Kurdistan |
Carina ez dibêźim ev
źiyan melodiyeke bê sînor e, ku em źî tê da noteyeke wê ya tesedufî ne.
Lê dîsan źî em źi
xwa ra nakin xem.
Em wekî mêvanên
demkî tên, di nav da radimedin u terrin.
Tabî carina em
dengê melodiyên xwa hîss źî dikin, lê mixabin wan nabihîzin.
U źê fam źî nakin.
U źê fam źî nakin.
Kederên di nav roźên
me da xwa seniye bi seniye l’ me girantir dikin, heta ku di nav śevên me da tên
l’ me dibin wekî xezebên sedsalê.
Dîsan źî dibêźim
her însan di nav melodiyên xwa da bê emsal e.
Mezin e.
Nemir e.
Nemir e.
Kurdistan |
Carina gunehê min l’
xelkê alemê tê.
Her rihê ku źi
melodiyên źi ćiyayên Kurdistan’ê mehrum maye, dibêźim, rihekî seqet e, rihekî
mirî yê di nav derguśa xwa da ye.
Źi bîr nekin, loma źî bextewariya we u min di nav wan melodiyên ebediyen da veśartî ye, heta b’
kêliya dawiyê ya źiyana min u we.
Va ye zeryayên me xwa li ber me drêź kirine heta b’ dilopa xwa ya dawiyê.
Bi hurmeteke sedan salan li benda kulancên baskên min u we ne.
Kurdistan |
Netirsin, canikino,
netirsin, hun ê di nav zelaliya wan melodiyên xwadeyî da bigêźin bextê xwa yê
bextewar, u helbet hun ê śopeke kur li paś xwa bihêlin ...
[...
Bila źî nanê me źi
tenura śikestî ’be
Bila źî ava me źi
bagera śevê ’be
...]
*
Xwadê dizane ku ez źi
muzîka klesîk ya roźavayî hez nakim.
Di nav wê da wî rihê
ku ez lêdigerrim, nikarim bibînim.
Nikarim hîss źî bikim.
Źiber ku ew rih di
nav da tun e źibo van hestan.
Loma źî qalibên me zêde
li hev nayên.
Lê gava muzîka
kurdî bi wan melodiyên xwa yên spehî dibe mêvanê wan orkêstreyan, îcar ev can
di min da tam li hezar u yek ciyan serxwaś dibe u diće.
Fermo, werin serxwaśiya
źiyanê ...
Aynur Dogan / Cemil Qoćgîrî / Morgenland Chamber Orchestra
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen