Sonntag, 21. Januar 2018

Pireya Xwadê Ya Źi Dema Keviran: Gundên Gilower



Di destpêkê da gund hee’bun.
Hemî śaristaniyên me yên buhurî u yên hîro li ser gundan ava bun.
Źi aboriyê bigirin heta siyasetê, źi ćandiniyê heta avakirina malan, źi xwandinê bigirin heta hunerê, źi matematîkê heta astronomiyê, źi mîmariyê bigirin heta kartoxrefiyê, źi kedîkirina heywanan bigirin heta bikaranîna berhemên śîrî, ćêkirina kican, baweriya bi xwadêyan …

Xirabreś'a berî 15 hezar salan
Meriv dikare bibêźe gund wekî pireya xwadê ya di navbera dema kevir u medeniyetê da bun.
Gund yekem car li Kurdistan’ê hatine ava kirin. Di destpêkê da gund bi zêdeyî li ciyên bilind, li ser gir u ćiyan hatine ava kirin. Heger xwadê mala xwa li źor ava nekira ewê wan gundan li ser wan ćiyan darê xwa źî nekuta.
Tabî paśê bi hezaran salan vê yekê muhteweya xwa neguhartiye.

Di nav zmanê kurdî da peyva gund źî peyveke pirr karîzmatîk e.
Di nav ćanda kurd da roleke pirr esasî dilîze. Di hemî beśên źiyana kurdan da meriv bandora ćanda gund u gundîtiyê dibîne.
Lê mixabin źiber sebebên siyasî u dagirkeriya bê sînor ćanda kurdan ya bi hezaran salan ya ku źi van gundan derketiye u li temamê cîhanê belav buye, hatiye rencîde kirin, u tê rencîde kirin. Kurd ćendîn źi gundên xwa dur dikevin ew ćend źî bê vegerr tarumar dibin, talan dibin u terrin.

Di zmanê kurdî da esl u feslê gelek peyvan pirr baś tê zanîn. Zmanê kurdî źî zmanekî hîndî-ewrupî ye, loma źî di nav gelek lêkolînan da digel peyvên di nav zmanên din da peyvên kurdî źî hatine dayîn, mesele germ, av, ba, ćun, ar/agir, dest, zman, serî, , piśt, zemîn, zevî, zanîn, zayîn u hwd.
Lê peyva me gund ne weha ye. Loma źî pićekî wekî ćaydanka bi devê girtî bu.
Di kurdiya sîvendî ya li roźhilata kurdistan’ê peyva γund mehneya civîn, gilor, gindor dide.
Bala xwa baś bidin peyva kurmancî gindor, hun ê gumana di serê xwa da pićekî zelaltir bikin.
Di dema kurdiya / îraniya navîn da peyva gund wateya artêś, zirp, zirpa artêś ... źî dida. Bi vê yekê em têdigêhiźin ku artêś u zirp di dema xwa ya berê da di nav sîstemeke daîreyî /gilower da dihatine orxenîze kirin ...
Mesele di zmanê partî da peyva gund wateya artêś dida.
Paśê ev peyva me ya karîzmatîk wekî cund derbazî erebî źî dibe di wateyên wekî gun; artêś; dîz, lod da.
Helbet peyvên di zmanê kurdî da źi gerr u geśtiyariyê pirr hez dikin. Źi piśtî ku peyva me gund di erebî da dibe cund u demeke drêź kêfê dike, roźekê dîsan bi forma xwa ya erebî dubare vedigerre mala bavê xwa, yanî vedigerre nav zmanê kurdî u dibe cundî/cindî u mehneya leśkerên ereb dide.
Ereban bi têra xwa mêźiyê peyva me śuśtine. 

Źibo ku mesele pićekî din zelaltir bibe, em berê xwa bidin avestî. Di avestiya ciwan da peyva gunda-, gundā- wateya kund (-ên hêvir) dide.
Bila bala we baś lê ’be, peyva me kund źî helîs-muxlîs eynî peyv e.

Îcarê em berê xwa bidin zmanê hîndî-ewrupî yê źi berî pênc hezar salan.
Ligorî belgeyên di destê me da, ligorî dengnasiya zmanên arî u hîndî-ewrupî meriv dikare peyva me gund hilo heta ser eslê xwa ya źi berî pênc hezar salan drêź bike:

Kurdiya nuh gund ← kurdiya kurmanciya navîn gund “gund” ← “baregeh” yan źî “artêśgeh” ← kurdiya kurmanciya kevin gunda- “gindorî/gilorî, goo/gooy/goog” ← proto-kurdî gu-n-d-a- ← ariya paśîn gu-n-d-a- ← ariya pêśîn gu-n-d-o- ← hîndî-ewrupî gu-n-d-o- “gindorî/gilorî/gilolî/girowerî, goo/gooy/goog”, źi kiryara hîndî-ewrupî gew- “badan, ćevandin, xwar kirin, kemerî/gumbetî kirin”

Peyvên me goo/gooy/goog, gun/gone, gildik, gildî, gildêr/gindêr kirin (→ gindirandin/gundirandin), gindor/gundor/gindore/kundir, gun/gon, gunek, gunoyî, kund (-ên hêvîr), kunêr, cundî/cindî, hemî źî xwarzî u pismamên hevdu ne.

Źi berî bîst salan li Riha’yê, li ser gira Xirabreś’ê (bi tirkî Göbekli Tepe) mabedeke źi berî 12 hezar salan hate dîtin.
Mabed ew ćend bi heśmet hatiye ava kirin ku meriv sosreta xwa b’ xwadê tîne.
Bala xwa bidin peyva me mabed, di kurdiya kevin da wekî magu-pati- bu u mehneya “mîrê magiyê/sihrê” dida.
Di nivîsên farsiya kevin da tê gotin ku magu- navê eśîreke medan e.
Di avestî da peyva magavan- wateya kesê ku aîdî civata Zerdeśtî ye dide.

Em vegerrin Xirabreś’ê. Mabedên li Xirabreś’ê źî di teśeyeke gilower/gindor da hatine ava kirin. Qasî ku xuya dibe di nav hezar salan ra dubare u dubare hatine ava kirin. Her cara ku źi piśtî bi sedan u hezaran salan źi nuh va hatine ava kirin, pêśta mabeda berê bi axê dagirtine u li ser wê ya nuh ava kirine. Tê gotin ku ew mabedên ku di qatên herî źêr da ne, bi qasî 15 hezar salan kevin in.
Paśê źi piśtî hezar u pênc sed salan cara yekem kultura ćandiniyê li Newala Ćolî’yê dest pê dike …
Pêra ew mabed u ćandinî li tevayiya Kurdistan’ê belav bune, mabed di formeke pićuk da di nav gundan da źî hatine ava kirin; u paśê tabî li Roźhilata Navîn, Enetolî u Ewrupê źî belav dibin, lê źi piśtî bi hezaran salan).


Ez li źêr belgefîlmên ku li ser Xirabreś’ê hatine amade kirin belav dikim. Mixabin ne bi kurdî ne.

Bi zmanê elmanî:

Bi zmanê elmanî:

Bi zmanê ênglizî:



WÊNE:











Donnerstag, 11. Januar 2018

Marco Polo Źî Di Nav „Kurdistan“ê Ra Derbaz Bu





Tê zanîn, Marco Polo navekî gelekî naskirî ye.
Tevî ku min pirr dixwast ez roźekê pirtuka wî ya bi sernavê Bedewiya/Mucîzeya Cîhanê bixwînim źî, heta hîro nebuyî bu qismet.
Vê gavê di destê min da ye u min hîn śêśt rupel xwandine. Lê pirtuk bi temamî źi ćar sed rupelan pêktê.

Xalê me di sala 1254an da li Venedîk’ê ćêbuye u dîsan di dawiya źiyana xwa da di sala 1324an da ćuye ser dilovaniya xwa.
Marco Polo bi rêwîtiyên xwa yên drêź navdar e.
Źi Venedîk’ê bigire heta Ćîn’ê di nav gelek xelk u welatan ra derbaz buye, di nav xelkên xerîb da maye, bi wan ra wextê xwa derbaz kiriye, hînî zman u ćanda wan buye …

Nexśeya riyên rêwîtiya Marco Polo
Di rastiyê da Marco Polo hîn di xortaniya xwa da dest bi rêwîtiyê dike. Gava bav u apê wî źi rêwîtiya xwa ya źi Tataristan’ê vedigerrin, bavê wî mêze dike ku lawê wî buye xortekî serbixwa u loma źî gava źi piśtî demeke din dubare derdikeve rêwîtiyê, wî źî bi xwa ra digire. Marco Polo, bav u apê wî bi hev ra berê xwa dubare didin berbi Esya’ya dur …

Źi Venedîk’ê derbazî Yonanistan’ê dibin. Digêhiźin Stembol’ê. Paśê di ser peravên Deryaya Reś ra tên Trapezunt’ê (Trebzon). Źi wir źî di ser Kelkît’ê ra terrin Argiron’ê (Erzorom) u berê riya xwa berbi baśur va dikin …
Bi taybet behsa Arçiga’yê (Erzingan) dike, pesna bedewiya wê dide, pesna hunera ku li wir pêśketiye dide, pesna hemam u kaniyên wê yên avê dide (r. 30) …

Marco Polo di destpêka pirtuka xwa da (r. 34) li ciyekî di nav hevokekê da behsa kurdan źî dike. Dibêźe: „Li ćiyabendan kurd dimînin; hindek nestoriyanî u yakobîn in , hindek źî mihemedî ne (misilman in). Ev xelkekî cengewar yê fêlbaz e. Divêt haya bazirganên rêwî hertim źi xwa hee’bin.“.

Marco Polo pirr bi kurtî haydariyan dide. Di derbarê ti ciyekî da haydariyên drêź nade.
Di rupela 45an da behsa Kurdistan, Lor u Gulistan’ê źî dike; peyva Kurdistan wekî Curdistan qeyîd kiriye. Bêguman Lor źî Loristan’a me ya hîro ye.
Dibêźe: “ … împeretoriya duyem wekî Kurdistan, ya sêyem wekî Lor, ya ćarem wekî Gulistan … tên bi nav kirin.”.
Dibe ku di rupelên din da źî hindek înformasiyonan bide. Lê ez ew ćend ne bi hêvî me. Helbet dibe ku di nav nivîsên wî yên din da tiśtên din hee’bin.

Divêt meriv źi bîr neke, źi berî ku Marco Polo bimire, keśe, heval u xizmên wî źi wî daxwaz kirine ku rastiya wan ćîrokên xwa bibêźe, źi xwa mikur were ku wî ew welat u xelk nedîtine, nas nekirine; źê xwastine ku pośmaniya xwa li ber raya giśtî rabigihîne ...

Li ser źiyana Marco Polo meriv dikare bi têra  xwa ćîrokê drêź bike. Lê źiber ku mebesteke min ya bi vî hawî tun e, ez ê vê yekê nekim. Źibo min ev înformasiyonên bi kurd u Kurdistan’ê va girêdayî girîng bun, loma min bi kurtî di vê nivîsê da bala xwa daa Marco Polo.

Di sala 1298an da di śerrê deryayî yê di navbera Venedîk u Genua’yê da dîl dikeve. Di dema xwa yê girtîgehê da dest bi nivîsîna bîranînên xwa dike; lê di eslê xwa da ew dibêźe u girtiyekî din źî dinivîse. Tê gotin ku Marco Polo bi xwa źi nivîsînê zêde hez nedikiriye ...

Dêra freh kirî ya bi navê San Lorenzo.
Gava Marco Polo dimire, wî li ba gorna bavê wî vediśêrin.
Lê gava di navbera sala 1580 u 1616an da dêra li ba gorna wan tê freh kirin, ciyê gorna wan źî źiber rêstoresyonê handa dibe u terre.


Bi hêvî me, źixwa nebim źî ne girîng e, ku roźekê ewê kurd źî meraxa gund u navće u baźarên xwa bikin, ewê yek bi yek di nav Kurdistan’ê ra derbaz bibin, li pey ćîrokên xwa.
Kî dizane, dibe ku yek źi wan kurdan roźekê pê l śopa nîgê Marco Polo źî bike.







Samstag, 6. Januar 2018

Dumana Źi Devê Kurdan Hiśk E



Ligorî zanîna me ya di derbarê ćîrok u dîroka me da hêdî em źi dema berê bêhtir kemilîne, bi tevî śaśî u kêmasiyên me yên beloqîn.
Lê em bikemilin źî rastiya ćîrok u roźên me yên buhurî naguhere.
Herkes ćîroka xwa nas dike, u herkes li pey ćîroka xwa dibeze.
Bi hezaran salan me rastiya xwa, ćîrokên xwa u heebuna xwa di nav devê xwa da tomar kirin.

Dev e, meriv nikare heta hetayê bigire, gava vedibe mêźiyê meriv vala dibe.
Peyvê ku źi devê meriv derdikeve, źê pê va nikare mêźiyê meriv bilî (miźul) bike.
L’ xwa u bextê xwa neyên xezebê, mêźiyê ku vala buye dev źi ćîroka xwa berdide.
Źixwa dema mesele tê ser kurdên pepuk, divêt meriv xwaliya heftê u heft gundan l’ serê bavê xwa bike.
Kurdê ku di wextê xwa yê berê da tenê bi zmanê xwa kurdî dizaniya u źiber zilm u talana tirkan nedikarî devê xwa vekira, mêźî tîźî, dil bi agir bu. Hêsaba xwa wekî kurdekî źi kîrê bavê xwa ketî dikir.
Lê roźek źi roźan devê kurdan vebu.
Źê pê va mêźiyê kurdan źî di nav devê kurdan ra vala bu u ću.
Bi serê pîrka min ya rehmetî dibêźim, divêt kurdan devê xwa bi bizmar u zîncîran dax bikira, u ew dev venekira.
Lê vekirin. U ewê vekin źî.
Devê kurdan yê vebuyî zixwa ewê źi navê kurdan tenê tîpekê źî li paś wan nehêle. Ćiku ev dev źibo xwa li ber xwa nakeve.

Di dema xwa ya berê da peyva me dev gelekî serê min hêśandî bu. Merax e, min dixwast bizanim ka bi esl u feslê xwa źi ku tê.
Źiber ku gelek êhtîmal hee’bun, zelalkirina eslê peyvê pićekî zor bu.
Lê di dawiyê da ez pê hessiyam ku peyva me dev źi forma xwa ya berê dem tê (mesele wekî silav źi silam).
Tabî peyva me dem di dema xwa da mehneya nefes u pif dida (di ayînên kurdên elewî da hîn źî peyva dem di vê mehnê da tê bi kar hanîn).
Źi kiryara kurdiya kevin *dam- “pif kirin, nefes girtin u dayîn” tê (avestî dam- u sanskrîtî dham- e. Heta zmanê hîndî-ewrupî *dʰemH- paśta terre).

Drêź nekim. Źi bîr nekin ku peyvên me duu, duman u duxan źî eynî peyv in.
Herhal hun źî aniha dizanin ku ćima mêźiyê kurdan yê bi duman berê xwa dide devê kurdan u direve.
Heta ku ev duu, duman u duxan b’ śun da nehatiye u di nav devê kurdan ra neketiye nav mêźiyê kurdan, ev kurd źi vê lanatê xelas nabin.
Îcarê hun dibêźin aniha em ê bi kîźan śurî rabin u śerrê miź u hewran bikin źibo ku em dumana xwa źi ya xelkê alemê cuda bikin, hi?