Freitag, 31. Mai 2013

Birryareke Nu U Salvegerra Qezeya Bi Lanet


Hîro baranê hêć navber nedaa.
Loma źî  ez hîro peya ćum kar, u paśê źî ćum zangeha Zürich’ê.
Tabî carekê daketim nav baźêr źî.
Êh, min got ez carekê źî herrim restorenta heval Newzat.
Ćum źî. Qesî seetek u nîv li wir mam.
Heger śaś nebim, di seet 15 u nîvan da dîsan derketim ser rê u hatim malê.
Yanî peya qesî 45 deqqan dikiśîne.
*
Hîro roźa dawiyê ya somestira biharê bu.
Heta 20ê îlonê tatîl e.
Helbet di vê navberê da gelek kes dikevin îmtîhenan, hindek referet yan źî têzên xwa dinivîsin.
Min źî birryareke din girt.
Źibo ku ez bikarim di beśa zmannasiyê da berbi pêś va bimeśim, ez ê vê havînê źi nu va berê xwa bidim zmanê yonaniya kevin, daku ez bikarim dawiya vê havînê îmtîheneke din ya mezin bikim.
Min berê tenê îmtîhena pićuk ya ku źi min dihate xwastin, kirî bu. Lê gelek îmtîhenên cure bi cure hee ne. Yanî ligorî beśa ku meriv dixwîne îmtîhen hee ne. Tabî meriv bi xwa serbest e, dikare hemî întîhenan źî bike. Lê min ew nekirinn, źiber ku ez ne mecbur bum. Loma źî min tenê yên mecburî kirî bunn.
Yanî divêt ez him bi gelemperî yonaniya xwa u him źî dengnasiya zmanê yonaniya kevin ya dîrokî bi hêztir bikim.
Zmanên arî u yonaniya kevin di beśa zmanên hîndî-ewrupî da pirr zerurî ne.
Źi bê van zmanan meriv hew dikare hîndî-ewrupînasiyê bike.
Źixwa bê zmanên arî meriv nikare kevirekî źî li śuna xwa bilivîne.
*
Sibeh 1ê hezîranê ye.
Sala derbazbuyî di 1ê hezîranê da li ba googlîstinê yekî fawuleke xerabe l’ min kirî bu (Roźa îniyê bu. Hîro źî înî ye, lê sibeh 1ê hezîranê ye u paśînî/śemî ye. Divêt ez sibeh pićekî bi tedbîr tevbigerrim :) ).
Bandên kulîlka pîlê min yê rast bizdiya bunn.
Mecbur mayî bum ku platînekê bikine nav. Źi piśtî sê mehan dîsan hate derxistin.
Bi tevayî pênc mehan min nekarî bu ku zêde tiśtina bikim.
Yanî havîna derbazbuyî źi kîsa bavê min ćuyî bu.
Min carekê li nivîsên xwa yên di hezîrana 2012an da mêze kir.
Di 6ê hezîranê da emelîyet bume, di 9ê hezîranê da źî min nivîsek belav kiriye.
Tabî ez di 29 gulanê da źi Barselonye’yê hatî bum, hêvara sêśemê. Roźa îniyê źî qeza kiriye.
Di wan nivîsên xwa da min ćend resimên źi tatîlê źî belav kirinne.
Hahooo, her tiśt buye mazî źî haya min źi feleka xayîn tun e.

Mîna ku kalikan gotinne, «Ev hevîr hîn pirr avê dixwaze.», herê bi xwadê.

Donnerstag, 30. Mai 2013

Roźên Sar Yên Bi Zmanê Latînî


Źiber vê sermaya beredayî îmana me buye teneke yaw.
Destên meriv dicemidin bavê mino.
Baran kêm nabe.
Aha havîn źî hat, hîn źî rooź xuya nabe bi xwadê.

Min ćend roźan nekaniya tiśtekî binivîsim.
Mixabin di van sê-ćar roźên dawiyê da him min pirr kar kir u hîm źî min dil dikir ku ez tev l‘ îmtîhena dersa dengnasiya dîrokî ya zmanê latînî bibim.
Qet nebe ewê li ser fonoloźiya zmanê latînî źî îmkana ku ez roźekê bikarim pê tiśtekî bikim, derbixe.
Di vê somestira biharê da profesor beg qasî 45 rupel belav kirinn.
Tabî di nav da bi hezaran deng u peyîv hee ne.
Yek bi yek hatinne vegotin, źi destpêka zmanê hîndî-ewrupî yê bingehîn heta zmanê latînî.
Tabî zaraveyên din yên îtalî u devokên latînî, peyvên źi yonaniya kevin girtî u hwd.
Źi heddê xwa zêdetir dengên bi pirsgirêk, qanunên esasî yên di derbarê zmanê latînî da hee ne.
Ê helbet min pirr dereng dest bi amedekariyê kir, herre were ew źî qasî sê roźan bu. Digel vê dîsan kar źî kir.
Ya rast min tenê carekê kaniya 45 rupelan yek bi yek di ber ćavan ra derbaz bikim.
Carina rupelekê qasî seetekê wextê min girt.
Min doh nîvê śevê hemî rupel xelas kirinn. Seet yekê nîvê śevê bu (yanî seet 01:00ê hîro bu).
Di seet heśtan da rabum. Min hindek qanunên rêzmanî yên ku di latînî da hee ne, careke din di ber ćavan ra derbaz kirinn.
Paśê ćum zangeha Zürich’ê. Di seet 12:15ê da îmtîhen hee‘ bu.
Mêro hat, kaxizên îmtîhenê belav kirinn u got, «Nîv seet wextê we hee ye.».
Tevda 12 pirs bunn.
Digel her pirsê źî ćar bersîv hee‘ bunn. Divêt meriv bersîva rast nîśan bikira.
Bi xwadê, źiber ku ez źi berî deh salan hiynî latînî bu‘ bum, min gelek peyîv źi bîr kirinne.
Loma źî digel ćend pirsan min mahneya wan peyvan u forma wan ya ferhengî nekaniya b’înim bîra xwa.
Drêź nekim, pićekî serê min hêśiya :)
Źi berî min sê kesên din kaxizên xwa dann u derketinn.
Got, «Hîn pênc deqqe wextê we hee ye.».
Min di vê navberê da bersîvên pirsên din źî dayî bunn.
Min rabu kaxiza xwa bir u daa mêro.
Hema li wir kontrol kir, berbi min va ćerixiya u got, «Pirr baś e. Pîroz dikim».
Lê ez dibêźim yek yan źî du ćewtî tê da hee‘ bunn.
Źi 12 pirsan divêt meriv herî kêm bersîva 8 pirsan rast bide.
Paśê min turika xwa girt u derketim der, ez ê bićuma klînîkê, min ê hîn wergerr bikira.
Tabî pêra źî min ê qursa kurdî bidaa xaltîka me biźîśk Bîrcan xanimê.
Gava ez źi dêrî derketim korîdorê, min mêze kir ku ha yên din źî li wir in.
Min silav daa wan (tevî ku em qet bi hevdu ra nepeyîvînne źî).
Yekî got, «Di ya min da ćar heb ćewtî hee’ bunn.».
Em ćend deqqan bi hevdu ra peyîvînn u paśê ez ćum kar.
Sibeh dersa dawiyê ye. Dibe ku mêro testîqnameyan b’îne u bide me.


