Sonntag, 8. Juli 2018

Li Gundên Mirî Zmanekî Mirî Li Paś Maa



Heta ku av źi kaniya gund derneketiye, ne qîmeta gund u ne źî qîmeta berośa li malê hee ye.
Bi hêviya ku ewê ev źiyan roźekê dîsan vegerre.
Av źibo berośê u beroś źî źibo avê ye.


Kaniya ku zuwa buye, ne tenê berośa di mala meriv da, heta kortika di ćavê meriv da źî dike ćol u ćolistan.

Di destpêka salên nodî da di nav śerr da pênc hezar gundên kurdan hatin tarumar kirin, kevir li ser keviran nehiśtin.
Pênc mîlyon kurdên bi zmanê kurdî u ćanda kurd źi kîsa bi hezaran salan ćun.
Em dest źi encamên śerrên bê streteźiya netewî yên ehmeq berdin, meriv bi ehmeqan ra nikare qayîśê bikiśîne di wêran- u talankirinê da.

Kurdên ku kariyan bi lez u bez gundên xwa biterikînin, bi zor u zehmetî xwa havitin nav baźaran.
Heźmareke pirr mezin źi van kurdan ćun li baźarên tirkan bi cî bun źibo karekî rezîl u pariyeke nan.
Gundekî kurdan yê di dema berhevkirinê da.
Źi berî wê wêran u talanê pênc mîlyon kurd bi zman bun, bi kurdî u kurdîn bun.
Zarokekî bi zmanê kurdî zarokekî bi heft gurćik e, ewqas bi hêsanî dest źi kaniya gundê xwa bernade, źiber ku źê ava zmanê xwa vexwariye.

Hîro di ser talankirina gundên kurdan ra bîst u pênc sal derbaz bune.
Hêdî li baźarên tirkan nifśekî nuhkurdan ćêbuye.
Her ćendî ez dibêźim nifśekî kurd ćêbuye źî, ev daxwazeke śexsî ya vî dilî ye.
Lê di rastiyê da ev nifś buye nifśekî tirkan, ti têkiliya vî nifśî bi zmanê kurdî u ćanda kurd ra nemaye. Ti têkiliyeke vî nifśî ya ruhî bi gund u baźarên xwa u bi Kurdistan’ê ra nemaye; heźmareke bi mîlyonan e.

Em berê xwa bidin gundekî xelkî din yê li Elmanye’yê.
Gundekî bi navê Rettenbach li Allgäu / Bayern’ê hee ye, niśteciyên vî gundî li dor 830 kesî ne.
Źi berî bîst salan niśteciyên gundê Rettenbach’ê birryarekê digirin u dixwazin źê pê va gundê xwa bi xwa îdare bikin.
Canikên me li gorî normên giśtî yên hawîrdorê, yanî gundekî organîk / biyo ava dikin. Ew bi xwa dibêźin gundê eko[-loźîk].
Ênerźiya xwa źi gaza biyo / organîk u rooźê dihafirînin. Hemî xurdekên xwarinê li heman herême tên ćandin, berhev kirin u frotin.
Li vî gundî markêteke mezin źi dar u berên li eynî herêmê hatiye ava kirin.
Bi vê yekê źî canikên me dilê xwa haś nekirine, rabune pereya xwa źî ćêkirine. Hemî niśtevanên gund bi pereya gundê xwa Weichbergtaler’ê karê kirrîn u frotinê dikin, źibo ku bila pereya gundê wan tenê li gundê wan bimîne u bi vî hawî źî aboriya gundê xwa geśtir bikin.

Me ći kir?
Me ne li gund, ne li navće u ne źî li baźarên xwa darek dayniya.
Kaniyên me yên ku bi hezaran salan av dayî bun me źî me zuwa kirin.

Hun li źêr dikarin li vê vîdyoya li ser gundê Rettenbach'ê mêze bikin (mixabin bi zmanê elmanî ye):







Sonntag, 1. Juli 2018

Resimeke Bi Bar



„Lawikê min bi derd e!“ dibêźe diya min.
Ez li ser embara malê ketime nav ćuwal u cilan, naxwazim bi kesekî ra bipeyîvim.
Źixwa min źi śîva hêvarê destê xwa śuśtiye, ez ê nexwim.
Zarokekî kurd bi berxikekî kurd ra.
Bavê min li ber roźinga malê runiśtiye u êr / êgir dadide. Roniya lempeya bi śuśeya drêź ya dardakirî di halê xwa da diśewite.
Gava bavê min bi ćoyê di nav destê xwa da ar tevdida, bi kenn, „Kakil’ê min ćima su ketiye?“, got u l’ hêla diya min mêze kir.
„Dibê ćima resima min nekiśandine, loma su ketiye.“
Yanî lawikê diya xwa sil ketiye, xeyîdiye.

Havîneke germ bu li gund.
Divêt brayê min Vêso wê roźê berxik bibirina ćêrandinê, dê u bavê min źê ra weha gotî bun.
Ez hîn di ser ćar saliya xwa ra me, halê min ya ku min bikariya berxik bibirina ćêrandinê tune bu.
Ez daketim navenda gund. Źi mala me pêncî mêtro dur bu.
Wekî hertim min u zarokên din me bi hev ra dest bi lîstikê kir. Tama vêśartoka di nav wan mal u axur u goman da zewqeke bê sînor dida me.
Wê roźê źî em di nav cośiya xwa da b’ vir u wir da bazdidan, heta ku brayê min Vêso hat u bi zorê berxik dan ber min u ez śandim ber berxikan. Tevî ku źi min ćar – pênc salan mezintir bu źî, nedixwast herre ber berxikan.
Gava ez ketim duv berxikan u min berê xwa daa Ćayîrê  Eyîn, źi kîn u nefretê ćavên min śil buyî bun..
Halê min yê ku li pey berxikan heta hêvarê heśyar bimama, tune bu.
Gava nîvro dibu, dinya dikeliya. Berxikan serên xwa dixistin nav śeqên hevdu u l ciyekî hênik digerriyan. Ez źî bi wan ra.
Berxik li ku mexel dibun, ez źî li ba wan. Gava berxik radibun u dîsan dićun ćêrê, haya min źi wan nedibu. Loma źî min zu bi zu berxikên me handa dikirin. Heta hêvarê birćî li peyv berxikan digerriyam.

Wê roźê hevalê kekê min yê xwandinê bi tevî kekê min hatî bu gund. Haya min źê tune bu. Min źi kekê xwa pirr hez dikir.
Ez wê roźê li benda hêvarê bum. Gava rooź li roźava rengekî zerik girt, min źî bi hêdîka berê xwa daa gund. Hêvaran hemî pez u naxir dadiketin nav gund, di nav gund da kelecaniyeke mezin ćêdibu. Tevî ku źibo mezinan karekî bi zehmet dest pê dikir źî, digel zarokan vegerra pêz u nêxir dibu serpêhatiyeke bê mîsal.

Kekê min Smaîl li malê bu. Kêm caran di źiyana zarokekî da bextewariyeke weha xwaśik ćêdibe ...
Paśê gotin wan resim kiśandine. Gotin l’ min źî gerriyane, lê nekanîne min bibînen. Brayê min Vêso, ku bi zorê ez śandî bum ber berxikan, źi wan ra tiśtek negotiye.
Gava ez bi tevî berxikan di nav xewê da bi xewnên xwa ra miźul bume, hevalê kekê min Smaîl li ser Tumî Gir di ber min u berxikên min ra derbaz buye u ćuye.

Źi piśtî ćend salan min ew resim dît. Kekê min Smaîl li ba ziyareta li paś mala me di navbera herdu gayên me Cumo u Pîźo da li ser piyan disekiniya, bi herdu destên xwa źî guhên wan pêgirtî bu. Vêso li ber nîgên kekê min li ser źuniyan disekiniya u herdu destên xwa li ser źuniyên xwa cî kirî bu.
Her cara ku ez l’ wê resimê difikirim, hêśeke bêbav b’ min digire. Divêt ez li ser wê resimê bibuma.
Ewê ew resim bibuya resima min ya destpêkê. Lê nebu.
Salek paśê, dîsan havînê, resima min ya destpêkê li hepsa Erzingan’ê, li ber ćokên bavê min hate kiśandin. Destên min źî li ser ćokên min disekiniyan.

Ez su ketî bum.
Paśê ez l’ pey suketina xwa ketim. Ketin ketin bu, lê su ći bu?
Źi piśtî sî u pênc salan ez dîsan hatim li ber zmanê kal u bavan sekiniyam. Min dît ku di zmanê Zerdeśt’ê kal da wekî saoka- buye u mahneya śewat, ron didaye. Min fam kir ku hîn di zaroktiyê da śewat l’ canê min ketiye, u ez śewitandime.
Źi bîr nekin, su-ketin u sotandin xwarziyên hevdu ne, heger dayik sotandin ’be, zarok źî su ye.




Fuat Saka: "Malan Bar Kir"