Freitag, 29. Dezember 2017

Rica Dikim, Bila Bê Êś ’Be!



Sosreta xwadê ye, her ku wext derbaz dibe, meh u sal li pey hevdu yek bi yek źi min dibuhurin, ew ćend źî ez li pey dema zaroktiya xwa dikevim.
Gava zivistan tê u sal berbi dawiyê gindir dibe, gava źi niśkê va dikeve nav xewê, bîranînên di zaroktiya min da yên li gundê me źî bi kezeba xwa ya reś min dorpêć dikin.

Źi piśtî sî salan cara yekem di sala 2014an da ćuyî bum gundê xwa.
Avabuna rooźê li gundê me (îlona 2014an)
Tevî ku gundê me yê berê bu’bu pagek/xerabeyek źî, hîn źî li ser piyan bu bi kevir u diwarên xwa.

Di nav xwezayê da gelek heywan hee ne ku źi berî mirina xwa vedigerrin ser axa ku lê ćêbune, mesele masî, mar, pinpinîk/pepule, kusî, teyr ...

Hezar u yek mixabin, ez di pênc-śeś saliya xwa da źi gund derketim, yanî em źê derketin u ćun.
Lê dîsan źî ew dema zaroktiyê ewqas bi hêz di serê min da cî buye ku, bi ćakućan źî meriv nikare wan bîranînan xerab bike. Źi piśtî vegerra min ya źi berî sê salan, hêdî di serê min da buye wekî xewneke zindî, min bi xwa digirre u dibe.
Ez dibêźim xewna min ya di dawiya źiyana min da ewê ćêkirina mala me ya li gundê me be. Heger roźekê îmkan ćêbe, ez dixwazim mala me ya berê li gundê me yê wêranbuyî hilo ćêbikim ku bila careke din źî hilneweśe, (bi kurdiya gundê me) bila careke din źî hilneśî.
Ev xewn di dilê min da buye wekî pizot, buye pêt u roź bi roź min diśewitîne.
Ez dixwazim zivistanekê di wê mala xwa da li ber pencereya xwa ru’nim u l’ lutkeyên wan ćiyayan mêze bikim.
Ez dixwazim di wê zivistanê da derkevim der u di bin wan daran da l’ bihiśtên zaroktiya xwa bigerrim. Di nav wan nahal/newal u dolan da dixwazim l’ wan kusî, źuźî, kêrguh/kîrośk, mar, miśk u ćukan bigerrim. Ez dixwazim careke din bi kelecan bikevim nav ziyareta li paś mala me u l’ wan efsaneyên berê bigerrim, devlinga kaniya ku bi bêtonê hatiye girtin, vebikim u bikevim nav wê avê.
Min ê paśê berê xwa bidaya Dalik’a ku wekî keśtiya Nuh Nebî źi ćiyê veqetiye, hatiye źêr u źi xwa ra bihiśteke nuh ćêkiriye.
Ez ê źi Dalik’ê derketima źor, bićuma Arîgaz’ê, min ê li her du golan mêze bikira, min ê bi her du destên xwa ruyê xwa yê śermok bi ava wan biśuśta u bigota, «Min biborînin, va ye ez dîsan li vir im. Dizanim, dereng bu. Dizanim, bextewariya ku we di wan roźan da dayî bu min, min nezanî ...».
Min ê bi hêdîka berê xwa bidaya źor, berbi Gola Sor. Ez ê li źor, li ser Tumî Bilind bisekinîma u min ê bi navê hemî roźên ćuyî l’ cîhanê mêze bikira.
Paśê ez ê di nav axa sor ya daristanê ra daketima nav gundê me. Min ê li ser riya xwa belkî kusiyek źî bidîta. Belkî ewê źi min bi saltir źî bibuya. Min ê źê ra bigota, «Min ê źi ku bizaniya ku hezretî Zerdeśt źi berî sê hezar salan źi te ra kasyapa digot. Min ê źi ku bizaniya ku ev zman, ev rih, ev ćîrok, hemî bi hev ra ćêbune u heta vê kêliyê źî bi hev ra hatine.».
Xerabeyên li ser herda mala me (îlona 2016an)
Ez ê di nav Taxa Śêniyan ra bimeśîma, bićuma mala xwa. Ez ê di nav dêrî ra biketima hundur, min ê bićuya ćaydanka xwa bi ava źi ziyareta paś mala me dagirta u ćayek bikelanda. Pêra min ê hîskana xwa bi ćaya reś dagirta, b’aniya li ser maseya li ber pencereya odeya xwa dayniya.
Min ê di nav bêdengiyeke bextewar da ćaya xwa vexwara. Min ê guhê xwa bidaya xuśśîniya ava nahal u kaniya li ber deriyê me. Min ê pencereya odeya xwa vekira, destê xwa di nav ra drêź bikira u źi bayê sar yê zi bakur ra bigota, «Fermo, ez źî wekî wan masî, mar, pinpinîk, kusî u teyran hatime mala xwa ya ku ez lê ćêbume. Ez amade me, ezbenî. Rica dikim, bila bê êś ’be.».





Dienstag, 26. Dezember 2017

"Dîntiya" Źi Ezmên Ketî



Dewê di mala me da tirś e.
Źixwa tirś nebe źî zêde xema me nîn e.
Loma em kurd źi huskereyên (tasikên) xwa hez nakin, ćiku dewê di nav da tirś e.
Heta ku haya kurdan źi kurdbuna wan hee’be, ew dew źi vê tirśbunê xelas nabe (tevî ku peyva kurdî dew źi ariya kevin *dʰawgʰa- tê u bi têra xwa kevin e u di zmanê sanskrîtî da źî wekî dogha- ye).
Menśur e, giyayê di hewśa kurdan da źixwa hertim tahl e, bi źehr e.
Bildergebnis für delilik
Tu yê bibêźî qey yên ku wî giyayî dixwin, kurd bi xwa ne, ne berxik u bizin u qantir u mirîśkên wan in.
Lê kurd nexwin źî dizanin, źiber ku ew giya di hewśa wan da mezin bune, loma.

Min źi kurdên normel tiśtek fam nekir.
Qet li ber xwa nekevin. Heta ku hun źi kurdên me yên normel tiśtekî fam bikin, ewê psîxoloźiya we ya heeyî u mayî bibe wekî kolan u kućeyên qerećiyan.
Mesele ew e ku ew bi xwa źî źi xwa tiśtekî fam nakin.
Gava dipeyîvin demće/seet źi kerban diteqin. Źixwa wext ći ye, nizanin.

Kurdê normel kurdê herî ne normel e.
Heger hun bi ya min bikin, berê xwa bidin kurdên ku bi dîntiya xwa bi nav u deng in.
Ćendîn dîntir ’bin, ew ćend źî kezebtir in.
Min heta hîro źî nedîtiye kurdê ku qaśo dînik e, bi zmanê tirk, ereb u farsan axivî ’be.

Demeke drêź bingeha peyva me dîn-ik serê min bi têra xwa tevlihev kirî bu.
Tevî ku min pirr merax dikir źî, min nedizanî ku źi ku dihat. Lê yê ku źi xwa pirsekê dike helbet ewê li pey bersîva xwa źî bigerre.
U ez lê gerriyam, yanî bi salan.
Di dawiyê da mesele baś u xwaś zelal bu.
Hun dizanin, peyveke wekî dîwane źî hee ye di nav ferhenga me da. Tabî bi taybetî źî di nav zmanê wêźeyî da tê bi kar hanîn u di eslê xwa da mehneya dîn-ik dide.
Em pićekî paśta herrin, bikevin nav dema kurdiya kevin u zmanê avestî.
Di avestiya kevin da peyva daēva- mehneya xwadê u di avestiya ciwan da źî mehneya śeytan, hefrîd dide (kurdî dêv). Di zmanê sanskrîtî da wekî deva- ye u mehneya xwadê dide. Mesele li ba yonaniyan xwadê Zeus hee ye, li ba latîniyan diva hee ye u hwd.
Heger em pićekî din paśta herrin, yanî heta sê hezar salên berî mîladê, ev peyv di zmanê hîndî-ewrupî da wekî *dei̯u̯o- [= deyvo-] bu u wateya xwadê ← (xwadê-)yê ezmanî dida ...
Forma kurdiya kevin dai̯va- paśê bi paślêkekê dibe *dai̯vāna- u mehneya dîn-ik l’ xwa bar dike.

De îcarê hun bi rehm u bextê xwadê dikin, heger hun ’bin hun ê ći bikin?
Di destpêkê da ezman e, paśê li ezmên dibe xwadêyê ezmanî.
Lê yê ku li ezmên e helbet dê roźekê dakeve źêr źî.

Guhên vîtkirî dizanin, kurdê ku dewê xwa tirś u giyayê di hewśa xwa da tahl dihessibîne, helbet ewê roźekê źî xwadêyê ezmanî yê bi hezaran salan bigire u bike dînikê hewśa malê.
Dîsan źî hun xeman nexwin, dîntî u xwadatî pismamên hevdu ne.




Samstag, 16. Dezember 2017

Xiśtik L’ Te ketiyo!



Zivistaneke bê berf l’ darikekî hiśk diśibe.
Zivistana hiśk bi hiśkiyê namîne, xiśtikan diśîne.

Di zaroktiya min da gava min carina diya xwa diqehirand, bi hêrs źi min ra digot: „Wiyyy, xiśtik l’ te ketiyo!“, u dida duv min.
Zarokên kurd
xiśtik l’ min ne(di)ket. Tiśtên ku l’ min (di)ketin ew źî śimik u solên dayika min bun.
Min nedizanî ku ew xiśtik ći bu. Lê ligorî hêsaba hêrsa dayika min divêt tiśtekî xerab bibuya. Wekî din haya zmanê gundê me źi vê peyvê tune bu. Ya rast, bêbavê di nav zmanê gundê me da ciyê xwa bi têra xwa saxlem kirî bu bi vê nifirê. De were tu him li gundê me xwadî zarok ’be u him źî dest źi vê xiśtikê ber’de. Źixwa tu dest źê ber'dî źî ew dest źi te bernade.

Li hêlekê berxik, mî, beran, bizin, mange, ga, mirîśk u keleśêr, u li hêla din źî kućik, pisîk u miśkên śerrvan, hemî źî wekî zarokekî ćend salî yê malê bi heftcanî bun. Carina hêrsa meriv di gewriya meriv da dikirin girêkî u serê meriv bi paś u pêś l’ dîwaran didan.
Hema te yê bigota hemî heywan źî ligorî nêrînên xwa wekî dewleteke serbixwa bun, yê ku kêfa xwa bi źiyana xwa nedaniya, dibu mîlîtanekî temam.
Îcarê barê vê lotikê yê giran tenê sînîrên śidandî dikarin hil’girin. Loma ye ku kurd carina dibêźin, “Kuro, dike ku źi rika xwa biteqe!”.
Aniha di dema xwa ya berê da kurdan her heywanê li mala xwa wekî endamê malbata xwa dihessibiya. Heger didanê kućikê wan b’êśiya, didanên kesên di nav wê malê da źî têśiyan. Heger zikê heywanan źi birćîbunê l’ hev biketa, kesên di wê malê da źi hêrsan porê hevdu xenćer dikirin.
Drêź nekim, gelek sebebên xwaś hee'bun ku roźekê xiśtik(-ek) bihata.

Derfetek ćênebu ku ez roźekê źi dayika xwa bipirsim, ka ew xiśtik ći bu? Ka wê bi xwa mehneya wê dizaniya yan na?
Ez dibêźim wê bi xwa źî wekî din ew peyv nas nedikir.

Roźekê min berê xwa daa zmanên malbata zmanê bav u kalên xwa.
Bi hezaran salan, heta bi ćar hezar salan paśta ćum, tabî bi salan. Min berê xwa daa bazarê. Gava ez gêhiśtim bazarê, yekî li hêla rast, li ba  stunekê, li bin sîvinga dukana li paś xwa kevank difrotin. Di destê xwa yê rast da tîrê ku rakirî bu źor l’ ba dikir, u bi dengekî têr u tîźî diqîrriya: „hîś-tî-kaaa-“.

Sal hatin, derbaz bun u ćun, lê xiśtik nehat.
Ne tenê sal ćun, dayika min źî l’ pey salan ket u ću.
Yên ku li paś man, xiśtika nehatî u śimikên firiyayî bun.




Sonntag, 10. Dezember 2017

Bi Pirtukên Pîroz Serê Xwa Diśom


Ez hîn ćend salî me.
Sibehekê em digel xuriniya xwa pêhessiyan ku dapîra min ya di nav nivîna xwa da dest źi nefesgirtinê berdaye.
Roźa din dapîra min radikin, diben goristana gundê me ya li ser riya gundê me, li ser kaśa Kevirê Kirran.
Heta ku ćavên meriv lê drêź dibin, berfê xwa berdaye ser herdê.

Ez li der, li ber deriyê mala me sekinîme. Źi źor va l’ lutkeyên ćiyayên ku li hemberî mala me ne, dinêrim.
Etmosfera li ser berfê ew ćend bêdeng e ku meriv źi derî berf u rooźê ti tiśtekî din hîss nake.
Ez bi mirinê ra rubiru bume. Li ber dawîbuna źiyana dapîra xwa dikevim. Ez dixwazim źi mirinê bifitilim, lê nizanim ez ê bi ći hawî bikim. Ez dibêźim heger ez li paś xwa tiśtekî bihêlim, ez ê ewćend bi zu nemirim. Xwa bi xwa ra dibêźim ez ćima ćêbum u ez ê ćima bimirim? Serê min ew ćend l’ hev ketiye ku hindî nikarim vegerrim ser canê min yê li ber deriyê mala me. Źi źiyanê ewćend aciz bume, źê fam nakim. Herhal źiyan ev e, meriv ćêdibe u paśê źî dimire, dibêźim.
Mêźiyê min yê zarokî nikare źi bin barê źiyanê yê heeyî rabe. Ez di bin pirsên xwa da gêź dibim u terrim.

Ez bi hêdîka mezin dibim, dibim xortekî temam.
Li ser piśta min pirsên min hee ne. U giran in.
Ez źi herda kalikên bavê xwa derdikevim.
Ez bi pirsên xwa me.
Em bibêźin, ez li pey pirsên xwa me. U ez l’ bersîvan digerrim.
Ez l’ mirin u źiyanê digerrim. Ez dibêźim, ev mirin u źiyan ći ne, ći dikin, ći dixwazin?
Ez berê xwa didim felsefeyê, ćênabe. Di dawiya dawîn da serê xwa bi felsefeya marksîst bêtir tevlihev dikim.
Lê hêvî careke di ciyê xwa da runiśtiye, nikarim dest źê berdim.
Îcarê dikevim nav psîkoloźiya sed salî ya xalê me Freud, Reich, Pavlov, Adler, Fromm. Ne pirs tuśî bersîvên xwa dibin u ne źî gerra min bi dawî dibe.
Pêra seriyekî l’ biyoloźiyê didim, nabe. Dîsan bi źiyan u mirinê ra rubiru dibim.
Îcarê dikevim nav dîrokê, nav poeziya bi hezaran salan, nabe. Ez bi tena serê xwa dimînim.
Paśê zman tê bîra min, dibe ku bersîv di nav zmên da vêśartî ’be, dibêźim. Ev pićekî dikeve serê min, u ez berê xwa didim zmanên kevintirîn …
Bi pirtukên pîroz serê xwa ha ha diśom, ćênabe.

Ez u pirsên di zaroktiya min da, em źi hev nabin. Ez di nav xwezayê da l’ nîśanekê digerrim ...
Carina hîssa ku ez nêzzîkî bersîva pirsên xwa buyî bibim,  di min da ćêdibe. Lê di dawiyê da dîsan sernakeve.

Dem derbaz bun, ez źî di nav wan deman ra. Hêdî ez di nav her tiśtî da l’ bersîva xwa digerrim. Źi kurmikan bigirin heta mêś, pel, dar, vîrus, bakterî, av, ćuk, giya u gulan, yanî belaya xwa l’ her tiśtî didim.
Ćênabe.
Ez l’ pitikekê mêze dikim, dixwazim fam bikim, tiśtê ku vê pitikê b’ źiyanê va girê dide, ći ye? Ez bi rik im, ez ê dest źi pirsên xwa bernedim.
Meh meha tebaxê ye, sal sala 2017an e, ez l’ vê pitikê mêze dikim, ez bi hêvî me.
Ez hîss dikim ku ez gelekî nêzzîkî bersîva xwa bume. Pitik rêberiya min dike, min bi xwa ra dikiśîne berbi tiśtekî va.
Pitik hîn nikare bimeśe, li ser pê u destên xwa bi kelecan terre u tê, bazdide, dixwaze rabe ser xwa. Bi kelecan e, xwa wekî pisîkan d’ vir u wir da tavêźe, źi kêfê diqîrre ...
Źi niśkê va di hiśê min da dengek dike teq u ez bi bersîva pirsa xwa ya nîv sed salî ra rubiru dibim.
Ez li ciyê xwa yê runiśtî dikevim nav nimêźa dawiyê. 
Niviśta li ser kefa destê xwa dixwînim. Dićurise.
Her tiśt di halê xwa da kerr dibe u terre.
Źiyan ći bu? Ćima hee'bu? D ku da diću? 
Ez źiber vê bersîva hatî u daketî ya piśtî ćel u ćar salan li ber xwa nakevim.
Hun źî li ber xwa nekevin.
Ez bawer nakim ku hun bi zanîna vê yekê bikarin bextewartir bibin.
Heger hun bi ya min bikin, berê xwa, wextê xwa, ênerźiya xwa bidin tiśtê ku we bextewar dike, lê ne bextewartir. Tiśtê ku we bextewartir dike ewê we roźekê nebextewartir źî bike.

Źi bîr nekin, mîna me, ev dema ku em di nav ra derbaz dibin źî zîncîreke źiyanê ya drêź e.
Ti kesê ku bikare vê zîncîra li hev bide, tun e. Hay źi zîncîra xwa heebin. Dibe ku roźekê źiyaneke nemir bi dest bikeve, lê ewê śertê źiyanê yê esasî her bimîne, u ebediyen.





Mittwoch, 6. Dezember 2017

Li Paś Me Tayên Porê Me Yên Ketî Man



Her cara ku di nav śevê da kuliyên berfê tên xwarê, hstêrkên haśiyayî/weśiyayî yên ku li galaksiyên cîran dibarin, tên bîra min.
Têrmaśê, xwa ew ćend bi śehwet l’ ba dikin ku dilê reben bi pehînan l’ kezeba li teniśta xwa dide.
Sermaya li mala xwadê źî bi xwa ra tînin źêr.
Gundê Palangan, Hewreman - Kurdistan
Vê gavê hemî zindî l’ benda hêviya bextê xwa mane.
Heger bext berê xwa l’ bextreśiyê nede, ewê di dawiyê da bi bextê xwa śa bibin.
Lê sruśt henekbazeke bê hućik e, hedura xwa bi kêfxwaśiyên drêź nayîne.
Zindiyên ku bi kêfa xwa tuśî sînorên ćavên xwadê dibin, zivistanên eźderheyî l’ canê xwa bar dikin.
Bar barekî giran e, hestiyên meriv dićemîne.
Berf e, baran e, śepal e, ha hilo li ser herdê xwadê rika xwa drêź dike.
Ćavên ku di nav vê zivistanê da nakin śeq u naśkên, bila qet li benda camên pukbuyî nemînin. Zelaliya camên mala bavê min u we ne źi pućbuna salên ćuyî ye, źi dilśewatiya kezeba wan ya bi bar e.
Me di nav pagên xwa da salên xwa berdan u ćun.
Berê me l’ roźava, me piśta xwa ya esmer l’ ćiyayên xwa daa.
Li paś me tayên porê me yên ketî man.
Yên ku giran bun, li ciyên xwa man.
Yên ku bi pif bun, bi bayan ra firiyan.