Sonntag, 28. Oktober 2018

Yan Tiśtê Ku Ez Dibêźim, Bike, Yan Źî Tiśtê Ku Ez Dikim, Bike.




Xalê me yê psîkolog Walter Mischel di nav pirtuka xwa ya menśur da li ciyekî husan dibêźe: Yan tiśtê ku ez dibêźim, bike, yan źî tiśtê ku ez dikim, bike.
Zarokên kurd yên di bin konê da.
Ćima weha dibêźe, em ê li źêr bikevin pey.

Xalê me bi lêkolînên xwa yên bi zarokan ra navekî drêź u gran li paś xwa hiśtiye. Tevî ku xalê me berbi heyśtê salên xwa va terre źî, hîn źî śur nikare di ber simbêlên wî ra derbaz bibe.
Di nîviyê salên 1960yan da xalo dest bi lêkolînên xwa yên li ser zarokan dike.
Źi piśtî demekê xalê me metodeke nuh peyda dike, u dixwaze bi saya wê metodê zarokên pêśeroźê yên serketî nas bike.
Navê lêkolîna xalê me źi navê xalê me bi nav u dengtir e.
Pirtuka xale me Walter Mischel
Gava meriv dibêźe Marshmallow-Efekt, xwadê źî bê hemdî li źor guhê xwa dixurîne u dibêźe: Kuro, ma beraziyek di vê lêkolîne nebe?
Heger hun li gundekî Kurdistan’ê źi kalik u pîrekên me ra behsa vê lêkolînê bikin, ewê źiber kenna puśulreś zikopiśto bikevin ser herdê u careke din źî ranebin.

Marshmallow-Efekt ći ye?
Marshmallow bi xwa navê śekir u śîrîniyên nerm e.
Xalê me bi tevî koma xwa terre dibistanan u dikeve ser qirika zarokan. Źi zarokên du-sê-ćar salî bigirin heta zarokên donzdeh salî. Lê bi taybet źî digel zarokên sê-ćar salî karê xwa kurtir dike.
Pêśta li dibistanan odeyeke vik u vala u bi dîwarên spî eyar dikin. Paśê maseyek u kursiyekê di navika odê da cî dikin.
Dura kesek terre u zarokekî/ê bi xwa ra tîne odê, li ser kursî dide runiśtin, du heb śekir / śîrîniyan datîne ser masê u źi zarok ra dibêźe: Aniha ez ê herrim karekî pićuk hal bikim u werim. Helbet źi piśtî ku ez źi odê derketim tu dikarî źi van her du śekiran yekî bixwî. Lê heger tu heta vegerra min nexwî, hingê tu dikarî van her du śekiran bixwî.
Carina xal u xaltîkên me źi piśtî pênc, carina deh u carina źî źi piśtî panzdeh deqqan vedigerrin.
Źi van zarokan hindek hema bi lez yekî dixwin u hindek źî naxwin u li benda xal u xaltîka me dimînin.
Digel bi hezaran zarokan ev lêkolîn hatiye kirin. Her weha di nav salên pey ra źî heta îro hatine dubare kirin. Hîn źî tên berdewam kirin.
Di dawiyê da meseleya bi heft girêk zelal dibe. Zarokên ku śekirek nexwarine u li benda xwarina du śekiran mane, him di źiyana wan ya dibistanê da u him źî paśê di źiyana xwa sîvîl da serketîtir bune. Mesele xwandina bilind bi dawî kirine, karên baś bi dest xistine, malbateke hevaheng ava kirine, di têkiliyên sosyalî da serketine u hwd.
Temamê meselê ev e.
Aniha kalik u pîrekên me henekên xwa l’ me nekin u zikopiśto nebin u nekevin ser herdê źî ći bikin, hi? Zarokên kurd bi salan l’ benda śekirekî dimînin. Źibo cotek sol heftê salan li ber xwa didin. Źibo ku evîndara xwa roźekê bibînin, deh-bîst salan bi xewna wê roźê diźîn ...
Destên zarokên kurd źiber payîna ebediyen hiśk dibe, dîsan źî xwadê źi îmana xwa danakeve xwar.

Xalê me Walter Mischel vê gavê li dor heyśtê salên xwa ye. Di dema xwa da cixarekêśekî temam buye. Dibêźê ez ewqas fanatîk bum ku, ez cixare di devê min da diketim bin duśê u min serê xwa diśuśt. Lê di salên xwa yên kaltiyê da radibe Marshmallow-Efektê li ser xwa źî ferz dike u dev źi cixarê berdide u tê ser îmana berê.

Roźekê hevalekî xalê me Walter Mischel tê cem wî u źê ra dibêźe, min dixwast es dest źi vexwarina alkoholê berdim, lê min nedizanî min ê ćiton / ćawan bikira. Ez rabum u ćum cem psîkologekî. Źi min ra got «źibo her cara ku tu l’ alkoholê difikirî yan źî dikî ku vebixwî, divêt tu ewqas pere bidî rêxisteneke human.Me bi vî hawî protokolek ćêkir. Aniha her cara ku ez l’ alkoholo difikirim yan źî dixwazim vebixwim, rêk u pêk beśek źi pereyên xwa źi rêkxistinên xêrxwazî ra diśînim. Heger bi vi śiklî bimeśe yan ez ê topê b’avêźim, îfles bikim, yan źî ez ê di vî śerrî da serbikevim.».

Em werin ser kurdên pepuk. Heger źi aniha u pê va kesek bihata u źi kurdan ra bigota, binêrin, źi îro pê va kîźan kurd difikire ku bi zmanê tirk, ereb u farsan bipeyîve, yan źî bê hemdî dike ku bipeyîve, divêt ewqas pere wekî xêrxwazî źi tirk, ereb u farsên faśîst u niźatperest ra biśîne.

Ez dibêźim pozê kurdan bi zencîran girêdane, ewê kurd topa mala bavê xwa b’avêźin, lê dîsan źî dest źi zmanê tirk, ereb u farsan bernedin, heta ku kesekî pozê wan kurdan b’ zencîra zmanê kurdî va girê nedaye.

Em careke din vegerrin ser gotina xalê me Walter Mischel: Yan tiśtê ku ez dibêźim, bike, yan źî tiśtê ku ez dikim, bike.
Dixwaze bibêze, zarok bi baleke mezin berê xwa didin kirin u gotinên mezinan. Gava ew di kirin u gotinên mezinan da dubendiyekê dibînin, źibo xwa źî heman tiśtî rewa dibînin u di kirin u gotinên xwa da dubendiyan dikin prensîp.
Kurdê ku dibêźe em kurd in, zmanê min u te kurdî ye, lê li ba zarokên xwa źî bîst u ćar seetan bi tirkî dike zirrezirr, ewê ćawan wan zarokên qanî bike?
Li hêlekê ew zarok u li hêlekê źî bextê wan.
Ćarenivîs buye niviśteke reś.