Mittwoch, 29. April 2015

«Dengbêźiya» Ku Tê Kuśtin -2-



Źi piśtî ku Barbara’yê axaftina xwa xelas kir, ez u Anne, em bi hev ra ćun cem wê.
Civata dengbêźên źi źin u mêran
Beśdarvanên din yek bi yek derketin u ćun.
Tenê profesorê beśa me pićekî bi Barbara’yê ra peyîvî.
Paśê Barbara vegerriya hêla me u dest bi axaftina bi me ra kir.
Gava em di korîdorê ra derbaz dibun, Barbara’yê got, «Ma wextê hee ye ku em bi hev ra herrin ciyekî tiśtina vebixwin?».

Me got ćima na, ka werin em bi hev ra herrin.
Li nêzzîkî înstîtuta me, me li restorentekê ciyek dît u em runiśtin.
Anne u Barbara’yê gotin, «Beghyanî, were tu di navbera me da rubine.».
Êh, ferman ferman e, xelasî tun e.
Wan bîre u min źî ćaya sar sîparîś daa. Paśê wan xwarin, min źî du caran coca cola sîparîś daa (tiśtê ku ez nakim, min vê carê kir).

Barbara li ser bîranînên xwa bi me ra peyîviya.
Em nêzzîkî du seetan li wê derê runiśtin.
Barbara’yê got ewê di 5ê meha gulanê da dubare herre Kurdistan’ê, herre Suruc’ê.
«Vê gavê Mehmud (mêrê wê) li Suruc’ê ye u li benda min e. Ez ê qasî du heftan li wir bimînim. Ya rast ez ê źi berî sersalê bićuma, lê źiber ku śerr hee’ bu, min ćuyîna xwa b’ paś va xist. Min got di nav śerr da ez nikarim bi wan însanan ra li ser hunera wan bipeyîvim, hevpeyvînan bikim. Bi rastî źî rewśa li Kurdistan’ê pirr treźîk e. Him di warê însanî da u him źî di warê hunerî u ćandî da. Ew keda bi hezaran salan, her tiśt li ber tunebunê ye, bi tunebunê ra ru bi ru ye. Loma qet dil nakim ku zêde dereng bimînim. Divêt kesek wan berhemên ku di nav hezaran salan ra ćêbune, źi tunebunê xelas bike. Min heta hîro bi deh hezaran pere źi bêrika xwa daye źibo ku bikarim hêźayiyeke pićuk xelas bikim. Ez pirr xemgîn dibim li hemberî vê talana kulturî, pirr! Hêdî ez xwa bi kurdan ra ewqas yek hîss dikim ku, carina xwa bi xwa ra dibêźim ez di karê xwa yê zanyariyê da nikarim noytrel tevbigerrim, hestên min rê li ber mentixa zanyariyî digirin.».
Dikenne.
Em źî pê ra dikennin.
Helbet axaftina me gelek drêź bu.
Civata dengbêźên źin
«Di vê dawiyê da ćend dezgehên nu ava bune, karekî baś dikin. Qeydan dikin. Lê mixabin ew perwerdeya zanyariyî ya ku pêwistiya wan pê hee ye, tun e. Divêt di zutirîn demekê da keć u xort werin perwede kirin, daku bila bikarin karekî têkuz u zanyariyî bikin, śaśî u ćewtiyên bê mehne nekin.», got.
L’ min mêze kir, źibo ku tiśtekî bibêźe.
«Ma tu dizanî Beghyanî, karê me źi heddê xwa zêdetir e.», got.
«Helbet dizanim, helbet.»
Min got, «Źixwa va ye rê li ber min vebuye, sala derbazbuyî cara yekem ćum Kurdistan’ê. Di vê dawiya meha hezîranê da ez ê cara duyem herrim Kurdistan‘ê.».
Pirr kêfxwaś bu.
Anne ket navberê. «Welleh Barbara ez ê źî bićuma Kurdistan’ê, lê mixabin Beghyanî di dema dibistanan da terre. Va ye bîst sal in ku Beghyanî behsa bedewiya Kurdistan’ê dike. Bê henek hêdî ćuyîna Kurdistan’ê buye xewneke mezin źibo min.»
Barbara dubare kete navberê. «Anne, Mesele tu dikarî hînî kurdî bibî u li ser ćend tiśtan lêbikolî.»
«Ćima na, heger ez îmkanekê peyda bikim, ez ê źi dil bikim.», got.

Dawiya dawîn me got em hêsabên xwa bidin u rabibin, źixwa źi derî me ti kes li restorentê tune bu. Xaltîka me ya gerson hate ba me. Me hêsab źê rica kir.
Barbara’yê got, «Hêsaba Beghyanî li ser min e, źiber ku me źi zu va hevdu nedîtiye.».
Bi kurtî, berneda ku ez hêsabê bidim.
Li der Anne źi me veqetiya. Got, «Dibe ku ez werim ceźna 1ê gulanê, źixwa roźbuna te ye, qet nebe em bi vê mebestê pîroz bikin.».
«Ćima na, heger xwadê bibêźe herê, em ê bi ćayekê pîroz bikin.»
Bavê mino, van Ewrupe’yî bi zorê roźa roźbuna meriv tînin bîra meriv, śensa xelasiyê hema hema di bin sifirê ra ye welleh :)

Ez u Barbara pićekî bi hevdu ra meśiyan. Li ba lempeyên li ser rê em źi hevdu veqetiyan.
Di wê navberê da got, «Ez ê źi te ra lînka miniqeśeyên li ser zmanê kurdî ya li Wiyene’yê biśînim, carekê mêze bike, ka di kîźan alemê da ne.».
«Helbet ez ê carekê mêze bikim, merax neke.»
De vê gavê śevbaś ...

Śevbaś, Beghyanî, śevbaś.



Dengbêź u Źinên Kurd






Dengbêź Seyîtxan'ê Boyaxćî (84 salî)
Dengbêź Diyar (12 salî): 

"Emro" ("îro")






Dienstag, 28. April 2015

«Dengbêźiya» Ku Tê Kuśtin -1-



Wekî ku min berê źî gotî bu, doh li ba zanîngeha Zürich’ê, li «înstîtuta zmanên hîndî-ewrupî» di derbarê dengbêźên kurd da semînerek hate l’ dar xistin.
Xaltîka me toxtor Barbara Sträuli li ser lêkolînên xwa yên dengbêźên kurd qasî seetek u nîv peyîviya.
Panzdeh kes hatî bun. Helbet ez źî di nav wan panzdeh kesan da bum.

Ligorî gotina Barbara’yê hîn li ser van dengbêźan lêdikoliye u dixwaze heta śeś mehan wan lêkolînên xwa wekî pirtuk bide ćapê.
Bêguman Barbara’yê gelek înformesiyonên baś daa guhdarvanan.
Digel axaftina xwa gelek wêneyên kevin źî nîśanî me daa. Hindek resim źi sedsala 19an bun. Li ku ew resim peyda kirine, nizanim. Min źê nepirsiya źî.
Bi kurtî ćend vidyo źî nîśanî me dan.
Lêkolînên xwa bi taybet li Suruc’ê kiriye, ku li ser sînorê ye u źi Kobanî’yê źi deh kîlomêtroyan dur e. Di dema berê da ćuye Kobanî’yê źî. Gelek dengbêź li wê derê nas kirine.
Aniha li vir nikarim yek bi yek hemiyan binivîsînim.
Bi zêdeyî li ser stîla dengbêźan sekiniya, kî bi ći hawî distrê, normên her yekî ći ne, tesîra dengbêźan ya li ser civatê u ya civatê źî li ser dengbêźan ći ye u ćawan e ...

Li ciyekî wêneyeke kevin ya koćerên kurd nîśan daa. Malbat li ćolekê bu, bi tevî zarokên xwa yên pićuk.
Gotin haniya ser wan zarokên kurd u śaśbuna xwa ya bê sînor li hemberî hunera wan ya mihteśam haniya zmên.
«Min di źiyana xwa da tiśtekî weha nedîtiye u bawer nakim ku tiśtekî weha li dereke din źî hee’ ’be. Ev zarok ne dikarin bixwînin u ne źî dikarin binivîsînin. Lê di edebiyetê da mihteśem in. Zarokên di nav civata me da ti carî nikarin bi wan ra werin miqeyese kirin, ti carî. Însan dibêźe qey ew poeziya mihteśem di derguśa wan da l’ wan hatiye diyarî kirin ...», got.

Tabî li hêla din xemgîniya xwa ya li hemberî tunebuna dengbêźiya bi hezaran salan haniya zmên. Bi vê yekê va girêdayî qedexeyên li ser zmanê kurdî, zilma li ser dengbêźan b’ bîr xist.
Tevî ku ewqas zilm u zordarî li ser zmanê kurdî hee’ bu u hîn źî berdewam dike, bi hêvîbuna xwa haniya zmên.
Di dawiya axaftina xwa da gotin haniya ser ćend dengbêźên ku wê li kobanî’yê berê nas kirine.
«Gava ez l’ wan bu’bum mêvan, min xwa bi xwa ra got, źi berî ku ev dengbêź źiber bêbextiyekê, nexwaśiyekê bimirin u wan berhemên giranbiha bi xwa ra bigirin u biben, heger ez roźeke zutirîn hemî berhemên wan yek bi yek li ba xwa qeyîd bikim ewê pirr baś bibe. Hêvî u daxwaza min hee’ bu ...».
Wêneya menśur ya Kobanî'yê.
Mîna bextê kurdan l
 hev ketiye!
Paśê ew wêneya menśur ya Kobanî’yê, ku tê da Kobanî’ya wêran- u tarumarbuyî xuya dibu, nîśan daa, u got:
«Źi berî ku ev însanana bimirin, mixabin Daîś’ê hemî baźar bi erdê ra kir yek. Ew hemî nirxên giranbiha yên dîrokî źî di nav da, bi tevî dengbêźan, bê vegerr ćun!»
Li ba vê axaftina xwa ya dawiyê ćavên wê śil bun. Di dengê wê da xemgîniyeke źi dil xwa daa der. Li ber sînora gîrînê ću u hat, ću u hat ...

Pê hêśiyam ...



Straneke gelêrî, bi Leyla Îśxan: "Were Dotmam"






Montag, 27. April 2015

Ćaya Kurd U Miśka Malê



Van roźan zêdetir têlefonî bavê xwa dikim.
Heta źi berî du heftan di têlefonê da pirsgirêkek hee’ bu, loma źî min qasî sê heftan qet têlefon nekir.
De îcar hun tesîra vê lotika min ya li ser bavê min b’înin ber ćavên xwa.
Ćaya Kurd
Her cara ku ez têlefon dikim, bavê min dubare u dubare eynî pirsê źi min dike: «Te got tu yê di meha kîrazê da werî, ne?».
Kêfa bavê min bi peyva «hezîran» nayê :)
Na na, li ba me źibo meha «hezîran»ê dibêźin meha «kîraz»ê.
Êh, em ći bikin. Źixwa ev navên mehan bune belaya serê me kurdan.
Hema hema her kurd xwadî navên mehan yên serbixwa ye. Loma źî gava kurd li ser mehan dipeyîvin, dibin wekî mirîśka reqî-vexwarî.

Ez werim ser bavê xwa. Tabî mêro pirr bi kêf e, loma dixwaze dubare u dubare bibihîze, źibo ku di mehan da śaśiyekê neke.
Ćaya Kurd
Di axaftina me ya doh da min got, «Bavo, aha va ye du meh źî neman bi xwadê.».
Tevî ku gotin b’ vir u wir da bir u anî źî, nekaniya kêfa xwa ya belek vebiśêre.
Dibêźe źi wir ti tiśtî naxwazim.
«Bavo, ma tu ćaya Newroz źî naxwazî, hi?»
«Naaa, wê dixwazim.»
Îcar min got, «Bavo, min du pakêt, yanî du kîlo kirriyan, ez ê kîloyeke din źî bikirrim.».
«Ewqas hewce nake», got.
«Bi xwadê bavo, ewê ew buka te Gul dîsan ćaya te bidizze, loma źî dibêźim ez ćiqas zêdetir b’înim ewê ewqas źî baśtir bibe.».
Kenniya. «Herê welleh, buye dizz. Ha ha ćaya min didizze yaw.»
Ćaya Kurd
«Bavo, bi xwadê źi miśkan źî xerabtir e. Veśartin u filan u bêvan qet pere nake, wekî miqnetisê ye, kafirê, meriv dibêźe qey ćay wê berbi xwa va dikiśîne u ew źî ćayê ...».
Dîsan kenniya. «Bi xwadê te ew rast got yaw. Di aqilê wê da źi derî dizzîna ćaya min u pê va ti tiśtekî din tun e ...».
«Bavo, tiśt nabe, źixwa zu yan źî dereng ewê bikeve nav kemîna me. Tu źî dizanî, dawiya reva pîsikê heta kadîna malê ye ...»

Herê, du meh źî neman źibo rêwitiya berbi Kurdistan’ê va.
Źi aniha va min dest bi kirrîna ćîkoleteyan źî kiriye.
Wekî par, ez ê dîsan qasî bîst kîloyan ćîkoleteyan bi xwa ra bibem.

Bawer nakim ku bibêźin «na» u kêfa xwa ya belek źi ćîkoleteyan mehrum bikin :)



Burhan Berken: "Dilop Dilop"






Sonntag, 26. April 2015

Ma Kurdistan Ewqas Belaś E, Bavo, Hi?



Nikarim îddîa bikim ku min gelek dever u welat dîtine.
Ti carî źî źi min ra nebuye derd.
Min ev xem źi canikên din ra hiśtiye.
Kurdistan
Ez baś dizanim ku źibo bextewariya di dilê min da ćend mêtrokare erd têrî min dikin.
Bêguman ez źî bi dîtina xwezayê hertim bextewar dibim, li ku dibe bila bibe.
Lê mixabin însanên di nav xwezayê da hêdî gêśtine hêzek u noxteyeke hilo ku xwezayê ligorî kêf u menfeetên xwa yên demkî diguherînin, serubin dikin.

Ez werim ser Kurdistan’a me ya bav u kalan.
Kurdistan bi xwa xwadî xwezayeke mihteśem e.
Heger ev mihteśemiya xwezaya Kurdistan’ê nebuya, ti carî van melodî u helbestên bi zmanê kurdî nedikariyan bihafirin, nedikariyan meriv di dilê meriv da pêbigirin u biśewitînin.
Sheqlawa - Kurdistan
Źibo ku meriv bikare hestên xwa yên însanî bi zmanekî ewqas mihteśem b’îne zmên, bike melodiyên nemir u ber’de xwezayê, divêt meriv hîss bike u deriyên hestên xwa yek bi yek heta dawiyê vebike ...

Aniha hun ê belkî bibêźin îcar ev ćibu bavê mino, wîîî.
Dixwazim vê bibêźim, mesele kurdên kundir in.
Min li Ewrupe’yê gelek kurd nas kirin. Hindek źi wan di ser xwa ra kurdekî/e din źî nas nakin (tabî divêt ez zêde bala xwa nedim wan qeśmerên pirr siyasî yên ku di dil u mêźiyên xwa da bune sergîna îdêloźiyên beredayî).
Palangan - Hewreman - Kurdistan
Hema hema di vê navberê da li Ewrupe’yê du nifśên nu yên kurdên me ćêbune.
Źi hemî tebeqeyan źî nas dikim.
Lê bila mala feleka xayîn biśewite, him źî bila źi binî va biśewite bi xwadê.
Ev kurdên me źibo ku bikarin herrin welatên xelkê bibînin, tam hezar u yek teqleyan tavêźin.
Helbet pê fortan źî tavêźin. Di nav axaftinan da dixwazin bidin nîśan dayîn ku ći însanên dinyadîtî, zana u bi kultur in.
Palangan - Hewreman - Kurdistan
Lê gava meriv źi van berdośên bi kompleks, źi van bermayiyên li ber deriyên xelkê dipirse u dixwaze bizane ka Kurdistan’a bav u kalên wan di ći halî da ye, dibin wekî pisîkê ku devê xwa bi śîrê xaltîka min Gul’ê śewitandî.
Źixwa ne xema bavê van dewarana ye źî. Źiber ku li ser bazarê Kurdistan erzan e, nebe źî dibe. Kes kesî wekî «dinyanedîtî, nezan u bê kultur» dax nake.
Tabî van canikên me di ber zmanên xelkên din ra źî dibin mêrxwas u źinxwasên kember bizdandî.
Bi hezaran eyroyan didin źibo ku bikarin herrin li filan u bêvan welatî hînî zmanê wan xelkan bibin.
Kurdistan
Lê gava meriv źi van dewarên bê bav dipirse ka zmanê kurdî di ći halî da ye, ka bi kurdî dizanin yan na, xwa źi halekî dikin halekî din, dikennin, qewadî u qehpikiya xwa bi hezar u yek gotinan dikin śorbe u didin ber me u xelkê alemê.
Van kurdên teres u namerd ne bi hezaran eyroyan, tenê eyroyekê źî źibo dîtina welatê bav u kalên xwa, źibo zmanê bav u kalên xwa nadin.
Źiber ku hêdî bune qewad u qehpikên cîhanê yên daxkirî u «azad».
Ma kî źi qewad u qehpikên ku źibo menfeetên welatê wî, menfeetên zmanê wî ha ha xwa l erdê dixe, xwa di ber wan ra dike xalîćeya zewqê, hez nake, hi, kî?

Hey bila tifu l’ we u heftê u heft ecdadê we ’be, ihi!


Serhat Ćarnewa: "Bazîd"






Samstag, 25. April 2015

«Dengbêźî» Dibe Mêvan Li Zanîngeha Zürich’ê



Źi berî ćend roźan e-mailek hat.
Źi Anne’yê bu. Anne mamosteya min ya sanskrîtî u latînî bu. Gava ez di sala 1995an da hatim Zürich’ê u min dest bi xwandina beśa Zmanên Hîndî-Ewrupî kir u b’ vir da em hevdu nas dikin ...

Dengbêźekî di nav edetên
bi hezaran salan da,
bi hunera 
źi hezaran salan
Ez werim ser e-maila Anne’yê.
Anne’yê pêvekek źî lê kirî bu.
Źiber ku ev demek bu ez nećuyî bum Înstîtuta Zmanên Hîndî-Ewrupî, di vê navberê da semînereke taybet hatiye orxenîze kirin.

Semîner li ser «Dengbêźên Kurd U Hunera Wan» buye u ewê di 27ê vê meha avrêlê da bihatî ’buye pêkanîn.
Helbet gelekî kêfa min pê hat. Anne’yê digot ewê bi xwa herre u dixwast bizane ka ez ê źî herrim yan na.
Êêê, de îcar ez ê ćawan nerrim bavê mino.
Ez berê źî li ser dengbêźên kurd bi Anne’yê ra peyîvî bum.
Gava ez li Zürch’ê hîn nu bum, hingê min digot heger roźekê îmkan ćêbibe ez ê li ser dengbêźên kurd u dengbêźiyê lêkolîneke dîrokî bikim, helbet bi taybet źî li ser miźarên bi zmên va girêdayî.
Lê ćênebu. Źi berî ćend salan min wekî destpêk gotarek nivîsiya u di malpera amidakurd.net’ê da belav kir u ewqas.

Di dema xelk u zmanê hîndî-ewrupî ya źi berî 5-6 hezar salan edebiyeta devkî, yanî helbest u stran, pirr bi tesîr u pêśketî bu.
Wê demê źî dengbêź di nav civatê da xwadî ciyekî pirr taybet bun. Belkî źî hemî ćalakiya sosyelî ya di nav civatê da tenê hunera edebî bu, yanî helbest u stran ...
Mala dengbêźan ya li Amed'ê
Lê mixabin ew hunera ku di nav civatê da ewqas bi bandor bu, źi piśtî ku xelkê hîndî-ewrupî beś bi beś źi hevdu belav dibe, di nav hezar salan ra bi hêdîka handa dibe.
Li ba xelkê aryanî ev tredîsiyon tê berdewam kirin.
Źi berî 4 hezar salan xelkê aryanî dibe du beśên sereke yên wekî «îranî u hîndî».
Di nav van herdu beśan da xelkê ku dest źi dengbêźiyê bernedaye, ew di nav ćanda xwa da parastiye u heta roźa me haniye, ew źî xelkê kurd e.
Hêdî hîro li ba ti xelkekî din ev hunera bi hezar salan tun e.
Hemiyan źî źi berî bi hezaran salan dest źê berdane.
Mesele li Yonanistan’a kevin dengbêźên dawiyê teqabulî dema Homer dikin. Li Roma’ya kevin qet nemayî bun źî. Li Enetolî’ya źi berî 4 hezar salan śopek źî li paś wan xuya nedibu ...
Yanî xwadê hemî hunera xwa ya bi hezaran salan, melodiyên bi hezaran salan dayî bu kurdan, spartî bu dilê wan ...

Semînar ewê źi hêla xaltîka me toxtor Barbara va bihatiye dayîn.
Ez źî xaltîka me nas dikim. Bi kurdî źî pirr baś dipeyîve. Bi xalê me Mehmud ra zewicî ye. Tabî ćîroka wan źî pirr menśur e. Sala derbazbuyî heval Newzat źi min ra behsa wê ćîrokê kirî bu. Herhal ev sî u pênc sal in ku bi hev ra diźîn.

Dibe ku ez di nivîseke din da behsa wê ćîrokê źî bikim ...




Dengbêź Seyîtxanê Boyaxćî:






Donnerstag, 23. April 2015

Sporta Biharê Meriv Germ Dike



Di vê hefteya dawiyê da sportê zêde wext girt.
Yanî roźane li dor pênc seetan terre u tê.
Tabî hilo belaś nabe.
Źi xewa min źî wext terre.
Tevî ku xew di demên weha da pirr zerurî ye źî źibo regeneresiyona bedên.
Gava hewa germ dibe, bi taybet źî haźotina pîskîlêtê l’ sporta roźane zêde dibe.
Źiber ku min di vê hefteya dawiyê da qet navber nedayê, heta doh bedenê min bi têra xwa westiyayî bu.
Lê hîro baś bu.
Hîro li ba pîskîlêt-haźotinê min riya xwa ya berbi Baden’ê li śuna 1:50 deqqan di 1:30 deqqan da xelas kir.
Xwadê hîro bi piyên min ra bu welleh :)

Tabî hewa hîn źî heta nîvroyê pićekî hênik e.
Źi piśtî nîvroyê hewa baśtir germ dibe.
Doh li ba bezê min tîśort źî źi xwa kir u ha ha di nav daristanê da beziyam. Digel vegerrê min riya xwa heta Züri-Berg’ê drêź kir.
Źixwa źi Züri-Berg’ê źî heta Irchel’ê panzdeh deqqan dikiśîne.
Yanî hêdî berf u baran źî were zêde ne xema min e.

Sibeh ewê ći ćawan bibe, xwadê dizane.
Lê tabî carina hêsabên min u yên xwadê l’ hev nakin u teśxele derdikevin, plen u proźe serubin dibin.



Xêro Abbas: "Narê"






Mittwoch, 22. April 2015

Dibistaneke Bi Heft Canî



Doh ez dubare di xewna xwa da ćum Kurdistan’ê.
Lê vê carê li navćeya ku min dest bi xwandinê kirî bu, bum mêvan.
Yanî ćum dibistana herêmî ya li Kemah’ê. Erzingan vê carê źi xewna min xelas bu.
Hîssên min yên di vê xewna min da îcar cihê bun.
Sala buhurî źi piśtî bîst u heft salan gava min ću ew der dîtin u b’ vir da xewnên min di nav śert u mercên din da derbaz dibin.
Helbet xembar in.
Helbet min bi xwa ra digirin u diben.

Min digot belkî bi dîtina wan deśt u ćiyan ewê dilê min pićekî bikeve nav xewa xwa ya kur u zêde b’ ser min da neyê, min ne’êśîne, min źi piśtî ćarîkek sedsalî di halê min da bihêle.
Kêm-zêde pićekî haś źî bu.
Lê li hêla din bi xwa ra giraniyên din haniya u di dilê min da mîx kir.
Źê xelas bun herhal ewê tenê wekî xeyaleke źi xeyalan bimîne.
Bila źî bimîne.
Źixwa ez u ew, em bi hev ra mezin bune, bi hev ra kewiyane.

Herê, ez ćum dibistana herêmî di xewna xwa da.
Dibistan kêm-zêde mîna ku min par dîtî bu, xuya dibu.
Lê li korîdorên dibistanê tiśt hatî bun raxistin, min xwa bi xwa ra got herhal hindek cî tên renove kirin.
Ez ćum sinifekê. Di hundir da gelek xwandekar hee’ bun.
Di nav wan da min źineke źi berî sî u pênc salan nas kir. Tabî ew źî hingê wekî min xwandekareke zarok bu.
Lê min nezanî ku kî ye. Ez pićekî nêzzîkê wê bum u min źê ra, «Ma tu hîn źî li vir î?», got.
Wê kêfa xwa qet xerab nekir, u pêda ću: «Herê, ez hîn źî li vir im. Em vê gavê li vir proźeyên li ser keśtiyan lêdikolin. Li vê dibistanê hêdî tenê dersên li ser keśtiyan tên dayîn ...».
Tevî ku hêdî di ćema Firatê ya li ber dibistanê da źî av nemayî bu ...
Paśê ez, ew u hindek xwandekarên din derketin der, em bi hev ra ćun li ćend ciyên li dor dibistanê gerriyan.
Li ba her ciyê ku em źê derbaz dibun, min digot, «Ev der źî wekî par xuya dike, qet neguheriye.».
Helbet li der gelek xwandekarên din źî hee’ bun.
Źi piśtî gerra me em berbi dibistanê va meśiyan.
Ez dubare li hindek guhartinên li der hessiyam. Hewayeke pirr xwaś u ronî hee’ bu.
Em li ciyê xwa radiwestiyan.
Ez di nav bê dengiyeke bê sînor da mayî bum.
Tirkên namerd u hov hatin bîra min.
Źi niśkê va pêhessiyam ku va ye di dilê min da źaneke zirav u tuź bi germegirm b’ ser min da tê u ewê min bi hemî hêza xwa biguviśe u l’ erdê bixe ...

U ez heśyar bum.



Hesen Elî: "Derd O, Derd O" ("Derd E, Derd E")






Dienstag, 21. April 2015

Xewnek U Zarokek: «Maho»



Di van roźên dawiyê da di xewnên xwa da zu bi zu xwa li Kurdistan’ê dibînim.
Źi berî ćend roźan dîsan di xewna xwa da ćuyî bum Erzingan’ê.

Li ser kolanan ha ha bi awereyî digerriyam.
Min digot belkî ez rastî yekî nas, ciyekî nas werim.
Gundekî li Kurdistan'ê
Ez di nav kolanên kevin yên baźêr ra b’ vir u wir da digerriyam.
Di dawiyê da hatim li pêś ćayxaneyekê sekiniyam.
Kesên nas di nav ćayxaneyê da rudiniśtin. Hema li ser kolanê bu ćayxane.
Ćend kesên źi gundê me u lawê xaltîka min Murat tê da rudiniśtin.
Kal xuya dikirin.
Ti kes li ciyê xwa nediliviya.
Mîna ku ez her li wê derê buyî bibume, qet nećume dereke din, herkes ewqas rehet bu.

Li ber deriyê ćayxanê komek zarok nêzzîkî min bun.
Źi wan ćend heb hatin ba min. Ez dibêźim źi min diyarî hêvî dikirin.
Di tevgerra wan da hilo xuya dibu ku wan dizaniya ku ez źi Ewrupe’yê têm.
Yek źi wan heta ba min hat, dil dikir ku bi min ra henekan bike, bilîze.
Kêfa min pê hat. Pirr feqîr xuya dikir.
Min ew himbêz kir. Pêra min got, «Ma navê te ći ye, ćavê mino, hi?».
Yên din źi berî wî bi yek dengî gotin, «Navê wî Maho ye!».
Kêfa min bi navê wî pirr hat, ez pirr bextewar bum.
Źiber ku min navekî bi kurdî bihîstî bu, min śopên kurdîtiyê di wî halê xerab yê wan zarokan da dîtî bu, ew bêhn kirî bu, min got ka werin ez ćend diyariyan źibo we bikirrim.
Dukan hema li cem ćayxaneyê bu.
Gava em berbi dukanê meśiyan, ez źi niśkê va źi xewa xwa heśyar bum, mixabin.

Helbet aniha gelek tiśt źî di bîra min da nîn in.
Lê źixwa derdê di dilê min u me da eyan u beyan e.
Bawer nakim ku pêwistî bi terîfeke zerurî hee’ ’be.
Dilê zarokan bextiyar kirin źixwa źibo min mîsyoneke li paś mayî ya źi zaroktiya min e.

De îcar ez ê ćawan bêbavî u qewadiyê l’ zaroktiya xwa bikim, canikino, ćawan, hi?



Hesen Elî: «Ćik O Sebeb» («Ći Ye Sebeb»)






Sonntag, 19. April 2015

Rihekî Serxwaś Bi Melodiyên Źi Ćiyayan



Kurdistan
Carina ez dibêźim ev źiyan melodiyeke bê sînor e, ku em źî tê da noteyeke wê ya tesedufî ne.
Lê dîsan źî em źi xwa ra nakin xem.

Em wekî mêvanên demkî tên, di nav da radimedin u terrin.
Tabî carina em dengê melodiyên xwa hîss źî dikin, lê mixabin wan nabihîzin.
U źê fam źî nakin.
Kederên di nav roźên me da xwa seniye bi seniye l’ me girantir dikin, heta ku di nav śevên me da tên l’ me dibin wekî xezebên sedsalê.
Dîsan źî dibêźim her însan di nav melodiyên xwa da bê emsal e.
Mezin e.
Nemir e.
Kurdistan

Carina gunehê min l’ xelkê alemê tê.
Her rihê ku źi melodiyên źi ćiyayên Kurdistan’ê mehrum maye, dibêźim, rihekî seqet e, rihekî mirî yê di nav derguśa xwa da ye.
Źi bîr nekin, loma źî bextewariya we u min di nav wan melodiyên ebediyen da veśartî ye, heta b’ kêliya dawiyê ya źiyana min u we.

Va ye zeryayên me xwa li ber me drêź kirine heta b’ dilopa xwa ya dawiyê.
Bi hurmeteke sedan salan li benda kulancên baskên min u we ne.
Kurdistan
Netirsin, canikino, netirsin, hun ê di nav zelaliya wan melodiyên xwadeyî da bigêźin bextê xwa yê bextewar, u helbet hun ê śopeke kur li paś xwa bihêlin ...

[...
Bila źî nanê me źi tenura śikestî ’be
Bila źî ava me źi bagera śevê ’be
...]


*

Xwadê dizane ku ez źi muzîka klesîk ya roźavayî hez nakim.
Di nav wê da wî rihê ku ez lêdigerrim, nikarim bibînim.
Nikarim hîss źî bikim.
Źiber ku ew rih di nav da tun e źibo van hestan.
Loma źî qalibên me zêde li hev nayên.

Lê gava muzîka kurdî bi wan melodiyên xwa yên spehî dibe mêvanê wan orkêstreyan, îcar ev can di min da tam li hezar u yek ciyan serxwaś dibe u diće.
Fermo, werin serxwaśiya źiyanê ...



Aynur Dogan / Cemil Qoćgîrî / Morgenland Chamber Orchestra