Mittwoch, 15. August 2012

Weylooo, Jenny U Manon Hînî Kurdî Dibin, Pepuuuk :)

Ev  deh roź in ku li vir hewa pirr germ e.
Lê bi taybetî źî hewaya hîro pirr feleket bu. Bi baayekî germik bedena meriv dipêćiya.
Bê hemdî hewayên li Kurdistan’ê haniya bîra min.
Ez dibêźim haya me kurdan qet źê nî ye ku xwadê welatekî ćawan bedew daye me.
Gava meriv li welatên xelkê dibe śerpeze, hingê meriv têdigêźe ku welat ći ye u ći nî ye.
Drêź nekim, hewayên hilo li vir pirr kêm in, dibe ku di ćend salan da carekê pêk werin u ewqas.
Bi serê hemî sax u miriyên mala me bibe ku, her carê źî ew deśt u ćiyayên kurdistan’ê tên bîra min.
Ći dibe bila bibe, ku ez roźekê mirim, divêt ez di bin axa Kurdistan’ê da bikevim nav xew u xewna xwa ya dawiyê.

Di van roźên dawiyê da tiśtekî pirr kêfa min haniya.
Źi berî ćend mehan ez ćuyî bum konserta keća cîrana me Jenny.
Jenny u hevalên wê yên dibistanê, wan ê li ser bazarê bi hev ra l’ muzîkê bixistinna.
Min roźek berê diya Jenny dîtî bu.
Źiber ku herkes hevaltiya min u Jenny ya bi nav u deng dizane, diya wê got, «ma tu naxwazî sibeh herrî konserta hevala xwa, hi? Ez bawer dikim ewê bê tarîf kêfxwaś bibe.».
Êh, min hema soz dayê ku ez ê herrim.
Tabî ez ćum źî.
Hevala min Jenny (heft salî ye) źi piśtî konsertê hate malê u ez źî ćum kirrînê źibo dawiya heftê (tabî min turikek
 źî ćîkolete wekî diyarî dayê).
Gava ez vegerriyam malê, źiber ku deriyê wan vekirî bu, min deng l’ Jenny kir.
Jenny bi lez hate ber dêrî.
Helbet min pesna muzîkźeniya wê daa.
Pirr kêfxwaś bu. Paśê źî got, «tu dizanî, ez hîn gelek tiśtên din źî dikarim bilîzim, yaaa.».
Me gotina xwa pićeke b’ vir u wir da drêź kir.
Hîcar ćawan bu ew tiśtê ku bi salan e di serê min da bu, yekcar hate aqilê min.
Min got, «Jenny, binêre cîgerim, aha ev e ez bi te ra hertim bi zmanê te dipeyîvim, êdî ez vê yekê bi vî hawî qebul nakim, divêt tu źî hînî zmanê min kurdî bibî, yan naaa, ewê dawiya hevaltî u evîna me ya bi nav u deng were.».
Jenny yekcar got «temam, ka te qet hînî min nekir, ez ći bikim, weyyy.».
Min bi lez «yek, du, sê, ćar» źê ra got.
Hema hîn bu.
Lê «ćawa yî? baś im» nekaniya baś hîn bibe.
Roźa din min dubare kir.
Min heźmarên «pênc, śeś, heft» źî źê ra gotinn.
Paśê wê ew hemî li ser kaxizekê bi min daa nivîsîn u bi tevî dê u xwanga xwa Manon (neh salî ye) źibo heftekê ćunn tatîlê.
Źi tatîlê źi min ra kartek źî śand u li ser kartê źî hemî peyvên bi kurdî nivîsî bu.
Źi piśtî vegerra wan gava min ew li ber deriyê wan dîtinn, yekcar dest bi dubarekirina tiśtên hîn buyî kirinn.
Welle we'yê bidîta 
ćawa bê qusur bi kurdî digotinn «ćawa yî? baś im», hahooo.
Errrek, kuro bê qusur kurdî diheźmartinn welle u bille, wey bavooo.
Welle ez feleket kêfxwaś bum. Min bi lez heźmarên «heyśt, neh, deh» u «Heval ćawa yî? Heval roźbaś» nivîsîn u dayê.
Ew dîsan źibo heftekê ćunn tatîlê.
Roźa îniyê ewê śunda vebigerrin.
Min soz dayê ez ê Jenny u Manon biben Mac Donalds’ê.
Diya wê got bila Jenny źi xwa ra defterekê źibo kurdî bikire u bila her tiśtê ku hîn dibe qeyd bike.
Welle digel Jenny dîsan Manon źî hînî kurdî dibe.
Aha bila kurd u tirkên qewad zilmê l’ kurdiya pîroź bikin, hêviya min źi Jenny u Manon pirr e bi xwadê.

Dienstag, 14. August 2012

Źi Vir U Wir Ćend Gotin


Min dîsan demeke drêź xist navberê yaw.
Welle havînan hertim hilo dibe, ne di destê min da ye bavikino.
Pîlê min yê emeliyet kirî źî berbi baśiyê terre.
Vê gavê heta deh kîloyan dikarim bigirim destê xwa.
Tabî berî du roźan, roźa yekśemê u dîsan duśemê ćum pîskîlêthaźotinê źî.
Digel bezê źî hindî dikarim bi rehetî baskê hereket bikim.

Di vê navberê da gelek tiśt pêkhatin.
Di Facebook’ê da gelek kesên din bunn hevalên nu, lê gelek źî min derxistinn.
Gelekan źi piśtî ku bunn heval, hema bi lez dîsan dest bi zmanê tirkên qewad kirinn.
Loma źî min derxistinn.
Hindekan heqeretên ecêb l’ min kirinn.

Di nav siyaseta germik da herro bi dehan tiśt pêk tên.
Bi taybetî źî rewśa Kurdistan’a Roźava’yê aniha di nav pêvaźoyeke pirr xessas ra derbaz dibe.
Bêguman wekî her kurdê/a xwadî wîźdan ez źî bi pêśketinên li wir pirr kêfxwaś bum u dibim.
Ligorî ragiyandinan hîn źî emniyeteke źi sedî sed źibo kurdan tun e.
Dibêźin statuya heeyî dikare di carekê da serubin bibe.
Hîn źî ala Kurdistan’ê nehatiye qebul kirin.
Ev min pirr aciz dike.
Loma źî di van roźên dawiyê da gotinên ku semboleke nu źibo kurdên roźava bibînin, tên belav kirin.
Aha źi we ra bê bextiya me kurdan.
Kuro , lawo, ma ev Ala Rengîn ya milletê kurd dilê we têśîne?
Ma wekî din ti pirsgirêkeke we nî ye ku hun radibin bi sembolên milletê kurd ra dilîzin?
Aha halê kurdan, yanî ewê wekî her carê bibin ehmeqên dîrokê u paśê źî kilama xwa ya bê kesiyê di guhên me da bistrînin.