Sonntag, 5. Oktober 2014
Kurdê Serhiśk U Nezan ...
Xalê me Sigmund Freud dibêźe: "Ne-zanîn (insciens) źiyana me tayîn dike".
Tevî ku ez bi xwa ne psîxolog im źî, ez źî di eynî fikirê da me.
Tê zanîn ku źiyan u pêvaźoyên neyroloźîk yên di mêźiyê meriv da ewqas kompleks in ku, bi mîlyaran sînîr u girêdankên sînîrî kar dikin, źibo ku bikarin birryara xwa ya girtî di serhiśê me da bidin der.
Min ćima aniha ev mesele haniya zmên, ez wê bibêźim.
Sebeba vê yekê halê civata kurd ya tarumarbuyî ye, partî u siyasetmedarên kurd in.
Kurd źi derî îddîayên vikuvala hew dikarin li ser zeruriyeta birryarên ku bi "heebun u tunebunê" wan va girêdayî ne, maqul tevigerrin.
Heger bi ya kurdan 'be, kurd her tiśtî dizanin, loma źî pêwistî bi versiyonên din tun e.
Kurd dikare di nav śevekê da bibe alimê heft keînetan.
Drêź nekim, va ye kurdên ku li roźavayê Kurdistan'ê, bi taybet źî li Kobanî'yê bune berxên ber kêra îslamîstên dêqehpik. Li śuna ku źi aqilê xwa bikevin gumanê, hîn źî bi hestên ehmeqane yên heywanî cîhanê dikin diźminê xwa.
Bêguman îslamîstên pînc bi vê ehmeqiya kurdan bextewar dibin.
Hîn źî kurd bi gotinên serokên xwa yên taśeron u îblîs koka hevdu diqelînin.
Kuro, lawo, di nav civatên din da serokên weha nakin kućikên ber deriyên xwa źî.
De hun u kêfa we.
Dawiya dawîn hun ê li ber deriyên qetîl u tecawîzciyên xwa li bext u senayê bigerrin, li hestiyan bigerrin, źi bîr nekin.
Abonnieren
Kommentare zum Post (Atom)
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen