Donnerstag, 30. Juni 2022

Bihiśtên Bi Niviśtan


Dubare demeke drêź di ser ra derbaz bu.

Źiber ku ez źî wekî hemî zindiyên din bi demê ra ketime nav keftulefteke nediyar, hindî hew dikarim du heb zebeśan di bin ćengekê da bigerrînim. 

Ma ev bext e yan hahoyeke ćêkirî ye?

Ez dibêźim źi bextê zêdetir pîvana mêźiyê me yê netewî ye.

Rewśa meriv ya ku meriv bi xwa tê da ye, hertim muhteveya mêźiyê wî kesî u neteweyê nîśan dide.

Źixwa di me da ne mêźiyekî kesî-n (śexsî) u ne źî yekî netewî hee ye ango maye.

Hespê me buye bahozeke bê śop u dibeze, lê berê hespê me nediyar e.

Tevî ku em bi sedan, bi hezaran caran źi kendalên xwadê gêr bune u di nav kortalên kur da bi cankêśî li hêviya dengê xwadê mane źî, ne xema aqilê me yê kesîn u netewî ye.

Bîra me ya kesîn u netewî ketumî buye u li benda "bihiśteke bi niviśtên 101 navên xwadayên" destpêkê ye.

Em dipên.

Payîn buye hêvî. 

*

Dawiya vê heftê (3.7.2022) di semînereke nuh da ez ê di derbarê:

"Di Zerdeśtiyê Da Psîkoterapî U Tipp"

biaxivim.


Zoom:

https://us02web.zoom.us/j/2022111960