsên bi tirkî dawet dikin?! Xwadê bike em di konferensekê da raśtî hev neyên!».

Montag, 1. August 2011

Aha Ez Dîsan Vegerriyam Śekirinooo

Êêê, welle ev du hefte bunn ku min tiśtek di bloga xwa da reś nekir lo.
Tiśt nabe yaw. Xelkê alemê bi mehan tatîlê dike, ma du hefteyên belengaz ći ne ku, śekirino. Tatîla min źî li malê bu anam babam.
Ez serê we u yê xwa zêde nehêśînim.
Di van du hefteyên buhurî da tiśtekî balkêś yan źî pirr girîng ćênebu.
Min bê navber sporta xwa kir, hema hema min di roźekê da li dor ćar seetan îman li xwa ćikand.
Tabî aniha źiber tatîla havînê gelek biźîśkên li klînêkê źî ne li vir in.
Loma źî karê min źî zêde tun e, ewdê heta dehê tebaxê bi vî hawî berdewam bike.
Paśê xwadê mezin e, em ê mêze bikin, ka ći źi ći derdikeve.
Hîro roźa azatbuna Swîsre’yê ye. Źiber vê hindê ev e źi doh va tequreqa pîroźkirinê ye li der.
Doh nîvê śevê min hew kariya bi rehetî rabikevim ellawekîl.
Tabî sibeh dîsan roźeke normal ya germik u nermik e.
Śekirino, ez ê hîro dirêź nekim.
Dibêźin źi tiśtên dirêź xwadê źî hez nake welle.
De heta nivîsa din yaw.