Samstag, 25. Februar 2017

Zmanê Nećandî Zîl Nade



Tê zanîn, gava zarok aciz dibin, yan źî źi ber sebebekê dest bi gîriyê dikin, dê u bav, xwang u bra yan źî kesên din yên źi malbatê bi lez tiśtina didin ber zarokan.
Helbet źibo ku zarok negîrîn vê yekê dikin.
Mebest ew e ku bala pitik / zarok ya li ser gîriyê berbi hêleke din va bikiśînin, daku bila zarok sebebên gîriya xwa źi bîr bike.
Meriv di vê streteźî u taxtîkê da b’ ser dikeve yan źî nakeve, ew bi rewśa zarok va girêdayî ye.
Zarok bê ku pêbihesse, bi tiśtê nuh dayî yê berê źi bîr dike, bi kelecan u xwastekeke mezin bi tiśtê nuh ra miźul dibe, heta ku źê têr dibe.

Di vê dema modernok da bi zêdeyî zarokan datînên ber têlevîziyonan.
Hindî ev buye usuleke giśtî di nav civakan da, bi radî źî di nav civakên ku asta perwerdeyiyê gelekî li źêr da ye belav buye.
Zarok mîna ku bi miknatisê va bên kiśandin, bi hemî hestên xwa bi heśyarî bala xwa didin têlevîziyonê. Hew dikarin dest źê ber’din, heta ku mêźiyê wan di bin resim u naverokên wan bernameyan da difetise.
U di dawiyê da dubare dest bi gîriyê dikin.
Îcarê pirtukeke bi resiman xemilandî didin ber zarokan. Drêź n’aźoy, zarok dîsan dest bi gîriyê dikin.
Nebu, îcarê aleteke muzîkê didin ber zarokan ...
Yanî di esl u feslê xwa da tiśtê ku tê kirin „manîpulesiyon“ e, u zarok pê tên manîpule kirin.

Rewśa kurdan ya hîro źi ya zarokan cihêtir/cudatir nîn e.
Kurd di nav hemî zemînên źiyanê da hatine manîpule kirin, tên manîpule kirin.
Tirk, ereb u farsan hilo kirine ku kurd nikarin l’ ti tiśtekî din bifikirin, l’ xwa bihessin, l’ tunebun u tunekirina nirxên xwa yên bi hezran salan bihessin.
Tirk, ereb u fars di hemî miźaran da kurdan bi zanîn bi zmanê xwa bilî / miźul dikin; bi modeyê, bi hunerê, bi wêźeyê, bi muzîkê, bi śanoyê, bi siyasetê, bi paparaziyê, bi dîn, bi śerr, bi aśtiyê, bi rêklaman, bi fîlm u rêzefîlman u hwd.
Ćawaniya miźulkirina kurdan ne girîng e.
Lê ći dibe bila bibe, divêt kurd bi zmanê tirkî, erebî u farsî bi wan tiśtan ra miźul bibin, yanî werin miźul kirin.
Her cara ku kurd tecrubeyekê bi zmanê tirkî, erebî u farsî dikin, ewćendî źî ew kurd mêźiyê xwa b’ zmanê tirkî, farsî u erebî va girê didin; kurd bi destê xwa hefsara zmanê tirkî, erebî u farsî l’ hustiyê xwa dixin, źê ra dibin yarekî/e bê mêźî.
Tabî ćendî kurd vê yekê dikin, ewćendî źî zmanê xwa kurdî di mêźiyê xwa da rut dikin, hiśk dikin, u di dawiya dawîn da źî zmanê xwa dikuźin.
Kurdê/a ku noqî zmanê tirk, ereb u farsan buye u dibe, ewê careke din nekare źê derbikeve, ewê di nav da bifetise. Źiber ku ew keśtiyên zmanê kurdî yên di nav wan avan da tun in ku werin hawara kurdan, yanî ne ew dezgeh hee ne, ne źî ew dewleta kurdan hee ye.
Loma źî dibêźim, kurdo, kurdê, bi hemî hêza xwa noqî zeryayên zmanê xwa bibe, źibo ku tu di nav śepalên zmanê xwa yên asê da xwa handa / wenda nekî, źibo ku tu bi zmanê xwa biźî u bimirî.
Noqî ćem u śepalên zmanê xwa bibe, tu yê pê tuśî sînorên mala xwadê bibî.
Źi berî ku tu bimirî, divêt tu zmanê xwa di zarokên xwa da bićînî.
Źiber ku ti tov di bin herdê da namîne …
Li benda roźê dimîne, źibo ku źi nuh va zîl bide!

Zmanê nećandî zîl nade, źi bîr neke.





Sonntag, 19. Februar 2017

Li Amed’ê Qetilkirina Zmanê Kurdî!



Roźeke me tun e ku em hilo bê derd u xem bi dilekî serxwaś derbaz bikin.
Ne ku ez behsa śerab u bîreya tahl dikim.
Źixwa tiśtê tahl tahl e, ne źibo zmanê meriv yê śîrîn e.

Tê gotin ku li „paytext“a Kurdistan’ê, li Amed’ê, zmanê kurdî hindî di nav nivîna xwa ya mirinê da cankêśî buye  u nikare li śuna xwa bilive (vîdyo).
Hêk skeśtiye carekê ...
Tevî ku bi keda ćend śerrvan u dilsoźên zmanê kurdî, bi berxwadana ćend Donkîśot’ên źi kezeba reś carina dengek xwa vedide źî, bê peźn dimîne.
Bi saya van Donkîśot’an  em carina pê dihessin ku hînê/hîn źî tiśtekî wekî „zmanê kurdî“ hee ye.
Lê li hêla din sîstema ku bi zmanê tirkan di ber berźewendiyên zmanê tirkan ra hatiye ava kirin, wekî aśekî hefrîd roź bi roź zmanê kurdî dihêrrîne, dikuźe.
Rewś rewśeke pirr bi xembar e.
Xembar e, źiber ku kurd mirina zmanê xwa źi xwa ra nakin derd.
Sîstema tirkan ya li bakurê Kurdistan’ê bi tevî partiyên kurd rê nade ku xelkê kurd berê xwa bide zmanê xwa u xwa źi tunebunê xelas bike.
Tê gotin ku li Amed'ê di nav salekê da 40 hezar zarok ćêdibin.
Ćêbibin źî bê qîmet e. Di heman demê da tirk bi zmanê xwa tirkî dest datînin ser zarokên kurd u wan dikin tirk.
Haya zarokên kurd źi zmanê kurdî nabe. Gava dibihîzin źî źê nefret dikin, mîna ku pîsiyek ’be,  lê diźunan dikin.
Tabî rewś li temamê bakurê Kurdistan'ê eynî ye.
Partiyên kurdan, serokên kurdan, siyasetmedar u hemî dezgehên kurdan di mêźiyê xwa da b’ zmanê tirkî va hatine girê dayîn, di mêźiyê xwa da bi zmanê tirkî hatine śuśtin u hizir nakin ku bune perćeyeke herî esasî ya sîstema zmanê tirkî, hizir nakin ku bune perćeyeke herî esasî ya kuśtina zmanê kurdî.

Kurd dibêzin tirk rê nadin zmanê kurdî.
Fikir u tevgerên pînc yên ku
xelkê kurd rezîl u riswa kirine!
Kesê ku nizane ewê bibêźe yên ku bi kurdî dipeyîvin tirk in, ne kurd in. Loma źî kurd li benda tirkan e ku tirk dest bi axaftina „bi zmanê kurdî“ bikin!
Kurd źi halê xwa razî ne.
Hindî kurd dibêźin bila tirk bi zmanê kurdî bipeyîvin u em kurd źî bi zmanê tirkî.
Ti milletê ku di mêźiyê xwa da têkćuye, nikare wekî millet xwa îddîa bike.
Milletê ku nebuye niźatperestê neteweya xwa, nebuye zmanperestê  xwa, ćandperestê xwa, nizatperestê alaya xwa, niźatperestê siruda xwa u welatê xwa, divêt bila belahewa xwa ne’êśîne.
Źixwa hêdî ew miriyên zindî yên bi lanet in.





Dienstag, 14. Februar 2017

„Zmanê Śaś Meriv Śaś Dike, Dike Śaśo!“



„Demoźka (seeta) xwa eyar bikin!“, dibêźe di xewê da.
Bê hemdî em „ćima?“ dibêźin.
„Źibo ku dem źi we derbaz nebe u nerre!“, dibêźe.
Em hîn li ser rê ne u dawiya riya me źî hîć xuya nabe.
Tevî ku wextê me zêde nemaye źî, em dimeśin.
Hêviya ku em di wextê xwa da bigêźin ciyê xwa, nemaye.
Kusiyekî śîn li keviya riya me dimeśe. Gava li śuna xwa disekine, carina berê xwa dide me. L’ me mêze dike bi beloqî.
Deng źê dernakeve.
Li teniśta wî, li ser rê nivîseke sosret xuya dibe: „Dem guhêrbar e, diguhere!“
Em pićekî li ber xwa dikevin.
„Heger hilo ’be, hingê pêwistî bi lezê tune.“, dibêźin em.
Îcarê li ser riya me nivîseke din xuya dibe: „Lez neguhêrbar e, naguhere!“
Źi niśkê va li ser nivîsê qiźikek derdikeve holê.
Qiźik bi qiźînî, „Min di we kirino, ihi!“, dibêźe.
Em dest źi liberxwaketinê berdidin.
Em śaśo-maśo dibin di halê xwa da.
„Herhal kesek di serê me da bi me ra dilîze.“, dibêźin xwa bi xwa ra.
Kusiyê li kêleka rê źi me derbaz dibe.
Gava serê xwa berbi hêla me da ćerx dike, bi tinazî l’ me dikenne.
Kêrguha / kîvrośka li ser gira li pêś me him gizêrka xwa dixwe u him źî l me dinêhire u dike „nić nić“.
Li ber kêrguhê li ser girê penkertek vedibe: „Kuro, dema di demoźkê da xwa dubare nake!“.
Li paś kusiyê ku źi me buhurî bu, nivîseke din xuya dibe: „Zmanê śaś meriv śaś dike, dike śaśo!“
Îcarê li ser girê, li hindê kêrguhê penkerteke nuh vedibe:
„Kesên li pey zmanên śaś źixwa hertim digêźin ciyên śaś!“
...






Samstag, 11. Februar 2017

Zarokê Kurd Yê Bi Sandoqa Boyaxkirinê



Hîn demeke kin bu ku hatî bun navćeyê.
Hindî li navćeyê cî buyî bun di nav tirkan da.
Bazara li navćeya Refahiye'yê
Gava cara yekem bi brakê xwa va derkete ser kolanê, zarokên tirk li dor wan girtin.
Hemî źî źi dibistana li ba riya sereke ya hindê mala wan dihatin.
Źi halê wan bellî bu, niyeta wan zêde baś nebu.
Hatin li ba her du brayan sekiniyan, dora wan girtin.
Serokê koma zarokên tirk pićekî derkete pêś. Zêde gotina xwa drêź nekir u hate ser miźarê.

«Śêfê vê komê ez im, bila hun baś bizanin. Nebe nebe ku hun śaśiyeke bikin kuro! Ev hevalên min giraniya mistên min nas dikin ...» got.

Kekê wî, «Em nuh hatine, em tiśtekî nakin.» got.
«Heger hun nekin ewê baśtir ’be źibo we.»
«Źixwa em tenê li der digerrin.»
«Źi niha u pê va hun ê tenê bi destura min tiśtan bikin.»
...

Di roźên pêra da kêkê wî tev l’ wan bu. Roź bi roź ew bun hevalên hevdu.
Lê brakê wî yê pićuk dest bi boyaxćîtiyê kir. Tev l’ wan nebu.
Źibo boyaxkirina solan him li nav ćarśiyê digerriye u him źî diću qehwexaneyan.
Li navćeyê kêm malbatên kurmanc źî hee’ bun.
Bi zêdeyî diću qehwexaneya mala Ezîz ya źi gundê dayika wî Ciboyan. Tenê ew dikariya bićuya wê qehwexaneyê.
Źi piśtî demekê qehwexane buyî bu mala wî. Kurdên ku źi gundên derudora navćeyê dihatin, dićun wê qehwexaneyê.
Di roźên pêncśeman da bazara li navenda navćeyê pirr bi coś u kelecan dibu.
Navće bi kurdên ku źi gundan dihatin, tîźî dibu, dibu wekî karnavelekê.
Di wan roźan da karê boyaxkirinê pirr dibu.
Her cara ku lîreyek źibo solekê digirt, bi ćarbaskî dibu.

Havîn e. Roźa pêncśemê ye. Heta ser bazarê ćuye u dixwaze solan boyax bike.
Berê xwa dide ser riya sereke yê navćeyê.
Li hêla din ya ser riya sereke dukana nasekî dayika wî hee’ ye, dukana xalê Kuko. Carina diću wê derê źî.
Heva germ e.
Źi niśkê va heft zarokên tirk dor l’ wî digirin. Lê źi wî pirr ditirsin źî. Tevî ku berê xwastî bun belaya xwa l’ wî bidin źî, pośman buyî bun.
Îcarê heft kes bun u ew źî di nav wan da bu. Li piśta wî sandoqa boyaxkirinê hee’ ye.
Zarokên tirk îcarê bi birryar in, źi tevgerrên wan xuya dibe, ewê lê’din. Li benda kêliya maqul disekinin u bi axaftinê dixwazin wî bixin nav kemînê.
Hîss dike, ćare tun e. Bi birryar in u li benda wextê ne.
Sandoqa li piśta xwa bi hêdîka tîne bin ćenga xwa ya rast u pêdigire.
Źibo ku bala wan qasî ćend seniyeyan bide ciyekî din, destê xwa yê ćep radike, «Ez tenê li vir gerriyam, heger hun naxwazin, ez cartin nayêm.» got u sandoqa di bin ćenga xwa da wekî balyozekê li dor xwa l’  ba kir. Zarokên tirk qet fam nekirin ku ći bu. Źi niśkê va destên xwa danîn ser ruyên xwa u ćun ser ćokan.
Gava b’ ser xwa va hatin, hêdî ew ne li ba wan bu.
Źi dur va li ser kućeya riya sereke l’ ćuyîna wî mêze kirin.




Mittwoch, 8. Februar 2017

Gundê Me U Dibistana Tirkan



Cara yekem bu ku ez bi kekê xwa ra dićum dibistana gundê me.
Ez hîn li dor ćar saliya xwa bum herhal.
Dibistan źi sinifekê, odeya mamoste u mala mamoste pêk dihat. Mamoste bi tevî źin u kećika xwa ya pićuk di wê malê da dima.
Odeya mamoste li kêleka ber deriyê sinifê bu.
Sinif u odeya mamoste l’ min pirr mezin xuya dikirin.
Dibistana li gundê me
Dibistan li keviya gund hatî bu ava kirin, li hêla taxa źor, li taxa Śênî.
Ćima źê ra taxa Śênî digotin, hîn źî nizanim.
Ya min źi xwandinê wêdatir, guhdarî kirin bu.
Tevî ku min pirr dixwast ez hînî tiśtan bibim źî, dibistan u zordarî bo min wekî du brakên hevdu bun.
Mamoste yekî tirk bu. Roź derbaz nedibu ku zarok bi ćo u kulman pêr u pêrîśan nedikir.
Di bêhnvedanan da em li ser hewśa dibistan’ê bi googên xwa yên źi paćan ćêkirî dilîstin.
Roźekê dîsan em li ber dêrî goog dilîstin. Zivistan bu. Her der bi berfê hatî bu dagirtin.
Em dilîzin. Goog li ber nîgên min e. Ez dixwazim berbi paś va ćerx bibim u googê bidim hevalekî me yê din.
Gava ez ćerx bum, lawê apê Husên, Atalay bi hemî xiśma xwa bi ser min da hat u bi hemî hêza xwa l’ nîgê min xist.
Ez bi carekê va bum cankêśî u ketim ser herdê.
Di hestiyê nîgê min da źanekî bê tarîf ćêbu. Ez li ser herdê wekî miriyan drêź bum.
Kekê min Vêso u ćend zarokên din ez piśt kirim u birim malê.
Aniha baś nayê bîra min, lê ez demeke drêź di nav cilan da mam.
Gava roźekê gundiyeke me hate ziyareta min, bi xwa ra porteqel haniya.
Min ew porteqel di bin balgiya xwa da vêśartin.
Carina min bi îtîna źê bîhn dikir u dîsan dikir bin balgiya xwa ...

Herhal di ser ra salek u nîv derbaz buyî bu gava ez źi gund derketî bum ...

Paśê ez źi welêt źî derketim der.
Tirk bune bela, 28 salan min nekaniya herrim gundê me.
Nivîsa min ya li ser texteya 45 salî
Roźekê rê vebu. Źi berî du sal u nîvan.
Ez bi kelecan ćum gund. Tevî  ku dibistan wêran buyî bu źî, hîn li ser piyan bu.
Ez ketim nav dibistanê.
Ew dibistana ku di zaroktiya min da ewqas mezin xuya dibu, îcarê l’ min pirr pićuk xuya kir. Hîn źî ew materyelên wê demê li ser herdê ramedî bun.
Ez li ser textika reś "Biźî Zmanê Kurdî" u "Biźî Kurdistan" dinivîsim. Li bin źî "Xalo" nivîsiya u derketim.

Havîna derbaz buyî ez dubare ćum gund. Ćum dibistana gundê me źî. Ketim hundur. Min ê li ser textika reś mêze bikira.
Gava ez li ber textika reś sekiniyam, min ne "Biźî Zmanê Kurdî", ne "Biźî Kurdistan" u ne źî "Xalo" dît.
Ez di nav paca sinifê ra l’ gundê me mêze dikim.
Hêdî ne kućik u ne źî pîsik di nav pagan da digerriyan.






Sonntag, 5. Februar 2017

Em Źi Tîbunê Zmanê Xwa D’alisin



Baś tê bîra min, di dema xwa ya berê da li gundên Kurdistan’ê "kevirê salê" hee''bu.
Gava zivistanan mih u naxir dihatin berdan, canikan demekê li der li ser berfê kêf dikirin.
Gundekî li Kurdistan'ê
Li der kevirên pahn yên mezin hee' 'bun, u me źê ra "kevirên salê" digot.
Źibo ku mih u naxir bikarin xwê bixwin, li ser wan keviran xwê dihate belav kirin.
Gava heywan bi vê yekê dihessiyan, bi lez berbi "kevirên salê" dibeziyan, dor li meriv digirtin, rê nedidan ku meriv bi rehetî li ser "kevirên salê" xwê belav bike.
Tabî ew xwêya belav kirî di nav demeke pirr kind da dihate xwarin.
Pêra heywanan bi lez u bez berê xwa didan kurinên avê.
Di nav hengameyeke mezin da źi piśtî xwêxwarinê dixwastin avê vebixwin.
Hevdu b’ vir u wir da tandidan. Carcarina golik u mozikên bê tecrube bi hev ra diketin nav śerrekî temam.
Lê źi piśtî ku xwê dihate xwarin u av dihate vexwarin, heywan bi têra xwa li der dilîstin.
Paśê dîsan bi hêdîka berê xwa didan êxur.

Hîro em li pêy zmanê xwa ketine, u em bune śerpeze.
Me nanê xwa źi dest daa.
Avên me yên spî di kurinên me da zuwa bun u ćun.
Me zmanê di devê xwa da hilda ser piśta xwa u em bi dizzî derketin der.
Me l paś xwa źî nenihêriya, źibo ku em kelegîrî nebin u nemirin.
Gava me roźekê l paś xwa mêze kir, hindî me ti tiśt li paś xwa nedît.
Em tî bune.
Em źi tîbunê zmanê xwa dalisin.
Xwadêyooo, ev zman li benda ćend peyvên te yên śil e źibo ku nemire.




Mittwoch, 1. Februar 2017

Xwadê Bi Zmanê Kurdî Bang Kiriye -2-



Ez dil nakim ku li berevaźî xwadêyê li teniśta xwa tiśtina bibêźim.
Źixwa xwadê ye, yê heeyî u neyî di destê wî da ye.
Źi min ra, "Zêde l’ canê xwa nekeve u nexwe. Źixwa ew can źî min daye", dibêźe.
- Herê, ezbenî. Canê ku hatiye dayîn, sparteya/emeneta yê dayî ye.
- Xwa bispêre wî canî.
- Helbet ezbenî. Gava ez xwa l’ vî canî dispêrim, ev can źî xwa l’ xwadiyê xwa dispêre.
- Źi ćiyayên wî canî danekeve.
Ez dudilî dibim, ez ê ćawan źi van ćiyayan daneketima.
- Ćima, ezbenî?
- Gava min di destpêka roźa hafirandinê da ev ćiya u siruśt hafirandin, ez bi zmanê te radibum karê xwa yê bê dawî. Źiber ku ew dengê destpêkê yê heeyî u neyî bu.
- Lê hîro canê min pê diśewite.
- Dizanim. Loma ez hîro li vir, li ciyê ku min di destpêkê da her tiśt ćêkirî bu, rudinim.
Ez pićekî li ber xwa dikevim.
Bi destê xwa yê rast giyayên li ser herdê mist didim. Hestên min li nav kulîlkên źi dur va di nav rengan da handa dibin u terrin.
Źi gelî u kortalên kur yên li źêr dengên ku źi heyamên buhurî dihatin, tên di nav guhên min da kom dibin.
- Pirr li pey yê buyî nekeve. Tu yê xwa pê bikuźî, dibêźe źi min ra.
- Biborîne, ezbenî, yê ku vî canî u min disoźe, ...
- Pêda nerre! Tu yê bi yê buyî tenê birîna di canê xwa da bikewînî, u pê bimirî.
- Źibo ku źi bîr nekim ...
- "Bîr" di peyva ćuyî da vêśartî ye.
- Lê "peyva gotî"?
- Hertim li benda yê ku ew gotiye, ye.
- Halê me, ezbenî?
- Helaliya halê ʰᵉwe di "bîr"a ʰᵉwe da puć buye.
- Me bibexśîne, em bîrok in.
- Tu pirr bi merhemet î. Hun serbîrok in. Peyva ʰᵉwe ya ćuyî bîra ʰᵉwe źî bi xwa ra biriye. Źixwa peyva ʰᵉwe ya gotî buye xerîbiyeke xerabe.
- Ya star, henase di vî canî da hindî duu nake, tevî ku ev can dikele źî.
- Gava ʰᵉwe peyva ʰᵉwe ya gotî źi bîr kir u neda pêy, ʰᵉwe zmanê xwa źî kuśt. Zman di peyva gotî da ćêdibe, pê ra diźî u dimire.
- Parra źî em?
- Na. Li pêy xewên bê xewn nekeve, tu yê bifetisî di xewa xwa da. Peyva gotî ti carî źi berî xwadiyê xwa namire.
- Yanî divêt vê gavê em li śuna "zmanê me dimire" bibêźin "em dimirin".
- Herê, di eslê xwa da yê ku dimire, hun in; li pêy ʰᵉwe źî zmanê ʰᵉwe dimire.
- Hingê em vê gavê nîv mirî ne.
- Ev xwaśbîniya te ye. Hun ne nîv mirî ne, hun tev mirî ne.

...