Samstag, 19. Januar 2019

Avesta U Zerdeśt, Peyv U Wecize




Di destpêkê da peyv yan wecize hee’bu?
Di destpêkê da peyv hee’bu. Qet nebe Încîl bi vî hawî dibêźe.
Helbet ligorî ragiyandina Încîl’ê meriv dikare bibêźe xwadê źi berî destpêkê hee’bu.
Gundekî li Kurdistan'ê.
Yanî destpêka ku em źê behs dikin, bi karê xwadêdestpêkê va girêdayî ye.
Heger xwadê karê xwa yê destpêkê bi selametî bi ser nexista, me yê nekariya li ser destpêka me bipeyîvin.
Źibo ku meriv bikare bibêźe di destpêke da peyv hee’bu, divêt meriv heebuna kesekî ya źi berî destpêka me qebul bike.
destpêka me ne bi ćêbun yan źî heebuna xwadê dest pêdike. Na, destpêka me źi piśtî ćêbun u heebuna xwadê dest pêdike.
Źiber ku kesekî di derbarê ćîroka heebun u ćêbuna xwadê da nivîseke xerabe nedaye me, em ê heta hetayê bi filan u bêvan dibêtiyan serê xwa pê gêź bikin.
Lê dîsan źî em dikarin bi tevî nimuneyên heeyî u lîstikên mantiqî xwa l’ ceribandinekê ragirin.
Ćîroka xalê me Darwin ya li ser homo sapiens (merivê zana), li ser kurmik, kêrguh, kêzî, mange, mar, teyr, śêr, pisîk, morî u miśkan dizanin.
Yanî xalê me Darwin navê xwadê guhart u kir evolution u pirtukeke bi du gurćikan daa dest me: Ćêbuna / Pêkhatina Zindiyan (1859).
Tabî ev lotika xalê me Darwin paśê bi saya daneyên dîrokî u zanistiyî hate pesend kirin.
Źi berî ku civatên pêśketî u modern śerrê di navbera xwa u Darwin da bi dawî bikin, îcarê xalê me Freud derkete ser masê, simbêla bada u got:
„Her kî mêr e, bila were!“.
Tiśtê ku di dest da mayî bu, ew źî xalê me Freud kir śorbe, kir nav kodika malê u daa ber me.
Gotineke nas dibêźe, „Herkes źi źiyana xwa gilî u gazincan dike, lê ti kes źi mêźiyê xwa gilî u gazincan nake.“.
Herê, wî mêźiyê ku di destê me da ciyekî ewqas pîroz digirt, xalê me Freud li ber ćavê me ewqas reś kir ku, gava em teniya binê tencika malê dibînin, bi xêra wê em pićekî bêhna xwa vedidin.

Di Gatha’yeke Avesta’yê da (Yasna 19,10) Zerdeśt di helbestekê da weha dibêźe:

riste: a    
aētat̰caaēṣ̌ąmuxδanąmuxδōtəməm.
               U ev e wecizeya herî bi bandor ya wecizeyan
riste: b     yāišyauuafracavaoce.
               źi wecizeyên ku carekê hatine axaftin,
riste: c     fracamruiiē.
               źi yên ku ewê b’ên axaftin
riste: d    fracavaxṣ̌iiete:: 
               u źi yên ku ewê hertim werin axaftin.

Ango Zerdeśt dibêźe di destpêkê da wecize hee’bu.
Peyv di destpêkê da xwadî naverokekê ye, ne mahneyekê.
Peyv xwadî mantiqekê ye.
U peyv xwadî formekê ye.

Divêt em źi bîr nekin, peyva avestî uxδa- mahneya peyv, bêźe, axaftin źî dide. Teśeya uxδa- (partisip presens perfekt) di eslê xwa da mahneya /ya gotî/axivî dide. Herweha di Avesta’yê da mahneya /ya (źi hêla xwadeyan va) ragiyandî/gotî źî dide (źi kiryara avestî vac-: vak- „peyîvin, axaftin, gotin“ tê = kurdî di-bêź-im, beźe).
Ev peyva avestî aoxta- „peyîvî, axivî“ di kurdiya kurmancî da wekî wate u di kurdiya zazakî da źî wekî vate xuya dibe.

Zerdeśt bi xwa helbestvanek,  dengbêźek, fîlosof ... bu. Avesta bi tevayî źi helbestan ango stranan pêk tê, ku bi ćîrok u naverokên xwa yên drêź heta destpêka ćêbuna zmanê hîndî-ewrupî paśta terrin. Bandora vê destpêkê ya bi peyv u bêźe paśê derbazî Tewrat u Încîl u Qur’an’ê źî dibe. Loma medî u avestî pari-daizā- „bihiśt, cennet“ wekî peyv kete nav wan zmanan źî u di nav temamê zmanên Ewrupe’yî da belav bu, nimune înglîzî paradise, ... Îro em di kurdiya kurmancî da vê peyvê wekî parîz / parêz (< *par-δēz < *pari-daiza-) bi kar tînin.

Di zaroktiya min da gava diya min neynikên xwa dibirriya, wê ew neynikên xwa yên birrî bi xwa ra digirt u dibir der, yan di nav dîwarekî malê da dikir nav kunekê yan źî li ciyekî maqul herd dikola u dikir nav. Tabî pê ra dia źî dikir. Carekê min źê pirsî, min dixwast bizanim ka źiber ći ew neynikên xwa dike nav herdê. Got, „Guneh e. Nebe nebe ku tu roźekê gunehekî weha bikî u neynikên xwa b’avêźî ser ćopê u derudora xwa!“.
Ew roź u ev roź e ku, gava ez neynikên xwa dibirrim, ez l’ diya xwa difikirim.
U heta îro źî neynikên min nećun ser ćopê.

Piśtî bi salan gava min dest bi hînbuna zmanê Avesta’yê kir, min dît ku eynî bîr u bawerî bi eynî śiklî u bi eynî peyvan tê da hatiye qeyîd kirin:
„Divêt tu źibo neynikên birrî ćalekî bikolî.“ (Avesta, Vendīdāt 17,7).




Sonntag, 13. Januar 2019

Tu Yê Bi Zaroktiya Xwa Werî




Bextê meriv li ser ćarenivîsa meriv ya zaroktiyê ćêdibe.
Em carekê bala xwa bidin peyva me zarok.
Digel xwandina min ya bilind ya li ser zmanên hîndî-ewrupî, roźekê ez pêhessiyam ku peyva me zarok rasterast bi peyva di Avesta’yê da zaͅϑra- “zayîn m.” (zaͅthra- ) va destbrak e, yanî eynî peyv e.
Bi eslê xwa źi kiryara zan- “zayîn” ya avestî tê, u heta zmanê hîndî-ewrupî *g̑enH- “zayîn” bi śun da terre. 
Gelek peyvên ku hîro di nav gelek zmanan da tên bi kar hanîn źi vê kiryarê tên, nimune: gen, genetîk, re-generation, genie, ...

Lê ev peyva kevin zaͅthra- di kurdiya navîn da dibe zahr.
Di sanskrîtî da wekî janitra- ye.
Mesele em di kurdî da teśeya zar-u-zêć bi kar tînin. Tabî peyva me zêć źî li vir wateya zarok dide u ev źî źi kiryara kurdiya nuh zan / zayîn tê.

Em hilo difikirin ku bextê me di destê me da ye.
Em dibêźin meriv dikare ćarenusa xwa bi destê xwa tayîn bike.
Lê śaś e.
Em xwa u mêźiyê xwa źi rih-u-haletiya xwa mezintir dikin.
Źiber vê yekê ye ku xeyalên me yên destpêkê źi piśtî bi salan li ser piśta me dibin kabus, dibin bar u me bi xwa ra gêź dikin.
Em ćendîn li ber radibin, ew ćend źî di bin u nav kabusên xwa da difetisin.
Di du-sê salên di destpêka zaroktiyê da ćarenivîsa hemî zarokan ya pêśeroźê bi heftê u heft bizmaran tê nivîsîn.
Hetta hetta ev ćarenivîs hîn di dema ducaniyê da diyar dibe.

Źi piśtî bi salan, gava em dibin merivên bi beźn u bîr u bawerî, em źiyan u dinyeya xwa li ser van kabus u bedewiyên zaroktiya xwa ava dikin.
Mesele Hitler di malbata xwa da źi piśtî sê zarokên mirî ćêdibe. Di bin zilmekî mezin ya bavê xwa da mezin dibe. Gava Hitler roźekê pê dihesse ku bavê bavê wî (yanî bapîrê wî) yekî cihu / yahudî ye, hêś u barê vê yekê di nav civaka elman da wî ewćend têśîne ku, ew di temamê źiyana xwa da bi tevî wan kabusan mezin dibe. Bêguman Hitler di vê meselê da kabus u barê bavê xwa źê wergirtî bu. Hîn di dema pitikiya xwa da bi wan kabusan ra rubiru mayî bu.
Lê me encam dît.
Yan źî hun bala xwa bidin Stalin, Mao, Mussolini, Saddam, Esad, Humeyni ...

Em ćîroka Atatürk pićekî nas dikin. Atatürk di temamê źiyana xwa da li ber kabusên zaroktiya xwa śerr kiriye.
Dayika Atatürk (Makbule) di kerxaneyekê da kar dikir. Bavê wî Ali Riza Bey yekî bi sifetên xeyalî ye. Di rastiyê da Ali Riza Bey xwadiyê kerxaneya ku dayika Atatürk tê da kar dikir, bu.
Bavê Atatürk ne bellî ye. Divêt miśteriyekî Ali Riza Bey buyî be. Lê tirkan bavek, dayikek u navekî xeyalî dan wî u źê merivekî xeyalî u efsaneyî ćêkirin.
Di zaroktiya Atatürk ya di qonaxa (yanî kerxaneya) Ali Riza Bey da ew bi ći ra rubiru mayî bu, meriv tenê dikare pićekî texmîn bike ...
Atatürk di dema zaroktî u ciwantiya xwa da yekane u tekane li pey nasnameya xwa bu. Ew bi xeyalanasnameyê źiya bu, ew bi xeyala wê nasnameyê bi wan kabusan ra ketî bu nav śerrê źiyanê yê heebun u tunebunê, heta ku wî roźekê derfetek bi dest xist, di bin navê tirktiyê da qirra hemî xelkên din bîne, mîlyonek u nîv ermen (1915) u sê mîlyon kurd (1920 – 1939) bi tewrekî hovane îmhe kir ... U di bin navê tirktiyê da nasnameyeke xeyalî źibo xwa ava kir. Berê xwa daa “medeniyeta roźava” źibo ku bikare di nav “xususiyetên kultura roźava”yî da kabusên xwa meśru bike. Kultura misilmantiyê di vê meselê da rê nadida ku stetuya bav u dayika xwa ya bi kabus meśru bike ...
Em baś dizanin ku Atatürk ti carî nekarî bu źi kabusên xwa xelas bibe. Heta bi mirina xwa wekî kesekî alkolîk, yekî śîzofrenîk u depressîv mayî bu. Źi piśtî gelek śahiyên li Ćankaya’yê bi zorê źin u kećên kesên beśdarbuyî bi xwa dibir malên wan. Tevî ku mêrên wan źinan, bavên wan kećan dizaniyan mebesta Atatürk ći bu źî, ti kesekî nedikarî dengê xwa derbixe.
Atatürk li pey tolhildana kabusên dema źiyana xwa ya zaroktiyê ketî bu, pê źiya heta ku di nav wan kabusan da fetisiya, u paśê źî pê mir.

Min źi berî demekê ćend pirtukên Alice Miller bi tesedufî peyda kirin.
Pirtuka wê ya yekem Dremeya Zarokê Bi Qebîliyet manîfestoyeke bê hempa ye. Yan źî pirtuka bi sernavê Źiyana Te Ya Xelaskirî ...
Ligorî bîr u baweriya min hemî berhemên Alice Miller bê hempa ne.
Xwazila bila kurdan bikariya źi wan berhemên bê hempa bi têra xwa îstîfade bikira, xwazila.

Źi ćîroka xwa nerevin. Źixwa îmkana we ya ku hun bikarin źê xelas bibin, tun e.
Roźa ku we ćîroka xwa bi temamî fam kiriye, hun ê ne źi wê, lê tenê źi barê wê xelas bibin.




Samstag, 5. Januar 2019

Zmanê Bê Rê



Dibêźim herhal gula ku li benda riya rêwiyê xwa ye, di śevan da deriyê xwa nagire.
U ew gul hêviyê dike źi heyvê.
Mirîśkên me źî riya xwa śaś kirine
u dane duv riya navnetewî.
Pêxember Zerdeśt dibêźe, „... źibo ku zmanê min xwadî riyekê bibe ...“ (Avesta, Yasna 50,6).
Źibo peyva Zerdeśt’ê kal peyva raiϑiia- (raithya-) bi kar haniye (sankrîtî rathya-). Peyva me źi vê peyva kevin tê.
Di dema kurdiya navîn da (500 salên źi berî mîladê heta 900 salên źi piśtî mîladê) kurdên me źi vê peyvê peyva rewî hafirandine.
Bi aqilê kurdên me yên berê, kesê di rê da dibe rêwî.
Wekî aqilekî maqul xuya dike.
Lê eslê peyvê tenê bi va sînorkirî namîne, xwa di nav dîrokê ra bi têra xwa drêź dike.
Em dîsan berê xwa bidin Zerdeśt’ê kal.
Di Avesta’yê da peyva raϑa- (ratha-) mahneya erebe, seyare dide (sanskrîtî ratha-). Peyva mê di dema kurdiya kevin da źi vê peyvê hatiya hafirandin.
Li Roma’ya kevin Rom’iyan peyva rota źibo ćerx, teker bi kar taniyan. Kurdî u latînî rota heta b’ zmanê hîndî-ewrupî rot-h-o- „ćerx, teker“  paśta terrin.

Gava gul bala xwa dide heyvê, dixwaze riya xwa peyda bike, źibo ku źi rooźê mehrum nemîne. Loma deriyê xwa vekirî dihêle.
Gava masî di nav zeryayê da l’ heyvê digerrin, dixwazin riya nanê xwa ya di nav ava śor da peyda bikin.
Kurdê ćiyayî axa di bin nîgên xwa da baś nas dike. Gava źi dur dikeve, źi hiśê xwa dibe.
Kurdê ćiyayî li deśtan l’ zmanê koremaran nagerre. Gava źi ćiyayên xwa dadikeve, dergehan źi kezeba xwa ya śewitî bo ćiyayên xwa ava dike.
Kurdê ćiyayî dizane, zmanê di devê meriv da roteya riya mêźiyê meriv e.