Hîro roźa wefeta Barzanî'yê nemir bu.
Ez wî bi hurmet bîr tînim.
Wekî kurdekî hat, wekî efsaneyeke Kurdistan'î źî ću.
Ez wî bi hurmet bîr tînim.
Wekî kurdekî hat, wekî efsaneyeke Kurdistan'î źî ću.
Keda Barzanî'yê nemir źibo Kurdistan'ê bê sînor e.
Nêzîkî 60 salan źiyana xwa di nav têkośîneke doźehîn da derbaz kir.
Heta roźa xwa ya wefatê źî di nav xelkê kurd da maa, di nav śerr da li
pêś xelkê kurd bu.
Qadî Mihemmed, Mistefe Barzanî |
Ti kes u hêz nikare xizmeta ku Barzanî'yê nemir di ber milletê kurd u
Kurdistan'ê ra daye, înkar bike; ku kir źî bizanin ku ew hêz u śexs aźan u xayînên
bê namus in.
Gava li tevayiya Kurdistan'ê serhildanên kurdan yek bi yek dihatin
tarumar kirin, Barzanî'yê nemir li hemberî diźminên qewad śerrekî bê hempa
didaa.
Mesele meśa wî ya drêź, li Mahabad'ê rola wî ya leśkerî, rêwitiya berbi
Rusye'yê …
Di nav wan 60 salan da kurdan li hemî perćeyên Kurdistan’ê derbeyên pirr
giran xwarî bunn.
Hema hema li hemî deveran źî binketinên mezin pêk hatî bunn.
Źi derî serhildan u berxwadana Barzanî'yan pê va ti deng nemayî bu.
Berê hemî kurdan źî l berxwadana Barzanî'yan bu, źê hêz digirtin,
baweriya xwa bi serketinê taniyann.
Barzanî'yê nemir tam 60 salan sembola hêvî u azadiya milletê kurd bu.
Barzanî’yê nemir kesekî kurdîn u Kurdistan'î bu.
Źixwa ferxa wî u siyasetvanên hîro źî ev e.
Bêguman digel gelek siyasetvanan A. Öcalan źî bi berxwadana Barzanî'yê
nemir bi kurdbuna xwa hesiya bu.
Tabî divêt em źi bîr nekin, A. Öcalan nîvî tirk e. Di vîdyoyên ku
hatinne belav kirin da vê yekê bi heśkere tîne zmên, dibêźe xwa tirk
dihesibîne, źi tirkî źî pirr hez dike, … (miźara nivîseke din e).
Di destpêka salên nodî da nivîs u axaftinên A. Öcalan hee' bunn.
Öcalan di van axaftin u nivîsan da heqeretên mezin l Barzanî’yê nemir
dikir. Me źî l ćepikan didaa!
Mesele digot, aha va ye ću li Emerîka'yê di nav nexwaśxaneyekê da mir.
Êêê, ći di vê yekê da hee ye? Nexwaś e, źibo tedaviyekê ćuye nexwaśxaneyekê,
ći buye? Yanî nexwaśiya însanekî źî źi xwa ra kiriye siyaseteke belaś.
El însef, vî însanî li ser ćiyayên Kurdistan'ê temamê źiyana xwa derbaz
kir di nav śerr da (lê Öcalan li Śam’ê rudiniśt. Tenê carekê źî derneketiye serê
ćiyayakî Kurdistan’ê).
Öcalan ti carî tesîra berxwadana Barzanî'yan ya li ser xwa îtîref nekiriye.
Tabî hêsabên hizbî hee ne, ne ku Öcalan kurdîn u Kurdistan'î ye, bîlekîs
tê da qasî gremekê źî tiśtekî kurdîn u Kurdistan'î tun e.
Źiber vê yekê ye di nav van ćil salên dawiyê da digel dewleta tirkên
segbav xelkê kurd bi temamî asîmîle kir …
Drêź nekim, ez dixwazim li vir strana ku bavê Rock’a Kurdî Kerem
Gerdenzerî źibo Barzanî’yê nemir ćêkiriye, bi we ra parve bikim, fermo: «NemirBarzanî»
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen