Źi berî ćend roźan
min li ser xewna xwa nivîsî bu.
Hewreman |
Nizanim ći bu,
kelecaniyekê li min girt.
Erda di zaroktiya min da dest źi min bernade.
Min kir nekir
nekariya xwa źi wê erdê, źi wan dar u beran, źi wan kêzik u kurmikan xelas
bikim.
Ev ći bextewarî ye, xwadeyooo ...
Gava ev bîranîn bi germî li min tên xezebê, ez bi wan ra dihelim u terrim.
Xwadê dibêźe wan
hemî dar u beran yek bi yek himbêz bike, biguviśe heta źi dilê te tê ...
Hewreman |
Hevîrê canê meriv ći ’be, meriv bi xwa źî ew e.
Drêź nekim, źi doh
va ye ku ez ketî bum nav keftelefteke sosret.
Min di înternêtê da
berê xwa daa balafirên berbi Kurdistan’ê.
Lê min doh nekarî
hal bikim.
Qismet hîro buye.
Min bilêteke maqul
dît u «xewna xwa rezerve» kir.
Bextewar im heta di kortika kezeba xwa da.
Hewreman |
Ez ê heta ćend mehan dubare herrim axa xwa.
Ez ê dubare wê
xwaliya sor bi ser laśê xwa da dabikim, heta ku ev tîbun źi vî laśî derbikeve
u ez bi bêhnćikiyayî di nav wê erdê da velerizim.
Ez ê dubare di nav
wan hopikan da bi hespên avê ra bilîzim.
Bila źî li min bikennin can u canik.
Bila źî li min bikennin can u canik.
Ez ê li duv
marmarokan bibezim.
Bê xem u keder ez ê
peźna dengê xwa li wan ćiyan bixim.
Îcar ez ê śopên vî
laśî li paś xwa bihêlim ...
Bila paśê nebêźin bê śop hat u bê śop źî ću ...
Bila paśê nebêźin bê śop hat u bê śop źî ću ...
Straneke gelêrî bi KOMA AMED: "ĆiyayêN Me"
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen