Hîro hewa bi hewr u carina źî bi rooź bu.
Vê sibehê zu rabum u ćum tev li refereta xalê me Leonid Kulikov
bum, bi eslê xwa rus buye.
Mêro refereta xwa li ser kiryarên «labîlîtetî u transîtîv»
peyîviya.
Lê ne wekî hîndî-ewrupînasekî, berevaźî vê yekê wekî
zmannasekî giśtî li ser miźara xwa sekiniya.
Pêśta qasî nîv seetî li ser vê meselê axiviya.
Paśê qasî dewpênc deqqan li ser miźareke din sekiniya.
Dawiya dawîn źî źi piśtî ku profesorên ku di nav komîsyona
birryardayînê da bunn, derketinn u ćunn odeya birryargirtinê, qasî dewpênc
deqqan źî beśa pirs u bersivan dest pê kir.
Yanî tam seetek wextê camêr hee’ bu ku nêrînên xwa b’îne
zmên.
Tabî her tiśt di wextê xwa da ćêbu u qediya.
Di dora duyem da xalê me Martin Kümmel hee’ bu, źi Elmenye’yê
hatî bu.
Lê hîn nîv seet wext hee’ bu.
Ez daketim hewśa zangehê ya ku wekî «Lichthof» («Hewśa Ronik»)
tê bi nav kirin.
Min ću qehweyek girt, li ber kasê pere daa, qehweya xwa
girt destê xwa, berbi maseyan meśiyam.
Yekcar xalê me Thomas li pêś min peyda bu. Di destê wî da źî
qehweyek hee’ bu. Ew źî li înstîtutê kar dike. Doxtoreya xwa źî źi berî ćend
salan kirî bu. Min digot ewê źî wekî berendam serî l’ komîsyonê bide.
Lê nekiriye.
Em li wir runiśtinn.
Em li wir runiśtinn.
Got, «Welleh min dil dikir ku bikim, lê sala derbazbuyî rewśa
min yên tenduriśtiyê gelekî xerab bu, loma źî min nexwast. Rewśa min ya sînîrî
têkću. Ez bawer nakim ku ez berpirsiyariya karekî weha bigirim ser xwa. Pirr
stres tê da hee ye. Ew enerźî di min da tun e. Bi vî hawî źibo min baś e, źi
sedî 60 têrî min dike. Wextê xwa yê din bi sportê derbaz dikim. Gelekî bi min
baś tê. Haaa, ez li ser van tiśtan bi kesî ra napeyîvim, lê aniha ćawan bu
nizanim, źi piśtî ku min tu dîtî yekcar źi dilê min hat u źi te ra got...».
Paśê me gotina xwa li ser berendaman drêź kir.
Got, «Ez hemiyan źî nas dikim. Bêguman hemî źî ligorî xwa
xwadî zanîneke esasî ne. Lê heger ez śaś nebim, kesê herî baś Martin Kümmel e.
Dibêźin li Elmenye’yê źi du zangehan źê ra pêśniyaz hatiye. Ku komîsyon li vir
wî hilbibiźêre źî, dibe ku ew qebul neke. Ez bi wî ra demekê xebitiyam. Ew u
ez, em her du źî di nav koma ku «Ferhenga Kiryarên Hîndî-ewrupî» amade kirî bu
da bunn...».
Ziber ku min ew nas nedikir, min nekariya tiśtekî bibêźim.
Paśê em dîsan derketin ciyê referetdayînê.
Xalê me Martin hat u dest bi refereta xwa kir.
Hahooo, ći referet bu law, errrek.
Tam ligorî dilê min bu welleh u billeh.
Ći bibêźe baś e, waweylêêê :)
Ev tiśtê ku ez dewpênc sal in di derbarê dengê «h» yê di nav
zmanê kurdî da tînim zmên, dikim qîźźewîźź, dayniya ser masê.
Ev dengê «h» yê hîndî-ewrupî tenê di nav kurdî da hee ye, di nav
hemî zmanên da bi tevayî źî handa buye u ćuye, him źî źi berî bi hezaran salan.
Mesela peyva me «hesp, histêrk, hêk, hestî, hez, ...» bi
dehan peyvên din.
Di zmanê hindî-ewrupî da herî kêm sê heb hee’ bunn, loma źî
dibêźin «h1, h2, h3».
Îcîl źibo filehan, Qur’an źibo misilmanan, Tewrat źibo
cihuyan ći ye, ev dengên «h» źî di beśa zmanên hîndî-ewrupî da ewqas pîroz in.
Mesela xalê me peyvên kurdî «hêk, hirć, tî [tʰī]» haniya
zmên.
Digel hemî hîndî-ewrupînasan zmanên nu zêde di rewacê da nîn
in.
Lê xalê me Martin got, «Ćênabe ku meriv van daneyên dîrokî
paśćav bike. Divêt li ser van lêkolîneke zanyarî were kirin, ...».
Xalê me Thomas digel axaftina me gotî bu, Martin Kümmel aryanînasekî
gelekî baś u źîrek e.
Ći bibêźim, kêfa min gelekî bi apê me Martin ra hat.
Hêvdar im ku komîsyon wî hilbibiźêre u ew źî birryara wan
qebul bike u were Zürich’ê.
Min digot ez carê silavekê bidim xalê me.
Lê ćênebu.
Źi piśtî xelasbuna referetê ew u bi lez ćunn odeyeke din,
helhal ćunn daîreya dekantiyê.
Dibe ku sibeh bibînim.
...
(Ewê berdewam bike)
(Ewê berdewam bike)
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen