Samstag, 9. Juni 2018

Dilê Bê “Aźne-van” Li Deśtan Zuwa Dibe



Źi piśtî ćarikek sedsalî ez vedigerrim gundê xwa, ez ê l halê zaroktiya xwa bigerrim.
Her tiśt di bîra min da xeyalî ye. Her tiśt buye xeyal.
Xewn u rastî l’ hev ketine hêdî, ćeper xerabe bune.
Xewnên di bîra mayî da bi bask u peran ketine u źi nav dîwarên malê derketine.
Kîźan xewn li ser kîźan tayî cî buye, kîźan xewn bi kîźan baayî ra ćuye, kes nizane.
Śuśe teqiyaye carekê di vê ćîrokê da.
Di nav avê ra li cîhanê mêze bikin,
hun ê bi cîhaneke din ra rubiru
bimînin.
Ha deriyê śkestî yê malê ha bîra min, her du źî puć bune di halê xwa yê heeyî da.
L’ hevdu digerrin, źibo ku hevdu źi nuh va nas bikin.

Bêdera malê bi giyayan ra ketiye nav aramiyeke drêź.
Hîn źî ava xwa źi ziyereta li paś malê vedixwin, wekî berê.
Li ber gama bavo ya li ber dîwêr dikevim.
Keća xaltîka min Śikê tiliyê xwa berbi nahala ber malê va drêź dike, “Tê bîra te, me di vê nahalê da ćiton aźne dikir?”, dibêźe.
Havînên xwaśiktirîn yên źiyanê tên bîra min.
“Śikê”, dibêźim, “te got aźne?”.
L’ min dinêre. Di ćavên wê da pirs hee ne.
“Nayê bîra te?”, dibêźe.
Ez l’ herdê mêze dikim, lê digerrim. Nayê bîra min.
“Na”, dibêźim, “bîra min bi xedar e vê gavê..
Dibiśire. “Tiśt nabe. Di kê da ew xedarî ćênebuye ku. Herhal xaltîka Elê tê bîra te. Li gund tenê xaltîka Elê gotina aźne bi kar taniya. Źê pê va kesekî din nedihaniya zmên. Ez źî nizanim ćima., got.
Herê, xaltîka Elê dihate bîra min, lê bê aźne.
Paśê gotin xaltîka Elê ćuye ba dilovaniya xwadê, lê bi aźne.


Bi salan paśê ez pêhessiyam ku di zmanê min da peyveke wekî aźne hee’buye. Ez l’ pey peyva zmanê kalikên kalikên xwa ketim.
Di dawiyê da heta Avesta’ya pîroz hatim. Min dît ku di zmanê kalikên kalikên min da wekî ā-snatar- “śośer; yê ku bi śuśtinê phîr u pak dike; keśeyê ku bi śuśtinê Haoma’yê pak dike” buye, u bi riya aźne ← *āšnāh ← *hā-snā-ka- heta hîro gêhiśtiye.
Kalikên kalikên min u me ev peyv źi gotina snā- “śuśtin” ćêkirine, źi berî pênc hezar salan.
Lê hêdî me hîro guhên xwa źê śuśtiye.




Samstag, 2. Juni 2018

Mêźiyên Birćî U Nanên Rengîn




Dengek źi min ra dibêźe xwa li pey źiyanê nekin parsekên mêźiyên bê nexśe.
Nabêźim źi min ra dibêźe li ber źiyanê, di nav źiyanê ra, li dor źiyanê ...

Em li ser lutkeya devê derziyê xwa gêhiśtine kolgehên (tunêlên) xwa yên tunebunê.
Lê hîn źî em li ber vê tunebunê pirsa ku źiyan ći ye, pirsa ku źiyan ći be źi xwa dikin.
Źixwa  gava di pirsê da seqetiyek hee’be, meriv nikare bersîveke neseqet bide.
Odeyeke bi źiyana źi mala dê u bavo.
Pirsên seqet tenê li pey bersîvên seqet dikarin zeruriyeta seqetiya xwa meśru bikin u bifrośin.
Yanî gava pirs seqet ’be, źixwa bersîv źi wê źî seqettir dibe.
Meriv e, li pey tiśtina ketiye, ewê gotina dawiyê ya birćî bike li ser źiyanê.
Huner e, di bin bêćaretiya xwa da dixwaze nanên rengîn bifrośe me źibo zelalî u delaliya mêźiyên me yên birćî.
Muzîk e, bê hewaya sivik pênc quruś źî nake; lê dîsan źî dest źi guhên me bernade.
Niviśta źi mala pîrê ye, dibêźe ewê roźekê xwadê di nav kemîna xwa da asê bike.

Źiyan buye beniśta sor ya di nav didanên me da.
Heger me bikariya bi cuyîna / cutina beniśta sor mêźiyê xwa têr bikira, hingê me yê qîmetek di van pirs u bersîvên birćî da bidîta.
Mêrê bi mêźiyê bê bizmar u źina bi hestên dirriyayî li paś kuće u kolanên reś kućikên nanoziko difrośin. Ewê li ser piśta kućikên nanoziko aveke bextewar  l’ ćermê xwa yê mirî bikin. Mêratino, źi balafirekê dadikevin u l’ balafireke din sîwar dibin, źi busekê dadikevin u l’ buseke din sîwar dibin, źi baźarekî berbi baźarekî din dibezin ...
Dibêźin em ê bi kolgehên xwa yên ćêkirî serê źiyanê l deriyê malê girê bidin.
Lê rihên kolgeh kirî źi riyên bi deśt hez nakin.
Xwadê bike źî neke źî em ê di dawiyê da ava źi kaniya koremiśkan vexwin.