Di destpêkê da peyv yan wecize hee’bu?
Di destpêkê
da peyv hee’bu. Qet nebe Încîl bi vî
hawî dibêźe.
Helbet ligorî ragiyandina Încîl’ê meriv
dikare bibêźe xwadê źi berî destpêkê hee’bu.
Gundekî li Kurdistan'ê. |
Yanî destpêka
ku em źê behs dikin, bi karê xwadê yê destpêkê va girêdayî ye.
Heger xwadê karê xwa yê destpêkê bi
selametî bi ser nexista, me yê nekariya li ser destpêka me bipeyîvin.
Źibo ku meriv bikare bibêźe di destpêke da peyv hee’bu, divêt meriv heebuna kesekî ya źi berî destpêka me qebul bike.
Lê destpêka
me ne bi ćêbun yan źî heebuna xwadê dest pêdike. Na, destpêka
me źi piśtî ćêbun u heebuna xwadê dest pêdike.
Źiber ku kesekî di derbarê ćîroka heebun
u ćêbuna xwadê da nivîseke xerabe nedaye me, em ê heta hetayê bi filan u bêvan
dibêtiyan serê xwa pê gêź bikin.
Lê dîsan źî em dikarin bi tevî nimuneyên
heeyî u lîstikên mantiqî xwa l’ ceribandinekê ragirin.
Ćîroka xalê me Darwin ya li ser homo sapiens (merivê zana), li ser kurmik, kêrguh, kêzî, mange, mar, teyr, śêr,
pisîk, morî u miśkan dizanin.
Yanî xalê me Darwin navê xwadê guhart u kir evolution
u pirtukeke bi du gurćikan daa dest me: Ćêbuna
/ Pêkhatina Zindiyan (1859).
Tabî ev lotika xalê me Darwin paśê bi
saya daneyên dîrokî u zanistiyî hate pesend kirin.
Źi berî ku civatên pêśketî u modern śerrê di
navbera xwa u Darwin da bi dawî bikin, îcarê xalê me Freud derkete ser masê,
simbêla bada u got:
„Her kî mêr e, bila were!“.
„Her kî mêr e, bila were!“.
Tiśtê ku di dest da mayî bu, ew źî xalê
me Freud kir śorbe, kir nav kodika malê u daa ber me.
Gotineke nas dibêźe, „Herkes źi źiyana
xwa gilî u gazincan dike, lê ti kes źi mêźiyê xwa gilî u gazincan nake.“.
Herê, wî mêźiyê ku di destê me da ciyekî
ewqas pîroz digirt, xalê me Freud li ber ćavê me ewqas reś kir ku, gava em teniya
binê tencika malê dibînin, bi xêra wê em pićekî bêhna xwa vedidin.
Di Gatha’yeke
Avesta’yê da (Yasna 19,10) Zerdeśt di helbestekê da weha dibêźe:
U ev e wecizeya herî
bi bandor ya wecizeyan
źi wecizeyên ku carekê hatine axaftin,
źi yên ku ewê b’ên axaftin
u źi
yên ku ewê hertim werin axaftin.
Ango Zerdeśt dibêźe di destpêkê da wecize hee’bu.
Peyv di destpêkê da xwadî naverokekê ye, ne mahneyekê.
Peyv xwadî mantiqekê ye.
U peyv xwadî formekê ye.
Divêt em źi bîr nekin, peyva avestî uxδa- mahneya peyv, bêźe, axaftin źî dide. Teśeya uxδa- (partisip presens perfekt) di eslê
xwa da mahneya yê/ya gotî/axivî dide. Herweha di Avesta’yê da
mahneya yê/ya (źi hêla xwadeyan va) ragiyandî/gotî źî dide (źi kiryara avestî vac-:
vak- „peyîvin, axaftin, gotin“ tê =
kurdî di-bêź-im, beźe).
Ev peyva avestî aoxta- „peyîvî, axivî“ di kurdiya kurmancî da
wekî wate u di kurdiya zazakî da źî
wekî vate xuya dibe.
Zerdeśt bi xwa helbestvanek, dengbêźek, fîlosof ... bu. Avesta bi tevayî źi helbestan ango stranan pêk tê, ku bi ćîrok u naverokên xwa yên drêź
heta destpêka ćêbuna zmanê hîndî-ewrupî paśta terrin. Bandora vê destpêkê ya bi
peyv u bêźe paśê derbazî Tewrat u Încîl u Qur’an’ê źî dibe. Loma medî u
avestî pari-daizā- „bihiśt, cennet“ wekî
peyv kete nav wan zmanan źî u di nav temamê zmanên Ewrupe’yî da belav bu,
nimune înglîzî paradise, ... Îro em
di kurdiya kurmancî da vê peyvê wekî parîz
/ parêz (< *par-δēz < *pari-daiza-) bi kar tînin.
Di zaroktiya min da gava diya min
neynikên xwa dibirriya, wê ew neynikên xwa yên birrî bi xwa ra digirt u dibir der, yan di nav dîwarekî malê da dikir nav kunekê yan źî li
ciyekî maqul herd dikola u dikir nav. Tabî pê ra dia źî dikir. Carekê min źê
pirsî, min dixwast bizanim ka źiber ći ew neynikên xwa dike nav herdê. Got,
„Guneh e. Nebe nebe ku tu roźekê gunehekî weha bikî u neynikên xwa b’avêźî ser ćopê u derudora xwa!“.
Ew roź u ev roź e ku, gava ez neynikên
xwa dibirrim, ez l’ diya xwa difikirim.
U heta îro źî neynikên min nećun ser ćopê.
Piśtî bi salan gava min dest bi hînbuna
zmanê Avesta’yê kir, min dît ku eynî bîr u bawerî bi eynî śiklî u bi eynî
peyvan tê da hatiye qeyîd kirin:
„Divêt tu źibo neynikên birrî ćalekî bikolî.“ (Avesta, Vendīdāt 17,7).
„Divêt tu źibo neynikên birrî ćalekî bikolî.“ (Avesta, Vendīdāt 17,7).
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen