Freitag, 14. Dezember 2012
De Berbide Em Bi Tirkî Bipeyîvin Qurban
Ev ćend roź bunn ku hewa bi têra xwa sar bu yaw.
Heta kêm deh pileyan (-10°) daket.
Lê hîro derkete sifir pileyê. Di roźên tên da ewê heta 6-7 pileyan derbikeve dibêźin.
Tabî źiber berf u cemeda li ser erdê min pîskîlêt bi tevayî li malê hiśt.
Peya ćum kar u hatim.
Ya raśt kêfa min gelekî bi meśê źî tê.
Di vê navberê da tiśtekî balkêś pêk nehat.
Ewê sibeh źina brayê min źî were Zürich’ê.
Ez ê wê dubare bibînim.
Yanî di źiyana xwa da cara duyem, u ev her du źî di nav van deh roźên dawiyê da.
Tabî bi zêdeyî źî kêfa min bi dîtina lawikê wan tê.
Źi aniha da min bîra wî kafirî kiriye.
Divêt ez sibeh herrim źi braziyê xwa ra diyariyekê bikirrim.
Qasî ku xuya dibe, kêfa wî bi googê pirr tê.
Wekî bav u apê xwa, yanî wekî min yaw, wîîî.
Di zaroktî u ciwantiya xwa da xalê we googbazekî bi agir bu, pirr menśur bu. Lê źiber ku feqîriyê malik l’ me xerab kirî bu, brayê min hingê nekanî bu ku min biśîne Stembol’ê.
Êh, ew źîrekî u efsanetiya bi googê źî wekî gelek tiśtên din av bi av ću.
Wê roźê min dîsan denggośkî/têlefonî bavê xwa kir.
Dawiya dawîn bi źina brayê xwa yê mezin ra źî peyîviyam.
Ew źî aniha ćunne ziyareta bavê min. Divêt hîro dîsan b’ śun da bićunna roźavayê Enetolî’yê.
Di denggośkê da gilî u gazincên xwa l’ min kir.
Got, «Yaw ev ći zilm e tu l’ me dikî dilê min, berbide em bi hev ra bi tirkî deng bikin haaa. Welleh zman l’ me pelixiye u nikarin bi kurmancî baś bipeyîvin. Źixwa zarok qet nikarin, tenê kêm-zêde fam dikin. Pirr l’ ber xwa dikevin u nizanin ku ći bikin. De were vê eziyetê l’ me neke qurban, em ći bikin ...» u filan u fistix.
Êh, min negot xwadê daye u gotina xwa got: «Welleh heta mirinê źî bi zmanê tirkên qewad tiśtek tun e. Nebêźin ku ez ê bi we ra bi zmanê wan tirkên qewad bipeyîvim. Qet hêviyên vik u vala nekin. Ku ez roźekê hatim welêt źî ez ê bi we ra tenê peyvekê deng nekim, ...», u dîsan filan u fistix.
De hun bi xwa l’ vê malxerabiya me mêze bikin. Hindî pêwistî bi tirkên tecawîzcî nemaye.
Di nav malên me da her tiśt tarumar kirinne.
Hîcar karê tirkan pepukên me yên di nav malê da girtinne ser xwa.
Qaśo bi śiklekî nermik u germik, bi śiklekî bê suc u bê guneh karê xwa dikin.
Tabî heta hêvarê li ber têlevîziyonên tirkan ranabin, deh deqan wextê xwa źibo zmanê xwa nadin, hîcar radibin źi min tiśtên beredayî dixwazin.
Ê bila xwadê we roźekê nexîne nav destê min u xelas, ihi.
Abonnieren
Kommentare zum Post (Atom)
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen