Montag, 31. März 2014

Źibo Kurdan Partiyeke Kurdistan'î Zerurî Ye


Hîn źî kelacaniya hilbiźartinan derbaz nebuye.
Tevî ku AKPê di hemiyan da namus kir pênc quruś źî, him źî digel ewqas skendelan.
Mîna ku tê gotin, pehlewanê binketî têr nabe.
Rewśa hemî partiyên din źî eynî śorbe ye.
Tabî partiyên tirkên qewad me eleqedar nakin, bila rehmetiyo, xalê min apê Tezo di kefena heftê u yek kalikên wan tirkan 'ne u hew.
Di nav partiyên kurdan da źî BDP buye tacirê xwîna keć u xortên kurd.
Tev bila partiyeke bi kurdî, kurdîn u Kurdistan'î bibuya, me yê dîsan tiśtek negota.
Lê dendik di nav da gennî buye.
Hun bi hezar u yek avên zemzemî źî biśon, nikarin źi wê gemariyê xelas bikin.

Min hîro di Facebook'a agirpêketî da ev nivîs belav kir:

«
Ne ti tiśt, lê lîstika kemalîstan ya li hemberî Osman'ê me meriv qet nikare qebul bike.
Di nav siyasetê da kemalîst u despotên tirk u kurd bi hemî hewldanan dixwazin śexsên bi kurdî, kurdîn u Kurdistan'î yek bi yek tesfiye bikin.
Bi têra xwa kirin źî!
Divêt hemî kurdên xwadî wîcdan bi tundî li hemberî BDPeya kemalîst u taśeron li ber xwa bidin!
».

Bi rastî Osman'ê me tesfiyeyeke hilo bê namus heqq nekirî bu.
Partiyeke layiqî van mêrxwasan pêwist e!
Herre were di nav BDPê da kesê herî Kurdistan'î bu, tevî ku rexneyên min lê hee' bunn źî, źiber bikaranîna zmanê tirkên qewad.
Mixabin daxwaza tesfiyeyê dîrekt źi A. Öcalan hatî bu.
Tabî kemalîst u niźatperestên tirk źî bi têra xwa rola xwa lîstinn.
Îhtîmel hee' bu ku Osman’ê me di pêśeroźê da roleke sereke di nav siyasetê da bigire.
Lê A. Öcalan u konseya PKKê vê yekê ti carî qebul nakin.
Kurdîntî di lîteretura A. Öcalan u konseya PKKê da qasî gramekê źî tun e.
A. Öcalan di nav dîroka xwa da hertim bi śiklekî komployane kesên Kurdistan'î tesfiye kiriye.
Heger bi destê xwa dîrekt nekirî 'be źî, îndîrekt bi tirkên heram daye kirin.
Tabî paśê źî li ser keda wan runiśtiye, pesna mezinayiya xwa daye.
Mesele Wedat Aydin bi vî hawî bu qurban u ću.
Wedat Aydin rêberê xelkê kurd yê pêśeroźê bu, kurdekî źi dil u îman bu.
Mesele Mazlum Dogan, Mahsum Korkmaz, Ferhat Kutay ... bi vî hawî kirinn qurban u paśê źî li ser keda van mêrxwasan dest bi mêrasxwarinê kirinn.
Gava hakimê tirkên qewad źi Mazlum Dogan ra dibêźe, «We apociyan ...».
Mazlum Dogan vê îthemê redd dike u dibêźe, «Em ne apocî ne, em ne partiyeke śexśan in, em tevgereke siyasî ne u daxwaza me ya herî asgarî źî Kurdistan'eke serbixwa ye ...».

Di van hilbiźartinan da li Amed, Heqqarî u ćend ciyên din xelkê kurd BDP îkaz kir.
Bi gelemperî dengên BDPê kêm bunn, tevî ku li sê baźarên din serket źî.
Herweha HDP źî źi hêla xelkê kurd va hate îkaz kirin.
Qaśo digotin di Newroz’a Stembol'ê da di ser mîlyonekê ra tevlêbun ćêbuye.
Lê ka ew «deng» li ku ne?!
Bingol‘ê derseke din daa BDP u PKKê.
Bawer bikin dîsan źî ev demên BDP, PKK u Öcalan yên herî baś in.
Di pêśeroźê da ewê rezîl u riswe bibin.

Tev bila partiyek yan źî ćend partiyên bi kurdî, kurdîn u Kurdistan'î derbikevin, xwadê źî nikare wan canikên kemalîst u tirkperest xelas bike.


Sonntag, 30. März 2014

BDPê Careke Din Milletê Kurd Kir Qurbana Tirkîzma Xwa


Roźeva kurdan bi hilbiźartinan hatiye dagirtin.
Źi berî hilbiźartinan BDPeya taśeron gotinên pirr mezin kir, lê mixabin diyar e ku careke din milletê kurd kirinn qurbana kemalîzma xwa, kirinn qurbana tirkîzma xwa u ćepên tirk yên ku nikarin tenê dengekî źî bi dest bixin.
Mixabin li Riha'yê halê Osman'ê me baś xuya nake.
Źi % 60,50 deng źibo AKPê ne.

Herhal BDPeya taśeron u xwadiyên wê Osman'ê me kirinn qurbana siyaseta tirkćî u kemalîst.
Źixwa hêsab di girtîgehê da bi MÎTa tirkan ra hatî bu kirin. A. Öcalan bi tena serê xwa berpirsiyarê vê têkćunê u lîstikê ye.

Bi giśtî BDPê heta vê gavê źi % 5,94 deng girtinne.
Sefeleta BDPê ya 24 salan!
30-35 mîlyon kurd li bakurê Kurdistan‘ê!
Îcar ćima kurd serê BDPeya taśeron li erdê naxin, bi tevî taśeronên ku sî sal in xwîna milletê kurd di ber menfeetên tirkên qewad ra diriźînin?

Divêt konseya PKKê u A. Öcalan bi tundî werin mehkeme kirin.
Heta ku xelkê kurd źi van safsatayên konseya PKKê u A. Öcalan xelas nebunne, ewê kurd her di ber kompleksên wan ra bibin qurban.

Canim u cîgerim KCKê gotiye bila 30ê adarê ligorî rihê Mahîr Ćayan'ê tirkên heram were pîroz kirin.
Dibêźin li herêmên ku gêrille tê da dimînin źî ev daxwazî hatiye kirin.

Lêêê ...
Hîro roźa bi darvakirina Qadî Mihemmed'ê kurd e, lawê fêdekar yê milletê xwa ye.
Ći ecêb e ku qet nehatiye aqilê KCKeya taśeron, kemalîst, tirkperest u despot!



Samstag, 22. März 2014

Newroz’a 2014an Źî Bê ALA RENGÎN Buhurî!


Me Newroz'eke din li paś xwa hiśt.
Li ku ćawan derbaz bu, nizanim.
Tê gotin ku li Amed'ê śêniyeke mezin tev l pîrozbayiyan buye.
Min ćend resim źî dîtinn.
Zmanê van pîrozbayiyan kîźan bu, ez wê źî nizanim.
Lê min hîsal źî di pîrozbayiyên ku bi destê BDPê hatî bunn amade kirin, Ala Rengîn nedît.
Diyar e ku PKK u BDPê qedexeya li ser Ala Rengîn ranekiriye.
Herhal dibêźin ewê bi wan alayên xwa yên taśeron u beravitî heta hetayê milletê kurd bixapînin.
Bawer nakim ku BDP u PKK bi îradeyeke kurdîn u Kurdistan'î werin ser îmanê.
Heta ku di nav xelkê kurd da îradeyeke bi hêz derneketiye u serê PKK u BDPê l erdê nexistiye, ev konseya PKKê ya ku di destê kemalîst u tirkan da buye bazara qerećiyan, nayê ser rê.

Doh dîsan meseźa A. Öcalan źî hat xwandin.
Wekî berê vê carê źî ha ha propexendeyeke belaś kirinn.
Ez nizanim kurd źi A. Öcalan ći dipên.
Di vê meseźê da źî diyar bu ku A. Öcalan bi fasafîsoyên beredayî milletê kurd dixapîne.
Źixwa MÎTa tirkan meseź haniye u daye BDPeya taśeron.
MÎTê bi destê xwa her tiśt amade kiriye u bi navê A. Öcalan ragiyandiye BDPê.
Di vê meseźê da her tiśt ligorî menfeetên siyasî yên AKPê hatinne fomule kirin.
Helbet di vê navberê da 9 evuqetên A. Öcalan yên ku di dema xwa da źi sibehê heta hêvarê bi kemalîstan ra rudiniśtinn u radibunn, hatinn berdan.
Herhal hindî ti fonksiyona ku bikarin bilîzin li holê nemaa, loma hatinn berdan.
Źixwa Qasimpaśalî îmana kemalîstan kir śorbe.
Tabî Qasimpaśalî vê gavê A. Öcalan bi temamî xistiye destê xwa, tê da sifir quruś îrade nehiśtiye.
Ya rast di roźa xwa ya yekem da ći bu, vê gavê źî ev śorbe ye.

*

Di vê hefteya dawiyê da min nekariya tiśtina binivîsînim.
Qasî ku xuya dibe, nexwaśiya bê bav xerab b pêsîra min girtiye.
Tevî ku ez carina hindekî l xwa dihatim źî, lê ti guhartineke bingehîn ćênebu.
Hîro xizmekî min bi mêvana xwa ya źi Elmenye’yê hatinn ba min. Źixwa mêvana wî źî keća xaltîka min bu.
Doh źî źina vî xizmê min bi tevî brayê xwa yê ku źi Stembol’ê hatiye u dixwaze daweta lawê xwa li vir ćêbike, hatî bunn.
Hîro keća xaltîka min Serpîl’ê bi lez źibo min śorbeya terheneyê ćêkir. Źixwa her tiśt bi xwa ra hanî bu. Turikek tîźî kirî bunn.
Bi xwadê źi piśtî ku min śorbeya xwa xwar u ew źî pêra rabunn u ćunn, rewśa min pićekî baś bu.
Bê lome.
Hêvîdar im ku berbi baśiyê herre u careke din b śun da venegerre.


Mittwoch, 19. März 2014

Qetîl U Dizzên Modern Yên Wekî Mehsum Kirmizigul!

Berxikino
Qetlîema hunerî u kulturî ya ku tirk, ereb u farsên qewad li Kurdistan'ê kirinne u dikin, bê sînor e.
Segbavan hemî milkê ku di nav hezaran salan ra bi zmanê kurdî hatiye hafirandin, yek bi yek kirinn milkê mala wan kućikan.

Hun źî Mehsum Kirmizigul'ê bê namus nas dikin.
Qaśo mêro bi zmanê tirkên pînc u tecawîzkar li ser "bratiya hemiyan" kilamek bi zmanê tirkên heramzade amade kiriye.
Lê mixabin vî rezîlê qewad ćuye kilama bi zmanê kurdî "her lê lê hevalê/delalê" tercume kiriye u li xelkê feqîr frotiye.
Him źî kilameke kurdên li Xoresan'ê dizziye!
"Daweteke Kurdên Xoresan'ê"
Wey bê namuso, wey qewado, wey segê heram!

Her kî ku li van dizz u qewadan mêze dike u derbeya dawiyê li wan naxe, bizanin ku di wî kurdî da źî pićekî xurur, kîbîr u namusa kurdbun u însanbunê tun e.

Montag, 17. März 2014

Ćar Deriyên Din Di Navika Kurdistan’ê Da


Bi serê we u min ’be ku vê nexwaśiya bê bav hîn źî dest źi min bi temamî bernadeye.
Lê tiśt nabe, źixwa źiyana me kurdan bi gezkirina tiliyên me derbaz dibe, bi śidandina sî u du didanên me derbaz ’be.

Tê gotin ku di navbera bakur u baśurê Kurdistan’ê da ewê 4-5 deriyên nu werin vekirin.
Ći ecêb e, ne wilo?
Di nav welatê me da derî tên vekirin u girtin.
Lê dîsan źî źi tunebunê baśtir e.
Tabî tirkên qewad vê yekê di ber menfeetên xwa ra dikin, em vê dizanin.
Aha xwadê li źêr u źor e, bavê mino, heger di kurdan da pićekî aqil hee'be, ewê vê firsendê bi temamî di ber menfeetên xwa yên netewî ra bi kar b'înin, ewê di navbera xwa da yekîtiya xwa bi xurttir bikin, ewê heebuna wan sînoran di prextîkê da bê mehne bihêlin.
Źixwa welat welatê me kurdan e, xelk xelkê me ye, îcar ćawan dibe ku tirkên segbav tên li ser me u welatê me hustiyê xwa qalind dikin?

Li Yonanistan’ê źibo bîranîna tevkuźiya li Helepće'yê meretonek hatiye l dar xistin.
Dibêźin pênc sed kes tev lê bunne.
Gelekî pê kêfxwaś bum.
Di bidestxistina mafên xwa da bi hezar u yek rê u metod hee ne.
Loma źî, berxikino, kesê ku dibêźe tenê riyek hee ye, źi wî kesî u aqilî wî yê binketî bitirsin, dikare temamê kurdan u Kurdistan'ê źî di ber xwa ra bike qurban.

Rast yan źî derew, nizanim, lê di malpereke agirpêketî da tê gotin ku «PKK qedexeya li ser zewacê rakir».
Ne pêwist e ku meriv li ser vê qedexeya heta niha bisekine.
Bêguman meriv dikare bi sedan fikiran rewśa heeyî terîf bike.
Lê bi taybetî gotina ku qaśo aîdî Cemîl Bayik bu, bala min kiśand.
Cemîl’ê me gotiye, «Zewac di exleqa śoreśgeriyê da tun e».
Hella hellaaa, ćima tun e?
Yanî mesele li vir bi śiklê ku meriv xwa îfede dike, ye.
Dibêźe «… exleqa ...».
Ê bavê mino, ma ew «exleq»a ku bi kêrî pîvaze xerabe źî nayê, kê peyda kiriye?

Hindî peyva «exleq» źî di destê hindekan da bi têra xwa buye ćekekî mihteśem, daku bikarin berxikan îdare bikin, heta ku bunne beranên ber kêrê.

Samstag, 15. März 2014

Helepće, Bê Dengiyeke Ebediyen!


Sibeh, 16.03.1988an, roźa qetlîema li Helepće’ya bi birîndar e (qey tu dibêźî ti derdê min tune bu, nexwaśiya bê bav hat hîro b gewriya min girt, hella hellaaa).

Bêguman birîneke pirr kur ya źi bi hezaran birînan e.
Hîn pirr nu u teze ye.
Hingê ez li Stembol’a qewad bum. Wehśeteke bê sînor hee' bu. Xelkê kurd pêr u pêrîśan bu’bu.

Di ser ra 26 sal derbaz bunn.
Hîn źî zarokên kurd bi hezar u yek nexwaśiyan tên ser dinê.
Hîn źî śahidên wan roźan bi hezar u yek nexwaśiyan źiyana xwa ya tarumarbuyî didomînin.


Ne tenê Helepće’ya bi xwîn, hemî serboriyên li ser milletê kurd, bi keder, bi hêś, bi źan u bi śîn dagirtî ne.

Yek źi ya din heramtir e.
Nîśaneke dîrokî ye, hêvîdar im ku kurd ewê di pêśeroźê da van źi bîr nekin ku ev hemî barbarî u qetlîemên kućikbav bi destên tirk, ereb u farsên îslamîst hatinne kirin.
Kurd di nav dîrokê da bê heźmar di ber «brayên îslamîst» ra hatinne qurban kirin.
Xwîna riźiyayî dikare hemî heywanên di nav Gola Wan’ê da źî bifetisîne.
Lê xelkê kurd hîn źî nefetisayiye, źiber ku xelkê kurd ew zmanê di mêźiyê xwa da di nav hemî śert u mercan da parastiye.
Bêguman diźmin bi xwa źî vê yekê dizanin, heta ku ev zmanê bi hezar salan nehatiye fetisandin, tunekirina xelkê kurd ne pêkan e.

Lê mixabin tiśtê ku nekaniyann bi qetlîeman b ser bixînin, hindî hîro di malên hemî kurdan bi zmanê xwa dikin, him źî bi bê dengiyeke bê sînor.

Śivan Perwer wê demê li ser Helepće’yê strana xwa ya bi sernavê «Helepće» derxistî bu.
Min kasêta wî li Swîsre’yê, gava ez hîn li baźarê Bern bum, bi dest xistî bu.
Min hemî wextê xwa bi guhdarkirina wê kasêtê derbaz dikir.
Kurdiya min hingê pirr kêm bu, lê min dest źê bernedida, heta ku ez yek bi yek hînî wan gotinan dibum.
Bi dîtina min kasêta Śivan ya herî serketî ev kasêt e.
 
Li vir źî dixwazim strana Koma Rojhat ya li ser Helepće’yê bi we ra parve bikim.


Milletê ku hêśên xwa bi peyvên kal u bavên xwa, bi zmanê xwa neqîrriyaye, źixwa êdî mirî ye.



Mittwoch, 12. März 2014

Źi 2600 Berê: Li MEDYAyê Bi DEHAN Zman Hee' Bunn!


Kezebino
Divêt ez bi kurtî li ser śaśiyeke dîrokî bisekinim.
Gava kurd dibêźin zmanê kurdî źi medî tê, qey meriv dibêźe tenê zmanekî medî hee' bu.
Lê rastî ne hilo ye.
Li Medya’yê bi DEHAN zman hee' bunn.

Hun dikarin «zarave» źî bibêźin, lê heta ciyekî.
Ev «zmanên kurdî» yên ku hîro hîn źî tên bi kar hanîn, źi berî 2500 salan źî hee' bunn.
Mesele li roźavayê Kurdistan u Îran'ê hîn źî bi DEHAN «zmanên medî» mewcud in, lê mixabin li ber tunebunê ne. Farsên segbav roź bi roź wan esîmîle dikin, xezîneyên bi hezar salan tune dikin.
Dixwazin milletê kurd bê reh bihêlin, daku kurd bikarin bi rehetî esîmîle bibin.
Ligorî lêkolînên dîrokî, dibe ku zmanê ku hîro li Sîvend'ê tê axaftin, zmanê dewleta medan ya nivîsînê buyî 'be.

Dienstag, 11. März 2014

Yê Dizane U Nizane

Yê dizane, dizane, yê nizane źî zirto u virto ye, ihi.



Sonntag, 9. März 2014

Fentezî, Hêk, Bratî, Dar U Ber ...

Bavê mino, de hîro źî bi van her du kerîketurên germik u nermik îdare bikin.
Źixwa yê ku fam dike, dike, yê ku fam nake źî, errrek.
Fentezî yaw, fentezî haaa.






Samstag, 8. März 2014

Têlevîziyona Zarokan: PEPULE :)

Berxikino

De bila kenela têlevîziyona zarokan PEPULE li hemî zarokên kurd pîroz 'be :)
Ez bi vê yekê pir bextiyar bum.
Karekî pirr pîroz e.

Li ser înternêtê di bin vê edresê da hun dikarin lê binêrin:

http://kurdmax.tv/pepule.htm

Donnerstag, 6. März 2014

Sonntag, 2. März 2014

Zarok U Polês




















Ez ê hîro ćîrokeke xalê me Bavê Ronahî li vir bi we ra parve bikim.
Kêfa min gelek bi vê ćîrokê hat, herê welleh u billeh :)


Zarok U Polês

Zarokekî ćar-pênc salî li ser rê bi axê dilîze.
Gava polêsek di ber ra derbaz dibe, źê dipirse: Ew ći ye tu dikî?
Lawik: Ez polês ćêdikim.

Polês: Tu ćawan polês ćedikî?
Lawik: Ez ax, rêx, av u xîzê/qumê tevlihev dikim, u dibe polês.
Polês śemaqekê l zarok dixe u terre.
Roźa din zarok dîsan bi axê dilîze.
Yê polês cartin tê u źê dipirse: Ew ći ye tu dikî?
Lawik: Ez cendirme ćêdikim.
Polês : Tu wî ćawan ćêdikî?
Lawik: Ez ax, av u xîzê/qumê tevlihev dikim, u dibe cendirme.
Polês: Lê ka rêxa wî?

Lawik: Ku ez rêxê bikim nav, dibe polês ...


Samstag, 1. März 2014

Barzanî’yê Nemir: Gewhera Berxwadana Milletê Kurd


Hîro roźa wefeta Barzanî'yê nemir bu.
Ez wî bi hurmet bîr tînim.
Wekî kurdekî hat, wekî efsaneyeke Kurdistan'î źî ću.
Keda Barzanî'yê nemir źibo Kurdistan'ê bê sînor e.
Nêzîkî 60 salan źiyana xwa di nav têkośîneke doźehîn da derbaz kir.
Heta roźa xwa ya wefatê źî di nav xelkê kurd da maa, di nav śerr da li pêś xelkê kurd bu.

Qadî Mihemmed, Mistefe Barzanî
Ti kes u hêz nikare xizmeta ku Barzanî'yê nemir di ber milletê kurd u Kurdistan'ê ra daye, înkar bike; ku kir źî bizanin ku ew hêz u śexs aźan u xayînên bê namus in.
Gava li tevayiya Kurdistan'ê serhildanên kurdan yek bi yek dihatin tarumar kirin, Barzanî'yê nemir li hemberî diźminên qewad śerrekî bê hempa didaa.
Mesele meśa wî ya drêź, li Mahabad'ê rola wî ya leśkerî, rêwitiya berbi Rusye'yê …
Di nav wan 60 salan da kurdan li hemî perćeyên Kurdistan’ê derbeyên pirr giran xwarî bunn.
Hema hema li hemî deveran źî binketinên mezin pêk hatî bunn.
Źi derî serhildan u berxwadana Barzanî'yan pê va ti deng nemayî bu.
Berê hemî kurdan źî l berxwadana Barzanî'yan bu, źê hêz digirtin, baweriya xwa bi serketinê taniyann.
Barzanî'yê nemir tam 60 salan sembola hêvî u azadiya milletê kurd bu.
Barzanî’yê nemir kesekî kurdîn u Kurdistan'î bu.
Źixwa ferxa wî u siyasetvanên hîro źî ev e.
Bêguman digel gelek siyasetvanan A. Öcalan źî bi berxwadana Barzanî'yê nemir bi kurdbuna xwa hesiya bu.
Tabî divêt em źi bîr nekin, A. Öcalan nîvî tirk e. Di vîdyoyên ku hatinne belav kirin da vê yekê bi heśkere tîne zmên, dibêźe xwa tirk dihesibîne, źi tirkî źî pirr hez dike, … (miźara nivîseke din e).
Di destpêka salên nodî da nivîs u axaftinên A. Öcalan hee' bunn.
Öcalan di van axaftin u nivîsan da heqeretên mezin l Barzanî’yê nemir dikir. Me źî l ćepikan didaa!
Mesele digot, aha va ye ću li Emerîka'yê di nav nexwaśxaneyekê da mir.
Êêê, ći di vê yekê da hee ye? Nexwaś e, źibo tedaviyekê ćuye nexwaśxaneyekê, ći buye? Yanî nexwaśiya însanekî źî źi xwa ra kiriye siyaseteke belaś.
El însef, vî însanî li ser ćiyayên Kurdistan'ê temamê źiyana xwa derbaz kir di nav śerr da (lê Öcalan li Śam’ê rudiniśt. Tenê carekê źî derneketiye serê ćiyayakî Kurdistan’ê).
Öcalan ti carî tesîra berxwadana Barzanî'yan  ya li ser xwa îtîref nekiriye.
Tabî hêsabên hizbî hee ne, ne ku Öcalan kurdîn u Kurdistan'î ye, bîlekîs tê da qasî gremekê źî tiśtekî kurdîn u Kurdistan'î tun e.
Źiber vê yekê ye di nav van ćil salên dawiyê da digel dewleta tirkên segbav xelkê kurd bi temamî asîmîle kir …

Drêź nekim, ez dixwazim li vir strana ku bavê Rock’a Kurdî Kerem Gerdenzerî źibo Barzanî’yê nemir ćêkiriye, bi we ra parve bikim, fermo: «NemirBarzanî»