Freitag, 27. Januar 2017

Xwadê Bi Zmanê Kurdî Bang Kiriye -1-



Ez u xwadê, em li kêleka hevdu runiśtine.
Źi berî ku em dest bi sohbeta xwa bikin, ez dixwazim bala wî bikiśînim ser mêvandariya wî ya di xewna min da.
Gotina min dibirre, «Xwa ne’êśîne, haya min źê hee ye.», dibêźe.
Rewatiyeke sosret di min da ćêdibe.


Ez bala xwa didim berbi ćiyayên li hemberî me.
Em herdu źî l’ wan ćiyan dinihêrin.
Ez li hêla xwadê ya rast u ew źî li hêla min ya ćep runiśtiye.
Lutkeya ku em li ser runiśtine wekî giraveke bilind ya di nav zeryayê da xuya dike.
Em źi źor va temamê ćiyayên li ser dinê dibînin.
Lê ćiyayê ku em li ser runiśtî ne, wekî ku dê u bavê hemiyan ’be, hîsseke hilo di min da ćêdike.
Hemî cure dar u ber, heywan, giya u kulîlk xwa tê da l’ ba dikin.
Ćemên ku bi spehîbuna xwa dilê min źi min digirin u diben, hênikayiyeke mestane di min da ćêdikin.
Ez hîć dil nakim ku dest bi axaftinê bikim.
«Źixwa ew źi berî min l' tiśtê di serê min da dihese.» dibêźim xwa bi xwa ra.
«Ćima źi min ra nabêźî?», dibêźe.
Dîsan pê hesiya, dibêźim
«Ći, ezbenî?»
«Źi bîr neke, vê kêliyê ez źibo bersîvan li vir im, ne źibo pirsan.»
«Źixwa tu pirsên min dizanî, ma tu nikarî yek bi yek bersîvan bidî min, hi?»
«Min got, ez ne źibo pirsan li vir im.»
Bala min hîn źî l’ wan ćiyayên li hemberî me ne.
Min destên xwa li ser ćogên xwa girêdane.
«Ezbenî, zman ...»
«Herêêê ...», dibêźe.
«Ezbenî, zmanê kurdî ...»
«Êêê, dizanim, ...»
«Gava ez zarok bum ez li ber u ser van kaśan bi zmanê kurdî li duv berxikan dibeziyam.»
«Źiber ku berxikan bi kurdî dizaniyan, loma.»
«Min dizaniya ku berxikên me bi kurdî dizaniyan.»
«Di destpêkê da min zmanê kurdî ćêkir, paśê źiyan, heywan, giya, ćem u hewa, herd u agir. Paśê min bi zmanê kurdî bang kir.»

...




Montag, 23. Januar 2017

Ligorî Zmannasiyê Eslê Ereb, Fars U Tirkên Bê «Derpî»



Hindî wext hatiye bavê mino.
Źibo ku em bikarin baśtir u xwaśtir bêbaviya tirk, fars u erebên bê «derpî» fam bikin, zelaliyeke bingehîn ya zmannasiyî źibo peyva me «bê derpî/derpe» pêwist e.
Helbet min bi gotinên gilower źî dikariya mebesta xwa bibêźim.
Lê ez ê vê yekê nekim u piśta xwa yan źî berê xwa nedim leqleqa absurd.
Bila vê gavê absurdî nebe karê me yê lotikên germik u tuź.
Ćendî lotika me ya bi bizmar kîp u xwaśtir ’be, ewćendî źî dê pêśeroźa me geśtir ’be.
Loma źî źi lotikên germik netirsin.

Divêt em esl u feslê peyva kurdî derpî/derpe zelal bikin, hetta źê wêdatir divêt em ronî u gurrî źî bikin.

Di zmanê hîndî-ewrupî yê bingehîn da kiryara *drep- mehneya «źêkirin, dirrandin, birrîn» dide.
Di yonaniya kevin da kiryara drap-o wateya «berhev kirin, źêkirin, birrîn» dide.

Di zmanê vedî u sanskrîtî da peyva drāpi- mehneya «manto/palto/gocik, kinc/cil» dide ...
Yanî kurdî derpî/derpe źi kurdiya kevin *drāpi-ka- tê u di zmanê hîndî-ewrupî yê bingehîn da wekî *drēpi-ko- / *dropi-ko- bu, u bi dibêtiyeke mezin wateya «(perće)ya źêkirî, (perće)ya źê birrî» dida.

Loma źî berxikino, zêde piśta xwa nedin tirk, ereb u farsên bê derpî.
Źixwa mîna ku źi peyva derpî źî bellî dibe, bênamusên «dirrandî» ne, «(perće)yên źêkirî u źê birrî» ne.
Hindî drutina van bêbavên «dirrandî» źî meselê ćareser nake.
Hun di bratiya wan «perćeyên źêkirî u źê birrî» 'nin.





Freitag, 20. Januar 2017

Źi Beźn U Bala Ku Zmanê Kurdî Nabare ...


Gava zman zmanê kurdî yê pîroz 'be di mêźiyê meriv da, źixwa źi beźn u bala meriv Kurdistan dibare!
Źi bîr nekin.

Hun guh nedin wan "kurdên kućik" yên ku bune namerdên zmanê tirk, ereb u farsên qewad!
Meriv di mêziyê xwa da ći ćandiye, ew zîl dide.
Helbet meriv wî dićîne źî.
Kurdê ku di mêźiyê xwa da zmanê tirkên teres kiriye mîr u wezîr, ewê bibe kućikê wî źî.
Bê lome, u bê nifirên źi kezeba reś.

Biborînin, em zmanê xwa, em zmanê bav u kalên xwa yê bi hezaran salan źi wan "kurdên" ku bune qewadên zmanê tirk, ereb u farsên namerd dixwazin!
Kesê ku nekariye bibe camêrê zmanê xwa yê bi heft gurćik, helbet ewê bibe qewadê zmanê diźminê xwa yê bê gurćik!

Heger xwadê li źor 'be, gundiyên bi zmanê kurdî źî li źêr in.
Loma bila kes guh nede wan bêbavên "bi xwadê".


Tê gotin ku canikekî Kurdistan'î bi zmanê kurdî li Emêrîka'yê, li baźarê Chicago'yê rêstorenteke bi xwarinên kurd vekiriye u navê wê źî kiriye GUNDÎ.
Cano bi canana xwa sond dixwe, loma.
Cano'yê ku źi Canan'a xwa bi guman e, źixwa bê canan e.

Lê li Stembol'a tirkên namerd heft-heyśt mîlyon kurd hee ne, li Ewrupê nêzzîkî du mîlyon kurd hee ne, tenê yek źî navekî bi zmanê kurdî nade kargeh u dukanên xwa!
Vê gavê, di nav du-sê salên dawiyê da mîlyonek ereb li Stembol'ê cî bune, u tê gotin ku nîviyê navên tabeleyên li Stembol'ê bune erebî, u van erebên bê derpî herkesî mecbur dihêlin ku bi zmanê erebî bipeyîvin!
Źiber ku źi beźn u bala wan zmanê wan qewadan dibare.
Lê źi beźn u bala me źî zmanê tirk, ereb u farsên namerd dibare, ne zmanê me.

Îcarê yanî, herd źî źi barana ku źi me dibare, śerm dike.




Mittwoch, 11. Januar 2017

Dêrsim Bê Av U Bê Kurd Maye -2-



Ez heśyar bum, źi xewna xwa derketim.
Źi piśtî demekê bi xewarî dîsan derbazî nav xewa xwa bum.
Ez ê dubare bićuma xewna xwa ya li Dêrsim’ê.
Birryar bi vî hawî hatiye dayîn.
Ez wekî lîstikvanê sereke yê di fîlma xwa da tenê li pey rola xwa ketime u źê pê va ne mafê min u ne źî hêza min hee ye ku berê ćîrokê bidim ciyekî din.

