Dienstag, 1. Oktober 2019

Kevokên Kesk Baranên Bi Śîn Vedixwin



Kećika kumiksor

Kećika kumiksor
Xewnên brîndar di śevên śemitî da bê ćav digerrin
Ćiku śînên me yên źi lîlanan
Li dor hustiyên me tilmisên xwa pê dirêsin
Źi ćemên revî gulleyan radikin kevirên beredayî
Bi xiśm l xewnên xwa digerrin li ber deriyan

Kećika ku bi du guliyan kevokan nîkil dike
Guh bide ayînên kevokên kesk li bintara bavo
Dema ew radikevin źi baranên bi śîn ava sar vedixwin
Bavo bi źan e
Di źehra śevê da l kećika kumiksor digerre.





Montag, 10. Juni 2019

Kevirekî Bi Kewz Źî Tun E Li Ser Gora Zmanê Kurdî



Xalê me yê darnas di nav daristana xwa da digerre. Dixwaze rewśa darên li daristana xwa bibîne.
Źi piśtî demekê tê li ciyekî disekine. Li ser herdê tumeke sosret dibîne. L’ kevirekî mezin diśibe. Lê bi kewzan hatiye dagirtin.
Kêra di bêrika xwa da derdixe, terre li ser kezwa kesk xwar dibe.
Kêra di destê xwa da tê ra dike. Kêra wî di bin kewzê da li tiśtekî hiśk dikeve u nikare tê ra herre. „Herhal di bin vê kewzê da kevir hee ye.“ dibêźe.
Źi piśtî hewldanên drêź di bin ciyê hiśk da rastî rengê kesk tê. Pê dihesse ku di bin wê kewzê u wê kaśila hiśk u sert da darek di nav herdê da ramediye.
Tevî ku dar bi herdê ra buye yek źî, tevî ku ew dar ev ćar-pênc sed sal in ketiye ser herdê źî, hîn źî nemiriye, hîn źî kibarikan/kivarikan ew nekanîne hurhurî bikin.
Dar dara darbuzê ye, ango dara buzê ye.
Di rastiya heeyî u xwezayî da źi piśtî ćend salan źi darên ketî ti śop li paś namînin.
Lê dara me ya ketî bi drêźiya ćar-pênc sed salan hîn źî hiśk nebuye. Rik e, carekê pêgirtiye.
Divêt ev dar bi av u mînerelan bihata xwadî kirin.
Divêt fotosîntêza  zerurî rêkupêk di nav pelan da śekir ćêkira.
Darnasê me lêdikole.
Źi piśtî lêkolînan pêdihesse ku rehên/kokên dara ketî hîn źî di nav herdê da ne.
Rehên wê darê u yên darên li dor wê li hindek ciyan gêhiśtine hevdu. Li gelek ciyan di navbera rehên wê u darên din da korîdoreke drêź bi kibarikan hatiye ava kirin. Rehên darên din bi navbera rehên xwa źi dara ketî ra śekir, mînerel u avê diśînin, wê xwadî dikin. Ew dar bi hev ra xizm in. Rê nadin ku dara ketî di nav herdê da bifetise u bimire.
Tam ćar-pênc sed sal in ku dara ketî bi kezeba śewitî xwadî dikin. Weha xuya dike ku ewê dest źê bernedin. Gava astengiyên xwezayî derdikevin źî, ew śekirê ku bi riya fotosîntêzê di nav pelan da dihafirînin, heta rehên xwa diśînin. Wî śekirî didin kibarikên ku li dor rehên wan kom bune. Bi vî hawî ew kibarik źî pariyeke wî śekirî, av u mînerelên di nav herdê da diben u didin dara ketî.
Dar źî ligorî normên civakî tevdigerrin, malbatî ne. Hevdu nas dikin. Ćawan meriv bi ruyên hevdu hevdu nas dikin, dar źî bi rehên hevdu hev nas dikin. U heta źi hev dikevin, bi rik darên źi malbata xwa diparêz in. Heger pêwistî pê hee’be, di cî da źibo hevdu întîxar źî dikin.
Gava heśeretên bi zirar hêrîśî darekê dikin, heman dar źibo ku darên din heśyar bike, bêhna heśyarkirinê derdixe źibo ku darên din bi lez sîstema xwaparastinê bixin nav tevgerê.

Gava meriv kurdan u daran bi hev ra miqayese dike, meriv źi kurdbuna xwa śerm dike.
Xwazîka em dar bibuna.
Me nekanî bi qasî darekê źî xwa biparêzin.
Dareke ku ćar-pênc sed salan di nav herdê da ramediye, li benda mirina xwa ye, bi alîkariya darên źi malbata xwa li ber xwa dide, him źî bi drêźiya pênc sed salan.
Her cara ku kurd partiyeke yan źî rêkxistinekê di bin navê kurd u kurdîtiyê da ava dikin, avake sar b’ ser min da dadikeve.
Kurdan di destpêka salên 1970yan da partî u rêkxistin ava kirin.
Lê mixabin van partî u rêkxistinan her tiśtê kurdîn u Kurdistan’î źi binî va tarumar kirin.
Van namerdan li paś zmanê kurdî śopek źî  nehiśtin!
Źi me ra goristeneke zmanê kurdî źî zêde dîtin!
Be hey teresino, qet nebe meriv kevirekî bi kewz li ser wê gornê śun dike!


Aynur Doxan: "Darheźîrokê"






Sonntag, 24. Februar 2019

Kurd Di Romana PAULO COELHO Da




Źi berî heftekê bu, min romana xalê me Paulo Coelho ya bi sernavê 11 Deqqe girte destê xwa u dest bi xwandinê kir.
Min pirtuk li seffefa pirtukan kirrî bu.
Xalê me Paulo Coelho bi pirtuka  xwa Sîmyager bi nav u deng buyî bu.
Pirtukên Paulo Coelho tam li 81 zmanan hatine wergerandin. Heger ne śaś bim, heta vê gavê pirtukên wî tam 250 mîlyon caran hatine frotin … Bi eslê xwa źi Brezîlya’yê ye.

Gava min dest bi pirtuka wî ya 11 Deqqe kir, di rupela 66an da ez rastî Kurdan hatim. Yanî xalê me di vê romana xwa da behsa Kurdan źî dikir.
Naveroka romanê li ser źiyana źineke laśfroś ya 22 salî ye, li ser źiyana Maria’yê ye.
Maria’ya Brezîlya’yî terre Swîsre’yê, li Cenevre’yê b cî dibe.
Gava roźekê li ser kolaneke Cenevre‘yê dimeśe, rastî meśekê tê. Źineke din ya ku li wê derê ye źê ra dibêźe, Ev Kurd in.
Merax dike u źi wê źinê dipirse: Kurd źi ku derê tên?
Źina din bi xwa źî bersîva vê yekê nizane. Paśê Maria terre kafeyekê. Kesekî din yê li wê kafeyê źê ra dibêźe, Kurd źi Kurdistanê tên, herêmeke li baśurê Tirkiye u li bakurê Êraqê ye.
Gava Maria źi kafeyê derdikeve der, di nav wê sermaya li dor pileya sifirê ya li Cenevre’yê, dubare Kurdan dibîne.
Di rupela 114an da dubare xaltîka me Maria źi xwa dipirse, Kurd kî ne?
Di rupela 252an da karkera ku li pirtukxaneyê kar dike, gava bi Maria’yê ra dipeyîve, dibêźê, Ma ligorî we tiśtekî normal e ku Kurd herro meśan li dar dixin? …

Źê pê va behsa Kurdan nayê kirin.
Źibo min surprîzek bu.
Ez bawer dikim Kurd di nav nivîs u nućeyan da, di nav roman u lêkolînan da tenê bi miźarên siyasî va girêdayî tên nas kirin.
Bi taybet źî bi meśên ku Kurd li welatên xerîb l’ dar dixin, tên nas kirin.
Meriv bi dilekî rehet dikare bibêźe, ew meśên ku li van welatan tên l’ darxistin, źi sedî 99 bi destê Kurdên źi bakurê Kurdistan’ê ne.
Tevî ku orxenîzekirina meśan li welatên demoxratîk mafekî xwezayî ye u di nav makezagona van dewletan da wekî riyeke aśtiyane ya rexneyî tê qebul kirin źî, millet źi Kurdan pirr aciz in.
Kurdan di van ćel salên dawiya da źi derî meśan u bi karanîna śîddetê nekariyan xwa biguherînin, nekariyan di nav van civakan da sempatiyeke rewa źibo xwa bihafirînin. Kurd u śîddet bun wekî hevśirîk.
Di vê navberê da du nifśên nuh li van welatan mezin bun. Lê mixabin di warê huner, siyaset u zanyariyê da Kurdan nekariyan bi qasî misqalekê źî pêśkevin. Tabî ev xususiyet bi taybet di nav Kurdên bakur da runiśtiye. Li ba Kurdên źi roźhilat, baśur u roźava pićekî cihê ye.
Ya rast gava meriv meśên Kurdên bakur dibîne, meriv źi kurdbuna xwa nefret dike. Ti têkiliya van meśan u Kurdan bi kurdîtiyê ra nemaye. Li ser kolanên Ewrupe’yê bi zmanê tirkan dikin zirrezirr, xwa tatmîn dikin u vedigerrin nav qulikên xwa u bi zmanê tirkên teres pesna xwa u heft bavê xwa didin. Carina Ewrupe’yî dibêźin, Gelo ev kurd ći dibêźin, ći dixwazin, ćima bi zmanê me mebesta xwa nayînên zmên źibo ku em bikarin źi wan fam bikin?
Gava îdyoloźî  źi bin va u di dil da puć ’be, źixwa banî bi pifan difire.
Îcarê xalê me Paulo Coelhe ći bike? Heger xaltîka me Maria‘yê li kafeyeke Cenevre’yê Kurdekî hunermend yan źî zanyar nas bikira, hingê ewê xalê me Paulo źî behsa wî Kurdî bikira.





Sonntag, 3. Februar 2019

Kurdên Qul-Kirî




Dinya buye gundekî bi telaś.
Divêt meriv carekê belaya xwa lê nede, hêdî meriv hew dikare bê bela źi bifilite.
Tevî ku meriv di destpêkê da bi bedena xwa dikeve nav vî gundê bi telaś u bedena xwa źi dest dide, źi piśtî demekê rihê di laśê meriv da źî źi meriv xatir dixwaze.
Lê em her di gotina xwa da asê dimînin u loma radihêźin peyvên giran yên ku bi têra xwa źi me aciz in.
Lîstikên xwezayê.
Em źi bîr dikin ku rastiya me ya di destpêkê da, yanî rastiya beden u rihê me ya źi berî hatin u daketina nav vî gundî, hêdî di halê xwa da nanê xwa ćênake.
Divêt meriv ćavên xwa źi hêlliyên / neynikên li ser dîwarê xwa negire.
Loma hun carekê berê xwa bidin xalê me Marshall McLuhan, hun ê tiśtê ku medya dike u źi dinyayekê ćawan gundekî bi telaś ćêdike, bibînin.
Em źê ra bibêźin Marshallîzm. Yan źî baśtir e ku em bibêźin Marshallloźî. Bi -îzm wateyeke îdyoloźîk ćêdibe, lê bi -loźî wateyeke zanyarî l’ peyvê bar dibe.
Pêśniyaza min e, bela xwa l’ -îzm’ên îdyoloźiyan nedin, hun ê pê ne tenê bedena xwa, herweha rihê xwa źî bi kêran źi xwa bikin.

Em carekê binêrin ka Zerdeśt ći dibêźe.
Di Avesta’yê da peyva tanu.kǝrǝta- mahneya / ya ku źi xwa ćêdike / dihafirîne dide.
Avestî tanu- „laś, beden“ hîro di kurdî da wekî ten tê bi kar hanîn. U kǝrǝta- „kirî“ źî peyva me kirin e.
Wekî nimune, di Avesta’yê da tanu.maͅϑra- (tanu.maͅthra-) mahneya  peyva ku bi bedena / laśê wî va girêdayî ye, kesê ku ew girtiye nav xwa, kesê ku bi wê ra buye yek dide.
Avestî maͅthra- „fikir, raman“ u sanskrîtî mantra- eynî peyv in, ku forma sanskrîtî di nav gelek zmanan da belav buye. Ev peyv di kurdiya hîro da wekî mansur tê bi kar hanîn. Lê bi taybet źî di dema kurdiya navîn da di nav zmanê wêźeyê da hatiye bi kar hanîn, mesele helbestvanê navdar Hallac-u Mansur baś tê nas kirin, ku źi hêla îslamîstan va źiber helbestên wî yên xwadê-nenas u xwadê-rexnegir ćermê wî hatî bu gurandin.

Gava em hîro bala xwa didin kurdan, em di nav kurdên vê heyamê da śopeke pićućik źî źi van peyv u têgêhiśtinên bi hezaran salan nikanin bibînin.
Him laś u him źî rihê kurdan li vî gundê tirk, ereb u farsan yê bi telaś źi hev ketiye.
Kurd hizir nakin ku carekê l’ hêlliya / neynika li ser dîwarê malê binêrin. Źi halê xwa memnun in.
Dibêźin bi têra xwa kurdên pît in, hesin tê da diśkê.
Lê l’ peyvên tirk, ereb u farsan yên ku di bedena wan da cî bune, rihê wan qul kirine, nahessin.
Herê, ev kurdên qul kirî hîro li ser kolanan bazara kurdîtiyê dikin, kurdîtiyê difrośin kurdên ne-qul-kirî!






Samstag, 19. Januar 2019

Avesta U Zerdeśt, Peyv U Wecize




Di destpêkê da peyv yan wecize hee’bu?
Di destpêkê da peyv hee’bu. Qet nebe Încîl bi vî hawî dibêźe.
Helbet ligorî ragiyandina Încîl’ê meriv dikare bibêźe xwadê źi berî destpêkê hee’bu.
Gundekî li Kurdistan'ê.
Yanî destpêka ku em źê behs dikin, bi karê xwadêdestpêkê va girêdayî ye.
Heger xwadê karê xwa yê destpêkê bi selametî bi ser nexista, me yê nekariya li ser destpêka me bipeyîvin.
Źibo ku meriv bikare bibêźe di destpêke da peyv hee’bu, divêt meriv heebuna kesekî ya źi berî destpêka me qebul bike.
destpêka me ne bi ćêbun yan źî heebuna xwadê dest pêdike. Na, destpêka me źi piśtî ćêbun u heebuna xwadê dest pêdike.
Źiber ku kesekî di derbarê ćîroka heebun u ćêbuna xwadê da nivîseke xerabe nedaye me, em ê heta hetayê bi filan u bêvan dibêtiyan serê xwa pê gêź bikin.
Lê dîsan źî em dikarin bi tevî nimuneyên heeyî u lîstikên mantiqî xwa l’ ceribandinekê ragirin.
Ćîroka xalê me Darwin ya li ser homo sapiens (merivê zana), li ser kurmik, kêrguh, kêzî, mange, mar, teyr, śêr, pisîk, morî u miśkan dizanin.
Yanî xalê me Darwin navê xwadê guhart u kir evolution u pirtukeke bi du gurćikan daa dest me: Ćêbuna / Pêkhatina Zindiyan (1859).
Tabî ev lotika xalê me Darwin paśê bi saya daneyên dîrokî u zanistiyî hate pesend kirin.
Źi berî ku civatên pêśketî u modern śerrê di navbera xwa u Darwin da bi dawî bikin, îcarê xalê me Freud derkete ser masê, simbêla bada u got:
„Her kî mêr e, bila were!“.
Tiśtê ku di dest da mayî bu, ew źî xalê me Freud kir śorbe, kir nav kodika malê u daa ber me.
Gotineke nas dibêźe, „Herkes źi źiyana xwa gilî u gazincan dike, lê ti kes źi mêźiyê xwa gilî u gazincan nake.“.
Herê, wî mêźiyê ku di destê me da ciyekî ewqas pîroz digirt, xalê me Freud li ber ćavê me ewqas reś kir ku, gava em teniya binê tencika malê dibînin, bi xêra wê em pićekî bêhna xwa vedidin.

Di Gatha’yeke Avesta’yê da (Yasna 19,10) Zerdeśt di helbestekê da weha dibêźe:

riste: a    
aētat̰caaēṣ̌ąmuxδanąmuxδōtəməm.
               U ev e wecizeya herî bi bandor ya wecizeyan
riste: b     yāišyauuafracavaoce.
               źi wecizeyên ku carekê hatine axaftin,
riste: c     fracamruiiē.
               źi yên ku ewê b’ên axaftin
riste: d    fracavaxṣ̌iiete:: 
               u źi yên ku ewê hertim werin axaftin.

Ango Zerdeśt dibêźe di destpêkê da wecize hee’bu.
Peyv di destpêkê da xwadî naverokekê ye, ne mahneyekê.
Peyv xwadî mantiqekê ye.
U peyv xwadî formekê ye.

Divêt em źi bîr nekin, peyva avestî uxδa- mahneya peyv, bêźe, axaftin źî dide. Teśeya uxδa- (partisip presens perfekt) di eslê xwa da mahneya /ya gotî/axivî dide. Herweha di Avesta’yê da mahneya /ya (źi hêla xwadeyan va) ragiyandî/gotî źî dide (źi kiryara avestî vac-: vak- „peyîvin, axaftin, gotin“ tê = kurdî di-bêź-im, beźe).
Ev peyva avestî aoxta- „peyîvî, axivî“ di kurdiya kurmancî da wekî wate u di kurdiya zazakî da źî wekî vate xuya dibe.

Zerdeśt bi xwa helbestvanek,  dengbêźek, fîlosof ... bu. Avesta bi tevayî źi helbestan ango stranan pêk tê, ku bi ćîrok u naverokên xwa yên drêź heta destpêka ćêbuna zmanê hîndî-ewrupî paśta terrin. Bandora vê destpêkê ya bi peyv u bêźe paśê derbazî Tewrat u Încîl u Qur’an’ê źî dibe. Loma medî u avestî pari-daizā- „bihiśt, cennet“ wekî peyv kete nav wan zmanan źî u di nav temamê zmanên Ewrupe’yî da belav bu, nimune înglîzî paradise, ... Îro em di kurdiya kurmancî da vê peyvê wekî parîz / parêz (< *par-δēz < *pari-daiza-) bi kar tînin.

Di zaroktiya min da gava diya min neynikên xwa dibirriya, wê ew neynikên xwa yên birrî bi xwa ra digirt u dibir der, yan di nav dîwarekî malê da dikir nav kunekê yan źî li ciyekî maqul herd dikola u dikir nav. Tabî pê ra dia źî dikir. Carekê min źê pirsî, min dixwast bizanim ka źiber ći ew neynikên xwa dike nav herdê. Got, „Guneh e. Nebe nebe ku tu roźekê gunehekî weha bikî u neynikên xwa b’avêźî ser ćopê u derudora xwa!“.
Ew roź u ev roź e ku, gava ez neynikên xwa dibirrim, ez l’ diya xwa difikirim.
U heta îro źî neynikên min nećun ser ćopê.

Piśtî bi salan gava min dest bi hînbuna zmanê Avesta’yê kir, min dît ku eynî bîr u bawerî bi eynî śiklî u bi eynî peyvan tê da hatiye qeyîd kirin:
„Divêt tu źibo neynikên birrî ćalekî bikolî.“ (Avesta, Vendīdāt 17,7).




Sonntag, 13. Januar 2019

Tu Yê Bi Zaroktiya Xwa Werî




Bextê meriv li ser ćarenivîsa meriv ya zaroktiyê ćêdibe.
Em carekê bala xwa bidin peyva me zarok.
Digel xwandina min ya bilind ya li ser zmanên hîndî-ewrupî, roźekê ez pêhessiyam ku peyva me zarok rasterast bi peyva di Avesta’yê da zaͅϑra- “zayîn m.” (zaͅthra- ) va destbrak e, yanî eynî peyv e.
Bi eslê xwa źi kiryara zan- “zayîn” ya avestî tê, u heta zmanê hîndî-ewrupî *g̑enH- “zayîn” bi śun da terre. 
Gelek peyvên ku hîro di nav gelek zmanan da tên bi kar hanîn źi vê kiryarê tên, nimune: gen, genetîk, re-generation, genie, ...

Lê ev peyva kevin zaͅthra- di kurdiya navîn da dibe zahr.
Di sanskrîtî da wekî janitra- ye.
Mesele em di kurdî da teśeya zar-u-zêć bi kar tînin. Tabî peyva me zêć źî li vir wateya zarok dide u ev źî źi kiryara kurdiya nuh zan / zayîn tê.

Em hilo difikirin ku bextê me di destê me da ye.
Em dibêźin meriv dikare ćarenusa xwa bi destê xwa tayîn bike.
Lê śaś e.
Em xwa u mêźiyê xwa źi rih-u-haletiya xwa mezintir dikin.
Źiber vê yekê ye ku xeyalên me yên destpêkê źi piśtî bi salan li ser piśta me dibin kabus, dibin bar u me bi xwa ra gêź dikin.
Em ćendîn li ber radibin, ew ćend źî di bin u nav kabusên xwa da difetisin.
Di du-sê salên di destpêka zaroktiyê da ćarenivîsa hemî zarokan ya pêśeroźê bi heftê u heft bizmaran tê nivîsîn.
Hetta hetta ev ćarenivîs hîn di dema ducaniyê da diyar dibe.

Źi piśtî bi salan, gava em dibin merivên bi beźn u bîr u bawerî, em źiyan u dinyeya xwa li ser van kabus u bedewiyên zaroktiya xwa ava dikin.
Mesele Hitler di malbata xwa da źi piśtî sê zarokên mirî ćêdibe. Di bin zilmekî mezin ya bavê xwa da mezin dibe. Gava Hitler roźekê pê dihesse ku bavê bavê wî (yanî bapîrê wî) yekî cihu / yahudî ye, hêś u barê vê yekê di nav civaka elman da wî ewćend têśîne ku, ew di temamê źiyana xwa da bi tevî wan kabusan mezin dibe. Bêguman Hitler di vê meselê da kabus u barê bavê xwa źê wergirtî bu. Hîn di dema pitikiya xwa da bi wan kabusan ra rubiru mayî bu.
Lê me encam dît.
Yan źî hun bala xwa bidin Stalin, Mao, Mussolini, Saddam, Esad, Humeyni ...

Em ćîroka Atatürk pićekî nas dikin. Atatürk di temamê źiyana xwa da li ber kabusên zaroktiya xwa śerr kiriye.
Dayika Atatürk (Makbule) di kerxaneyekê da kar dikir. Bavê wî Ali Riza Bey yekî bi sifetên xeyalî ye. Di rastiyê da Ali Riza Bey xwadiyê kerxaneya ku dayika Atatürk tê da kar dikir, bu.
Bavê Atatürk ne bellî ye. Divêt miśteriyekî Ali Riza Bey buyî be. Lê tirkan bavek, dayikek u navekî xeyalî dan wî u źê merivekî xeyalî u efsaneyî ćêkirin.
Di zaroktiya Atatürk ya di qonaxa (yanî kerxaneya) Ali Riza Bey da ew bi ći ra rubiru mayî bu, meriv tenê dikare pićekî texmîn bike ...
Atatürk di dema zaroktî u ciwantiya xwa da yekane u tekane li pey nasnameya xwa bu. Ew bi xeyalanasnameyê źiya bu, ew bi xeyala wê nasnameyê bi wan kabusan ra ketî bu nav śerrê źiyanê yê heebun u tunebunê, heta ku wî roźekê derfetek bi dest xist, di bin navê tirktiyê da qirra hemî xelkên din bîne, mîlyonek u nîv ermen (1915) u sê mîlyon kurd (1920 – 1939) bi tewrekî hovane îmhe kir ... U di bin navê tirktiyê da nasnameyeke xeyalî źibo xwa ava kir. Berê xwa daa “medeniyeta roźava” źibo ku bikare di nav “xususiyetên kultura roźava”yî da kabusên xwa meśru bike. Kultura misilmantiyê di vê meselê da rê nadida ku stetuya bav u dayika xwa ya bi kabus meśru bike ...
Em baś dizanin ku Atatürk ti carî nekarî bu źi kabusên xwa xelas bibe. Heta bi mirina xwa wekî kesekî alkolîk, yekî śîzofrenîk u depressîv mayî bu. Źi piśtî gelek śahiyên li Ćankaya’yê bi zorê źin u kećên kesên beśdarbuyî bi xwa dibir malên wan. Tevî ku mêrên wan źinan, bavên wan kećan dizaniyan mebesta Atatürk ći bu źî, ti kesekî nedikarî dengê xwa derbixe.
Atatürk li pey tolhildana kabusên dema źiyana xwa ya zaroktiyê ketî bu, pê źiya heta ku di nav wan kabusan da fetisiya, u paśê źî pê mir.

Min źi berî demekê ćend pirtukên Alice Miller bi tesedufî peyda kirin.
Pirtuka wê ya yekem Dremeya Zarokê Bi Qebîliyet manîfestoyeke bê hempa ye. Yan źî pirtuka bi sernavê Źiyana Te Ya Xelaskirî ...
Ligorî bîr u baweriya min hemî berhemên Alice Miller bê hempa ne.
Xwazila bila kurdan bikariya źi wan berhemên bê hempa bi têra xwa îstîfade bikira, xwazila.

Źi ćîroka xwa nerevin. Źixwa îmkana we ya ku hun bikarin źê xelas bibin, tun e.
Roźa ku we ćîroka xwa bi temamî fam kiriye, hun ê ne źi wê, lê tenê źi barê wê xelas bibin.




Samstag, 5. Januar 2019

Zmanê Bê Rê



Dibêźim herhal gula ku li benda riya rêwiyê xwa ye, di śevan da deriyê xwa nagire.
U ew gul hêviyê dike źi heyvê.
Mirîśkên me źî riya xwa śaś kirine
u dane duv riya navnetewî.
Pêxember Zerdeśt dibêźe, „... źibo ku zmanê min xwadî riyekê bibe ...“ (Avesta, Yasna 50,6).
Źibo peyva Zerdeśt’ê kal peyva raiϑiia- (raithya-) bi kar haniye (sankrîtî rathya-). Peyva me źi vê peyva kevin tê.
Di dema kurdiya navîn da (500 salên źi berî mîladê heta 900 salên źi piśtî mîladê) kurdên me źi vê peyvê peyva rewî hafirandine.
Bi aqilê kurdên me yên berê, kesê di rê da dibe rêwî.
Wekî aqilekî maqul xuya dike.
Lê eslê peyvê tenê bi va sînorkirî namîne, xwa di nav dîrokê ra bi têra xwa drêź dike.
Em dîsan berê xwa bidin Zerdeśt’ê kal.
Di Avesta’yê da peyva raϑa- (ratha-) mahneya erebe, seyare dide (sanskrîtî ratha-). Peyva mê di dema kurdiya kevin da źi vê peyvê hatiya hafirandin.
Li Roma’ya kevin Rom’iyan peyva rota źibo ćerx, teker bi kar taniyan. Kurdî u latînî rota heta b’ zmanê hîndî-ewrupî rot-h-o- „ćerx, teker“  paśta terrin.

Gava gul bala xwa dide heyvê, dixwaze riya xwa peyda bike, źibo ku źi rooźê mehrum nemîne. Loma deriyê xwa vekirî dihêle.
Gava masî di nav zeryayê da l’ heyvê digerrin, dixwazin riya nanê xwa ya di nav ava śor da peyda bikin.
Kurdê ćiyayî axa di bin nîgên xwa da baś nas dike. Gava źi dur dikeve, źi hiśê xwa dibe.
Kurdê ćiyayî li deśtan l’ zmanê koremaran nagerre. Gava źi ćiyayên xwa dadikeve, dergehan źi kezeba xwa ya śewitî bo ćiyayên xwa ava dike.
Kurdê ćiyayî dizane, zmanê di devê meriv da roteya riya mêźiyê meriv e.