Mittwoch, 30. März 2011

Ehmed’ê Kurdî U Roźîn’a Tirkćî!

Min hîro źi nîvroyê heta vê hêvarê ćar seetan werger kir.
Gava ez źi wergerê derketim, seet dihate 18an. Loma źî ez nehatim malê, źiber ku di seet 19:15an da qursa kurdî hîro hee bu.
Lewra ez dîrekt ćum mensaya zangehê źibo śîvê.
Di seet 19an da rabum ser xwa u ćum sinifa qursa me.
Hîro tevda ćar kes hatî bun.
Ceren berî des/deh roźan bi komeke govendê źibo ceźna newrozê ćubu Amed’ê. Berî ku ew bićin min bi henekî got, bila diyariyên me źî źi bîr neke.
Lê wê rabuye śaleke gelekî mezin źi Amed’ê źibo min haniye. Welle ez hindekî sor-mor bum lo. Bi serê xaltîka Fatê bibe, kêfxwaś źî bum yanî.
Êêê, ez ći bikim śekirno, hêdî tiśtê buyî, buye ha.

Min hevpeyvîneke dirêź hîro xwand (http://diyarname.com/news.asp?Idx=4457).
Ez nizanim li we źî nas e yan na. Ma hun źî Ehmed’ê Kurdî nas dikin, cîgerno?
Di sala 1925an da ćêbuye. Apê me źiyana xwa di ber zimanê kurdî ra daye.
Źibo diźminên milletê kurd u kurdî nefret u lanet źi xwa ra kiriye selewat.
Apê me di vê hevpeyvînê da dibêźe:
«Her ku em peyvikekê handa dikin, em tanqekê teslîmî diźmin dikin!».
Bi raśtî źî apê me tespîteke pirr baś kiriye.
Ez bibim, ez ê bibêźim, ne tanqekê, lê em gundekî mezin didin diźminên qewad u bê namus.
Bawer bikin ku ti partî u ronakbîrekî/e kurd yê/ya tewśo-mewśo źî li vê xeternakiya bêbext nehesiyaye.
Apê me Ehmed’ê Kurdî bavê stranbêźa navdar ya Roźîn’ê ye. Roźîn’ê di televîzyona tirkan da bavê xwa Ehmed’ê Kurdî wekî «kurdekî faśîst» bi nav kirî bu.
Ćima, hun dizanin? Źiber ku bavê wê li malê zimanê tirkên qewad berbirr/qedexe kiriye. Xanimê pirr pê hêśiyaye!
Min bi xwa cara yekem Roźîn di RoźTVyê da guhdar kirî bu. Paśê di TRT 6ê da ew dîtî bu.
Źineke pirr bê edeb u aqilsivik e. Kompleksên wê yên śexsî bune belaya serê wê.
Heger derfet ćêbibe, ewdê bê him u gim di kêliyekê da pîhnekê li eslê xwa bide.
Bi dîn u îman, gava ez vê xatuna psîkopat dibînim, atmosfer li min germ dibe.
Ê kećê tu hezar carî qurbana binê lingên wî bavê xwa bibî u wesselam.

Stresa Min Ez Hîro Kelandim Law, Weyyy!



Hîro kelecaniyeke mezin ćêbu.
Piśtî sporta xwa, ez di seet berbi sisiyan da ćum klînîkê. Min ê werger bikira.
Gava ez di seet ćaran da źi wergerê derketim, ez dîsan bi pîskîleta xwa bi lez hatim malê.
Ewdê di seet ćar u nîvan da xizmên min bi erebê bihatina u em ê bi hev ra bićuna dezgeha seqetan.
Lawikekî wan hee ye, niha bîst u heft salî ye u li avahiya seqetan dimîne.
Hîro civîna salê hee bu.
Ez źî wekî wergêr bi wan ra ćum. Wan źi dezgeha berpirsiyar daxwaza wergêrekî kirî bun u navê min źî dayî bun wan.
Bê guman keća wan Meral źî bi elmenî baś dizane. Lê źiber ku ew źi eynî malbatê ye u kesê seqet źî brayê wê ye, ligorî śertên dezgehê nayê qebul kirin ku ew wergêrtiyê bike.
Civînê ewdê di seet 17an da dest pê bikira.
Źiber ku di seet 19:15an qursa zimanê kurdî hee ye, min di rê da got, heger em 1:45an , yanî herî dereng di seet 18:45an rabibin, ewdê baś bibe.
Wan got temam. U em hatin u derbazî ciyê civînê bun.
Lê piśtî ku her tiśt di seet 18:30an da xelas bu, îcar dest bi gotinên vik u vala kirin. Her ćendî min di vê navê da ćend caran źi źina xizmê xwa ra got em rabibin źî, cîgerim zêde li ber xwa neket.
Em tam di seet 19 kêm 5an da rabun, yanî źi qursa zimanê kurdî ra bîst deqqe mayî bun.
Îcar camêrê ku źi dezgeha sosyalê hatî bu, xwast ku bi min ra li ser heqqê wergêrtiyê bazariyê bike. Ya raśt ez hindekî aciz bum.
Tercumantî u bazarî, heylooo!
Min bi hiśkî heqqê wergêrtiyê źê ra got u birriye.
Camêr bi xwa ra źineke ku hînî pratîkê dibe źî hanî bu. Lê xatuna berdîberdayî emma źî xatun bu haaa. Di devê wê da benîśt ha ha benîśta xwa bi teq u req dicuya.
Ê tabî dawiya dawîn ez pênc deqqan dereng mam źibo qursê.
Streseke mezin źibo min ćêbu. Bedena min ha ha germ dibu.
Gava ez bi bez derketim qata duyan, min mêze kir ku tenê du heb «śekirok» hatine.
Kurd u kurdî?!
Cîgerino, em him bune belayê serê xwa u him źî yê xelkê alemê.
Hevalekî min yê Swîsre’yî hee ye. Carekê gava em li ser miźarekê bi hevdu ra dipeyîviyan, źi min ra gotî bu: «Ku maddeyê di destê meriv da xerab/berbat bu, meriv hew dikane źê tiśtekî bi quwalîte ćêbike.».




Montag, 28. März 2011

Hey Tifuuu Li Śansa Me Kurdan, Babam!

Ez hîro di seet des/deh u nîvan da pêśta źibo bîst deqqan ćum bezê. Li ser riya xwa ya bezê min berê xwa daa fîtnesa zangeha Irchel’ê.
Min di ciyê bedenhêziyê da qendî seetekê entremana kir u di seet 12 kêm dehan da vegeriyam mala xwa.
Źiber ku di seet 13an da termîna min ya wergerê hee bu, divêt min bi lez serê xwa biśuśta u bićuma.
Ez tam di wexta xwa da gêśtim klînika psîxiyatriyê.
Min bê navber ćar seet werger kir. Pêra ćum menseya zangehê ya li nêzîkî klînîkê, śîva xwa xwar u hatim malê.
Źiber ku ez hîn têr nebubum, min ćayek źibo xwa ćêkir, bi tevî hungiv u pendura źi Erzingan’ê, yanî paytexta Kurdistan’ê lo, xwar. Tabî hindek źî masta bi dirrikan weki śîranî źi xwa ra helal kir ellawekîl.

Wan roźan reaktora atomê ya li Fukushima’yê buye belayê serê dinê. Vê gavê ćel kîlomêtroyên li dor reaktorê hatine berbirr/qedexe kirin. Li gorî ragiyandinên zanyaran aniha radyoaktîvîte di nav atmosferê da źî belav buye. Berî du roźan zanyaran di nav ewrên li ser Swîsre’yê da źî radyoaktîvîte tespît kirî bun.
Lê andêrê, ev du roź in ku li vir carcarinan śilî/baran źî dibare.
Dibe ku erd bi barîna vê śiliyê bi radyoaktîvîteyê were xera kirin.
Bê guman ewdê sewze, heywan u śîr źî bi têra xwa di bin tesîra vê da bimînin.
Ev ćend roź in ku min ê bićuya îyot bikiriya źiber radyoaktîvîteyê. Lê min her carê źî źi bîr kir u ću. Berpirsiyarên źibo tenduruśtiyê dibêźin, sedem nîn e ku millet bikeve nav geremol u teq u reqê, haaa.
Źiber ku aniha pileya radyoaktîvîteyê bîst hezar (20.000) caran di bin pileya normal da ye.
Welle li ser pilê yan źî li bin pilê, qet źî xema min nîn e.
Divêt ez karê xwa têkuz bikim.
Law źixwa tirk, ereb u farisan tiśtê li me kirî, kirine, yabo qurban.
Îcar ev źaponên bićuk u reaktora wan ći quzul u qurt bu ez nizamin, waweylêêê.
Hey tifuuu li vê śansa me kurdan u wesselam, babam.

Sonntag, 27. März 2011

Azadiya Kurdistan'a Pićuk U Suriye'ya Dagirker

Doh hewayeke pirr xwaśik u germik li hawîrdorê hee bu.
Helbet bi vê firsendê min źî kêf li ser kêfê kir u îmana heft kalikên xwa bextiyar kir welle.
Pîskîlet haźotin, beziyan u ćuna meśê li gorî demsalê tevgerên di cih da bun bi dîn u îman.
Hîro źî ćum pîskîlet haźotinê. Berî seetekê wegeriyam. Piśtî nîv seetî źî ez ê herrim bezê.
Tabî paśê źî divêt ez serśoyê paa/paqiź bikim, hîroź dora śerśoyê ya min e.

Min hîro nîvroyê lêkolîna bi sernavê «zimanê sanskrîtî -1-» xelas kir u źi amidakurd.com’ê ra śand. Ez ê di pêśeroźê da beśên din źî amade bikim u bidim weśandin. Zimanê sanskrîtî u kurdiya kevn (digel «avestî») «xwang u birayên» hevdu ne u herdu źî źi zimanê «ariya paśîn» têne.
Di derbarê zimanê kurdî da kesê ku lêkolînên «zanyarî» bike/dike, mixabin ku nîn e. Ćend qeraseyên mêran hee ne, ya star, ew ći lome ye heyran. Camêr bi ćîrok u metelokên berdîberdayî îmana zimanê kurdî dikin teneke ellawekîl. Zimanê kurdî dikin wekî śorbeya nîskê.

Di nućeyan da tê gotin ku li Suriye’yê tengasiyên qerase pêk tên. Ez hêvîdar im ku rewś tenê bi van lotikan nemîne u gurrtir bibe u serê Esad’ê kerbav bi mîrkutekê bike daśira herî berbat ya cîhanê, babam.
Lê vê gavê «kurtt» u «durzî» neketine nav tevgerrê. Dîsan źî dibêźin ku Esad’ê kerbav leśker u polîsên xwa bi ser perćeyê pićuk yê Kurdistan’ê da diśîne.
Bê guman tirsa Esad’ê bê namus ya herî mezin, kurd in.
Heta ku kurtt li Kurdistan’a Suriye’yê serî hilnedin u cih li sîstemê teng nekin, dibe ku ti guhartineke bingehîn ćênebe.
Lê divêt berî ku kurtt gavekê bavêźin, peśta hezar carî bifikirin. Ev śanseke weha ye ku meriv nikane dubare bi dest bixe. Luksa kurdan ya ku derfeteke weha hêźa ya dîrokî berteref bikin źî, hîć nîn e.
Li Rusye’yê roźnameya «Pravda»yê di nivîsekê da mizgîniya azadiya Kurdistan’a peśeroźê daye.
Law gava rus «wotka»yê vedixwin, pirr nermik u germik dipeyîvin, birê min.
Lê hêviya min ew e ku îcar venaxwarî bibin u gotina wan raśt derbikeve.
De bila li ser xêrê bibe.

Samstag, 26. März 2011

Roźeke Bi Sport U Filan U Fistix

Êêê, min hîro îmana meselê tevda kire teneke u wesselam, cîgerno.
Ez di seet yekan da źi semînerê derketim u ćum bîroya/ofîsa tiśtên diyî. Min hîro sibeh carekê telefon kir u karkerê li bîroyê pirsiya, ka kaskêtek li ba wan hatiye dayîn yan na?
Lê camêr got, «herê, bi tevî śuśeyeke avê hatiye diyîn.».
Min got, «welle min śuśe u filan u fistix handa nekiriye, ya min tenê kaskêtek e.».
Gava ez di seet yekê da ćum bîroyê, min kaskêta xwa ya li dar va kirî, źi dur va dît.
Karkerê bîroyê kaskêta min hanî u daa min. Min spas kir, ćend henekên tewśo-mewśo kirin u źê xatir xwast.
Paśê ez ćum mensayê. Min li mensayê meqerneya bi gośt girt u derketim ber deriyê mensayê. Min di pêncdes/dewpênc deqqan da xwarina xwa xwar u rabum ser xwa. Ez ê bićuma Klînîka Psîxiyatriyê. Kećek źi Awusturye’yê źibo pratîkê hatî bu u kar dikir. Tenê qendî mehekê. Ewdê hîro bi śun da vebigeriya. Min ê źê ra xwaśî u basî di pêśeroźê da daxwaz bikira. Lê gava ez ketim hundir, karkerê ku karê sosyalê li klînîkê dike, źi min ra got, «berî pênc deqqan ću.».
Śansa wê u ya min berbat buye, ez ći bikim. Xatunê ćend caran źi min pirsiya bu, ka ez ê li wir bibim yan na.
Min doh diyî bu. Lê beriya ku ez źi wergerê derbikevim, ew ćuyî bu. Loma źî me nekaniya hevdu bibînin.

Piśtî seet duduyan ez hatim malê. Źiber ku hewa hîro źî pirr xwaśik, germik u nermik bu, seet di sê kêm ćaryekê da ez ćum pîskîlet haźotinê.
Li ser riya vegerê ez ćum dukana kurdê me yê źi Semsur’ê, Fermo’yê. Min hindek mêwe u zebeś kirriya.
Ez bi zebeśê pirr kêfxwaś bum. Min heta niha źî di demsala biharê da zebeś nexwariye.
Ez źi zebeśê pirr hez dikim. Hertim hewaya havînên li Kurdistan’ê tîne bîra min.
Pêra ez ćum bezê. Piśtî vegera min ya źi bezê, min bi lez ćend parî nan bi hungiv xwar, hewlu u lepikên xwa yên źibo fîtnesê girtin u berê xwa daa salona fîtnesê ya zangehê.
Min źi du seetan zêdetir bedenhêzî/bodybuilding kir u di seet nehan da źî hatim malê. Serê xwa śuśt, xwarineke basît amade kir, xwar u ćum gerra xwa ya hêvarê.
Bi tevîhev min hîro tam pênc seet sport kir ellawekîl, gurćikino.
Bi xwadê, gava mesele sport dibe, ez nikanim zêde li ber xwa bidim, dibim wekî golikê moz pêgirtî yaw.

Donnerstag, 24. März 2011

«Kesê ku li ser pêśeroźa xwa nafikire, ewdê pêśeroźa wî źî nebe.»

Ćend roź in ku hewa hatiye îmanê. Germayiya di atmosferê da dilê min źî germ dike.
Meriv bixwaze nexwaze bêtir bi kelecan dibe, daxwaza dilê meriv ya ku dixwaza rabibe ser ćar gavan, ha ha dide ber lotikan.
Źiber ku di van ćend roźên dawiyê karê min zêde bu, min nekanî bi têra dilê xwa herrim sportê.
Digel vê bê śansiya min, min kaskêta xwa źî handa kir, offf of!
Hîro ez ćum bîroya/ofîsa tiśtên diyî, mixabin ku derî girtî bu. Loma źî ev kar źî maa sibehê.
Hey tifuuu :-).
Welle tifu bi vir da, tifu bi wir da, karê min bi tifu kirinê narre sêrî.

Min hîro tam pênc seetan bi kurdî u elmenî werger kir. Tabî serê min bi têra xwa perćifî, bu wekî kundir ellawekîl.
Gava ez vê hêvarê piśtî seet pêncan źi karê xwa derketim, yekser ćum mensaya zangehê/unîversiteyê, źibo ku śîva xwa bixwim u vegerim malê.
Ev demek e, her cara ku ez di nav korîdora ligel mensayê ra derbaz dibim, gotineke balkêś ya di camekanê da xwa li min beloqî dike.
Min carekê li navê xwadiyê gotinê źî nihêrî, lê mixabin ku min navê camêr źi bîr kir u ću. Êh, dibe ku ev źî nîśana kaltiyê u filan fistix bibe yaw :-).
Gotin bi elmenî ye. Husan hatiye nivîsîn:
«Wer nicht über seine Zukunft nachdenkt, der wird auch keine Zukunft haben.».
Ango merî bi kurmanciya germik u nermik bi vî hawî dikane wergerîne:
«Kesê ku li ser pêśeroźa xwa nafikire, ewdê pêśeroźa wî źî nebe.».
Bi serê merê ćê yê berê bibe, kêfa min bi vê gotinê hat, tevî ku ez bi xwa bi zêdeyî kesekî romantîk im źî.
Bivêt nevêt kurtt (= «kurd») u zimanê kurdî hate bîra min. Bê guman pêśeroźa milletê kurtt u Kurdistan’ê źî bi hebuna zimanê kurdî va girêdayî ye.
Îcar kurtt bi xwa bune qurbana asîmîlasyona tirkan, bune qurbana siyaseta partî u ronakbîrkokên duru u zikreś. Me bi saya vê siyaseta heramzade elementên hee buna xwa yên mîllê tarumar kirin u ruhê xwa bi tevayî bi gemariyên tirkan tîźî kirin.
Kesê herî saxlem yê kurtt źî xwa źi kurtt bunê zêdetir nêzîkî tirk bunê hîs dike.
Heger hun li min bawer nakin, de bi kerema xwa carekê źi wan śarlatanan bipirsin, ka ew źi kîźan welatî têne, navê welatê wan ći ye.
Ku we wekî bersîv «Tirkiye» nebihîst, ez ê «kirasê heft pîran» li xwa bikim, ihi.

Mittwoch, 23. März 2011

Roźeke Bi Lotikên Bergîlkî

Hîro min xwa gelekî li tiraliyê daynî.
Gava ez vê sibehê rabum ser xwa, piśtî seetekê min dîsan śunda xwa havite nav nîvînan. Bazuyên piyên min têśiyan, tevî ku min di van du roźên dawiyê da qet sport źî nekirî bu. Haaa, min hîro sporta xwa kir ellawekîl.
Ez dibêźim, ez ćiqas kêm sportê dikim, ewqas źî zêde bazuyên min têśin, ez xwa westiyayî hîs dikim.
Dibe ku baśtir bibe, heger ez navberê nedime sportê.
Lê babam źibo vê źî wextê dixwaze. Źiber ku hewa hîn bi têra xwa germ nebuye, meriv nikane sibehê zu rabibe u herre sporta xwa bike.
Dawiya vê heftê ewdê roź seetekê werin dirêź kirin. Loma źî ez niha bi ćar ćavkî li benda roźa yekroyê/yekśemê me.
Divêt ez vê heftê źî xwa îdare bikim.

Pistî nîvroyê min qesî du seetan, ango heta seet 16 u nîvan werger kir. Paśê bi lez derketim der u ćum nexwaśnaneya Zollikerberg’ê. Kećikeke hevalekî min yê hindî, Raj, ćêbuye. Źiber ku di seet heftan da qursa zimanê kurdî hee bu, wexta min zêda nemayî bu.
Ez bi lez ćum nexwaśxanê, qesî ćil u pênc deqqan li wir, li ba Vidya’yê mam. Navê keća xwa źî Tanîśî daynîne. Lê min Raj nedî. Raj źî ewdê źi kar dîrekt bihata wir. Paśê wî telefon kir u got, ew li stasyoneke ćeft daketiye u nikane di dema xwa da were nexwaśxanê.
Loma źî berî ku Raj bêt, ez źi nexwaśxanê veqetiyam u ćum qursa kurdî.
Hîro tenê sê kes hatî bun. Ew źî cîgerim Bernas, Selda u maestro/hoste xalê Mihê bu :-).
Min kaskêta xwa źî nedî. Divêt ez sibeh carê herrim bîroya/ofîsa tiśtên diyî.
Ka ew śans, kaaa? Mîna ku bi kurdî tê gotin: «Tiśtê ćuyî ću, hêdî nede duu».

Dienstag, 22. März 2011

Dîsan Newrozeke Bêy Ala «Kesk U Sor U Zer»!

Min hîro berbi nîvroyê ću qendî sê seetan werger kir u hatim mala xwa.
Lê źibo ku hîro qursa kurdî hee bu, ez dîsan di seet śeś u nîvan da ćum zangeha Zürich’ê.
Hîro pênc kes hatî bun.
Piśtî qursê ez bi tevî heval Memo u Śefkî heta Milchbuck’ê meśiyam. Em hema hema qesî seetekê li wir bi hev ra peyîvîn u paśê źî źi hevdu veqetiyan.
Mala min źi Milchbuck’ê ewqas dur nîn e, bi peya deh deqqan dikiśîne. Lê dîsan źî ez li pîskîleta xwa siyar bum. Źi niśkê va ez li ser pîskîletê pê hesiyam ku min kaskêta serê xwa ya źibo pîskîlet haźotinê di sinifê da źi bîr kiriye.
Welle vê yekê ez hêrs xistim. Divêt ez sibeh careke herrim u mêze bikim, ka kaskêta min li śuna xwa ye yan na.

Li gorî nućeyên ku min hîro di înternetê da xwandin, dîsan îsal źî di newroza li Amed’ê da ala Kurdistan’ê nehatiye hildan. Tenê komeke pićuk ala Kurdistan’ê hildaye u li qada meśê gerrandiye u ewqas.
Bê guman meriv źi bê îdraqiya BDPê pirr aciz dibe. Meriv hew dikane siyaseteke ewqas śerpeze temsîl bike.
Tevî ku ev not sal in tirkên niźatperest ha ha nirxên kurdan yên netewî źi holê radikin, di ćavên kurdan da wekî tiśtekî gemar nîśan didin, ev têr nake, îcar siyaseta BDP u PKKê źî li ser van buye ava zemzemê.
Źixwa van herdu zîhniyetên kud źî îdeoloźiyên puć u vala daynîne ber ziman u ćanda kurd-î.
Lê îdeoloźî tên u terrin, yê ku li paś dimîne ziman u kultur e.
Ku ziman ću, hêdî hanîna wî ya bi śun da ne mumkun e.
Loma źî divêt kurt xwa li duv îdeoloźiyên bê mahne nekin qeśmer u nebin sebeba tune buna xwa ya mîllî.
Ev zilm e, ev bê wîźdanî ye.

Montag, 21. März 2011

De Bila Newroza We Pîroź Bibe, Śekirno!

Doh li Kurdistan’ê Ceźna Newroz’ê bi coś hate pîroź kirin. Li gorî ragiyandinên medyaya kurdî, bi mîlyonan kurt tev li wan ćalakiyan bune.
Lê roźa min doh hindekî bêdeng derbaz bu. Min doh nîvroyê pêśta telefonî bavê xwa kir. Hêvarê źî telefonî birayê xwa kir. Tabî keća birayê min Duygu derkete telefonê. Min pê ra tenê bi kurdî deng kir. Wê źî bi tirkî. Lê min careke lê mêze kir ku her tiśtê ku ez dibêźim, fam dike. Îcar min bi devoka me kela dilê xwa li sermayê xist, kir cemed ellawekîl. Di nav gotinê da min got, «binêre cîgerim, ku ez roźekê hatim wê derê, qet nebêźe ku ewdê apo Beghyanî bi me ra tirkî bipeyîve, aha źi min gotin. Heger kêmasiyên te hee ne, herre wan ćareser bike, ihi.».
Welle wê qet kêfa xwa xera nekir u got, «tewlooo, ma ew źî problem e, apo?». Paśê min bi diya wê ra u pê ra źî bi bavê wê ra, yanî birayê min ra gotina xwa bi kurdî dirêź kir.
Min berê źî źi wan ra gotî bu, daku bila źi niha u wir da zimanê tirkên niźatperest u bê namus źi bîr bikin. Wan źî soz daa min.
Ez di facebook’ê da źî bi Duygu’yê ra tenê kurdî dinivîsînim. Xwadê hee ye, kurdiya wê ya nivîskî źî bi hêdîka bi pêś da terre.
Duygu’yê hîro di facebook’ê da kilameke bi kurdî weśandî bu. Min di śîroveya xwa da ev nivîsiya:
«Êêêêê, kurmancî him nermik u him źî germik e, kećê :-). Yaw heyatim zimanê tirkan berde haaaaa ;-). Pać dikim.».
Wê źî wekî bersîv ev nivîsiye (qet destê xwa nadimê):
«Ez ji heznakım zimane tirkan appo berdim walle :) galek spas ez ji pach dikim cawe te da :)».
Li ser bersîva wê min dîsan ev nivîsiya:
«Min ćavên te xwarê. Kećê Duygu, welle bîlle kurmanciya te pirr rind e haaa. Herre dê u bavê xwa źî bike kurmancên raśt :-))). Hêvarbaś heval ;-).».

Divêt hemî kurt vê yekê bikin, ku me nekir, em ti carî nikanin rê li ber otoasîmîlasyonê bigirin. Bê guman bi mîlyonan kurt ewdê îtîraz bikin, ewdê bi zimanê tirkên bê śeref ha ha îmana me bombebaran bikin, ewdê źi leqleqa vala bigirin heta ćêrên derî exlaqê bi ser me da werin.
Lê xem nîn e. Tirkan milletê kurt bi tecawîz kirinan hanîn u xistin vî halî. Ma ćend kurt hîro li wan u van bê namusiyên tirkan difikirin u xwa pê têśînin, ćend kurt? Tevî ku tirk hîro źî eynî tiśtan bi hemî metodên gemar tînin serê kurdan!

Loma źî ćênabe ku kurdên xwadî wîźdan li gorî daxwazên van kesên ku bune qurbana tecawîzên tirkan, tevbigerin. Ev întîhar e! Ew kurt hindî/hêdî bune mupteleya tecawîzen tirkan.
Źibo ku ew bikarin li halê xwa yê derbeder u serserî bihesin, divêt di mêźiyê wan da tofaneke wekî bombeya atomê ćêbibe.
U ew bombe źî tenê «zimanê kurdî» ye!
De bi vê mebestê ez ceźna we ya newrozê bi kurdiya qedîm, kurdiya nermik, germik u gewrik pîroź dikim, śekirnooo!

Sonntag, 20. März 2011

Pîroź Kirina Ceźna Newroźê Ya Li Bern‘ê

Min doh hêvarî nekanî tiśtekî binivîsim. Źiber ku ez hindekî westiyayî bum.
Wekî ku min pêr źî nivîsî bu, ez doh bi tevî ćend hevalên din ćum Bern’ê. Hevalên ku li ba zangehên li Swîsre’yê dixwînin, źibo ceźna newroz’ê hêvareke xwarin/vexwarin u hevdu nas kirinê amade kirî bum. Tabî źibo vê yekê źî gelek kes dawet kirî bun. Lê źi kesên dawet kirî kêm-zêde pêncî kes hatî bun.
Di trênê da em li ba hev runiśtî bun. Hevalê Elîfe ya ku min cara yekem dît u nas kir, me pê ra heta Bern’ê hindekî serê hevdu tevlihev kir. Cîgerim Elîf li hemberî zimanê tirkî pirr nerm bu. Dil dikir ku em bi hev ra tirkî bipeyîvin, tevî ku dikane xwa bi kurdî bi têra xwa îfade bike. Lê beśdarvanên qursa li Zürich’ê u min daxwaza wê nehanî śunê. Loma źî meseleya me xwa heta Bern’ê dirêź kir.

Em tam di wexta xwa da gêśtin Bern’ê. Ez dibêźim em kesên yekem bun.
Piśtî hatina me bi hêdîka kesên din źî hatin. Lê dawiya dawîn hevalên ku ev hêvar orxenîze kirî bun, li śuna seet 16an, li dor seet 17an dest bi axaftina xwa kirin. Xwa dan nas kirin, navên baźarên xwa gotin, tiśtên ku vê gavê li ba zangehê dikin, hanîn zimên u hwd.

Di vê navê da Eyśe u mêrê wê Cem źî ketin hundir. Me źi dur va silav daa hev u li śunên xwa runiśtî mayîn.
Piśtî ku axaftin qediya, camêran xwarinên ku hatî bun amade kirin, li ser bufeyê rêz kirin u kesên amade dawetî xwarinê kirin.
Ez ćum ba Eyśê. Me hema hema deh sal in ku hevdu nedî bu. Gava ez li Bern’ê dimam, me gelekî wexta xwa bi hev ra derbaz kirî bu, bi salan. Malbata Eyśê ez hertim dawet dikirim. Herweha ez u bavê Eyśê, Ehmed Xoce, me wexta xwa bi zêdeyî bi zimanê kurdî derbaz dikir. Eyśe kurdî nedikanî, hîn wê demê zarok bu u źi bavê xwa hîn dibu.
Bi vî hawî śeś sal me bi hev ra derbaz kir. Paśê min di dawiya 1ê cotmeha sala 1995an da źi Bern’ê bar kir u hatim Zürich‘ê źiber xwandina xwa. Pêra źiber duriyê têkiliyên me hêdî hêdî kêmtir bun. Berî ćar salan źî diya Eyśê, Fatma, wefat kir.

Dema ku ez li Bern’ê bum, min pirr li ber xwa daa ku Eyśe u xwanga wê Zeynep bixwînin u paśê herrin zangehê. Min ew pirr motîve dikirin. Lê bi vî hawî źî bu. Eyśe u Zeynep’ê huquq xwandin.
Min doh dîsan Seylan źî dît. Berî bîst salan Seylan hîn zarokekî pićuk bubu. Gava min berî sê salan li ba buuyekê/dawetekê dîtî bu, hêdî mezin bubu. Du salan li ba zangeha Sant Gallen’ê ekonomî xwandiye. Niha vê gavê li Zürich’ê berdewam dikiriye. Ez bi diyîna wê pirr kêfxwaś bum. Wê got, «min niha bihîst ku tu qursa zimanê kurdî li ba zangeha Zürich’ê didî, lê haya min qet źê nebu, ez źî dixwazim werim.». Min nimreya telefona xwa dayê. Ez bawer dikin ewdê hefteya tê were qursê.
Seylan bi xwa tirk e. Źi hêla dayîkê va hindekî tevlihevî hee ye, yanî dibêźe dapîra diya min bi kurdî deng dikiriye.
Tiśtekê bala min li ba civînê kiśand. Gelek kesan, bi taybetî źî keć u źinan, bi hevdu ra tirkî deng dikirin. Qet źî pê aciz nedibun. Lê ez bi xwa vê yekê bê tarîf aciz bum. Min bi kesên ku kurdî nedizaniyan ra bi elmenî deng kir. Helbet kêfa hindekan bi vê nehat.
Bi xwadê qendî gramekê źî xema min nîn e. Bi raśtî źî halê me ne ti hal e.
Hindî/hêdî pêwîstî bi dewleta tirkan nemaye, kurt bi xwa ketine bin xizmeta asîmîlasyonê u îmana zimanê kurdî dikin teneke.
Di nav kurdan da hîn źî têgêśtina girîngiya zimên di bin sifirê da ye.
Bila xwadê mirovatiyê źi cahilên kurt yên zirzop biparêze.
Bê guman siyaseta kurdan ya aqilsivik «biratî, pismamtî u hwd.» sebebê herî mezin ya vê yekê ye.
Ma kê źi van partî u siyasetvanên kurt śarlatanekî u sextekarekî baśtir dîtiye, bavê min?!

Freitag, 18. März 2011

Hevditîneke Tesadufî Ya Li Mensaya Zangeha Zürich’ê

Vê nîvroyê ez beśdarî semînerekê bum. Piśtî ku źi semînerê derketim, ćum mensayê. Min Śefîk u Zekî di dora xwarin girtinê da dîtin. Li herî dawiyê bun. Ez źî li paś wan ketin dora xwa. Min qet dengê xwa nekir heta ku ew bi min hesiyan.
Ê helbet zêde dirêź nehaźot. Camêran ez dîtim.
Cîgerim Śefîk u Zekî têne qursa zimanê kurdî źî.
Hevalekî din yê kurt źî li ba wan hee bu. Min ew nas nekir. Gotin ew źî dixwaze were qursa zimanê kurdî.
Piśtî xwarina xwa em bi hev ra ćun hewśa zangehê ya ku di navika zangehê da ye. Źê ra bi elmenî Lichthof «hewśa bi ronayî» dibêźin.
Wan hemiyan źi xwa ra qehweyek girtin, lê min ti tiśt negirt.
Em qendî seetek u nîv li wir man.
Me gotina xwa li ser gelek tiśtan ra bir u hanî.
Hevalê nuh Mesut wekî kesekî Swîsre’yî bu. Li vir ćêbuye u ćuye dibistanê.
Zêde haya wî źi ziman u kultura kurdan tune bu.
Lê daxwazeke wî ya ku di vî warî da tiśtina bike u vê kêmasiyê źi holê rabike, hee bu.
Źiber ku sibeh li Bern’ê xwandekar u akademîsyenên kurt yên li Swîsre’yê ewdê werin ba hev u bi tevîhev ceźna newrozê pîroz bikin, me źi wî ra źî got. Dibe ku sibeh were.
Herhal ev cara yekan e ku li Swîsre’yê orxanîzeyeke husan li Swîsre’yê pêk tê.
Sibeh ewdê karê min hindekî serê min bihêśîne ellawekîl.
Divêt ez pêśta bićim źi xwa ra abonementekê bikirim. Di raśtiyê da min ê hîro bikirriya, ez ćum stasyonê źî. Piśtî ku xatunê hemî kaxizên min tiźî kir, źi min daxwaza wêneyekê kir. Wey malmêratooo, lê ti wêne li ba min tune bun.
Loma źî min got «ez ê sibeh cartin werim, yabo qurban.».

Donnerstag, 17. März 2011

Îsmaîl Beśîkćî U Netew-Dewlet

Hîro hewayeke berbat li der hee bu. Nîvroyê baranê źî dest pê kir. Ewqas bi hêz nebe źî, lê qet nebirriya.
Piśtî ku ez nîvroyê źibo seetekê tev li semînerekê bum, paśê derketim u ćum karê wergerê. Min qendî du seetan werger kir. Helbet di vê navê da du seet źî vala bu, loma min nekanî yekser werim malê.
Gava ez di seet 17 u nîvan da vegeriyam malê, min bi têra xwa baran li ser pîskîleta xwa xwar.
Ê tiśt nabe, bereketa xwadê ye dibêźin yaw.
*
Xelkê kurd Îsmaîl Beśîkćî baś nas dike.
Herweha fikrên wî źî baś dizane. Helbet divêt mirov «zanîn» u «têgêśtin»ê tevlihev neke.
Mirov dikane gelek tiśtan «bizane», lê nikane «bingeh u cîddiyeta» wan tiśtan «têbigêźe».
«Tênegêśtin» aqilsiviktiyeke me kurdan e.
Sloganên erzan u sotalane îdeoloźiya źiyana me ya roźane u pêśeroźê pêk tînin.
«Têgêśtin»a miźarê u pirsgirêkê, li gorî normên navnetewî li ba me kurdan li binê berośê dixe.
Aqilê me yê însanî kopyeyeke pirr berbat u pîs ya diźminê-n milletê kurdan e.
Kopye źî kopyeya bi sedan ya źi kopyeya berî xwa ye.
Loma źî quwalîte di bin pileya sifirê da ye.
Tiśtê ku em difikirin, tenê ćend bermayiyên li ser sergîna diźminan e.
Lê bi vê źî quretiya me li ezmanê heftan dixe. Em kesekî bi ser xwa ra nabînin.
Halê me hemî xelkên binketî xwadî van xususiyetan in.
Lê halê me źi yê hemiyan berbattir u źêrtir e.
Kompleksên me yên ruhî nikanin werin tamîr kirin źî.
Bê guman di vê miźarê da sucê herî mezin yê partî u siyasetvanên me kurdan in. Źixwa ronakbîrkokên duru u sextekar rehma xwadê li heśt eźdadê keran didin xwandin...
Îsmaîl Beśîkćî merivekî zana u dostê milletê kurd yê herî źi dil u mêźî ye. Źiyana xwa di ber doza milletê kurd ra daye.
Tiśtê ku ew dibêźe, mirov hew dikane piśtguh bike.
Ku Îsmaîl B. got, kesên ku dixwazin fikra «Netew-Dewlet»ê di nav kurdan da wekî tiśtekî berbat propaganda bikin, ew nikanin bibin dostên milletê kurt. Yanî kêm-zêde tiśtên wilo dibêźe.
Ez źi sedî sed van gotin u fikrên wî yên gerdunî testîq dikim.
Ći kes dibe bila bibe, kesên ku vê yekê dikin, kesên herî bêbext u bextreś in.
Qîmeta wan qesî pîzavekê źî nake.

Mittwoch, 16. März 2011

16ê Adarê U Helebće’ya Bi Kul U Birîn

Źiber ku ev du roź in bazuyên min têśiyan, min hîro sporta xwa nekir.
Ev pênc meh in ku min ligel bedenhêziyê (bodybuilding) ćend tevgerên taybetî qet ćênekirî bun. Berî du roźan min źi nuh va dest pê kir. Lê loma źî xavîtî di min da ćêbu. Dibe ku heta hefteya tê dîsan derbaz bibe.
Min hîro tenê du seetan werger kir. Kesek źî li ba termîna xwa xuya nebu.
Piśtî wergerê ez vegeriyam malê, qendî du seetan li malê mam u dîsan di seet heftan da rabum ser xwa u ćum qursa zimanê kurdî.
Hîro pênc kes hatî bum.
Tifuuu :-).
*
Hîro, berî bîst u du salan kuźerê milletê kurd Saddam Husên li Helebće’yê źi pênc hezar kesan zêdetir kurt bi sîlehên kîmyayî kuśt. Lê birînên van bîst u du salan hîn źî bi temamî nehatine derman kirin. Bê guman ewdê hîn demeke pirr dirêź źî źiyî bimînin. Neslê ku tuśî wan hêrîśên barbar hatî bu, hîn li źiyanê ye. Źiber ku tesîra ćekên kîmyayî li ser genetîka (yanî DNAya) mirovan xesarên mezin ćêkirî bun, zarokên wan însanan źî bi gelek nexwaśiyên berbat hatine ser dinê. Mîna ku mirov di nav ćerxeke śeytankî da bibe, śanśa mirov ya ku xwa źê bifitilîne, pirr kêm e.
Ez bawer dikim em kurt milletekî bê bîr u mêźî ne, em her tiśtî pirr zu źi bîr dikin. Bi salan di roźa bombebaran kirina Helebće’yê da partiyên me kurdan dest bi pîroź kirina Newroz’ê kirin, ceźnên mezin li darxistin.
Lê îsal źî ev yek hat kirin yan na, ez bi xwa nizanim. Min li ser rupelên di înternetê da îlanên pîroźbayiyê diyîn. Helbet dibe ku li hindek ciyan ev bêbavî zî hatî bibe kirin u ćend xêrnexwazên aqilsivik tiśtekî weha kirî bibin.
Bila xwadê axê śehîdên Kurdistan’ê źi wan ra nehêle u wesselam, birê min.
Źixwa Saddam li doźehê li benda wan e.
Ha Saddam ha siyasetvanên weha ehmeq yên bê namus, yek źi yê din pîstir u berbattir e.

Dienstag, 15. März 2011

Roźnameyeke Nuh Ya Bi Kurdiya Kirdkî/Zazakî

Hewa hîro pirr baś bu. Raśteraśt wekî hewayeke biharê bu.
Min di seet 13an da dest bi karê xwa kir u heta seet ćaran, yanî bê navbir sê seet werger kir.
Welle carinan serê mirov têśe, mirov nikane baś konzentre bibe.
Bê guman ez źî kêm-zêde di nav ruh-î haletiyeke wilo ra derbaz dibim.
Him îmana min u him źî wîźdana min śil dibe u dibe wekî pembu yaw.
È tabî dîsan hîro qursa me źî hebu. Bi tevayî pênc kes hatî bun.
Welle ev du hefte ne ku piśtî qursê, gava em derdikevin der, ći keremet e ez źî nizanim, em li ber dêrî li ser piyan gotina xwa dirêź dikin u ha ha meseleyên qerase ćareser dikin.
Hîro źî heman tirśik ćêbu. Lê dawiya dawîn dîsan me nekaniya kevirekî źî li śunê bidin livandin.
Weha hat u weha ću, delîlo delîlo heyranêêê.
*
Di malpera zazaki.net’ê da nućeyek li ser roźnameyeke bi xweru zaraveyê kurdiya kirdkî/zazakî hee ye. Li gorî ragiyandina nućeyê ewdê ev roźnameya bi kurdiya kirdkî di du heftan da carekê derbikeve u źi heśt rupelan pêk were.
Ez bi vê nućeyê pirr kêfxwaś bum.
Zaraveya kirdkî vê gavê źi kurmancî bêtir li ber mirinê ye. Dibe ku heta pênc salan qedera kirdkî bellî bibe. Lê ez bi xwa wekî śexs zêde bi hêvî nîn im. Bê śik sebeba vê yekê em kurd bi xwa ne. Di ti karekî me da cîddiyet tun e. Pênc quruś qîmetê nadin zimanê xwa, nadin kultura xwa.
Xelkê alemê źibo peyveke xwa qiyametê radike, lê em wekî belengazên bê aqil ha ha śorba xwa bi ziman u kultura diźminê xwa dikelînin. Tevî ku diźminan bi hemî hêz u îmkanên xwa berê xwa dane zimanê me, roź bi roź zimanê me dikuźin, bi mîlyonan zarokên kurd herro asîmîle dikin, em hîn źî di guhê gê da kilama aqilsiviktiyê dubare dikin.
Bi kerema xwa, kesê ku źi me kurdan bêtir aqilsivikekî din dîtiye, bila min źê hay bike lo. Yan na, bi xwadê ez ê bi vî derdî bimirim, śekirno.

Montag, 14. März 2011

Mêźiyê Îbo Yê Bi Stranên Tirkî Binket U Ću

Hîro nîvroyê min ću karê xwa yê wergerê kir. Tevda qendî sê seet u nîv haźot. Piśtî wergerê min li mensaya zangehê xwarina xwa ya hêvarê xwar u vegeriyam malê.

Di nućeyên hîro da min nućeya li ser Birahîm Tatlises xwand. Li gorî nućeyan doh hêvarî gava źi televîzyona xwa derketiye u li erebeya xwa siyar buye, ćend gulle lê barandine.
Tê gotin ku aniha vê gavê di komayê da ye. Mêźiyê wî derbeya gulleyê xwariye. Biźîśk dibêźin ew niha di ruh-î haletiyeke felc buyî da ye.
Lê medyaya tirk bi awayekî bê edeb berê xwa daye milletê kurt u kurdan wekî sucdarê vê yekê nîśan dide.
Di bê namusiyê da hew kes dikane qayîśê bi van tirkên heramzat ra bikiśîne welle.
Ći dibe bila bibe, hemî daxwaziyên van bê bavan li ser tune buna xelkê kurt hatiye ava kirin.
Gelo ćima kurt tiśtekî husan bikin?
Ma PKKê ćima heta niha gulle li Îbo nebarandiye źî radibe aniha dike? Ći meseleya PKKê bi Îbo ra hee ye? Bê guman siyaseta PKKê ya źi realîteya cîhanê dur, siyaseta «bi dema neolîtîk» him zirareke mezin dide xwa u him źî dide doza milletê kurt. Li śuna ku siyaseteke Kurdistan’î u kurdîn bide meśandin, bê wate u mahne kesên sîvîl tehdît dike. Bi kîźan aqilî vê yekê dikin, mirov mat mayî dimîne. Bi serî da źî tehdîda li hemberî Îsmaîl Beśîkćî ez śoke kirî bum...
Bi fikra min, dewleta tirkan ya niźatperest bi saya manîpulasyonan rêvabiriyên partiyên kurdan bi temamî xistiye nav destê xwa.
Herê, dewleta tirkan u medyaya vê dewleta taśeron hertim źi van śaśiyên heniya kurdan ya «gundî» îstîfade kiriye, di medyaya xwa da li diźî kurdan bi kar haniye.
Ez hêvîdar im ku di demeke nêzîk da mesulên vê kiryara kuźerane werin pêgirtin u ev mesele źi bin va were ćareser kirin.
Lê bê guman ewdê «gundîtiya me» di nav me da bimîne.

Sonntag, 13. März 2011

Dawiya Heftê Xwa Li Bêê Xist u Ću

Di van du roźên dawiyê da tiśtekî balkêś pêk nehat welle.
Min hemî wexta xwa di aramiyeke nermik u germik da derbaz kir.
Tabî berbatiya hewayê ya bi ewran dagirtî, îmana meselê tevda kir teneke.
Lê nebarîna baranê baś bu. Min him doh u him źî hîro sporta xwa ćêkir, yanî him pîskîlet haźot u him źî ćum beza xwa ya tradîsyonel.
Min hîro wext nedî ku telefonî bavê xwa bikim. Divêt ez sibeh teqez vê bikim.
Vê heftê, yanî sibeh ewdê karê min yê wergerê hindekî zêde bibe. Loma ez ê bi têra xwa vê heftê biwestim.
Dawiya hefteya tê ewdê pîroź kirina ceźna Newroz’ê li Bern’ê pêk were. Ev pîroźbayî źi hêla komên xwandekar yên li Swîsre’yê va źibo xwandekar u akademîsyenan tê amade kirin. Helbet li Bern’ê ćêbuna vê pîroźbayiyê kêfa min źî pirr hanî, źiber ku Bern baźarê yekem e ku ez li Swîsre’yê lê cih bume u berî Zürich’ê heft salan li wir mayîme. Herweha ez li Bern’ê bum hemwelatiyê Swîsre’yê źî. Gelek bîrhanînên min li Bern’ê hee ne.
Bern di ćavê min da mîna Kurdistan’eke bićuk e.
Baźarekî gelekî bićuk e. Lê mêrato paytexta Swîsre’yê ye, haaa.

Freitag, 11. März 2011

Her Tiśt Ne Wekî Deśta Erzingan’ê Ye

Hîro heta nîvroyê roo/rooź derneket. Gava ez di seet duduyan da źi wergerê derketim der, rooyê źî bi hêdîka xwa źi paś ewrên reśik dida der.
Ez raśteraśt ćum mensaya zangehê, źixwa mensa źi ciyê klînîkê du sed mêtroyan dur e.
Min xwarina xwa ya nîvroyê girt u derketim ber deriyê mensayê, li ba maseyekê runiśtim u min xwarina xwa xwar.
Pêra ez bi lez hatim malê. Hîro ewdê tamîrkerê makîneya ferefol śuśtinê bihata.
Gava ez ketim hundir ku camêr hatiye u ćuye. Kaxizek li paś xwa hiśtî bu. Li ser kaxizê digot, «piśtî kontrol kirinê ti gospe/arize nehate dîtin».
Tewlooo, em dîsan ketin devê kemîna felekê.
Min bi lez telefonî fîrmayê kir u got, «merive we hatiye u ćuye u ti gospe źî tespît nekiriye.». Paśê xatunê ez wî tamîrkerî va girêdam. Got «min ti tiśt tespît nekir.».
Lê helbet tu yê di ćend deqqan da ava ku tê der, nebînî. Źiber ku ev av piśtî du seetan dilop bi dilop kom dibe.
Camêr got, «hingê ewdê hefteya tê cartin were.
Ka xwadê mezin e.

Min hîro nameyek u hemî belgeyên pêwîst yên źibo dezgeha berpirsiyarê wergêran amade kirin u źi wan ra śand. Loma źî barê li ser min hindekî sivik bu. Bi salan e ku min ev kar nekirî bu u loma źî bubu belaya serê min. Źiber vî karê hîro min wext nedî ku herrim pîskîlet haźotinê. Tenê qendî pêncî deqqan ćum bezê u ewqas.
Lê piśtî bersîva wan ya herênî divêt ez îcar nameyeke din ya mezintir amade bikim u serî li «dîplomeya wergêriyê» bidim. Helbet karê min bi van źî neqate. Divêt ez dîsan źibo wergêriyê serî li dadgeha baźarê Zürich’ê źî bidim.
Bi xwadê ev tiśtina pirr wexta mirov digirin.
Bi serê mêrê ćê bibe, wekî din źî ti ćare tun e.

Donnerstag, 10. März 2011

Min Hîro Gelek Karên Bićuk Xelas Kirin

Di nav kêfxweśiya hewaya xweś ya hîro da min gelek tiśtên fermî ćareser kirin.
Ev demek e ku divêt min du nameyên resmî binivîsiyana, lê min xwa li tiraliyê dayniya u karê xwa nekir.
Hîro ći bu, nizanim, yekcar kelecaniyê bi min girt u min dest bi nivîsîna van nameyan kir. Ev amade kirin u xistin nav zerfan. Lê îcar min mêze kir ku pul li malê hîć nemane.
Ê tabî śansa min ya rebenokî ye, gava ez nîvroyê di seet dudesan/dewduyan da ćum zangehê, min li ti derekê otomata pulan nedî. Ez dibêźim tevda źî hatine rakirin.
Hey tifuuuuu!
Lê min nameyên xwa bi xwa ra gerrandin, heta ku ez vê hêvarê źi wergerê vegerriyam malê.
Helbet bêyî ku ez bi pîskîletê werim malê, min raśteraśt berê xwa daa postexanê.
Min him nameyên xwa śandin, him des/deh pulên nameyan u him źî pula źibo pîskîletê kirriyan.
Paśê min kirrîna xwa ya źibo xwarina ćend roźên din bi cih hanî u wesselam.
Źiber ku min doh di seet 16an da qehweyek li restorenta heval Newzat vexwarî bu, śeva ćuyî min nekanî baś rabikevim. Herweha sibehê źî di seet heft u nîvan da rabum ser xwa.
Piśtî rabuna min xatuna źi fîrmeya aletên texnîkî telefon kir u źi min pirsiya, ka ew dikanin sibeh montaźvanekî źibo makîneya ferafol śuśtinê biśînin yan na?
Min got, «temam heyatim, ćêbu, wîîî. De biśînin haaa. Hindî/hêdî tevrunerên min sêrî hildidin, kećko!».
Welle me qewla xwa kir yek.
Min pêra telefonî fîrmeya sardankê źî kir. Berî du mehan qulpê destikê cemeddankê śikiya bu. Camêr got ewdê aniha perćeyê śikiyayî bi postê biśînin. Êêê, min ev kar źî kir u îmana meselê źi binî va safî u zelal kir, oxxx.
Lê divêt ez sibeh źî nameyeke din binivîsînim u źi dezgeha berpirsiyarê wergêran ra biśînim. Helbet ligel vê źî ez ê hîn gelek belgeyên li ba min kopî bikim u têxim nav.
Aha śekirno, hun źî dibînin ku karê min buye belaya serê min yaw.

Mittwoch, 9. März 2011

Welle Bihar Hat

Hewaya hîro źi doh xwaśtir bu. Li gorî ragiyandina meteoroloźiyê heta serê hefteya tê her tiśt baś xuya dike.
Min hîro źî zêde kar nekir. Piśtî karê qesî seetekê ez ćum tev li semînerekê bum.
Paśê min berê xwa daa restorenta heval Newzat. Gava ez ketim hundir restorentê, źi heval Newzat pê va kes tune bu.
Her ćendî ez pirr kêm qehwê vedixwim źî, min hîro ba heval Newzat qehweyek źibo xwa ćêkir u vexwar. Lê ez dibêźim hîn źî bandora qehweyê derbaz nebuye. Xwadê bike xewa min ya hîro tevlihev neke.
Min u heval Newzat, me gotina xwa li ser rewśa restorentê dibir u taniya. Cîgerim Newzat dixwaze ku hindek guhartinan di restorentê da ćêbike. Lê hevparê wî zêde serê xwa bi van tiśtan nahêśîne. Loma źî hemî bar bi ser wî da maye.

Seet di śeśan da ez ćum menseya/xwaringeha zangehê. Min li wir xwarina xwa ya hêvarê xwar u di seet heftan da rabum u ćum qursa zimanê kurdî. Śeś kes hatî bun.
Me heta seet nehan dersa xwa kir u paśê zi hev veqetiyan.
Aha ev e ez aniha li malê me u li ser maseya xwa runiśtime.
Min hîro sporta xwa źî nekir. Bê guman ez ê sibeh heyfa hîro źî źê hilînim.
Min di malperên kurdî da nućeyên li ser tehdîda Śivan’ê me u hindek ronakbîrên din da diyîn u xwandin.
Bi serê we u min bibe, kî dibe bila bibe, tehdîda ku li diźî kurdekî-ê tê kirin, divêt bi tundî were rexne kirin. Ćênabe ku kurd źiber fikrên cihê hevdu tehdît bikin.
Hindî/hêdî em di sedsala bîst u yekan da ne.
Loma źî ez wekî śexs tehdîda ku li diźî van kesan hatiye kirin, śermezar dikim.

Dienstag, 8. März 2011

Roźeke Germik U Nermik

Hîro hewayeke baś hee bu. Piśtî nîvroyê kêm-zêde neh pile (9°) bu.
Loma źî min piśtî nîvroyê, gava ez źi karê wergerê vegeriyam malê, derketim ser pîskîleta xwa u ćum pîskîlet haźotinê.
Paśê źî min źi seetekê zêdetir berê xwa daa bezê.
Lê ligel bezê piyên min gelek li min giran bun/hatin. Westiyayî bun.
Źiber ku hîro qursa zimanê kurdî hee bu, di seet berbi 19an da min îcar berê xwa daa qursê.
Berî seetekê dîsan hatim malê.
Lê sibeh zêde karê min tun e. Li śuna vê ez ê herrim tev li semînerekê bibim.

Montag, 7. März 2011

Nermiya Li Ber Rooźê

Hewayê hîro hindekî źi hiśkiya xwa nerm kir. Mîna doh ewqas bê îman nebu.
Li gor ragiyandina nućeyên hewayê, źi sibehê pê va ewdê hewa germtir źî bibe.
Gava min hîro piśtî nîvroyê źibo ćil deqqan wext bi dest xist, ez ćum ber zangeha ETHeya Zürich’ê, li ser nerdîvanan xwa li ber rooyê/rooźê berdîberdayî dirêź kir. Bi raśtî źî źiber germayiya rooyê ez bi têra xwa nerm bum u wesselam. Hema mirov dibêźe tam bum pembu dînime îmanime.
Min beza xwa ya hîro berî nîvroyê ćêkir. Piśtî nîvroyê wexta min tune bu.
Xwarina xwa ya vê hêvarê źî min li menseya zangehê xwar.
Bê guman xwarina li der xwarin źibo mirov gelekî wexta vala ćêdike, yanî dema patin u śuśtinê źi mirov ra dimîne.
Beriya bîst deqqan źî źi gerra xwa ya hêvarê vegeriyam.
Divêt ez aniha bi hêdîka rabibim ser xwa u herrim rakevim.
Ez ê sibeh hindekî zu rabibim u herrim wergerê bikim. Helbet piśtî nîvroyê źî ti karê min yê din tun e.

Sonntag, 6. März 2011

Sermayê Îman Li Min Ćikand

Hewayeke pirr berbat hîro li der hee bu.
Her ćendî berbi nîvroyê roź derket źî, hewa zêde germ nebu. Baayekî bêyom xwa di nav cîgehê/mekânê da li baa dikir.
Gava min piśtî seet duduyan berê xwa daa pîskîlet haźotinê, hîn min sariya hewayê bi têra xwa hîs nekir. Źiber ku baa źi paś va dihat, hîn her tiśt li śunê buu.
Lê di dema wegerê da baayekî hiśk u sar ha ha li ruyê min dida. Hema hema bernedida ku ez bi pêś da baźom.
Carcarinan ez heta pileya sekinînê źî dihatim.
Bi raśtî źî riya heta Zürich’ê vê carê źibo min pirr dirêź xuya buu.
Serê min dikir ku źiber serma u baayê bicemidiya welle.
Lê axirî giran bi giran min pê li pedala xwa kir.
Piśtî ćil u pênc deqqan ez gêśtim Zürich’ê, yanî hatim mala xwa ya li Örlikon’ê.
Ez di rê da gelekî birćî bubum. Loma źî min bi lez ćayek daynî ser, du-sê parî nan źê kirin u bi ćaya xwa xwar.
Ez ê hîn di seet 17an da bićuma bezê źî. Lê min proxrama xwa pêk nehanî.
Serma li bedena min ketî bu.
Loma źî min birryara xwa girt ku li malê bimînim.
Bi gotina mêrê ćê u mêrê berê yê didanzêr, ćalakiya min ya hîro tevda źi vê pêk tê.

Min hîro nîvroyê bi bavê xwa ra źî telefon kir. Li gorî gotina wî vê gavê li Erzingan’ê źî hewa sar buye. Lê wî źî wekî min rik kiriye, derketiye der, ćuye gerra xwa ya roźane u dîsan wegeriyaye malê.
Xwadê hee ye, em, yanî em law u bav hindekî li hevdu dićin/diśibin, ellawekîl.

Samstag, 5. März 2011

Keća Kurdistan’î «Avesta»

Źi doh va ye ku min serê xwa zêde bi pirsgirêkên dinê va nehêśand.
Ligel hindekî kar u barê roźane u sporta xwa ya hîro tiśtekî din yê aktîf nekir.
Xwadê hee ye, carinan tembeliya qedîm źî li mirov pirr xwaś tê ellawekîl.
Ez dixwazim li ser navê kećeke kurt (=«kurd») bisekinim.
Gava em berî deh roźan, ango di 24ê meha sibatê da li kafeteryaya zangeha Zürich’ê źibo «hêvara ćandê» hatî bun ba hev, źi beśdarvanan hevaleke źi Erzingan’ê got, «ez malbateke elewî nas dikim, vê malbatê navê keća xwa «Avesta» dayniye.».
Ez gelekî śaśo-maśo bum. Min got, «ćiton yanî navê keća xwa «Avesta» daynîne? Ma haya wê malbatê źi eslê vê peyvê hee ye yan na?».
Heval Ceren got, «welle li derekê xwandine ku ev peyva navê pirtuka pîroź ya elewiyan buye. Bawer nakim ku li ser vê peyvê tiśtekî zêde bizanî bibin.».
Hahooo, heylooo, malbateke me ya elewî rabuye li gorî riwayeteke źi rîweyetan navê keća xwa «Avesta» dayniye, weweylêêê.
Bi raśtî źî li hêlekê kêfeke bê tarîf di min da ćêbu, lê li hêla din źî ez tevda mat mayî mam
Min hema li śuna xwa got, «ez dixwazim diyariyekê li wê kećikê bikim.».
Lê hemî bi hev ra li min kenniyan.
Min dubare kir u got, «heger hun źî navên husan xwaśik li xwa bikin, bi peyman ez ê diyariyan bidim we źî haaa.».
Ez hîn źî li ser diyariya xwa difikirim. Di vê navberê da fikrek di min da ćêbu, ćêbu źî, lê ez hîn bi temamî baś nizanim ku ćawan bikim.
Ez dibêźim ez ê tîśortekê bikirim. Li ser tîśortê, ango li ser singa tîśortê ez ê bi kurdî «biźî» binivîsîm u li bin peyva «biźî» źî wêneya serrupela pirtuka «Avesta»yê bidim ćêkirin.
Yanî ez ê bi kevirekî du sêvan bixim destê xwa. Him ewdê pirtuka Zaraduštra «Avesta» u him źî navê keća Kurdistan’î «Avesta»yê li ser xuya bibe, oxxxxx.
Bi xwadê źi vê baśtir huner u filan u fistix nabe dînime îmanime.
Welle cîgerno, kesên ku dixwazin diyariyan źi min bigirin, bila bi lez navên xwa biguherînin, źi min gotin, ihi.

Donnerstag, 3. März 2011

Ziyareta Li Ba Malbata Jenny u Manon

Xwadê hee ye, ez hîro źî pirr westiyam dînime îmanime yaw.
Hîro nîvroyê źi malê derketim u vê hêvarê di seet 19 u nîvan da źî bi śun da vegeriyam.
Gava ez vegeriyam malê, min li deriyê malbata Jenny xist. Hîro źî Jenny derî vekir. Kêfa wê bi ziyareta min hat.
Rebenê, Jenny, ruyê wê hîn źî perćifî xuya dike.
Lê Jenny hîro bi têra xwa henekên xwa bi me tevan ra kir. Qet li śuna xwa rehet nedisekiniya.
Gava miźar hate ser vampîran, Jenny u Manon yekcar bi hêla min da bazdan, xwastin ku hilbikiśin ser pîlên min u min di gewriya min da gez bikin. Lê nekanîn hilbikiśin, źiber ku min qet hariyariya wan nekir.
Hindekî xeyal śikestî bi vir u wir da bazdan, dîsan bi ser min da hatin. Welle ći kirin źî, ćênebu.
Dawiya dawîn Jenny xwast ku ez serê xwa berbi źêr xwar bikim.
Min got, «tewlooo, ma kê dîtiye ku mirov serê xwa źibo vampîran weha xwar bike u xwîna xwa bide miźandin, wîîî?».
Dê u bavê Jenny u Manon kenniyan u gotin, «welle te raśt got, ti kes źî tiśtekî weha nake.».
Lê Jenny u Manon qet dil nedikirin ku dest źi min berbidin. Paśê bavê wan źi masa xwarinê rabu, bi hêdîka hate cem me, Jenny u Manon girte nav himbêza xwa, ew pêgirtin u ez źî yekcar berbi dêrî beziyam.
Bi xwadê min xwa bi vî hawî źi wan herdu kafiran xelas kir.
Gava ez gêstim ber deriyê min, wan li qata źêrîn deriyê xwa vekirin u bi hev ra źi min ra gotin: «Oxir bibeee!».
Êêê, źi min ra źî źi derî «źi we ra źîîî, kećikinooo!» gotinê pê va tiśtekî din nemayî bu.
De bila źi we tevan ra źî oxir bibe, śekirnooo!

Qezeya Li Ber Mala Min

Hewayeke bi baa hîro li Zürich’ê hee bu. Rooź/tav źî li ezmên bi ser baźêr da dibiriqiya.
Hîro nîvroyê berî ku ez herrim karê wergerê, ez li balkonê li ber rooźê runiśtî bum. Min serê xwa śuśtî bu. Bi serê xwa min bi hêla nav malê da mêze dikir u piśta min li ber tavê buu.
Yekcar di vê kêliyê da min dengê lêdanekê li ser kolanê bihîst. Min bi lez serê xwa ćerixand ser kolanê. Ha min dît ku ev e kećikeke pićuk li erdê ketiye u diqîrre.
Źiber ku berćavokên min ne li ber ćavên min bun, min nekanî kećikê nas bikim.
Piśtî sê-ćar saniyeyan ez pê hesiyam ku ew kećikê li ser kolanê hevala min Jenny ye, keća cîrana me Jenny ya śeś salî. Hey tifuuu.
Îcar min got, weylooo, erebê li Jenny xist.
Ez bi lez beziyam odeya xwa, min serkirasek havite ser xwa u bi lez bazdam der.
Min dîî ku ha ev e diya Jenny Gabi źî gêśtiye Jenny. Ćend kesên din źî li wir kom bubun. Paśê źineke ciwan źî źi restorenta Thailand’î derket u hat ba me u pêra źî telefonî acîlê kir.
Heta des/deh deqqan polîs u acîl hatin.
Di devê Jenny da hindekî xwîn dihat. Rebenê, devuruyê xwa źî li bexćeyê zarokan tevda hîn nuh boyax kiriye.
Paśê Jenny bi dê u xwanga xwa Manon siyarî erebeya acîlê bun u ćun nexwaśxanê.
Gava ez vê hêvarê źi kar vegeriyam malê, ez bi lez ćum supermarketê, min pakêtek ćîkolete, pakêtek mêweyên hiśk kirî u turikek mêwiź kirriyan u min ćum li deriyê mala Jenny xist.
Hahooo, Jenny derî vekir. Min silav dayê u hema bi lez diyariyên xwa daa Jenny. Gelekî kêfa wê hat.
Ruyê wê yê hêla raśtê hindekî perćifî bu. Got, «didaneke min źî śikiyaye, yaaa. Tu dizanî, hêśa min źî hee yeee».
Piśtî girtina dilê Jenny, xwast ku ez wê hembêz bikim u źi erdê rabikim.
Bavê Jenny źî li wir buu. Pirr bi hêrs xuya dikir. Źi min ra got, baśtir e ku min ew kes nedî, yan na min ê hestiyên wî bifiranda/biśikanda ellawekîl.
Mixabin ez źi meźburî źi wan veqetiyam, źiber ku ez ê bićuma qursa zimanê kurdî.
Ka ez sibeh careke din li halê Jenny bipirsim.
Lê śansa Jenny hee buye ku bi van birînan źi vê pevketinê xelas buu.

Dienstag, 1. März 2011

Roźeke Bi Ha U Ho :-)

Min hîro nîvroyê qendî sê seetan werger kir u hatim malê.
Di seeta 16 u nîvan da ćum bezê. Piśtî bedenhêziya xwa ya li malê bi lez serê xwa śuśt u dîsan di seet 19an da derketim der u ćum qursa zimanê kurdî.
Vê gavê źî dîsan li malê me.
Ya raśt ez hindekî westiyayî me źî. Śeva ćuyî źî min nekanî baś rabikevim.
Loma źî vê sibehê zêde li ser xwa nebum.
Źiber vê yekê min piśtî nîvroyê qehweyeke tahl vexwar u îmana ruhê xwa kire ćar baskî, birê min.
Lê aniha bandora vê dopîngê źî derbaz buye.

Di nućeyên hîro da min tiśtekî balkêś nedî.
Heman tirśikên berê xwa li baa dikin. Rewśa li welatên ereban hîn eynî śorbe ye.
Xalê me El Qeddafî hîn źî li ber xwa dide. Lê mêro nizane ku deftera wî źi zu va li hev hatiye daynîn.
Ez dibêźim cîgerim El Qeddafî źî vê dizane. Lê mêro nikane li xwa mikur were.
Ma mikur were ći dibe, babam?
Wekî din ćare źî nemaye.
Bi gotina bi kurdî ya germik u nermik, «yan herro, yan źî merro!».
Zu yan źî dereng ewdê źi pêsira wî pêbigirin u wî bînin li cihekî minasip bidin runiśtandin.
Lê helbet dibe ku heyatim El Qeddafî xwa bi xwa dawiya źiyana xwa ya lotikvanî bîne u berê xwa bide bihiśta bi heftê horiyan. Źixwa li bihiśtê źî tenê lotikvanên vê cihanê bi vir u wir da lotikan tavêźin dînime îmanime lo.
Ya staaar, ev ći tirśik e ku tu li me xerîban dixî, heyatim?