Źi niśkê va min xwa di nav odeyeke ron u vekirî da li ba tedaviyekê dît.
Em li Dêrsim’ê ne.
Lê îcar Dêrsim’ê wekî baźarekî mezin xuya dikir.
Havîn e u li der hewayeke pirr xwaś hee ye.
Ligorî dengên ku źi der va dihatin odê, li ser kolan u kućeyan śêniyeke rengîn hee’bu.
Ez, xaltîka terapîst u źina nexwaś, em di odeyekê da li hember hevdu runiśtine.
Derî u pace vekirî ne, wekî ku em li bexćê runiśtî bibin, hîsseke hilo di min da ćêbu.
Ez wergêrrtiyê dikim źibo źina kurd ya ku hatiye tedaviyê u bi zmanê elmanî nizane.
Bi źina kurd ra ez bi kîźan zmanî dipeyîviyam, nizanim.
Lê wergêrra ku min bi zmanê elmanî dikir, tê bîra min.
Terapîstê ći dipirsiya, nayê bîra min.
Źi piśtî ku seetek derbaz bu, terapîstê tedavî bi dawî kir.
Źi tevgerrên wê hilo xuya dibu ku pićekî leza wê hee’bu.
Gava em bi hev ra rabun ser piyan, źina kurd xatir źi me xwast u derket der.
Lê divêt xaltîka terapîst li ser kaxizekê wergêrrtiya ku min źibo seetekê kirî bu, testîq bikira.
Bi lez kaxiz îmze kir u daa min.
Em bi hev ra derketin ber dêrî. Ew li pêś bu. Turikek u dosyeyek di destên wê da bun. Bi lez berê xwa daa kućeya li hemberî me.
Fîstanek li ser wê bu.
Ez pićekî li paś mam.
Gelek meriv li ser kolanan b’ vir u wir da dićun u dihatin. Di vê kêliyê da gava terapîst serê xwa ćerx kir u berbi hêla min va nihêrî, ez ketim nav kolaneke din.
Riya min pićekî berbi źêr va diću. Hewa pirr xwaś bu. Her der kesk bu. Li kêleka riya min nahalek źî hee’bu.
Min got, «Ez ê źi vir heta Erzingan’ê bibezim.» u min dest bi beza xwa kir.
Źi piśtî sed mêtroyan sekiniyam. Solên min ne źibo bezê bun.
Li hêla din min dil dikir ku ez carekê herrim ser ćiyayên li dor Dêrsim’ê źî, źi berî ku tarî bikeve ser herdê.
Min berê xwa daa nahalê, ez ê derbazî hêla din bibuma u bićuma serê ćiyan. Źiber ku av di nahalê da hee’bu, ez berbi hêla din bazdam.
Gava bedena min l’ hewê ket, źi niśkê min bi hêz bedena xwa guvaśt. Ez daneketim ser herdê. Her ku diću bedena min berbi źor va bilindtir dibu. Ez di vî halî da heta ser kaśa li hemberî min firiyam.
Paśê peya derketim źor. Li ser rê riya trênan hee’bu. Lê ray tune bun, li śuna rayan kebloyên êlektrîkê raxistî bun.
Min, «Herhal źi zu va ye ku trên nayên van deran» got xwa bi xwa ra. Ez li ser riya trênê ha ha meśiyam. Min źi dur va ćend kes dîtin, digel stasyona kevin bun. Lê ez nećum hindê wan.
Îcarê dilê min bi riya hesin ya xerabe pirr ʰêśiya.
Ez l’ demên berî fikiriyam.
Min got, «Herhal wan însanên li van deran źî ev śop li paś xwa hiśtine u ćune.».

Ez źi xewna xwa derketim.
Lê vê carê di odeya xwa, di nav ciyê xwa da bum.
Źi der va berfa ku her der spî kirî bu, tarî źi herdê rakirî bu.




Montag, 9. Januar 2017

Dêrsim Bê Av U Bê Kurd Maye -1-



Ez di odeyeke ku li ser ćema Munzur’ê hatiye ava kirin da rudinim.
Źi derî min du-sê kesên din źî hee ne li hundur.

Paca malê berbi źi ćiyayên ku ava Munzur’ê tê va dinêhire.
Kesên ku di hundur odê da ne, nas nakim.
Li der hewayeke xwaś hee ye, germa havînê ye.
Deriyê odê yê berbi der va vekirî ye u ez li śuna xwa ya runiśtî kućeya li der va dibînim.
Di nav dêrî ra li hêla din ya kolanê dukanek li ber ćavên min dikeve.
Tevî ku ez li hundur bum, min hîn li der ti cî nedîtî bu źî, hîssa ku ez li gundekî bibuma, di min da ćêbu.
Lê ez li Dêrsim’ê bum.
Di paca malê ra l’ ćema Munzur’ê meze dikim.
Pirr drêź xuya dikir berbi ćiyayan va.
Sosret e, lê di ćema Munzur’ê da hîć av tune bu.
Xemgîniyeke źanî di min da ćêbu.
Mîna ku li derudorê źiyan mirî ’be, hîsseke sosret xwa di min da daa der.
Pirr pê hêśiyam.
Min berê xwa daa kesên di nav odê da u źi wan pirsî, ka ćend kes li Dêrsim’ê diźîn. Ez bi kîźan zmanî dipeyviyam, nizanim.
Gotin li dor sê hezar kesan li Dêrsim’ê diźîn.
Îcar ez bêtir xemgîn bum. Min xwa bi xwa ra got, divêt hîć nebe sî hezar kes li Dêrsim’ê hee’buna.
Ez derketim ber dêrî. Li der va mîna ku Dêrsim gundekî pirr pićuk buyî ’be, xuya dikir.
Min li ser kolanê berê xwa daa vir u wir źibo ku ez śêniyeke mezin bibînim.
Bê fêde ye, tenê ćend kes li der hee’bun.
Di vê gavê da mînîbusek hat li ser kućê ćerx bu, sekiniya.
Ćend kes źê daketin.
Bi hatina mînîbusê u ćend kesan ez pićekî kêfxwaś bum.
Min xwa bi xwa ra got herhal ewê hîn gelek kes werin.
Dêrsim wekî gundekî bu, vala buyî bu.
Min nedizanî ku ew Dêrsim’î li ku ne, b’ ku da ćune.
Tevî ku min Dêrsim hîć nedîtî bu, merivên li Dêrsim’ê hîć nas nedikir źî, dîtina Dêrsim’ê ya di vî halî da kezeb l’ min bir talanê.
Ez pirr li ber xwa ketim.
Dêrsim di nav ćiyayan da mîna kovika tasekê bu.
Ez l’ wan kaśên li hember xwa dinêhirim.
Ćend heywanên ku li ćêrê ne, dibînim.
Mîna kaśa li gundê me ya li Kevirê Kiran xuya dikir.

...





Samstag, 7. Januar 2017

Dax U Źan, U Bîrokên Bê Bîr



Gava derd giran ’be, bizanin ku rih di kezeba xwa da diśewite.
Heger kezeb neśewite, źixwa derd źî tun e.
Her du źî destbrakên hevdu ne, bi hev ra dixwin u vedixwin.
Dibe ku derdê kurdan tune ’be.
Dibe ku kurdan derdên xwa źi bîr kirî ’bin.

Belkî źî kurd bîrokên sedsalê ne.
Herhal derdê kurdan yê girantirîn «bîrokî» ye.
Dibe ku kurd «bîrokên» bê «bîr» yên li paś mayî ’bin.

Tê gotin ku herkes źi źiyana xwa gazincan dike, ti kes źi ziyana xwa memnun nîn e, lê herkes źi aqilê xwa gelekî memnun e.
Îcar em bala xwa bidin me kurdan.
Derdên me źi sînorên xwadê źî derbaz bune.
Źixwa kezeb buye tertele.
Lê dîsan źî kurdê bê derpî dike qîrreqîrr u dixwaze l’ tirk, ereb u farsên teres bratiya xwa helal bike.

Di mêźiyê kurdan da ti cî nemaye ku nehatî ’be dax kirin.
Gava dax dibe, diśewitîne.
Źana mezin źê pê va dest pê dike.
«Źan» di «daxbun»ê da ye, ne di «daxkirin»ê da.
Ya ku dimîne, dax e, ne źan e.
Kurd bi gilî u gazinc in, bi «dax» in.
Lê źanên xwa źi bîr kirine.
U bi daxên xwa ra ru bi ru mane.

Sosreta xwadê ye, bavê mino, sosreta xwadê ye.




Mittwoch, 4. Januar 2017

Aqilê Kurdan Yê Śekirkî



Tiśt nabe, u ćare tun e, em ê dubare binivîsîn.
Źixwa serê me kurdan serekî cihê ye, ne wekî yê xelkê ewćend śekirkî ye.
Gava mesele dibe zmanê kurdî, ne serê me nerm dibe ne źî bi temamî hiśk dibe.
Kesê ku were bi me ra hêsabekê bike źî tun e.
Te ći li ser bazara berdîberdayî kiriye, di ćend ciyan da serê zmanê kurdî śkandiye, tu u kêfa te.
Te ćendî śkandiye, ewćendî źî tu dîkê malê yê bi heft gurćikan î.
Źi roźa ku ev înternêta bêbav hatiye îcad kirin u b’ vir da, roź derbaz nebuye ku min mista xwa l’ serê xwa nexistî ’be.
Mesele ći ye aniha?
Mesele aqilê kurdan yê ku di bin xizmeta zmanê tirk, ereb u farsên namerd da ha ha lotikan tavêźe, ye.
Lê li hêlekê kurd bi dilekî coś karê xwa dikin, źibo ku zmanê tirk, ereb u farsên bêbav meśru bikin, li hêlekê źî xwa l’ kurdîtiyê datînin.
Ev śorbe nayê xwarin.
Were xwarin źî ti xêr źê nayê.
Tevî ku ez herro dibêźim źî, yanî dinivîsîm źî, xema kîrê kurdan nîn e.
Wey tifuuu!
Yaw bi salan e ez dibêźim, «Kuro, ćavbelqitîno, meriv wekî bru/brî, drêź, bra, stran, spas, spî ...» dinivîse, ne wekî «biru/bi, dirêź, bira, sitiran, sipas, si ...».

Ê de îcar bavê mino, kurdê ku di kurdbuna xwa da zelal nebuye, dê ćawan źi tirktiya xwa ya śêlo xelas bibe, hi?