De hîcar hun źî xwa amede bikin, helbet hun ê roźekê bikevin nav destê min u ez ê źî dersekê bidim we, herê welleh, ihi :)

Montag, 27. Mai 2013

Kurdino, YPGê Li Roźavayê Kurdistan’ê Tenê Nehêlin!


Hewaya hîro li dor 15 pileyan u bi tav bu.
Tabî pićekî baa źî hee‘ ‘bu.
Hîro gelekî kar u barê min hee‘ ‘bu. Ewê hîn ćend roźên din źî bi vî hawî bidome.
Tevî ku hîro rewś hilo bu źî, min ću sporta xwa kir.

Di nav nućeyan da tê gotin ku 21 ćete u komên pîć yên di nav Artêśa Qewad Ya Suriyê da peymanek ćêkirinne ku li hemberî YPGê śer bikin.
Źixwa ev ćend roź in dest bi hêrîśan źî kirinne u gelek kuśtî hee ne.
Divêt kurd di nav rewśeke hilo da YPGê tenê nehêlin u bi tevî YPGê li hemberî erebên bê namus u pîć śerê azadiya xwa bikin.
Hetta hetta, heger pêkan ‘be, bila pêśmerge źî bi śiklekî herre hariyariyê.
Ćênabe ku erebên tecawîzcî u qetîl u xwînmêź li ser erda milletê kurd alaya xwa ya bê namusiyê bilind bikin.
Ev firsendeke dîrokî ye, divêt kurd vê di ber menfeetên xwa yên hizbî ra nekin qurban.
Li Roźava azadî hatiye tam li ber deriyê me sekiniye.
Divêt kurd li Roźava sînorên xwa heta zeryayê drêź bikin, heta Helep’ê bixin bin kontrola xwa.

Kurdino, cîgerino, kî bi ći hawî u ćawan dike bila bike, Roźava’yê Kurdistan’ê li benda xîreta me kurdan e.
Bila herkes bi deng u rengên xwa tev l‘ vê pêvaźoyê bibe.
Cihêtiyên di navbera me da divêt em paśê bikin miźar, lê ne aniha.
Źi piśtî ku me erda xwa źi wan erebên heram paqiź kir, hingê em dikarin di nav hev da, ligorî pîvanên demoxresiyê bikevin gewriya hevdu, śerê xwa yê demoxretîk bidin.

Lê aniha li źiyanê mayîn bêtir zerurî ye.

Sonntag, 26. Mai 2013

Biźî Tîśortên Bi «Ala Rengîn» U «Kurdistan»!


Qet nebêźin, hewa li vir sar e u bernade ku meriv bi rehetî tiśtekî bike.
Min berbi vê hêvarê got ez herrim bezê.
Lê hîn ez li ser nerdîvanê bum, min mêze kir ku ha va ye hurik u hurik baran dibare.
Loma źî ez dîsan b‘ śun da hatim.
Yanî hîro źî min nekanî sportê bikim.
Lanet!
*
Bavê min hîro dîsan di denggośkê/têlefonê da ez dam ber ćêran :)
Tevî ku min hefteya buhurî ćend caran têlefon kir źî, derneket, her carê źî têlefona wî miźul bu.
Herhal carina ahîzeyê tam li cî śun nake, loma źî zengil lênaxe.
Êh, hîcar em feqîrên xwadê dibin qurbana xiśma bavê min yaw.
*
Hîro nućeyekê pirr kêfa min haniya.
Dibêźin li Amed’ê tîśortên bi ALA RENGÎN u bi nivîsa KURDISTAN derketinne ser bazarê.

Diyarbakır'da 'Kürdistan' yazan tişörtler satışta


Li ser ćarśu u bazaran tê firotin.
Tê gotin ku xortên kurd bi qest wan tîśortan l‘ xwa dikin u derdikevin ser kolanan, b‘ vir u wir da difitilin.
Qendî ku xuya dibe tirkên qewad heta vê gavê teśxeleyek dernexistinne.
Herhal tenê modelek hatiye derxistin.
Tabî divêt di pêśeroźê da gelek modelên din źî werin derxistin.
Bi dêhna min bila li Kurdistan’ê tenê tîśorteke bi sembolên tirkan u bi nivîsên tirkî yên heram nemîne.
Bila him malên wan u him źî nivîsên bi zmanê wan qewadan carekê din ceseret nekin ku bikevin nav sînorên Kurdistan’ê.
Ê helbet dor dora me ye. Berevaźî tirkên heram divêt kurd bi zmanê kurdî u malên kurd baźarên tirkên ecuc u mecuc dabigirin.
De berxikino, deee.
Hema bila her kurd źi derudora xwa dest pê bike, herê welleh.
Hindî tirk tun in. Zmanê tirkan tun e. Źixwa segbav bixwa źî dibêźin źi «dêlika bi navê Asena» peyda bunne.
Ewê di bin gunehên xwa da roź bi roź bifetisin.


Aha źi we ra ćend wêneyên źi tîśortên bi Ala Rengîn u Kurdistan:

Diyarbakır'da 'Kürdistan' yazan tişörtler satışta

Diyarbakır'da 'Kürdistan' yazan tişörtler satışta

Diyarbakır'da 'Kürdistan' yazan tişörtler satışta


Źixwa Zmanê Meriv Dergeha Hemî Dermanan E


Hîro min tembeliyeke mezin kir u zêde xwa nelivand.
Hewa sar bu. Loma min sport źî nekir.
Lê sibeh xwadê mezin e helbet.
*
Ez dixwazim hîro li vir li ser śîroveyeke xwa ya di Facebook’a bê bav da bisekinim, yanî parve bikim.
Xalê me Mahabad nivîsek belav kirî bu.
Xalo xwadiyê malpera amidakurd.net’ê ye.
Ez ev 6-7 sal in ku lêkolînên xwa yên li ser zmanê kurdî di amidakurd.net’ê da didim weśandin. Yanî min cara yekem bi kurdî di amidakurd.net’ê da dest bi belavkirina lêkolînên xwa yên bi kurdî kirî bu. Hîn źî berdewam dike.
Amidakurd.net’ê di destpêkê da nućeyên siyasî nediweśand.
Tenê nivîsên li ser edebiyatê, zmên u her wekî din diweśand.
Lê paśê ev prensîba xwa guhert u dest bi weśandina nućeyên siyasî źî kir.
Tabî min wê gavê fikira xwa gotî bu, yanî min qet dil nedikir ku amidakurd.net źi śopa xwa ya berê veqete.
Lê mixabin birryar di destê wan da bu, u wan źî birryara xwa bi śiklê ku wan dil dikir, daa.

Qasî ku xuya dibe aniha dîsan dixwazin vê biguherînin. Loma źî hariyarî u pêśniyazan źi xwandevanan dixwazin.
Nivîsa ku xalê me Mahabad belav kirî bu, ev e:

«Ji kerema xwe re vê nivîsê bixwînin û pêşniyazên xwe ji bo me diyar bikin, em ê mîna malpera Amîda Kurdê pir dilxweş û spasdar bin. Pêdiviya me bi alîkariya we heye!... http://www.amidakurd.net/nuce/amîda_kurd_û».

Śîroveya min źî ev e berxikino:

«Kekê mino, ez di vê meselê da bi temamî tev li xalê me Rêzan dibim.
Gava amidakurd'ê dest bi weśana nućeyên siyasî kirî bu źî min fikira xwa gotî bu.
Źixwa kes narre nućeyên siyasî naxwîne źî.
Ev ne meseleyeke bi me kurdan va girêdayî ye, di nav hemî milletan da rewś eynî ye.
Divêt meriv bi temamî bala xwa bide ser zman, wêźe, huner, mode, kerîketur, sîneme, muzîk, dans u gelek miźarên din yên ku zmanê me xwaśiktir u zengîntir dikin.
Bi saya xwaśikiya miźarên balkêś meriv dikare zmanê xwa źî di mêźiyê milletê xwa da cî bike.
Źixwa diźminan di mêźiyên kurdan da mîna ku zmanê kurdî zmanê heywanan 'be, tehrîbeteke psîxoloźîk ya pirr kur ćêkiriye.
Źibo ku meriv bikare van "qereqolên" ku di mêźiyên kurdan da hatine hafirandan yek bi yek tune bike, pêwistî bi zmanekî "nazenîn u efsunî" hee ye. Tevî ku ew zmanê me yê bi hezaran salan yê pîroz hee ye źî, tevî ku zmanekî ewqas bi hêz u edebî ye źî, em pênc quruś qîmetê nadinê, bi destê xwa dikin qurbana zmanê qetîl u diźminên heft ecdadê xwa.

Źixwa zmanê meriv dergeha hemî dermanan e.
Hemî normên me yên fikirînê, hemî normên me yên śexsî u netewî bi sînorên zmanê me va girêdayî ne.
Pileya zanîna zmanê xwa yê zikmakî pîvana śexsiyeta meriv ya netewî nîśan dide. Bê zman ti kes nikane di navbera xwa u zmanê dayika xwa da aîdiyeteke însanî bihafirîne, xwadîtiyê lê bike.


Di însanan da heft emosiyonên (hestên) bingehîn hee ne: "śayî, nefret, surprîz, tirs, kêmdîtin, hêrs, xemgînî".
Ligorî encamên lêkolînên noyrobiyoloźiyê meriv bi kîźan zmanî van hestên xwa diźî, bi kîźan zmanî van hestên xwa tîne zmên, xwa aîdî wî zmanî u wî zmanî źî aîdî xwa hîss dike.».

Freitag, 24. Mai 2013

Meriv Îdeoloźiyan Bi Kar Tîne Yaw, Xwa Źê Ra Nake Kole Haaa


Wekî ku min doh gotî bu, hewaya bê bav hîro lotika xwa l‘ me xist.
Ne berf, lê tirî bariya.
Loma źî baś bu ku min hîro śemsiye bi xwa ra girt.
Heta śeś roźên din hewa baś xuya nake.
Aha bihar hat u ću, lê me qet tiśtek źê nedî.
Di roźnameyên hîro da dibêźin di van sî salên dawiyê da hêć hewayeke weha xerab ćênebuye.
Tirsa min ew e ku havîn źî hîsal hilo berbat derbaz bibe.
Welleh ku ev havîn źî berbat hilo derbaz bu, hindî ez bawer nakim ku tenê Swîsre’yiyek źî sax bimîne.
*
Min hîro li ser malperekê nućeyeke balkêś xwand, kêfa min pirr pê hat (http://hawarnetrojev.hk-mg.net/2013/05/edi-li-parlementoya-ewrupaye-kursiyeke.html
).
Loma źî min ev nivîsa xwa di Facebook’a bê bav da belav kir:

«Aha welleh ev lotika "Perlementoya Ewrupê" pirr baś bu.
Camêran li Perlementoya Ewrupê kursiyek danne hukumeta Baśurê Kurdistan'ê.

Yanî hêdî kurd źî ewê li Perlementoya Ewrupê werin temsîl kirin.
Bila li ser xêrê 'be! ».

Helbet gava meriv pêśketinên bi vî hawî dibîne, tenê xwa bextiyar hîss dike.
Ez hêvîdar im ku li hemî perćeyên din yên Kurdistan’ê źî em bikarin van serketinên xwaśik  pêkb’înin u di nav milletên din da ciyê xwa bigirin.
Me kurdan di nav dîrokê da ti carî nekaniya siyasetê bikin.
Źixwa di warê dîplomesiyê da siyaseta ku di nav van 40 salên dawiyê da hate meśandin, komediyeke ewqas bê tam bu ku, nayê gotin.
Kurdan ti carî di śerkirinê da handa nekirinn, hertim di siyasetê da śerê xwa handa kirinn.
Mesele ne îdeoloźî ye.
Mesele tenê u tenê bikaranîna îdeoloźiyan e.
Ne tenê kurd dîndar in, ne tenê kurd sosyelîst in.
Digel hemî xelkên cîhanê ev nêrîn mewcud in.
Lê bi ferxekê. Milletên din dîn źî, îdeoloźiyên din źî wekî alet źibo berźewendiyên xwa bi kar tînin, xwa nakin koleyên filan u bêvan dîn u îdeoloźiyan.
Lê em kurd eksê vê dikin. Em xwa dikin alet di destê dîn u îdeoloźiyan da. Loma źî piśta me qet rast nebuye u nabe.
Hetta źiber vê yekê ye ku em heta li ber sînora tunebuna xwa źî hatinne.
Dîn u îdeoloźî tên u terrin, źibo ku ew źî bikarin li źiyanê bimînin, mecburî xwa diguherînin.
Di vir da śertên xwezayê ti sînoran nas nakin, źibo hemî źîndaran źî eynî śert pîvanên bingehîn in.
Loma źî divêt meriv tespîtên xalê me Darwîn baś hîn bibe.
Tabî ez baś dizanim ku em kurd li śuna ku em bi realîteya heeyî ra miźul bibin, terrin kêfa xwa bi zirt u virtên belaś ra tînin.
Ha ha dikevin qirika hevdu u hevdu dixwin.
Kurdino, heyranino, ti carî, ti carî ligorî kêfa îdeoloźiyên ku nikanin pênc quruś bikin, xwa nekin qurban.
Di nav kîźan partiyê da dibe bila bibe, divêt meriv hertim ligorî menfeetên xwa u yên milletê xwa bifikire.
Divêt meriv ti carî, ti carî, tiśtê ku diźminê xwa li ser piyan dihêle, qebul neke. Dibe bila zman ’be, dibe bila kultur ’be, ferx nake.

Źixwa zman u kultur esasên heebunê yên di nav xwezayê da ne.

Donnerstag, 23. Mai 2013

Śer Xelas Bu, Lê Qetîl Hîn Źî Kêfa Xwa Dikin



Bi xwadê hewa bêtir sar bu. Tabî baran źî carina hat u ću.
Dibêźin sibeh ewê heta 5 pileyan dabikeve.
Dibe ku berf źî lotikan l’ me bixe.
Welleh źiber vê hewaya heram meriv hêć nikane ku planan bike u li der b‘ vir u wir da herre.
Ez dibêźim aniha vê gavê Swîsre’yî bi tevayî źî gêź bunne, ketinne nav depresiyonên qerase.
Min źi berî demekê xaltîkeke me ya Swîsre’yî dîtî bu li ciyê fîtnesê. Źi berî salekê beśa tibbê xelas kir u aniha vê gavê di dermanxaneyekê da pratîkê dike.
Got, «Źiber ku hîsal hewa pirr berbat e, gelek kes tên dermanxanê u dermanên li diźî depresiyonê dikirrin... ».
Êêê, kurdino, qîmeta welatê xwa bizanin, xwadê welatekî wekî bihiśt daye me.
Lê mixabin me bi destê xwa ew welatê ku bihiśta xwadê ye, kir doźeh.
Ê tabî ewê xwadê vê lotika me źi me ra nehêle, ihi.

Hîro tiśtekî taybet pêknehat. Karê hertim, źi beśdarbuna derseke zmannasiyê u sporta roźane u pê va źi kîsa bavê min av bi av ću.
Tiśt nabe, źixwa hertim her tiśt źi kîsa bavê me kurdan terre, bila ev roźa sar u bi baran źî herre.

Di warê siyasetê da ći dibe u nabe, haya min hîro źê tun e.
Tenê tê gotin ku PYDê gotiye, «Em źi derî xwa desturê nadin ku li Roźava hêzeke leśkerî bihafire.».
Źixwa derdê can u canikan źî ev bu, ne meseleyeke din.
Di rewśeke weha da ez vê wekî nêzîkbuneke «hizbî» dinirxînim, tê da mentixeke netewî nabînim.
Kesê ku netewî difikire, bi vî hawî nêzîkî meselê nabe. Bi hemî hêzên ku derdikevin ra tê cem hevdu u li hemberî ereb u tirkên segbav śer dike u welatê xwa rizgar dike.
Helbet paśê herkes dikare ligorî bîr u baweriya xwa śerê xwa yê siyasî bidomîne.
Lê di sêrî da «azadiya welat u milletê kurd hee ye».

Xalê me S. Demîrtaś gotiye, «Êdî AKP ći dike bila bike, dema śêêr/śerî derbaz bu. AKP bixwaze źî PKK ewê careke din dest bi śêêr neke. Em ê bi siyasetê zorê bidin ku pêśketinên demoxretîk ćêbibin.».
Bêguman PKKê bi xwa ev tiśt l‘ S. Demîrtaś daa gotin.
Źixwa vî śerî bi vî hawî bi têra xwa kîmyeya milletê kurd xerab kir.
Ne pêwist e ku meriv bi hezaran śervanan li serê ćiyayên Kurdistan’ê śer bike. Ti qezenca me bi vê yekê tun e.
Meriv dikare bi yekîneyên pićuk, bi sed śervanên baś perwerde dîtî, li baźarên ku tirk diźîn, śerekî mezin bike u źiyanê l‘ tirkan biherimine.
Lê nekirinn.
Bi temamî ligorî daxwaz u manîpulasiyonên tirkan ev śer pêkhat u dawiya dawîn źî him Kurdistan vala kirinn, him źî milletê me li baźaran pêr u pêrîśan kirinn, asîmîle kirinn u ću.
Hîn źî dibistaneke me tun e haaa.
Aniha śer hee’ ’be źî nebe źî, ne girîng e.
Me ev śer źiber siyaseta me kurdan ya kemalîst, feśîzen, despot u totelîter handa kir.
Lê śerê me helbet ewê neqede. Meriv dikare bi hezar śikil u śīmalan śerê xwa bike.
Mesela dibêźin Hayrî Kozakćioxlî li Stembol’ê di mala xwa da mirî hatiye dîtinn.
Vî segbavî u qewadî di dema «rewśa awarte» da Kurdistan śewitand, bi tevî qehpika heram Tansu Ćîller, Mehmet Axar, Silêman Demîrel u gelek pîćên din.
Lê PKKê ti tiśt l‘ van pîćan nekir.
Bêguman źi piśtî nifśekê yan źî du nifśan, źi piśtî ku her tiśt pićekî aramtir bu, hemî kevir li śunên xwa runiśtinn, ewê źi PKKê gelek tiśt werin pirsîn.
Bawer nakim ku PKK źi tohmeta dîrokê bi rehetî bifilite.
Tabî gava ez PKK dibêźim, ez bi vê yekê berpirsiyarên PKKê yên ku źi îdeoloźiya PKKê mesul in dibêźim.
Milletê kurd di nav PKKê da hemî fedekarî kiriye, keć u xortên xwa qurban kiriye.
Em berxwadana van keć u xortan nikarin înkar bikin, rumeta me ne.
Lê yên ku bi erzanî u keyfî ev keć u xort kirinne qurban źî, ewê werin mehkum kirin, ćare tun e.

Offf, dîsan drêź bu yaw, weyyy.

Mittwoch, 22. Mai 2013

Leblebiyên Hiśk U Nermik Yên Hîro :)



Di van roźên dawiyê da hewa her ku terre sartir dibe.
Hîro him sartir bu him źî baran dem bi dem bariya.
Vê sibehê divêt ez di seet 09:30yan da li nexwaśxaneya zangeha Zürich’ê bibuma.
Min doh zengila «iPhon»a bê bav źî źibo seet heyśtê sibehê eyer kirî bu.
Źixwa min qet nekariya baś rabikevim. Herhal ćaya ku min doh di seet 8ê hêvarê da vexwarî bu, sebeba vê yekê bu.
Tabî ez vê sibehê xwa bi xwa heśyar bum, min got herhal hîn zu ye.
Lê dîsan źî min l’ seeta iPhon’ê mêze kir.
Waweylê, waweylêêê, seet 08:55 bu.
Yanî divêt ez tam di 35 deqqan da li nexwaśxanê bibuma.
Zengila iPhon’a heram lê nexistiye.
Mesele di kê da ye ez nizanim.
Bi lez ez ćum serśoyê, dîsan bi lez derketim, min kincên xwa l’ xwa kirinn u bi bez ćum mitbaxê.
Di nav pênc deqqan da min xwarinek xwar, ćakêta xwa l’ xwa kir, turika xwa havite dor hustiyê xwa u bi bez daketim źêr.
Min pîskîlêt girt, derî vekir u derketim der.
Baran hurik u hurik dibariya. Erd śil buyî bu.
Loma źî ez mecbur mam ku bi tempoyeke giran b’aźom.
Ći dibe bila bibe, ez tam di wextê xwa da gêśtim beśa roymatoloźiyê.
Pantolê min źi paś va dîsan źî pićekî śil buyî bu.
Źi piśtî seetek u nîvan karê min xelas bu u ez dîsan hatim malê.
Tabî di seet 15an da źî divêt min li klînikê wergerr bikira.
Êh, ew źî bi silametî derbaz bu.

Di nućeyên hîro da tiśtên din yên nu bala min kiśandinn.
Loma źî min ev zirt u virtên li źêr nivîsiyan u di Facebook’a bê bav da belav kirinn:


«Dibêźin PYDê li Roźavayê Kurdistan'ê ALA RENGÎN ya di destê milletê kurd da girtiye u dirrandiye!
Bila sibeha wê PYDeya taśeron u îblîs nebe!
Dawiya dawîn ewê keć u xortên kurd bikin qurbana îdeoloźiya xwa ya taśeron.
Paśê źî ewê bi yek dengî bikin kuzzekuzz u bibêźin "śehîd namirin!" u bazara xwîna keć u xortan bikin.

Xaltîkeke berpirsiyar ya PYDê gotiye, "Em rêzê nîśanî ala herkesî didin."
Hella hellaaa, źi kengê va ye ku ALA RENGÎN buye "ala herkesî" u nikare bibe ya milletê kurd?!
Qey meriv dibêźe xayîneke milletê kurd źi ber xwa dipeyîve.

Kećikino, xortino, xwa nekin qurbana van taśeronan, heyranino.
Ewê li ser xwîna we bazara herî heram bikin.».

Tabî miźar kur e, ez ê pêda nerrim.

Paśê min di nav gotareke din da sosretiyeke din dît (Rêzan Tovjîn:ttp://www.amidakurd.net/qunciknivis/ji_komeleya_niv%C3%AEskaran_%C3%AEstifa).
Bi serê her sê gotinên źin- u mêrberdanê ’be, hemî dezgehên ku bi navê milletê kurd tevdigerrin, bunne axur, bunne wekî tuweletên li ser kolanên xerabe.
Loma źî ez dîsan hêrs ketim, min negot xwadê daye u ćend gotinên źi dil u îman belav kirinn:

«Dibêźin "komeleya nivîskaran" ya li Amed'ê buye axura heywanên ehmeqoxlî ehmeq!

Ćiqas dizz u zexel u beredayî hee ne, hatinne u bunne endamê komeleyê, vê gavê bi qewadiyan ciyê xwa germ dikin.
Xwadêyooo, ev ći rezelat e ku di nav hemî dezgehên ku milletekî dikin millet da qewad, dizz u ehmeq śun bunne?!
Sucdar tenê u tenê siyaseta kemalîst, taśeron u ehmeqoxlî ehmeq e, ku dixwaze milletê kurd bike naxir!!!
».

Ti śensa kurdan tun e ku bi van qewadan ra civakeke xwadî îrade u zanîn bihafirîne.
Di nav koma milletên din da meriv hêdî hîro hew dikare bê kesên źîr ciyê xwa bigire.
Heta ku di nav hemî beśên zanyariyê da ew kes derneketinne, em ê her u her av bi av herrin.
Bi śerkirinê em nikarin temsîldariya dilopek xwîna milletê xwa źî bikin.
Li ku derê cîhanê dibe bila bibe, herrin u mêze bikin, hemî dezgehên kurdan di nav zirzopiyeke herî ehmeq da têkćunne.
Mîllîmêtroyek pêśketin tun e, naxirên źi berî bîst salî ći bunn, hîro źî eynî naxir in.
Ćima?
Źiber ku her tiśt di sêrî da gemar buye, yanî camêrên ku xwa wekî berpirsiyar dihesibînin, carekê di nav cahiltiyê da puć bunne.
Di nav îdeoloźiyên psîkopatîk u despotîk da fetisînne.
Mixabin xelkê me yê feqîr źî di nav destên van psîkopat u despotan da rezîl u riswe buye, nikare źi nav gemariyê derbikeve u carekê l’ derudora xwa binêre ku di ći halî da ye.

Dienstag, 21. Mai 2013

Xêrhatî Śerê Li Roźavayê Kurdistan’ê U Brakuźî!!!



Welleh min hîro nekaniya plan u proźeyên xwa pêkb’înim.
Hewayeke bi hewr hee‘ bu.
Tabî carina hurik u hurik baran źî bariya.
Tevî ku min digot ez hîro herrim pîskîlêthaźotinê źî, ćênebu.
Li hêla din źibo seetek wergerrê źî peya heta nexwaśxanê ćum u hatim.
Yanî ćuyîn u hatin źî tam seetek wext digire.

Wekî din tiśtekî balkêś ćênebu.
Di nav medyaya înternêtê da vê gavê rewśa li Roźava’yê Kurdistan’ê pirr aktuwel e.
Qasî ku xuya dibe, rewś gelekî «śor u sor» buye.
PYDê 72 endamên el-Partî’yê girtiye u bernade, bi sedema ku ćunne li Baśur perwerdeya ćekdarî girtinne u xwastinne ku bi dizzî derbazî Roźava bibin.
Bêguman meriv źi der va nizane kî źiber ći dixwaze ći bike.
Di vê meselê da mafê kê hee ye u yê kê tun e, meriv hew dikare bê kêmasî zelal bike.
Ći dibe bila bibe, divêt milletê kurd di ber menfeetên partiyan ra neyê qurban kirin.
Ez ti carî nikarim qebul bikim ku kurd źibo filan u bêvan îdeoloźiyên qewad werin kuśtin.
Ev îxaneteke mezin e.
Loma źî divêt xelkê kurd ti carî xwa neke lîstik, divêt li hemberî van partiyên taśeron derbikeve.
Heger ewqas mêr in bila bicehimin u herrin, li ku derê hevdu digevizînin bila bigevizînin.
Tabî min sedemên ku PYDê aniye zmên źî xwandin, lê mixabin min ti sebebeke mantixî tê da nedît.
Dibêźin źi berî van girtinan li Qamiślo qasî pênc sed ciwan derketinne ser kolanan u zilma PYDê ya li ser xelkê prostesto kirinne. Źi PYDê xwastineke ku kesên girtî serbest berbide.
Guman hee ye ku PYD mesulê gelek kesên ku handa bunne u hatinne kuśtin, e.
Heger ev rast ‘be, hingê ev wehśeteke mezin e.
Ćênabe ku kurd kurdan birevînin u bikuźin, him źî źiber fikirên cihê, ev qetlîmeke mezin e.
PYD dibêźe ćima ćunne li Baśur hiynî perwerdeya ćekdarî bunne?
Ê ma hun źî perwerdeya ćekdarî nadin bavê mino?
Didin.
Bidin źî, heqqê we ye źî.
Her ćendî ew heqqê we ye, her husan heqqê her ferdê kurd e.
Divêt em bi vê yekê serbilind bibin.
Helbet hemî partiyên me źî bi ćavekî îdeoloźîk nêzîkî pirsgirêkên me dibin, ne bi ćavekî netewî. Loma źî ev mesele derdikevin.
Heta vê gavê li gorî întîbeya ku di min da ćêbuye, PYD ne bi maf xuya dike.
Di śerekî navbera kurdan da ewê mesele źi hemî sînoran derbaz bibe.
Bawer nakim ku PYD bikare źi piśtî śerekî li Roźava heebuna xwa berdewam bike. Mesele ne tenê bi me kurdan va girêdayî ye. Siyaseta PYDê źi siyaseteke realîst ewqas dur  xuya dike ku, ewqas xeyalperest xuya dike ku, ewê di bin da bifetise. Herhal encamên vê yekê ewê li Qendîl’ê źî werin hîss kirin. Ewê bi hezaran keć u xortên kurd belasebeb bibin qurban źibo îdeoloźiyeke beredayî.
Tê gotin ku źi piśtî gotina A. Öcalan ya «Roźava źi Barzanî ra nehêlin», PKKê dest źi nêzîkbuna xwa ya aśtiyane berdaye.
Helbet mesele ne berdan u neberdan e. Bila herkes źî herre ligorî hêza xwa xizmeta xelkê xwa bike. Lê gotina «Roźava źi Barzanî ra nehêlin!» di ćarćoveyeke tenê «ez u ez» da pićekî tê guhê meriv. Mesela A. Öcalan eynî tiśtî źi tirkan ra nabêźe, yanî di nav kurdan da pirr axaftinên tuź dike, lê li hemberî tirkan meriv hew bawer dike ku ew eynî śexs e.
Helbet tiśtê ku ez u em bikarin bikin, tun e.

Dubare dikim, ti mafê partiyeke kurd tun e ku xwa li ser partiyeke kurd ya din rewa bibîne, zilmê lê bike.
Heger PYD baweriyê b’ xwa tîne, źi xizmeta xwa ti śikan nake, divêt b‘ gotina xwa va girêdayî bimîne. Źixwa digel hilbiźartinan xelk kê ćiqas dixwaze yan źî naxwaze, ewê zelal bibe.

Montag, 20. Mai 2013

Kemalîst u MÎTa Tirkan Kurdan Ćawan Dikin «Tirkên Saxlem»!



Tevî ku digotinn ewê hewaya dawiya heftê xerab bibe źî, ne hilo bu.
Helbet doh u hîro ewqas germ źî nebu. Hîro źî źibo min wekî dawiya heftê ye, źiber ku li vir tatîl e :)
Doh tenê ćum pîskîlêt haźotinê.
Hîro tenê ćum bezê, qendî du seetan (yanî 25 kîlomêtro bunn).
Ka sibeh xwadê mezin e.
Tiśtekî taybet pêknehat.

Min hîro nućeyek li ser civîneke li Stockholm’ê xwand.
Tabî źi dîn u îman derketim.
Kerem bikin hun źî bixwînin:

«Li Stockholm’a Swêd’ê, cîgirê serokê înstîtuta kurd Karman Sîmo rabuye di semînera li ser Roźa Śehîdan da gotiye, em ceźna zmanê kurdî bi saya Denîz Gezmîś, Îbrahîm Kaypakkaya pîroz dikin.
Hella hellaaa, hella hellaaa!
Denîz u Îbo’yê kemalîst ceźna zmanê kurdî diyarî me kirine haaa!

Źixwa ku ehmeqoxlî ehmeq u qewadoxlî qewad bunn serokên dezgehên kurdan, ewê halê me źi yê kućikan źî xerabtir bibe.
Heger ev Karman Sîmo aźanekî heram nebe, herrin bi ser gorna kalikên min da tifu bikin u hew, ihi.

Tiśtê din źî, ma ew înstîtuta kurd źibo siyaseta ehmeqan e yan źibo zanyariyê ye?!
Ći karê siyasetê li înstîtutê hee ye, be hey heramên qewad?!
We hemî dezgehên ku wekî ciyên zanînê tên qebul kirin źî kirinn axur!
Min di źiyana xwa da źi siyaseta kurdên me yên źi Bakurê Kurdistan’ê rezîltir, ehmeqtir, bê bavtir, kućiktir siyaset nediye.
Źixwa ćawan ’be keć u xortên kurd didin kuśtin, li ser wan miriyan bazara xwa źî dikin, ćima tirkan li ser serê milletê kurd nekin qehreman?!».

Ez qet bawer nakim ku Denîz u Îbo zmanê kurdî b‘ min dayî ‘be hîn kirin. Źixwa haya camêran źi kurdî źî tune bu.
Ez bi kilamên kurdî, bi saya dayika xwa, bi saya wan feqîrên ku bi kurdî dipeyîviyann hînî kurdî bum. Di vir da keda ti partiyek u siyasetmedarekî kurd źî tun e, tenê yekî źî tesîr l‘ min nekiriye, berevaźî vê wekî daîreya MÎTa tirkan kar kirinne.
Ez dubare dikim, BDP u PKK źî di nav da, hemî partiyên li bakurê Kurdistan’ê ketinne destê kemalîstan.
Źi milletê kurd tirkên herî saxlem hafirandinne.
Millet tevda kirinne Galatasaraycî, Fenerbahćecî, kirinne heyrana kemalîstan.
BDP di kongreyeke xwa da resima A. Öcalan u ya Misto’yê tecawîzcî dardadike u dide ber ćepikan.
Êdî redda PKKê źî buye zeruriyetek, ya A. Öcalan źî.
Ći dikin bila bikin, ketinne destê MÎTa tirkan u kemalîstan, êdî di ćavê min da nikarin milletê kurd temsîl bikin.
Yên ku dibêźin me temsîl dikin źî, aha hun u aha ew bavê mino.
Êdî bi tirkan ra ći dikin bikin, hun u kêfa we.
Di Facebook’ê da ev keć u ciwanên kurd yên ku di bin navê PKKê da bunne înternesyonelîst, sosyelîst, ha ha wekî guran parastina zmanê tirkan dikin, ya rebbîîî!
Tabî pênc quruś qîmetê źî nadin zmanê xwa.
Qey meriv dibêźe kurdan zilm l‘ tirkan kiriye, zmanê wan qedexe kiriye ...

Yekî vê hêvarê daxwaziya hevaltiyê kir.
Min źî śertên xwa gotinn.
Paśê min mêze kir ku mêro hema li pey nivîsa me rabuye resimeke bi nivîseke zmanê tirkên qewad belav kiriye.
Tabî min hema hevaltiya me xelas kir u źê ra got, bimîne di nav oxirê da.
Mêro rabuye di bin da ev śîrove kiriye, ya xwadêyooo:

«
Ew zımané tırkî ew parvekırına mın jı rıhé Deniz,Hüseyin,Yusuf,Mahir,Kemal Pîr pé axıfîne ú mîrov kîné nıkar jı zımén bıke ew kare jı mirov bıke.ev ne wılo ye?».

Binêrin MÎT u kemalîzm bi kîźan lîstikan meriv tînin b’ niźatperestiya tirkan va girê didin.
Gava ez di Facebook’ê da źiber Galatasaray’cîtî u Fenerbahće’citiya kurdan rexneyan dikim, źi min ra dibêźin, «Ê serok Apo źî Galatasaraycî ye!».
Aha hun dibînin, mesele di ku da ye.
Mesela źiber zmanê tirkan dibêźin, «Ê serok Apo źî bi tirkî dipeyîve, bi tirkî dinivîse. Perlamenterên BDPê źî bi tirkî dipeyîvin, ...».
Aha hun dibînin, têkćun di ku da ye.

Bi vî hawî tenê du nifśên têkćuyî yên tirkćiyên herî saxlem hafirandinn.

Loma źî meriv nikare bibêźe ku li bakurê Kurdistan’ê partiyeke netewî hee ye.
Źixwa yên źi derî PKK u BDPê qet xuya źî nabin.
Loma źî redda PKK u BDPê wezîfeya her śexsê kurd yê kurdîperest u kurdistanperest e.
Êdî kêr gêśtiye hestiyê bi źan welleh, waaa, ev ći lanet e ku l' me kurdan hatiye kirinn yaw?!

Samstag, 18. Mai 2013

Xewn U Xeyala Xwarinên Agirpêketî



Tevî ku ligorî meteoroloźiyê źibo hewaya hîro baran hatî bu ragiyandin źî, hewaya hîro bi têra xwa germik u nermik bu.
Qendî bîst pileyan bu (20°).
Loma źî ez vê nîvroyê qesî seetek u ćil u pênc deqqan ćum pîskîlêthaźotinê.
Tabî paśê źî qendî du seetan ćum bezê, min îmana xwa bi temamî kir śorbe u hatim malê.
Êêê, hema hema ćar seet sport yanî.
Lo bavê mino źi carekê va birćîtiyê b’ min girt ku qet nebêźin.
Ez hîn li supermarkêtê bum, min źibo dawiyê heftê tiśt dikirriyann. Źixwa roźa duśemê źî li vir tatîl e.
Ya rast bi zorê gêśtim supermarkêtê, tam pênc deqqe mayî bunn.
Ê di hundir da min mêze kir ku va ye birćîtî dike teq u req.
Di cîgeha sarkirinê da min sandîwîćên amadekirî dîtinn, hema źi wan du heb girtinn.
Ćar kîlo źî porteqel kirriyann.
Porteqelên nermik bunn, loma min kirriyann.
Źi piśtî ku hatim malê min bi lez sandîwîćên xwa xwarinn.
Dirrikên xwa źî.
Helbet pêra źî min berê xwa daa porteqelan. Bi serê diya min ya rehmetî bibe ku porteqalên pirr śîrîn bunn :)
Min źi wan źî du heb xwarinn.
Êh, paśê pićekî aqilê min hate serê min yaw, waweylêêê.
Law bi telaq birćîtî tiśtekî pirr bê bav e welleh u billeh.
Gava carina li ba sportê birćîtî di nîviyê rê da b’ min digire, hindî ez tenê li xwarinan difikirim.
Tabî śorba nîskê u dew, bacanên qeliśtî, kofte, seleteyeke bi lêmon, mêweyên nermik u filan u fistix ...
Helbet zebeś nikare were źi bîr kirin.
Gava ez hîro bi pîskîlêtê di ber dukana kurdekî me ya bi navê «Merdan» ra derbaz bum, li der zebeś xuya nedikirinn.
Berê navê dukanê «Fermo» bu u aîdî kurdekî me yê źi Semsur’ê bu. Lê firotiye kurdekî din.
Salên berê di van deman da zebeś dihatinn firotin.
Źixwa śensa min qet tun e yaw, tifuuu :)

Roźeke Nermik, Lê Ne Pirr Germik :)



Hîro źî źibo min pićekî aram derbaz bu.
Tevî ku baran nebariya źî, hewa ewqas germ nebu.
Hîro tenê tev l’ dersa fonoloźiya zmanê latînî bum.
Vê nîvroyê bu.
Źi piśtî ku min ću xwarina xwa xwar, rabum ser xwa u min berê xwa daa înstîtuta me ya zmanên hîndî-ewrupî.
Źixwa źi zangehê qasî du sed mêtroyan dur e.
Min him dixwast hîn bibim ka źi profesorên ku dixwastinn peywirê bigirin ser xwa, kîźan hatiye hilbiźartin. Tabî divêt min dema mifteya xwa ya êlextronîk źî bidaa drêź kirin, daku ez bikarim bi rehetî bikevim hundir u derbikevim. Di rastiyê da derî hertim vekiriye. Lê hindek beś hee ne, hertim girtî ne. Źibo ketina hundir mifte pêwist e.

Gava ez ćum u derketim qata duyem, xalê me Thomas u xaltîka me Charlotte li wir bunn.
Qasî dewpênc deqqan me bi vir u wir da lotik havitinn.
Charlotte źibo ku ez bikarim dema mifteya xwa drêź bikim, kaxizek tîźî kir u daa min.
Lê di derbarê profesorê nu da gotinn, «Em hîn źî tiśtekî nizanin.».
Berê gotî bunn ewê eynî roźê bellî bibe.
Gava min ev gotin haniya bîra wan, hîcar gotinn, «Herê, rast e. Komîsyonê birryara xwa daye. Lê aniha naxwazin ku were heśkere kirin. Hîn gelek formelîteyên resmî hee ne, hîn ewê ew birryar di nav gelek komîsyonên din ra derbaz bibe. Źi piśtî ku her tiśt bi saxî u silametî bi dawî bu, ewê were gotin. Aniha dibêźin roźa heśkerekirinê 4ê temuzê ye. Em źî nikarin tiśtekî bikin.».
Paśê ćharlotte got, «Helbet Thomas dizane kî ye, lê destur tun e ku ew heśkere bike. Em hemî źî ketinne gewriya wî źibo ku bibêźe. Bê fêde ye, źi ya xwa danakeve.».

Tevî ku me pirr zor daa Thomas źî, mêro gik źî negot.
Diyar e ku źi derî payînê ti śensa me tun e.
Divêt źi aniha u pê va em tam mehek u nîv guzan li ser ćokên xwa biśkînin.

Paśê ez źi înstîtutê derketim u ćum restorenta heval Newzat.
Kes tune bu, tenê xalê me Newzat u aśpêźê wî li wir bunn, xwarina xwa dixwarinn.
Źi piśtî pênc deqqan aśpêź xwarina xwa xelas kir, rabu ser xwa, derket u ću.
Ez heta seet pêncan li wir mam.
Me gotina xwa drêź kir.
Ya rast xalê me Newzat źi axaftinê pirr hez dike.
Loma źî ez bi zêdeyî guh didim wî, tenê carina di navberê da tiśtina dibêźim u ewqas.

Mittwoch, 15. Mai 2013

«Ceźna Zmanê Kurdî» U Bê Dengiya Medyaya Kurd Ya Qewad!



Źi derî karê xwa min hîro roźeke bê deng derbaz kir.
Hewayeke ne sar u germ hee’ bu.
Baayekî hênik xwa li der l’ ba dikir.
Ya rast ez ê vê sibehê bićuma pîskîlêthaźotinê, lê mixabin pićekî dereng heśyar bum, loma min dest źê berdaa.
Yanî min nexwast tenê źibo seetekê derbikevim ser pîskîlêtê.

Hîro «ceźna zmanê kurdî» ye.
Lê mixabin di medyaya kurdî da hema hema qet tiśtek tune bu.
Tenê di malpera nućeyan ya firatnews.org’ê da lîsteyeke ćalakiyan dayî bunn u ewqas.
Źixwa malpereke taśeron u îblîs e, bi zmanê tirkên qewad wekî daîreya MÎTa tirkan kar dike.
Heger śaś nebim, di destê MÎTćiyan da ye źî.
Qey dibêźin bi wan nućeyên ku wekî fermanên generelan hatinne amade kirin, ewê roźnamevaniyê bikin.
Tevda źî psîkopatên bermayî yên źi sîstema tirkan in.
Nikarin du bizinan bićêrînin, rabunne bi aleta ku zanîneke mihteśem dixwaze, aleta ku di dema me ya dîźîtel ta hunereke bê sînor dixwaze, lotikan tavêźin. Yanî di medyaya global da cahiltiya xwa îspat dikin.
Her tiśt bi tesedufî dimeśe.
Di nav civaka me da wekî her karî, karê medyayê źî di destê bêkar u cahilan da maye.
Źixwa kesên hilo źî tenê dikarin di nav civaka me da ciyê xwa germ bikin, źiber ku milletê me di nav nezaniyê da difetise.
Digel xelkên din kes karê herî pîs źî b’ van nade kirin, źiber ku herkes di her warî da pirr pêśketiye.
Di nav milletên din da ći kar dibe bila bibe, zanîn lazim e, perwerdeyeke bi salan lazim e.
Lê digel me kurdan źî her tiśt ligorî qanunên ćiyan tên meśandin.
Bi vî halê xwa yê derbeder źî xwa dikin qralê tazî.
Qey tu dibêźî herkes li benda me kurdên derbeder u serserî maye, herê welleh u billeh.
Bila xwadê kesî neke taśeron u qeśmerê alemê bavê mino.

Dienstag, 14. Mai 2013

Roźeke Bi Refertan Digel Berendamên Profesortiyê -2-



Hîro hewa li vir germ bu.
Lê ewê heta du-sê roźan dîsan xerab bibe.
Dawiya vê heftê źî baś xuya nake.
*
Ez dîsan werim ser referetên doh.
Źi piśtî refereta xalê me Martin, ez bi Charlotte, Roli (her du źî bi hev ra zewicî ne u li înstîtuta me kar dikin), Salva (asîstan e) u profesorê me yê kafir daketin źêr.
Wan dil dikir ku xwarina xwa ya nîvroyê bixwin.
Hîn źibo refereta sêyem seetek u nîv wext hee’ bu.
Gava em daketin źêr, min źi can u canikan ra got, «De bila źi we ra nośîcan ’be, ez ê carê herrim nav baźêr u werim, karekî min hee ye.».
Ez ćum, min karê xwa hal kir u vegerriyam mensayê, źibo xwarina xwa nîvroyê.
Źi piśtî ku min xwarina xwa xelas kir, ez derketim hewśa ronik ya zangehê.
Camêrên din hîn li wir bunn.
Źibo destpêka referetê źî dewpênc deqqe mayî bunn.
Ez digel wan runiśtim.
Profesorê me yê kafir fikra min pirsiya, «Ma ligorî we Martin Kümmel ćawan bu?».
Źi berî ku ez bersîvê bidim, dîsan kete navberê, «Ez bawer dikim źi nav hemiyan ew kesê herî maqul e.».
Êh, helbet min gotin b’ vir u wir da banedaa u gotina wî testîq kir, «Bi ya min ’be, hîndî-ewrupînasekî baś e, berendamê tam ligorî vî karî ye.».
Ez bawer dikim yên din fikra min źi wî ra gotî bunn. Ez bi yên din ra li źor pićekî peyîvî bum.
Loma mêro bi lez hate ser meselê.
Dura dîsan berbi min vegerriya, «Bêguman heger komîsyon Martin hilbibiźêre, ewê baś bibe. Lê tiśtê ku em bikarin bikin tun e, divêt em li benda wan bisekinin. Ya din źî wî di dawiya axaftina xwa da bersîva refereta xwa nedaa, ew ne baś bu.».
Miźara xalê me Martin, «Ma sînorên zmanên hîndî-ewrupî li ku derê xelas dibin?», bu.
Źixwa her tiśt źi axaftina wî bellî bu, bi dêhna min ne pêwist bu ku bersîveke hazir bide.
Pênc deqqe mayî bunn. Loma źî em źi śuna xwa rabunn u ketin ser rê.
Di rê da profesorê me digel min dimeśiya. Dîsan berê xwa daa min:
«Ma hun bunne hevwelatiyê Swîsre’yê yan na?».
Min, «Herê, bume, źi berî deh salan.», got.
«Ez źî dixwazim bibim hevwelatiyê Swîsre’yê. Lê Emerîka pićekî pirsgirêkan derdixe. Her salê źi min bacê digirin, tevî ku ez li vir źî bacê didim. Di destpêkê da qasî hezar frankî bu, lê sala derbazbuyî min tam bîst hezar frank wekî bac daa Emerîka’yê. Tabî baca ku ez li vir didim źî tiśtekî din e.».
Paśê hate ser miźarekî din:
«Ma aniha li Kurdistan’ê rewś ćiton e? Qasî ku ez dizanim, lîderekî kurdan yê di hepsê da daxwaza rawestindina śêêr kiriye u gerîlla źi sînor derbazî hêla din dibunne. Ma ev rast e? Hun li ser vê yekê ći difikirin?».
Min zêde drêź nekir, «Herê, rast e. Lê her tiśt bi tirkan va girêdayî ye. Semîmiyet girîng e. Źixwa kurd źi vî śerî zirareke mezin dîtinne. Heger tirk di dayîna mafên kurdan yên mîllî da cîddî bibin, ti mesele tun e. Śer źiyana însanên me tarumar dike ...».
Dîsan mêro drêź kir, «Ma hun dizanin, gava li Boston’ê bombeyek diteqe u du-sê kes dimirin, li Emerîka’yê dikin qîźźewîźź, lê li Roźhilata Navîn herro bi sedan, bi hezaran însan dimirin u tên kuśtin, xema kesî nîn e.».

Êdî wext hatî bu, millet tevda ketî bu hundir.
Me bi vî hawî gotina xwa birriya u derbazî hundir bunn.
Xaltîka me Karin dest bi refereta xwa kir.
Xaltîka me li ser zmanên keltîk pispor e, helbet wekî hîndî-ewrupînas.
Min qasî 25 deqqan ew guhdar kir, paśê derketim u ćum kar.
Lê kêfa min bi refereta wê zêde nehat.
Dura ći kirinn u ći ne kirinn ez nizanim.
Hîro źî wextê min nebu ku ez herrim tev l’ referetekê bibim, tevî ku min pirr dixwast źî.
Dibe ku ez sibeh carekê herrim înstîtuta me, ka ći birryar hatiye girtin.
Bi zanîna min divêt hîro bellî bibuya.