Dibêźim herhal gula ku li benda riya
rêwiyê xwa ye, di śevan da deriyê xwa nagire.
Pêxember Zerdeśt dibêźe, „... źibo ku
zmanê min xwadî riyekê bibe ...“ (Avesta, Yasna 50,6).
Źibo peyva rê Zerdeśt’ê kal peyva raiϑiia-
(raithya-) bi kar haniye (sankrîtî rathya-). Peyva me rê źi vê peyva kevin tê.
Di dema kurdiya navîn da (500 salên źi
berî mîladê heta 900 salên źi piśtî mîladê) kurdên me źi vê peyvê peyva rewî hafirandine.
Bi aqilê kurdên me yên berê, kesê di rê da dibe rêwî.
Wekî aqilekî maqul xuya dike.
Lê eslê peyvê tenê bi rê va sînorkirî namîne, xwa di nav
dîrokê ra bi têra xwa drêź dike.
Em dîsan berê xwa bidin Zerdeśt’ê kal.
Di Avesta’yê da peyva raϑa- (ratha-) mahneya erebe, seyare dide (sanskrîtî ratha-). Peyva mê rê di dema kurdiya kevin da źi vê peyvê hatiya hafirandin.
Li Roma’ya kevin Rom’iyan peyva rota źibo ćerx, teker bi kar taniyan. Kurdî rê u latînî rota heta b’ zmanê hîndî-ewrupî rot-h-o- „ćerx, teker“ paśta terrin.
Gava gul bala xwa dide heyvê, dixwaze riya xwa peyda bike, źibo ku źi rooźê
mehrum nemîne. Loma deriyê xwa vekirî dihêle.
Gava masî di nav zeryayê da l’ heyvê
digerrin, dixwazin riya nanê xwa ya di nav ava śor da peyda
bikin.
Kurdê ćiyayî axa di bin nîgên xwa da baś
nas dike. Gava źi rê dur dikeve, źi
hiśê xwa dibe.
Kurdê ćiyayî li deśtan l’ zmanê
koremaran nagerre. Gava źi ćiyayên xwa dadikeve, dergehan źi kezeba xwa ya
śewitî bo ćiyayên xwa ava dike.
Kurdê ćiyayî dizane, zmanê di devê meriv da roteya riya mêźiyê meriv e.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen