Freitag, 4. Oktober 2013

Êêê, Dawiya Reva Pîsikê Heta Kandînê Ye


De dîsan silav li we gelî berxikino.
Min navbereke drêź daa roźnivîskên germik u nermik.
Tiśt nabe, źixwa belaś e, bibe źî dibe nebe źî dibe.

Aniha buyereke pirr taybet di nav źiyana min da ćênebu.
Herre were eynî lotik u filan u fistix.
Lê paśîniya/śemiya buhurî berbi sibehê bi hêśa gewriya xwa źi xew heśyar bum.
Herê welleh, dîsan wê hêśa bê bav u harsimê b (bi) min girtî bu.
Heta du-sê roźan bi têra xwa îmana min kir śorbe. Lê bi xêra
ćaya beybunê him hêś kêm bu u him źî harsimê zêde nehaźot.
Aniha gelekî baś buye, tabî hîn bi temamî derbaz nebuye.
Źiber vê lotika siruśtî ye ku min navberek daa sporta xwa
źî, min tenê bi gerr u meśê îdare kir yaw.
Lê bi destura xwadê ewê dîsan sibeh dema lotikan dest pê bike,
źixwa nede źî ne mesele ye.

Hun źî dizanin, tirkên qewad dîsan pakêta heram b serê me da teqandin, dîsan zmanê kurdî kirin qurbana siyaseta xwa u ya kurdên xwalî li serî.
Dibe ku roźekê li ser bisekinim.

Ez dixwazim pirsa kekê me Mahabad Felat Arda ya di FBê da li vir parve bikim, źiber ku min źî bi kurtî bersîvek daa, loma.
Pirsa kekê me ev bu:

«Di kurdî de hin metelokên pir xweş hene ku pirê caran dikarin bibine mînakên pir xweş ji bo hin pêşkeftin û qewmînên jiyanê û yên siyasî, lê pir zêde vekirî ango mustehcen in û mirov dudilî dibe ka binivîse an na. Ma we got çi gelo? Raya we çiye?».

Ez:
«
Kekê mino, ćavê mino, dilê mino, ev tevda źî rastiyên źiyanê ne, aîdî źiyanê ne, źiyan bi xwa ne, ćênabe ku meriv wan sensur bike.
Mesela di dema ronesensê da li ser gelek tebloyan ciyên mistehcen bi śiklekî hatine veśartin, źiber zilma siyasî ya wê demê.
Lê dîsan źî chend ressaman bi dizzî ew ciyên mistehcen źî li ser resimên xwa nîśan dane. Hîro herkes henekên xwa li wan sensurên wê demê dike. Li hêla din źî wan ressam u resimên bê sensur li ser serê xwa digirin.
Exlaq tiśtekî elastîk e, ligorî pêwistiyên civatê śikil digire u hertim di nav guhertinê da ye...
Loma źî divêt meriv ti carî li gorî pîvanên exlaqê nêzîkî rastiyên dîrokî, rastiya źiyanê u zanyariyê nebe, yan naaa, ewê av bi av herre.
Gelek kulturên mezin di ber śertên exlaqê ra tune bune u ćune, nekarîne xwa biguherînin u rastiya źiyanê fam bikim.
Mesela Latîn Emerîka, yan źî ne dur, ha va ye em kurd źî bune qurbana vê exlaqa beredayî...

Dixwazim vê bibêźim kekocano, ez hemî mesuliyeta wan gotinên mistehcan yên bi vî zmanê ku di komayê da ye, digirim ser xwa, tev bila kekê min binivîse, herê welleh u billeh :)

Di van meselan da ez heyranê Lotikxanê me, bi telaq kurdên simbêlqeytan in.
».

M. F. Arda:
«
Ez jî cuda nafikirim biracan, lê min xwest nêrînan hîn bibim. Dest û dil xweş.».

Ez:
«Dizanim kekê mino, dizanim.
Ez źî bash dizanim ku kekê min qîmetê dide fikiran, loma źî min bi kurtî fikira xwa haniya zmên. Hêvîdar im ku kesên din źî vê yekê bikin.

Źiber ku kekê min źi kezebê vê pirsê dike u bi pirsa xwa cîddî ye źî.».

M. F. Arda:
«Spas, birayek ezîz î.».


De hela heta roźnivîska din baś l (li) xwa mêze bikin bavê mino.