Hîro źî hewa wekî doh bu.
Lê dîsan źî hîro pićekî germtir bu. Di meteoyê da neh pile (9°) hatiye dayîn.
Tabî ev źî ligorî vê meha zivistanê gelekî zêde ye.
Lê dusibe ewê heta lii ser sifirê dabikeve dibêźin.
Min hîro qendî ćar seetan wergerr kir.
Tevî ku pićekî dereng bibu źî, di seet śeś u nîvan da ćum sportê.
Yanî min hindekî canê xwa nerm kir u hatim ellawekîl.
Min di nućeyan da tiśtekî ku bala min bikiśîne, nediy.
Loma źî ez dixwazim hîro śîroveyeke xwa ya di amidakurd.com’ê da ya ku min źi berî du salan kirî bu, li vir biweśînim.
Min ew śîroveya xwa hingê źiber vegotinên Bozan Tekîn yên ku wî li Qendîl’ê di derbarê zmanê kurdî da kirî bunn, nivîsiya bu.
Aha ev śîroveya min ya wê demê:
«Bêguman birêz Bozan Tekîn di vegotin u rexneyên xwa da heta tîp u noxteya dawiyê raśt e u xwadî maf e. Divêt kurd van gotinan pirr cîddî bigirin u bi roźan u śevan li ser bifikirin u ćeftiyên xwa yên dîrokî yên herî kambax bibînin.
Raśt e, kurd di warê siyasî da źi berê bêtir pêśta ćunne, lê di warê zmên (u ćand) da źî bi sedan car paśta ćunne, źi tirkan bêtir zman-tirk in, ćand-tirk in. Tiśtê ku bi zanetî u zordarî lii kurdan hatiye kirin, kurd kirinne mubtela u hêdî ne kurd dixwazin van bavêźin u ne źî dikarin biguherînin u wegerrin ser mîlliyeta xwa ya qedîm.
Di raśtiyê da ti problema dewleta tirk bi kurdbuna me ra tun e (ev li her derê cîhanê weha ye, yanî tevgerreke xwezayî ya gerdunî ye di psîxoloźiya mirov da). Problema dewleta tirk „zmanê kurdî“ ye. Ew źî baś dizanin ku bi kuśtina zmanê kurdî ewê ti xeternakî źibo tirkan nemîne. Her ćendî kurd źibo demekê hindek daxwazên siyasî bikin u li ber xwa bidin źî, ewê nekarin źibo demeke dirêź heebuna xwa ya mîllî îspat bikin, ewê bihelin bibin tirkên herî tirkperest.
Di xwezayê da henek tun in. Xweza qîma xwe bi henekan źî nayîne. Pirr cîddî tevdigerre. Xweza tenê prensîbên xwezayî nas dike. Xweza îdeoloźiyên ku mirov dihafirînin źî nas nake. Ev luksa xwa źî tun e. Źiber ku pêwîstiya ti însanî u heywanî bi teoriyên abstrakt tun e. Źibo her heywanî u însanî hestyariya wî ya bi der u dora wî ra pirr girîng e (źiber ku zman li berevaźî heywanên din ligel mirovan pergala herî muhîm ya heebunê ye, źibo ku mirov di vî śerê heebun u tunebunê da bikare heebuna xwa îspat bike, nekeve bin u nebe mazî).
Roźa ku dewleta tirkan hêviya xwa źi mirina zmanê kurdî birriya, ewê wê roźê źî mafên milletê kurd yên mîllî nas bike.
Lewra kurd meźbur in ku heebuna „zimanê kurdî“ ya di nav źiyanê da îspat bikin. Roź bi roź śun lii zmanê tirkan tirkî teng bikin, tirkî bi lez u bezeke bê emsal tarumar bikin (ew zmanê kuźer yê zmanê kurdî u milletê kurd e!). Di nav ti saziyeke xwa da bi kar neyînin, qedexeyeke pirr tuź ya kevineśopiyî di nav civakê da bidin runiśtandin.
... Bi siyaseta gundî ya herî qeśmer: „Bila zmanê tirkî bibe zmanê sereke yê li herêmê u Tirkiye’yê.“, hêviya dewleta tirkan ya ku tirkî lii kurdan bide qebul kirin u vî śerî bi vî hawî deh salên din bide berdewam kirin, gurrtir u geśtir dike. Ne heddê mirovekî kurd e ku wekî berdevkê tirkên niźatperest bipeyîve. Her roźa ku derbaz dibe u terre, źi kîsa zmanê milletê kurd handa dibe. Roźa ku zmanê tirkî xwa li Kurdistan'ê firehtir neke, zmanê kurdî neguviśe u nekuźe, heźmara kesên kurdîbêź bi deh hezaran kêmtir neke, tun e. Dewleta tirk źî vê yekê gelekî baś dizane u loma źî hemî hêvî u daxwaziyên xwa bi derbazbuna vê pêvaźoyê va girêdaye. Ya raśt mirov rewśa zmanê kurdî ya źi piśtî pênc salan naxwaze bîne ber ćavên xwa źî. Ne wext u ne źî śensa zmanê kurdî zêde maye. Lewra źibo zmanê kurdî „śoreśeke śevîn“ ya ku roźa din li her ciyî kurdî bi kar tîne u hemî dezgehên bi tirkî źi bin va hildiweśîne, hee ye.
Divêt kurd vê yekê pirr heśkere di nav raya kurd ya giśtî da daćikînin u bibêzhin:
„Di siyasetê da em dikarin li ser gelek miźaran bi hevdu ra mineqeśe bikin, lê belê qet u qet u heta hetayê źî zmanê kurdî ti carî nakin miźara mineqeśeyan u bernadin ku bibe mineqeśe źî. Kesê ku dixwaze vê yekê bike źî, hîn źi diya xwa ćênebuye u ewê qet ćê-ne-be źî!“.
U, noxte!»
Welle hemî nivîsa min ev bu babam.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen