Samstag, 31. Dezember 2011

Heta Ku Zmanê Kurdî Mêźiyê Me Danegire, Xelasiya Me Xeyal E!


Ha ev e li der baraneke hurik dibare.
Hema hema hîro qet nebirriya, kafirê.
Di raśtiyê da min digot ez dîsan hîro dest bi sporta xwa bikim, lê xwadê destur nade.
Ê tabî kêfa wî li źor li śunê ye, ćima desturê bide min ku.
Divêt min hîro telefonî gelek ciyan bikira, yanî telefonî welêt bikira.
Lê źiber ku telefon xera buye, min nekanî.
Ez dibêźim ewê bavê min aniha porê min źi bin va rut bike u bavêźe.

Ev du roź in ku li Kurdistan’ê hêś u elem derketiye asta herî berz/bilind.
Lo babam min źi vê tirśikê tiśtek fam nekir.
Ewqas hêś u keder u kovan, hîn źî mafê dibistaneke destpêkê źî me bii dest nexistiye.
Tabî di vê navê da źî welat tevda hate wêran u talan kirin.
De ez serê we u yê xwa nekim zebeś, źixwa tiśtê ku em bikarin bikin tun e.
Me her tiśt di dendika xwa da fetisandiye.
Helbet ewê śaxên ku źi vê dendikê derbikevin źî, siyaseta gundî bimeśînin, ewê bi dehan salan milletê kurd li pey menfetên tirkan bikin qurban.
Bila źî bikin, em ći bikin babam …

Welle di vê sala nu da bila hezretî Zerdeśt me źi hariyariya xwa mehrum nehêle.
Ya raśt neke źî heqqê wî ye.
Binêrin carekê, me zmanên xwa yên wekî śîr u śekir, welatê xwa yê derguśa hemî medeniyat u dînan haniya ći halî.
Ê ma anam babam kîźan hezret dikare vê aqilê me yê kundirkî qebul bike, hi?
Ev ne bes e, carê źî em hariyariyê źê dixwazin yaw.
Offf of, ez ê aniha bibêźim em kurd kurê kerê ne, lê brê min ez źî kurd im, ka hun bibêźin, ma ez ći xwaliyê li serê xwa bikim, śekirino?
Ê welle ći dibe bila bibe, divêt di vê sala nu ya «kurê kerê» da zmanê kurdî bi lez geś bibe u vî aqilê me yê ku qîmeta pîzaveke xerabe źî nake, bîne ser riya kurdbun u Kurdistan’a miqeddes.
Tabî hêviya min źi me kurdan tun e, dibe ku miśk, pisîk, berxik u beranên me vî karî safî bikin.


Ha ez hîro careke din sersala we ya germik u nermik pîroź dikim, de heta sala tê babam :D

 

Freitag, 30. Dezember 2011

De Bila Sersala We Ya 2012an Pîroź Bibe Yaw!


Ez ê hîro zêde drêź nekim.
Źi piśtî "ćend seetan" em ê bikevin sala nu.
Źixwa ev źî roźeke vilo ye, bibe źî dibe, nebe źî dibe yanî.
Lê em ći bikin, carê buye mode, millet dikeve nav psîkoloźiyeke kelecan.
Hindek kêfxwaś dibin.
Lê hindek źî xemgîn dibin.
Bi sedan u hezaran sebebên van kêfxwaśî u xemgîniyan hee ne.
Dibe ku hun aniha bibêźin, «ma li ba te ćiton e, cîgerim?».
Bawer bikin ku haya min qet źê tun e.
Ez nizanim ku kîźan hîs di min da ćêdibin.
Heger ez fikra xwa bibêźim, min qet eleqedar źî nake.
Dixwaze bila herro sersal yan źî paśsal bibe, siyar hatiye u peya źî terre.

Tabî di raśtiyê da serê salê li ba kurdan roźa 14an e, yanî du heftan paśê ye.
Mesela heta ku min roźa xwa ya ćêbunê derxist, min temamê źiyana xwa derbaz kir.
Mîna ku tê zanîn, li ba me kurdan ew edet tun e, roźbunan nanivîsînin.
Hema hema hemî źî di yekê meha yekan da yan źî di yekê meha duduyan da ćêbunne.
Ev źî baś e.
Qet nebe bi saya vê yekîtîya me kurdan ćêdibe yaw.
Dayika min digot, gava tu berbi sibehekê ćêbuyî, źinên li dor min gotî bunn «hîro yekê meha gulanê ye.».
Lê sal nedizaniya.
Tabî ez bi salan lii  duv vê ketim, źibo ku salê źî derbixim.
Lê dawiya dawîn pirsgirêkên min mezintir bunn.
Hîcar ew roźa ku wekî gerentî xuya dikir, ew źî źi destê min ću.
Tabî min berî śeś mehan carekê źi bavê xwa pirsiya u got, «ma we berê li gund kîźan teqwîm bi kar taniya?».
Wî źî got, «welle me hertiśt ligorî hêsaba xwa ya berê dikir.».
Yanî ligorî teqwîma me kurdan.
Hahooo, aha ew roźa 1ê gulanê źî wê demê ligel wê axaftina di telefonê da źi kîsa min ću.
Bi kurt u kurmancî, gava di teqwîma roźê da roź derbazî 14ê gulanê dibe, li ba me kurdan źî derbazî 1ê gulanê dibe.
Ê welle xerab źî nîn e, xwadê du roźbunan źî nake qismeta herkesî.
Tabî ez li ser roźbunên xwa yên resmî qet nasekinim, yan naaa, ewê ćend heb lê zêde bibin ellawekîl.

De ez sersala we ya nu, germik u nermik pîroź dikim yabo qurbanino.

Bila ev nusal bibe sala azadiya zmanê kurdî u Kurdistan’ê, ya hezretî Zerde
śt, ya AhuraMazda, ya xwadêêê, amîîîn :D

Tirk Him Me Dikuźin U Him Źî Zmanê Xwa Dixin Devê Me!


Gava ez hîro źi nav cilan rabum ser xwa, min di înternetê da nućeyên li ser qetlîema ciwanên kurd dîtinn.
Ez ê bićuma klînîkekê źibo wergerrê.
Min ću qendî seetekê wergerra xwa kir u hatim.
Źê pê va karekî min yê taybet tune bu.
Kêm-zêde min wexta xwa li malê derbaz kir.
Min digot ez dîsan hîro dest bi sporta xwa źî bikim.
Ev hefteyeke ku min navber dayî bu.
Źixwa tesîsên zanîngehê aniha heta roźa duśemê girtî ne.
Loma źî min got, ha firsend ev firsend e ez ćend roźan xwa bi têra xwa lii tiraliyê daynim.
Ê yanî min kir źî ellawekîl.

Ez dîsan werim ser nućeya vê komkuźiya li ser kurdan.
Bêguman heta ku kurd qedera xwa negirin destê xwa, źi kurdan ra ti rehetî tun e.
Ev hoyeke xwezayî ya herî esasî ye.
Kes hêśa didanê kesê din nikane hîs bike.
Lê tirk ne dixwazin hêśa me pićekî fam bikin u ne źî rehet disekinin.
Qewadên heram ha ha bi hemî derfetan dixwazin hêśa milletê kurd hezar carî zêdetir bikin, heta ku kurd di bin u nav da źi kerb u kederan bimirin.
Ev źî normal e.
Mêro lii menfeetên xwa difikirin.
Tabî tiśtê ku digel van bêbaviyên wan min pirr aciz dike, ew źî kêmaqiliya me kurdan e.
Her cara ku tirk bi lîstikeke bê namus dikevin xwîna kurdan, yekcar kurd di înternetê da ha ha nuće, nivîs, klîp u vîdyoyên bi zmanê wan tirkên qewad belav dikin.
Yanî tiśtê ku dewleta tirkan ti carî nekaniye bike, kurd di nav roźekê da dikin u îmana xwa dikin ćarox u berdidin ćolê.
Ez bawer dikim di roźekê da bi mîlyonan kurd van nuće, nivîs, klîp u vîdyoyan belav dikin, dixwînin, guhdar dikin u dîsan belav dikin.
Yanî di nav roźekê da bi mîlyonan kurd xwa asîmîle dikin, him źî li ser laśên miriyên xwa vê dikin.
Źiber ku buyer bi xwa pirr berbat in, zmanê ku digel van buyeran hatiye bi kar hanîn źî, tesîrên pirr kur li ser mêźiyê meriv dike, hema hun bibêźin careke din źê derxistin bê îmkan e.
Buyera ku ćêbuye meriv bi wî zmanî qeyd dike.
Yanî kurd digel miriyên xwa bi du cureyan trewmetîze dibin.
Yek bi ćêbuna vê qetlîema barbar.
Ya duduyan źî wekî alet bikaranîna zmanê tirkî yê ku mêźiyê kurdan tirkîze dike, ye.
Di bin van śertan da  tirk bi kevirekî du ćavên me derdixin.
Ev siyaset e, yan źî manîpulasiyon e, ći dibe bila bibe, dawiya dawîn yên ku dibin qurban, em kurdên bê mêźî ne.
Bi vê kertiyê źî em ê hîn pirrr bikin qîźźewîźź, heta ku zmanê kurdî bikeve gorna bavê xwa.
Źixwa źê pê va em ê bibin tirkên herî saxlem, êdî em bixwazin źî ewê destê xwa lii me nedin.
Ćima bidin ku?
Ma em źî tirk nîn in, qurban?  

Mittwoch, 28. Dezember 2011

Têkiliyên Di Facebook’ê Da U Xema Zmanê Min

Źiyan bi awayekî aram dimeśe u terre. 
Źiber ku vê heftê kes li klînîkê kar nake, bivêt nevêt ez źî kar nakim.
Di hewayê da ti guhartin ćênebu. Li dor pileya sifirê (0°) dićerixe u disekine. 
Min hîro źî ti tiśt nekir. Hema hema hemî wexta xwa li malê derbaz kir.
Min hîro wêneya bloga xwa źî guhart. 
De bila li ser xêrê bibe! Dibe ku ez di pêśeroźê da carcarinan biguherînim. 

Di Facebook’ê da ez hîro źi du komên cihê yên kurdên me derketim.
Du hevalên cihê ez lii van koman qeyd kirî bum.
Źixwa li ba komekê ez źi berî ćend roźan hatî bum qeyd kirin.
Mîna raśtiya me kurdan, komên me kurdan źî di nav destên kesên pirr ecêb da ne.
Dibe ku bi sedan komên kurdan di Facebook’ê da hee bibin.
Lê ez źi derî ćend heban yên din nas nakim.
Neketime nav wan źî.
Bêguman sebeba ketina min ya nav Facebook’ê u van koman źiber zmanê kurdî bu u hîn źî zmanê kurdî ye.
Ez bi hemî semîmiyeta xwa dibêźim, heger zmanê kurdî nebe, ez ê deqqekê źî di Facebook’ê da nemînim.
Ti baweriya min bii têkiliyên dîźîtel nayê u ez bawer nakim ku źi van têkiliyan tiśtekî xwaśik źî bihafire.
Helbet dibe ku ćend mînakên cihê źî hee bibin ellawekîl, lê pirr kêm e.
Di xwezaya însanan da mekana źiyaneke bi vî hawî tun e, yanî ez vê yekê di mahneya xwa ya biyoloźîk u psîkoloźîk da dibêźim.
Gava meriv tiśtekî źê digire, bi sedan tiśtan źî źi xwa dide.
Însan bi têkiliyên xwa yên takekesî tecrubeyên xwa dikin, di navbera xwa da nêzîkbun yan źî durketinekê ćêdikin.
Helbet di nav van têkiliyên yek bi yek da bi sedan, bi hezaran hestên me dikevin nav tevgerrê.
Tevgerrên ku em nizanin ći ne u ćiton diśuxulin.
Noyrolog ha ha li ser van miźaran dixebitin, źibo ku bikarin sîstema sînîrên di mêźîyên me da fam bikin.
Min di dokumentarekê da guhdarî kirî bu. Digotin, «dibe ku roźêkê em hemî sîstema sînîran fam bikin, lê źiber ku herkes di her rewśê da ligorî têgiśtina xwa u tecrubeyên xwa yên śexsî cihê tevdigerre, źi berê da rećeteyek nivîsîn, bê îmkan e.».
Loma źî ez dibêźim, tecrubeyên sosyelî yên di nav xwezayê da źibo herkesî sihettir u zerurî ne.
Źiber ku em bi mîlyonan salan di nav hoyên dayî yên xwezayê da pêk hatinne, ligorî van hoyan me xwa haniye vê astê.
Lewra źî, bila biźî źiyana xwezayî ya di nav xwezayê da, ihi.

Dienstag, 27. Dezember 2011

BLOGa Min Ya Bi Kurdî Ya Źi 03.12.2008an U Bi Vir Da

Giran giran berbi dawiya sala 2011an terrin.
Herre were ćend roź mann.
Li der hewa sar e. Lê hîn źî berf nebariya. Dibe ku heta sersalê berf dîsan were xezebê li ser me.
Vê heftê hêć kar u barê min źî tun e.
Yanî ez ê hemî wexta xwa li malê derbaz bikim.
Haaa, ez ê sibeh herim klînîkekê źibo wergerrê. Hîro telefonî min kirinn u pirsiyann. Min źî got «temam babam, ez ê werim ha.».

Divêt ez hîro pićekî li ser vê bloga xwa ya bi zmanê kurdî u feqîrok bisekinim.
Min di sala 2008an da, di vê mehê da dest bi bloga xwa kiriye.
Yanî kêm zêde di ser ra tam sê sal derbaz bunne yaw.
Tabî min carekê di vê navê da qendî salekê źî navberek daye.
Tiśt nabe.
Heta hîro min tam 294 gotar nivîsînne.
Bi nivîsa min ya hîro dibe tam 295.
Sernivîsa yekem ya ku min di 03.12.2008an da roźeke ćarśemê belav kiriye, weha buye:
«Ya Zerdeśt’ê Kal, De Bila Li Ser Xêrê Bibe!».
Paśê źî li bin vê sernivîsê tenê ev du hevok nivîsiyanne:
«Ez ê źî îro u pê va di vê bloga xwa da dest bi weśana nivîsên xwa bikim. Min berî ćend deqqan ev bloga źibo xwa ćêkir.».
Di ćend roźên paśê da min ćend heb gotar li ser Zerdeśt u nivîsa avesteyî weśandinne.

Ya raśt haya min di destpêka hêć źi tecrubeyeke weha tune bu.
Loma źî min nedizaniya ku ewê ev blog ćawan bimeśe.
Yanî ya min tenê xwa lii vê yekê carekê germ kirin bu.
Helbet daxwaza ku zmanê kurdî źî bikeve nav bazara me kurdên bê zman źî roleke sereke lîstî bu. Tabî kurdiyeke raśt u pêt ya xwadî prensîp.
Bêguman heger rewśa zmanê kurdî nebuya, ez bawer nakim ku min ê dest bi vê blogê bikira.
Heger min bikira źî min ê ev blog źibo tiśtekî din bi kar bîniya.
Dibe ku di warê hunerê da, yanî li ser wênekêśiyê min tiśtek bikira, tevî ku ez hêć wêneyan nagirim źî.
Bi telaq, ez qet nizanim ku min ê ći u ćiton bikira.
Ê ći dibe bila bibe, min ev feqîrxaneya xwa heta hîro haniye.
Ka em carekê lê binêrin ewê heta kengê li ser riya xwa hilo germik u nermik bimeśe yaw.

Sonntag, 25. Dezember 2011

Roźeke Bi Ćeźna Paskalyayê

Źi doh va ye hewa pićekî sartir buye.
Lê ne baran u ne źî berf dibare. Berfa heeyî źî źiber barana źi berî ćar roźan tevda helliya u ću.

Doh ćeźna paskalyayê hee bu li welatên xristiyan. Hîro źî didome. Tabî di raśtiyê da ev roźbuna Mithra ye, yanî xwadêyê xelkê arî Mithra. Heta berbelavbuna îslamê li Kurdsitan’ê ev roźbuna Mithra dihate pîroź kirin. Paśê tenê wekî motîf di kultura me da maa ...
Źiber ku tevrunera min ya berê Maura u malbata wê ez dawet kirî bum, ez ćum Zug’ê.
Ez di 16:30an da ćum mala hevalê Maura’yê Jonathan.
Li ba pirtukxaneya baźarê Zürich’ê rudine. Hema hun bibêźin di navika baźêr da cî buye mêro.
Gava ez ćum u ketim hundir, Jonathan got, «yaw em ê pićekî dereng herrin, hîn li malê her tiśt amade nebunne.».
Min źî got, temam babam.
Źiber ku mêro di televîziyonê da bi lîstikeke proxrem kirî dilîst, em dîsan ketinn ber televîziyonê.
Proxremeke «śer» bu.
Helbet ez heta aniha źî hêć nelîstî bum.
Cara yekem e ku Jonathan nîśanî min daa.
Lê babam aleta di destê min da serê min tevlihev kir.
Kontrolkirina du dîreksiyonan, deh biśkokên din źibo min pirr zor bu. Yanî tecrube sifir bu dînime îmanime.
Tabî źiber ku miźara proxremê śer u terorîzm bu di nav baźêr da – u em źî leśkerên baś bunn -, min ha ha hevalên xwa kuśtinn.
Bi telaq qet sucê min tune bu. Mêro ha ha berbi pêś da dibeziyan u dibunn nîśangeha gulleyên min yên serserî.
Lê Jonathan dawiya dawîn em źi nav tunêla erdê derxistinn ser erdê.
Hîcar me mêze kir ku ha ev e em di nav metroyên Londre’yê da bunne.
Hîn em li ser kolanê bunn ku dîsan teqînek li pêś me ćêbu.
Tabî me u leśkerên me, me bi lez bala xwa daa wê hêlê u bi ser erebeya ku teqiya bu da beziyan...

Min dîsan drêź kir u ću yaw ...

Paśê ez u Jonathan bi erebeya wî ćunn mala bavê Maura’yê.
Ez dibêźim seet li dor śeśan bu.
Aperoyek amade kirî bunn. Heta seet heftan em pićekî bi hevdu ra peyîviyann.
Paśê li dor masê runiśtinn u me dest bi xwarina xwa kir.
Gelek ćure gośt hee bunn. Gośtê mirîśkan, berxikan, dewar, golik, masî u her wekî din.
Heta seet 23:30an ez li wir bum.
Paśê diya Maura’yê Regula ez bi erebê heta stesyona trênê hanîm.
Gava ez hatim malê, seet hema hema bubu 01:00.
U loma źî min doh tiśtek nenivîsiya lo.

Samstag, 24. Dezember 2011

Lotika Li Ser Zmanê Kurdî Ya Di Facebook’ê Da -2-

Hîro hewa ne xerab bu.
Her ćendî hewa girtî bubu źî, śilî u baran tune bu.
Loma źî roźeke baś bu.
Karê min yê hîro tenê seetek wergerr bu li klînîkê.
Paśê ćum sportê.
Haaa, hîro her husan roźbuna hevala min Jani bu, yanî keća cîrana min Janni ya ku hîro kete heft saliya xwa. Loma źî ćum daweta wê źibo ćend seetan.
Ev śeś sal in ku em du hevalên temam in ellawekîl. Lê gava ez Janni hêrs dixim, yekcar min terk dike u êdî naxwaze min bibîne.
Welle ći dibe bila bibe, em hindî xwiyên hevdu baś nas dikin. Her weha hemî malbat u xizmên wê źî vê dizanin u loma ha ha henekên xwa bii me dikin u dikennin... :D

Drêź nekim, ez dîsan vegerrim ser miźara xwa ya doh.
Ez ê dîsan li śuna ku mayî bum berdewam bikim anam babam...

M. Yildiz:

«Tiştê ku te di şandina berê de got, rast e.
Lê, Kekê Beghyani Shadi Sharin, gere em jî nebên, madem wiha ye,
gere em jî wiha bikin. Ji bona ku giş ker û bêfam in, gere em jî wiha bin?

Ku em jî mîna wan kesan bin, vê çi firqa me hebe??
û di vê navberê de, ev qet sûcê diz tuneye??».

Ez:

«Na naaa, ti sucê „dizz“ tun e, dizz dizziya xwa dike, yanî ev kar u barê wî ye.
Her weha di xwezayê da ti qanun tun e ku vê yekê źê ra berbirr/qedexe źî bike.
Xweza bi xwa li ser vê esasê ćêbuye.
Bêyî vê yekê xweza nikane hee bibe, yanî śerê di nav xwezayê da dibe sebeb ku źiyan źê bihafire.
Ma gava śêr bii gamêśekî digire, źi vê normaltir ći hee ye?
Em źî eynî tirśik in.
Ev ćîroka „însanetî, heq u huquq“ derewekî herî bê namus e u di siyasetê da herkes ligorî xwa vê yekê bi kar tîne.

Loma źî ćavkê mino, xalê Mehmet Ozer'o, gotina „ma qet sucê dizz tun e?“, min tenê dike dîn u berdide ćolê.
Kesên xwadî aqil bi van zirt u virtan wextê xwa derbaz nakin, raśtiyê dibînin u ligorî wê źî dikevin nav tevgerrê.
Heqqê tirkan e ku me bikuźin, źibo ku pêśeroźa xwa bixin bin gerentiyê.
U xwezayê bi berbirrkeke/qanuneke taybet źi me ra berbirr/qedexe nekiriye ku em źî heman tiśtî lii wan nekin.
Hindî yan ewê xwadê bide wan yan źî bide me feqîrokên xwa yên zikbirćî.».

M. Yildiz:

«Lê, ser çava û li ser seran, û tu rast dibêjî di wan herdu şandiyên xwe yên dawî de.
Lê dîsa jî ku facebooka zimannasekî mîna te bi Almanî dibînim, ez dîn dibim :)
ev qey ket xatirê me tuneye?
Min hesabê hevalên xwe giş kir bi Kurdî, û ji tirsê be jî vê wiha bimîne :)».

Ez:

«Axxx ax xalo, her cara ku ev kêmasiyên di Facebook'ê da tên ber ćavên min, sînîrên min źi niśkê va radibin erśa xwadê.
Gava meriv xeletiyên weha dibîne, bixwaze nexwaze ev di serê meriv da cî dibin u paśê digel bikaranîna zmên derdikevin holê u meriv pê aciz dikin.
Lê ez dibêźim heta ku ez bigêźim pileyekê, ez źî wekî herkesî di nav gelek kêmasiyên ra derbaz bum.
Vê gavê ez dibêźim heqqê min nî ye ku ez bêheqqiyekî wilo lii xwa bikim u dîsan xwa bînim u bixim nav wê cîhana tevliheviyê.
Bila hindî vê berpirsiyariyê kesên ku nu dest bi kurdî dikin, bigirin ser xwa.».

Freitag, 23. Dezember 2011

Lotika Li Ser Zmanê Kurdî Ya Di Facebook’ê Da -1-

Hîro baranê qet navber neda, ha ha bariya.
Hîn źî dibare. Heger raśt bibe, ewê heta sibeh berdewam bike.
Loma źî min hîro li der ti tiśt nekir.

Ez dixwazim li ser ćend śîroveyên min u yên hevalekî yên di Facebook’ê da bisekinim.
Tabî me ćend caran śîrove kirinn, loma źî pićekî drêź e, lê ez ê hîro hemiyan neweśînim.
Źixwa hun ê meselê fam bikin, gava we ev śîrove xwandinn.
Hevalê Mehmet Yildiz di bin nivîseke min ya koma „zimanê kurdî“ da ev śîrove kiriye:

M. Yildiz (ez destê xwa nadim zmanê wî):

«Hevalê me yê germik û nermik Beghyani Shadi Sharin, ev çi hal e :)
https://graph.facebook.com/100002611285611
Anam, babam û herdu çavê min, welle wiha nabe
:)».
Not: Di bin vê lînkê da kekê me zmanê ku ez di profîla xwa da bi kar tînim, dîtiye, loma ye ev lînk :D.

Ez:

«Śekiro, canim cîgerim, eśqim, heyatim, min źi berî du roźan kir elmenî, êdî ez nikarim tehemulî wergerra kurdî bikim, ne ez źi kurdiya facebook'a germik u nermik tiśtekî fam dikim u ne źî ew źi min tiśtekî fam dike qurban, ihi :D».
«Kuro tu Qomser Qolombo yî ći yî yaw, weyyy :-)».

M. Yildiz:

«Welle me înda dest bi sîxurtiyê jî kiriye :)
Heta ku her kes bi Kurdî facebooka xwe bikarbîne vê berdewam bike ;)».

«Yaw wa te hê jî neguhertiye ha :)
Yaw de were zimanê şîrîn, zimanê 'eşk û evînê, zimanê bihevşabûnê :)
De were babam,
De were ikigozim,
De were çavreş im :)».

Ez:

«Na cîgerim, êdî ez źi wergerra kurdî pirr aciz bume, ez ne dikim kurdî u ne źî filan u fistix.».

M. Yildiz:

«Çavê min, şûna ku jê aciz dibî, alî me bikî vê ne çêtir be :)».

Ez:

«Ê canim cîgerim ez ćiton bibim hariyar yaw, divêt hemî tiśt źi nu va di nav ćavan ra werin derbaz kirin lo, waweylêêê :)
Bi telaq ev rêzman bi vî hawî nabe.
Law babam ez źi berî du salan źiber ku Facebook'a bi kurdî źî hee bibe, ketim nav Facebook'ê, aniha źî dîsan źiber kurdî źi Facebook'a bi kurdî derdikevim ellawekîl :)
Ći îroniyeke bê mentiq e, ne wilo?
Him źî tam di vê kêliyê da ćavkê mino :(».

M. Yildiz:

«Wekî ku tu jî zanî, wergerên me hemû ji alî hackerên faşîst ve hatin xerakirin. Facebook jî yekcar wergerandinê bi dawî anî û werger salek û nîv bi wî halê xwe ma.

Lê, ez çi bêjim, hemû Kurd, ji xwe re li bahaneyek digere ku Facebooka xwe bi Kurdî bikarnîne.

Ji ber ku ez ji virê milet aciz bûm min jî vê graph ê dit û rûreşiya milet derxist holê.

Mijarek din jî, gere em vî bidin ber çavê xwe ku Facebook Li gorî çend zimanên mezin wergerên xwe û transtext ê xwe amade dike û zimanên din jî li gorî van rast an şaş wergerandinê xwe dike.

Gelek tişt hene ku em bi şeş heft teqleyan wergerînin. (Mînak: îzafe û tewange)

înca tu dibêjî çênabûye, ku herkes bireve, û çend kes bimîne ev kar jî encax ewqas dimeşe û hevalên me karekî gelek delal jî derxistine holê.

Lê, gorî ku dibînim Kurdî ne xema kesî ye. :(((».

Ez:

«Xalê Mehmet, źixwa her tiśtê me seqet e.
Hemî dezgehên me bi zmanê tirkî roźa xwa derbaz dikin.
Ez bawer nakim ku em di vî warî da serbikevin.
Yê me hewldanên bêćaretiyê ne ku em ha ha wekî takekes xwa didirrînin.
Lê źibo kê u źibo chi?
Heta ku di derbarê zmanê kurdî da „siyaseteke mîllî“ nehêt ava kirin, bi nermî yan źî zorî, u ev siyaset di źiyanê da danekeve ser kolanan, ti śens tun e.
Binêre, du mîlyon însanan dengê xwa dann BDPê. Ka ev hevalên me yên pirr siyasî?
Ćima kurdî bi kar nayînin?
Însan hertim berê xwa didin berbi yê baśtir, xwaśiktir, rehettir. Yanî ev psîxoloźî ye u ev psîxoloźî źî ligorî śertên xwa yên esasî kar dike...
Yanî psîxoloźiya me bi vî hawî kar dike, ne giring e ku em ći difikirin yan źî ći dixwazin.
Li Amed'ê millet bi tirkî xwa rehettir hîs dike, ćima?
Binêre, siyaset źî hee ye.
Lê ev siyaseta heeyî nikane qesî gramekê źî li ser psîxolozhiya me tesîrê bike, yanî vala ye.
Źiber ku me „zman u kultur“a xwa nedaye milletê xwa, loma.
Me zmanê tirkan lii kurdan daye śîrîn kirin...

Ya min, min heta vê roźê źî temamê źiyana xwa di ber vî zmanî ra derbaz kiriye, lê ez ê źi aniha u pê va źî vê bikim.
Ez vê źibo kurdên ku bunne tirkćî nakim, ez vê yekê źibo xwa dikim u vê wekî mîsyona xwa ya dîrokî źî dibînim...

Helbet ez źi te baś fam dikim.
Ći dibêźin, heger ez śaś nebim, dibêźin „herkes misteheqê xwa dibîne“.
Aha em kurd źî bunne ev ziqqim u źehr.
Em bi xwa ći ne, siyasetmedarên me źî ew in; yanî ew siyasetmedar bi xwa ći ne, em źî ew in.».

Mittwoch, 21. Dezember 2011

Vegotina KCKê U Zmanê Kurdî Yê Feqîrok

Aniha hîn źî li der berf dibare.
Di nav roźê da zêde nebariya.
Źi berî nîv seetî źi gerra xwa ya hêvarê vegerriyam malê.
Tabî pićekî śil źî bum.
Tevî vê źî hewa ewqes sar nî ye.

Min di nućeyan da vegotinên Murat Karayilan yên dawiyê xwandinn.
Bi taybetî źî vegotinên wî yên di derbarê zmanê kurdî da tiśtekî nu bu.
Helbet ev vegotinên bi zmanê kurdî va girêdayî źî di nav gelek miźarên din yên siyasî da hatî bunn zimên.
Loma źî vê yekê pićekî bêhna min teng kir.
Źiber ku meseleya zmanê kurdî ne tiśtekî taktîk u roźane ye, ev mesele cewhera esasî ya milletê kurd e.
Bi dêhna min qet ćênabe ku meriv di vê bareyê/miźarê da sivik tevbigerre.
Tabî vegotinên Murad’ê me bi tevayî raśt in u divêt xwadîtî lii van gotinan were kirin.
Helbet ez bi temamî nizanim, ka bi raśtî źî haya PKKê źi giringiya vê yekê hee ye yan na.
Heta vê demê gelek tiśt hatinn gotin, lê di pratîkê da ti gotinek źî nehate pêk hanîn.
Hîn źî di nav komeleyên me da millet ha ha bi tirkî dipeyîve.
Ne tenê millet, her weha birêvabirên komeleyan hemî ćalakiyên xwa źî bi tirkî dikin.
Di nav meśan da hîn źî li ser kolanên Ewrupê bi zmanê tirkên qewad ewrupiyan aciz dikin.
Źixwa źi vê ehmeqtir kes nikane bibe.
Ewrupiyên ku tenê peyveke bi tirkî źî fam nakin, li hemberî van kertiyên me kurdan śaśo-maśo dibin, diqehirin, źi me nefret dikin.
Carinan gava ez bi nasên xwa yên ewrupî ra dipeyîvim, źi min ra dibêźin, «min filan roźê kurd li filan ciyî dîtinn – bawer dikim ku ew kurd bunn -, lê min ti tiśt fam nekir, ma haya te źê hee ye, mesele ći ye?».
Bi raśtî źî rewś weha ye, min bi dehan caran źi ewrupiyan ev hevok bihistiye.
Tabî ev kurdên me zmanê kurdî hêć nayînên bîra xwa.
Yanî tevgerra milletê kurd di nav van komeleyan da bi temamî di destên kêmaqilan da buye bexdenus u ćuye.
Ez dîsan źi mesela xwa ya esasî dur ketim yaw.
Murad’ê me weha dibêźe:
«Lê min bihîst ku hindek girtiyan him bi kurdî him źî bi tirkî parastina xwa kiriye. Niha ev nermbunek e u ne raśt e. Ger te bi kurdî parastina xwa amade kirî bibe, hingê ćima tu bi tirkî źî dikî? Ev yek metoda kunkirina helwest u sekinê ye. Pêśniyaza me ew e, divêt ev yek bi awayekî bê sereraśt kirin.».
Bêguman hiśyariya Murad’ê me źi sedî sed raśt e.
Tirk bi van lîstikan dixwazin îradeya ku źibo zmanê kurdî derketiye, «kun bikin».
Yanî qewadên heram dixwazin giran bi giran kurdan dîsan «lii zmanê tirkî germ bikin».
Bi psîxoloźiya meriv dilîzin. Kesê ku hîro bi herdu zmanan qebul kiriye, ewê bê him u gim sibeh źî tenê zmanê tirkî qebul bike.
Źiber ku vî kesî ti carî giringiya prensîbên esasî fam nekiriye.
Psîxoloźiya meriv pirr elastîk e, dikare bi hezar śiklan, bi mîlyon śiklan xwa biguherîne.
Ya ku hêz dide meriv daku meriv bikare li źiyanê bimîne u tehlukeyên herî mezin bê zirar u ziyan derbaz bike źî, ev hêz bi xwa ye.
Lê li hêla din źî dikare bibe têkćuna meriv, heger meriv bi vê yekê bi zanetî tevnegerre.
Tiśtê ku di nav xwezayê da derfetên mezin źibo me dide, dibe ku dawiya me źî bîne, loma, qurbanino.

Montag, 19. Dezember 2011

Zmanê Kurdî U Smaîl Beśîkćî

Gava ez vê sibehê źi nav cilan rabum ser xwa, min dît ku ha li der berf zêde buye.
Heta nîvroyê carinan bariya u carinan birriya.
Lê piśtî nîvroyê hema hema qet nebariya.
Bi ya min bibe, heta necemide, ti mesele źibo min nî ye.

Źi berî demeke kind min di nav nućeyan da di derbarê xoce Smaîl Beśîkćî da haydariyek xwand.
Tê gotin ku ewê Smaîl Beśîkćî li ba dezgehên BDPê dersan bide.
Bêguman li hêlekê ez pê kêfxwaś bum u li hêlekê źî pićekî pê hêśiyam.
Kekê me Smaîl Beśîkćî tevayiya źiyana xwa di ber kurdan ra di gîrtîgehan da derbaz kiriye.
Źiber kurdan pirr zilm u zordarî źi dewleta tirkan dîtiye.
Vî merivê hêźa lawubaliya kurdan ya li hemberî zmanê kurdî her u her bi hiśkî rexne kiriye.
Hertim bi întînayeke hessas asîmîlasiyona ku di nav kurdan da bi ćargavî belav dibe, xistiye roźevê.
Helbet di sêrî da źî berên tîrên xwa daye partiyên kurdan yên ku di vê meselê da bi xemsarî tevdigerrin u xizmeta asîmîlasiyonê dikin.
Yanî kekê me Smaîl Bêśîkćî bi sebir u rik li ser vê miźarê pirr sekiniye, tilliya xwa lii vê birîna me ya xedar daye u hîn źî dide.
Bêguman ev hemî źî hêźayî teqdîrê ne.
Wî di ćavên me yên kurdên kurdîperest da bêtir mezin dike.
Źiber ku kurdbun bêyî zmanê kurdî nikane hee bibe, nikane mewcudiyeta xwa biparêze, loma źî xwadî lii gotinên wî derketin, tiśtekî zerurî ye.
Min bi xwa źî carekê lêkolîneke xwa dîyarî wî kirî bu.
Helbet ez vê dîsan dikarim bikim, xwadî lii wî derketim, wezîfeye min ya kurdbunê ye.
Lêêê …
Ez dîsan werim ser wê nućeyê.
Bêguman kekê me Smaîl Beśîkćî ewê dersên xwa bi zmanê tirkî bide.
Yanî ewê xizmeta asîmîlasiyonê bike.
Ez carinan lii vê bêbextiya me difikirim u dibêźim, tevî ku kekê me hemî źiyana xwa di ber kurdan ra daye źî, ćima hiynî zmanê kurdî nebuye?
Tiśtekî pirr-pirr sosret e ellawekîl.
Drêź nekim, min rabu li bin wê nućeyê ev śîrove kir:

«Ma bi tirkî?
Welle ev źî îroniyeke mezin e.
Kekê me „Smaîl Dergushvan“ ewqas li diźî asîmîlasiyona zmanê kurdî derketiye, rexneyên gelekî bi heq lii me kurdan kiriye, lê hîcar bi xwa źî vê yekê pêk tîne.
Loma źî ez bi tundî xalê me rexne dikim.
Tiśtê ku meriv bi xwa rexne dike, divêt bi xwa neke, ligorî min ev tenê treźediyek e.».

Êêê, ligorî we ći ye yabo qurbanino, hi, ći ye?

Sonntag, 18. Dezember 2011

Daxwaza Avakirina Televîziyonekê Ya Dewleta Swêd’ê Li Kurdistan’ê

Ha ev e li der berfeke spî u nazik xwa lii ba dike u dikeve ser erda sar.
Źiber ku hewa van roźan bêtir sar e, ez nema derdikevim der.
Lê tabî roźa duśemê tê u kar u bar źî li benda min e, …
Ez dibêźim ez ê hîśev źî herrim gerra xwa ya nîvê śevê.
Lê źibo vê źî divêt nebare. Hîn wext hee ye, dibe ku bibirre paśê.

Min źi berî du roźan di nućeyekê da tiśtekî balkêś xwandî bu.
Ligorî ragiyandinê, dewleta Swêd’ê daxwaza ku vê havînê televîziyonekê li Kurdistan’ê bixe nav weśanê u pê dest bi rêklaman bike, dikiriye.
Welle ez we nizanim, lê ez bi xwa pê pirr kêfxwaś bum.
Źixwa quwelîteya weśangeriya me kurdan pirr berbat e.
Em bi ti hawî nikarin medyayê bi źîrî źibo berźewendiyên xwa yên mîllî bi kar bînin.
Wekî her tiśtê me yê din, ev medya źî di nav destên gundiyan da maye, qey mêro dibêźin bi tevî zirt u virtên bê mahne ewê reqebetiyê bikin.
Tew tew tewww!
Xelkê alemê hema hun bibêźin di dezgehên xwa da merivên bi mêźî u wekî gur perwerde dikin – him źî bi salan –, lê rebenokên me yên źi dema neolîtîkê mayî dixwazin bi darik u keviran bigêźin erśa xwadê.
Heylooo, mêro źibo xatirê xwadê nikarin carê bêhnekê bidin zmanê xwa yê li ber mirinê, rabunne bi meseleyên źi beźina wan berztir miźul dibin.
De hîcar hun bibêźin lo, kesên ku nikanin milkê di mala xwa biparêzin, ewê ćawan yê li hewśê biparêzin yabo qurbanino, hi?

Tewî ku ez pićekî źi bareya/miźara xwa durketim źî, ez hêvî dikim ku swêdî bi texnîka xwa ya pêśketî werin Kurdistan’ê u serên kurdên me źî pićekî dezenfekte bikin.
Bêguman heger kurd bi źîrî tevbigerrin, îmkana me ya ku hariyariya hemî dinê bigirin, hee ye.
Lê nikarin.
De hun carê herrin komaleyên me, hey hezar u yek carî bila tofana Nuh Nebî lii me bixe u hew babam!
Law meriv di van komaleyan da her tiśtî dibîne, lê zman, kultur u êqil meriv hew dibîne.
Her tiśt di nav destên śexsiyetên „tirkćî“ da rezîl buye u ćuye.
Loma ye ku em li Ewrupê nikarin di nav van civakan da bigêźin ciyekî maqul u berźewendiyên xwa biparêzin.
Nifśê nu hema hun bibêźin av bi av ćuye.
De hîcar em ê źi pêśeroźa me ya ku źi aniha va diyar e, ći bipên yaw, weyyy?

Samstag, 17. Dezember 2011

Kurdinooo, Facebook’a Bi Kurdî Źî Dibe Mazî!

Tevî ku roźa min aram derbaz bu źî, hewayê zêde aramî neda.
Źi doh va ye ku carê dibare u carê disekine.
Her husan bêê/baayî źî bendên xwa bizdandiye u ha ha li derudorê dide.
Kafiro, etmosferê bii ser me da diheźîne.

Hîro di înternetê da nućeya ku ewê Facebook zmanê kurdî źi lîsteya xwa derbixe, belav bu.
Ći treźediyeke bê hempa ye ne wilo?
Pêncî mîlyon kurd hee bibin u dewpênc hezar kesên ku zmanê kurdî bi kar bînin, tune bibin.
Dewpênc hezar, yanî heźmara ćend gundan yan źî ya navćeyeke kurdan dike.
Bi mîlyonan kurd Facebook’ê bi kar tînin.
Lê ew kurdên bi mîlyonan źiber vê yekê hêć aciz źî nabin.
Di dilê wan da źibo zmanê kal u bavan qendî gremekê źî cî tun e.
Bêyî ku hêśeke pirr nermik źî di wan da ćêbibe, tevda źî zmanên diźminên qewmê xwa bi kar tînin.
Ew pê ra bê pîvan serbilind źî dibin, xwa di nav modernîteya dîźîtel da pê sermest dikin.
Ya raśt baśtir e ku ez serê xwa bi kurdên hilo ra hêć nehêśînim.
Diźminan kabê xwa pirr baś lii heyśt eźdadê me xistinne.
Suc sucê me ye ellawekîl.
Źixwa diźmin diźmin in, mêro karê xwa dikin. Źi vê normeltir di xwezayê da tiśtek źî tun e.
Lê babam ma ev kurdên me, partiyên me yên ku ha ha xwa didirrînin u temsîldariya milletê kurd źi kesî ra nahêlin, sucdarên herî bê bext nîn in, hi?
Bi salan e ku zmanê tirkan, ereban u farsan di nav milletê kurd da meśru kirinn źibo «bratî u pismamtiya bê namus», ev zman lii kurdan dann hez kirin, yanî mentelîte u kultura diźminê qewmê xwa di mêźiyên kurdan da śun kirinn.
Êêê, aniha ćima kurd li śuna kurdî ranebibin zmanê diźminê xwa bi kar neyînin babam, ćima?
Źixwa quwelîteya wergerrên kurdî ewqas berbat in ku, meriv źê tiśtekî fam nake.
Bêguman wergerra Facebook’ê ya bi kurdî ewqas berbat e ku, hema hun bibêźin serê meriv tam dike zirne.
Tabî dibe ku hun bibêźin derfet u filan u fistan nî ye lo, weyyy.
Na naaa, ev dereweke kurdan ya heram e.
Kurdên ku źibo her tiśtî peran dibînin źî, ćima źibo zmanê xwa yê li ber mirinê nabînin?
Zmanê kurdî tekane aleta biyoloźîk e ku dikare kurdan źi mirinê xelas bike…
Zmanê kurdî tekane aleta biyoloźîk e ku dikane Kurdistan’ê źi handabunê riźgar bike…
Zmanê kurdî tekane aleta biyoloźîk e ku dikare him li ćar perćeyên Kurdistan’ê u him źî li seranserê ćîhanê yekîtiya kurdan ćêbike…
Hîcar ćawan dibe ku siyaseteke me ya mîllî u yekdengî di derbarê zmanê kurdî da tune bibe, ćawan yaw?
Ez dixwazim careke din bi dengekî berz vê bibêźim: «Źi siyasetmedarên kurdan bêtir ti kes nikane bê namustir u diźminê zman u milletê kurd bibe, ihi.».

Mittwoch, 14. Dezember 2011

Pêwistiya Zmanê Kurdî Bi Śoreśeke Aniha Hee Ye

Hîro źî hewa wekî doh bu.
Lê dîsan źî hîro pićekî germtir bu. Di meteoyê da neh pile (9°) hatiye dayîn.
Tabî ev źî ligorî vê meha zivistanê gelekî zêde ye.
Lê dusibe ewê heta lii ser sifirê dabikeve dibêźin.

Min hîro qendî ćar seetan wergerr kir.
Tevî ku pićekî dereng bibu źî, di seet śeś u nîvan da ćum sportê.
Yanî min hindekî canê xwa nerm kir u hatim ellawekîl.

Min di nućeyan da tiśtekî ku bala min bikiśîne, nediy.
Loma źî ez dixwazim hîro śîroveyeke xwa ya di amidakurd.com’ê da ya ku min źi berî du salan kirî bu, li vir biweśînim.
Min ew śîroveya xwa hingê źiber vegotinên Bozan Tekîn yên ku wî li Qendîl’ê di derbarê zmanê kurdî da kirî bunn, nivîsiya bu.
Aha ev śîroveya min ya wê demê:

«Bêguman birêz Bozan Tekîn di vegotin u rexneyên xwa da heta tîp u noxteya dawiyê raśt e u xwadî maf e. Divêt kurd van gotinan pirr cîddî bigirin u bi roźan u śevan li ser bifikirin u ćeftiyên xwa yên dîrokî yên herî kambax bibînin.

Raśt e, kurd di warê siyasî da źi berê bêtir pêśta ćunne, lê di warê zmên (u ćand) da źî bi sedan car paśta ćunne, źi tirkan bêtir zman-tirk in, ćand-tirk in. Tiśtê ku bi zanetî u zordarî lii kurdan hatiye kirin, kurd kirinne mubtela u hêdî ne kurd dixwazin van bavêźin u ne źî dikarin biguherînin u wegerrin ser mîlliyeta xwa ya qedîm.

Di raśtiyê da ti problema dewleta tirk bi kurdbuna me ra tun e (ev li her derê cîhanê weha ye, yanî tevgerreke xwezayî ya gerdunî ye di psîxoloźiya mirov da). Problema dewleta tirk „zmanê kurdî“ ye. Ew źî baś dizanin ku bi kuśtina zmanê kurdî ewê ti xeternakî źibo tirkan nemîne. Her ćendî kurd źibo demekê hindek daxwazên siyasî bikin u li ber xwa bidin źî, ewê nekarin źibo demeke dirêź heebuna xwa ya mîllî îspat bikin, ewê bihelin bibin tirkên herî tirkperest.

Di xwezayê da henek tun in. Xweza qîma xwe bi henekan źî nayîne. Pirr cîddî tevdigerre. Xweza tenê prensîbên xwezayî nas dike. Xweza îdeoloźiyên ku mirov dihafirînin źî nas nake. Ev luksa xwa źî tun e. Źiber ku pêwîstiya ti însanî u heywanî bi teoriyên abstrakt tun e. Źibo her heywanî u însanî hestyariya wî ya bi der u dora wî ra pirr girîng e (źiber ku zman li berevaźî heywanên din ligel mirovan pergala herî muhîm ya heebunê ye, źibo ku mirov di vî śerê heebun u tunebunê da bikare heebuna xwa îspat bike, nekeve bin u nebe mazî).

Roźa ku dewleta tirkan hêviya xwa źi mirina zmanê kurdî birriya, ewê wê roźê źî mafên milletê kurd yên mîllî nas bike.

Lewra kurd meźbur in ku heebuna „zimanê kurdî“ ya di nav źiyanê da îspat bikin. Roź bi roź śun lii zmanê tirkan tirkî teng bikin, tirkî bi lez u bezeke bê emsal tarumar bikin (ew zmanê kuźer yê zmanê kurdî u milletê kurd e!). Di nav ti saziyeke xwa da bi kar neyînin, qedexeyeke pirr tuź ya kevineśopiyî di nav civakê da bidin runiśtandin.
... Bi siyaseta gundî ya herî qeśmer: „Bila zmanê tirkî bibe zmanê sereke yê li herêmê u Tirkiye’yê.“, hêviya dewleta tirkan ya ku tirkî lii kurdan bide qebul kirin u vî śerî bi vî hawî deh salên din bide berdewam kirin, gurrtir u geśtir dike. Ne heddê mirovekî kurd e ku wekî berdevkê tirkên niźatperest bipeyîve. Her roźa ku derbaz dibe u terre, źi kîsa zmanê milletê kurd handa dibe. Roźa ku zmanê tirkî xwa li Kurdistan'ê firehtir neke, zmanê kurdî neguviśe u nekuźe, heźmara kesên kurdîbêź bi deh hezaran kêmtir neke, tun e. Dewleta tirk źî vê yekê gelekî baś dizane u loma źî hemî hêvî u daxwaziyên xwa bi derbazbuna vê pêvaźoyê va girêdaye. Ya raśt mirov rewśa zmanê kurdî ya źi piśtî pênc salan naxwaze bîne ber ćavên xwa źî. Ne wext u ne źî śensa zmanê kurdî zêde maye. Lewra źibo zmanê kurdî „śoreśeke śevîn“ ya ku roźa din li her ciyî kurdî bi kar tîne u hemî dezgehên bi tirkî źi bin va hildiweśîne, hee ye.

Divêt kurd vê yekê pirr heśkere di nav raya kurd ya giśtî da daćikînin u bibêzhin:

„Di siyasetê da em dikarin li ser gelek miźaran bi hevdu ra mineqeśe bikin, lê belê qet u qet u heta hetayê źî zmanê kurdî ti carî nakin miźara mineqeśeyan u bernadin ku bibe mineqeśe źî. Kesê ku dixwaze vê yekê bike źî, hîn źi diya xwa ćênebuye u ewê qet ćê-ne-be źî!“.
U, noxte!»

Welle hemî nivîsa min ev bu babam.

Dienstag, 13. Dezember 2011

Aha Źi We Ra Îlana «Dewleta Kurdistan’ê» Lo :)

Hîro hewa ewćendî berbat nebu.
Him bi ewr, him bi śilî u him źî bi rooź/tav bu.
Min hîro qendî pênc seetan wergerr kir li klînîkê.

Nućeya hîro źibo min pirr balkêś bu ellawekîl.
Di nućeyekê da dihat gotin ku ewê vê bihara tê di newrozê da serokatiya Kurdistan’a baśur Mesut Barzanî dewleta kurd îlan bike.

Ya staaar, de were rehmê u pariyek erd bide me kurdên feqîrok źî babam, weyyy :)

Ligorî ragiyandinê ćend perlementerên ereb yên li Bexda’yê ev vegotin bi tundî śermezar kirinne.
Ereb e, helbet ewdê bike.
Her gavê ku źibo milletê kurd îmkaneke pićuk dihafirîne, xewn u xeyalên wan qewadan direvîne.
Ew źi me baśtir dizanin azatbuna Kurdistan’ê źibo wan ewdê ći bi xwa ra bîne.

Di vê nućeyê da tê gotin ku dewleta Ênglistan u Frense’yê źî źibo îlankirina Kurdistan'a azat soz danne kurdên baśur.
Lê ez bi taybetî źî li benda bêbaviyên tirkan im vê gavê.
Bêguman tirk ewê dest źi vê yekê bernedin.

Tabî ez raśtî yan źî derewiya vê nućeyê nikanim źi sedî sed pesend bikim.
Min di «avestakurd»ê da xwand.
Lê wekî gelek tiśtên din di derbarê vê nućeyê da źî hêć baweriya min bii van camêran nayê.
Źiber ku malpereke pirr-pirr bê kultur e, ne nuće u ne źî gotarên di vê malperê da têne xwandin.
Tabî meseleya herî bingehîn bi.kar.hanîna zmanê kurdî ya berbat u rezîl e.
Her husan gava meriv tê da nivîsan dixwîne, meriv bê him u gim dibîne ku di nav kesên amedekar da ti kesê ku bikare bi vî karî ser bikeve, tun e.
Lê camêr ćibikin, wekî din ti derfet nî ye ku milkê xwa bifirośin.
Bawer bikin heger bi zmanekî din bikarin navekî źibo xwa ćêbikin, ha ewê hîro tam hezar u yek carî tuyî/tifî zmanê kurdî bikin.
Ê babam ma xelkên din wekî me kurdan serê xwa bi nên u avê xwadî kirinne ku kesên vilo bê kultur bikin belayê serê xwa, hi?
Naaa lo, him źî bi sê gotinên pîroź yên źin- u mêrberdanê bibe ku, na.

Montag, 12. Dezember 2011

Zmanê Kurdî Li Unîversîteya Tel Aviv’ê, Li Îsraîl’ê

Hmmm, min doh tiśtek nenivîsiya yaw.
Êêê, ma ez makîne me lo, mafê min źî hee ye ku carcarinan xwa li tiraliyê daynim.
Bi telaq herdu roźên min źî aram derbaz bunn.
Yanî zêde teśqele ćênebunn.

Min hîro di nućeyekê da tiśtekî pirr balkêś xwand.
Tê gotin ku li Îsraîl’ê, li ba zangeha Tel Aviv’ê rêvabiran dersa zmanê kurdî orxenîze kirinne.
Îstîtuta Kurd Ya Stembol’ê źibo kesên beśdarvan gelek meteryelên dersa qursa zmanê kurdî śandinne.
Lê dibêźin wan źî têr nekirinne.
Loma źî źibo dersên kurdî gelek meteryel źî bi destên kesên amadekar va hatinne dirust kirin.
Tabî li Îsarîl’ê hema hema du-sê set hezar kurdên cihu źî hee ne.
Lê heźmara penaber yan źî koćberên ku di van sî-ćil salên dawiyê da ćunne Îsraîl’ê, ez nizanim.
Ez bi xwa wekî śexs hêć hez nakim ku di navbera kurd u cihuyan da polemîkên siyasî derbikevin.
Di raśtiyê da ti pirsgirêka me bi hevdu ra tun e.
Heta vê dema nêzîk źî ne wan u ne źî me zirarek daye hevdu.
Her husan kurdan bi set salan cihu li Kurdistan’ê hevandinne.
Ti carî źiber dînê wan lii wan tiśtek nekirinne.
Dîsan źî ez carcarina źi xwa dipirsim, ćima kurd źi van cihuyên li Kurdistan’ê hînî taybetmendiyên esasî yên wekî «perwerdeyî u mîlliyet» nebunn?
Cihu li Kurdistan’ê demeke pirr drêź mann.
Źi berî mîladê di heyama 5. da ew hatî bunn Medya’yê, tabî ew hingê hatî bunn nefî kirin źi welatê xwa.
Lê hîro rewś źibo me kurdan pirr treźîk e.
Dawiya dawîn cihu źi piśtî du hezar u pênc set salan vegerriyan welatê xwa, him zman, him kultur, him dîn u him źî welatê xwa źi handabunê xelas kirinn.
Lê ya me, tam treźedî ye.
Ne welat, ne zman, ne kultur u ne źî dînê me di destê me da maye, tevda źî ćunne u hîn źî terrin.
Tevî ku em hîn źî di mala xwa da ne, yanî li welatê xwa ne.
Bêguman heta ku zmanê me hee bibe, tunebuna me ne mimkin e.
Lê hezar u yek car mixabin ku ha ev e ev zmanê me źî li ber mirinê ye, dike ku bifetise u herre.
Hîn źî em ligorî ecîliyeta vê yekê nakevin nav ćalakî u tevgerran, siyaseteke mîllî ya źibo zmanê xwa nahafirînin.
Tew tew tewww, bi sê telaqên źin- u mêrberdanê tiśtê ku em dikin nakeve serê mirîśkê źî lo.

Sonntag, 11. Dezember 2011

Śerm E Ku Kurd Di Nav Xwa Da Zmanê Tirkan Meśru Bikin!

Hîro źî roźeke weha bu, u derbaz bu.
Hewayeke germik hee bu u car bi car źî bareneke hurik bariya u ewqes.
Min źiber tiraliyê wexta xwa li malê derbaz kir.
Źi berî demeke kind źî źi gerra xwa ya hêvarê hatim.
Dinê pirr bi aram e aniha li der.

Ez ê hîro dîsan li ser śîroveyeke xwa ya di Facebook’ê da bisekinim.
Helbet ez naxwazim navên wan hevalan bidim, dibe ku kêfa wan pê neyê.

Hevalekî wê roźê, dibe ku źi berî hefteyekê bibe, di hêsaba xwa ya facebook’ê da bi tirkî nivîsek weśand.
Tabî min di destpêkê da bi śertê ku ewê zmanê tirkên qewad nekeve navbera me, źi kekê xwa ra gotî bu «temam heyatim, de em bibin can u canik yaw».

Lê źi piśtî ćend heftan kekê min nivîseke bi tirkî belav kir, loma źî ez rabum ser xwa u min ev śîrove kir:

«Xalê B., ćimê mino [ćavê mino], heger careke din tu zmanê tirkan di nav serê min yê kurd-î da meśru/legalîze bikî, tu dizanî ewê ći bibe, ne dilê min, hi? :D».

Xalê B. (destê xwa nadim nivîsa xalê xwa B.):

«Temam kekê min, ez zanim :)».

Ez:

«‎:D :) ;-) U źi ćavkên te yên belek pać dikim, śekiro :))).».

Xalê J.:

«kekê Beghyani Shadi Sharin, Kek fuat gilî û gazincê xwe ji min re dikir, digot nahêle peyvek tirkî ji devê me derkeve, ma ev çi zilm û zordarîye:))..».

Ez:

«Ćavê mino, dilê mino, di nav milletê kurd yê ku li ber mirinê da ye meśrukirina zmanê tirkên qewad, kuśtina milletê kurd e. Ti carî kurdekî xwadî wîźdan nikane vê yekê qebul bike. Ev mirina me ye.
Ez bawer dikim kurd hîn źî bi mirina xwa ya di komayê da nehesiyane.
Heta hîro źî ti tirkekî nekaniye ku zmanê tirkan bîne u bixe mala min, lê kurdan ev kiriye u ha ha źî dikin, xwa dikuźin źibo ku vê yekê bikin.
Bêguman ez ê ti carî desturê nedim wan kurdên spî.
Ez ê ti carî bi kurdekî weha ra hevaltiyê źî nekim.
Tirkê ku ewqas sosyalîst u înternesiyonel e źî bila qet bi zmanê tirkan neyê cem min. Heger ewqas mêr e, bila herre hînî zmanê kurdî bibe. Encax li ser vê esasê em dikarin wekî du śexsên źi du milletên cuda werin ba hevdu.
Hevaleke min ya nîv kurd u tirk hee ye, ez pê ra bi tirkî napeyîvim. Min got, heger em heval in, herre u hînî kurdî bibe u were, cîddiyeta hevaltiya xwa lii min îspat bike, ne bi zirt u virtên vala.
Bila xalê Fuat min bibore, ez źi herdu hinarikên wî yên sorik, germik u nermik pać dikim, lê tirkî nabe. Ev zman tecawîza śexsê min, xewn u xeyalên min e.
De ez źi hinarikên xalê xwa yê J‘o źî pać dikim u xelas, ihi :)».

Xalê J.:

«Kekê birastî bi nivîsên te ez pir kêfxweş dibim..Tu wan tiştan bi şiklekî mîzahî dibêjî û meriv ji kena bi zor dixwîne lê hemu tiştên rastin:)».

Ez:

«Waaa, pepukooo :D :D :D.
Min źi wan ćavên reś u belek yên xalê xwa yê ku kilê kećên ćardeh u sed u yek salî ne, xwarinne, yabo qurban :)))».

Xalê J.:

«Tu kêf û zimanşêrîn î keko:) De xwedê kêmasî nede te...».

Ez:

«Spas dikim eśqim :D
Bila xwadê kurdên reś u belek źi hevdu dur nexe lo, tiśtên din teferruwat in, cano :)))».

Samstag, 10. Dezember 2011

Qetîlên Zmanê Kurdî Kurd Bi Xwa Ne!

Hîro hewayeke gelekî germik hee bu.
Baayekî hênik źî xwa li baa dikir.
Helbet źibo demekê rooź/tav źî derket.
Min hîro sporta xwa źî kir. Lê em goog nelîstinn, źiber ku ew hevalên din nehatî bunn.
Dîsan vê hêvarê bareneke pirr hurik źî bi ser erdê da hat.
Źê pê va ez nećum derekî din babam.

Min hîro di Facebook’ê da nućeyek li ser kurdên „Ezerbeycan“ê dît u lê mêze kir.
Ev proxrem di sala 1997an da di MedTVeyê da hatiye weśandin.
Quwalîteya resman zêde baś nebu.
Ligorî ragiyandinan, tê gotin ku li Ezerbeycan’ê mîlyonek kurd diźîn.
Lê mixabin ev kurdên me yên li wir źî gelek asîmîle bunne.
Heźmara kesên ku zmanê bav u kalên me dizanî bunne, gelek kêm bunne.
Helbet ev rewśa bêbext tenê li Ezerbeycan’ê hilo nî ye.
Li her derê cîhanê eynî mesele ye.
Źixwa Kurdistan’a bakur buye hêlîna zmanê tirkên qewad.
Ya min, ez dibêźim êdî ti śensa me kurdan nemaye ku em vê ćerxê berbi paś da bićerixînin.
Di me da ne ew daxwazî u ne źî ew śuura mîllî hee ye.
Di rewśeke weha heram da źi derî me kurdan ti millet ewqas namusa xwa danaxîne u nabe koleyê zmanê qetîl u tecawîzciyê xwa.
Lê em dikin, him źî „źibo însaniyetê, bratiyê, pismamtiyê“.
Mesela gava li vir, yanî li Zürich’ê, di tremweyên da enonsên bi elmeniya bilind tên kirin, xelkê swîsrî pirr aciz dibe u giliya vê yekê dike.
Źiber ku ew tenê „devoka xwa“ dixwazin, tevî ku devokeke zmanê elmenî ye źî.
Gava meriv li baźarên bi zmanê frensî yên li Swîsrê bi devoka elmenî dipeyîve, xelkê van baźaran ewqas ku źê aciz dibin, meriv nikane fam bike.
Yanî herre were li her derê cîhanê ev bi vî hawî dimeśe.
Lê di nav me kurdan da her tiśt seqet e, dagirkeran di śexsiyeta me kurdan da kompleksên weha berbat u pîs hafirandinne ku, em bunne qeśmerên kopye kirî yên tirkan.
Binêrin carekê, tirk him zilmê lii me dikin, zmanê me qedexe dikin, tecawîzê milletê me dikin, bi vî hawî dibin „sosyal, pêśketî, zana, bra, pismam, bê suc“.
Lê gava ćend heb kurd xwadîtiyê lii kurdî dikin, ha we dît ku di ćavên van kurdên me da mêro bunn „niźatperest, faśîst, psîkopat“.
Bawer bikin ku hîro him kurd u him źî siyaseta kurdan źi taśerontiya kemalîzmê pê va nikane kevirekî kurdan źî temsîl bike.
Heta hîro źî ti tirkekî nekaniye lii min were xezebê u bibêźe heqqê min tun e ku zmanê xwa bixwazim, lê kurdan kiriye u dikin źî.
Źi MHP, CHP, AKPeyiyekî harrtir wekî kućikên tirkan bi can u xwîn parastina zmanê tirkan dikin.
Kurdê ku nikane taseke av bibîne, haya wî źi qasî mîlîgramekê źî źi cîhanê tun e, dixwaze pirsgirêkên cîhanê ćareser bike, yanî mêro gemariya di mala xwa da nabîne, rabuye serê xwa bi sêvên di baxên milletên din da têśîne u kompleksên xwa tatmîn dike.
Źi kurdekî weha pîstir, tehluketir, lanettir nikane tiśtekî din li ser vê erdê hee bibe ellawekîl, nikane hee bibe!

Donnerstag, 8. Dezember 2011

Maddeya Esasî Ya Heebun U Tunebunê: Zman!

Hewaya hîro hindekî nerm bu.
Rooź/tav źî hee bu.
Min hîro sporta xwa ya roźane nekir, wext nebu yaw.

Min źi berî demeke kurt lii vîdyoyeke li ser kurdên êzdî yên li Gurcistan’ê mêze kir.
Ev bernave/proxrem berê di MedTVeyê da źî hatiye weśandin.
Lê min bi xwa nedîbu.
Gava min lii vê proxremê mêze kir, hîseke ecêp di min da ćêbu.
Tabî proxrem bi kurdî bu.

Źixwa êzdiyen me tenê bi kurdî dipeyîvin.

Him zman u him źî toreyên wan źi sedî sed wekî kurdên bi esl u fesl bunn di vê proxremê da.
Min źi wan fam kir.
Yanî zmanê me yek bu.
Dixwazin bila li Antartîka’yê biźîna, li Ćîn’ê biźîna, yan źî li Ewustrelye’yê biźîna, bêguman min ê eynî tiśt hîs bikirinna.
Di vê yekê da ez źi xwa źi sedî sed bawer dikim, min ê eynî tiśt hîs bikirinna.
Ti gumana min nîn e, wan źî ewê źibo min eynî tiśt hîs bikirinna.
Zman di yekîtiya civakekê da „maddeya esasî ya heebun u tunebunê“ ye.
Em bibêźin ez bi kurdî nizanim u terrim bi van kurdên li Gurcistan’ê ra dikevim têkiliyê.
Źixwa hingê bê wergêrr îmkana min ya ku vê pêk bînim źî tun e.
De em bibêźin ez bi wergêrrê xwa yê kurd ćum ba kurdên me.
Êêêê...
Ez ê bi zmanê diźminê milletê xwa źi wan ra bibêźim ku „ez kurd im“.
Dibe ku bibêźin:
„Waaa, êêê …“.
Drêź nekim, em ê źi hevdu zêde tiśtekî fam nekin.
Lê ez bi kurdî dizanim, u ew źî dizanin, loma źî em ê pirr bi lez lii hevdu germ bibin.
Em ê bi eynî zmanî bipeyîvin.
Em ê eynî peyvên ku „kul u derdên me“ tînin zmên di ber guhên hevdu ra bigerrînin u dawiya dawîn wan bixin guhên hevdu.
Em ê di bin hemî peyvan da eynî „derd u kêfxwaśiyê“ hîs bikin.
Heger źi me yekî bi kurdî bigota „lawo bila roniya ćavên min biriźe“, me yê źi derdê di dilê hevdu da fam bikira.
U em ê bubuna yekaheng, em ê bibunna dengek.
U em ê dîsan bibunna bedenek u ruhek di nav hesreta germiya peyvên zmanê xwa da.
Źê pê va dixwazin bila bi hezaran bombeyên atomê bihatinna xezebê li ser serê me, ewê av bi av bićunna.

Mittwoch, 7. Dezember 2011

Roźeke Vilo U Wilo Li Zürich‘ê

Bi telaq hîro hewayeke berbat li Zürich’ê hee bu.
Gava ez hîro berbi nîvroyê źi malê derketim u bi pîskîlêta xwa ćum klînîkê, baraneke pirr hurik dibariye. Tabî digel baayekî bi hêz.
Źiber ku kesê nexwaś nehatî bu, ez źi meźburî źibo du seetan ćum zangehê, li dor maseyeke runiśtim, min pirtuka xwa ya li ser zaraveya kirdkî/zazakî vekir u ćend tiśtên bingehîn xistinn serê xwa yê feqîrok.
Paśê min mêze kir ha ev e Apo źî li paś min e bi hevalekî xwa va. Gotin em ê herrin xwarinê, ma tu źî dixwazî?
Źiber ku ez hîn birćî nebum, min got ez ê hindekî bipêm, paśê.
Ew ćunn. Hîcar li duv hevdu du xatunên din hatinn li dor eynî maseyê runiśtinn. Ê destur xwastin źî źi bîr nekirin.
Min mêze kir, ewê xwarina xwa ya nîvroyê bixwin.
Źixwa îsal meriv hew li mensayê śun dibîne. Miśt dagirtiye di dema nîvroyê da.
Heta ku meriv xwarinekê digire, îlelleh, hetika meriv dike teq u meriv dimire.
Ligorî gotinan îsal gelek xwandekarên nu hatinne zangehê.
Lê mixabin tesîs źî tesîsên źi berê ne, loma źî nikare îdare bike.
Bi seetan dema nîvroyê her der tîźî ye.
Berê vilo nebu, meriv tenê di seet 12:00 – 12:30an da zor śun didît. Vê gavê sê seet u nîv źî śun tun e yaw.

Êêê, ez ći bikim, min źî ću xwarina xwa girt u hatim li śuna xwa runiśtim.
Wexta min zêde nemayî bu, min ê dîsan di seet yekê da dest bi wergerrê bikira, bê navber heta seet pêncan.
Min kir źî.

Lê źiber ku li der baraneke berbat dibariya, min nekanî bi pîskîlêta xwa werim. Loma źî dîrekt ćum sekinoka tremweyê u bi tremweyê hatim malê.
Tabî paśê źî źi malê hêć derneketim.
Min sporta xwa ya hîro źî kir qurban u ću dînime îmanime, hey tifuuu :)

Hmmm, min dîsan drêź kir.
Di raśtiyê da ez ê li ser tiśtekî din bisekiniyama.
Tiśt nabe lo, hîn sibeh hee ye.

Dienstag, 6. Dezember 2011

Bê Dibistanên Bi Kurdî Em Miriyên Lanet Kirî Ne!

Ev du roź in ku dinê hindekî sar bu li der.
Tabî li hundur źî pê ra.
Vê gavê dibêźin li dor 5 pileyan e.
Hîro śilî źî bariya. Ez bawer dikim hîn dibare źî.
Gava ez di seet 19an da źi sportê vedigerriyam malê, hurik-hurik dibariya.
Min ê hîro źibo sê seetan wergerr bikira, lê źiber ku psîxiyatrîstek nexwaś ketî bu, min tenê seetek kar kir.

Min di nućeyekê da tiśtekî pirr balkêś xwand hîro.
Li baśurê roźava, ango li perćeya Kurdistan’a pićuk ya di bin zilma Suriye’yê da, li gundekî kurdên me gundiyan dest bi avakirina dibistanekê kirinne.
Ligorî ragiyandinan źi gundên li derudorê źî xelkê dićuye hariyariya xwa didaye wan.
Dibêźin herkes bi îmkanên di destê xwa da dibuye hariyar.
Kesên ku ti derfeta wan tune buye, di karê avakirina dibistanê da kar dikirinne.
Tabî zarok źî bi dil u can tev li vê tevgerra pîroź dibunne.
Yanî herre were milletê kurd źibo ku dibistanek ćêbibe, xwa pirr baś lii meselê germ u sor kiriye.

Bêguman divêt dibistanên bi zmanê kurdî li seranserê Kurdistan’ê wekî kibarikan/kivarikan zîl bidin.
Bi tenê yekê em nikanin tiśtekî xelas bikin.
Helbet îmkanên kurdan yên ku li herderê dibistanan avabikin, hee ye.
Digel vê texnîka dîźîtal kes nikane gilî u gazincên eletewś bike.
Tew bila daxwazî hee bibe, tiśtên din teferruwat in.
Lê babam tevgerrên me yên siyasî wekî îdeoloźiyên xwa dîsan di vî warî da źî bi temamî di bin manîpulasiyonên dewletên dagirkeran da ne.
Siyaseta me kurdan ketiye nav qaliba berźewendiyên siyaseta tirk, ereb u farsan.
Mêro serê me bii ku da dikiśînin, em źî didin pê.
Ez careke din dibêźim, bê zman ti śenśa me tun e ku heebuna sibeha xwa îspat bikin.
Em ê ćem u ćem herrin.
Źiber ku xweza „etîk, merivatî, maf“ u zirt u virtên beredayî nas nake.
Li ciyê ku aqil dernakeve yan źî nikane derbikeve pêś, gotinên vala yên wekî „etîk, merivatî, maf“ dibin nirx u xwarinên zikbirćiyan.

Sonntag, 4. Dezember 2011

Zmannasên Qeśmer Yên Zmanê Kurdî Yê Feqîrok!

Tevî ku dawiya vê heftê hewayeke pirr xwaś li der hee bu źî, ez hêć derneketim der.
Źi berî ćend deqqan źi gerra xwa ya vê śevê vegerriyam malê.
Bi telaq hewayeke pirr nerm hee ye ligorî vê demsalê yaw.
Źiber ku min roźa îniyê li ba googlîstinê bi têra xwa lêdan xwarî bunn, gelek der u dorên min têśiyan.
Loma źî min di van du roźên dawiyê da hêć sport nekir.

Min hîro beśa duyan ya gotara xwa ya li ser zmanê sanskrîtî xelas kir u źi amidakurd.com’ê ra śand.
Helbet ewdê hîn gelek beśên din źî werin amade kirin.
Kanê xwadê mezin e. Dibe ku hîn demeke pirr drêź bigire bi tevayî amadekirina rêzmana sanskrîtî.
Zmanê sanskrîtî u avestî du zmanên xwarzî u pismamên hevdu ne.
Digel hemî zmanên din yên îranî koma zmanê arî pêk tînin.
Loma źî nasîna zmanê sanskrîtî digel avestî źibo me kurdan pirr zerurî ye.

Ez di facebook’ê da carinan dikevim nav hindek koman.
Helbet ćend hebên van źî bi zmanê kurdî va miźul dibin.
Bi hevdu ra li ser zmên didin u digirin.
Ev min pirr kêfxwaś dike.
Lê li hêla din źî, gava meriv halê van camêran yê li ser zmanê kurdî dibîne, meriv bixwaze yan źî nexwaze dikeve nav keder u keseran.
Haya van camêran qasî gramekê źî źi zmannasiyê tun e.
Lê heryek źî źi van xwa wekî Selahaddîn’ê Eyyubî dihesibîne, yanî śur simbêlê van nabirre.
Aniha heger tirk destur bidin me źî ti zmannasekî/e me yê/a ku ligorî normên navnetewî vî karî hilbigire ser xwa u pirtukên bingehîn amade bike, tun e.
Carcarinan konferens u fêlan u bêvan źî têne lii dar xistin.
Lê gava ez navên beśdarvanan dibînim, yên ku qaśo ewdê zmanê kurdî biparêzine u berhemên giranbiha bidine, daku zmanê kurdî di nav xelkê kurd da deng vebide, ez źi berê źî xirabtir reśbînî dibim.
Hele ćend tacîr u qeśmer hee ne ku, qet nayê gotin.
Camêran ev demeke drêź e ku wekî zmannas di nav xelkê kurd da navê xwa źî berbelav kirinne.
Bi sê telaqên bê fitu, kesên vilo qeśmer u zirzop li welatên ewrupê nakin karkerên «zarokxaneyan» źî.

Freitag, 2. Dezember 2011

Zmanê Kurdî U Facebook’a Agirpêketî -3-

Ev ćend roź in ku hewa bi têra xwa germ e. Li dor pileya dehan terre u têt.
Karê min hîro sê seet wergerr bunn.
Ê welle wekî din tiśtekî balkêś ćênebu.
Tabî min vê hêvarê dîsan sporta xwa źî kir. Êêê, malum e, li ba googlîstinê dîsan fawuleke bê bav lii min kirinn.
Hey laneeet! :D

Ha ev e ez hîro źî beśa śîroveyên min yên xalê Oxtey didim.
Bi serê hezretî Zerdeśt bibe ku, hindî hun u kêfa we anam babam.

Oxtey:

«kekê minê xoşewîst giranbuha , nirxbilind, hêja hwd.. nizanim çawa bilêvbikim peyvan saz bikim li te pêşkeşbikim..lê pê baş bawerim ku ji sedî sed ji gotara te têgihişt.. kifş û diyar e ku te wan peyvan bi dilsozî ve ravekirye rêxistiye.. lê serî heya binî bi raman û fikrên hestewarî ve têr û tijî ye.. ku dibe niha ji min baştir bizanibî ku ne di hêla zanînên fenî ne jî a civakî de cîhê helwesta bi hestewarî tune ye... çi qas jî dil pê bişewite hin rastînên mirov li civakê an li zanînê ve hev nayê..
parastina ziman, çand, hebûn, gel, al, ol .. hwd her tim bi dijbertî va nayê li darxistin.. çawa vebêjim; wek mînak bo li xwedî derketina nirxa spî , pêwîst nîn e ku mirov li nirxên reş dijminî bike..
mixabin te peyvekê qirêj wek rik(nefret) aniye ziman û hin raman û ponîjîna xwe ser avakirye û bawerim dimeşînî..
tênagihim ji bo çi û ji ber çi ''rik''..
îro gelê kurd xwedî çend kêşayên bingehîn e.. lê tu ji wan pirsgirêkan ango kêşayan pêwendiya bi gelên tirk ereb û faris NÎN e!
ez bi xwe tirkan an jî ereban wek dijmina xwe diyarnakim û nasnakim.. gelên cîhanê hemû brayê hev in ..
rast î çewtiyek heye li holê lê ew jî ji seba desthilatan û xwedî textan e!..pirsgirêka kurd îro li turkî seba akp û serdara wî Kerdogan e.. ji sûncên kerdogan nikarim tu kesî bersiyar bibînim.. ne tirk ne ereb ne jî faris..
îro çavkaniya her kêşayên kurdan ji dewletan e..
wek tu dizanî bikarhanîna mefhûma ''cahş'' li welat çi qas zahf e..ku tu di heman zimanê de jî sipahî ve dizanî ku ji sedî not û neha wan cahşan jî kurd in..
niha çi bû? dijmina kurdan kurd derket gorî vêderxistinêra ramana te..

niha nîvê malbata min ê mezin heta nîvê aşîra min piştevanî li akp yê dike.. ma niha nîvê malbata min ap û xalên min dijmina welat û zimanê min in.?
kaka bro wele divê her kes ne bes tu serî hinek biponije bala xwe bide ê.. hay ji xwe û zimanê xwe hebe pey nirxên xwe yên netewî bibe..

pey BERJEWENDIYEN kesayetî(şehsî) neçe! di nav civatê xwe wek endamekê civatê bihesîne..pey sûdmendiya civatê be!..

îro li kurdistan birdozekî wek tu binavdikî û hezkarê wî bûye bi awayên nayê meşandin û derfet jî wê tu deman bo vê nebe..kekê îro tu sûda dijminatî lê dana li gelekî din a kurdan tuneye.. li kurdistan ne bes em dijîn herwiha me ,tirk ereb faris hwd gelên din jî li nik me ango li ba me jiyana xwe didomînin..ku ji serî dîrokê vir va jî zahfê wan li wir bûn..
îro heke em jî wek serdar û rêveberên wan zextî li gelekî bikin zimanê yekî qedexebikin wan a ji xaka wan derxinim zilm bimeşînin; wê çî cudahî li navbera me pêk be?
DIVÊ CUDAHIYEKÊ ME JI ÊN DIN HEBE..!
gorî min jî divê ev jî nirxdana li mafên mirovahî be!..

binêr kêfa xwe kaka ez jî bi rastî va ji bikarhanîna zimanên biyana zêde heznakim ..lê mixabin carna ji mebestên bêderfet neçarê axivîna vê zimanê dimînim.. çi bikim jiyan e..carna tehl carna şêrîn.. wek çerxekî ye cara li hêla erenî carna jî giş nakokî li hêla nerenî ve vedigere..
çi jî be jiyan e.. û em gelê kurd jê encamê mirin jî hebe hezdikin...

ligel silav û rêzên min ên kurdewarî..şev baş».

Ez:

«Xalê Oxtey, canim cîgerim, ez źi xalê xwa ra serboriyeke xwa bibêźim.

Źi berî ćend salan bu, min źibo kurdekî ku panzdeh salan di girtîgeha Amed'ê da mayî bu u śkenceyên dema salên 1980an dîtî bu, li klînîkê wergerr dikir.
Roźekê vî hevalî li klînîkê digel terapîsta xwa ya xatun eynen weha got:
„Di bîst saliya xwa da meriv dixwaze CÎHANê biguherîne, di ćil saliya xwa da dixwaze (kesên) DERUDORa xwa biguherîne, lê di pêncî saliya xwa da źî dixwaze tenê XWA biguherîne. Aniha źî ez bi ya dawiyê ra miźul im.“

Helbet digel terapîsta wî ez źî li hemberî vê tecrubeya źiyana wî śaśo-maśo mayî bum.

Źi piśtî bîst yan źî sî salan tu dê yekcar xwa di nav raśtiya jiyanê da bibînî. U tu yê di nav raśtiya ku tu tê da yî, pirr bihêśî. Lê bii śun da ćerixandina demê ewê ne mumkun bibe źibo te.
Bawer bike tu yê źi xwa „nefret“ bikî.
Źibo ku canê min nekeve nav xezeba źiyanê, ez źi berê da bala wî dikiśînim ser vê yekê.

Divêt ti peyveke kurdan ya xwaś źibo diźminên xwa tune bibe.
Bi peyvên ku em źibo diźminên mîlletê xwa bi kar tînin, wan tarîf dikin u xeternakî u bêzirariya wan dipîvin.
Her peyva ku em bi kar tînin, di serê me da normên mantîqî ćêdike.
Yanî gava ez źi diźminê xwa ra „bra, dost, heval“ dibêźim, źi piśtî demekê źî ez wî wekî „bra, dost, heval“ dibînim.
Yanî ez xwa bi xwa xwa u raśtiya heeyî diguherînim u xwa pê dixapînim.
Ev raśtiyeke herî bingehîn ya psîkoloźiya însên e.
Bêguman ev raśteraśt manîpulasiyonên dewleta tirkan e ku hemî partî u siyasetmedarên me bunne qurbana wê.

Her weha divêt meriv kesên ku źi eśîreta te bunne alîgirê diźmin u diźminê xwa tevlihev neke.
Ev du miźarên cihê ne.
Ći dibe bila bibe, dawiya dawîn ew źî kurd in. Hîro nebe źî sibeh ewê bi vê yekê bihesin. Ew pê nehesin źî, ewê neviyên wan pê bihesin.
Helbet gelek sedemên vê yekê hee ne.

Bibore yaw, min dîsan drêź kir.
Hindî ez tiśtekî nabêźim, ćavbeleko.
Te ći xwastiye, wî źî bike.
Lê źi bîr neke, „pîvana min ya her tiśtî zmanê kurdî ye“.

Źi ćavkên xalê xwa pać dikim ellawekîl :D».

Oytey:

«serserê min apo.. ez jî tême destê te.
bi nasîna te jî gelek kêfxweş bûm.. bi ellawekîl :))».

Ez:

«Ez źî ćavreśo, ez źî :D».

Donnerstag, 1. Dezember 2011

Zmanê Kurdî U Facebook’a Agirpêketî -2-

Li ciyê ku em doh mayî bunn, ez ê hîro berdewam bikim.
Karê min yê hîro tenê sê seet wergerr bunn.
Źê pê va min sporta xwa ya roźane źî vê hêvarê kir.
Wekî din tiśtekî radî/taybet pêk nehat.
Haaa, min di nućeyan da di derbarê qursên tirkî yên ku BDPeya me orxenîze dike u zmanê tirkên qewad lii źinên kurd dide hîn kirin źî hîro xwand.
Helbet her tiśt li ser kamereyê hatî bu tomar kirin źî.
Dibe ku ez carekê li ser vê miźarê źî bisekinim, him źî pirr sert.

Dilê min Oxtey źiber nivîsa min ev śîroveya xwa ya li źêr kiriye (tabî ez destê xwa qet nadim nivîsa xalê me Oxtey):

«ser serê min keko , rasteqînî gelek kêfxweş».
«bûm pê ve ku te wusa li ziman xwedî derdikevî û diparêzî..
lê hewcedariya derew û wiran tune ye.. li hin peyv û gotinên te jî matmayî mam û wan ez xistim rewşekî acêb..gelo ez ê wan peyvan çawa li hev bicivînim û li te bigihînim û bidim têgihiştin..
gorî min ku îro ji sedî notê welatparêzên kurd jî ligel vê ramanê ne; netewperestiyek bi vê rengî wek nijadparestî ve kurd tu deman bi tu şêwe û awa yan nikare tu sud werbigre û bidestbixe!!
îro ew tiştên qilore û qirêj ku ne li vê dinê ya derbasdar ne jî li gerdûna jiyana bêdawiyê de xweş nayê dîtin.. û bi tu awayan bi çi mebest û hincet an nayê vegotin û ravekirin..
îro gelê kurd di sedsala 21emin de jî hêj vê kîrasê li xwe nekirye û wê înşallah jî xwe neke..
qewad jî peyvekê nexweş e biro bi rastî... berde bila li lêvên qewadên de bes bê bilêvkirin .. li te li zilamekê wekî te hişmend û xwedî li çanda xwe derdikeve ve naçe..
werhasil divabe paqwarî ve bê gotin ; li ser navê xwe îro çi qas xwedî li zimanê xwe dewlemend derbikevim divê li min ew qas jî li zimanên biyanan û li çand û taybetmendiya gelên mayin rêz bigrim û çer û peyvên arizander û nexweş li wan nexim..bi kurtebirî ez bi xwe mirovek wusa me.. heke qayil bî wê li lîsta min de bimînmî , neecibînî jî qîma xwe yî , bi ya viyana xwe ve tevbigere..
nexwe zêde dirêj nekim serê te jî neêşînim..bimîne di xweşiyê de ..
ligel silav û rêzên min..Mastfiroş».

Ez:

«Cîgerim Oxtey, di xwezayê da tiśtekî wekî „neteweperest“ tune bu, tun e u ewê hêć nebe źî.
Tiśtên ku di bin navên „feodalîzm, neteweperest, faśîst, demoxrasî, sosyalîzm, komînîzm, egoîzm, dîplomasî, siyaset, safxwînî u u u“ da ćêdibin, hertim eynî tiśt in.
U ev źî tenê:
„Menfeetên śexsî u mîllî ne“, ćavkê mino.
Me kurdan wekî mîllet hîn cîhan kifś nekiriye.
Em heta vê roźê źî di nav xwa da puć bunne u ćunne.
Roźa ku kurdan cîhan kifś kir, aha ewê wê roźê źî pê bihesin ku wan ćawa dîrok źi destê xwa revandiye.
Em kurd milletekî xeyalperest in, haya me qasî gramekê źî źi raśtiya źiyanê tun e.
Źiber vê yekê ye ku kurd her di bin hikma xelkên din da mayînne.
Heger kurd bi vî hawî bimînin, ti śansa kurdan ya ku li źiyanê bimînin, tun e.
Ev śertê xwezayê yê herî bingehîn e.
Kesê ku „menfeetên xwa yên śexsî u mîllî“ naparêze, heqqê wî kesî u mîlletî tun e ku biźî.
Kurdê ku di bin van śert u mercan da źi diźminê xwa nefret nake, nikane heebuna xwa îspat bike. Nefret aleta her śexsî u mîlletî ya sereke ye źibo serketinê.
Ćima tirk me qebul nakin, ereb me qebul nakin, fars me qebul nakin?
Roźa ku wan em qebul kirinn, meźbur in ku her tiśtî bi me ra parve bikin, yanî ewê menfeetên wan yên śexsî u mîllî kêmtir bibin, hetta dibe ku roźekê kurd wekî mîllet zêdetir bibin u parên mezin bigirin.
Ma ćima tirk terrin li Kurdistan'ê źinên kurd bi dizzî, bi derewan, bi dermanan stewr dikin?
Ma ćima eynî tirk źi źinên tirk ra dibêźin „zêde“ zarokan ćêbikin?
Binêre dilê min, ćavkaniyên li ser dinê ne têrî însanan dikin u ne źî heywanan. Di sala 2050an da heźmara cîhanê ewê bibe 9 mîlyar, hetta ewê źê derbaz źî bibe. Yanî ewê 2 mîlyar zêde bibe.
Ma ewê ev însan u heywanana ćawa têr bibin tu dibêźî?
Ka ew ava vexwarinê ya paqiź?
Li hemî welatên pêśketî bi salan e ku senaryoyên herî mezin têne kirin źibo ku di pêśeroźê da nebin qurban.
Lê em ê bibin qurban.
Źiber ku hemî siyaseta me kurdan tam ligorî manîpulasiyonên diźminên milletê kurd dimeśe.
Em ti carî nebune „xwa“ u her weha em „li xwa źî“ ti carî nefikirîne.
Bêguman zman źibo her mîlletî îspata yekane ye. Bê zman ti mîllet nikane xwa wekî mîllet îspat bike.
Ez bawer dikim ku haya te źi xelkê „sumer“ yê ku sedema vê medeniyeta me ya hîro ye, hee ye.
Ći bu?
Ćunn, him źî av bi av!
Ćima?
Źiber ku dest źi zmanê xwa berdan, loma.
Gava ez hîro bi kurdî „kursî“ yan źî „sekinîn“ dibêźim, ez baś dizanim ku ev peyvana peyvên sumerî bunn.
Lê hîro ev bunne milkê zmanê kurdî u haya kesî źî zêde źê tun e.
Ka sumer li ku ne?
U sibeh źî ewê peyva kurdî „zirne“ yan źî „dezgeh“ bibe „zurna“ u „tezgah“a tirkan.
Ma ewdê kî kurdan bîne bîra xwa tu dibêźî, hi?».

Hîro źî li vir dibirrim, sibeh ez ê bikudînim babam.