Sonntag, 14. November 2021

Niviśta Destpêkê: Gāthā’yên Zarathuštra

 

Gava ćîrok drêź be, źixwa rê źê kêmtir nabe, ew źî ha ha drêźtir dibe.

Di destpêka ćîroka min u ya Avesta’yê da źî ev ćîrok bi vî hawî bu.

Piśtî 31 salan axir me cîlda yekem ya
Avesta 1: Gatha'yên Zarathushtra
li Îzmîr'ê di nav Weśanên NAyê da 
daa ćap kirin. Ev lêkolîn źi
 12 cîldan pêk tê. Di destpêka
 sala 2022yan da em ê dest bi
ćapkirina cîldên din bikin. Vê gavê
bi karê dîzayn u texnîkî ra
miźul in. 

Sal 1990 bu gava min ferhenga Avestay’ê ya Ferdinand Justi bi tesedufî li pirtukxaneya baźarê Bern’ê dîtî bu. Pirtuk di sala 1864an da hatî bu ćap kirin. Gelek kevin bu, u ćapa yekem bu.

Gava min pirtuk vekirî bu u bi merax l’ nav pirtukê mêze kirî bu, bêyî ku ez pê bihessim, ćarenusa pêśeroźa min di wê kêliyê da hatî bu nivîsîn.

Piśtî ku min di bin peyvên Avestî da peyvên bi Kurdî źî dîtin, hêdî hemî bendik u pireyên di navbera min u paśeroźa min da bizdî bun.

Niviśta ku bikariya ew bextê min yê dayî u hatî, biguharta, tunebu.

Min bi lez pirtuk źi pirtukxanê deyn girt u berê xwa daa malê.

Hingê min nedizanî ku ewê ew pirtuk min bi xwa ra bigire u bibe.

Min digot ez ê di nav demeke ne ewćend drêź da wê bi temamî xitim bikim, źi hev bikim u noxteyeke spî lê bikim.

Em bi hev ra di nav gelek riyan ra derbaz bun.

Lê min nekaniya noxtekê lê bikim.

Ez ćendîn di nav da cî dibum, ewćend źî riya min drêź dibu.

Her cara ku ez gavekê pêśta dihatim, bi sedan gavên din riya min drêź dibu.

Her cara ku di min da hîssa bi dawîkirinê nêzzîk dibu, ewćend źî bê dawîtî zêdetir dibu.

Axir bi dehan sal di ser ra derbaz bun.

Em źi sedsala 20an derbazî sedsala 21an źî bun.

Lê min nekaniya bi ruyekî spî źi bin barê xwa rabim.

Źixwa noxteya dawiyê ya destpêka ćîrokê tenê di serê min da maa, u bu bîranîneke heebu-tunebu.

Îronî ye herhal, yan źî traźedî, ez bê hemdî źi xwa dipirsim u dibêźim:

„Tekez ez ê roźekê bê noxte źê xatir bixwazim u bićim. Lê Avesta ewê her bimîne, źiber ku ew ebediyen e. Ew sihira destpêkê ye. Sihira ku vedibe, źixwa niviśta xwa diśewitîne.“.

Loma źî ez dibêźim ewê ew niviśt ne xwa, lê min biśewitîne.