Mittwoch, 19. April 2017

„Toxtor Xanim, Ez Kesekî Nîv Mirî Me Bê Zmanê Xwa“



Ez di wextê xwa da gêśtim klînîkê.
Di demoźk / seet 15an da randevuyeke min hee’ bu. Min ê źibo kurdekî ku bi kurdî dipeyîviya, wergêrr bikara.
Maleke kurd ya li gundekî Erzingan'ê.
Ez di deriyê klînîkê ra ketim hundur. Źiber ku min klînik baś nas dikir, gava ez di ber sekreteriyê ra derbaz bum, min silavek daa wan u ćum li odeya rawestinê li ser kursiyekê runiśtim. Odeyeke pićuk bu. Li hêlekê, li ber dîwêr makîneya otomat ya vexwarinan u li hêleke din źî, di kućeyekê da makîneya qehwê hee’ bu. Tevî ku ez zêde qehwê venaxwim źî vê carê min qehweyeke bi śîr u śekir ćêkir u ćum li śuna xwa runiśtim.
Kêm-zêde hîn deqqeyek wext hee’ bu.
Źi derî min ćend kesên din źî li wir runiśtî bun.
Herkes bêdeng li śuna xwa rudiniśt. Herhal ew źî wekî min li benda dema randevuya xwa bun. Herkes di destên xwa da bi tiśtekî ra bilî dibu.
Min qehweya xwa vexwar, furt bi furt. Li benda xanima terapîst mam.

Źi piśtî ćend deqqan terapist hat. Ez, nexwaś u terapîst bi hev ra derketin źor, ćun odeya wê ya tedaviyê.
Em li ser kursiyên xwa yên ku di teśeya sêgośeyî da hatî bun daynîn u bi qasî du mêtroyan źi hevdu dur bun, runiśtin.

Gotinê bi xêr hatinê dest pê kir źi berî miźarên din.
Paśê xwa li hevdu dan nas kirin. Źi piśtî ku axaftina formalî bi dawî bu, terapîstê gotin haniya ser zaroktiya wî.
Wî zêde xwa negirt, di cî da berê xwa daa bîranînên xwa. Destên wî li hewayê xwa l’ ba dikirin, rîtmeke dîtbar dida gotinên wî.
„Di zaroktiya min da gava min dest bi dibistanê kir, ez pir bi kelecan bum, toxtor xanim. Ez ê hînî tiśtên nuh bibuma. Min ê bi hevalên xwa yên li dibistanê ra tiśtên nuh ćêbikira ... Lê źi piśtî mehekê ew kelecaniya di min da handa bu u ću. Her cara ku tiśtek b’ dilê mamosteyan nedibu, l’ me didan. Me zmanê wan hîć fam nedikir. Heta ku ez bi zmanê wan hînî peyva «paśnav» bum, bi mehan wext derbaz bu. Źixwa min nedizaniya peyva «paśnav» ći ye, ćima hee ye …», got u bala xwa daa ser nîgen xwa. Bê deng maa. Ruyê wî sor bu. Her du destên xwa li ser piyên xwa daniya ser hevdu. Nefesa xwa kur-kur digirt u berdida. Hustiyê wî źi bin va xwar buyî bu. Her du milên wî berbi pêś va daketî bun. Carina bi herdu destên xwa yên li ser piyên xwa mantoya xwa ya ku li ser źuniyên wî bu, pêdigirt, diguvaśt, di teśeyeke serrast kirî da dîsan li ser ćokên xwa śun dikir.
- Bi kerema xwa hun dikarin hestên we yên ku vê gavê di we da derketine źi min ra bibêźin?
- Ez nizanim ku ći bibêźim, doxtor xanim. Hestên min tevlihev in, nikarim baś tarîf bikim.
- Bala xwa bidin hundurê xwa. Ći cure guhertin aniha vê gavê di we da xwa didin der?
- Heta ku ez hînî zmanê tirkî bibim pênc-śeś sal di ser ra derbaz bun. Dê u bavê min źî bi tirkî nedizaniyan ku hariyariyê bidin min. Tevî ku min hîć nedixwast bićim dibistanê źî, źi piśtî salên dur u drêź rewś guheriya. Gava ez bi têra xwa hînî tirkî bum, hindî min dest bi planên xwa yên pêśeroźê kir. Lê di planên min da ciyê zmanê min tune bu. Sîstem li ser zmanê tirkî hatî bu ava kirin. Sîstem bi zmanê tirkî hatî bu ava kirin. Loma źî hemî plan u hêsabên min yên pêśeroźê bi zmanê tirkî bun. Ez u zmanê min, me dayî bu xatirê hevdu. Me li ber xwa daa. Lê berxwadana me źî di destê me da maa. Dema em gavakê b’ pêś da dihatin, du-sê-ćar gavan źî b’ paś da dićun ...
- Helbet ez hêśa di we da fam dikim, u dibînim. Lê gava hun l’ wan roźan difikirin, di śexsê we da ći hest derdikevin źor u we têśînin?
- Toxtor xanim, hun źî dibînin herhal ez hîro di ći halî da me. Min, me bi zmanê tirkî li ber xwa daa. Divêt ez vê rastiyê źî bibêźim, me xizmeta zmanê tirkan kir. Źixwa tiśtê ku wan źi me dixwast źî ew bu. Tiśtê ku di destê me da bu, ew źî źi destê me ću. Gava ez bi tiśtê ćuyî hessiyam, ez źi binî va hilweśiyam. Min dît ku ez ê careke din nekarim zmanê min yê ćuyî b’ śun da b’înim. Tevî ku ez bi kurdî dizanim u dipeyîvim źî, lê zehmetiyeke bê sînor dikiśînim …
- Ćima? Ma źiber bîranînên xwa hun vê zehmetiyê dikiśînin?
- Na, toxtor xanim, na. Źiber zmanê xwa. Zmanê min di min da nîv mirî ye, loma. Her cara ku ev tê bîra min, ez pê dihessim ku di min da kêmasiyeke mezin ćêkirine. Ez xwa nîvće hîss dikim. Nîviyê min, nîviyê me źi me girtine u birine ... Gava ew nîviyê me źi me girtin u birin, me neda duv nîviyê xwa. Me bi kelecaniyeke mezin berê xwa daa duv hestiyên ku wan havitî bun ber me. Me źiyana xwa bi kośtina / kotina hestiyên havitî derbaz kir. Her cara ku me gezek didayê, îdyoloźiya me l’ me śîrîntir dibu, em l’ îdyoloźiya xwa germtir dibun. Me xwa bi îdyoloźiyan têr dikir. Lê di raśtiyê da em bi îdyoloźiyan dihatin têr kirin. Bi salan me zikê xwa bi wan îdyoloźiyan têr kir. Lê di dawiya dawîn da me dît ku em hîn źî birćî ne.
- Ma ti tiśtê ku hun bikarin bikin tune bu, yan źî hîro tun e?
- Hee’ ’be ku ći dibe, toxtor xanim. Di van salên min da, di vî halî da … Hêdî ez bixwazim źî ez nikarim destê xwa źi wan îdyoloźiyan biśom. Zikê min, birćîtiya canê min l’ wan baniye carekê …
- Heger hun desturê bidin min, ez dixwazim pirseke din źi we bikim.
- Helbet toxtor xanim, źixwa ez źibo pirs u bersîvên we heta vira hatim.
- Ma we di wan dem u salan da hîć kabus didîtin?
- Min ê ćawan ew xewn u śev bê kabus derbaz bikirina ku, toxtor xanim, ćawan?
- Biborînin, mebesta min ne ew bu ku ez we b’êśînim. Ma ew kabus, hîć nebe naveroka wan kabusan hîro hîn źî tên bîra we?
- Nizanim, toxtor xanim. Hîć lê nefikiriyam. Ez hilo bawer dikim ku nayên bîra min. Lê ... Nizanim ...
- Lez nekin, carekê b’ śun da herrin wan roźan. Dibe ku ćend detayên pićućik werin bîra we.
- Xwezila bila bihatina, xwezila. Lê dikim u nakim, nayên bîra min. Divêt ez paśê pićekî li ser vê yekê bifikirim. Cara din …
- Helbet em dikarin cara din dubare li ser vê miźarê bisekinin. Źixwa wextê me hee ye.
- Ez dibêźim ew kabus hew tên bîra min. Lê hîro di nav kabusan da tiśtên pir sosret u fentezîk ćêdibin. Ez di nav kabusan da timî li duv tiśtina me, l’ tiśtina digerrim. Li ser riyên xwa ez mecburen bi hefrîtan ra dikevim nav śerrên giran heta ku di min da hêz namîne …
Gava ez di nav cilên xwa da źi xew u xewna xwa heśyar dibim, ez l’ nîv-mirî-buna xwa dihessim. Ez bi vê qehrê dimirim, toxtor xanim, dimirim.
Ez, yê nîv mirî ...
U zmanê min yê nîv mirî di nav canê min yê nîv-mirî da ...





Samstag, 1. April 2017

Xwadê, Rebeno U Pêxember



...

Rebeno:
Niyaza dawiyê bu di vê źînê da.
Min ê îcarê ev mala li vê beyarê li paś xwa bihiśta.
Ez ê bibuma rêwiyê serpêhatiyên di riyan da.
Min ê ćîrokeke bi serpêhatiyan bexś bikira.
Yê kirî bîr e, yê nekirî sond e.
Yê gotî baweriya di bîrê da ye, yê negotî bêdengiya di sondê da ye.
Meśa li pey bîra handabuyî talana ćîrokê ye.
Peyvên vêśartî yên di sonda bêdeng da banga nalên di berbangê da ne.
Nal bi deng ’be źî, rê xuya nabe.
Ezbenî, rêwiyê bê rê nikare źi kaniyan bibuhure.
...
Źi berî ku śêyîna hespan bibe peźn li kortalan, ez źi zîna bavo daketim.
Bild könnte enthalten: Berg, Himmel, Natur und im Freien
Mala xwadê ya li Kurdistan'a rengîn.
Ya star, li teniśta te me li ser pahniyan.
Ćavên min śil bike.
Źi kezeba reś tîh bume.
Yan ez ê tîhbuna xwa haś bikim bi ava źi kaniya teniśta te, yan źî ez ê pê zuwa bibim.
Ka źi guhên min ra niviśta demoźka (seeta) hezkirinê bixwîne.

Xwadê:
Her gîsin li ser herda xwa giran e.
Her gîsin di nav herda xwa da tuź e.
Her gîsin di eyara hezkirina xwa da śuvan li paś xwa dihêle.
Gîsina ku herda xwa kerî bi kerî dike, tê da źiyanê dićîne, ćiku źê hez dike.
Bêhna ku źi herdê difure, gîsina di nav axê da gêź dike.
Tovên ku di nav herdê da ćal dibin, bereketê źi herdê derdixînin.
Tovên ku di nav herdê da ćal dibin, bereketa źi ezmên ketî pêdigirin.
Kêzik di nav vê bihiśtê da ćêdibin, daku źiyanê dabigirin.
Kêzik di nav vê bihiśtê da ćêdibin, źibo ku dîsan li pey źiyanê bimirin.
Yên ku źi vê herdê dixwin, domdar dibin.
Yên ku źê dimînin, talan dibin.

...





Dengbêź Ezîz’ê Simê: "Źibo Śengal’ê"