Dienstag, 30. Dezember 2014

Bi Ser Min Da Dibariya Zmanê Di Zaroktiya Min Da



Źi berî ku em bikevin nav sala 2015an, ez dixwazim li vir nivîsa xwa ya dawiyê ya di nav sala 2014an da binivîsînim.
Ez ê îsal, ango di sala 2014an da bi helbestekê dawiyê li vê salê b’înim.
Sala tê xwadê mezin e.

Źi berî ćar mehan, di 27ê meha 8an da, źi piśtî 27 salan rê li ber min vebuyî bu u min berê xwa dayî bu welêt.
Ez ćum gundê me źî.
Navenda gundê me u kekê min Smaîl, 4.9.2014 (li dor seet 15an)
Min wilo dil dikir ku ez ê di nav demeke kurt da hemî cî u warên ku di zaroktiya min da źi min ra mazuvanî kirî bun, bibînim.
Helbet gundê me yê li hindê Qoćgîrî’yê źî ciyekî taybet digirt.
Di vê ziyereta min da, min careke din hîss kir, fam kir ku zmanê meriv yê di zaroktiyê da ćendî ebediyen e.
Gava ez di nav wan kevir, dar, nahal, spîndar, ćam, mazî, xaniyên wêranbuyî u darên biyê ra derbaz dibum, zaroktiya min bi tevî zmanê zaroktiya min yê barkirî bi ser min da dibariya.
Ez di nav wan wêraneyan da gelek caran li ber xwa ketim, herê, li ber xwa ketim u gîriyam.
Herhal źi mêraniya zaroktiya min mayî bu, min qet nedixwast ku kesek min di wê śerpezetiyê da bibîne, nedixwast.

De bimînin di nav rindiya sala tê da!



Derguśa Talankirî

Ez ê bićuma ber deriyekî berî ćil salan
Ez ê derbiketima ser baniyê maleke ćil salî
Min ê tasek av bi ser xwa da bikira źi kaniya li ber dêrî
Ez ê bićuma axurê li hêla din ya dîwarê malê u
Min ê li ba Cumo u Pîźo* careke din xwa di nav wan afiran da vebiśêrta
Paśê ez ê bi hêdîka di ber gomê ra heta ba kadîna bi sihir bimeśiyama
Min ê li ser bêdera berî ćil salan kezeba xwa vala bikira
Xewn bun belkî
Belkî maziyeke reviyayî bu
Min ê di bostana li paś kaniyê da dîsan hopikeke bi śênî ćêbikira
Lê min ne ew derî
Ne ew banî
Ne ew kanî
Ne ew axur
Ne ew afir
Ne Cumo u Pîźo
Ne ew gom
Ne ew kadîn
Ne ew bêder
Ne ew bostan dît
U ne źî ew hopika bi śênî ćêkir.

Min digot ez ê, ez ê careke din li ber dayika xwa tot bikim
U ez ê źi paśila wê dîsan mêwiźan bidizzim
U birevim.
 Gotin:
„Yadê bi qurbano
Vê gavê dayê bêhna xwa vedide
Li goristanê
Bêhna xwa vedide.“

Xwadêyooo!
Min di ber derguśa xwa ra tam ćil sal talan kirine
Tam ćil sal!

Beghyanî Śadî Śarîn

24.12.2014


00:40

* Cumo u Pîźo gayên me bun.






Montag, 29. Dezember 2014

Kaîneta Bê Kurdî Ha, Tew Tew Tew!


Bi xwadê ewê ev kaîneta vala bi ser we da hilbiweśe kezebino, loma źî baśtir e ku hun xwa pićekî li zmanê kurdî germ bikin, ihi.


Sonntag, 28. Dezember 2014

Nebin Zîncîrê Zmanê Diźminên Xwa!

Kurdino, źi xwadê śerm bikin!


Ćawan dibe ku însanek rabibe bi zmanê diźminên xwa zmanê bav u kalên xwa bikuźe u bi ser da źî vê kêm aqiliya xwa wekî tiśtekî mezin bifrośe xwa u xelkê xwa, ya staaar!



Donnerstag, 25. Dezember 2014

Mîthra U Îsa


[ Bila Roźbuna xwadêyê mezin MÎTHRA pîroz 'be! ]

Teqwîma roźê ya ku hîro li seranserê cîhanê belav buye, li ser teqwîma Zerdeśt'iyê hatiye ava kirin.

Roźbuna hezretî Îsa, yanî ceźna peskelyeyê rasterast ya xwadêyê mezin u aryan MÎTHRA ye [ peyva me "mîr, mîr-za" źî eynî peyv in ].

Di dema Împeretoriya Roma'yê da dînê resmî yê Roma'yê "Mîthra'yî" bu u MÎTHRA dihate pîroz kirin.
Paśê ev roźbuna MÎTHRA kirin roźbuna hezretî Îsa źî.

Loma źî bila roźbuna xwadêyê mezin MÎTHRA ya kal u bavên milletê kurd li hemî kurdên aryan pîroz 'be!

Wêne:

1) Pêxember Zerdeśt
2) Perestgeheke Mîthra li Hollende'yê
3) Perestgeheke Mîthra li Elemenye'yê


Sonntag, 14. Dezember 2014

Mittwoch, 10. Dezember 2014

Hêlîna Me ... Zmanê Me


Hêlîna me ya tekane u ebediyen ...
Zmanê me yê di komayê da ...



Sonntag, 16. November 2014

Xalê Me Obama Hêrs Ketiye


Herê xalê Obama, herê lawo, de îcar tu źî tinazên xwa li serokên me yên bê derpî u îdeoloźiyên partiyên me yên sosyelkunek bike.




Samstag, 15. November 2014

Xalê Me Obama


Herê, xalê Obama, herê, îcar ev lotika te di cî da bu haaa :)





Dienstag, 4. November 2014

Lawooo ...


Lawooo, berxikooo, xwazika bila di wan siyasetmedarên qewad u pînc da ew postê te hee' 'buya, xwazika, yabo qurbano.

Lê mixabin ew post di wan segbavan da tun e.
Loma źî ewê li ser postê te bazariya qewadiya xwa ya mezin bikin, mixabin her du ćavkên mino, mixabin.

Xwazila aniha tu li vir, li ba min bibuyayî u min śekirekî sorik bikira nav destê te ...
Min gogek li ber lingên te gorî bikira ...

Min ê belkî bigota, "dilê min, aha źi te ra defterek u pênusek, ne xwa u ne źî me źê mehrum bihêle. Bila ev millet śerm bike, bila ew millet di qula xwa da bifetise, ku karê xwa aniye li ser zarokekî bê ćare u belengaz bar kiriye!

Vîdyo:

"https://www.facebook.com/video.php?v=10152461250633247&set=vb.76475218246&type=2&theater

Montag, 3. November 2014

Freitag, 31. Oktober 2014

Donnerstag, 30. Oktober 2014

Milkê Qewad U Qehpikan

Herkes xwadiyê malê xwa ye li ser bazarê.
Malê qewad u qehpikan źî pîncên wan in! 




Mittwoch, 29. Oktober 2014

Yekîtî Bi Kirinan Dibe ...


Bi ya min 'be, pêwîstî bi gotinê tun e ...


Donnerstag, 23. Oktober 2014

Shengal U Kobanî Kirine Qurbana Hizbîtiyên Bê Mêźî!

Vê hêvarê Anna bi e-mailê źi min ra gotareke drêź ya ku di nav roźnameyeke Swîsre'yî ya herî cîddî da hatiye belav kirin, śandiye.
Temamê rupelekê li ser pirsgirêka kurd ya dîrokî u îro ye.

Tê gotin ku pîncên DÎyê li Kobanî'yê sîlehên kîmyewî bi kar hanîne.

Qaśo kurdên me yên źi roźavayê Kurdistan'ê di bin ćavdêriya Kek Mesut da hevpeymanek îmze kirine.
Ya rast baweriya min qet bi PKKê nayê.
PKKê di nav dîrokê da ti carî ti nêzzîkiyeke Kurdistan'î di nav kurdan da nîśan nedaye. Di her têkiliyê da menfeetên serokê xwa yê psîkopatane derxistiye pêś.
Gelek însanên dilsoz daye kuśtin u hîn źî dike.
Di nav PKKê da ti carî ti kesekî din nekariye xwa u fikrên kesên din îfade bike.
Gelek qedroyên di nav PKKê da loma hatine îmhe kirin.
Mesele Mahsum Korkmaz bi vî hawî hatiye îmhe kirin, bi fermana Apo. Qetîlê Mahsum'ê me, ne tirkên pînc in, Apo bi xwa ye.
Drêź nekim, pêśeroź li benda me ye.
Derdê min źî ne PKKe ye, sefeleta xelkê kurd e.
Heger ev xelkê kurd di ber siyaseta van ra nebuya qurban, min ê peyvek 
źî bi lêv nekira, dixwaze bila qirrê heftê u heft ecdadê wan were, aha ew u aha pînc u dêqehpikên DÎyê.

Sonntag, 19. Oktober 2014

Roźeke Germ

Hîro li vir hewayeke mihteśem hee' bu.
Di vê demsalê da heebuna hewayeke weha xwaśik zêde normel nîn e.Kêm-zêde min hemî wextê xwa li malê derbaz kir.
Paś nîvro carekê źibo bîst deqqan ćum meśê.Vê hêvarê źî qasî ćil u pênc deqqan ćum bezê.
Tabî her tiśt pićekî bi lez ćêbu.
Vê gavê bi teksteke zmanê sanskrîtî va bilî dibim.
Herhal ewê heta sê roźan bi dawî bibe.
Ya rast bibe źî dibe, nebe źî dibe. Me carekê pêsira xwa bi dest daye, hêdî xelasî tun e.


Montag, 13. Oktober 2014

Meriv Di Tiśtekî Da Diźî, Lêêê ...


Xaltîka me Emile gotineke rast bi lêv kiriye:

"Em ne li welatekî, lê di nav zmanekî da rudinin"


Ê ma kiriye 
źî ći buye?

Heger nekira baśtir dibu.

Rastî ew e ku kurd hindî di nav zmanê tirkên pînc da diźîn, ne di kurdî da.

Loma źî di navbera tirk u kurdan da ti ferx nemaye, her du źî bune pîncên hevdu.

Herdu źî bune pîncên di nav zmanê tirkên dêqehpik da.

Bila li ser xêrê 'be!






Hêvarek, Xwarinek U Pirtukek

Doh hêvarê Anna ez dawetî xwarinê kirî bum.
Min roźa ćarśemê li Înstîtuta Zmanên Hîndî-ewrupî dîtî bu.

Tabî me di vê navberê da qasî du salan hevdu nedîtî bu.
Anna mamosteya min bu. Gava min li ba zangeha Zürich'ê dest bi xwandinê kirî bu, wê dersa zmanê sanskrît u latînî dida.
Min ev herdu zman źî li ba Anna xwandin.
Digel vê xwandinê hevaltî di navbera me da ćêbu.
Hingê ez li mala xwandekaran dimam. Anna carcarina dihat u dibu mêvana min. Me bi hev ra xwarin dixwar.
Kêfa Anna bi seleteya min pirr dihat.
Tabî em li ser zmanan pirr dipeyîviyan.
Sempatiyeke wê źibo kurdan u zmanê kurdî hee' bu.


...
Ew deh sal in ku me hevdu pirr kêm didît.


Anne
Anne (li hêla ćep)u du hevalên xwa
Doh, źi piśtî ku me xwarina xwa xwar, Anna bi tesedufî di wê navberê da got pirtukeke wê ya helbestan di sala 2012an da hatiye ćap kirin.
Ez pićekî śaś bum. Kafirê, źi min ra qet tiśtek negotî bu.
Hetta hetta di sala 2007an da xelateke edebiyetê ya roźnameya herî cîddî ya Swîsre'yê źî girtiye.

Ez heta yanzdeh u nîvê śevê li mala Anna'yê bum.
Anna pirtukeke xwa ya helbestan diyarî min kir.
Min daxwaza îmzeyekê źî źê kir. Bi kenn got, "Rast? Ma ez ći binivîsînim?"
Min zêde drêź nekir, hema di cî da got, "Welleh Anna bibêźe, ez vê pirtukê diyarî dizzê źi Kurdistan'ê dikim, ihi."
Baweriya xwa bi min ne'anî.

"Ma tu rast dibêźî", got.
"Herê, ćima na? Ma nayê bîra te xalê me Karl May navê pirtuka xwa ći daynî bu? - Di Nav Kurdistan'a Wehśî Ra -".

Wê bi elmenî, "Für Beghyani, dem Räuber von Kurdistan. Herzlich, Anna", nivîsiye.


Paśê min źê xatir xwast u bi pîskîlêtê hatim malê.
Seet 24ê nîvê śevê bu.




Sonntag, 12. Oktober 2014

Bi Xêra Emêrîka'yê Kobanî Hîn Li Ser Piyan E!

Ligorî nućeyên źi Koabnî'yê, tê gotin ku źi doh va ye ku hêrîśên pîncên Daîś'ê kêm bune.

Di van sê ro
źên dawiyê da Emêrîka'yê bomberbarandinên bi tund kir.
Herhal xesarên mezin daye kućikên Daîś'ê.

Helbet Kobanî bi ruxandinê va rubiru ye.



Li ba
śurê Kurdistan'ê kek Mesut di hewldanekê da ye, daku hemî hêzên din bikarin di nav xwa da yekîneyên parastinê ava bikin u digel PKKê Kobanî'yê biparêzin.

Lê di rastiyê da hêviya min qet 
źi van heramzadeyan tun e.
Bê cîger in.

Divêt kurdan ti carî rê nedaya ku ev rezeleta li Kobanî'yê pêk were.
Va ye ćend heftan berê me dît, ći bi serê Shengal'ê da hat, ći bi serê însanên me yên êzdî da hat.

Bawer bikin, ew partî u siyasetmedarên ku ha ha rexneyan li dîroka serhildanên xelkê kurd dikin (serhildana M. Berzencî, Î. Sîmko, Shêx Seîd, Dêrsîm, Agirî, Qoćgîrî, Zîlan, ...), hîro bi xwa fîtnebazên herî mezin in.

Bo ku di nav partiyan da yekîtiyeke netewî ćênebe, ev siyasetmedar u partî hemî qewadî u pîncîtiyê dikin! 

Freitag, 10. Oktober 2014

Dibêźin KOBANÎ Li Ber Qetlîemeke Mezin E!


Nućeyên ne bi xêr źi Kobanî’yê tên.
Dibêźin źi sedî ćel (% 40) kobanî ketiye destê pîncên Daîś’ê.
Vê gavê pîncan sîlehên giran źi baźarên din hanîne u bê navber hêrîś dikirine.

Mixabin teqemeniya di destên ciwanên kurd da pirr kêm buye.
PKKeya ku di her tiśtî da dikare bêbaviyekê mezin bike, va ye du-sê hefte bune ku li benda merhemeta tirkên qewad maye u ti tiśtek nekiriye.
Ev îxanet e! Divêt ew konseya taśeron were îmhe kirin!
Herhal dixwazin bi hezaran keć u xortên kurd bikin qurban u paśê źî li ser piśta xwîna wan ciwanan siyaseta xwa ya taśeron bikin!
Ći dibe bila bibe, divêt xelkê kurd, her kurdê xwadî namus u śeref li hemberî vê qetlîemê bê deng nemîne.


Divêt bi mîlyonan kurd dabikevin ser sînor u wan sînoran tarumar bikin, herrin hawara keć u xortên xwa, herrin hawara xwang u brayên xwa!
Tirk u AKPeya pînc vê gavê li seranserê cîhanê feleket tecrît bune, loma źî divêt kurd vê firsendê źi dest bernedin.
Bi taybetî divêt kurd li baźarên tirkan dest bi śerrekî giran bikin, hemî ćavkaniyên wan yên «ênerźiyê» tarumar bikin. Sîstemên heeyî bi temamî źî li ser heebuna «ênerźiyê» ava bune u bê ênerźî 48 seetan źî nikarin li ser piyan bisekinin!
Divêt pireyên Stembol’ê werin teqandin!

Ez bawer nakim ku di nav śerrekî di navbera kurd u tirkan da cîhan piśtgiriya tirkan bike, tabî bi śertê ku kurd kertiyekê nekin, bibin yek u herkes ligorî hêza xwa xizmeta welatê xwa bike.


Her biźî berxwadana Mazlum Doxan, Mahsum Korkmaz, Heyrî Durmuś, Ferhat Kutay ...!

Bimire konseya PKKê ya taśeron, bimire Apo’yê xayîn!


Donnerstag, 9. Oktober 2014

Bi Kobanî’yê Ra Ewê Efrîn, Cîzir, Qendîl, Bakur, Roźhilat ... Źî Herrin!


Halê Kobanî’yê hîn źî pirr bi xeter e.
Emêrîka źî vê yekê pesend dike. Dibêźe, heta ku hêzên beźayî ćênebin, îmkana ku Kobanî were xelas kirin, zêde ne reelîst e.
Mixabin hîn źî PKKeya ku tevayiya xelkê cîhanê xelas dikir, bi aqilekî ku meriv di keran da źî nabîne, riyek peyda nekir ku hariyariyê biśîne Kobanî’yê.
Êêê, pozê meriv weha li erdê didin!
Źixwa heger bombardimanên Emêrîka’yê nebuna, ewê heta aniha sed carî baźar bi temamî biketa destê dêqehpik u pîncên îslamîst. Lê ćend hêrîśên ku PKKê hîro bi xwa kiriye, dîsan źibo propexendeya xwa ya segbav bi kar tîne. Tu yê bibêźî yê ku bombe barandine, PKKeya taśeron bi xwa ye.
Bêguman, PKK bi deh hezaran śervanan źî biśîne Kobanî’yê nikare bi tena serê xwa guhartineke herî pićuk źî bike. Dibe ku wextê têkćunê ćend roźan drêźtir bike, lê ewê dawiya dawîn têkherre.

Ketina Koban’ê ewê herêma Efrîn u Cîzir’ê źî bi xwa ra bigire u bibe. Helbet ewê bi vê yekê nesekine, ewê îslamîstên pînc bi hariyariya AKPeya kućik (yên din) derbazî bakurê Kurdistan’ê źî bibe. Dura ewê bi ser baśur u roźhilatê Kurdistan’ê da herrin. Źixwa di sêrî da ewê berê xwa bidin Qendîl’a bi kemalîstên heramzade. Tirsa Qendîl’ê bi zêdeyî ev e. Ango Kobanî ewê bibe gava yekem ya berbi Qendîl’ê, źi piśtî Efrîn u Cîzir’ê.

Apo gotî bu, Daîś bi destê Îsreîl’ê hate ava kirin, mîna ku Apo źi źor va dîtî ’be!
Lê Apo’yê bê îrade u fîtnebaz rasterast gotinên AKPê di guhên xelkê kurd da dikute, dixwaze źibo AKPeya qewad xelkê kurd menîpule bike!

*

Va ye tirkên pînc (yanî AKPê) guhê Apo'yê taśeron badane źî!
Selahattin Demîtaś'ê îblîs u taśeron dibêźe têkiliyeke me ya kurt di têlefonê da bi Apo ra ćêbu, źi me ra got, "Bila dan u standin neyên birrîn, źibo ku qetlîem neyên kirin.
Konseya PKKê u Selahattin Demîrtaś berxwadanên li Bakurê Kurdistan'ê wekî provekesiyon bi nav dikin, wekî xayîntî bi nav dikin!
Hella hellaaa, hella hellaaa?!
Qetlîem ha?!
Apo'yê taśeron rabuye bi sefseteyan, bi fermana MÎTa tirkên segbav gotinên heramzadeyî dike u dixwaze careke din berxwadana xelkê kurd bike qurbana fîtnetiya xwa u tirkên segbav!

Kurdino, guh nedin Konseya PKKê u Apo'yê beredayî u kemalîst.
Em baś dizanin, him ew konseya faśîst u him zî Apo ći xayînên tescîllî ne!

Dienstag, 7. Oktober 2014

Derdê PKKê Li Kobanî, Efrîn U Cîzirê ...


Hîro rewśa li Kobanî’yê xerabtir buye.
Di nav hemî nućeyan da tê gotin ku pîncên îslamîst bi hêdîka nêzzîkî navenda baźêr dibin ...

Li hêla din dibêźin 3 hezar pêśmerge li bendê ne ku tirk u PKK rê bidin, daku ew derbazî Kobanî’yê bibin.

Îran’ê, yanî farsên dolheram gotine, heger were xwastin em dikarin bi navbera hukumeta Suriye’yê hariyariya Kobanî’yê bikin. Tabî farsên pînc hêsabên xwa dikin. Mittefîkê PKKê ne. Siyaseta PKKê ya sî-ćel salan tenê bi tecawîzkarên xelkê kurd ra kariye îttîfekan ćêbike u bibe hêzeke taśeron di destê wan tecawîzciyan da.

Vê gavê civata dewletên yekbuyî qet dil nake ku herre alîkariyê. Sebeb PKK ye. Źixwa heger PKK nebuya, ewê źi zu va bićuna u li Kobanî’yê cî bibuna.
Keć u xortên kurd di bin navê PKKê da li ber xwa didin. Fedekariyeke mezin dikin. Lê mixabin di bin alaya PKKê u resimên Apo yên taśeron da dikin. Ez bi wan keć u xortan ra me, lê lanetê li konseya PKKê u Apo dikim!

Herê, ew keć u xort di bin navê PKKê u Apo da śerr dikin, ev rastiyek e.
Bawer nakim ku PKK u Apo źiber menfeetên xwa yên hizbî dest źi vî śerrî berbidin (helbet divêt xelkê kurd(!) ti carî dest źi baźar u axa xwa bernede).
Lê derdê PKKê u Apo ne xelkê kurd e, hêsabên siyasî ne.
Bi ketina Kobanî’yê ewê Efrîn u Cîzir źî nekarin li ser piyan bisekinin.
PKK u Apo źi heftê u heft ecdadê min baśtir dizanin ku, ku carekê ew baźar źi dest derketin, cartin nikarin bi śun da bigirin. Ew hêza PKKê tun e, ewê qet nebe źî. Źiber ku źibo hêzeke weha mezin têkiliyên meriv yên navnetewî pêwist in ...

Temam, hingê kî ewê van baźaran bi śun da źi destê pîncên Daîś’ê derbixe?
Hukumeta baśurê Kurdistan’ê, tevî ku vê hukumetê îspat kiriye ku hukumeta pînc u qewad u bê namus e źî.

Źixwa ew partiyên li roźavayê Kurdistan’ê bi kêrî kućikekî seqet źî nayên. Dewarên bê namus ewê di nav wê qewadiya xwa da bifetisin u herrin!


Montag, 6. Oktober 2014

KOBANÎ Bu Qurbana Siyaseta PKKê Ya Taśeron!


Mixabin ku va ye pîncên Daîś'ê ketine nav Kobanî'yê u ala xwa ya bê namus u dêqehpik bilind kirine.
Keć u xortên kurd bi fedariyeke mezin li ber xwa dane u hîn źî li ber xwa didin. Fedekariyeke weha mezin herkes nikare bike.

Lê mixabin PKK u A. Öcalan bi siyaseta xwa ya qewadane ew fedekariya mezin di ber wan pîncên Daîś'ê ra kirin qurban.
Ti derî nema ku li hestiyan negerriya bibin, lê tenê carekê źî hewl nedan ku di nav kurdan da eniyekê ćêbikin u li wan pîncan bidin.

Doh ćune du baregehên ENK-Sê girtine, kesên li wan deran binćav kirine.
Di vê dema heebun u tunebunê da tevgerreke weha tenê u tenê dikare qewadiyeke bê sînor 'be, can u malê xelkê kurd yê belengaz di ber faśîzm u despotîzma xwa ra qurban kirine.

PKK dikare li ber deriyê herkesî wekî kućikan li hestiyan bigerre, ne xem e źê ra.
Eynî partî di nav kurdan da źi derî śîddet u kuśtinê pê va ti tiśtekî din nas nake.
Konseya PKKê u A. Öcalan hêdî li ber têkośîna milletê kurd du "unsurên" herî bi źehr in u divêt bi lez werin îmhe kirin.

Dinya alem kirine diźminê xelkê kurd, ti kesê ku pênc quruś bide van her du unsuran, tun e. Tenê źiber van her du unsurên bextreś e ku ti dewlet naxwaze alîkariyê bide xelkê kurd yê qurbanbuyî.

Bêguman ez hezar u yek lanetan li wan siyasetmedarên ku di nav hukumeta baśurê Kurdistan'ê da cî bune, dikim. Ew hukumet hukumeteke pînc e, qewad e, bê namus e, dêqehpik e!!!

ENK-Seya segbav u pînc heta hîro źî tenê kevirek li hemberî wan pîncên Daîś'ê nahavitiye.

Bi kurtî u kasî, xelkê kurd yê feqîr careke din di ber partî u siyasetmedarên bê namus u pînc ra bu qurban, him źî di vê sedsala 21. da, him źî bi tevî van firsendên dîrokî!
Bawer nakim ku dîrok careke din firsendeke weha zêrîn bide kurdan, bawer nakim!


Ez źi kurdbuna xwa ewqas aciz im, ez źi kurdbuna xwa ewqas nefret dikim ku, ez tifu li vî bextê xwa dikim!


Sonntag, 5. Oktober 2014

Kurdê Serhiśk U Nezan ...


Xalê me Sigmund Freud dibêźe: "Ne-zanîn (insciens) źiyana me tayîn dike".
Tevî ku ez bi xwa ne psîxolog im źî, ez źî di eynî fikirê da me.
Tê zanîn ku źiyan u pêvaźoyên neyroloźîk yên di mêźiyê meriv da ewqas kompleks in ku, bi mîlyaran sînîr u girêdankên sînîrî kar dikin, źibo ku bikarin birryara xwa ya girtî di serhiśê me da bidin der.

Min ćima aniha ev mesele haniya zmên, ez wê bibêźim.
Sebeba vê yekê halê civata kurd ya tarumarbuyî ye, partî u siyasetmedarên kurd in.
Kurd źi derî îddîayên vikuvala hew dikarin li ser zeruriyeta birryarên ku bi "heebun u tunebunê" wan va girêdayî ne, maqul tevigerrin.
Heger bi ya kurdan 'be, kurd her tiśtî dizanin, loma źî pêwistî bi versiyonên din tun e.
Kurd dikare di nav śevekê da bibe alimê heft keînetan.

Drê
ź nekim, va ye kurdên ku li roźavayê Kurdistan'ê, bi taybet źî li Kobanî'yê bune berxên ber kêra îslamîstên dêqehpik. Li śuna ku źi aqilê xwa bikevin gumanê, hîn źî bi hestên ehmeqane yên heywanî cîhanê dikin diźminê xwa.
Bêguman îslamîstên pînc bi vê ehmeqiya kurdan bextewar dibin.
Hîn źî kurd bi gotinên serokên xwa yên taśeron u îblîs koka hevdu diqelînin.

Kuro, lawo, di nav civatên din da serokên weha nakin ku
ćikên ber deriyên xwa źî.

De hun u kêfa we.

Dawiya dawîn hun ê li ber deriyên qetîl u tecawîzciyên xwa li bext u senayê bigerrin, li hestiyan bigerrin, źi bîr nekin.

Samstag, 4. Oktober 2014

Qetîlên Di Febrîkayan Da ...



Li Kobanî'yê yên ku li hemberî xelkê kurd śerr dikin, ne pîncên Daîś'ê ne, berevaźî vê digel dewleta tirkên segbav hemî dewletên misilman u îslamîst in.
Bi hemî lîstikên cazîb yên psîxoloźîk dixwazin pînc u sotalên li ser kolanên hemî welatan kom bikin u bi ser xelkê kurd da berbidin.
Dikin źî.

Bêguman diźminên heram karê xwa dikin.
Lê bêbaviya ku kurd di nav hevdu da dikin, qewadiya herî mezin e.
U hîro xelkê kurd yê belengaz buye qurbana vê siyaseta beredayî u ta
śeron!


Freitag, 3. Oktober 2014

Quwelîteya Pîncan Naguhere


Quwelîteya pîncan ti carî naguhere.
Dîn u îdeoloźî źi wan pîncan tenê u tenê qetîlên bi dîn u îdeoloźî dihafirîne. Loma źî di bin navê van dîn u îdeoloźiyan da yekane mebesta wan kućikên dêqehpik meśrukirina qetîltiya wan e.


Donnerstag, 2. Oktober 2014

Bila Ew Ceźna We Bi We Da Biteqe!

Bi rik, bi kurdiyeke zelal:

Be hey pînc u kućikên heram, bila ew ceźna we bi serê heftê u heft ecdadê we da biteqe!
Hun ê hêsaba xwîna ZMANÊ KURDÎ, hêsaba xwîna wan zarok, źin u mêrên serźêkirî bidin!



Sîmîgul U Erdîgul

-1-



-2-


Dienstag, 30. September 2014

Dibistana Bi Kurdî U Polêsên Tirk

Kurdino!
Ev polêsên tirkên pînc li ber deriyê DIBISTANa bi ZMANê KURDÎ ći dikin?
Ez bibêźim!
Rê li ber zmanê kurdî digirin!
Ê ćima rê li ber kurdiya ku felc kirine, digirin?
Ditirsin ku zmanê kurdî ewê li heftê u heft ecdadê wan 'ne, loma!

Kurdino!
Tirk tên di welatê te da dibistanên bi zmanî te KURDÎ qedexe dikin.
Ê be hey "kurdên rezîl", ćima hun ranabin rê li ber dibistanên bi zmanê tirkiya tecawîzkar nagirin?!


Pînc U Dîn

Ez źi xwa dipirsim u dibêźim, gava pînc dibin bi dîn, ći dibe?