Donnerstag, 16. Dezember 2021

Tunetîzm


Heger hêvî heebe, ewê xwadê źî were ser îmanê.

Lê źiber ku hêvî pirr heźar e, em berê xwa didin xwadê.

Em ê bi vî hawî ne źi îmana xwadê bifitilin u ne źî źi doza xwadê.

Tiśtê ku me bi xwa hafrandiye me kiriye belaya serê xwa.

Dîmeneke źi xaka Kurdistan'ê.
Xususiyeteke sosret e di me da, heta ku me xwa di ber tiśtê ku me hafrandiye ra nekiriye bendiyê bê kezeb, em rehet nakin.

Ez serê meselê pićekî bidim berbi biyoloźiyê.

Gelo tu yê bikarî zarokê ku te bi xwa hafrandiye, redd bikî?

Na!

Źixwa ku tu bikî źî tu yê xwa îmhe bikî.

Di vê miźarê da hessesiyetên biyoloźîk me orxenîze dikin, loma mêraniyeke belaś hîć bi kêrî me nayê. Źixwa têkćuna me di destpêka ćêkirina berhema me ya hafrandî da hatiye diyar kirin. 

Her tiśt di nav genan da bi niviśtên bi mîlyaran salan bi temamî hatine cî kirin.

Źê xelasî tun e. Hun dest źi cuyîna beniśta di devê xwa da bernedin, hîć nebe ewê bazuyên ruyê we pê bi hêztir bibin.

Źibo ku meriv bikare van niviśtan tune bihessîbîne, divêt meriv pêśta kîmyeya xwa serubin bike.

Gava meriv tiśtekî dihafrîne, destê xwa źi xwatiya/xwabuniya xwa diśoy.

Ev zeruriyeteke herî bingehîn ya źiyanê ye źibo heebun u mayîndebunê. Redd kirin tunekirin e. Tunetî rê li ber heebuniyê digire. 

Xalê me Marx eynen ew tespît kirî bû. Em bi zanîn tiśtê ku em bi xwa dihafrînin dikin xwadiyê xwa ango dikin xwadê u dest źi heebuna xwa ya heeyî berdidin. Mecbur in. Hêdî źê pê va xwadiyekî/e me hee ye u ew di ser her tiśtê heeyî u tuneyî ra ye.

Źixwa tespîta ku xalê me Marx dike unîversal źî ev xal e.

Charlie Chaplin tespîta xalê me Marx di fîlma xwa ya "demên modern" da kirî bu dêhneke hunerî ya nemir heta hetayê.

L dîktatorên bê derpî bifikirin.

L kuźerên bê xenćer bifikirin.

L serokên xwadênehiśtî binêrin.

Hun ê di heebuna wan da timî têkćuna kesekî/e din yê/ya berî wan bibînin.







Samstag, 11. Dezember 2021

"Welatê Xelkê Arî"


Hêdî ez źî bi dayîna semîneran wextê xwa derbaz dikim. Him źî online ha. 

Helbet tiśtekî bi vî hawî hîć di serê min da tune bu.

Berî sê mehan bu herhal, Hesen Husên daxwaza semînereke bi online'ê źibo min pêśkeś kir. Lê di rastiyê da daxwaza wî ew bu ku ez li ser lêkolînên xwa "Zmanên Medan" u "Avesta 1 - Gatha'yên Zarathuštra" bipeyîvim, źibo endamên koma wan ya Înstîtûta Kurdî Ya Swîsrê u xebatkarên ku di Koma Zmanê Kurdî da cî digirin. 

Paśê ćarćoveya miźarê pićekî din mezintir bu. Hesen Husên digel axaftineke xwa ya bi serokê PENa KURD Zerdeśt Haco ra ev miźar haniye zmên. Źiber ku di destpêka vê havîna me ya derbazbuyî da têkiliyeke min u Zerdeśt Haco bi hev ra ćêbuyî bu u em źi demćeyekê/seetekê zêdetir bi hev ra axivî bun, me hev du nas dikir. Eleqeyeke pirr mezin nîśanî lêkolîn u proźeyên li ber destê min kirî bu.

Ango Hesen Husên u Zerdeśt Haco daxwaza ku em muhteveya semînerê mezintir bikin u digel PENa KURD dîsan dezgehên din źî tê da cî bigirin, anîn zmên.

Min got dibe, ćima na, ka em carekê biceribînin. Bi vî hawî me dest pê kir ... 

Di nav van du mehên dawiyê da ćar semînar hatin orxenîze kirin.

Digel PENa KURD dîsan ćend dezgehên din źî di vê orxenîzekirinê da cî girtin.

Di semînerekê da li ser "Avesta'yê", yekê din da li ser "Zarathushtra", u paśê źî di du

semînerên din da, ku Weqfa Mezopotamya'yê ya li Amed'ê ew orxenîze kirî bun, li ser "Fonoloźiya Zmanê Kurdî, Arî, Îndo-Ewrupî" u "Bêźenasiya Zmanê Kurdî, Arî, Îndo-Ewrupî" axivîm.

Ev semînera sibeh dibe ya pêncem u miźara semînerê "welatê xelkên Arî" ye.

Tevî ku semînerên berê bi qasî du demćeyan/seetan drêź bun źî, semînera sibeh tenê 45 deqqe ye.

Źi niha u pê va ewê PENa KURD u dezgehên din mehê carekê semînereke bi 45 deqqeyî orxenîze bikin u ez ê her carê li ser miźareke din ya zmanî, ćandî, dînî u dîrokî bipeyîvim.

Semînera sibeh ya bi online'ê vê demćê/seetê dest pê dike:

Dîrok: 12.12.2021

20:00 Amed

18:00 Bruksel


Zoom:

https://us02web.zoom.us/j/84977672886





Sonntag, 14. November 2021

Niviśta Destpêkê: Gāthā’yên Zarathuštra

 

Gava ćîrok drêź be, źixwa rê źê kêmtir nabe, ew źî ha ha drêźtir dibe.

Di destpêka ćîroka min u ya Avesta’yê da źî ev ćîrok bi vî hawî bu.

Piśtî 31 salan axir me cîlda yekem ya
Avesta 1: Gatha'yên Zarathushtra
li Îzmîr'ê di nav Weśanên NAyê da 
daa ćap kirin. Ev lêkolîn źi
 12 cîldan pêk tê. Di destpêka
 sala 2022yan da em ê dest bi
ćapkirina cîldên din bikin. Vê gavê
bi karê dîzayn u texnîkî ra
miźul in. 

Sal 1990 bu gava min ferhenga Avestay’ê ya Ferdinand Justi bi tesedufî li pirtukxaneya baźarê Bern’ê dîtî bu. Pirtuk di sala 1864an da hatî bu ćap kirin. Gelek kevin bu, u ćapa yekem bu.

Gava min pirtuk vekirî bu u bi merax l’ nav pirtukê mêze kirî bu, bêyî ku ez pê bihessim, ćarenusa pêśeroźa min di wê kêliyê da hatî bu nivîsîn.

Piśtî ku min di bin peyvên Avestî da peyvên bi Kurdî źî dîtin, hêdî hemî bendik u pireyên di navbera min u paśeroźa min da bizdî bun.

Niviśta ku bikariya ew bextê min yê dayî u hatî, biguharta, tunebu.

Min bi lez pirtuk źi pirtukxanê deyn girt u berê xwa daa malê.

Hingê min nedizanî ku ewê ew pirtuk min bi xwa ra bigire u bibe.

Min digot ez ê di nav demeke ne ewćend drêź da wê bi temamî xitim bikim, źi hev bikim u noxteyeke spî lê bikim.

Em bi hev ra di nav gelek riyan ra derbaz bun.

Lê min nekaniya noxtekê lê bikim.

Ez ćendîn di nav da cî dibum, ewćend źî riya min drêź dibu.

Her cara ku ez gavekê pêśta dihatim, bi sedan gavên din riya min drêź dibu.

Her cara ku di min da hîssa bi dawîkirinê nêzzîk dibu, ewćend źî bê dawîtî zêdetir dibu.

Axir bi dehan sal di ser ra derbaz bun.

Em źi sedsala 20an derbazî sedsala 21an źî bun.

Lê min nekaniya bi ruyekî spî źi bin barê xwa rabim.

Źixwa noxteya dawiyê ya destpêka ćîrokê tenê di serê min da maa, u bu bîranîneke heebu-tunebu.

Îronî ye herhal, yan źî traźedî, ez bê hemdî źi xwa dipirsim u dibêźim:

„Tekez ez ê roźekê bê noxte źê xatir bixwazim u bićim. Lê Avesta ewê her bimîne, źiber ku ew ebediyen e. Ew sihira destpêkê ye. Sihira ku vedibe, źixwa niviśta xwa diśewitîne.“.

Loma źî ez dibêźim ewê ew niviśt ne xwa, lê min biśewitîne.

 



Mittwoch, 9. Juni 2021

Zmanên Medan Źî Gotin “Okay”

 


Dubare demeke drêź di ser ra derbaz bu.

Meriv hîć pê nahesse.

Carinan źi xwa dipirsim u dibêźim, „Ma źi demê bêdengtir tiśtekî din hee ye?“.

Herhal tun e. Ew quzilqurt gravîtasiyon dikare bi hezar u yek zehmetiyan were pîvîn, lê dem?

Ne pêkan e.

Ez źî xwa hêdî carinan wekî demê dihessibînim u carinan źî wekî gravîtasiyonê.

Ango streteźî u textîk bi temamî li ciyê xwa runiśtine heta ku xwadênegraviyê lotika dawiyê lêxistiye.

Di van mehên dawiyê da lêkolîna min ya li ser Zmanên Medan gelekî wextê min girt. Min ev lêkolîna xwa di sala 2004an da li ba Unîversîteya Zürich’ê wekî têz amade kirî bu, loma bi zmanê Elmanî ye.

Di ser ra gelek wext derbaz buyî bu.

Lê źibo ćapkirinê divêt min ew têz bi baldarî di ber ćavan ra derbaz bikira.

Min kir źî. Li dor bîst u pênc rupel lê zêde źî bun.

Di dawiyê da pirsgirêkên texnîkî derketin, bi qasî du heftan źî wê lotika bêbav serê min kir zirne.

Lê axir di dawiyê da qediya u min źi Weśanxana NAyê ra śand. Berî deh roźan hate ćap kirin (www.nayayinlari.com).

Ligorî ragiyandina ćapxanê, ew dil dikin ku bi tevî ćapxaneyeke din bi alîkariya Wezereta Ćandê Ya Elman li Elmanye’yê źî ćap bikin.

Ev lêkolîn di derbarê Zmanên Medan da mîladek e.

Heta vê gavê di nav medyayê da eleqeyeke baś dît.

Źi du beśan pêk tê. Beśa yekem źi fonoloźiya Medî u ya duyem źî źi ferhenga Zmanên Medan pêk tê.

Ez dibêźim ewê Kurd nekarin źê îstîfade bikin.

Vê gavê bi Gāthā’yên Zerdeśt va miźul im.

Źixwa ev sî sal in pê ra miźul im. Lê divêt bo ćapê were amade kirin.

Ku ti serêśiyên din ćênebun, divêt di meha tebaxê da were ćap kirin.

Heta dawiya vê salê divêt seteke Avesta’yê ya bi 12 cîldan derkeve.

Vê gavê gelek proźeyên din xwa li ser maseya min drêź kirine u kêfa belek dikin u dibêźin, „De tu mêr î, dest pê bike, ihi!“.

Lê divêt hun li bendê bimînin.

Di meha tebaxê da em ê di civîneke medyayî da hemî ćîrokên negotî yên bi hezar salan yek bi yek bixwînin.

Ewê herd velerize.

U ewê ezman źiber derdê nebuna herda li źêr berbi galaksiyên din bireve.

Bila xwadê gravîtasiyona di turika we da kêm neke.

Med źi xewa giran heśyar bun bi tevî zmanêN xwa.

Lê Kurd hîn źî di xewa mirî da ne di guhê gê da. 





Freitag, 19. Februar 2021

Rupeleke Avesta'ya Źi Kurdistan'ê

 

Pirtuk hee ne, gava meriv wan dibîne dilê meriv l hev dikeve.
Pirtuk hee ne, mêźiyê meriv avê źê vedixwe.
Lê pirtukine din hee ne, meriv źê av, hewa, ax u hewayê ćêdike, źê u pê 
Di sala 1185an da li roźhilata
Kurdistan'ê hatiye nivîsîn u
nimuneya herî kevin e. Beśa
Yasna'yê ya di Avesta'yê da ye.
źiyanê dihafrîne.
Avesta, yeke husan e.
Lê ćîroka wê źî wekî ya Kurdan e, tertele lê hatiye.
Ereban derbeyeke namerdane lêdane.
Dîsan źî bawer nakim ku di bin derbeyan da xatir źi źiyanê xwastî ’be.
Lê divêt meriv lê bigerre u lê vegerre.
Gelek donkîśotên Ewrupî l pey ketine.
Li gelek ciyan śopên Avesta’yê peyda kirine. Li hindek ciyan pelên ku źê ketine, bi dest xistine.
Li ser pelên dîtî wêraniya salan derbeyên xwa yên xwaro-maro li paś hiśtine.
Tevî vê źî ne bi bayên hatî ra ćuye, ne źî d herdê ra.
Heta hîro źi sed hebî zêdetir kopyeyên Avesta’yê hatine peyda kirin. Ev teśeya ku em hîro wekî Avesta nas dikin, li hindek ciyan beśek yan źî ćend beś źê hatine dîtin, li hindek ciyan źî tenê pelek yan źî ćend pel. 

Yekîtiya Ewrupê di sala 2016an da 2.5 mîlyon eyro źibo proźeyeke mezin ya źibo berhevkirina Gatha’yên di Avesta’yê da terxan kiriye. Vê gavê li zangeheke Londre’yê ew lêkolîn tê meśandin. Di vê payîza sala 2021an da divêt were bi dawî kirin.

Dibe ku hîn gelek kopyeyên Avesta’yê yên verśartî hee’bin. Berî ćend salan kesên di nav vê proźeyê da tiśtekî weha bihîstine. Bi lez ketine nav tevgerrê. Źi piśtî demeke drêź ew kes peyda kirine, bi wî ra bazariya xwa kirine, u ew nusxeya Avesta'yê źê kirrîne.

Di sala 1247an da li Bombay'ê
hatiye nivîsîn. Beśa
Yasna'yê ya di Avesta'yê da ye.
Lê mixabin wan ew kopyeya Avesta'yê, źi piśtî ku nimuneyên dîźîtal źê ćêkirine, birine u dane pirtukxaneyeke molleyên Fars li Tehran’ê.

Avesta, nirxekî bê pîvan e.
Avesta, ćandeke ewqas giran e ku, meriv bi ti pirtukeke din ra nikare muqayese bike.
Avesta giran e, loma dîrok źî nikare bi teraziya xwa ya kevinar giraniya barê Wê rake.
Bandora Avesta’yê ya li ser Tewrat, Încîl u Qoran’ê, li ser felsefeya antîk ya Yunanistan’ê, ya Roźhilata Navîn u Esye’ya Dur, źi heddê xwa mezintir e.
Mesele Cihuyan sîstema xwa ya dînî, felsefîk, mektebî û perwerdeyî bi temamî li ser Avesta’yê ava kirin. Loma Talmud’a Cihuyan ya ku li Babîl’ê wekî 10 cîld hatiye hafrandin, wekî Talmud’a Cihuyan ya herî esasî tê qebul kirin. Źi bîr nekin, wê demê Babîl aîdî împeretoriya Medan bu. Lê ez drêź nekim, bila ev miźar vê gavê źibo gotareke din di kuncika xwa da razê.

Îcarê divêt em ći bikin?
Divêt em l ćîroka xwa vegerrin. Heebuna Kurdan di vê ćîrokê da ye, loma. Meriv nikare źi darikê puć źiyanê bihafrîne, lê dikare biśewitîne. Ku me nexwastiye em bibin darikê puć yê di mala Tirk, Fars u Ereban da, divêt em ćîroka xwa xelas bikin. 

Di sala 1323yan da li Kambay'ê
hatiye nivîsîn. Beśa
Yasna'yê ya di Avesta'yê da ye.

Gelo we qet źi xwa pirsî, źiber ći Cihu di her warî da ewqas serketî ne?
Ez bi xwa gelek caran bi vê pirs u miźarê va miźul bum.
Ev demek e ku bersîva vê pirsê li ba min zelal bu. Herê, Cihuyan sîstema xwa ya mektebî u perwerdeyî li ser sîstema Avesta’yê ava kirî bun.
Źiber ku Kurdan dest źê berdan, Kurd derbeder bun.
Heger Kurd sibeh dest bi vê sîstemê bikin, źi piśtî nifśekî ti kes nikare xwa li ber Kurdan ragire.
Ev tiśt dibe yan na, miźarekî din e. Lê divêt meriv bi lez dest bi amadekirina Avesta’yê bike.
Loma birryar e ku ez di nav vê salê da bi hêdîka dest bi amadekariya Avesta'yê bikim.
Divêt Avesta’ya herî kevin u orîźînal źibo ćapê were amade kirin. Paśê divêt bi fonda Avesta’yî dubare were ćap kirin. Li pey van źî divêt trenskrîpsiyona Avesta’yê were amade kirin.
Di dawiyê da divêt wergerra Avesta’yê dîrekt źi Avesta’yê were kirin. Lê wergerra Avesta’yê barekî pirr giran yê dîrokî ye. Bê proźe u bê fînans meriv hew dikare vî karî rake. Bi qasî dîrokê giran e, loma.
Ka em mêze bikin, ku min kesek źibo sponsoriya ćapê dît, ez ê wekî destpêk Gatha’yên di Avesta’yê da heta salekê bi tevî nivîsên orîźînal, fonda Avesta'yî u trenskrîpsiyonê di cîldekê da bidim ćap kirin.


Zangeha Londre'yê ev vîdyo wekî beśeke proźeya xwa amade kiriye:






Sonntag, 14. Februar 2021

Heger GURUyekî Me Hee'buya ...

 

Heger GURUyekî me hee’buya ...

Heger GURUyekî me yê zmanê Kurdî hee’buya, ewê zirnezaniya me ya netewî hîro di vê rewśa tolaz da nebuya.

Heger GURUyekî me yê netewî hee’buya, ewê axa di nav dîwarên me da źi kerba xedar hilneweśiya.

Heger GURUyekî muzîka me hee’buya, ewê muzîka Kurdî ya bi hezaran salan hîro weha derbeder nebuya.

Heger GURUyekî ćanda me hee’buya, ewê ćanda me ya bi hezaran salan hilo śepirze nebuya.

Heger GURUyekî dînê me yê bi hezaran salan hee’buya, ewê dînên ku li ser dînê me mala xwa ava kirine, weha bi hovane l hestiyên heft bavên me nekirina.

Heger GURUyekî me yê netewperest hee’buya, ewê siyasetmedarên me weha li ber tecawîzkarên xelkê Kurd devxwarî u kućiktî nekirina.

Heger GURUyekî me yê nivîskar hee’buya, ewê „nivîskarên Kurd“ bi zmanê Tirk, Ereb u Frasên namerd herro tecawîzî zmanê Kurdî nekirina.

Hemî neteweyên serketî bi xêra GURUyên xwa yên netewî heebuna xwa daîmî kirin u dikin.

Divêt meriv GURUyan di wateyeke teng da rave neke.

Ći dînî, ći siyasî, ći civakî u ći źî di zanyariyê da her millet GURUyên xwa dihafrîne.

Ez ê li źêr dîsan vegerrim ser miźarê. Lê divêt em carekê bala xwa bidin peyva GURU.

Peyva GURU źi Sanskrîtî ango Vedî guru- tê u wateya „giran, diźwar, tund/sert, girîng, hurmetdar, gir/mezin“ dide. Her weha di Vedî da sekunder wateya „kesê xwadî hurmet/nirx, mamoste“ ango „guru“ źî dide.

Di Avestî da wekî gouru- „giran“ hatiye tomar kirin.

Kurdiya Kurmancî „gir, giran, girîng“ heman peyv in.

Latînî gravis, Yunaniya kevin barys „giran“ źi heman peyvê tên.

Bi tevayî heta zmanê Hîndî-Ewrupî *gʷ̥rh₂-u- „giran“ śunda terrin.

Di Avestî da bi tevî peyva zaoϑrā- „bexś, teberru“ hatiye tomar kirin: gouru.zaoϑrā- „yê bi bexśên/teberruyên giran“ (-ϑ- = -th-).

Helbet peyva GURU di nav demê ra tenê di wateya xwa ya dînî u ruhanî da derketiye pêś u belav buye.

Meriv dikare di wateya zanyar da źî fam bike.

Li ba Kurdan peyva mezin yan źî pîr u kalemêr di nav civakê da zêdetir derketine pêś.

Kurd źibo birêvabirina xwa ya civakî u ćareserkirina pirsgirêkên heeyî mezinan, pîran yan źî kalemêran dixin nav tevgerrê.

Ne tenê materyel xwadî giraniyekê ne, lê zanîn u nasînên ku di nav salên dur u drêź ra bi tevî tecrubeyan hatine kom kirin źî xwadî giraniyeke esasî ne.

Zindiyên ku nikarin tecrubeyên xwa yên śexsî u netewî bidin zaroyên xwa, nikarin rê li ber tunebuna netewe u zaroyên xwa bigirin.

Einstein, di fîzîkê da GURUyekî temam bu.

Darwin, di biyoloźiyê da GURUyê dema xwa ya herî tuź bu.

Marx, di ekonomiyê da GURUyê bi heft śuran bu.

Freud, di nav ćend ćivakên cihê da GURUyê bi heft xewnan bu di psîkoanalîzê da.

Muse, GURUyê Cihuyan yê bi rik bu, ku hîro xelkê Cihu bi xêra wî dîsan li welatê xwa niśtecî ye.

Îsa, GURUyê li pey Muse yê gerdunî ye.

Mihemmed, GURUyê erebperestiyê yê dawiyê ye.

Homeros, GURUyê Yunanan yê efsaneyî ye.

Baltasar, GURUyê Span yê berhema bi navê KRITIKON e.

Goethe, GURUyê mista bi îblîs e.

Tolstoy, GURUyê Rus yê ćîrokî ye.

Shakespeare, GURUyê zmanê Înglîzî yê cinî ye.

Steve Jobs, GURUyê Apple’ê yê Emêrîk e.

Bill Gates, GURUyê Word’ê yê Emêrîk e.

GURUyên xelkên filan u bêvan xwa di ber xelk u neteweya xwa ra dikin hevîr.

GURUyên xelkê neteweya xwa li ser rih u hestiyên xwa ava dikin, xwa bi xelkê xwa u xelkê xwa źî bi xwa ra mezin dikin.

Xelkê Kurd li benda GURUyên xwa yên źi xwîna śewitîne, nabêźim li benda GURUyên źi kezeba śewitîne. Mixabin bi kezeba śewitî me heta niha nekariya źi mastê malê dewekî ćêkin, loma. 

Qasî ku xuya dibe kêfa GURUyan zêde bi kezeba śewitî nayê.





Sonntag, 7. Februar 2021

Zmanê Konservekirî: Kurdî



Halekî Kurdan yê ku meriv bikare bi peyvan rave bike, nemaye.

Kurd zuwa bune li ser vê xaka bi bereket.

Ne bi laśî, ango bi rewanî (ruhî).

Hêdî ne mumkun e ku l źiyanê vegerin. 

Kurd źi kurdbunê wêdatir, her tiśtik in.

Lê berê Kurd bun, ne her tiśtikên lêkirî bun.

Her cara ku Kurd bi tiśtekî xwaś yan nexwaś ra ru bi ru dimînin, bêtir pîstir dibin.

Tirk bi vê yekê hessiyane. Helbet Ereb u Fars źî.

Loma Tirk, Ereb u Fars ha ha Kurdan bi tiśtikên xwa miźul dikin, daku bila bîra Kurdan ya kurdîn l Kurdan venegerre.

Tirkan têhegên wekî „Zman ne girîng e. Zman nebe źî dibe. Netewperestî gundîtî ye, nezantî ye. Miźara zmên źi piśtî śoreśê dikare were ćareser kirin, …“ di serê serok u partiyên Kurdan da bi heft bizmaran kutan.

Serok u partiyên Kurdan bi dehan salan zirnetiya têgehên Tirk, Ereb u Farsan kirin.

Tirk u Ereb u Farsan bi kevirekî heftê u heft ćukên kurdîn kuśtin. Him źî bi kevirekî źi dîwarê mala Kurdan.

Ne takekesek dikare bi têgehên manîpulatîv rewśa xwa ya kambax fam bike u l čareseriyên herî zerurî bigerre, ne źî civakek.

Tiśtê mayî tenê bextekî gullekirî ye.

Kurd bi hezar u yek lîstik u fendan hilo qanî kirin ku, Kurdan dest bi śerrê tunekirina xwa kirin.

Li śuna ku bi bîr u birryar bibêźin em ê zmanên tecawîzkarên heft ecdadê me konserve bikin, rabun zmanê xwa konserve kirin, him źî bi zmanên tecawîzkarên xwa ev namerdî kirin.

Źi sextekarê ku dibêźê ez ê źiyanê konserve bikim, netirsin; ewê kurmik źî bi hestiyên wî teresî nelîzin. 

Lê źi sextekarê ku dibêźe ez ê piśtî azadiyê zmanê Kurdî veźînim, bitirsin.

Ne źiyana konservekirî dubare l źiyanê vedigerre, ne źî zmanê konservekirî.

Źixwa zmanê Kurdî ne xiyar, tomatês u bîber e ku hindek teres źê tirśiyê ćêkin.





Freitag, 22. Januar 2021

Min Śîrê Hirćê Vexwariye


Van roźan hewa germtir bu, heta heft pileyan derket.

Berfa ku źi berî heftekê hatî bu, hêdî dest bi helînê kiriye.

Ev źî hirćê li bexćeya xalê Newzat e :)
Guneha min bi zarokan tê. Berf ću, tequreqa belek ya li ser berfê źî.

Herhal em ê dubare śanzdeh salan li benda berfa spî bimînin.

Heta wê demê, ku xwadê got herê, źixwa ez ê teqewut bibim.

Ku xwadê careke din got herê u riya malê vekir, ez ê li serê ćiyayekî Kurdistan'ê kona xwa vedim u berê xwa bidim ber nîmmeta xwadayê Kurd.

Divêt ez hîn bi qasî ćardeh salan îdare bikim.

Dibêźin hêdî hirćên li ser ćiyayên me bune aśtîxwaz u źi derî bratî, bratiya gelan u înternesyonelîzmê tiśtekî din naxwazin.

Qet nebe dibêźin hirćên li gundê me îdeoloźiya xwa źi binî va guhartine u kirine yeke pirr-demoxretîk u ekoloźîk.

Mesele dibêźin zikê xwa bi holtirśikan têr dikin. Loma bi xêra brakên me yên pirr-demokratîk e ku li her derê holtirśik tîźî bune.

Hêdî mange, dewar u hirć bi hev ra li ser heman mêrgê dićêrin, b vir u wir da terrin u tên. Hetta hetta dibêźin źi halê hev du źî dipirsin.

Pićek maye ku di demeke nêzzîk da gundiyên me hirćan bi temamî kedî bikin u bidośin źî.

Ne dur, dibe ku em roźekê li śuna gotina "min śîrê śêrê vexwariye" bibêźin "min śîrê hirćê vexwariye". 

Herê bi xwadê.

U paśê źî em ê li śuna navê "Śêro" navê "Hirćo" li paś xwa bihêlin u xelas.

U ewê meth u senayên qerase l me bikin u bibêźin:

"Lawo, ći hirćekî temam bu, hahooo!"






Samstag, 16. Januar 2021

Zarokên Źi Berfê Nagîrin


Min hîro dîsan berê xwa daa berfê.

Ez ê piśtî nîvroyê bićuma bezê.

Lê li ba xwarina nîvroyê min birryara xwa guhart. Bez pêk nehat.

Ez dubare ćum parka Irchel'ê. Piśtî gerra min ya li parkê ez bi hêdîka berbi gira di nav parkê da ćum.

Parka Irchel'ê

Ez ê heta daristana li ZüriBerg'ê bićuma.

Gava ez nêzîkî girê bum, min śêniyeke mezin li ser girê dît.

Zarok u mezinên li ser tawugan ha ha xwa xiź dikirin. Serê girê buyî bu wekî bazara qerećiyan.

Kêfeke belek ya zarokan hee'bu. Carina źi kêfê dikirin qîźźewîźź u carinan źî digîriyan.

Kêfa dê u bavan źi ya zarokan kêmtir nebu.

Ez di ber u nav wan ra derbaz bum.

Gira di Parka Irchel'ê da

Di nav daristanê ra heta ZüriBerg'ê meśiyam.

Baźêr źi źor va bi temamî spî xuya dikir.

Gelek kes dićun u dihatin.

Min ćend wêne kiśandin u berê xwa daa bexćeya xalê Newzat.

Źixwa bexće sê sed mêtro źi ciyê min dur bu.

Lê mixabin ew eraziya ku bexće di nav da ne bi berfê hatî bu dagirtin.

Bilindiya berfê heta ser źuniyên min dihat.

Heta ku ez gêśtim bexćeya xalê Newzat solên min bi berfê tîźî bun.

Źi ZüriBerg'ê va baźarê Zürich'ê
Min ê qehweyek bikelanda, lê źiber ku paće u gorên min śil buyî bun, min nekir.

Ez dîsan derketim ser rê. Di nav daristanê ra, li ser riyeke din ez dîsan heta parka Irchel'ê daketim.

Hîna ew śêniya mezin ya bi tevî zarokan li wir bu.

Min, "Xwadê daa we, de l kêfa xwa ya belek binêrin." got u berbi źêr va meśiyam.

Li źêr, di nav gola Irchel'ê da, li ciyê ku av necemidî bu, werdek kom buyî bûn. Min silavek daa canikan u dîsan ketim ser riya malê.

Gava zarok cara yekem berfê dibînin, źê ditirsin. Ćima źê ditirsin, nizanim. Lê źê ditirsin. Herhal di zaroktiya min da źî eynî bi vî hawî ćêbuyî bu. Ćima ye nizanim, lê baś tê bîra min, gava ez li ciyekî li ser berfê tenê bibuma, ez her tim li ser mirin u źiyanê difikiriyam.

Zarokên źi berfê nagîrin.

Zarokên źi berfê natirsin.

Gava dibin cemed, avê zuwa dikin.












Freitag, 15. Januar 2021

Berfa Runiśtî

 

 

Berf hat, him źî źi niśkê va.

Bi qasî du roźan bariya, hîro heta piśtî nîvroyê.

Baźêr xwa bi temamî di bin rengê spî da bincil kir.

Li vir u wir meriv tenê tuśî girên źi berfa spî dibe.

Parka Irchel'ê, doh nîvê śevê, 22:36. 

Dibe ku meriv źi girên betonî yên di bin berfa spî da aciz be, lê bedewiya darên spî dike ku meriv spasdariya xwa bi źiyanê b’îne.

Meriv dibêźe qey di nav axê da darên bi rengên spî biśkivîne.

Bedewiyeke din ya suruśtê ye, nîmeteke spî yê źiyanê ye.

Her dar, her śax u her ta ligorî xwa formekê dide rengê spî yê barî.

Lê berf źi źor va bariye, hatiye li ser śax u tayan runiśtiye.

U pirr bariye.

Parka Irchel'ê, doh nîvê śevê, 22:36.
Dar, śax u ta di bin da xwar bune.

Ta bi lutkeyên xwa heta ser herdê daketine, mîna ku axê ramusîn.

Nimêźeke spî u bi sebir.

 

Doh nîvê śevê ez rabum u derketim der.

Min berê xwa daa Parka Irchel’ê ya Zangeha Zürich’ê.

Piśtî pênc deqqan ez bi peya gêhiśtim Parka Irchel’ê.

Li gelek ciyan ta u śaxên daran śikestî bun źiber giraniya berfa li ser wan.

Dîmena li ber paca odeya min.
Min berfa li ser hindek ta u śaxan dawîśand źibo ku neśkên.

Min dît ku źi derî min gelek kesên din źî hatine u di nav parkê da digerrin.

Tevî ku nîvê śevê bu, lê her der pirr rohn bu.

Min ćend wêne girtin, źibo ku bila ev kêlî di bîra min da bimîne.

Li ba vegerrê, li ser riya nêzîkî mala min dareke nuh ćandî źi kokê va heta ser herdê xwar buyî bu.

Dilê min pê śewitî. Herhal źi berî salekê yan źî du salan nuh hatî bu ćandin.

Min śemsiyeya xwa danî wê hêlê u berfa li ser tayan dawîśand. Lê dîsan źî pirr giran bu. Min darikên ku li dor wê d’ nav herdê da hatî bun ćikandin u ew źî pê va girêdayî bu, serrast kirin.

Dîmena li ber paca odeya min.
Lê dara reben źi kokê va derbe xwarî bu, loma dubare diket ser herdê.

Min darik źi hêla rê va xiste bin.

Xwar be źî, pićekî li ser koka xwa serrast bu.

Gava ez hîro di ber ra derbaz bum, min dît ku hîn źî di halê xwa yê nîvê śevê da li ber xwa dide.

Ez dibêźim ez ê heta demćeyekê (seetekê) dubare herrim u lê mêze bikim.

Divêt bila bizane ku kesek pê d’êśe, u źê hez dike.



Parka Irchel'ê: