Montag, 31. Dezember 2012

Saleke Din Źi Kîsa Bavê Me Ću



Di van demên dawiyê da hewa gelekî xwaśik e.
Źibo demên niha tiśtekî źi derî edetê ye.
Bi taybet hewaya hîro wekî ya biharê ye.
Ne serma, baran u ne źî berf hee ye.
Rooź/tav źî dićiruske. Êh, ma źi vê germiktir u nermiktir tiśt dibe bavkên minino?

Ha ev e saleke din derbazî hêla din dibe.
Nizanim, ka ez aniha li ser vê sala buhurî ći bibêźim.
Wekî salên din di ber me ra buhurî u ću.
Silavekî xerabe źî nedaa me.
Ha hatim u ha ćum, got, simbêlên xwa bîlem banedaa.


Ez ê di seet yekê da herrim Elmenye‘yê.
Pêr brayê min yê xayîn źî źi Frense‘yê hatiye wir.
Ez ê serê salê bi wan ra derbaz bikim.
Ya raśt kêfa min zêde bi pîroźkirinan nayê.

Doh min denggośkî/têlefonî bavê xwa źî kir.
Paśê źî denggośkî brayê xwa yê mezin yê li Edremît’ê kir.
Wekî her demê źi min gazinan dikin, li ber xwa dikevin u dibêźin, «Yaw tu yê kengê werî, de bes e źi vê duriyê ra haaa. Va ye millet tevda mir u ću, aha va ye dor hate me, ...».

Yanî gazinên wan yên bi heqq u bê ćaretiya min ya bê bav.
Lê dibe ku vê sala nu tiśtek bibe u em źî piśtî bîst u ćar salan dilê xwa pićekî haś bikin.

Berxikino, zêde wexta min nemaa.

Źibo we sersaleke agirpêketî daxwaz dikim.
Bila di vê sala nu da xwadê demên we yên bi kêf zêde bike, hêśên we kêm bike, ê tabî heger bi temamî tune bike źî xerab nabe yanî :)

Sonntag, 23. Dezember 2012

Ceźna Peskalyeyê U Kerta Hevala Min Ya Jenny‘yê



Ev ćend roź in ku hewa li vir germ e.
Di navbera 6-8 pileyan da terre u tê.
Dibêźin ewê sibeh derbikeve 12 pileyan.
Tabî li erdê berf źî nemaa. Lê sibeh źî ćeźna filehan e, yanî ceźna peskalyeyê ye.

Pêr min hevala xwa Jenny’ya heft salî dît. Got, «Em’ê hîro hêvarê herrin Koln’ê. Loma źî min kerta te źi aniha da amade kiriye, ez ê paśê b’avêźim nav qutiya te ya postê.».
Źiber ku ez hertim dawa kertan źê dikim, ew źî aniha hertim weha dike, yanî źi berî ku herre derekê, kerta xwa amade dike u dide min, źibo ku ez paśê nekevim qirika wê :)
Ya rast wê sibehê di seet heśtan da gava ez bi pîskîlêtê di cilśoxanê ra derbaz dibum, min diya Jenny'yê dîtî bu. Wê źî ew mesele źi min ra gotî bu.
Yanî di rastiyê da roźa 24ê ya meha donzdehan roźbuna hevala min Jenny'yê ye.

Tabî ez źî hertim têm dawet kirin.
Lê vê carê ćênabe, xezalê terre tatîlê, terre ba dapîr u bapîrê xwa.
Źi berî ku herre źi min ra got, «Tu dizanî, em ê serê salê dîsan li vir bibin, u em ê wê roźê źî roźbuna min pîroź bikin, ihiii :)».
Yanî dixwaze bibêźe, «Ka hele bi kerema xwa diyariya min źi bîr neke.».
Di kerta ku havitiye qutiya postê da ev tiśt nivîsiye:
«Behani‘yê delal (navê min hertim weha xelet dinivîse yaw), ez źibo te tatîl u peskalyeyeke bi kêf u sersaleke baś daxwaz dikim. Jenny’yê te.».

Di bin da źî ćend resim ćêkirinne. Herî dawiyê źî nota xwa bi herfên pirr pićuk qetandiye: «Ez sersalê dîsan b’ śun da têm.».


Źiber ku di van du hefteyên dawiyê da kes zêde kar nake, karê min źî hema hema qet tun e.
Ez ê tenê sersalê dîsan herrim Elmenye’yê.
Ewê brayê min yên kafir u xayîn źî were wir.
Źi piśtî hevdeh salan em ê dîsan hevdu bibînin.

Sonntag, 16. Dezember 2012

"Yaw Pêncî Sal In Ku Ez Kurmancî Nepeyîviyame"



Źi doh va ye ku hewa pićekî nerm bu.
Tabî śilî/baran źî dibare carina.
Loma źî hema hema berfa li ser erdê tevda źî heliya u ću.

Êh, ev źibo min baś e. Yanî ez ê dîsan bikarim li pîskîlêta xwa siyar bibim.

Doh źina brayê min hate mala xizmê min/me yê li Zürich’ê.
Ez źî doh hêvarê di seet śeśan da li wir bum.
Heta seet deh u nîvê śevê li wir mann.

Paśê wan gotinn em ê herrin, rabunn u ćunn Elmenye’yê dîsan.
Em li dor maseya xwarinê ya li mitbaxê runiśtî bunn.

Wan źi berî min xwarina hêvarê xwarî bunn. Loma źî min xwarina xwa bi tenê xwar.
Źi piśtî ku min xwarina xwar, yên ku źibo sersaxiyê ćuyî bunn mala gundiyekî me, bi śun da hatinn.
Ew źî hatinn li dor masê runiśtinn.
Hîcar min mêze kir źi nu va gośt daynîn ser masê.
Gotinn, «Em ê gośt di nav run da sor bikin u digel reqiyê bixwin.».
Yanî «fondue»ya ku li Swîsrê menśur e, hate amade kirin.
Ê camêr u xatunan śuna xwa germ kirinn u dest bi sohbeta xwa kirinn.
Źiber ku ez źi tama elkolê qet hez nakim, min got, «Spas, ez venaxwim babam.».

Sohbeta me bi zêdeyî kurdî bu, yanî mecbur mann.
Mêrê xwanga źinbrayê min got, «Yaw ew pêncî sal in ku ez qet bi kurmancî neaxivî bum.».
Paśê keća wî kete navberê u got, «Welleh bi saya Beghyanî li vir atmosfereke bi kurmancî ćêbu. Heger em mehekê li cem Beghyanî bisekinin, em ê bi tevayî źî kurdiya xwa pirr bi pêś da bixin.».
Braziyê min Reśo di xewê da bu. Paśê hanîn cem me.
Lê źiber ku źi xewê rabuyî bu, zêde kêfa wî tune bu.
Nexwast ku were cem min, heta ku bi temamî hate ser xwa.
Tabî źina brayê min ya tirśikćî qet dil nedikir ku bi kurmancî bipeyîve, tevî ku ez tenê bi kurmancî dipeyîviyam źî.
Ći dibe bila bibe, camêran careke din dîtinn u hîs kirinn ku ew bi xwa kurd in.
Di nav axaftinên xwa da carina zmanê kurmancî wekî îspata vê yekê bi lêv dikirin.


Gava ew rabunn ser xwa, źibo ku bi śun da vebigerrin Elmenyê, min di wê navberê da źi źina brayê xwa ra bi kurmancî got, «Heger tu bi zarokan ra bi kurmancî bipeyîvî, ewê baśtir bibe, źibo ku em roźekê bikarin bi hevdu ra bi zmanê xwa bipeyîvin, nebin xerîbên hevdu, nebin diźminên hevdu. Źi min qet hêvî neke ku ez ê roźekê bi zmanê tirkên qewad bi we u wan ra bipeyîvim. Ev tiśtekî bê mimkun e. Vê źi bîr neke. Aha va ye ez li vir źi te ra dibêźim. Vê qet u qet źi bîr neke.».
Got, «Ez soz nadim, ka em mêze bikin.».
Dibe ku ez dawiya vê salê herrim Elmenyê, ewê brayê min yê tirśikćî źî were wir.
Helbet ez ê hîcar îmana herduyan bi hev ra bikim teneke u berbidim ćolê.

Freitag, 14. Dezember 2012

De Berbide Em Bi Tirkî Bipeyîvin Qurban


Ev
ćend roź bunn ku hewa bi têra xwa sar bu yaw.
Heta kêm deh pileyan (-10°) daket.
Lê hîro derkete sifir pileyê. Di ro
źên tên da ewê heta 6-7 pileyan derbikeve dibêźin.
Tabî
źiber berf u cemeda li ser erdê min pîskîlêt bi tevayî li malê hiśt.
Peya
ćum kar u hatim.
Ya ra
śt kêfa min gelekî bi meśê źî tê.

Di vê navberê da ti
śtekî balkêś pêk nehat.
Ewê sibeh
źina brayê min źî were Zürich’ê.
Ez ê wê dubare bibînim.
Yanî di
źiyana xwa da cara duyem, u ev her du źî di nav van deh roźên dawiyê da.
Tabî bi zêdeyî
źî kêfa min bi dîtina lawikê wan tê.
Źi aniha da min bîra wî kafirî kiriye.
Divêt ez sibeh herrim
źi braziyê xwa ra diyariyekê bikirrim.
Qasî ku xuya dibe, kêfa wî bi googê pirr tê.
Wekî bav u apê xwa, yanî wekî min yaw, wîîî.
Di zaroktî u ciwantiya xwa da xalê we googbazekî bi agir bu, pirr men
śur bu. Lê źiber ku feqîriyê malik l’ me xerab kirî bu, brayê min hingê nekanî bu ku min biśîne Stembol’ê.
Êh, ew
źîrekî u efsanetiya bi googê źî wekî gelek tiśtên din av bi av ću.

Wê ro
źê min dîsan denggośkî/têlefonî bavê xwa kir.
Dawiya dawîn bi
źina brayê xwa yê mezin ra źî peyîviyam.
Ew
źî aniha ćunne ziyareta bavê min. Divêt hîro dîsan b’ śun da bićunna roźavayê Enetolî’yê.
Di denggo
śkê da gilî u gazincên xwa l’ min kir.
Got,
«Yaw ev ći zilm e tu l’ me dikî dilê min, berbide em bi hev ra bi tirkî deng bikin haaa. Welleh zman l’ me pelixiye u nikarin bi kurmancî baś bipeyîvin. Źixwa zarok qet nikarin, tenê kêm-zêde fam dikin. Pirr l’ ber xwa dikevin u nizanin ku ći bikin. De were vê eziyetê l’ me neke qurban, em ći bikin ...» u filan u fistix.
Êh, min negot xwadê daye u gotina xwa got:
«Welleh heta mirinê źî bi zmanê tirkên qewad tiśtek tun e. Nebêźin ku ez ê bi we ra bi zmanê wan tirkên qewad bipeyîvim. Qet hêviyên vik u vala nekin. Ku ez roźekê hatim welêt źî ez ê bi we ra tenê peyvekê deng nekim, ...», u dîsan filan u fistix.

De hun bi xwa l’ vê malxerabiya me mêze bikin. Hindî pêwistî bi tirkên tecawîzcî nemaye.
Di nav malên me da her ti
śt tarumar kirinne.
Hîcar karê tirkan pepukên me yên di nav malê da girtinne ser xwa.
Qa
śo bi śiklekî nermik u germik, bi śiklekî bê suc u bê guneh karê xwa dikin.
Tabî heta hêvarê li ber têlevîziyonên tirkan ranabin, deh deqan wextê xwa
źibo zmanê xwa nadin, hîcar radibin źi min tiśtên beredayî dixwazin.
Ê bila xwadê we ro
źekê nexîne nav destê min u xelas, ihi.

Sonntag, 9. Dezember 2012

Axaftina Bi Bavê Min Ra Ya Hîro



Źi piśtî sê heftan min hîro dîsan denggośkî/têlefonî bavê xwa kir.

Tabî di raśtiyê da min gotî bu ez ê her heftê bikim.
Lê min her u her źi bîr kir, yan źî hêvaran pirr dereng dihate bîra min.
Qismet hîro buye.
Qendî nîv seetî pê ra peyîviyam.
Got Smaîl u Resmîgul źî li vir in, ewê dîsan heta du-sê roźan bi śun da vebigerrin.
Smaîl brayê min yê mezin e. Deh sal in ku li roźavayê Enetolî’yê dimîne.
Lê min nekanî bi wan ra bipeyîvim. Got, «Aniha ev ćunn Ula’yê.».
Ula di vê navberê da buye beśeke Erzingan’ê.
Lê berê wekî gund dihate bi nav kirin, tevî ku pirr mezin bu źî, yanî hema hema qesî Erzingan’ê mezin bu.
Heger ne śaś bibim, aniha mezintir źî buye.
Lê źiber ku niśtevanên Ula’yê tevda źî kurdên elewî bunn, tirkên qewad bi zanîn rê nadidann ku ev cî geś bibe.
Ev bîst-sî sal in ku bi siyaseta xwa ya niźatperest, him bi dîn u him źî bi kemalîzmê îmana millet kirinne śorbe.
Źibo ku van kurdên elewî bikiśînin cem xwa, ti îblîsî nemaye ku nekin.
Tabî di vî warî da gelekî źî serketinne.
Esîmîlesiyon feleket pêś ketiye.

Li hêla din nebuna siyaseta kurdan ya mîllî, karê tirkan pirr hêsantir kiriye.
Millet xwa bi zêdeyî hindî tirk dihesibîne.



Helbet ez dîsan hiynî tiśtên din źî bum.
Bavê min got, du lawên filan kesî bi du kećikên tirkan ra zewicînne u kećik hiynî kurmancî bunne, xwadîtiyê l‘ kurmancên elewî dikin ...
Mesele ev bu yanî. Źi min dawa zewacê dike, loma.
Min źî got, «Welleh kes min naxwaze, bavo, ma ez ći bikim yaw, weyyy. Kes naxwaze seba min qelineke rind źî bide. Heta ku kurmanc nebe źî nabe …», u gelek filan u fistixên din.

Hêrs ket, got, «Ê ma tu nikanî kurmancî bidî hiyn kirin, hi? Bila însan ‘be, bes e. Law bila ći dibe bibe. Dîniktiyê neke. Baqil ‘be lawê min...».
Yanî bavê min careke din tiśtê di dilê xwa da haniya der.
Di wê navê da carekê źi min ra got, «Ma te ću źinbrayê xwa dît, hatiye ba xizmên xwa li wê derê?».
Min got, «Herê herê, min ću dît. Lawê Vêso (Veysel) pirr śîrîn e yaw, hahooo. Dilê min peritî yaw.».
Kêfa bavê min pirr pê hat.
Di nav axaftinê da carekê peyva «civat» bi kar haniya.
Welleh u billeh min qet nedizaniya ku ev peyv li ba me źî tê bi kar hanîn.
Ez dibêźim, źiber ku ez di śeś saliya xwa da źi gund derketî bum u li dibistana herêmî (ya leśkerî!) mayî bum, min nekanî bu kurmanciya min geśtir bikim.
Her cara ku ez bi bavê xwa ra dipeyîvim, hiynî tiśtekî din dibim.
Bi saya van axaftinên me yên kurmancî bavê min ha ha pićekî din xwa kurmanc u kurd hîs dike.
Dibîne ku zmanê wî yê kal u bavan kurmancî ye, ew ne tirk e.
Źiber ku ev zmanê kurmancî yê ku di mêźiyê wî da ye, îspata her tiśtî ye, bixwaze źî nikane źi vê rastiyê bireve.
Loma źî zmanê di mêźiyê meriv da hêliya/neynika li ber ruyê her kesî ye, ti kes nikane źi rastiya wê hêliyê xelas bibe.
Dixwaze bila bavê min ‘be berxikino, bavê min, siyar hatiye u peya 
źî terre, ihi.

Mittwoch, 5. Dezember 2012

Ew Bi Kurmanciya PKKê Dipeyîve Yaw



Ez dixwazim hîro źî pićekî li ser mêvaniya me ya doh bisekinim.
Yanî mêvaniya min ya li Elmenye’yê.
Min gotî bu, źina brayê min źî hatî bu wir, ba xizmên źi malbata xwa.
Ya raśt em źî bi hev ra xizm in, lê bi serê xalê Tezo bibe ku ez nizanim ev xizmtiya me ćiton e.

Digel mêvaniya me, hemî kesên li wir źî mecbur mann ku carina bi kurdî źî bipeyîvin.
Źixwa baś dizanin ku ez ê ti carî bi zmanê tirkan nepeyîvim.
Tabî haya źina brayê min źi baayê feleka xayîn tune bu.
Tenê ćend caran hewl daa xwa ku bi min ra bi zmanê tirkên heram bipeyîve.
Min źî bi du-sê peyvên bi kurdî bersîva wê didaa.
Paśê digel xwarinê xwarzêya wê got Beghyanî bi tirkî nizane, divêt tu pê ra bi kurmancî bipeyîvî.
Ew ecêbmayî maa.
Got, «Wîîî, min źî digot bi tirkî dizane, loma źî min tenê bi tirkî pê ra deng kir.».
Paśê vegerriya ser min u got, «rast?».
Min got, «Ez zmanê tirkan nizanim. Tenê kurmancî dizanim.».
Ê tabî źina xizmê min yê ku ez bi xwa ra birî bum kete navê u got, «Na na, dizane, lê napeyîve. Bi me ra źî qet napeyîve.».
Îcar mêrê xwanga wê yê nêzîkî heftê salan kete dorê u got, «Emma ev bi kurmanciya me napeyîve, bi ya PKKê dipeyîve.».
Hella hellaaa, hîcar ev kurmanciya PKKê źî źi ku derket bavkê mino, waweylêêê.
Aha ev tiśt źî hate serê me, kurmanciya PKKê haaa.

Hindî ći dibe bila bibe, ku źina brayê min heta deh roźan hate vir, ez ê îmana wê bikim teneke.
Ez ê źê ra qedexe bikim ku bi zmanê tirkên qewad zarokê xwa yê delalok bike tirkekî saxlem.
Divêt bi kurdî pê ra bipeyîve, yanî bi merema wan bila bi kurmanciya PKKê pê ra bipeyîve u xelas welleh.

Źi Berî Bi Salan Ez Bume Apo, Lê Haya Min Źê Nîn E




Li vir hewa bi têra xwa sar e. Berf źî dibare.
Heta sifirê daket.
Di van roźên dawiyê da min hew kaniya bi pîskîlêtê herrim kar.
Di vê navberê da tiśtekî esasî li ba min ćênebu.

Surprîzeke ecêb vê hêvarê ćêbu.
Xizmekî min li vir hee ye.
Em hevdu pirr kêm dibînin.
Hîro wî denggośî/têlefonî min kir.
Got, «Yaw va ye buka me Saniye hatiye ba xalê me Niyazî, me got em vê hêvarê carekê b‘ wir da herrin, ziyaretekê bikin u dîsan vebigerrin. Tabî me got źi te źî bipirsin, dibe ku daxwaza te źî hee ‘be.».
Ez pićekî śaśomaśo bum.
Min got, «Cîgerim buka me kî ye, Saniye kî ye bi xwadê dikî?».
Got, «Hahooo, buka me źî nas nake. Ê ma ew bu? Yaw tu źina brayê xwa źî nas nakî babam, waweylêêê?».
Herê welleh, ez źina brayê xwa źî nas nakim, bi sond u peyman ku nas nakim.
Nedîtiye źî.
Di vê navberê da du zarokên wan źî bunne; lawek u kećikek.
Yanî ez źi nu va bume apo, lê haya min źi feleka xayîn nebuye.
Brayê min źi min qendî pênc salan mezintir e.
Min brayê xwa berî ćardeh salan carekê li Elmenye’yê, źiber mêvantiya brayê me yê źi me herduyan mezintir, li mala xwanga me dîtî bu u ewqas.
Źi piśtî ku ez źi welêt derketim, ew źî derketî bu u ćuyî bu Frense’yê.
Yanî di nav van 24 salên dawiyê da min ew tenê carekê dîtî bu.
Têkiliya me ya bi denggośê źî hema hema qet nebuyî bu.
Berê bi źineke frens ra zewicî bu.
Bi hev ra du zarok ćêkirî bunn. Paśê źi hevdu veqetî bunn.
Ev xizmê min bi źin u zavayê xwa hatinn mala min, ez źî girtim u em derketinn ser rê.
Em ê bićunna Elmenyê. Ne źi vir dur e. Qendî seetekê dikiśîne.
Em ćunn.
Gava em ketinn hundir, min lawikê brayê xwa yê sê salî dît.
Tabî min ew qet nas nedikir.
Lo bavkê mino ew hilo li ciyê xwa sekinî bu u l‘ min mêze dikir.
Qey te digot ez nas dikirim (dibe ku l’ bavê xwa śibandî ‘be).
Min yekcar destên xwa berbi wî va drêź kirinn u bi kurdî got, «were were, wereee!».
Hema biśiriya u berbi min va beziya u xwa havite himbêza min.
Qet xerîbî nekiśand.
Em du seetan li wir mann. Hertim dihate ba min, xwa tavête himbêza min, di paśila min da rudiniśt, dixwast tiśtina bibêźe. Lê hîn nikar bipeyîve.
Ći derewan bikim, min mêze kir ku di dilê min da hîseke ecêb ćêdibe, tiśtê ku min qet hîs nekirî bu.
Mîna ku perćeyek źi min bibe, min ewqas nêzîkî di nav me da hîs dikir.
Sufetê wî źî l‘ ya bavê xwa diśibe.
Navekî bi zmanê tirkên qewad l‘ lawik kiriye brayê min yê tirśikćî u taśeron: «Îlkcan». Navê kećika ku nu ćêbuye źî kiriye «Destan». Kećik radiket, min nekanî bibînim.
Zavayê xizmê min dît ku ha ez bi navê lawik pirr aciz im, got were em bikin «Reśo» u xelas.
Êh, kêfa min pê hat. Min źî heta ku hatim tenê «Reśo» got.
Ya raśt hîn źî źi serê min qet derneketiye.
Ewê heta deh roźan werin wir źî. Paśê źî ewê brayê min źi Frense’yê źibo serê salê were Elmenye’yê.
Dibe ku em careke din hevdu bibînin.
Navbera me qet ne baś bu.
Di raśtiyê da, min tiśtek nekiriye. Di zaroktiya min da pirr zilm l‘ min dikir.
Źiber ći bu nizanim, lê kêfa wî zêde b’ min nedihat. Ez dibêźim dibe ku bavê min u yên din di zaroktiya me da ez źi wî zêdetir hez kirî bibim (tabî nayê bîra min, millet źi min ra digot. Ya raśt min bavê xwa di źiyana xwa da pirr kêm dîtiye. Gava źi hepsê reviya bu, bi dizzî li Stembol'ê diźiya, ez carinan dićum ziyareta wî, ew źî di du heftan da carekê, źi berî ku ez derbikevim Ewrupê). Hertim li hemberî min bi hêrs, kîn tevdigerriya. Tevî ku dilê min b’ wî pirr diśewitiya źî.
Hindek dîmenên wî di mêźiyê min da hee ne ku, min kelegîrî dikin gava tên bîra min.
Di wê salê da mala me tevda xerab buyî bu.
Bavê min ketî ku hepsê, diya min gava źi daristanê źibo zivistanê hêzik taniya malê, źi girekî bilind ketî bu, di nav avê da heta sibeha roźa din źi xwa ćuyî mayî bu. Hêla wê ya ćepê di nav avê da cemîdî bu. Paśê źî ev hêl felc maa.
Hingê brayê me yê mezin bîst salî bu u li navćeyê źi berî mehekê dest bi karê xwa yê texnisyeniyê kirî bu li daîreya zîreetê.
Wî hat mal bar kir u em birinn navćeya me Refahiye'yê.
Li navćê hema hema qet kurmanc tune bunn. Tevda źî tirkên niźatperet u fanatîkên dîndar bunn.
Pirr zilm l' min u brayê min kirinn. Piśtî demekê brayê min bu hevalê wan zarokên tirk, bi hev ra her xerabî dikirinn.
Lê ez tenê roźekê źî nebuyî bum hevalê wan. Hertim hêriś tanîn ser min.
Min xwa feleket diparast, îmana wan dikir teneke. Tu carî yek bi yek nedihatinn ser min, pirr ditirsiyan, tevî ku min mezintir źî bunn; loma źî bi komên mezin hêrishên xwa dikirin. Bernadidann ku ez solan boyax bikim u pereyan berhev bikim.
Ew źibo min u ez źî zhibo wan buyî bunn kelem di ćavên hevdu da heta ku ez źi piśtî salekê ćuyî bum dibistana herêmî ya li Kemah'ê.

Wê demê, yanî di dema zaroktiya me da, roźekê yekî qewad li ba kar bi xapandinê serê brayê min b’ ser utiya komirê da dayî bu xwar kirin u paśê źî agir b’ komir xistî bu. Ruyê brayê min śewitî bu. Hîn źî hêlek ruyê wî weha śewitiye.

Gava ez śeś salî bum u wî roźekê bê heqqiyek li min kirî bu, min bi hêrs ew tanda bu u serê wî l’ kućeya keryolê xistî bu. Wî dest bi gîriyê kirî bu. Ew ruyê wî yê bi xem u hêś hîn źî hilo tip u teze di bîra min da maye.
Hîn źî pirr li ber xwa dikevim, carina xwa bi xwa ra dibêźim, xwazika bila destê min biśkiya u min ew nekira.
Ez źi zilmê nefret dikim.

Mittwoch, 21. November 2012

Bi Her Hawî Redda Zmanên Diźminan Heebe-Nebeyek E!


Bi xwadê di van roźên dawiyê da hewa sartir bu.
Heta sifirê daket.
Lê hîn źî berf u śilî/baran di nav baźêr da xuya nake.
Hindî hêvar źî zu tên.
Loma źî li der sport kirin ne hêsan e.
Li ciyê fîtnesê źî li hundir pirr germ dibe, bi taybetî źî gava meriv li ser makînê dibeze, pirr feleket xwî dide.
Êh, wekî din źî care nî ye.


Źi zu va ye ku min behsa hevaltiyên xwa yên di Facebook’ê da nekir.
Ya raśt źi bîr dikim.
Helbet di vê navberê da gelek kes bunn heval u gelek źî ćunn.
Her ćendî di destpêkê da wekî kurdên bi esl u fesl mista xwa li ser masê xistinn źî, źi pîśtî ćend seetan yan źî roźan her tiśt źi bîr kirinn u bunn wekî qewad u qehpikên tirkan.
Tirkan kîmyeya kurdan źi binî va xerab kirinne.
Tabî haya kurdan źi rewśa xwa tun e.
Qey dibêźin bi ćend hevokên zirt u virt yên siyasî ewê xwa wekî mêrxasên bê emsal bifirośin.
Haya kurdan źê nî ye ku «serpêhatî»yên meriv yên ku wekî «bîranîn» di mêźiyê meriv da hatinne tomar kirin, śexsiyeta meriv dihafirînin.
Li vir helbet «zman»ê ku digel van «serpêhatî» u «bîranîn»an hatiye u tê bi kar hanîn, rola herî esasî u sereke dilîze.
Loma źî divêt kurd ti carî «hêś, xemgînî, śayî, nefret, tirs ...»ên xwa bi zmanê wan qewadan neyînin zmên.
Ev mirina kurdan e.
Ev di navbera zmanê tirkên qewad u kurdan da hêzeke hîssî ya źi hesin mîlyon carî bi hêztir dihafirîne.
Bêguman îmkana meriv ya ku hêsin biguherîne, hee ye, lê ya ku «serpêhatî» u «bîranîn»an biguherîne, tun e.

Źiber vê yekê ye ku, bi temamî «redda zman»ê tirkan u tiśtên bi tirkan va girêdayî heebe-nebe ye.

Vê havînê li ser hêsabeke Facebook’ê ya bi zaraveya zazakî/kirdkî va girêdayî camêran nivîseke Murat Ciwan ya bi zmanê tirkan belav kirî bunn.
Helbet ez pirr hêrs ketim.
Tabî camêran ez nas dikirim, carinan źibo zmên pirs źî źi min dikirin, nivîsên min yên bi zmên va girêdayî belav dikirin.
Źi piśtî ku bi tirkiya qewad nivîs belav kirinn, min źî rabu ev śîroveya xwa kir u źi komê derketim:

««Hîcar ev ći zmanê tirkên qewad e anam babam?

Ma hun źî dixwazin zmanê kurdî yê ku bi zmanê tirkî hatiye u tê kuśtin, dîsan bi zmanê wan tirkên qewad xelas bikin śekirino?
Źixa Murad'ê me hîn źî hiyn nebuye ku zmanê kurdî ći ye u ćawan e?
Bi leqleqa vala emrê xwa li Ewrupê herimandinn, lê nekaniyan du zmannasên zmanê kurdî derxînin.
Źiber ku we wekî ZAZAKÎ zmanê tirkên qewad bi belavkirina vê gotara beredayî di nav xelkê kurd da "meśru" kiriye, ez źi vê koma zman-tirkćî derdikevim.
Bimînin di nav xwaśiya zmanê tirkên tecawizcî da!»».

Sonntag, 18. November 2012

Grêvên Birćîbunê U Binketina Me Kurdan


Roźên dawiyê bi aramî derbaz bunn.
Li der hewayeke maqul hee ye.
Tevî ku hewa maqul e źî min dawiya vê heftê hêć sport nekir.

Rewśa grêva birćîbunê bellî bu.
Dawiya dawîn hate qedandin.
Lê vê carê źî hemî zehmetî u qurbaniyên dayî vik u vala ćunn.
Me źi tirkên qewad nekaniya mafê miśkekî xwa źî bistînin.
Ya raśt źi piśtî siyasetmedarên kurd li der dest bi grêvê kirinn, źibo min mesele bi temamî safî bubu.
Yanî ewê grêv di demeke kurt da bihata bi dawî kirin.
Źixwa tirkan di televîziyonên xwa da mizgîniya vê didann.
Źi berî ku ez nivîsa xwa ya di Facebook’ê da li vir bidim, ez dixwazim vê yekê bibêźim, siyaseta kurdan ev bi salan e ku di bin destê MÎTa tirkan da tê îdare kirin. Lê keć u xortên kurd źî di nav vê lîstikê da bunne qurbanên dev bi  xwîniyan.
Aha nivîsa min ya di Facebook’ê da berxikino:


««GRÊVA BIRĆÎBUNê qediya.

Bila li ser xêrê 'be.
Bêguman haya min źi danustandinên siyasî yên li paś deriyan tun e.
Ti heqqê min źî wekî însan tun e ku źi kesên di grêva birćîbunê da ra bibêźim hilo u hilo bikin.
Camêran 68 roźan bedenên xwa xistinn ćavên mirinê.
Di derbarê tenduristiya bedenên van kesên fedekar da belkî ewê paśê (ya rast źi sedî sed) pirsgirêkên mezin źî derbikevin.
Ez bi xwa ne źibo grêva birćîbunê me, ćiku ez naxwazim ku kurd bi destê xwa xwa bikuźin.
Lê carekê dest pê kirinn u źi min ra źî źi derî riya piśtgiriyê pê va ti tiśtekî din nemaye.
Drêź nekim...

Dawiya dawîn ti tiśtekî siyasî ya berbićav nehate dest xistin.
Careke din enerźî u êśa milletê kurd bu qurbana menîpulesiyonên tirkên qewad.
Cîgirê kErdogan, Bulent Arinć'ê bê bext hîn du roź źi berî qedandina grêvan dizaniya ku ewê grêv biqedin!
Ćawan u ćima?!
Kurd nikarin xwa hertim bi teehudên vala u xapînok bikin qurban.
Bêśik tevgerrên kurd ne źiber kar u fedekariyê, bilakîs źiber tênegêśtina fêlbaziya siyasetê handa dikin.
Źixwa BDP di guhê gê da radikeve, źi derî ćend qîźźewîźźên zirzop u vala nikare tiśtekî bike.
BDP di nav siyaseta kurdan da buye wekî fîleke mirî.

Bi xwadê ewqas zehmetî źibo ći bu, źibo kê bu?!

Źibo milletê kurd tevgerreke "bi kurdî, mîllî u zana" lazim e.
Ev tevgerrên ku źi salên 1950an u bi vir da di himbêza kemalîzmê da hafirînne u mezin bunne, nikarin êdî tiśtekî bikin.
Dema wan źi zu va derbaz buye.
Tunekirina wan źî wezîfeya civakê ye.
...»».

Sonntag, 11. November 2012

Bi Vê Siyasetê Em Ê Qirra Xwa B’înin!



Di van roźên dawiyê da tiśtekî girîng di źiyana min da ćênebu.
Hewa li vir heta 5-10 pileyan daket.
Vê gavê carinan śilî/baran dibare.

Hîro cara yekem źi piśtî śeś mehan dîsan bi bavê xwa ra di denggośkê/telefonê da peyîviyam. Aniha dîsan źi gund vegerriyaye Erzingan’ê.
Źi min dawa hevdîtina me dike, pirr li ber xwa dikeve, gazinan dike.
Lê ez źî nikanim tiśtekî bikim, tirkên qewad bunne kelem u ketinne ćavên me.

Bi sportê her tiśt normal dimeśe.
Min źi nu va bi rêk u pêk dest bi bedenhêziyê kir.
Lê hîn źî pićekî hêś di pîlê min ya raśt da hee ye. Di van roźên dawiyê da gelekî kêm bu.
Ê helbet hêśên mayî ewê hîn ćiqas b’aźon ez nizanim.
Vê gavê haźotina pîskîlêtê ne mimkin e. Divêt śilî u berf nebe.

Di warê siyasetê da grêvên birćîbunê hîro roźa xwa ya 61. temam dikin.
Lê tirkên heram hîn źî kêfa xwa xerab nakin.
Dibêźin śow e, blof e.
Ez nizanim źi kengê va ye ku meriv źibo mafên xwa yên herî esasî blof u śowê dike.
Digel protestoyan hîn źî kurdên me bi plakatên bi zmanê tirkên pînc xelkê kurd asîmîle dikin.
Ći îroniyeke rezîl e!
Li hêlekê girtiyên me źibo azadiya zmanê kal u bavan ketinne grêva bićîbunê, ha va ye hatinne  ber mirinê, li hêlekê źî kurdên li der bi zmanê tirkên segbav dikin qîźźewîźź.
Ya raśt haya kurdan źi xwa tun e.
Haya kurdan źê nî ye ku ka źibo ći dimirin.
Heger kurdan di hemî tevgerrên xwa da rengên kurdbunê derbixistinna pêś, ewê di nav hefteyekê da śoreśeke mezin ćêbikirinna.
Bêguman di vir da sefeleta siyaseta partiyên kurdan u siyasetmedarên kurdan rola esasî dilîze.
Li welêt ći źehr u ziqqim in, li vir źî eynî rezîl in.
Camêr ne dikanin bi śiklekî mentiqî mafên xwa bixwazin, ne źî dest źi qîźźewîźźa xwa berbidin.
Meriv bi mîlyonan śikil u śimalan bê ziyan dikane bigêźe gelek tiśtan.
Lê yên me bunne qeśmerên xelkê, wekî dizz u ćeqelan, bêkar u kêmaqilan li ser kolanan efetiyê dikin.
Bawer bikin ku li ti derê cîhanê ti kesê ku me cîddî bigire tun e.
Siyaseta me daketiye asta kesên ku di civatê da deźenere bunne, di nav civatê da ciyekî qasî pênc quruśan źî śun źibo xwa ćênekirinne...
Bila xwadê bibe hariyarê milletê me yê belengaz, berxikino.
Qet nebe bila haya we źi we hee ’be.

Mittwoch, 31. Oktober 2012

Qewadiya Me Ya Belaś Źibo Zmanê Tecawîzciyê Me Tirkan!



Li vir di hewayê da ti guhartin ćênebu.
Tenê berf nabare, lê serma hîn źî bi têra xwa hee ye.

Me źi berî du roźan helbestvanê me yê hêźa Arjen Arî handa kir u ću.
Źi nexwaśiya penćeśêrê xelas nebu.
Bila serê zmanê kurdî yê di komayê da sax bibe!

Źi berî sê roźan, yanî di roźa 28ê cotmehê da tirkên qewad digel pîroźkirina ceźna kolonyelîzma xwa ya li Sêrt’ê śayiyek l
dar xistî bunn.
Lê śaredarê me kurdan Selîm Sadak źî ćuyî bu ketî bu serê govendê li pêś serbaz u generalên tirkên qewad.
Vê yekê ez dîn u harr kirim, loma źî min di Facebook’ê da ev nivîsa xwa belav kir:

««Li hêlekê milletê kurd źibo ku bikare qasî mafê kerekî mafekî bi dest bixîne, xwa dikuźe, źi birćiyan dimire.
Lê li hêla din źî taśeron u qewadekî wekî Selîm Sadak terre di "Ceźna Komara Tirkiyê Ya 29ê Cotmehê" da li ber generalên tirkan bi tevî strana "Canê min Tirkiye" govendê digire!!!
Rezîlê heram!!!

Ha milletê kurd miriye u miśkek, qet źî xema vî qewadî nîn e!!!

Źiber ku ew vîdyo bi zmanê tirkên qewad e, ez naweśînin.»
».

Min źi berî demeke drêź li ser pirsa hevalekî ya bi meselê zmên va girêdayî bersîvek dayî bu wî.
Ez dixwazim wê źî li vir belav bikim.
Mesele bi rexneyên kurdên ku bunne tirk, ereb u farsên saxlem u qewad va girêdayî ye.
Mêro li śuna ku l
kućiktiya xwa mêze bikin, hîcar radibin źi tirk, ereb u farsên heram bêtir hêriś diben ser wan ćend hebên kurdîperest.
Loma źî min rabu ev fikrên xwa źê ra nivîsiyan:

««Herê xalo herê, min źî bi têra xwa ev gotinên heram źi kurdên heram u bê namus bihîstinne.
Lê źiber ku em dizanin êdî genetîka mêźiyê wan kućikbavan bi zmanê tirkên qewad hatiye proxrem kirin, em bixwazin źî nikarin proxrema di mêźiyên van kućikan da xerab bikin.

Welle xalo min birryarek girtiye dînime îmanime.

Êdî źi aniha u pê va ez ê «wekî wan kurên keran» hêriś biben ser wan, źiber ku ez/em bi maf in u parastina herî baś źî «hêriśkirina bi agir» e, loma. 


Psîxoloźiya merivan pirr basît u pirr tirśik e.
Loma źî divêt meriv ti carî bi ramanên maqul u raśt zêde zorê l
xwa nede.
Ti śens tun e u ewê ti carî źî fam nekin.
Gotin u tiśtên herî bi tesîr gotinên «basît formulekirî u sloganî ne».
Loma hemî dîn, dezgeh, partiyên siyasî «sloganan» bi kar tînin.
Herkes źi van «sloganan» fam dike, ti zehmetî tun e.
Źixwa mêźiyê însanan naxwaze xwa bi vegotinên zor u diźwar miźul bike.
Drêź nekim canê min.

Divêt meriv hertim bibêźe «kurdên heram, kurdên bê śeref u bê namus, kurdên ku bune faśîstên tirkan, kurdên sosyalfaśîst, kurdên namusfrosh, kurdên evîndarên tecawîzciyê xwa tirkan, fehîśeyên tirkan, ...».
Źixwa yên ku di nav xelkê kurd da wekî faśîstên tirkên heram ha ha roź bi roź zmanê bav u kalan dikuźin, faśîzma zmanê tirkên qewad di nav xelkê kurd da «meśru» dikin, wekî dezgeha dewleta niźatperest dixebitin u bê namusiya xwa nabînin u naxwazin bibînin, tenê dikarin bibin fahîśeyên tirkên dolheram yên belaś.


Tirk, ereb u farsên heram bi «sloganên herî rencîdekirî» mêźiyê milletê kurd kirinn śorbe.
Tabî divêt meriv ti carî bi navê nizanim kîźan «exlaqa beredayî u bê namus» źibo diźminê xwa peyveke pozîtîv bi kar ne’yîne.
Divêt di hemî gotinên meriv da tenê peyvên «rencîdekirinê, pićukxistinê» hee bibin ...

Temam ćavxezalo, hi?
De bila xwadê bibe hariyarê me u hew, de yellaaah :)))
Em ê ći stres b’avêźin, tu yê bibînî cîgerim.
»».

Sonntag, 28. Oktober 2012

Aha Berfa Spî Źî Hat






Di van roźên dawiyê da hewa li vir gelekî sar bu.
Heta sifirê daket.
Źi doh va ye ku ha ha berf źî dibare.
Gava vê sibehê heśyar bum, li der herder spî bu.
Hîn źî berf dibare, dibe ku nebirre.
Min dixwast aniha rabibim u herrim bezê.
Źixwa źi niha u pê va heta demekê ewê haźotina pîskîlêtê ne mumkin bibe.
Gava l’ vê difikirim, kêfa min xerab dibe welleh.
Źiber vê yekê źî tenê bez u entremana bedenhêziyê źi min ra dimîne.
Êh, ez ê îdare bikim yaw.

Bi roź in ku ha ha buyerên girîng li Kurdistan’ê pêktên.
Di girtîgehan da grêvên birćîbunê ketinn roźa 47an.
Lê hîn źî tirkên qewad naxwazin bikevin nav tevgerrê …

Li Roźava’yê Kurdistan’ê erebên heram li ser rê źi sê set kurdên sîvîl zêdetir kes revandinne. Dibêźin hîro 150 kes hatinne berdan.
Ev yek źî bi navê «artêśa azat» hatiye kirin.
Bêguman ev bersîveke pirr baś e źibo kurdên ku źi kuna hevaltî, pismamtî u bratiya tirk, ereb u farsên qewad nayên xwar.

Ez dixwazim dîsan li ser nivîsa xalê xwa Rêzan bisekinim.
Piśtî ku min ew śîroveya xwa ya di nivîsa xwa ya dawiyê da di bin gotara wî da weśand, Rêzan’ê me nivîseke din bi meselê va girêdayî belav kir.
Źiber daxwaza wî kek Mahabad di hêseba «pelkurd»ê ya Facebook’ê da ev hevok źî nivîsî bu:

«Diyarî ye źibo nivîskarê hêźa Beghyanî Shadî Sharîn».
Loma źî min careke din śîrovekyek di bin nivîsa wî da kir.
Ev śîroveya min źî ev e cancîgerino:

«Zor spas xalê Rêzan.

Min xwand. Bawer bike serê min bi têra xwa tevlihev bu.
Bêguman ti daxwazeke min ya ku di nav detayan da bi vir u wir da bazbidim, nî ye.
Źixwa detay li ser esasekê pêktên u bê wan esasan źî nikarin hee bibin.
Detay hertim, her deqqe u seniye guhêrbar in, bi taybetî źî di nav źiyana sosyal-siyasal da meriv hew dikare gerentiya piśtî deqqeyeke din źî bide. Źiber ku berźewendî hertim diguherin, yanî źiber ku parastina berźewendiyên śexsî u komî hertim di nav śerekî bê navbir da ne, kî bi kê u ći ra dixwaze statuya xwa biparêze, ligorî śertên heeyî dikeve nav hewildanê wê.

Meseleya me ya herî esasî azadiya milletê kurd u avabuna Kurdistan'eke ser bi xwa ye.
Ev him esas u him zhî hedefa me ya ebediyen e.
Bêguman digel destxistina vê yekê meriv bi hezaran, bi mîlyonan riyan dikare bigire, peyda bike.
Li ser vê riyê em ê bi herkesî ra bidin u bigirin.
Bi śertê ku em ê van hemî girtin u dayînan źibo berzhewendiyên xwa yên netewî pêkb'înin, ne źibo filan u bêvan.
Ma ći derdê min e ku tirk, ereb u fars di vir da statuya xwa ya heeyî handa dikin.
Tunebuna wan, źibo heebuna milletê kurd zerurî ye, u ev źî mafekî xwezayî ye.
Lewra di pêgêśtina azadiya me ya ebediyen da tirk, ereb u fars hendîkapên esasî ne. Helbet em źî źibo wan heman tiśt in.
Źiber vê yekê ye ku divêt tirk, ereb u fars źi berî her tiśtî werin "mat" kirin, bi hevkariya kîźan hêzê dibe bila bibe,

Ya raśt zêde naxwazim pêda herrim.
Ez ne amade me ku źibo ya tirk, ereb u farsan miśkeke kurdistanî źî bikim qurban, u ez ê ti carî qebul nekim ku kurdek źî vê bike.
Kurdan źibo ya van qewadan bi hezaran salan xwa qurban kirinne, aha encam źî li holê ye.
Di siyasetê da bi fikreke weha nêzîkî meselê bun, źixwa bi destê xwa mohrkirina mirina xwa ye.».

Ê de yekśemiyeke ligorî kêfa we ya germik kezebino.

Sonntag, 21. Oktober 2012

Yekśemiyeke Dilfireh



Hîro źî hewaya germik u nermik xwa li hawîrdorê l’ baa dikir.
Vê sibehê di seet dewyekan da ćum pîskîlêthaźotinê, qasî seetek u nîv.
Paśê źibo pêncî deqqan ćum bezê.
Di seet duduyan da hatim malê.
Min Jenny u Manon li der dîtinn, min kurdiya wan carekê test kir.
Lê herduyan źî gotinên «Navê te ći ye? Navê min Jenny ye» nekaniyan baś b’înin bîra xwa.
Min got, «heta min serê xwa śuśtiye, bi lez hîn bibin, yan na, ez ê we nebem MacDonalds’ê.».
Gava ez di seet sisiyan da ćum mala wan, ew źî źi der va hatinn hundir.
Min dîsan źi wan pirsiya, lê îcar zaniyan.
Helbet pêra em bi hev ra ćunn MacDonalds’ê, me xwarina xwa xwar u hatinn malê.
Paśê dayika wan qehweyek ćêkir, me vexwar u źi piśtî seetekê źî ez hatim mala xwa, yanî derketim qata źor u ewqas :)

Wekî din tiśtekî balkêś pêk nehat.
Lê ez li vir dixwazim śîroveyeke xwa ya ku min źi berî ćend roźan di Facebook’ê da kirî bu, bi we ra parve bikim.
Źixwa hun ê meselê fam bikin, loma źî ne pêwist e ku ez li ser miźarê careke din bisekinim :D

«Xalê Rêzan, tevî ku ez di hindek xalan da maf didim te źî, lê di gelek noxteyan da źî mixabin źi heddê xwa bêtir surrealîst î.

Tiśtê ku ti mantiqeke xwa di xwezayê da tun e, îddîa dikî.
Ez bawer dikim di vê meselê da fikrên sosyalîzmê yên ku di bin dagirkeriyê da pêkhatinne, roleke esasî dilîzîn.

Tu li ciyekî dibêźî:
«Wekî rêxistineke çepgir, dixwaze li şûna parçekirin, parvekirin û birêvebirinê, gelan bike yek û bira.».

Ez nizanim tu bi kîźan gelan ra dixwazî bratiyê bikî.
Źiber ku ez baś dizanim di nav xwezayê da tiśtekî weha tune bu, tun e u ewê qet nebe źî, referensa te kîźan xweza ye u ći ye.

Heger daxwaza PKKê ev bratiya bi tirk, ereb u farsan ra bibe, bêguman redda PKKê źî wekî kurd ewqas zerurî ye.
Kurdê ku hîn nikare bi zmanê xwa dibistanekê vebike, zarokxaneyekê vebike, du kurdên ku nikarin bi zmanê xwa du hevokan rast binivîsîn, ev dawa azadî u bratiya ći u kê ye, ez nizanim.

Di miźara DYEyê da źî tiśtek neket serê min, pirr xeyalperest xuya dike.
Yanî DYEyê dixwazin dewleteke kurd, yanî Kurdistan'eke mezin ava bikin, lê PKK u rêberiya PKKê dibêźe na em qebul nakin, em ê bratiya gelan ava bikin, yanî bi śiklekî dixwaze Kurdistan'ê bike qurban, ne wilo?!
Bibore ćavkê mino, divêt meriv bi herdu lingên xwa li ser erdê bimîne.

Heger PKK ev bibe, bêguman ez ê heta hetayê źî li diźî PKKê bibim. Ev diyar e.
Yanî ev kurd źibo bratî u kêfa tirk, ereb u farsên qewad têne tecawîz kirin, têne kuśtin, ne?
Ez nizanim ka haya kekê min źê hee ye yan na, ligorî ku min di nućeyekê da xwandî bu, keć u źinên kurd źiber pariyek nan u av terrin laśên xwa difirośin. Źiber ku van gelên ku tu dibêźî nizanim ći u ći l’ heft eźdadê van însanan kiriye.
Heger ev bratî li ser laśfirotina keć u źinên kurd yên mehrum dixwaze were ava kirin źî, heramiyeke bê efu ye.

Drêź nekim, źixwa xweza hertim fikir u tevgerrên raśt di nav bêźingê ra derbaz dike. Kesên ku ligorî śertên xwezayê yên ebediyen nadin u nagirin, nikarin zêde xwa îddîa bikin.
Bêguman di vê meselê da serdestiya zmanê tirkan di mêźiyê kurdan da makîneya sereke ye ku kurd xwa bi mentelîteya tirkbunê îfade dikin. Xwa tirk dihesibînin, tevî ku li hemberî sîstema bi zmanê tirkan fikrên berevaźî diparêzin źî.».

Aha ew ayet źî ev bu śekirino.

Samstag, 20. Oktober 2012

Kurdiya Jenny U Manon Pêśdikeve


Ev demek e ku li vir hewaya payîzê pirr xwaśik e.
Hewa di navbera 15-20 pileyan da terre u tê.
Tabî tav źî li ser me kêm nî ye.
Źiber vê yekê ye ku hêć dilê min naxwaze li śuna xwa rubine.
Heta źi min tê terrim pîskîlêthaźotinê u bezê.
Her husan min dîsan dest bi entremana xwa ya bedenhêziyê (bodybuildingê) źî kir. Demeke pirr drêź źiber birîndariya pîlê min yê raśt min nekaniya bi baskê raśt tiśtekî bikim.
Lê aniha xwaś buye u ez źî hindî dikarim bi hêdîka giraniyan zêde bikim :)

Doh hevalê min Jenny źi tatîla xwa vegerriya.
Min hîro li ber deriyê wan diya Jenny dît.
Wê bang l’ Jenny kir u got, «Jenny, ha va ye hevalê te li vir e.».
Ez derbazî hundir bum, min dît ha Jenny li ser textikên ku li odeya wê hatinne ćêkirin, li źor ramediye.
Min hema bi lez pirsiya, «ma te kurdiya xwa dubare kir yan na?».
Got, «min kaxiz handa kiriye ha.».
Paśê min got, «hingê ez te u Manon nabem MacDonalds’ê.».
Bi lez daket, ću li ser deriyê sarincê kaxiz haniya źêr u got, «źixwa ez van hemiyan dizanim haaa.».
Źi piśtî ku min źê pirsiya, «navê te ći ye? Navê min Jenny ye.», nezaniya.
Loma źî min got, «divêt tu u Manon heta sibeh hîn bibin, yan naaa, ez ê we nebem MacDonalds’ê.».
Soz dann min.
Ka ewê heta sibeh hîn bibin yan na.
Tabî min dîsan bi henekî dawa resimeke din kir, min got, «welleh ez resimeke din źî dixwazim, ma ez ê tenê bi resimekê ći bikim, hi?».
Hîcar Jenny ću albuma xwa vekir u źê resimeke źi berî ćend salan ya dema zarokxaneyê derxist u hanî daa min.
Tevî ku min got, ez aniha naxwazim, dema ku ew ću tatîlê bila bi kertekê źi min ra biśîne, mêratê guh nedaa min, xiste nav destê min.

Welleh ez dibêźim ewê heta sibeh tiśtên ku nizanin źî hîn bibin.
Êh, hîcar xwadê daa wan u wesselam, berxikino.

Dienstag, 16. Oktober 2012

Silavên Germik U Nermik Berxikino :)


Êêê, demeke drêź di ser ra derbaz ku min tiśtek nenivîsiya.
Bi xwadê wê qezeya bê bav pićekî plan u proźeyên min ser u bin kir.
Yanî źi 1ê meha hezîranê u b’ vir da her tiśt pićekî cemîdiya.
Na looo, yanî tenê nivîsên di blogê da ha.
Wekî din her tiśt kêm-zêde wekî berê maa.

Źi berî sê heftan, yanî di 21ê meha îlonê da ew platîna ku xistî bunn nav milê min yê raśt, dîsan derxistinn.
Gotinn, «qendî mehekê zêde giraniyê raneke, dibe ku di ew ciyê ku vîde tê da hee bunn, biśike.».
Loma źî di van sê hefteyên dawiyê da min entremana bedenhêziyê tenê du caran kir, ew 
źî bi aletên sivik tabî.
Ez dibêźim hefteya tê ez ê dîsan bikarim bi hêdîka girantir bikim :)
Min entremana xwa ya bi pîskîlêt u bezê hema hema bê navber dewam kir.
Di vî warî da ti kêmasî ćênebunn.

Di nivîsa xwa ya dawiyê da ez li ser meseleya hevala min Jenny (u xwanga wê Manon) sekinî bum.
Jenny di vê navberê da dîsan hiynî ćend gotinên din yên bi kurdî bu.
Źiber vê yekê ye ku min careke din soz dayê, ez ê wê u Manon bibem MacDonalds’ê.
Lê Jenny hîro ću tatîlê.
Hindî em ê źi piśtî tatîlê herrin.
Gava ez hîro di serśokê da bum, hatiye malê u kertek di nav zerfekê da li ber deriyê odeya min dayniye.
Li ser zerfê źî resimeke xwa zeliqandiye.
Min wê roźê gotî bu heger ew careke din źi tatîlê źi min ra kertekê neśîne, ez ê źî herrim źi xwa ra l’ hevaleke din bigerrim. Min hema źi xwanga wê Manon pirsiya. Manon got «zor e, ćênabe, ewê Jenny pirr hêrs bikeve.».
Êh, kêfa Jenny b’ vê yekê nehat. Got «ma tu dizanî li tatîlê wexta min tun e. Ez ê hespan b’aźom, xwarina xwa bixwim u rabikevim, te fam kir, hi?».
Min got, «welleh ćênabe, êdî tu źi min hez nakî, heger te bixwasta, te’yê kertek źi min ra biśanda» u filan u fistix.
Loma źî źi berî ku Jenny herre tatîlê ev amade kiriye u aniye li ber deriyê min dayniye.
Di nav da ev nivîsiye:
«Gava tu di ber deriyê min ra derbaz buyî, min ev kerta źibo te dinivîsand. Ez nikarim li tatîlê binivîsim, źiber vê yekê. Gelek silav, źi Jenny».
Tabî li ser źî resimek ćêkiriye, ćav śaśo mêze dikin u tenê du didanên drêź di dêv da hee ne :D

Ya raśt, ez 
źi doh va bi têra xwa qehirîm.
Źiber gotinên ehmeqoxlî ehmeq yên Sirri Süreyya Önder yên di perlementoya tirkên qewad da.
Mêro Mistoy’ê qetîl u tecawîzcî derxist ezmana heftan.
Qey meriv dibêźe hemî mesulê van bê baviyên ku l’ xelkê kurd hatinne kirin, bavê min e, ne Misto’yê bêźî u heram e.
Yê ku di navbera salên 1920an u 1938an da sê mîlyon kurdên feqîr kuśtî bunn, ne ew bu, diya min ya reben bu.
Źixwa źi vê BDPeya me ya taśeron ti hêviya min nemaye.
Ćend merivên bi dîn u îman yên ku di nav da hee bunn źî, kuśtinn, yan źî xistinn girtîgehan.

Mittwoch, 15. August 2012

Weylooo, Jenny U Manon Hînî Kurdî Dibin, Pepuuuk :)

Ev  deh roź in ku li vir hewa pirr germ e.
Lê bi taybetî źî hewaya hîro pirr feleket bu. Bi baayekî germik bedena meriv dipêćiya.
Bê hemdî hewayên li Kurdistan’ê haniya bîra min.
Ez dibêźim haya me kurdan qet źê nî ye ku xwadê welatekî ćawan bedew daye me.
Gava meriv li welatên xelkê dibe śerpeze, hingê meriv têdigêźe ku welat ći ye u ći nî ye.
Drêź nekim, hewayên hilo li vir pirr kêm in, dibe ku di ćend salan da carekê pêk werin u ewqas.
Bi serê hemî sax u miriyên mala me bibe ku, her carê źî ew deśt u ćiyayên kurdistan’ê tên bîra min.
Ći dibe bila bibe, ku ez roźekê mirim, divêt ez di bin axa Kurdistan’ê da bikevim nav xew u xewna xwa ya dawiyê.

Di van roźên dawiyê da tiśtekî pirr kêfa min haniya.
Źi berî ćend mehan ez ćuyî bum konserta keća cîrana me Jenny.
Jenny u hevalên wê yên dibistanê, wan ê li ser bazarê bi hev ra l’ muzîkê bixistinna.
Min roźek berê diya Jenny dîtî bu.
Źiber ku herkes hevaltiya min u Jenny ya bi nav u deng dizane, diya wê got, «ma tu naxwazî sibeh herrî konserta hevala xwa, hi? Ez bawer dikim ewê bê tarîf kêfxwaś bibe.».
Êh, min hema soz dayê ku ez ê herrim.
Tabî ez ćum źî.
Hevala min Jenny (heft salî ye) źi piśtî konsertê hate malê u ez źî ćum kirrînê źibo dawiya heftê (tabî min turikek
 źî ćîkolete wekî diyarî dayê).
Gava ez vegerriyam malê, źiber ku deriyê wan vekirî bu, min deng l’ Jenny kir.
Jenny bi lez hate ber dêrî.
Helbet min pesna muzîkźeniya wê daa.
Pirr kêfxwaś bu. Paśê źî got, «tu dizanî, ez hîn gelek tiśtên din źî dikarim bilîzim, yaaa.».
Me gotina xwa pićeke b’ vir u wir da drêź kir.
Hîcar ćawan bu ew tiśtê ku bi salan e di serê min da bu, yekcar hate aqilê min.
Min got, «Jenny, binêre cîgerim, aha ev e ez bi te ra hertim bi zmanê te dipeyîvim, êdî ez vê yekê bi vî hawî qebul nakim, divêt tu źî hînî zmanê min kurdî bibî, yan naaa, ewê dawiya hevaltî u evîna me ya bi nav u deng were.».
Jenny yekcar got «temam, ka te qet hînî min nekir, ez ći bikim, weyyy.».
Min bi lez «yek, du, sê, ćar» źê ra got.
Hema hîn bu.
Lê «ćawa yî? baś im» nekaniya baś hîn bibe.
Roźa din min dubare kir.
Min heźmarên «pênc, śeś, heft» źî źê ra gotinn.
Paśê wê ew hemî li ser kaxizekê bi min daa nivîsîn u bi tevî dê u xwanga xwa Manon (neh salî ye) źibo heftekê ćunn tatîlê.
Źi tatîlê źi min ra kartek źî śand u li ser kartê źî hemî peyvên bi kurdî nivîsî bu.
Źi piśtî vegerra wan gava min ew li ber deriyê wan dîtinn, yekcar dest bi dubarekirina tiśtên hîn buyî kirinn.
Welle we'yê bidîta 
ćawa bê qusur bi kurdî digotinn «ćawa yî? baś im», hahooo.
Errrek, kuro bê qusur kurdî diheźmartinn welle u bille, wey bavooo.
Welle ez feleket kêfxwaś bum. Min bi lez heźmarên «heyśt, neh, deh» u «Heval ćawa yî? Heval roźbaś» nivîsîn u dayê.
Ew dîsan źibo heftekê ćunn tatîlê.
Roźa îniyê ewê śunda vebigerrin.
Min soz dayê ez ê Jenny u Manon biben Mac Donalds’ê.
Diya wê got bila Jenny źi xwa ra defterekê źibo kurdî bikire u bila her tiśtê ku hîn dibe qeyd bike.
Welle digel Jenny dîsan Manon źî hînî kurdî dibe.
Aha bila kurd u tirkên qewad zilmê l’ kurdiya pîroź bikin, hêviya min źi Jenny u Manon pirr e bi xwadê.