Sonntag, 21. Januar 2018

Pireya Xwadê Ya Źi Dema Keviran: Gundên Gilower



Di destpêkê da gund hee’bun.
Hemî śaristaniyên me yên buhurî u yên hîro li ser gundan ava bun.
Źi aboriyê bigirin heta siyasetê, źi ćandiniyê heta avakirina malan, źi xwandinê bigirin heta hunerê, źi matematîkê heta astronomiyê, źi mîmariyê bigirin heta kartoxrefiyê, źi kedîkirina heywanan bigirin heta bikaranîna berhemên śîrî, ćêkirina kican, baweriya bi xwadêyan …

Xirabreś'a berî 15 hezar salan
Meriv dikare bibêźe gund wekî pireya xwadê ya di navbera dema kevir u medeniyetê da bun.
Gund yekem car li Kurdistan’ê hatine ava kirin. Di destpêkê da gund bi zêdeyî li ciyên bilind, li ser gir u ćiyan hatine ava kirin. Heger xwadê mala xwa li źor ava nekira ewê wan gundan li ser wan ćiyan darê xwa źî nekuta.
Tabî paśê bi hezaran salan vê yekê muhteweya xwa neguhartiye.

Di nav zmanê kurdî da peyva gund źî peyveke pirr karîzmatîk e.
Di nav ćanda kurd da roleke pirr esasî dilîze. Di hemî beśên źiyana kurdan da meriv bandora ćanda gund u gundîtiyê dibîne.
Lê mixabin źiber sebebên siyasî u dagirkeriya bê sînor ćanda kurdan ya bi hezaran salan ya ku źi van gundan derketiye u li temamê cîhanê belav buye, hatiye rencîde kirin, u tê rencîde kirin. Kurd ćendîn źi gundên xwa dur dikevin ew ćend źî bê vegerr tarumar dibin, talan dibin u terrin.

Di zmanê kurdî da esl u feslê gelek peyvan pirr baś tê zanîn. Zmanê kurdî źî zmanekî hîndî-ewrupî ye, loma źî di nav gelek lêkolînan da digel peyvên di nav zmanên din da peyvên kurdî źî hatine dayîn, mesele germ, av, ba, ćun, ar/agir, dest, zman, serî, , piśt, zemîn, zevî, zanîn, zayîn u hwd.
Lê peyva me gund ne weha ye. Loma źî pićekî wekî ćaydanka bi devê girtî bu.
Di kurdiya sîvendî ya li roźhilata kurdistan’ê peyva γund mehneya civîn, gilor, gindor dide.
Bala xwa baś bidin peyva kurmancî gindor, hun ê gumana di serê xwa da pićekî zelaltir bikin.
Di dema kurdiya / îraniya navîn da peyva gund wateya artêś, zirp, zirpa artêś ... źî dida. Bi vê yekê em têdigêhiźin ku artêś u zirp di dema xwa ya berê da di nav sîstemeke daîreyî /gilower da dihatine orxenîze kirin ...
Mesele di zmanê partî da peyva gund wateya artêś dida.
Paśê ev peyva me ya karîzmatîk wekî cund derbazî erebî źî dibe di wateyên wekî gun; artêś; dîz, lod da.
Helbet peyvên di zmanê kurdî da źi gerr u geśtiyariyê pirr hez dikin. Źi piśtî ku peyva me gund di erebî da dibe cund u demeke drêź kêfê dike, roźekê dîsan bi forma xwa ya erebî dubare vedigerre mala bavê xwa, yanî vedigerre nav zmanê kurdî u dibe cundî/cindî u mehneya leśkerên ereb dide.
Ereban bi têra xwa mêźiyê peyva me śuśtine. 

Źibo ku mesele pićekî din zelaltir bibe, em berê xwa bidin avestî. Di avestiya ciwan da peyva gunda-, gundā- wateya kund (-ên hêvir) dide.
Bila bala we baś lê ’be, peyva me kund źî helîs-muxlîs eynî peyv e.

Îcarê em berê xwa bidin zmanê hîndî-ewrupî yê źi berî pênc hezar salan.
Ligorî belgeyên di destê me da, ligorî dengnasiya zmanên arî u hîndî-ewrupî meriv dikare peyva me gund hilo heta ser eslê xwa ya źi berî pênc hezar salan drêź bike:

Kurdiya nuh gund ← kurdiya kurmanciya navîn gund “gund” ← “baregeh” yan źî “artêśgeh” ← kurdiya kurmanciya kevin gunda- “gindorî/gilorî, goo/gooy/goog” ← proto-kurdî gu-n-d-a- ← ariya paśîn gu-n-d-a- ← ariya pêśîn gu-n-d-o- ← hîndî-ewrupî gu-n-d-o- “gindorî/gilorî/gilolî/girowerî, goo/gooy/goog”, źi kiryara hîndî-ewrupî gew- “badan, ćevandin, xwar kirin, kemerî/gumbetî kirin”

Peyvên me goo/gooy/goog, gun/gone, gildik, gildî, gildêr/gindêr kirin (→ gindirandin/gundirandin), gindor/gundor/gindore/kundir, gun/gon, gunek, gunoyî, kund (-ên hêvîr), kunêr, cundî/cindî, hemî źî xwarzî u pismamên hevdu ne.

Źi berî bîst salan li Riha’yê, li ser gira Xirabreś’ê (bi tirkî Göbekli Tepe) mabedeke źi berî 12 hezar salan hate dîtin.
Mabed ew ćend bi heśmet hatiye ava kirin ku meriv sosreta xwa b’ xwadê tîne.
Bala xwa bidin peyva me mabed, di kurdiya kevin da wekî magu-pati- bu u mehneya “mîrê magiyê/sihrê” dida.
Di nivîsên farsiya kevin da tê gotin ku magu- navê eśîreke medan e.
Di avestî da peyva magavan- wateya kesê ku aîdî civata Zerdeśtî ye dide.

Em vegerrin Xirabreś’ê. Mabedên li Xirabreś’ê źî di teśeyeke gilower/gindor da hatine ava kirin. Qasî ku xuya dibe di nav hezar salan ra dubare u dubare hatine ava kirin. Her cara ku źi piśtî bi sedan u hezaran salan źi nuh va hatine ava kirin, pêśta mabeda berê bi axê dagirtine u li ser wê ya nuh ava kirine. Tê gotin ku ew mabedên ku di qatên herî źêr da ne, bi qasî 15 hezar salan kevin in.
Paśê źi piśtî hezar u pênc sed salan cara yekem kultura ćandiniyê li Newala Ćolî’yê dest pê dike …
Pêra ew mabed u ćandinî li tevayiya Kurdistan’ê belav bune, mabed di formeke pićuk da di nav gundan da źî hatine ava kirin; u paśê tabî li Roźhilata Navîn, Enetolî u Ewrupê źî belav dibin, lê źi piśtî bi hezaran salan).


Ez li źêr belgefîlmên ku li ser Xirabreś’ê hatine amade kirin belav dikim. Mixabin ne bi kurdî ne.

Bi zmanê elmanî:

Bi zmanê elmanî:

Bi zmanê ênglizî:



WÊNE:











Keine Kommentare: